SELAHATTİN DEMİRTAŞ, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant DİNK nivîsandin

Damezirêner û gerînendeyê rojnameya Agosê Hrant Dink, di salve- gera 13. ya qetilkirinawî de hate bibîranîn. Wekî her sal, îsal jî di 19ê çileya paşîyê de li ber derîyê avahîya Agosê merasimeke yadkirinê li dar ket. Bi boneya salvegera kuştinê; Selahattin Demirtaş, Osman Kavala û Ahmet Altan, ji bo Hrant Dink nivîsandin. Me jî ji bo xwendevanên xwe, nameyên ku Demirtaş, Kavala û Altan ji bo Dink nivîsandîbûn û di rojnameya Agosê de hatibûn weşandin wergerandin kurdî.

Translator

 

Selahattin Demirtaş 

Hin kes ermenîbûna te ji xwe re dikin derd

"Hrantê xoşewîst, merheba. Dema min dît ku di nav nameyên vê hefteyê de ya te jî hebû, ez zêdetir kêfxweş bûm. A rastî, ez agahîyên te û silavên te ji parêzeran digirim, lê ez wê dostanîya te ya germ ku bi destnivîsa te gihîştibû min, di kûrahîya dilê xwe de his dikim.

Te li tendirustîya min pirsîye, ez  ê bibêjim; ‘wekî welat im’, tu yê jî bibêjî; "qey tu ewqas xirab î":) Na, ez ewqas ne xirab im, di van deman de, yên ku rewşa wan ji ya welêt xirabtir kes nîne. Ez baldarî xwe me, meraq neke. Hevalê min ê odeyê Abdullah Zeydan baş li min dinêre, her tim bala wî li ser min e. Herhal ev jî ji bo min şanseke ku ez ne tenê me.

Lê ya rastî ez we meraq dikim. Ji bo derve tê gotin ku, wekî reşayîya qetranê ye, herkes bi kul e. Girtina nefesan jî her ku diçe dijwartir dibe. Tê fêmkirin ku mîmarên împaratorîya tirsê vala nasekinin. Ji bo ku her roj zilmê bibarînin, di nav hewildaneke bêsînor de ne. Gomez digot; ‘xewna împarator kabûsa xelkê ye’. Xuya ye "împaratorê me yê bê dîploma" van deman gelek xewnan dibîne.

Helbet em tiştên ku hêvîyên me mezintir dikin jî dibihîzin. Li cihê ku zilim hebe berxwedan jî heye, berxwedan hebe, hêvî jî heye. Di vê demê de  tê  guftûgokirin  ku, ji her alîyên civakê ve, ew kesên bawerîya wan bi aştî û azadî, bi demokrasîyê hene, dikarin tifaqên xurt di nava xwe de çêbikin. nordar be jî em hewl didin bi rêya rojnameyan bişopînin. Tu ji xwe herdem di nav van xebatan de  û ji me baştir dizanî. Em jî van hewildanan gelek girîng û nirxbilind dibînin. Hêvî dikim ku ev xebat bê asteng bên domandin, encamên erênî ku gelê me bi hesret û kelecan li bendê ye jê derkeve û blokeke demokrasîyê ya bingehfireh bê avakirin.

Heger ji rojhilat heta rojava herkes dest bide hev û têkoşînê gurtir bike, piştî wê hêsan e. Li gor min, heger rêveberîyek ku rêza wê ji azadîyan re hebe û girêdayî demokrasîyê be vê peywirê hilgire ser milên xwe, wê demê hevgirtin û piştevanîya me ya navxweyî berpirsîyarîyeke dîrokî, sîyasî û exlaqî ye. Em ê ji vir, bi kelecan  û baldarî van xebatan bişopînin. Heger tiştek ket ser milê me jî, em jî li vir amade ne. Tenê xeberekê bişîne.

Dostê min ê hêja

Tê bîra te, nizanim. Tu di 2001an de ji bo konferansekê hatibûyî Amedê. Ez jî wê demê di Komeleya Mafên Mirovan a Amedê de wekî parêzerekî ciwan wezîfedar bûm. Ê, tu jî gelek ciwan bûyî. OHAL berdewam bû, hîn nehatibû rakirin. Destûrgirtina ji bo panel û konferansan gelek zehmet bû. Dîsa bi zorê be jî, ji bo wê konferansê destûr hatibû girtin.

Me tu zor bela qanî kiribû

Wan deman diviyabû, mînakên qeydên nifûsan yên hemû axavtvanan tevî senedên îkametgahan û qeydên sabiqeyan berîya civînan me bidana midûrîyeta ewlekarîyê. Bi karên burokratîk re ez mijûl bûm. Em li te gerîyabûn û me ev dokument xwestibûn, pêşî tu hinek heyirî mayî. Te gotibû; "gelo tiştek wisa dibe?’ Me tu zor bela qanî kiribû. Lewre, me gelek dixwest tu bêyî Amedê û bibî mêvanê me, tevlî konferansê bibî. Dema ku hemû ewraqên axavtvanan gihîştin me, me jî serî li ewlekarîyê  xistibû.  Amîrê  polîsan li ewraqan mêze kir û weha got; "Hûnê gazî ermenîyekî bikin?’  Di rûyê wî de îfadeyeke vereşînê û biçûkdîtinê hebû. Ji hêrsa heta guhên xwe sor bûbû. Heger di navbera me de guftûgoyek an şerek derketa, wê çalakî betal/ qedexe bikira. Min nefeseke kûr kişand û dûre min jê re got; em bi zanebûn gazî wî ermenîyî dikin. Heger dema te çêbû, hûn jî werin û guhdarî bikin, dibe ku hûn jî fêrî hin tiştan bibin." Miqabilî vê axavtina min, mêrik bi rûyekî tirş û nexweş li min mêze kir.

Hin kes însanetîya te nabînin

Welhasil bi awayekî destûr dabûn me, hûn tev hatibûn û axivîbûn. Tê bîra te konferanseke serkevtî  û bi bandor çêbûbû. Lê min ji bîr kiribû ku ji te re bibêjim, piştî wê rojê, hin kes însanetîya te nabînin, ermenîbûna te ji xwe re dikin derd. Dema ku yê vî tiştî bibêje ger amîrekî polîsan be, bivênevê meriv ditirse. Heger berpirsên ewlekarîya kesan wisa bifikirin, wê demê wê kî kê biparêze, ne wisa?

Pir dem derbas bû di vê navberê de, lê dîsa jî tu herdem li xwe haydar be. Dema meriv di hefsê de be, ji bo nas û xizmên xwe hîn hestîyar dibe, çi zanim. Wisa ji hundirê min hat, dinivisînim, off ya, mijarek e ku merivan aciz dike, ez dev ji vê mijarê berdidim.

Xwîşka Rakel çawa ye? Zarok, yên di Agosê de, hemû baş in gelo? Tevî Abdullah gelek silavên me li wan bike, xoşewîstîyên me bigihîne wan ji  kerema  xwe. Tu jî dizanî, navê keçeke min jî Delal e, tesaduf bûye, lê xweş bûye:) Hêvîdar im hemû Delal her azad û bextewar bijîn.

Ya rastî gelek tişt hene ku meriv binivîse, lê ez wan ji derve re dihêlim. Dixwazim, di demek nêzîktir de em bi malbatî li ser sofreyeke bi kêf bên cem hev û sohbetên  me yên bêdawî çêbibin. Em ê bi xwişka Rakelê re mezeyên xweş amade bikin, dibe ku ezê lêxim û tu yê bistirê:

Ev çi feryad e bilbila dîwanê

Bila ev feryada te ji bo dayîka min Gulşenê be

Heger tu li vê dînyayê negihîjî mirazê xwe

Bila bimîne dîwana mehşerê dayîka min

Li gel silav û rêzên min, însanê spehî

Em ê rojekê bigihîjin hev

 

Osman Kavala

Em ê bi berdewamî daxwaza dadmendîyê bikin

"Ev bû cara sêyem, îsal jî, ez ê bi we re, di 19ê çileya paşîyê de, bi hevalên Hrant re nikaribim li ber derîyê Agosê bim. Ez ê li ser wêneyê Hrantê xoşewîst ê ku bi teyrê qaqlîbazan re dixuye bifikirim û li qaqlîbazên ku di ser serê min re difirin temaşe bikim û Hrant bi bîr bînim.

Bîranîna Hrant, çawa ku însanek, li hemzayendên xwe, li hemwelatîyên xwe çiqas bi hêsanî dikare xirabîyekê bike, wekî rastîyeke tahl li rûyê meriv dixe.

Lê heger dema meriv Hrant bifikire, wê demê jî, li hember hezimkirina tiştên ku hatî bi serê me de, ew rik û sebra hêvîkirinê jî hêzeke mezin dide meriv.

Ez û ew kesên ku bi awayekî neheq ev bû demeke di zindanê de ne, me azadîya xwe winda kir; Hrant, ji ber tiştên ku nivisandî û gotî jîyana xwe winda kir.

Heta ku em li heyatê bin, bi serê xwe an jî bi hev re, wê ew derfeta me ya xwestina dadmendîyê û hêvîdarbûnê hebe. Em ê tena serê xwe an jî bi hev re ji bo Hrant,    ji bo însanên bi namûs yên hatî kuştin ên vî welatî, bi berdewamî daxwaza dadmendîyê bikin.

Ez hêvî dikim ku 2020 bibe saleke ku hêvîyên me hîn xurttir bûyî."

 

Ahmet Altan

Cînayetek, cenazeyek

"Hrant, berîya ku bê kuştin rûyê mirinê dîtibû. Dema ku li dadgehê dihate darizandin, hin zilamên tarî yên di hundirê dewletê de ji nişka ve derketibûn meydanê û awirên xwe avêtibûn ser, ewî fêmkiribû ku ev çav, çavên mirinê ne. Dema ew gotara "Metirsîdarîya rihê min ya wekî kevokan" nivisand, ji ber ku mirin dîtibû nivisandibû. Nivîs, wekî hawareke dawî bû, lê di valahîyeke ker û lal de bêyî ku ev deng bersivekê bibîne winda bû.

Dûre ji nûçeyên ku belavbûyî hate fêmkirin ku haya hemû tebeqeyên dewletê ji vê cînayetê hebûye û sedemên hedefnîşandana Hrant hebûn. Hin kesan di odeyên tarî de biryar dabûn ku ew "tawanbar"ek e. "Tawan"ê pêşî û mezin yê Hrant ew bû ku, digot; ermenî jî însan e, tirk çiqas maqûl be ermenî jî ewqas maqûl e û ev yek ji tevahîya welêt re vedigot. Di demeke ku balyozan guftûgo dikirin ka li vî welatî çend sed hezar ermenî hatine kuştin de, tu vê rastîya basît nîşan bidî ku ermenî jî însan in, tirk çiqas maqûl be ermenî jî ewqas maqûl e, ew hejmarên ku bi rihetî dihatin telafûzkirin û bi heman hêsanîyê dihatin jibîrkirin, vediguherîn rastîyeke watedar.

Mirina bi sed hezaran mirovên xwedî dayîk, bav, zarok, evîndar, êş, şadî û stran dihate têgihiştin; ew wijdanên ku ji bo ermenîyekî ne dilepitî ji bo însanekî dikarî birecifîya.

Hrant, tenê bi vê yekê nedima. Hewil dida li ser zinarên xwînî yên dîrokê ji hestan pirekê ava bike, bang li însanan dikir ku bi hestên hevûdin hev bibînin û hevûdin fêm bikin. Dema ku te qal dikir ka gelo tu li sêwîxaneyê çawa mezin bûyî, çawa bûyî evîndarê Rakelê, behsa êşên ku te kişandî dikir, hestên we dibûn yek. Te fêm dikir ku ermenîyekê çi kişandiye, tu ji bo wê xemgîn dibûyî û te ji wê hez dikir. Dijminahî diqedîya û hûn dibûn dost. Cîhana sar ya pêşdarazan, li hember germahîya hestan vediguherî û formeke din digirt. Hûn li ser difikirîn ku gelo ermenîyan çi jiyane.

Û Hrant, serî li ‘tawan’ê xwe yê mezin dida û dianî ziman ku ew çiqas ji vî welatî hez dike. We ji kûrahîya dil fêm dikir ku ew bi rastî çiqas ji însanên vî welatî û ji welêt hez dike. Lê mafê ermenîyekî ku ji vî welatî hez bike tune. Hezkirina ermenîyekî ya vî welatî wekî di fîlmên kevin yên tirk de hezkirina kurê karkerekî xizan ya qîza patron bû. Ev evîn ji bo patron wekî derbaskirina hedê xwe  û quretî bû. Wan deman "patron" wesayetdarên leşkerî bûn.

Kuştina Hrant, ji bo vê dewletê çiqas çavkanîyeke mezin a şermê be, ji bo vî miletî jî çavkanîyeke mezin ya şanazîyê bû. Ji her alîyên Tirkîyê, ji her fikrî, ji her bawerîyê însan kombûn ji bo ku ji Hrant xatir bixwazin. Ew birayên wî yên ku nikaribûn wî ji kuştinê xelas bikin, bi êşeke mezin ew şandin rêwîtîya dawî.

Wan rojan mihafezekarên oldar xwedîyê desthilatdarîya sîyasî bûn, lê ne desthilatdarên rasteqîn bûn. Oldarên mihafezekar yên siyasî ku desthilatdar bûn jî bi salan ji mafê hezkirina vî welatî mehrûm hatibûn hiştin û biçûk hatibûn dîtin. Wek cenazeyê birayekî xwe li cenaze xwedî derketin, çûn mala wî ji bo sersaxîyê.

Heger Hrant, di dema ew mihafezekarên ku bi rastî jî wekî îro desthilatdêr in de bihatana kuştin, wê ew kesên wê rojê bi rondikên çavan tevlî merasima cenazeyê bûyî, wê îro ji ber "sedemên ewlekarîyê" destûr nedana merasimê. Ji ber ku ewan jî wekî wesayetdarên leşkerî ji jehra desthilatdarîyê vexwarin, lewre ji bilî xwe destûrê nadin tu kes ji vî welatî hez bike, ji ber ku ew êdî bûne efendîyên dewletê. Bi salan ji ber zexta li ser wan, hustu xwar û mil di berda mabûn û îro apoletên dewletê pêve zeliqandine. Ji ber ku, ewên ku bi salan destên xwe berbi asîmanan bilind dikirin û vedikirin, îro qemçîyan hildigirin, ji ber ku ew êdî ne ji me ne.

Ew êdî Hrant wekî bira nabî nin, ew bi wesayetdêrên  leşkerî re bûne bira. Lewre jî ew qatîlên rasteqîn yên ku wan deman sond xwaribûn bibînin, bi ti awayî nabînin. Yên ku ji jehra desthilatdarîyê vexwarî, dibe ku paşerojê, êşên ku kişandî, dostanîyê, dadmendîyê, biratîyê û Hrant, dikarin ji bîr bikin. Lê Tirkîyeyê ew ji bîr nekir.

Ewan, ew zarokê ku li sêwîxaneyê mezin bûyî, hez ji Rakelê kirî, xoşewîstîya wî zarokî ya vî welatî, wî dengê dirûst yê dostane, ew hewildana wî ya çêkirina pireke ji şîrê xwînî yên zinaran ji wijdana xwe neavêtin. Hrant, nîşanî wan da ku ermenî zarokek e, însanek e, evîndarek e, stranbêjek e û girîyên xwe nîşanî wan da.

Ne ji ber ku hate kuştin, ji ber ku qala van hemû tiştan kir Hrant nehate jibîrkirin. Ermenîyek însanek e, herçiqas tirkek maqûl be ermenîyek jî ewqas maqûl e. Ji ber ku Hrant ev yek anî bîra vî welatî û bibîrxistina vê hesletê, ew heza mirovahîyê da tehmkirin, nehate jibîrkirin.

Mirina dostekî ku me nikarî em wî biparêzin, dilê me bi awayekî çare diêşîne, em wî bi kerbeke tije poşmanî bi bîr tînin.

Carna dixwazim xwedayek hebe. Li şûna me, ew şefqeta ku dema li jîyanê bû me nîşanî wî neda bide û jê re bêje "were axparîk" û wî hembêz bike."

Wergera ji tirkî: Yado Ciwan