Di psîkîyatrîyê de, dema odeyên tecrîdê

Dema Ku dermankirin Cîhê xwe dide birêveberîya nifûsê

Terkkirina nêrîna mirovî ya li dînîtîyê û lênêrînê leza kûrbûna buhrana di psîkîyatrîyê de zêde kir. Di encama vê yekê de jî em gihîştin serdema dorlêgirtin û tecrîdê (îzolekirin). Li gel vê yekê, her diçe zêdetir binpêkirinên xedar ên mafên nexweşan jî xwe didin der. Kedkarên nexweşxaneyan ji bo dawîanîna li tedawîya xirab a nexweşan derfetan dixwazin.

Translator

Di giştî, du derîyên li hemberî hev hene ji bo ku nexweşê serhişk û êrişkar karibe were zeftkirin. Qaryola bi zemînê ve hatîye sabîtkirin: carna li hundir destşokek heye, carna jî tine; li hundir carna avrêjxane heye, carna jî tine, tenê "satileke bê derxûn (qapax) datînin hundir û jê bêhneke genî ya mîzê û gû difûre"; bi her halî, gava nexweş girêdayî ye, ew pirî caran di bin xwe de dike. Car caran, hin çareserîyên biçûk tên dîtin, bo nimûne ji vê nexweşa ciwan re ev salek e ev çare hatîye dîtin: "Di navbera çar stûnan de hatîye astengkirin lê belê du heb ji wan li gorî ku wê karibe rihet tevbigere hatine eyarkirin û bi vî şêweyî ew bê alîkarîya kesên din dikare bi destekî xwe kulêmaka xwe deyne ser zemîna pêwîst". Bi giştî li odeyê zengilê hawarê tine: nexweş neçar e biqîre ji bo karibe xwe bide bihîstin, an jî, eger ew ne girêdayî be jî, neçar dimîne "li derî bixe heta ku xwe birîndar bike". 

Xwarina xwe, ew gelek caran li erdê, rûniştî dixwe û nivîna xwe jî ji bo xwarinê wekî mase bikar tîne û bi amadebûna du hemşireyên li ser pîya li pêşberî wî disekinin. Ew carna tazî ye, lewre, wekî ku ew dibêjin, ew ji "rîska xwekuştinê" ditirsin; eger ne tazî be, bi şev û roj pîceme lê ye. Ew pîceme yên nexweşxanê ne helbet, ji ber ku derfetên wî tinin xwe bigihîne kincên xwe yên şexsî. Car heye tê jibîrkirin ka ew ji kengê ve li nexweşxaneyê ye: "Nexweşnêr ên ku pir caran û ji demeke dirêj ve li vir wezîfê dikin dibêjin wan hertim ew li vir dîtîye." Serdana kesên din lê hatîye qedexekirin. Li hinek nexweşxaneyan, vîdeoyên çavdêrîyê, mîkrofon û kamerayên termîk li odeyên tecrîdê tên ceribandin. Ji hingê û şûn ve jî li ser ekranê her tişt li ber çavê kesên din in.

Ev tişt hemû ne xeyalî ne. Ev hin beşên sê raporên li ser mijarê yên Mme Adeline Hazan in. Ew venêrîyê dike. Wê di adara 2016an de ji bo navenda psîkoterapîya l’Ain (Bourg-en-Bresse) ê; di adara 2018an de ji bo navenda pêşwazîkirina nexweşan a zanîngeha Saint-Étienne (Loire); û di çirîya paşî ya 2019an de jî ji bo navenda pêşwazîkirina nexweşan a Rouvray, li Sotteville-lès-Rouen (Seine-Maritime)ê, sê "pêşnîyarnameyên lezgîn" amade kirin. Ev bûyerên dramatîk – Mme Hazan behsa "binpêkirinên xedar ên mafên nexweşan dike" – nîşan didin ku yên êşa buhrana psîkîyatrîyê dikşînin, pêşî nexweş in. Me li jor behsa dorlêgirtin û tecrîdê kir: em dikarin mijarê li ser dînên li kolanan bidomînin – % 30’yê kesên ji malên sabît bêpar in (SDF) îşaretên nexweşîyên hişî yên dijwar (1) li cem wan xuya dikin –, an jî hê zêdetir li cem kesên li girtîgehan dirizin – % 35 heta 40ê girtîyan ji alîyê hişî ve wekî nexweşên pir giran tên hesibandin (2). Em herweha dikarin gotinê bînin ser terkkirin û vehêlanê ku ew mexdûrê wê ne, çi yên di nava malbatan de, çi yên nizanin êdî çi bikin û çi jî yên li nexweşxaneyan, deverên ku derfet kêm in û tirsa nebûna ewlekarîyê, wan ji gelek aktîvîteyan bêpar dihêle, li gel encama vegera tembelîyê, tengezarî û "kronîsîzasyonê", ango, xwe girtina psîşîk.

 

«Pirsên» kokbirkirinê

Balkêş e, medya vî alîyê tirsnak û belloq ê buhranê pir kêm caran dike mijar. Ew bêhtir tercîh dike behsa bendemayîna bi mehan ji bo randevûgirtina li navendeke medîko-psîkolojîk (CMP), bike; an jî balê dikşîne bêderfetîya neqandina doktorê xwe, an jî kêmbûna nivînan – bêyî ku mijarê bibe bigihîne berpirsîyarîyê – û sektorê wekî berpirsyar bibîne. Di rastîyê de, jêdera buhranê destkişandi na ji psîkîyatrîya sektorê ye, ku ew ne wekî rêxistineke îdarî, lê belê wekî pêleke ramanê ya ku di dîroka psîkîyatrîyê de şoreş pêk anîye tê fêmkirin.

Ji bo fêmkirinê, divê ji dînîtîyê were destpêkirin. Dezgeha psîkîyatrîyê dînan wekî mirovên temam dinirxîne. Psîkoterapê psîkozê Gaetano Benedettîyê îtalî li ser mijarê weha dinivîsand: "Mirov dikare şaşîyan bike, lê belê eger em ji awayê hebûna wî ya mirovî re rêzê bigirin, nexweş wê ji ber wan şaşîyan li me bibore (3)".

Eger dînîtî "awayekî hebûna mirovî" be, ev bi tevahîya yekparebûna wî, hestên wî, tengezarîyên wî, êşên wî, dilbijîyên wî û dîroka wî ya şexsî re, ango bi her tiştên ku wî dikin hebûneke xweser re têkildar e. Bi awayekî din mirov bibêje, dînîtî ne wekî nexweşîyeke din e: ew patolojîya kesekî ye. Ew aîdî mirovahîyê ye; ji ber vê yekê divê ew li nava cîhana mirovî were pêşwazîkirin.

Ji bo vê, divê têkilî bên birîn ji sedsalên dîrokê ku hingê dînî tî dihat paşguhkirin, cezakirin, îşkencekirin, girtin û şewitandin. Ji bo rizgarîyê em wêrekîya afirînerên dezgeha psîkîyatrîyê dipîvin; wêrekîyeke wekî ya Philippe Pinel, ku di pêvajoya Şoreşê de, dînên li nexweşxana Bicêtre ji zincîrên wan rizgar kirin û bi vî awayî psîkîyatrîya fransî ava kir. Ji bo wî, bi kesekî dîn re hertim beşekî aqil ê ku divê mirov xîtabê wî bike heye. Bavê psîkoterapîyê jî xwe dispêre vê yekê û behsa "tedawîya moral" dike.

Bi rastî jî, tedawî dimîne li ser nêrîna mirov a der barê dînîtîyê de. Û ji bo di nava civaka mirovan de bijî, pêwistîya merivê/a dîn bi alîkarîyê heye. Hilweşandina dîwarên tîmarxaneyê ne bes e, wekî raporeke parlementerekî ku berî demekê pêşnîyar dike (4), "tedawîya li ser pîyan were kirin" jî ne bes e. Bêyî têr cîyên pêşwazîkirinê, bêyî nexweşnêrên têra xwe qelebalix û baş perwerdekirî, bêyî danûstandinên mirovî, derzîkirin, bitenêhiştin, derîlisergirtin, likolananhêlan an jî girtin pir dûrî çareserîyê ne.

Tedawî, ji têkilîyê pêştir ne tiştekî din e. Derman ji bo tedawîyê alîkarîyeke sînordar e. Ji bo pêşwazîkirina mêr an jî jina ku di nava êşeke giran de ye, divîyabû psîkîyatrîyeke nû ya ku hem li nava bajêr hem jî bi bajêr re bixebite, were afirandin: Komele, şaredar û hilbijartî, xebatkarên civakî û klubên werzişê, dadger, agirkuj û polîs, rêxistinên avahîyên kirêya wan erzan (HLM), dezgehên kulturî, malbat… her tiştê ku civakê pêk tînin. Ev psîkîyatrî nema bi teqezîyên xwe yên dermanî derî li xwe digire. Ew têkilîyên xwe ji navendgirîya nexweşxaneyî qut dike.

Divê her tişt li gorî nexweşan were fikirîn û bicihanîn: "Midûrê nexweşxaneyê, nexweşek e", ev tesbîta psîkîyatr Philippe Koechlin (5) bû. Bi temamî ji bo wî, wê nexweşnêr bên perwerdekirin, ekîbên karibin karûbarên lênêrînê li hundir û derveyî nexweşxaneyê bidomînin, werin sazkirin, psîkîyatrîya sparîşkirî were çêkirin, navendên pêşwazîkirinê yên li deverên cuda yên bajêr, li nêzî mala wî bên avakirin… Di dawîyê de, ji ber ku ew ji sînorê dînîtîyê wêdetir diçe û bi tevahîya danûstandinên civakî re têkildar e, eger em dîsa xwe bispêrin formula fîlozof Cynthia Fleury (6), "lênêrîn humanîzm e".

Çi rû da ku ramaneke ewçend nûgir ku di salên 1960-1970yî de derket holê, nikare li hemberî ezmûna demê li ber xwe bide? Li nava sedemên em dikarin bidin pêş çend jê ev in: Nebûna angajmanên piranîya psîkîyatran, ku tê de ji bo statuya xwe gefek dîtin; dijberîya psîkyatrîya zanîngehî ya pala xwe dide destekên bîyolojîk; burokratîzekirin, li bin bandora rêveberan, li gel nebûna kambax a derfetan, girtina bi hezaran nivînên nexweşxaneyî li nexweşan bêyî ku navendên pêşwazîkirinê pêdivîyên wan dabîn bikin, temîn bikin, ji ber nebûna sermayeya pêwist di vî warî de.

Herweha hinek sedemên din ên giştî hene ku tesîrê li vîzyona dînîtîyê dikin. Zexta neolîberal, ku tê wateya endîvîdualîzmê, pêşbazî, berxwurîya fizûlî, tirsên pir û gur, prensîba tevdîr û bêaramîyê–ewçend "nirxên" ku wê li dijî yên dezgeha psîkîyatrê bin. Ev dezgeh karê wê bi gişan re hebû– û hê jî heye.

Vîzyona serdest îro sê rû û alîyan radixe pêş çavan. Rûyekî zanistî: nexweşîya hişî wekî her nexweşîyeke din e. Ew encama xirab xebitîna mejî, pergala sînîr an jî navgîna genetîk e û ev tesbît nabe sedemê ti gengeşîyekê. Bavên psîkîyatrîya sektorê piştrast dikirin ku psîkîyatrî tam li çaryana gelek waran e: tib, psîkolojî, civaknasî, antropolojî û sîyaset. Ji niha û şûn ve, tenê dengek heye û bê navber wê bê gotin ku ji niha û şûn ve ti tişt bi qasî îdeolojîyên kevin ên wekî psîkanalîzê ku divê were marjînalîzekirin, bi tesîrtir û pragmatîktir li zanistê naxe. Ev yek dibe sedem ku nexweş wekî eşya were dîtin. Psîkîyatr piştî dibe pispor, wekî ku yê li pêşberî wî, ne mirov e, ne jî nexweş, ew li pêşberî xwe tenê nexweşîyê dibîne.

Ew êdî nabîne ku kesekî êşê dikşîne û hewl nade jê fam bike, ji ber ku tiştê pê re rû bi rû ye, rêzek "pirsgirêk" in û divê ji holê werin rakirin. Ji ber ku li gorî wî ev pirsgirêk bandorê li liv û tevger û pergala civakê dikin. Bi awayekî mentiqî, derman ji lênêrînê pir zêdetir, bûye dilê tiştê ku wekî tedawî tê binavkirin. Û laboratuwarên mezin ên dermançêkirinê, ku ew bi xwe vê çerxê bi rêve dibin, vê rewşê bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Li gel vê yekê jî, zanist nikare ji bo dînîtîyê îzaheke global bike. Heta psîkatrîya amerîkî jî vê yekê qebûl dike. Berî çendekê nivîseke lêkolînerên bi navên Caleb Gardner û Arthur Kleinman di kovara pir navdar a amerîkî The New England Journal of Medicine de derket ji vê yekê re şahidîyê dike, weha dinivîsin: "Keşfên nû di genetîkê û neurozanistê de coşeke mezin didin mirovan, lê belê ew keşf hê jî pir dûr in ji bo bibin alîkarîyên cidî ji bo kesên li nexweşxaneyan, klînîkan û deverên venêrîna tenduristîyê. Eger kompleksbûna heyîna mirovî li ber çavan bê girtin, ev dûrbûn ne tiştekî ecêb e." (7)

Û ji bo bi zelalî raxin pêş çavan, weha lê zêde dikin: "Psîkîyatrîya bîyolojîk heta niha nekarî xwe bigihîne serketina hilberîna modeleke teorîk ya yekpare ya pirsgirêkeke mezin a psîkîyatrîk." Di 2013an de, guhertoya dawî ya încîla psîkîyatrîya amerîkî, Pirtûka destan ya teşxîs û amara pirsgirêkên hişî (DSM-5), bi hêvîya ku nîşaneyên şîzofrenîyê karibin têde cih bigirin, şûna versîyona încîla sala 2000î girt. Badilhewa; ji alîyekî ve, zanist wekî ku wê karibe her tiştî rave bike tê dîtin; ji alîyê din ve, ew ti tiştî rave nake, û ev jî liv û tevgerên arkaîk ên beramberî dînîtîyê û bi taybetî jî tirsê diafirîne.

Piştî rûyê zanistî, niha jî rûyê rêveberîyê. Bi dehan salan e, nexweşîya hişî wekî barekî diravî tê dîtin: hûn karkerekî tûşî şîzofrenîyê bûye "tamîr nakin". Çima, madem wisa ye, ewçend pere lê werin xerckirin, û gelo "vegera pereyê lê tê xerckirin" îhtîmaleke qels e?

Bi derbasbûna salan re, psîkîyatrî di encamê de ji nû ve hat birêxistinkirin. Bo ninûme, li gel vegera her diçe zêdetir ber bi pêşwazîkirina bi patolojîyê – tevî ku heta hingê dezgeha psîkîyatrîyê kes, rewşa wan çi dibe bila bibe, berîya teşhîskirinê – pêşwazî dikirin. Dîsa eynî wisa, dezgeh li hev hatin gihandin, bi armanca "di komkirina hawuzekê de" derfetan, ji bo afirandina "qadên" bi awayekî mecbûrî zêdetir qelebalix û pir dûrtir ji nexweşan. Îdarekirina buhrana nexweş li nexweşxanê radestî nexweşxaneyê hat kirin, ku vê jî rewş veguherand sîyaseta sergêjkirinê: li nexweşxaneyê razandin, jê derketina her diçe bi leztir, vegera piştî demeke din û her bi vî awayî dewam kirin... Her diçe, zêdetir, "birêveberina" nexweşên kronîk radestî komeleyan hat kirin. Hewl tê dayîn doktorên malbatê werin bikaranîn.

Gerînendeyên van sazîyan êdî ne psîkîyatr in, lê rêveber û "patron" in, li gorî gotina M. Nicolas Sarkozy dema ku hê serokkomar bû di axaftineke xwe ya li nexweşxaneyeke li Antony de, di 2008an de anîbû ziman. Di wateya humanîst a peyvê de, eger sazî xemsar be di tedawîyê de û xema wê tenê mijûlbûna bi karûbarê birêvebirina pereyan be, çawa tedawî were kirin? Ev jirêderketina îdarî ekîbên ku êdî ji xwe dipirsin ka ji bo çi ew hertim wextê xwe bi komkirina daneyan xerc dikin, zêde bêzar dike. Ji ber ku ew nikarin wextê xwe bi nexweşên xwe re derbas bikin.

Wekî din, alîyekî din ê mijarê jî ewlekarî ye. Xetera li ber çavan e. Di axaftina xwe ya li Antony de, M. Sarkozy bi israr goti bû nexweşên hişî xetere ne. Û ji nexweşnêrên amade re jî gotibû: "Wezîfa min, wezîfa we, herweha parastina civakê û welatîyên me ye jî." Kesên paşî şûna Sarkozy girtin jî li dijî van gotinên wî tiştek negotin. Helbet encamên vê yekê tirsnak bûn. Ji alîyekî ve, 70 milyon euro hat dayîn ji bo bicihkirina pergalên ewlekarîyê, kar dayîna nobedarên ewlekarîyê û çêkirina odeyên nû yên îzolekirinê. Ya xirabtir jî: nexweşên hişî ji niha û şûn ve wekî kesên pênebawer tên hesibandin û bi xwe spartina gotinên serokomarê berê, liv û tevgera wan jî weha tê binavkirin: "şîdeta fûrîyayî, nepayî û ji nîşka ve". Ji vê yekê jî tirsa arkaîk a ji "dînan" ji nû ve tê zindîkirin.

 

Tirsa kevnar a ji dînan

Ji niha û şûn ve wextê kesek were nexweşxaneyê û kêlîya ku krîz pê re nema – bi derbên derzîyan –, nexweşnêr jê dipirsin ka "projeya wî ya jîyanê" çi ye. Dû re, wê jê were xwestin ku bi pêkanîna vê projeya xwe bikeve nava hewldana xwe ya "başkirin"ê. Eger ew nikare vê yekê bike – û jixwe piranîya nexweşan jî nikarin, bi taybetî jî yên ji ber patolojîyeke giran êşê dikşînin –, eger ji qewlî berpirsîyaran ve ne xwedî wê rewşa "guncav" be, hingê êdî biryar e ku nexweş biçe cem nexweşên ku divê di bin çavdêrîyê de bin. Em hingê êdî ne di rewşa tedawîyê de ne, em dikevin ber destê kesên ahalîyê birêve dibin.

Zanistîtî û psîkîyatrîya dermançêkerî, di halê xwe de hiştin û wekî tişt ango obje nirxandina nexweşan, dînîtîya birêvebirinê, sefaleta derfetî, dawîya fikirîna li ser dînîtîyê, ev giş me ber bi windabûna hestan ve dibin. Nexweşnêr xwe bê taqet hîs dikin û nizanin çima dişixulin; stajîyer psîkîyatrîyê nema tercîh dikin; yên din bêhtir dixwazin xwe bi ekzersizên serbest baş bikin. Pêvajoyên ji rêzê nîşandana xirabîyê yên mirovahîyê ber bi barbarîyê ve dibin û dehşetên ji alîyê Mme Hazan ve hatine destnîşankirin, li ber çavên me rû didin.

Ev buhran a cîhana me ye. Yên mijara gotinê, ne tenê dîn in. Statuya wan, wekî hercar, dibe nîşaneyek ji bo bê fêmkirina ka di kûrahîya civakê de çi diqewime. Înkarkirina mirovbûnê li ser kar e û li pêşîya me jî çaleke bêbinî heye. Wekî fîlozof Henrî Maldiney digot, "Her diçe psîkîyatrî ji mirovan xalî dibe, lê belê kêm kes vê yekê ferq dikin, ji ber ku mirov ji mirovî jî xalî dibe". (8)

Rojnamevan, nivîskarê berhema bi navê Mirovekî wekî we. Ceribandin li ser dînîtîya mirovahîyê, Weşanên Seuil, Parîs, 2014.

(1) Alain Mercuel, "SDF. Aspect psychopathologique et comportement" (Bergeha psîkopatolojîk û livûtevgerê), Bulletin de l’académie nationale de médecine, Paris, 5 février 2013

(2) "Prison et troubles mentaux : comment remédier aux dérives du système français", rapport au Sénat, (Zindan û pirsgirêkên hişî: çawa averêbûnên pergala fransî dikarin bên sererastkirin", rapora ji bo Senatoyê), Paris, 5 mai 2010.

(3) Gaetano Benedetti (1920-2013), La Psychothérapie des psychoses comme défi existentiel (Psîkoterapîya psîkozan wekî dijwarîyeke hebûnî), Érès, coll. "La maison jaune", Toulouse, 2003

(4) Rapport de la commission des affaires sociales sur l’organisation de la santé mentale, Assemblée nationale, (Rapora komîsyona karûbarên civakî li ser rêxistina tenduristîya hişî, Meclîsa Neteweyî), Paris, 18 septembre 2019

(5) Edmée et Philippe Koechlin, Corridor de sécurité, (Korîdora ewlekarîyê), Éditions d’une, Paris, 2019

(6) Cynthia Fleury, Le soin est un humanisme (Lênêrîn humanîzm e), Gallimard, coll. "Tracts", Paris, 2019.

(7) Caleb Gardner et Arthur Kleinman, "Medicine and the mind: The consequences of psychiatry’s identity crisis" (Derman û Hiş; encamên krîza nasnameya psîkîyatrîyê), The New England Journal of Medicine, Boston, 31 octobre 2019.

(8) Henri Maldiney (1912-2013), "L’homme dans la psychiatrie" (Di psîkîyatrîyê de mi rov), Revue de psychothérapie psychanalytique de groupe, (Kovara psîkoterapî ya psîkanalîtîk a komî) n° 36, Toulouse, 2001

 

Wergera ji fransî: Baran Nebar