Têkilîyên kêşeyî yên di navbera kurdan de

Dabeşbûn, Parçebûn û Parvebûn

Tawîzên kurd bidin hev, di encamê de wê kurdan mezin bike, Kurdistanê mezin bike. Tawîzên bidin hêzên neyar jî, di ruhê hemû kurdan de birînên kûr vedike. Xesarê dide heysîyeta hemû kurdan.

Îro girîngtirîn kêşe ku li kurdan, Kurdistanê bandor dike, rewşa kurdan û Kurdistanê ya dabeşbûyî, parçebûyî û parvekirî ye. Tê zanîn, ev pêvajo di salên 1920î de, di dewra Cemîyeta Neteweyan de pêk hatîye. Tê zanîn ev pêvajo di çalaktirîn dewra Serdema Dîyarkirina Siberoja xwe ya Neteweyan de pêk hatîye. Lenîn, Stalîn û Troçkî li Yekîtîya Sovye- tan, Serok Wilson jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev rêgeza bingehîn bi biryarderî diparastin. Balkêş e ku kurd û Kurdistan di dewreke weha de hatîye dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Ev pêvajoya ku bi Sykes-Picot dest pê kiribû rewşeke fiîlî derxistîye holê. Nabe ji ber çavan bê bidûrxistin ku ev rewşa fiîlî zêdetirî sedsalekê ye bi awayekî bi biryar û sîstematîk tê parastin.

Di pêkhatina vê pêvajoyê de rola hêzên emperyal yên serdemê, ya Brîtanyaya Mezin û Fransaya me- zin e. Kêşeya sereke ev e. Dema axa Împeratorîya Osmanî ya li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê hat parvekirin, girêdayî Îngilîstanê û mandatên Sûrîye û Libnanê jî girêdayî Fransayê hatine damezrandin. Mandat, dikare wekî awayekî mêtingeh bê dîtin. Divê mirov bîne rojevê ka gelo çima di vê serdemê de, rêve- berîyeke Kurdistanê jî nehatîye damezrandin.

Di van salan de, li başûrê Kurdistanê, Şêx Mehmûdê Berzencî li dijî Brîtanyayê digot 'Ez qiralê Kurdistanê me. Min wekî qiralê Kurdistanê nas bikin.' Hêzên emperyal yên wê demê jî, ne Kur- distana serbixwe, ya mêtingeh jî nedixwestin. Bi qenaeta min, kêşeya bingehîn ya di mijara kurd/ Kurdistanê de ji vê tora têkilîyan derdikeve. Van hêzên emperyal, bi tevkarîya rêveberîyên tirk, faris û ereb herêm li dij kurdan dîzayn kirin…

Nîzama dinyayê ku di salên 1920î de di dewra Cemîyeta Neteweyan de hatîye damezrandin, nîzameke dij-kurd e. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem jî, ligel vê Nîzama Navneteweyî ya Dij-Kurd, nîzameke herêmî ya dij-kurd jî pêk hatîye. Tirkîye, Îran û Sûrîye hêmanên sereke yên vê nîzama dij-kurd in. Em bala xwe bidinê. Cemîyeta Neteweyan, Neteweyên Yekbûyî… Di navê herdu sazîyan de jî peyva 'netewe' heye. Halbûkî yên van sazîyan temsîl dikin dewlet in. Di van sazîyan de netewe nayên temsîlkirin. Jê wêdetir, hin dewletên li van sazîyên navneteweyî tên temsîlkirin, yên wekî Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye li dijî hin neteweyan in, wekî mînak li dijî kurdan in.

Hewl didin neteweya kurd bi ziman, çand û dîroka wê ji ser rûyê erdê rakin. Maneya tetbîqkirina asîmîlasyonê ev e. Dibistan-qişle, çapemenî, darêzgerî, sirgûn û îmhaya fizikî teknîkên girîng yên asîmîlasyonê ne.

Ji bilî van, rêxistinên wekî Cemîyeta Neteweyan, Neteweyên Yekbûyî hertim dewletan diparêzin.

Di sepandinên zordestîyê yên dewletên navborî yên li dijî neteweya kurd ku bi awayekî bi biryar û sîstematîk tetbîq dikin, li gel van dewletan disekinin. Hewl didin ku neteweya kurd mehqûm bikin. Di pêvajoya qirkirina li dijî kurdan de jî dengê Neteweyên Yekbûyî derneketîye. Digel van hemûyan, divê bê dupatkirin, wekî mînak, di belgeyên Neteweyên Yekbûyî de îfadeyên ku têkoşînên biheq yên neteweya kurd rewa dibîne, heta van teşwîq dike jî hene.

Dabeşbûn, parçebûn û parvebûn, ji bo kurdan û Kurdistanê encamên pir giran derxistine holê. Weha bûye wekî ku îskeletê insa- nekî bê parçekirin, mejîyê wî belav bibe. Îro, digel ku kurd ji 50 milyonî zêdetir nifûsa wan heye, li ser axeke fireh ku em jê re Kurdistan dibêjin, dijîn, ne endameke malbata neteweyên cîhanê ne. Siberoja xwe nikarin dîyar bikin. Li Neteweyên Yekbûyî, li Yekitîya Ewropayê, li Konferansa Îslamê gel û dewletên ku nifûsa wan ne milyonek e, di nav hewldana dîyarkirina siberoja kurdan û Kurdistanê de ne.

Divê mirov dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê tenê wekî dabeşbûn û parvebûna cografî fêm neke. Gund û eşîr jî dabeş bûne, malbat jî dabeş bûne. Birayên di nav malbatekê de jî dabeş bûne. Her çûye hişmendî û rêxistin jî dabeş bûne. Li jor beh- sa nîzama dij-kurd a navneteweyî, nîzama dij-kurd a herêmî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ku di salên 1950yî de hatîye damezrandin, hat kirin. Em dema referanduma ser- xwebûnê ya li başûrê Kurdistanê, Rêveberîya Herêma Kurdistanê bînin bîra xwe. Nîzameke din ya dij-kurd hebû ku kurdan li dijî kurdan pêk anibû.

Dabeşbûn, parçebûn û parvebûn bûye sedem ku li her parçeyê Kurdistanê pêvajoyên cuda pêk werin. Tê zanîn kurdên li bakur jî destek dane xebatên ji bo nîzama dij-kurd ya kurdan. Dabeşbûn, parçebûn û parvebûn encamên ewqas karîger û berbelav derxistîye holê.

Di wexteke weha de ku ev hemû tên jîyîn, wê helwesteke şaş be hemû ev kom, ev rêxistin hwd. di bin navê kongreya neteweyî de werin ba hev. Nêrîna sereke ku sîyaseta kurd ya li bakur xwe dispêrê, nenasîna ala kurdî ye. Di her derfetê de hewl dide lingên Rêveberîya Herêma Kurdistanê bişemitîne. Şaş e ku sîyaseteke di vê nêrînê de hertim kongreya neteweyî bixwaze. Ev tê wê maneyê ku bi saya piranîya nûnerên xwe dixwazin helwestên xwe yên dij-kurd di yên Kurdistanî bidin qebûlkirin. Manîdar e ku rêxistinên li her çar parçeyî hewl didin di nav xwe de yekitîya xwe pêk bînin.

Tirkîyeyîbûn ew proje ye ku ziman û çanda tirkî, nirxên tirkan bîne Kurdistanê. Nêrîna, 'Em dewlet naxwazin, ji kurdan re dewlet ne lazim e, dewlet xirab e…' di hawirdoreke weha de geş dibe. Ev nêrîna wê dewletê ye ku dibêje 'Em şujikekî xwe jî nadin we.' Ev serkeftineke mezin a dew- letê ye ku kurd bi xwe vê nêrînê tînin ziman, sîyaseta sereke a li bakur hertim vê argumantê dibêje. Armanceke projeya tirkîyeyîbûnê tuneye ku nirxên kurdî û kurdis- tanî bibe Rojava, bibe ji mirovên tirk re. Ji ber rola vê nêrînê ye ku kurd wekî xwe nemane.

Em bala xwe bidinê. Ev nêrîn tenê ji bo kurdan, Kurdistanê tê gotin. Dema di salên 1990î de Kosova hat avakirin, dema Komara Tirk ya Qibrisa Bakur çêbû, di kêşeya erebên filistînî de û di kêşeya çeçenan de hwd. kesî negot, 'Em dewlet naxwazin, ji me re dewlet ne lazim e…' Hewldanên wan ên ji bo avakirina dewletekê bi awayekî xurt hat destekkirin.

Îro divê meseleya sereke ev be: Divê bê zanîn ku kurd û Kurdis- tan hatîye dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Divê bê zanîn ku li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn rewşa kurdan a li hemberî tirk, ereb û farisan pir neyênî ye. Ligel vê nifûsa zêde û welatekî ewqas fireh, kurd ne xwedî wan sazîyan e ku tirk, ereb û faris xwedî ne. Divê hay ji van hebe.

Divê hay jê hebe ka kurdek çima nikare bi kurdî bipeyive, çima bi tirkî dipeyive, çima nikare wekî xwe bimîne. Berawirdkiri- na mêtingehên Afrîkayê û Kurdistanê, berawirdkirina Têkoşîna Rizgarkirina Neteweyî ya Filistînê û Têkoşîna Rizgarkirina Neteweyî ya Kurdistanê derbarê kurdan û Kurdistanê de agahîyên berfireh dide me. Ev agahî nîşanî me dide ku Kurdistan ne kolonî ye jî.
Yên haya wan ji van pêvajoyan hene, ji bo ji vê rewşê xelas bibin, ji bo bibin endamê malbata neteweyên cîhanê li hemberî hev ji dil tevdigerin… Hewl nadin tawîzan bidin neyarên kurdan ên neteweyî, tawîzan didin hev. Tawîzên kurd bidin hev, di encamê de wê kurdan mezin bike, Kurdistanê mezin bike. Tawîzên bidin hêzên neyar jî, di ruhê hemû kurdan de birînên kûr vedike. Xesarê dide heysîyeta hemû kurdan.

Di pevajoyeke weha de, ger kurd hewl bidin yekitîyên mayînde ava bikin, ancax ewçax kongreya neteweyî dikare were rojevê, dê wê demê maneyeke wê hebe.

* Nivîskar û civaknas

Wergera ji tirkî: Fahriye Adsay