Danhezkirina Ewropayê

Translator

Bi awayekî giştî, jidayîkbûna "dîplomasîya bajaran" rehên wê diçin heta salên piştî şerê duyemîn ê cîhanê, gava ku yekemîn cêwîktîyên pêşî yên lihevhatina franko-alman pêk dihatin –

ji vê yekê re hingê "cotbûn" dihate gotin. Ya yekemîn di navbera Montbéliard û Ludwigsburg de di gulana 1950î de çêbû. Di çileya paşî ya 1963an de, wextê Peymana Élysée di navbera her du welatan de hat mohrkirin, hejmara wan gihîştibû ne kêmî 130yî. (1) Di dirêjahîya wê serdemê de hin welatên din jî ketibûn nava govendê: Troyes û Tournai (Belçîka) di 1951an de, Paris û Rome di 1956an de… Konseya Şaredarîyan a Ewropayê, ku di 1951an de hatîye avakirin, li ser mijarê vê pênaseyê dike. (2) "Cêwîbûn, tê wateya hatina cem hev ya du şaredarîyên ku li hev dikin bibin hevkar ji bo bergeheke ewropî, ji bo rûbirûbûna bi pirsgirêkên xwe re û ji bo pêşvebirin û germtirkirina têkilîyên dostanîyê di navbera xwe de".

Ev îdeala xwişk û biratîyê ya ewropî hertim li nava mîsyonên dîplomasîya bajarî xwe daye xuyakirin.Di gulana 2015an de,li Konseya Parîsê, ragihandineke li ser tevgera navaneteweyî ya paytext ev tesbît dikir: "Berpirsîyarîya me îro danasîn û danhezkirina Ewropayê ye. Em vê yekê bi nêzîkirina Ewropayê ber bi parîsîyan, û bi afirandina zêdetir danûstandin û çêkirina pirên navbera bajaran dikarin pêk bînin. Em bala xwe bidin ser têkilîyên me yên bi îmtîyaz ên li gel Roma, Amsterdam, Vîyana an jî Lîzbonê, herweha ser dîyalogeke zeximkirî li gel Komîsyona Ewropî li Brukselê."

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bajarên ku li dijî sîyasetên koç- berîyê yên M. Donald Trump in, ew jî vê kevneşopîya xwe demeke dirêj e didomînin. Pêvajoya şerê Vietnamê (1961-1975), hejmareke mezin konseyên şaredarîyan îmzeya xwe danîn bin biryarnameyên ku bangewazîya bidawîbûna çûna leşkerîya amerîkî dikirin. Dûre, ba- jarên wekî Missoula (Montana) di 1978an de, Takoma Park (Mary- land) di 1983an de an jî Berkeleyê (Kalîfornîya) di 1986an de, ketin nava têkoşîna li dijî nukleera çi sîvîl çi jî leşkerî, xwe wekî "herêmên der-nukleerkirî" îlankirin an jî li gel şirketên bi pîşesazîya nukleerî re hevpar, red kirin ku peymanên gelemperî çêbikin. Di pêvajoya salên 1980yî de, bi qasî sed şaredarîyî, bi boykotkirina şirketên bi rejîma apartheid re di nava têkilîyê de bûn, vê carê jî sîyaseta serok Ronald Reagan a li Afrîkaya Başûr ji xwe re kirin hedef. Dîsa di heman ser- demê de bû ku tevgera bajarên-pîroz, deverên starê ji bo koçberên Amerîkaya Navîn ên ku hikûmetên van welatan nêçîra wan dikir, xwe da xuyakirin. Berevajîyê hempîşeyên xwe yên hevdem, bajar ev yek ne wekî meseleyeke ehlaqî an jî nirxî, bi cih dianîn, ji bo wan ev pirseke sîyasî bû û wan ev yek ji ber dijberîya xwe ya bi sîyaseta derve ya amerîkî re pêk dianî.

B. B.

  1. Santiago Betancur Ramirez, "Quel rôle pour les gouvernements locaux sur la scène in- ternationale? L’action internationale des collectivités locales entre la France et l’Amérique latine", mémoire de master de science politique, École nationale d’administration – Université Paris 1, 2018.
  2. Cf. Mathilde Collin, "Les jumelages des villes européennes. Une relecture des origines politiques des jumelages et de leur inscription dans le champ des relations internationales",- Relations internationales, vol. 179, n° 3, Paris, 2019.

Wergera ji fransî: Baran Nebar