Mirineke biwext

Afrika
Translator

Swêdîyê bi navê Dag Hammarskjöld, yanî Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) di 18ê îlona 1961an de, berîya berbanga sibê di qezayeke balafirê de nêzî Ndola, li Rodesyaya Bakur a li Zambîyaya îro, mir. Mirina wî ti carî lê nehat kolîn. Wî berê xwe dabû Ndola da ku bi cudaxwaz Moïse Tshombé re hevdîtinan bike. Ew serokê herêma Katanga ya dewlemenda mîneralan a Kongoyê bû. Vê herêmê sala 1960î serxwebûna xwe ji Komara Kongoyê ragihandibû. Ew ê piştî mirina xwe, çirîya pêşîn a 1961an hêjayî Xelata Nobelê ya Aştîyê bihata dîtin.

Ev bûn qederê dehsalekê, lêkolînera brîtanî Susan Williams lêkolîneke wêrek kir, wê li belgeyên arşîvê yên Zambîya, Afrîkaya Başûr, Swêd, Norwêc, Îngilistan, Fransa, Belçîka, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nihêrî û gelek hevpeyvîn kirin. (1) Xiristîyanê bawermend, dîplomatê bi rûmet, neyarê cudakerîya nijadî, ewê ku navê "H. yê ezîz" lê hatibû kirin, hewl dida Kongoyê ji hêrs û azwerîyên dirinde yên zirhêzan biparêze. Destpêka salên 1960î RNYyê 3500 mîgferşîn şandibûn Kongoyê. Li gorî Williams, Hammarskjöld bi rastî hatibû kuştin; yan jî hewl hatibû dayîn ku ba- lafira wî bi paş ve vegerînin. Di nava vî karî de dibû ku derdorên karsaz ên belçîkî û fransî jî hebûna. Berjewendîyên wan ên aborî li herêmê hebûn. Û ev destwerdana wan bi ya wê, bêguman bi alîkarîya servîsên îstîxbaratê yên emerîkî û brîtanî bûye.

Lêkolîna rayedarên cihî gihîşte wê encamê ku şaşîyeke pîlot sedema qezayê ye; RNYyê di 1962an ev doz bi dawî anî. Lê belê Swêdê di 2015an de xwest lêpirsîna bûyerê bi lêpirsînerên serbixwe er ji nû ve dest pê bike. Ya rastî, çawa ku rojnamevan Maurin Picard (2) destnîşan dike, daneyên nû teza qezayê ji navê dibir, wekî şahidîya "Custon Chipoya yê komirvan, wî li ezmanan du balafir dîtibûn berîya ku ji tirsan ji wir bireve", lê belê lêpirsîneran qîmet nedabû îfadeyên wî. Li gorî muhendîsê hewavanîyê yê swêdî Bo Virving, berîya fitloneka xwe ya dawî ya berîya ku xwe dayne, ba- lafir bûbû qurbana astengkirineke hewayî ya bi şev. Herçî dîplomatê fransî Claude de Kémoularia ye, ew dibêje wî di sala 1967an de "Pîlotekî eskerî yê bi pere dîtîye, vî pîlotî îdîa kirîye ku wî derba mirinê li DC-6ê daye." Nivîskar herweha tîne bîra xwe ku krîmî- nologê swîsrî Max Frei-Sulzer ê ku RNYyê di sala 1962an de berê xwe dabûyê, tercîh kiribû enkazê bide helandin da ku guleyên muhtemel ji navê derêxe. Ma wî bi vî rengî gelo delîl tine nekirin?

Ya ji vê jî çêtir heye: Picard di nava arşîvên neteweyî yên brîtanî de protokoleke civîneke nepenî ya îlona 1961ê ya li Londonê dît. Serokwezîr Harold Macmil- lan civînê bi rê ve dibe ku tê de beşdar li ser wê yekê dihizirin ka "rêbaza herî baş" ji bo ku "Hammarskjöld ji lîstikê bikin der" çi ye. Gunehbarekî din ê muhtemel heye: "Kaptan Charles", "Aqil- mendê lobîya katangayî li roja- vaya Ewropayê û aktorê tesîrker ê pîşesazîya kan û madenan li Copperbeltê, (…) (yê ku) gazin û mitaleyên xwe ji Londonê re dibê- je da ku li Katanga li ber RNYyê bisekine û doza tedbîrên xurt li dijî vê destwerdanê dike".

Şerê li dijî bêdengîya saxfilitîyan û hêza pûç ya rêveberîyan: Her du berhem jî dikin ku mirov wan weke romanên serpêhatîyên ku mişt in ji sirr û bûyeran bibîne. Di dawîyê de filmeke nû ya danîmarkî jî ji nû ve devê dosyayê vedike: Ew gelek şahidan dipeyivîne, nexasim jî yên afrîkî yên ku dîtine balafireke din derb li balafirê xistîye. Ev balafira hanê piçûktir bûye û hema berîya balafir dayne, lê xistîye.(3)

Civata Giştî ya RNYyê di 27ê çileya pêşî ya 2019an de biryar da ku lêpirsîna navneteweyî ya ku di 2016an de hatîye destpêkirin heta 2021an dirêj bike.

(1) Susan Williams, Who Killed Hammarskjöld? The UN, the Cold War, and White Supremacy in Africa (Kê Hammarskjöld kuşt? NY, Şerê Sar, Ser- destîya Spîyan li Afrîkayê), Hurst and Company, London, 2011, 340 rûpel, 18,95 euro.
(2) Maurin Picard, Ils ont tué Monsieur H. Congo, 1961. Le complot des mercenaires français contre l’ONU (Wan mîrze H. Congo kuşt, 1961. Komploya eskerên bi pere yên fransî li dijî RNYyê), Seuil, Parîs, 2019, 480 rûpel, 23 euro.
(3) Cold Case Hammarskjöld (Doza failnedîyar a Hammarskjöld ), filma Mads Brügger, 2019.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya