Li Amerîka Latînî rastgirîya bêzar

Devjêberdana Washingtonê, Bixwenebawerîya Pîyasayên Diravî

Demeke dirêj, mihafezekarên amerîkî yên latînî li zindîkirina teoriyên demên berê geriyan. Di de- meke ku çep serdest bû de, hinekî din dê bihatana û derfeta cîbicîkirina bernameya wan pêșkêșî wan bikira. Lê rastî carinan ji teoriyê cihê dibe. Rastê lîberal piștî ku bi zorê li gelek welatan hatibe ser desthilatê, dît ku bi nerazîbûneke nû tê tehdîd kirin

Sala 2016an kovara aboriyê ya meksîkî Expansión bêhna xwe fireh kir û  ox  û  xweşek  da xwe: "Amerîkaya   Latînî:   Lewleb ber bi rastê xwe diqulibe." (1) Hingê Arjantînê hîna nû karsaz Mauricio Macri hilbijartibû; pîşesaz Pedro Kuczynski bar kiribû qesra serokatiyê ya Perûyê; û li Brezîlyayê Michel Temer karîbû Partiya Karkeran ji desthilatê bîne xwarê. Piştî vê ne bi gelekî, benda muhafezekaran wê berfirehtir bibûna: Sala 2017an, Lenín Moreno yê ekwatorî vegeriya, ew tenê ji ber wê yekê hat hilbijartin ji ber ku wî soz da ku ew ê siyaseta çepgir ya serokdewletê beriya xwe Rafael Correa dewam bike, lê piştî ku hat hilbijartin jî berevajiyê wê kir; û di sala 2018an de patronê şirketê Sebastián Piñera weke serokdewletê Şîliyê hat hilbijartin.

Wextekê rastgiriya Amerîkaya Latînî, ji xwe piştrast, bêhna xwe anî ber xwe. Di dema kampanyaya hilbijartinê ya ku wê Macri bikira desthilat, rojnamevanekî li meseleya enflasyonê pirsî: Ka ew ê çawa li beramberî vê belaya ku birêkûpêk aboriya cihî serûbinî hev dike têbikoşe? Namzed berê çavên xwe dide ezmanan û ji nava kezebê bêhna xwe berdide: Pir diyar e, pirseke çêtir li behremendiyên wî bihata, wî dê tercîh bikira. Axir, ew razî dibe bersivê bide pirsê: "Enflasyon nîşana jênehatina birêvebirina hikûmetê ye. Heger ez bibim serokdewlet, em ê hîç nebihîsin ku behsa vê yekê jî tê kirin." (2) Piştî bi çar salan, Buenos Aires piştî Venezuelayê asta herî bilind a bêqîmetbûna pere li Amerîka Latînî nîşan dide (ji %50 bêhtir, di nav sala 2019an de). Feqîrî zêde dibe, deyn ji kontrolê derketine, mezinbûna aborîyê nîv bi nîv kêm bû. Di dema dengdana 2019an de, Macri diviyabû piştî ku encameke xirab wergirt, dev ji serokdewletiyê berda.

«Hikûmeta luksê»

Rewş li deverên din serketîtir nîne. Ekwator (3), Şîlî (4), Kolombiya, Bolîviya (5): Hema  çend salan û carinan hema çenda mehan piştî ku rêveberên muhafezekar dest bi kar dikin, ew bi liberrabûna herî xurt a dîroka nû ya Amerîka Latînî re rûbirûyî hev dibin, ji ber ku ev liberrabûn beşên mezin ên çînên navîn jî seferber dike, Ewçendê girîngtir e jî. Desthilata ku jê nayê vî agirî vemirîne, xwe li her zêdekirina zextê diceribîne. Li herêmê zexteke bi vî rengî ji dawîlêhatina dîktatoriyan û vir ve xwe nedabû der. Li Kolombiyayê piştî xwepêşandana 21ê çiriya paşî ya 2019an, serokdewlet Iván Duque qedexeya derketina derve li Bogota û Caliyê ferz kir. Li Ekwatorê di navbera û 13ê çiriya pêşî ya 2019an de bi dehan mirov bi derbên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.(6) Ji dema jidesthilatê xistina  Evo  Morales û vir ve, di çiriya paşî ya 2019an de, esker û polîs bajarên  mezin ên Bolîviyayê kontrol dikin. Li Şîlîyê bûyerên mirin, îşkence û destavêtina bi destê hêzên çêkdar ên dewletê ewqasî zêde ne ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê li dijî Piñera lêpirsînek hate vekirin. Û herçî aramiya kolanên Brezîlyayê ye, mirov nikare bi wê yekê rave bike ku welat bi qedrê siyaseta jixwekêmkirinê ya serokdewlet Jair Bolsonaro li ser welêt ferzkirî dizane; sedema aramiya kolanan bêhtir biryara hikûmetê ye, ya ku pê destpênedana eskerên ku guleyan li xwepêşandêrên muhtemel bibarînin, misoger dike.(7)

Mirov şikestineke evqasî bi lez çawa rave bike? Ji bo Piñera, mesele safî bûye: "Destekî ji derve li ser kar e" (26ê çileya pêşî 2019). Ne lazim e mirov ta bi derziyê ve bike û bibêje, ka ev dest kîjan e: Heger ew rahêje qedehekê, di wê qedehê de wê vodka hebe. Çileya paşî ya 2020ê Wezareta Karê Derve wekî ku pişta vê analîzê bigire xuya bû. Ew belgeyan diweşîne ku îdîa dikin, sîxurên rûs li ser kar in da ku herêmê bêîstîqrar bikin, nexasim jî bi rêya twitterê. New York Times ku guman jê nîne rûsofîl e, bi her halî weha mikur tê li gumanên xwe: "Analîzên hatine pêşkêşkirin (...) piştrast nakin ku hesabên seferberkirina li Amerîka Latînî girêdayî hikûmeta rûs bin."(8)

Lewma, Amerîka Latînî muhtemelen kêm dişibe lîstokeke ku benên wê heta bi Moskovayê biçin, ew dişibe peraveke deryayê: Peraveke ku avê xwe di encama medcezîrekê de jê vekişandibe.  Di nîvê dehsala destpêkê ya 2000î de di peywendeke mezinbûna pir xurt a çînî de hikûmetên pêşverû ji pêleke pereyên pêşin û herikbar sûd wergirtin. Bi xurtiya xwe, vê pêla hanê ji nû ve ser dijberiyên civakî girt, lê ew ji navê nebirin. Ava deryayê radibe, bilind dibe, keştiyan li ber xwe tîne; hin ji wan ev cara yekê ye ku bi ser avê dikevin. Piştî bi 15 salan êdî av ji nû ve vedikişe. Ji ber ku kaniya daxwaza madeyên xam zuwa bû û miçiqî, ev bû sedem ku av vekişe, ev jî dike ku siyaseta jixwekêmkirinê ya rastgiran bi leztir bibe. Hêdî hêdî du cinawir xwe didin der. Ti kes xwe li hebûna wan ker û kor nake, herweha di dema hikûmeta çepgiran de jî; lê belê di wê serdema xweşhaliyê de ew li bin rûyê erdê veşartîbûn. Navê wan çi ye? "Gendelî" û "Newekhevî", du peyvên ku ji nû ve xwe di devê xwepêşanderan hemûyan de didin der.

Gendelî? Li Brezîlyayê, darbeya parlamenter a bi destê  rastgiri ya ji rêûresmê kir ku serokdewlet Dilma Rousseff  sala  2016an ji desthilatê bikeve. Ev darbe, bi reşkirina tevahiya çîna siyasetê bi dawî bû û derfet afirand ku Bolsonaro bê hilbijartin. Tevî ku wî soz da ku ew ê bikaranîna xirab   a erkê di jiyana siyasî ya welatê xwe de ji holê rake jî, vî suwarê spî yê rastgiriya tundrew xwe di nava rewşekê de dît ku bi xwe ji ber gelek meseleyan fikar û mitaleyan bike.

Li Perûyê Kuczynski – yê ku navê "hikûmeta luksê" li ekîpa xwe kiribû – di bin skandalan de perçiqî û sala 2018an îstîfa kir. (9) Ew niha di hepsê de kurmî dibe; ev çarenûsek e ku em motîfên wê ji berê ve nas dikin û hatibû serê serokê hikûmeta beriya wî Ollanta Humala (2011-2016); herçî her  du serokdewletên beriya wî bûn, wan karî xwe ji vê çarenûsê xilas bikin – Alejandro Toledo (20012006) ji welêt reviya û Alan García (2006-2011) jî xwe kuşt.

Şah û mat

Em li newekheviyan vegerin! Di raporeke ku di 2014an de hatîye weşandin de rêxistina nehikûmetî Oxfam dibêje, piştî ku newekhevî gihiştin asta xwe ya herî bilind sala 2000î, "Newekhevî di navbera 2002 û 2011an  de kêm bûn di encama kirinên hikûmetan de: "Wan tedbîrên pêşverû teşwîq kirin, ên weke zêdekirina mesrefên ji bo gelemperiyê yên di warê tenduristî, perwerde, teqawidbûn, parastina civakî, îstîxdam û parastina sînorê ji bo mûçeyê herî kêm." Ew digihîjin vê encamê:

"Tecrûbeya Amerîka latînî nîşan dide ku destwerdana dewletê dikare tesîreke diyarker li newekheviyan bike."(10)

Di heman demê de Financial Times li qesra Lancaster a li Londonê resepsiyonekê organîze dike, da ku veguherîneke di atmosfera demê de pîroz bike: Jidayikbûna Peymana Pasîfîkê, ya ku Perû, Kolombiya û Meksîkayê (hemûyan jî hikûmetên rastgir bi rê ve dibin) li dora bernameyekê tîne cem hev û ev bername jî jiberkirineke neolîberal a salên 1990î  ye. Li ser dikê rojnamevan John Paul Rathbone bi zorê  dikare xwe bigire da ku heyraniya xwe eşkere nîşan nede: "Tevî ku yekî tenê jî konsensusa Washingtonê  bi temamî betal nekiribe jî (11) li herêmê hin welat diwêrin bibêĵin ‘stop’ (…) û ji nû ve vekişîna dewletê biparêzin." Vekirina aboriyê, jêbirina mesrefên gumrikê, entegrekirina mekanên malî: Beşdar projeya xwe ji ber dixwînin, weke ku hemûyan heman dewr kiribin. Rathbone wek encam dibêje, "Wekî rojnamevan kêm caran derfeta min çêbû beşdarî konferanseke li ser Amerîkaya Latînî bibim, li cihekî ku mirov karibin baweriyên xwe yên lîberal wisa eşkere ji hev re bibêjin. Va ye, bêguman ev yerek e ku mirov divê pê şa bibe.

"Piştî çend salan ew wehdên li Lancasterê li piraniya welatan wê bibûna siyaseta hikûmetê. Wezîrê Aboriyê yê Brezîlyayê Paulo Guedesê kevnebazirgan, ji karê sûdwergirtina ji hilbijartina Bolsonaro ya sala 2018an fêm dike, da ku "Li ser welatê xwe zincîren hêza îdeolojiya pevguherîna serbest biqetîne; wî li Zanîgeha Chicagoyê salên 1970yî xwe li ser vê îdeolojiyê perwerde kiribû." Gava ku ew karê di warê aboriyê de yê generalê şîliyî Augusto Pinochet şirove dike, ew dibêje, "Ev veguherîneke harîqulade bû (…) Thatcher û Reagan, wan ev yek baş fêm kir."(12)

Zehmetiyek tenê heye: Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êdî ne Ronald Reagan e, lê Donald Trump e. Û rexnekirina pevguherîna serbest jî yek ji hespên wî yên sereke bû ku di dema kampanyaya wî ya serokatiyê de ew ber bi desthilatê ve ajot. Gava ku ew bi doz û dawe dibêje, "Serê pêşî Amerîka", ew behsa herêmê nake, lê belê ew behsa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike. Tweeteke wî ya 2yê çileya pêşî ya 2019an bû ava sar û bi ser hêviyên wan heyranên wî yên li başûr de werbû: "Brezîlya û Arjantîn ev çendeke devaluasyoneke mezin a pereyê xwe  dimeşînin,  ev jî ji bo cotkarên me, ne baş e. Weke encama vê, min biryar da ku ez ji nû ve mesrefên gumrikê daynim ser pola û alemînyûma Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji van welatan îtxal dike. Ev jî tavilê lê dibe." Encama axirî, hikûmetên muhafezekar ên li Amerîka Latînî di deryayê de li benda destê alîkarîyê bûn, Trump sindanek avêt wan, da ku bêtir noqî avê bibin.

Herçî bazarên malî ne, sempatiya wan a ji berê ve ji bo rêveberên lîberal, hema ku berjewendiyên wan ketin tehlûkeyê ji holê radibe. Bi vî rengî, me karî ji veberhêneran hêvî bikin ku ew hewl bidin jiyana Macri mimkin bikin, bi wê yekê ku ew aboriya Arjantînê bi sermayeyê av bidin; hingê ji 2017an û pê ve aboriya Arjantînê li ber hişkbûnê bû. Lê li borsayê kara ku bê ser veberhênanê, bi qîmettir e ji îdeolojiyê: Çaxê ku karsazekî desthilatdar bike ku hûn zirarê bikin, hingê ya rastî tiştekî ku wî ji sendîkavanekî cihê bike, namîne. Bêyî piştgiriya ji Washingtonê yan jî ji Wall Streetê, bi carekê diyar bû ku ew qutiya amûran a lîberalan vala ye.

Di navbera 2014 û 2020an de, Amerîka Latînî ji 1950î û vir ve rejeya herî kêm a mezinbûna aborî li pey xwe hişt: ji sedî 0,5 beramberî qederê ji sedî 2,5 di salên 1980yî de, û ew dehsal weke "dehsala winda" tê nasîn.(13) Tevî ku serjimar her zêde jî bû, di navbera 2014 û 2019an de dewlemendî serê ferd % 4 kêm bû. Xizanî zêde dibe, newekhevî ji nû ve zêde dibin û çînên navîn ên ku di salên 2000î de peyda bûn, niha asta wan a jiyanê tê xwarê, hildiweşe.

Lê belê têrê nake ku nîşanên  aborî reş û tarî bibin da ku xelk bîrkor bibe. Dîroknasê brezîlî Valter Pomar vê çavdêriyê dike: "Ew pêşketinên civakî yên ku di dema hikûmetên pêşverû û çepgir de hatin bidestxistin, tevî ku ew para bêhtir nerm in jî, pirsgirêkeke mezin in ji bo rastgirên îro bûne hikûmet." Bêguman ji ber vê yekê çînên navîn ên ku bi carekê statuya wan kete tehlûkeyê, ber bir aliyekî din ve hildiperin. Di dewamê de Polmar dibêje, "Di salên 1990î de birêveberên muhafezekar karîbûn bi wan bidin qebûlkirin bi wê yekê ku ji wan re rave kirin ku neolîberalîzm – ku ew ne mexdûrên wê yên pêşî ne– qonaxeke bivê nevê  ye  da  ku ev herêma nû ji dîktatoriyê xilas bûye, demokratîk bibe." Axir, bi giştî, sindoqên hilbijartinê ji bo me û neşterên cerahiyê ji bo yên din. "Lê belê, rewş îro roj guherî. Îro êdî ne ku neolîberalîzm her kesî noqî nava feqîriyê dike, bi ser de jî ti qezenceke di berdêla vê de pêşniyaz bike jî nîne." Neştera cerahiyê veguherî satore, sindoqên hilbijartinê veguherîn copan.

Gelo em ê bigihîjin wê encamê ku ev krîza heyî wê bi kêrî partiyên siyasî yên çepgir bê? Naxêr, tiştekî ji vê neewletir nîne: Li kolanan xwepêşandêr ji Marşa Înternasyonal bêhtir sloganên "doza cehemînê" dikin, hene. Yanî Amerîka Latînî wê bikeve rewşeke şah û matê. Li rastê mîrasgirên neolîberalîzmeke konebûyî, di warê aborî de bêkêr û rewabûna wan nemayî, hene. Li alîyê çepê, ji ber bertîlxwurî û gendeliya hin pêkhateyan carinan êdî bawerî bi wan nayê, bi piranî ji ber ku bûne desthilatdar ji taqet ketine û bi giştî tên gunehbarkirin, li şûna rê li ber hêviyê vekin, dinyayê biguherin, lê bi rastî newêriyane wê bi zorê bikin, rê li ber gelek hêvînemanê vekirine.

Gelo dengê kolanan rê dide ber partiyên çepgir? Dibe ku rewş weke ku hêvîbar xuya bike. Gava ku sekreterê yekê yê Partiya Komunîst a Kubayê Raùl Castro aciziya ku rejîmên ku dijberê wî ne, rê li ber wan vekiriye, şirove kir, wî çavdêriya xwe weha îfade kir: "Herêm dişibe deşteke hişk û zuwa. Çirûskeke herî piçûk jî dikare bike ku şewatek dest pê bike û ev şewat dibe ku berjewendiyên me hemûyan ên neteweyî bixe tehlûkeyê."(14)

Li Bolîviyayê, wekî di nava hin keviyên hikûmeta Bolsonaro, siyaseteke rastgir a heta niha bêdeng bû, va ye peyda dibe. Ev siyaseta rastgir a ultra dîndar, paşverû, dijberê entelektuelan, vîzyona xwe ya dinyayê dispêre rêzgirtina ji nivîsên pîroz re. Wê ew pêdivî daye aliyekî, ya ku bike ku xelk baweriyê bi nirxên bazarê bîne: Êdî mesele ew e ku kafiran bikin der. Vegera li hêz û şidetê êdî ne mikurhatina li qelsiyê ye, lê belê ew rêbazek e ji bo jinûveavakirina nîzamê, paqijkirina axurên Augiayî (mecaz e, bi maneya paqijkirina devereke, tişteke ji mêj nehatiye paqijkirin -wergêr). Bizaveke serketî a ku xwe disipêre heman cureyên fikran li Perûyê hîna nû parlamena perûyî hilbijart. Sîstema li ber mirinê ya ku newekhevî û bertîlxwurî çêkirin, gelo wê di dawiyê de berê xwe bide fanatîk û tundrewên bi vî rengî da ku felata xwe misoger bike?
 

(1) Yussel  González, "América  latina: el  péndulo regresa a la derecha", Expansión, México, 01.09.2016

(2) "Macri candidato: La inflación es algo simple de resolver",YouTube, 16.07.2016.

(3)  Bixwîne, Franklin Ramírez Gallegos, "En Équateur, le néolibéralisme par surprise (Li Ekwatorê neolîberalîzma weke surprîz hatî)", Le Monde diplomatique, çileya pêşîya 2018an.

(4) Bixwîne, Luis Sepúlveda, "Chili, l’oasis asséchée (şîlî, wehaya hişkbûyî)", Le Monde diplomatique, çileya pêşîya 2019an

(5) Bixwîne, "En Bolivie, un coup d’État trop facile (Li Boliviyayê darbeyeke zêde hêsan)", Le Monde diplomatique, çileya pêşîya 2019an

(6) "Vuelve el protagonismo de los militares en América latina?", RT, 19.11. 2019.

(7)  Michael Scott û Andres Schipani, "Brazil finance minister sticks doggedly to reform path (Wezîrê Malîyeyê ya Brezîlyayê ji rêya xwe ya reformê nayê xwarê)", Financial Times, 11.11.2019.

(8)  Lara Jakes, "Russia sows online fakes in South America (Rûsya tovên nûçeyên derewîn ên online li Başûrê Amerîkayê direşîne)The New York Times, 21.01.2020.

(9) Nexasim jî elaqedarî skandala Odebrecht e; ev navê şirketeke brezîlî ya avahîsazî û karê ji bo xelkê ye ku li seranserê Amerîkaya Latînî bertîl daye her cureyê rêveberên siyasî. Bixwîne, Anne Vigna, "Les ramifications du scandale Odebrecht (Rîş û şaxên skandala Odebrecht)", Le Monde diplomatique, îlona 2017an.

(10) "Even it up (Wê wekhev bikin)", Oxfam, Oxford, 2014.

(11) Bixwîne, Bernard Cassen, "Dans l’ombre de Washington (Li ber siya Washingtonê)", Le Monde diplomatique, îlona 2000î.

(12) Michael Stott û Andres Schipani, "Brazil finance minister sticks doggedly to reform path (Wezîrê Malîyeyê ya Brezîlyayê ji rêya xwe ya reformê nayê xwarê)", ji ber gotara li jorê hatiye girtin.

(13)     Commission économique pour l’Amérique latine et la Caraïbe (Komîsyona aborî ji bo Amerîkaya Latînî û Karaîbê), Santiago, 12.12.2019

(14) Wezîrê Karê Derve yê Kubayê ev gotinên wî ji ber wî girtine, di "Nuestra América ante la arremetida del imperialismo y de las oligarquías" de, Minrex, Havana, 03.12.2019.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya