Di dîroka nêzîk de têkilîyên rûs û kurdan

Pêwendîyeke li ser bêbawerîyê

Ger ku kurdan piştgirîya rûsan bikira belkî jî rûs dê bi aramî bigîhîşta Behra Sipî û di nav împara- torîtîyê de şerê navxweyî çênedibû û şoreşa Ok- tobrê pêk nedihat.

Di destpêka sedsala 19an de împaratorîya Rûsyayê her diçû mezin dibû. Bi dewletên Ewropayê re ketibû pêşwazîya emperyal û dikir ku ji alîyê rojhilat ve xwe bigîhîne Mezopotamyayê (cihê Petrolê) û Behra sipî (kozika stratejîk a herî bi bandor ji bo parastina qadên petrol û ticaretê). Lê li ser rîya wan gelek asî peyda bûbûn ku rûsan ew gel baş nas nedikir, kî bû ev gelê wêrek û asê? Çima hinde girêdayî axa xwe bû? Bi rastî di van salan de ew gel (kurd) di nav alozîyeke polîtîk de bû. Mîrektî sist bûbûn, eşîrên ku êdî ji bin bandora mîran derketibun, bêhtir serkêş û serbixwe bûbûn. Di vê navberê de di sala 1820an de şerê rûs û roma reş (osmanî) dest pê kir. Kurdên şemdinov li hêla Qersê bûn mutefîkên rûsan û rûsan dest pê kir tevahîya Serhedê dagirkir. Lê li wan deran herî zede li ser kurdên êzdî bandor çêkir. Di şerê derdora Erziromê de dîtin ku eşîrên kurdan, misilmanan her çiqas soz dabû wan jî, ji bo piştgirîyê, paşê ji soza xwe feramûş bûn, dihat xuyan ku wan tenê li berjewendîyên xwe mêze dikir. Ne rûs û ne jî rom (osmanî) di xema wan de bûn. Dema êdî rûs bibû mayîndeyê berdewam a li herêma Erziromê, ferq kirin ku kurdan baş nasnakin. Ji ber vê yekê jî xebatên kurdolojîyê dan destpêkirin ku wê demê Alexander Jaba rêveberê heremê bû. Jaba alimekî wekî Mela Mehmûdê Bazidî ji bo van xebatên kurdolojîyê erkedar kir. Bi vî awayî di bin beşa Rojhilatzanînê ya Rûsyayê de "kurdolojî" êdî wekî beşeke cuda hat damezirandin. Bêguman, armanca xebatên li ser kurdan polîtîk bû. Yek jî, bi girêdayê hatin û çûyîna eşîrên kurd yên koçer, her dem sînorê Îran û osmanîyan diguherî. Ev yek jî ji bo rûsan pirsgirêkeke mezin bû. Loma komîsyonek navneteweyî hat damezirandin ku sînorê van her du dewletan bê kifşkirin. Damezrênerê vê komîsyonê yê esil jî dewleta Rûsyayê bixwe bû.

Ji ber ku di Kurdistanê de civakeke hevpar tine bû, her eşîr û begên kurdan ji hev cuda tevdigerîyan, di serî de rûsan dikir ku bi kurdan re têkilîyên polîtik çêbike. Di salên 1840î de Mîr Bedir- xan li hemberî osmanîyan serî hildabû; Rûsan ev pêvajo ji nêz ve teqib dikir, lê li hemberî Mîr Bedirxan politikayek amade nekiribû û bi tu awayî alîkarîya Mîr Bedirxan nekir.

poste û qafîleyên rûsan yên ku ji Wanê diçûn Erziromê kirin û ew şêlandin. Rûsan jî di van salan de êrişî kurdên Gelîyê Zîlan kir (ku di bîra kolektif a herêma Gelîyê Zîlan de vê êrişê bi navê "sîyaseta rûsan ya ewil" cih girtîye) û tevahîya herêmê şewitandin û talan kirin. Pişti vê demê, mîrekî kurd yê din, Êzdînşêr (ku xîyanet li Mîr Bedirxan kiribû) li hemberî osmanîyan serî ra- dike û dixwaze bi rûsan re têkilîyan deyne. Lê rûs alikarîya wî jî nakin û bi vî awayî ew jî têk diçe.
"Şerê 93yan" helwesta kurdan ya bi gelemperî vegere li ser sîyaseta Osmanîyan.

Di sala 1877an de "şerê sala 93yan" (ev şer li gor teqwîma rûmî di sala 1293yan de qewimîye, loma weha hatîye binavkirin) di dîroka têkilîyên rûs û kurdan de qonaxeke giring e. Sultan Ebdulhemid taybetî erişa rûsan ya li hemberî Gelîyê Zilan baş dixwîne û bi kar tîne, di bin têgeha "cîhad"ê de bang li hemû misilmanên di bin tebaya xwe de dike ku ew divê li hemberî "kafirên moskof" şer bikin, ev bang bêhtir li ser kurdan bandor çêdike. Ji ber ku li Kurdistanê êdî desthilatîya mîran qedîya bû, êdî desthilatî di destê şêx û seyîdên kurdan de bû. Li Kurdistanê wê demê du şêxên Nexşebendî (ji milê Xalidî) hebûn. Yek Şêx Ubêdulahê Nehrî bû (ji terîqa Nehrî-Şemzînan), yek jî Şêx Ce- laledînê kurê Şêx Sibgatûlah Arwasî (ji malbata Xews- Hîzan) bû. Mirov dikare bibêje ku erdnigarîya Kurdistanê wê demê di navbera van her dû şêxan de dabeş bibû. Ji Duhokê heta Muksê kurd di bin hikmê Şêx Ubeydulahê Nehrî de bûn û ji bakûrê Behra Wanê heya Qersê jî di bin hikmê Şêx Celaledîn de bûn. Van her du şêxan jî guh dan gazîya Sultan Ebdulhemîd, mirîdên xwe û ji eşirên kurdan şervan berhev kirin û çûn hêla Bazîdê û bi rûsan re şer kirin. Hêzên kurd her çiqas Kela Bazîdê ji rûsan distînin jî, dîsa jî têk diçin, Ebdulhemîd ji têkçûyina li hemberî rûsan zêdetir ji bihêzbûna şêxên kurdan ditirsîya ku, piştî şer li Wanê jahr didin Celaledîn û wî dikujin û Şêx Ubeydulah jî her dem bêhtir kontrol dikin. Bi rastî, kuştina Celaledîn û kontrolkirina Ubeydulah têkilîyên rûs û kurdan dixe merhaleyeke nû. Carek din kurd ji osmanîyan dûr dikevin û nêzî rûsan dibin. Lê rûs vê carê biryar digrin ku eşîrên kurdan (bêhtir eşîrên derdora Qerekos -Agirî, Gîhadîn û Erdîşê) bi tundî ceza bike. Rûs alayîyên xwe yên leşkerî ku ji Qozaxan (Qozax: gelekî ji herêma çemê Volgayê bû) çêkiribû dajo herêmê û di sala 1878an de Gelîyê Zîlan careke din dîsa dişewitîne û kevir li ser kevir nahêle; pişt re hêzên ewropayî li Berlînê konferanseke navneteweyî amade dikin û rûs û dewleta Osmanî li hev tên.

Pişti Konferansa Berlînê, xala "li hemberî kurdan û çerkezan divê ermenî (fileh) bên parastin" li cografya kurdan de di nav têkilîyên rûs û kurdan de aktorekî nû dide peydakirin. Êdî ji vê tarîxê û pê de rûs li hemberî kurdan dibin parêzerê filehan. Di vê navberê de di sala 1881an de Şêx Ubeydulah serî radike, bi rûsan ra têkilîyan datîne û dike ku ji rûsan alikarîyê bigre. Lê her çiqas di serî de rûs soz bide jî di dawîyê de alikarîya wî jî nakin û bi vî awayekî Şêx Ubeydulah jî têk diçe. Çend sal şûnde di sala 1892an de, dewleta Os- manî ji alayên qozax yên rûsan îlham digre û ji eşîrên kurdan, Alayên Hemî- dîye ava dike û meriv dikare bibêje ku hema hema tevahîya wan ji kurdên sunî pêk hatibû. Alayên Hemîdîyê her çiqas di hundir de li hemberî şoreşgerên fi- lehan (Taşnaksutyun) hatibûn damezirandin jî, li derve li hemberî rûsan hatibûn erkedarkirin. Di vî warî de êdî ji kurdan zêdetir têkilîyên filehan û rû- san xurt dibe, rûsan dikir ku li serheda hema qet nebe rêveberîyeke xweser ji bo wan biafirîne. Ev sîyaseta rûsan ya bi vî awayî (tasfîyekirina kurdan) heya sala 1908an berdewam kir. Psîkolo- jîya ku "Kurdistan dibe Ermenistan" li ser kurdan bandoreke mezin çêkir, ku mîmarê vê psîkolojîyê rûs bûn û yên ku ev psîkolojî gur dikirin jî osmanî bûn. Dikirin ku bi destê kurdan ermenîyan ji holê rakin. Rûsan li navendên wekî Wan, Bitlîs, Erzirom û Dîyarbekirê balyozxaneyên xwe vekiribûn û dikir ku kurdan ji nêz ve bişopîne û bêhtir piştgirîyê bide ermenîyan. Di Sala 1908an da dema ku şoreşa "Jon Tirkan" pêk hat, têkilîyên rûs û kurdan dîsa ketin merhaleyeke nû. Kurd vê carê bi xwestekên modern derketin holê. Eb- durezaq Bedirxan, Seyîd Taha, Kamil Bedirxan derbasî alîyê Rûsyayê bûn. Di vê navberê de rûs jî daketibûn heta Makû û Selmasê. Li wî alîyê sînorê Îranê li wê deverê jî aktorekî kurd yê nû (Simkoyê Şîkak) peyda bibû. Van aktoran dikir ku Kurdistaneke xweser a di bandora rûsan de ava bikin. Loma rûsan ji nû ve "polîtîkaya xwe ya kurdan" revîze kir û disa hewil da ku kurdan qezenc bike. Lê dîsa jî bi tevahî dev ji ermenîyan bernedan vê carê dikir ku ermeni û kurdan li hev bînin û wan herduyan li hemberî osmanîyan bikin yek. Di sala 1913-1914an de rûsan hewl da ku li Kurdistanê serhildaneke kurdan a gelemperî li dar bixe. Lê tenê li herêma Barzan (1913) û li herêma Bitlîsê (1914) du serhildanan rû dan. Serekê serhildana Barzan, Şêx Ebdulselam bû û li Bitlîsê jî serek, lawê Şêx Celaledînê ku hatibû jehrîkirin Seyîd Elî, şêx Şabedîn û Mele Selîm bûn. Ev her du serhildan têk çûn. Şêx Ebdul- selam, Şêx Şabedîn û Seyîd Elî hatin darvekirin. Mele Selîm jî xwe avête Balyozxaneya rûsan. Lê çend meh şûn de ew jî hat girtin û bidarvekirin. Piştî Serhildana Bitlîsê, bi zora rûsan dewle- ta Osmanî mecbûr ma li wîlayetên Kurdistanê "reforma ji bo ermenîyan" bikin rojeva xwe. Li gor vê peymana di navbera osmanî û rûsan de, komîserekî bîyanî ku bi eslê xwe norveçî bû, dê bi- bûya komîserê Kurdistanê. Her çiqas di vê peymanê de, xalên sereke di derbarê ermenîyan de bûn jî, hin xal di derbarê kurdan de jî hebûn. Herweha li gor vê peymanê divê kurd bên bêçekkirin û li gundên dûrî ermenîyan bên bicîhkirin. Yanî di van salan de "sîyaseta rûsan a di derbarê kurdan de" behtir dualî bû. Li alîyekî kurd li hemberî osmanîyan tûj dikirin û alîyê din jî bi osmanîyan re li dijî kurdan tevdigerîyan. Dema Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir, rûs di bin emrê Ebdurezaq, Kamil Bedirxan, Seyîd Taha û Simkoyê Şikak de artêşeke kurd avakir da ku ew bikevin Kurdistanê û helwesta eşîrên kurdan vegerînin ser rûsan. Lê ji bilî eşîrên êzdî û çend eşîrên tixûbe Serhedê hema bibêje tu eşîr derbasî alîyê rûsan nebûn. Seîdê Kurdî (Bedîuzeman), Şêx Hizret (Şêx Dîyadînê Norşînê), Ebdulmecîd Begê Sîpkî, Kor Huseyn Paşayê Heyderî û Hecî Musa Begê Xweytî li hemberî rûsan şerên bi tûndî kirin. Di navbera salên 1915 û 1916an de tevahîya ermenîyan ji alîyê osmanîyan ve hatin qetilkirin, di nava van kuştîyan de bi hezaran kurdên êzidî jî hebûn.

Di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem de her du imparatorî jî hilşîyan, lê kurd man di cîhê xwe de. Ger ku kurdan piştgirîya rûsan bikira belkî jî rûs dê bi aramî bigîhîşta Behra Sipî û di nav împaratorîtîyê de şerê navxweyî çênedibû û şoreşa Oktobrê (Lenîn) pêk nedihat. Teqez mirov dikare bibêje ku yek ji sedemên wendakirina rûsan a Şerê Cîhanê yê Yekem jî kurd in.

Piştî Osmanîyan çawa jî tê zanîn komara Tirkan hat avakirin. Li Rûsyayê jî pergala Sovyetên Sosyalîst hat dame- zirandin. Kurd jî di nav çar dewletên nû ava kir. Di vê navberê de li bakûrê Kurdistanê serhildana Qoçgirî, li başûr jî nerazibûyineke giştî a li hemberî îngilizan hebû. Lê rûsan li gel van her du dewletên dagirker (tirk û îngiliz) têkilîyên ekonomîk û polîtîk li dar xistibûn, bi tu awayî bi kurdan re eleqeder nebûn. Bê guman têkilîyên Komara Tirkîyê û pergala Sovyetan li hemberî berjewendîyê kurdan bû. Loma rûsan bi tu şeklî êdî piştgirî nedidan kurdên derveyê sînorên xwe. Di salên 1919an heya salên 1930î serhildana Şêx Mehmudê Berzencî, di 1925an de serhil- dana Azadi (Şêx Seîd), 1926-31an de serhildana Agirî, 1935an de Serhildana Sasonê, 1937an de berxwedana Dersimê çêbûn, rûsan hemû serhildanên kurdan wekî "lîstikên dewletên ewropayê yên emperyalist" didît û piştgirîya tirkan dikir. Kurdên derveyî pergala Sovyetan wekî "gelekî bindest û proleter" nedidît, ev jî nakokîyeke sosyalizma wan bû. Lê di hundir da statuyeke kurdan hebû. Li herêmeke di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de "Kurdistana Sor" wekî xweserî hatibû damezirandin, mafê perwerdeyî, rojname, radyo û hwd dabûn kurdên xwe. Ferîk Polatbekov (Hevalê Lenîn bû) û Erebê Şemo jî wek du kurdên komunist û lenînîst di damezirandina "Rûsyaya nû" de cih girtibûn. (Paşê Erebê Şemo çi beg, axa û şêxên kurdên êzdî hene hemû şandibûn sirgûnîyê.) Dema Stalîn bu serokê So- vyetan bi taybetî Kurdên li ser sînorê komara Tirkîyê, hemû li çar terefên so- vyetan belav kir. Di vê pêvajoyê de bi hezaran kurd mirin, bi dehan ronakbî- rên kurd hatin qetilkirin, mişextkirin û zindankirin. Di vê navberê de Şerê Cîhanê yê Duyem dest pê kir. Bi he- zaran kurd bûn leşkerên Sovyetê û di şerê li hemberî Nazîyan de jîyana xwe dest dan. Piştî şerê Cîhanê yê Duyem bi destê Sovyetê, Komara Kurdistan ya Mahabadê (1946) hat damezirandin û çend meh şûn de jî hat hilweşandin. Piştî hilweşandinê Mela Mistefa Barzanî derbasî Sovyetan bû. Heya sala 1958an li wir ma. Dema ku li Iraqê qralîyeta dîktarorî hilweşîya êdî ew jî vegerîya Kurdistana başûr.

Herweha dema sistema rûsan a sovye- tên sosyalîst belav bû, têkilîyên kurdan û rûsan jî ketin asteke nû, herweha Ocelan dema ku ji Sûrîyê derket (1998) yekem qonaxa wî Rûsya bû. Çûyîna Ocelan ya Rûsyayê bû destpêka dîlketina wî ya destê dewleta tirk.
Yanî mirov dikare bibêje ku ji yekem serhildana kurdan ya neteweyî Serhildana Bitlîsê (ji ber ku pêşengê vê serhildanê damezrênerê "Kurd Teavûn ve Terakkî Cemîyetî"bû.) di balyozxaneya rûsan ya Bitlîsê de bi dawî bibû û dîsa 84 sal şûn de serokê serhildana kurdan ya dawî bi beşdarîya dewleta rûsan teslîmê tirkan kirin. Niha jî em dizanin ku li Sûrîyê û Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyem dimeşe ku alîyê vî şerî yek jî kurd û rûs in. Têkilîya rûsan bi kurdên Rojava re bi awayekî dimeşe. Çawa tê zanîn ku di dawîyê de Efrîn eşkere firotin tirkan. Tê gotin ku, dema tirk ketin Efrîne, leşkerên rûsan ji şervanên kurdan re gotibûn "cil û bergên xwe berhev bikin û bicehimin biçin". Û niha jî dikin ku tevahîya Rojava bikin bindestê xwe û paş ve radestî rejîma Esed bikin. Û bi vî şiklî heyfa Şerê Cîhanê yê Yekem ji kurdan hildin. Lê tê zanîn ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de li hemberî wan eşîrên bê çek yên di bin emrê axa- yan de hebûn, lê îro li hemberî dijminên xwe, di bin hêza sirûda Ey Reqîb de û di bin emrê serleşkerên bi rêbaz de bi hezaran şervanên bi keleş û gelekî xwedî rûhê neteweyî heye. Divê rûs vê rastîye êdî ji bîr neke.

* Doktorê Zanista Polîtîk û Dîrokê