Li hemberî șewban, hawirnasî

Çima Koronavîrus Covid-19 derket holê?

Heta sedsala XXIê jî, di çavê karbidestên çînî de, dermanên kevn riya herî baș a têkoșîna li dijî șewba koronavîrûsê bû. Bi sed milyonan meriv rastî astengên cîhguhastinê bûn. Gelo dema ku em ji xwe bi- pirsin nehatiyê, bê çima șewb bi bezeke her ku diçe xurt dibe li pey hev tên?

Translator

Adeta her kes ketîye dorê ji bo bibe kesê pêşî yê tesbît bike kîjan ajel gunehkar e û bûye jêdera vê koronovîrus a ku bi awayekî fermî Covid-19 hat binavkirin û li Çînê û li welatên din di rewşa kemîngirtinê de hat hiştin li nava bi sedan milyonan kesên di karantînayê de ne an jî li pişt kordonên tendirustîyê tên ragirtin. Herçendî tiştekî esasî be jî ronîkirina vê sirê, îdîayên bêbingeh ên wisa nahêlin em bibînin ku hesasîyeta me ya ku li hemberî şewbên cîhanî her diçe zêde dibe, sedemeka wê ya hê kûrtir heye: hilweşandina bilez a warên xwezayî.

Ji 1940î ve, bi sedan mikrobên nexweşîhilgir li deverên ku berê hîç nehatibûn dîtin, xuyabûn an jî ji nû ve xuyabûn. Mesela ya HIV û ya Ebola li Afrîkaya Rojava û Zika li parzemîna amerîkî. Jêdera piranîya wan (% 60) sewal in. Hin ji wan ji sewalên kedî û dermaleyan hatine wergirtin, lê belê jêdera piranîya wan (ji sêyan duduyê wan) ajelên dirinde ne.

Li gel vê yekê jî, di vê yekê de ti sûcekî ajelên dirinde tine. Bêyî em guh bidin nivîsarên bi wêneyan destekkirî, hewl didin jîyana xwezayî wekî sedema destpêkirina van şewbên hilweşîner nîşan bidin, şaş e mirov bawer bike ku ev ajel bi taybetî hatine îstîlakirin bi hêmanên nexweşîhilgirên kujer û amade ne, wan li me belav bikin. Di rastîyê de, beşa herî mezin mîkroban bêyî ku ti zirarê bidin, di bedena wan de dijîn. Pirsgirêk li cîyekî din e: bi bêdarkirin, bajarîkirin û pîşesazîkirina bêrawestan re me derfetên xwegihandina nava bedena mirov û lêxweguncandinê pêşkêşî mîkroban kir.

Hilweşandina war û hêlînên xwezayî tehdîdeke qirkirinê ye li ser gelek cinsan (1), ku di nava wan de gîyayên dermanî û sewalên ku ferhenga me ya zanîna dermanî hertim xwe spartîyê jî hene. Her çi yên vedimînin, ti rêyeke din tine li ber wan ji bilî bicihbûna li deverên biçûk û tengkirî yên ku ji alîyê wargehên mirovan ve ji wan re hatine hiştin. Ev yek digihîje encama îhtîmala mezin a danûstandinên nêz û dubarebûyî li gel mirovan ku derfetê didin mîkroban derbasî bedena me bibin û têde ji rewiş ta xwe ya bêzirar vediguherînin hêmanên nexweşîhilgir ên kujer.

2017an dide zanîn ku vîrusa jêdera wê cinsên cihêreng ên şevşevoka ye, bêhtir li herêmên Afrîkaya navîn û rojava ku berî demeke nêz tûşî bêdaristanbûnan hatin zêdetir xwe nîşan dide. Dema daristan tên birrîn, şevşevok neçar tên hiştin biçin li ser darên baxçeyên me û li çewlikên me venişin. Ji wir û şûn ve, pir hêsan    e mirov dewama vê yekê xeyal bike: mirovek dema fêkîyekî ku bi tifa şevşevok pêve zeliqî gez dike, an jî, hewl dide nêçîra wê bike û vê mêvana nevexwendî bikuje, tûşî mîkrobên di bedena wê de bicihbûyî, tê. Û bi vî awayî gelek vîrûs ku şevşevok hilgirên wan in, lê belê bêzirar in heta ku bi wan re ne, derfetê dibînin derbasî mirovan dibin ‒ bo nimûne Ebola ‒, lê herweha Nîpah (nexasim li Malezya an jî Bangladeşê) an jî Marburg (bi taybetî li Afrîkaya Rojhilat). Ev dîyarde wekî "derbaskirina ji benda cinsan" tê binavkirin. Heta ku ew pir caran rû bide, dikare bihêle ku mîkrobên heywanan xwe li bedenên me biguncînin û piştî pêşketina radeyekê jî bibin nexweşîhilgir.

Heman tişt ji bo nexweşîyên ji kermêşan derbas dibin jî lê ye, ji ber ku di navbera rûdana belayên şewbê û bêdaristanbûnê de girêdanek hat tesbîtkirin (2) ‒ ji bilî vê, ji holêrabûna hêlînên xwezayî bêhtir rengûrû ‒ guherîna wan mijara gotinê ye. Bi daran re, şop û tewên belgên mirî û reh jî ji holê radibin. Av û vemahîyên wê li ser rûyê vê erda reqûrûtkirî hêsantir diherikin û li bin tava rojê dibin çalavên vekêş ji bo kermêşên ku hilgirên malarîyayê ne. Li gorî lêkolîneke ku li diwazdeh welatan çêbûye, cinsên kermêşên ku vektorên hêmanên nexweşîhilgir ên mirovî ne, li herêmên bêdaristankirî du caran zêdetir in ji yên li herêmên daristanî yên dest lêneketî.

Hilweşandina  hêlînên  xwezayî  jî bi guherandina hejmara cinsên cihêreng pêk tê û ev dikare xetereya belavbûna hêmanên nexweşîhilgir berfireh bike. Bo nimûne: vîrusa Nîl a rojavayî ya bi çivîkên koçber hat veguhes tin. Li Amerîkaya Bakur, di pêncî salên dawî de li bin bandora windabûna hêlînên xwezayî û hilweşînên din, hejmara çivîkan % 25 daket (3). Lê belê hemû cinsên çivîkan ne bi heman awayî derb xwarin. Li gorî pisporan çivîkên (warekî xwezayî), wekî darkutik û mirîşkên avê, ji çivîkên din ên wekî bilbil û qijikan pir dijwartir hatin hingaftin. Her çendî yên pêşî hilgirên qels ên vîrusa Nil a rojavayî bin jî, yên duyem yên herî xurt in. Ji vir jî hebûna vîrusa li nava çivîkên kedîkirî yên herêmê û bi îhtîmaleke mezin bi navgîna kermêşeke ku bi çivîkekê vedide, derbasî mirovan dibe (4).

Heman dîyarde ji bo nexweşîyên jêdera wan qijnî ne jî, mijara gotinê  ye.  Bi  kotina  hêdî  hêdî  a daristanên Bakur-Rojhilatê Amerîkî, pêşketina jîyana bajarî dibe sedemê nêçîra ajelên wekî xildan ên dibin piştgir ji bo pêşîgirtina li zêdebûna qijnîyan û rêvekirina ji bo rihetbûna cinsên hindiktir bi tesîr di vî warî de, bo nimûne mişkên pê spî û pezkûvî. Encam: nexweşîyên jêdera wan qijnî ne, pir hêsantir belav dibin. Ji nav wan, nexweşîya bi navê Lyme, cara pêşî di 1975an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwe nîşan da. Di bîst salên dawî de, heft hêmanên nû yên nexweşîhilgir ên jêdera wan qijnî ne, hatin tesbîtkirin (5).

Xetereyên derketina holê ya nexweşîyan, ne tenê bi  hilweşîna hêlînên xwezayî, herweha bi awayê veguhestina  van  hêlînan  jî tên îfadekirin. Ji bo şikandina bênefsîya xwe, mirov qadeke bi qasî parzemîna afrîkî (6) fireh, bi bahaneya xwedîkirin û mezinkirina sewalên şerjêkirinê, reqûrût kir. Hin ji wan bi rêyên qaçax ên bazirganîyê an jî li bazarên sewalên zindî (wet markets) tên firotin. Li vir, cinsên ku wê ti caran muhtemelen li nava xwezayê li hev rast nehatana, di nava qefesan hev dibînin û mîkrob dikarin bi rihetî ji yekî derbasî yekî din bibin. Ev cure pêşketin, ku di 2002-2003an de bû zemîna bigewdebûna koronavîrusa ji şewba sendorma henaseyî ya zêde tûj (SARS)ê berpirsîyar, dibe ku jêdera koronavîrusa nenas a îro ya dor li me girtî be.

Lê belê hê gelek heywanên din hene ku li nava pergala pîşesazîya me ya terşvanîyê digihîjin. Bi sed hezaran heywan li ser zikên hev tên rawestandin heta ku em wan dibin selexanan şerjê  bikin:  ev  jî şertên herî guncaw in ji bo ku mîkrob bikevin nava liv û tevgera veguherîna hêmanên nexweşîhilgirên kujer. Mesela, vîrusên zekema çivîkan, ên di bedena çivîkên avê de, li çewlikên bi mirîşkan da pêvajoyeke wisa ji mêj ve bi hêsanî tê dîtin ku dikare li laboratuwarê ji nû ve were hilberandin. Yek ji vî cinsî, H5N1, dikare derbasî mirov bibe û zêdetirî nîvê  kesên  tûşî  wî bûne bikuje. Di 2014an de li Amerîkaya Bakur, ji bo pêşîgirtina li belavbûna cureyekî din ê van mîkrobên telefkar, ji neçarî bi deh milyonan balinde hatin kuştin (7).

Sergoyên rêxa garanên me, derfetên din jî didin mîkrobên ji heywanan zêde dibin, ji bo ku derbasî mirovan bibin. Ji ber ku bi qasî  ku zevîyên çandinîyê nikarin bihelînin wekî gubre zêde bermahî hene, bi giştî ev çîyayên sergoyan di çalên nemohrkirî de tên ragirtin û ev çalên rêxê ji bo bakterîya Escherichia Kolî vediguherin behişteke bêhempa. Zêdetirî nivî heywanên çewlikên êmê yên amerîkî tên ragirtin, hilgirên wan in, lê belê ew di laşên heywanan de bêzirar in (8). Tevî vê yekê gava E. Kolî digihîje mirovan, dibe sedemê îshala bi xwîn, ta û nexweşîya akut a gurçikan. Û ji ber ku ne kêm caran bermahîyên pîsîtîya heywanan dikevin nava ava me ya vexwarinê û xwarina me, her sal 90 000 amerîkî bi van mîkroban nexweş dikevin. Her çendî ev dîyardeya veguherandina mîkrobên heywanan ber bi hêmanên nexweşîhilgir ên mirovî bi lez dibe, ev niştekî nû ye jî.

Xuyabûna wan a cara pêşî digihîje heta dema şoreşa neolîtîk, serdema mirovan dest bi hilweşandina warên xwezayî kirin ji bo firehkirina zevîyên çandinîyê û kedîkirina sewalan ji bo wan bikin heywanên bar û hilgir.

Li hemberî vê, heywanan jî xelatên jehrkirî pêşkêşî me kirin: Em di wergirtina mîkrobên nexweşîyên wekî sorik û êşa zirav de deyndarên çêleka ne, berazan kuxika reş dîyarîyê me kir û zekem jî werdekan ji bo me kir xelat.

Pêvajoyê di serdema berfirehbûna kolonyal a ewropî de dewam kir. Li Kongoyê, rêyên hesin û bajarên ku dagirkerên belçîkî ava kirin, hiştin ku lentîvîrusa li bedena meymûnên makak ên herêmê bicihbûyî ji bo xwe li bedena mirovî bînin veguherîne. Li Bangladeşê, brîtanîyan ji bo pêşxistina çandinîya riz bi ser herêmên mezin ên avî yên Sandarbans ve girtin û şênîyên vê derê kirin hedefa bakterîyên li nava vê ava tûj Ebola ji bo vê rewşê nimûneyeke zelal e. Di vî warî de lêkolîneke girtî ku li wir vediguherin û zêde dibin kujer, telefeke mezin dikin ‒ xwe radigirtin. Ev şewbên cîhanî yên di encama êrişên dagirker de berbelav bûn, hê jî di rojevê de ne. Lentîvîrusa meymûna makat bû HIV. Bakterîya avî ya Sundarbans, ku êdî wekî kolera hat binavkirin, heta niha bûye jêdera heft şewbên din ên cîhanî, ya herî dawî li Haîtîyê xwe nîşan da.

Baş e, ji ber ku em nebûn mexdûrên pasîv ên vê pêvajoyê, ji bo kêmkirina xetera derketina holê ya van mîkroban em dikarin pir tiştan bikin. Eynî wekî ku tevgera One Healty jî bi taybetî hewl dide pêk bîne,  em  dikarin  hêlîn û warên xwezayî biparêzin da ku sewal jî li şûna ku derbasî me bikin, mîkrobên xwe di bedena xwe de bihêlin (9).

Em dikarin, li deverên ku mîkrobên sewalan herî zêde guncaw dibînin xwe veguherînin hêmanên nexweşîhilgir ên mirovî, çavdêrîyeke ji nêz ve saz bikin û yên dikevin nava dilbijîya xweadapterkirina  li bedena me ji holê rakin, berî  ku ew dest bi hilberîna şewban bikin. Tam jî ev tişt e ku zêdetirî deh sal in hewl didin pêk bînin lêkolînerên bernameya Predickt, a ji alîyê Ajansa Dewletên Yekbûyî ya pêşveçûna navneteweyî (Usaid) ve tê fînansekirin. Wan heta niha îmza xwe avêtîye bin vedîtina zêdetirî neh sed vîrusên nû yên girêdayî zêdebûna şopên tilîyên mirovan li ser gerestêrka me, ku di nava wan de kokên heta hingê nenas ên koronavîrus a dişibin yên SARSê jî cih digirin (10).

Îro, şewbeke nû ya cîhanî kemîn daniye pêşiya me, û ev yek ne tenê ji ber Covid-19 e. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rêveberiya Trump ketiye nava hewldanan da ku pîşesaziyên kanên talankirina xwezayê û tevahiya faaliyetên pîşesaziyî ji bacê û her cure ziknameyan mûaf bigire. Ev yek ji bilî xedartirkirina hilweşandina war û hêlînên xwezayî, û destekdayîna  veguhezandina  mîkrobî  ji heywanan ji bo mirovan wê bi kêrî ti tiştî neyên. Di heman demê de hukûmeta ji niha ve me bêpar dihêle ji derfeta me ya tesbîtkirina mîkroba ku wê derkeve pêşiya me, beriya ku ew li her derê belav bibe: di cotmeha 2019an de, wê biryar da dawî bîne li bernameya Predict. Herî dawî jî di sibata 2020an de, hukûmetê diyar kir ku ew dixwaze para xwe ya ji bo butçeya Rêxistina cîhanî ya tenduristiyê 53 % kêm bike.

Wekî ku epîdemolojîst Brilliant destnîşan dikir, "em nikaribin rê li ber derketina holê ya vîrusan bigirin jî, em dikarin rê li şewban bigirin". Li gel vê yekê jî, ji bo pêşîgirtina li şewban, divê bi qasî me hewl daye xweza û jîyana sewalan xira bikin, em ewqas jî bi biryardarî vê sîyaseta xwe biguherînin.

* Rojnamevan. Nivîskara pirtûka bi navê Pandemic: Tracking Contagions, from Cholera to Ebola and Beyond, Sarah Crichton Books, New York, 2016, et de The Next Great Migration: The Beauty and Terror of Life on the Move, Bloomsbury Publishing, Li Londonê, di hezîrana 2020î de wê were weşandin. Ev nivîsar di The Nationê de hatîye belavkirin.

(1)    Jonathan Watts, "Habitat loss threatens all our futures, world leaders warned", The Guardian, Londres, 17 novembre 2018.

(2)    Katarina Zimmer, "Deforestation tied to changes in disease dynamics", The Scientist, New York, 29 janvier 2019.

(3)    Carl Zimmer, "Birds are vanishing from North America", The New York Times, 19 septembre 2019.

(4)    BirdLife International, "Diversity of birds buffer against West Nile virus", ScienceDaily, mars 2009, www.sciencedaily.com

(5)    "Lyme and other tickborne diseases increasing", Centers for Disease Control and Prevention, 22 avril 2019, www.cdc.gov

(6)    George Monbiot, "There’s a population crisis all right. But probably not the one you think", The Guardian, 19 novembre 2015.

(7)  "What you get when you mix chickens, China and climate change", The New York Times, 5 février 2016. En France, la grippe aviaire a touché les élevages durant l’hiver 2015-2016 et le ministère de l’agriculture estime qu’un risque existe cet hiver pour les volatiles en provenance de Pologne.

(8)    Cristina Venegas-Vargas et al., "Factors associated with Shiga toxin-producing Escherichia coli shedding by dairy and beef cattle", Applied and Environmental Microbiology, vol. 82, n° 16,Washington, DC, août 2016.

(9)   Cristina Venegas-Vargas û hevalên xwe, « Factors associated with Shiga toxin-producing Escherichia coli shedding by dairy and beef cattle», Applied and Environmental Microbiology, vol. 82, n° 16,Washington, DC, tebaxa 2016ê.

(10)   "What we found", One Health Institute, https://ohi.sf.ucdavis.edu

 

Wergera ji fransî: Baran Nebar