Gava bajar xwe vediqetînin

Li Ser Navê Pêşverûtîyê

Li piraniya welatên roja- vayî, niștecî û birêveberên herêmên metropolan nememnûn in. Hewariyên pêșketin, rêvekirin û nûjenkirinê, ji riya ku herêmên din ên welatî, bajarên piçûk û gundan dane berxwe û der- fetê didin ku rastê tûndrew û “populizm” li nav wan bi- serkeve nerazî ne. Wan jî dest pê kir kom bûn ku ber- siva wan bidin.

Ji bo hêvîkirina bidestxistina şaredarîya bajarekî mezin î fransî di 2020an de, her namzedekî/e cidî divê li himberî hin rêzik û qaîdeyan rêzê bigire. Bo nimûne, soza çandina daran bide. Li Parîsê, Mme Anne Hidalgo pêşnîyar dike di nava şeş salan de 170 000 daran biçîne, hevrikê wê Cédric Villani, anîmatorê tîrmeha 2019an ê "Şeveke daran" a Fondation Cartier jî soza projeyeke hê mezintir a rêyên li nava dar û hêşînahîyan dide. Li Marsîlyayê, namzeda Komargeran (Les Républicains: LR) Martine Vassal dixwaze bi qasî zarokên tên dinyayê daran biçîne – li derdora 70 000 eger Marsîlyayî asta zarokanîna serdema berî niha biparêzin, ango sê caran zêdetir ji hevrika xwe ya sosyalîst, senator Samia Ghali. Li Lîlleê, namzed di warên "bajarên daristan" û "mêrgên hêşîn" de li hemberî hev ketina pêşbazîyê.

Lê belê evîna baxçevanîyê ne bes e. Herweha divê soza avakirina avahîyên kesk, handana bikaranîna duçerxan û erebeyên hevpar, veguherandina kantînên dibistanan wekî çandingehên bîyolojîk, destekkirina çandê, alîkarî dayîna ji bo pêvajoyên enerjetîk, û pêşxistina livûtevgerên bi cazîbe yên bajêr were dayîn. Divê namzed wekî din bernamên xwe jî bi gotinên wekî "venûkirin", "şefafî û zelalî", "demokrasîya  bi  beşdarî" dagirin û heta ji destê wan bê pir caran rengdêra "xweragir" lê zêde bikin: pêşketina xweragir, xaka xweragir, bajarê xweragir, gerûgeşta xweragir, avahîya xweragir û hwd.

Heman peyv, heman formul, heman raman li cem tevahîya namzedan peyda dibin. Bernameyên gişan wekî ku li nava heman kataloga têkildarî karûbarên pratîk ên ji nû ve bixêrûberkirina bajêr û hetta welêt tên tarîfkirin, ji ber ku pêşnîyarên der barê şaredarîyan de hema hema qet ne cuda ne ji hev, ne li Seattle, ne li Montreal ne jî li Berlînê. Wekî ku sîyaseta xwecihî daketibe asta rêzek bersivên pragmatîk, çareserîyên aqlî selîm ji bo pirsgirêkên berbiçav.

"Dema ku milet dipeyivin, bajar dilivin", ev gotin pir bi kêf dubare dikir M. Michael Bloomberg dema ku şaredarê New Yorkê bû (2002-2013) û serokatî dikir ji bo Cities Climate Leadership Group (Koma Pêşeng a Avhewaya Bajaran) (C40), foruma bi hêz a ku 94 bajarên herî mezin ên cîhanê li derdora têkoşîna li dijî guhertina avhewayî li hev kom dikirin. Ji wir û pêve, ev yek bû wekî adetek. Ji bo gelek biryarwergirên bajaran û dewletan, ên ketine nava pevçûnên îdeolojîk û partîzanî, nema dikarin bi tesîr tevbigerin û ji bo dabînkirina van kêmasîyan êdî di dest de tenê maye ku bajar xwe li hev bigihînin: ramaneke ku di ferhenga profesyonelên bajarvanîyê de wekî delîlekê hatîye pêşkêşkirin, niha dibe bingeha "dîplomasîya bajaran". Ev doktrîn rehên xwe digihîne heta lihevgihandina franko-alman a ji bo lihevanînê piştî şerê duyemîn ên cîhanê, lê belê ji niha û şûn ve îlhamê dide bêhejmar koalîsyonan, forum û tevnên lihevkomkirina bajarên çar hêlên cîhanê. Di sî salên dawî de hejmar û tesîra wan her çû zêdetir bûn. Di 1985an de 55 bûn, îro zêdetirî 200î ne (1): C40, lê belê herweha Eurocities, Peymana cîhanî ya şaredaran a ji bo avhewa û enerjîyê, Konseya Navneteweyî ji bo înîsîyatîfa ekolojîk ên xwecihî (Iclei), Sîte û hikûmetên xwecihî yên yekbûyî (CGLU), Tevna bajarên afirîner a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo perwerde, zanist û çandê (Unesco), Mayors for Peace (Şaredarên Aştîyê), koma Bajarên-Tenduristî ya Rêxistina cîhanî ya tenduristîyê… Pisporê sîyasetê û şewirmendê berê yê M. Barack Obama li Qesra Spî Îvo Daalder (2) bi kêfxeşî dibêje: "Têkildarî neyeksanî, koçberî, tenduristî, ewlekarî, bireveberî, mafên mirovan û gelek mijarên din ên pir girîng, bajar ji bo hin çareserîyan peyda bikin her diçe zêdetir di ser hûkûmetên xwe yên neteweyî re gav davêjin û di navbera xwe de xwe birêxistin dikin".

Bibin "bajarekî mînak ê modern"

Ev lihevkombûyîyên ku li ser heman xetê ne, ji desteka Bankaya Cîhanê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ONU) û xêrûbereketa pirneteweyî sûdê werdigirin – Ikea, Microsoft, Google, Velux an jî Dell Technologies li nava sponsorên Kongreya dawî ya cîhanê ya şaredarên C40 cih digirin. Ew, li gihaneka bajaran a ku hêzên xwecihî û şirketên kult ên venûkirinê li hev digihînin, hêzeke girîng pêk tînin. Jixwe, sektora taybet pir hez dike ji "dîplomasîya bajaran" a ku wê bi xwe lihevkombûnên wekî City Protocol a dêwa înformatîkê Cisco an jî "100 Resilient Cities Network" a Rockefeller Foundation da destpêkirin.

Ji bilî destekdayîna rosîklaja (careke din bikaranîna tiştên avêtinê) a kapîtalîzma kesk, tevnên bajarî yên navneteweyî roleke têkildarî tarîfkirina "karûbarên pratîk" jî ku dû re bajar bi bajar geryanê dikin, bi roleke dîyarker radibin. Di çarçoveya çalakîyên xwe yên dîplomatîk  de,  ekîbên   şaredarî li kongreyan, li holan û pêşangehan her tim xwe nîşan didin û gerûgeştên perwerdê zêde dikin. Li gorî bîrewerîya odeya xwe şandanê, ew pêkanînên xwe, ezmûnên xwe radixin pêş çavan û li hempîşeyên xwe yên heman karî dikin guhdarî dikin, ji her yekî re ji bo bi nifteyên çareserîyan vegerin mala xwe, rê vedikin. Li gorî analîza Alain Bourdin û Joël Idt (3), "serlêdana karûbarên pratîk a dihêle ku beşdar du hedefên nakok li hev bigihînin : ji nû ve hilberîna tiştekî bi anîna garantîyên ku pratîkên bikarhatî ew li deverên din kirine delîl". C40 xwe dipesinîne ji ber teşwîqkirina, di navbera salên 2012 û 2018an de, zêdetirî 14 000 çalakîyên berbiçav ên têkoşîna li dijî guherandina avhewayî. Li bin sîwana wî, Changwon (Koreya Başûr), Tokyo û New Yorkê teknîka xwe ya nûjenkirina kiraskirina  serbanan a ji bo rastalîkirina tîrêjên rojê û hênikkirina avahîyan, parve kirin. Barselona, Sîngapûr, Auckland (Nû-Zeland) û Varşovayê zanînên xwe yên der barê bielektrîkkirina otobusan pev guhertin. Bajarên di warekî de navûdeng dane (Parîs bi metroya xwe, Kopengah bi duçerxên xwe) ji bo yên xwedî ezmûneke kêmtir desteka xwe ya teknîkê pêşkêş kirin.

Ji bo xelatkirina ramanên herî baş, C40 her sal Çalakîya belavkirina xelatên C40 Bloomberg Philanthropies lidar dixe. Merasîma 2019an xelat dan "korîdorên kesk" a Medellín (Kolombîya), panoyên rojê yên Séoul, bernama desteka ji bo enerjîyên kesk ên San Francisco, otobusên bi elektrîk ên Canton… Seroka C40, Mme Hidalgo, di dema dayîna xelatan da dibêje: "Ev proje hêja ne, ji alîyê şaredar û rêveberên bajarên tevahîya cîhanê ve bên lêkolînkirin". Ji bo bajarên dixwazin statuya xwe ya navneteweyî xurt bikin, ev cure xelatkirin derfeta çekeke neqan-dinê pêşkêş dike. Têra xwe teklîf hene: her tevn, her kovar, her asta hukûmetê şagirtên xwe yên baş destnîşan dike. Komîsyona ewropî her sal sernavê "paytexta ewropî" (kesk, çand, ciwanî an jî venûkirin) destnîşan dike û xelatên Access City Awards belav dike (ji bo xelatkirina baldarîya li ser kesên ixtîyar an jî berasteng). Li Fransayê, wezareta aborîyê xelata bi remza "French Tech", a rêzkirina kesên xwedî meyla "Şampîyonîya Teknîkê" ji bo bal kişandina sermayedarên bîyanî, belav dike.

Bajarekî ku xelatekê werdigire, piştrast e êdî ev rewşa wî di çapemenîya bazirganîyê de wê were pîrozkirin. Carna, ji vê jî wêdetir bajar dikare statuya nimûnebûnê bi dest bixe. Navê wî wê wekî karûbarên bi fezîlet û li seranserî cîhanê teqlîdkirî an jî gelek caran pastîşekirîwere pênasekirin. Ewê bibe "trendsetting city" (4), ango bajarekî ku meylê û tandansê îfade dike. Porto Alegre û butçeya wê ya tevlîker, Singapour û pergala wê ya destheqê bajarî, Bîlbao û stratejîya wê ya venûbûna bi navgîna çandê ("bandora Guggenheim") a navdar, Hambourg û rêvebirina xetereyên lehîyê, Seattle û zarokxaneyên wê yên destpêkirinê, London û rêvebirina wê ya gewr-bûyerên werzişî, Vancouver û modela wê ya geşedana xweragir…

Her metrepol xeyal dike bibe nimûne, lewre, wekî ku yek ji pisporên fransî yê dîplomasîya bajarî, Yves Vîltard destnîşan dike, şerê aborî yê navbera bajaran "hevalbend e li gel pêşwazîya ku di karistana îmajên markayên vekêş, bi "branding" (5) re derbas dibe". Beşdarbûna li forûmên wekî C40 navgîneke bêhempa ye ji bo xweşikkirina îmaja xwe û berfirehtirkirina navdarîya remza xwe, hetta şertekî nebe-nabe ye ji bo serketina di pêşbazîyên bajarî de, ji bo kişandina bala sermayedar, şirket, xebatkarên bi dîplome, xwendekaran an jî pêşwazîkirina bûyerên mezin ên feyda wan a mezin a aborî heye. Li gorî kurte tarîfa şaredarê Chicago yê navbera salên 20112019an, M. Rahm Emanuel, "Pêncî, belkî jî sed bajar hene ku motora ronakbîrî, çandî û aborî ya cîhanê ne. Em giş li ser heman tiştan dixebitin, lewre em hemî xwedî heman firset û derfeta ne. Divê em ba-jarên xwe bikin pêşbaz û reqabet.

Kar û şirket (ku em dixwazin bala wan bikişînin) ne tenê cîhanî ne, ew herweha livbar in jî." (6)

Ji bo kişandina bala sermayedaran, ekîbên şaredarîyê li desteyên dibe. Bi zimanê xwe yê standartkirî, ev ên dawîn dibin alîkar bi wan re ji bo dagirtina dosyayên xwe yên namzetîya xelatan û naseyan, herweha formulerên din ên wekî serlêdana ji bo wergirtina alîkarîya diravî ji weqfên dilovanîya mirovî yên ku projeyên têkildarî bajaran ên nû fînanse dikin. Wekî din, ji bo li hemû derdorên ragihandinê bên dîtin û di dema xwepêşandanên mezin de li ber çavan bên raxistin, ew dikevin nava xeyalên remzên zêde vekêş û dîrûşmeyên hejîner, tercîhen jî yên bi ingilîzî ("Only Lyon", "So Toulouse", "My Rodez"). Pêşbazîya têkildarî bajaran metropolan dajo nava bîrbirineke berîhevdanê"pêşbazîyeke bêyî xeta gihîştinê" ku têde her yek jê hewl dide xwe nûtir, nûjentir, pisportir nîşan bide, asta ew lê pêşbazîyê dikin kîjan dibe bila bibe (neteweyî, parzemînî an jî cîhanî). Eynî bi vî şêweyî Aix-en-Provence, wekî ku ew San Francisco be, tê xwe nîşanî sermayedaran dide: "Bajarê resamê navdar Paul Cézanne ji bo îro wekî French Tech bi nav bike û pergaleke eko a bi cazîbe ji bo bazirganên projeyan û avakarên şirketan pêşkêş bike, zanî xwe li vê rewşê biguncîne (…). Bajarê jîr,  bi girêdan, jisedîsed berê wî  li nûbûna dîjîtal, Aix-en-Provence bajarekî nûjen, kozmopolît, çand, zindî û vekirî ye li cîhanê".(7) Bi vî awayî pesinê wî dide broşura rêveberîyê ya şaredarîyê ya bi sernavê "Çalakîyên bi cazîbe û hevkarîya navnetewî".

Dabeșbûna herêmî

Lê belê metropolên di reqabetê de ne, ji bo parastina berjewendîyên xwe û bikaranîna dîplomasîya bajaran a bi armanca lobicîtîyê, zanin ji xwe re hevalbendan çêkin. Mîsyona tevna Eurocities ew e ku "tesîrê li sîyasetên ewropî bike da ku nêrînên gewre-bajaran di çêkirina sîyasetê de li ber çavan were girtin". CGLU bi armanca "pêkanîna foneke ewropî ya ji bo  "dîplomasîya  bajaran"" li gel Brukselê– herwisa li gel Bankaya Cîhanî û Rêxistina  NYê "lobîya sîyasî" dike û bi vê yekê xwe dipesinîne. Iclei giranîya xwe dide zexta ser Koma pisporan navber-hukûmetan a veguherîna avhewayê (KNVA) û bi vî awayî dixwaze wê teşwîq bike da ku ew jî zêdetir balê bikşîne ser pêwistîya wê yekê ku bajar di têkoşîna li dijî zêde germbûna avhewayî de cîyekî navendî bigirin. Her çî C40 e, wê jî di 2017an de mohra xwe danî bin karûbarên avakirina komeleya Urban20, ya ku hewl dide li wezîrên di guftugoyên civîna bilind a G20î (1) de cih girtine tesîrê bike.

Ew bi vî awayî ji xwe re derdoreke dûrî sincê çêdike. Bi zêdekirina dewlemendîyan û çalakîyên bacên wan ên lêzedekirî li metropolan, cîhanîbûnê giranîya xwe ya aborî, sîyasî û çandî berfireh kir. Ev metropol bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, xwedî şênîyeke pê ku bişibin hev – li New Yorkê an jî li Pekînê mirov dikare heman xanîberz û avahîyên bilind, heman navendên bazîrganî yên ji paqijîyê biriqandî, heman "komên afirîner" bibîne – û ji nûve li hev kombûn. Ev yekîtî, ji bo parastina berjewendîyên xwe yên hevpar, ew niha êdî ji Bankaya Cîhanê bigirin ta Komîsyona ewropî tesîrê li navendên biryarê dikin. Ew bi vî awayî bi desnîşankirina modela pêşketina ji alîyê mekanî ve neyeksan, ku êdî dest ji gundewaran û wargehan dikişîne, sîyasetên gelemperî ji xwe re vediguherînin avantajan.

Eger ne nû be jî, ev valahîya navbera herêman kêm caran fireh bûye. Gava hin ji wan avahîyan bi gîya û hêşînayîyê dixemilînin û otobusan bi elektrîkê dixebitînin, yên din ji lojmanên ji ber kêmbûna kesên lê dimînin hatine terkkirin ditirsin û li gel otobusên bêrêkûpêk ên ku êvara derbas nabin û rojên tatîlê  û dawîya heftîyê qet naşuxulin dikevin nav xirecirê.... Ev perçebûn, ku piranîya welatên rojavayî wê nas dikin, ji krîza 2018an û vir ve pir pir zêde bûye. Li Fransayê, hilberîna navxweyî ya brut (PIB) serê mirovekî li tevahîya Parîsê di navbera 2008 û 2016an de % 3 bilind bûye; li tevahîya din a welêt, rêje wekî xwe maye. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di heman serdemê de, asta kar li deverên metropolîten % 4,8 bi pêş ketîye, li deverên ne metropol ev rêje 2,4 bi paş ketîye. Ferq li Qralîyeta-Yekbûyî hê beloqtir e. Yekane metropola wê Londonê % 70 afirandinên kar ê vî welatî ji 2008an ve di destê xwe de digire. (9) Ji bo Paris, New York, London û hetta Amsterdam û Torontoyê, krîz tenê beşeke miweqet bû: deh sal şûn de, kar xwe baş radigire, malên neguhêzbar gihîştin zîrweya xwe, sermaya karkirinê zêde dibe, sinifên serdest ti caran bi qasî niha xwe komî serhev nekiribûn.

Li alîyê din, deverên şênîyê wan kêmtir û populertir, rûbirûbûna wan bi xetimîna aborîyê re didome. Ew adeta girtî mane bi vê livûtevgera xwe ya sist. Jiholêrabûna karên pîşesazîyê û karên kêm kalîfîye bûn sedemê daketina nifûsa wan û vê yekê bi xwe re fîyeta malên neguhêzbar daxist û zemîna krîzeke diravî ya xwecihî afirand.

Kêmtir şênî, kêmtir kar, lojmanên kêmtir biha, ev di heman demê de ji bo rêveberîyên xwecihî tê wateya kêmtir hatina aborî. Ev yek helbet tesîrê li xizmetên gelemperî û sererastkirina binesazîyê jî dike. Ev deverên ku bi vî awayî cazîbeya xwe winda dikin, şênîyên wan jî hertim zêdetir wan terk dikin û herwisa didome..

Û li van herêman bi xwe ye ku rasta tundrew û zêdetir jî partîyên wekî "populist" tên binavkirin –ev ên ku dijberîya cîhanîbûnê û geryana serbest a mal û kesan dikin – xwe bi awayê herî zexm bicih dikin.   Di   hilbijartina serokatîya Trump li herêmên ku hatina wan aborî herî qels bû, nifûs kêm dibû û rêjeya mirinê bilind dibû, serketina xwe ya herî mezin pîroz kir. Li Fransa û Îngilistan, lihevkombûnên neteweyî û alîgirên Breksîtê encamên  xwe  yên  herî  baş li herêmên ku herî zêde fîyetên avahîyan  daketine,  bi  dest dixin. (10) Berevajîya vê rewşê, partîyên ji xwe re dibêjin "pêşverû" –dozdarên bazara pevguherîna-serbest, kapîtalîzma kesk, vekirîbûn û bûnê – dengên xwe yên herî zêde li metropolan bi dest dixin. Di 2016an de li Dewletên Yekbûyî, namzeda demokrat Hillary Clinton ji 100 navçeyên nifûsa wan herî zêde li 88an dengên herî bilind wergirtin (ango dengên kesên li bajarên mezin dijîn û wê ji hevrikê xwe re gelek caran ji bilî bermahîyan ti tişt nehişt, bo nimûne li Washingtonê tenê % 4 hilbijêran dengên xwe dan M. Trump.

Ev rewş li Macaristanê jî tê dîtin. Paytextê vî welatî Bûdapeşte ji 2019an ve ji alîyê ekolojîstekî bêhempa, dijberekî serokwezîr Victor Orban ve tê birêvebirin; li paytextê Komara Çek Pragê xelkê ji xwe re di mijdara 2018an de endamekî Partîya pîrat wekî şaredar destnîşan kir û ev şaredar dixwaze milyonek dar di nava heşt salan de biçîne û koçberan diparêze, berevajîyê serokwezîr Andrej Babîš ku dijberîya xwe tîne ziman li hemberî "koçwergirtina girseyî" ya Ewrûpayê. Hetta Stenbol jî,  ku berî bîst salan, ku bû zemîna pêngava bilindbûna serokê îslamo-kevneparêz Recep Tayyip Erdogan, sala borî ket destê partîyeke muxelefeta laîk û sosyal demokrat. "Koalîsyona bajarên laîkbûyî, derdorên karsaz, ciwanan, jinan û hindikahîyan xwe bi awayekî çalak bilûvûtevger kir". (…) Rojnameya patronê Amazonê, M. Jeff Bezos, Washington Post bi van gotinan heyranmayîna xwe  ya li vê rewşê tîne ziman : "Tirk, Kurd, Ozbek peyarêyan bi Senegalîyan, Sûrîyeyîyan û Qeterîyan re parve dikin. Stenbolîyên nifşa heftan li bajêr li gel koçberan, ji welatê xwe dûrxistîyan û penaberan re dijîn. Ewçend kesên ji deverên cuda hatine li jîyana bajarî gihîştine hev, ne heman jîyanê be jî heman mekanê parve dikin".

Parastina "nirxan"

Ev vîzyona zêde xweşbîn nêzîkî deh sal in, bi berfirehî berbelav bû. Rojnameya The Guardian  jî li ser mijarê, vê nirxandinê dike (31.10.2016): "Nirxên New Yorkê, wekî yên bajarên din ên mezin ên cîhanê, nirxên optîmîzm, cihêrengî û xweragirîyê ne ku em giş dixwazin û divê em jê feyzê bigirin".. Foruma aborî ya cîhanî ya Davosê ku xwedî hewayeke bi coş e, hinekî din wêdetir diçe û bajaran wekî "dij-jehra populîzmê" dibîne: "Piranîya bajarên cîhanê bi desteka şênîyên xwe sîyaset, aborî û tevgera hawîrparêzîyê zindî dikin. Ew bergeheke paşerojê ya erênî, pêşwazîker û pirdeng saz dikin. Li hemberî wan jî rêveberên nasyonalîst tirsê belav dikin, sînoran digirin û dîwaran lê dikin." (11) Bi desnîşankirina ku "gava nirx û tercîhên pêşî mijara gotinê bin, niştecihên bajarî û gundewarî her diçe zêdetir ji hev dûr dikevin", sempozyoma milyoneran bajaran diezimîne xwe organîzekirin û xurtkirina "dîplomasîya xwe ya têkildarî jîyana bajarî". Ivo Daalder, şewirmendê berê yê M. Obama, dibe parêzvanê afirandina "sefîrokan" ên ku divê xwe bigihînin her dera ku berjewendîyên wan lê hene, da ku karibin astengîyên muhtemel ên hukûmet deyne pêşîya wan derbas bikin. São Paulo, London û Toronto ezmûnên wisa ceribandine jî, lê belê ew bi hêrsa xelkê bajêr re rû bi rû mane, ji ber ku li gorî xelkê, ew bi vê yekê pereyên gel heba dikin. Li gorî stratejîst, "Hevalbendîyeke gelemperî-xisûsî dikare bibe çareserî".

Hin bajaran dest bi lidarxistina seferên xwe yên xaçperestî yên li dijî populîzmê kirin. Li Ewropaya Rojhilat, şaredarên Prag, Bratislava, Varşova û û Budapeştê di meha çileya paşî ya sala borî de "Pakta bajarên azad" îmze kirin. Ew berê xwe didin hukûmetên xwe yên ku bi pêşxistina reşandina "tovê nasyonalîzma dijbîyanî ya ku di sedsala dawî de Ewrûpa du caran xist nava şerê cîhanê" sûcbar dikin. Çar kesên hilbijartî, berî handana bajaran ji bo "hevkarîkirina bi armanca yekkirina çavkanîyên xwe û pevguhertina ramanên xwe" weha dibêjin: "Em guh nadin têgihîştineke derdemî ya têgehên serwerî û nasnameyî, ji ber ku bi civakeke vekirî ya pala xwe dide nirxên me yên hêja û hevpar ên azadî, rûmeta mirovî,demokratî, xweragirî, yeksanî, dewleta huqûqê, dadwerîya civakî, xweşbînî û cihêrengîya çandî me bawerî heye".

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî, metropol wekî dijberên pêşî yên serok xwe radixin pêş çavan. Di çileya paşî ya 2017an de, M. Trump hema çawa li Qesra Spî bicih bû, şaredarên San Francisco, Los Angeles, Seattle, Boston, New York, Washington, Detroit û heta yê Chicagoyê dîyar dikirin ku ew ê biryarnameyên têkildarî dijwarkirina têkoşîna li dijî koçberîya qaçax bicih neynin. Şaredarê Bostonê, berê rexneyên tûj da ser biryarnameya "hilweşîner" û "dijamerîkî", "êrişeke li dijî sakînên Bostonê, hêza Bostonê û nirxên Bostonê". Hemkarê wî yê Washingtonê (12) jî weha diaxivî : "Bajarê me û nirxên me wê bi hilbijartinê re neguherin. (…). Em ne karmendên hikûmeta federal in". Piştî çend mehên din, îca kildarî pirsa hawîrdor dest bi dijberîyê kirin. Tevî biryara vekişîna ji alîyê M. Trump ve jî, gelek metropolan anîn ziman ku ew rêzê ji bo peymana Parîs a der barê avhewayê de digirin.

Li Îngilistanê, Breksît bû ya ku agir bi barûdê xist. Rojek piştî referandûma 2016an, daxwaznameyeke têkildarî Serxwebûna Londonê li holê digere. Di nava çend hefteyan de, 180 000 kes îmza xwe davêjin binî. Şaredar M. Sadiq Khan bi qasî ku paytext ji welêt veqetîne di gotinê de zêdegavîyê nake, lê belê daxwaza xwe ya guhertina qedera bajêr ji ya asta neteweyî tîne ziman. Çar roj piştî encaman, ew li gel Mme Hidalgo nameyeke vekirî di Financial Times û Le Parisienê de diweşîne : "Bajarên me ew qad in ku têde her kesek, ji ku hatibe bila hatibe, dikare xwe li mala xwe hîs bike. Wekî şaredarên Parîs û Londonê, em biryardar in zêdetir nêzî hev bixebitin da ku di navbera bajarên Ewropayê û cîhanê de hevalbendîyên hê xurtir saz bikin. Bi hev re, em dikarin bibin dijgiranîyeke bihêz li hemberî xwarî û sistîya dewletên-netew û tesîra lobîyan. Bi hev re, em ê şeklekî nû bidin sedsala bê."

Ji bo îqnakirina tûrîstan û kesên dixwazin bi sermayeya xwe kar bikin li Londonê, M. Khan herweha seferberîyeke ragihandinê bi navgîna hashtag "LondonIsOpen" (London vekirî ye) dide destpêkirinŞaredar, bi desteka Odeya bazirganî û pîşesazîyê, dîsa bi navgîna Hevkarîya bajarê London û gelek tînk-tankan û sazîyên pirneteweyî, daxwaza xwe ya afirandina vîzeyeke kar a ku tenê ji bo Londonê lê be, tîne rojevê. Wekî din dixwaze ku paytext bibe qadeke der-niştimanî di têkilîyên xwe yên pîyaseya bazara hevpar de. Yek ji van daxwazan tenê jî serî negirt, lê belê ev muxelefeta wêrek hişt ku M. Khan wekî şaredarekî, îtîbareke ku nedihat payîn di qada navneteweyî de bidest bixe: ew niha êdî heman dik û sehayan bi wezîr û şefên dewletên bîyanî re parve dike (Justin Trudeau ê kanadayî, Mauricio Macri yê arjantînî, Emmanuel Macron ê fransî…).(13)

Çapemenîya çepgir bi coş van berxwedanan silav dike. Di dosya xwe ya bi sernavê "Bajar hefsarên desthilatîyê dixin destê xwe" de (serdema pêşî 2020), kovara fransî Regards bo nimûne serhildana metropolên amerîkî wekî delîleke "ku li dijî sîyaseta zextkar a serok (Trump) qadên manevrayê hene". Halbûkî, bihêzkirina fikrê ku metropol êdî têkildarî qedera deverên din ên welêt xemsar bûne, ew detir destekê didin berfirehbûna perçebûnên herêmî. Ew herweha dibin alîkar ku cudahîyên civakîya erdnîgarî jî veguherin pevçûnên "nirxan" – peyveke ku her tim ji nû ve vedigere pîyaseyê. Xeta parvekirinê êdî ne li nav bera herêmên ji cîhanîbûn, pevguhertina-serbest, geryana mejîyan, keda erzan koçberan û yên din ên bûne mexdûrên vê yekê, lê li navbera qadên vekirî yên berê xwe dane paşerojê û yên di nav xwe de girtî mane û bi kevneşopîyên xwe ve girêdayî mane derbas dibe. Analîstê sîyasî yê serketî û şewirmendê berê yê serok Bill Clinton, Benjamin Barber pirtûkek bi sernavê "Eger şaredaran dinya birêve biriba" (14) weşand. Bi xêra vê berhema ku ji alîyê navendên biryarê ve pir hat ecibandin, pê re gelek hevpeyvîn hatin kirin, dawetîya wergirtin û ji bo konferansan hat vexwendin. Ew di berhemê de tîpolojîyeke ku bi awayekî karîkaturî nêrîna hilbijartîyên bajarî li hemşerîyên wan, radixe pêş çavan. Li metropolan  û li bajarên mezin, Barber van gehan jî zêde dike: "vekirî, afirîner, kosmopolît, çalak, guherbar, paşeroj, nûbûn, seculer, pêşverû, azadî, sofîstîkasyon, bazirganî". Ji bo pênasekirina kampanyayê û Amerîkaya kûr jî ew van peyvan bikar tîne: "girtî, adetî, îbadetgeh, neguhêzbar, aram, derbasbûyî, dubare, olî, kevneparêz, kevneşopî, sadebûn, xwetêrî".

Bi seyrûsefereke wêdetirî klîşeyan, mamosteyê zanista sîyasî Lawrence R. Jacobs hewl da vê parçebûnê têbigihe û ji bo vê yekê li Minnesota ku lê dersan dide û M. Trump bi qasî bîst wargehên di navbera 2008 û 2012an de M. Obama tercîh kiribûn bi dest xistin, lêkolînek meşand.(15) Li nava egerên parçebûnê, wî berî her tiştî ronahî da ser qelşa mezin a meaşan a navbera Minneapolîs û tevahîya deverên din ên Minnesota. Di 2017an de, metropolê biryar da meaşê asgarî yê ji bo saetekê hêdî hêdî hilkişîne 15 dolarî – tedbîreke gelek caran li bajarên mezin tê wergirtin  ji bo xebatkarên kêm kalîfîye karibin bicihûwar bibin bi awayek   ji awayan, bi taybetî jî li demeke ku fîyetên malan pir hildipekin. Li deverên din ên Minnesotayê,  li şirketên mezin meaşê asgarî yê ji bo saetekê dadikeve10 dolarî, li kargehên biçûk jî heta 8,15 dolarî nizim dibe – ev jî eger xelk karibin ji xwe karekî bibînin. Kesên ku gerîner bi wan re danûstandin kir, adeta di şertên tecrîdbûnê de dijîn. Yek ji welatîyan wargeheke biçûçik ê ku pêdivîya wî bi kar heye li ser rewşê, vê şîroveyê dike: "Li her derê (li Minneapolis), vînç hene û li ser panoyan weha hatîye nivîsandin:"Ji bo karên ku berdêla saeta kar 15 dolar e, em we dişuxulînin."

Jacobs careke din bi girîngî balê dikşîne ser bandora axaftin, gotara xemilandî, têgehên ji alîyê derdorên pêşverû yên Mînneapolîsê ve tên bikaranîn. Ev têgeh, ne ji bo rayedarên dewletê, lê ji bo xwe bi serdestên bajaran bidin hezkirin, hatine eyarkirin. Ew bi taybetî cih dide têgeha "îmtîyaza spî", ku şîlo ye li fakulteyên zanistên civakî û bi awayekî neheq ji alîyê hilbijartîyên Minneapolîs û mîlîtanên demokratên xwecihî hatîye bikaranîn (piştî gulereşandina li komîserîyayê, têkildarî şênîyên ji bo parastina qadên kesk têkoşînê dikin). Hin navçeyên ku li nav yên herî xizan ên Minnesotayê cih digirin, % 95 spî ne. Ev niştecihên spî jî bi meaşên pir nizm û di şertên neewle de hatine mexdûrkirin, û xwe qet xwedî îmtîyaz hîs nakin, bi taybetî jî gava ku rewşa xwe bi ya Mînneapolîs re didin ber hev. Ji "îmtîyazîya spî" bêhtir ew tercih dikin balê bikşînin ser "îmtîyazîya metropolî" ya ku pir xemsar beramberî hindikahîyên qewmî û berstûk-spîyên ku ji bo karibin debara xwe bikin, lingên xwe li bin maseyên xwe radigirin.(16)

Bajarên mezin û çerxên wan ên biryarê li gel hempîşeyên xwe  yên tevahîya cîhanê hertim zêdetir didin û distînin, lê belê ji beşeke welatê xwe jî qut dibin. Axaftinên wan ên bi awayekî yeksan nûgir, vekirî, xweragir, afirîner û jîrane, têrê nakin qezenca bêhempa ya serwertên ku birêve dibin veşêrin. Baş e bi rast jî ji bo pêşnîyarkirina "dijberîya populîzmê" kesên herî kalîfîye ew in?

 

(1) Michele Acuto, "Give cities a seat at the top table", Nature, vol. 537, n° 7622, Londres, 28 septembre 2016.

(2) Ivo Daalder, "Why cities need their own foreign policy", Politico, 6 juin 2017, www.politico.com

(3) Alain Bourdin et Joël Idt, L’Urbanisme des modèles. Références, benchmarking et bonnes pratiques, Éditions de l’Aube, coll. "Bibliothèque des territoires", La Tour-d’Aigues, 2016.

(4)Vincent Béal, ""Trendsetting cities" : les modèles à l’heure des politiques urbaines néolibérales", Métropolitiques, 30 juin 2014, www. metropolitiques.eu

(5)Vincent Béal, ""Trendsetting cities" : les modèles à l’heure des politiques urbaines néolibérales", Métropolitiques, 30 juin 2014, www. metropolitiques.eu

(6)Vincent Béal, ""Trendsetting cities" : les modèles à l’heure des politiques urbaines néolibérales", Métropolitiques, 30 juin 2014, www. metropolitiques.eu

(7)  Lire Isabelle Bruno et Emmanuel Didier, "L’évaluation, arme de destruction", Le Monde diplomatique, mai 2013.

(8) Michele Acuto et Simon Curtis, "The foreign policy of cities", The RUSI Journal, vol. 163, n° 6, Londres, décembre 2018.

(9) Cf. Roberto Stefan Foa et Jonathan Wilmot, "The West has a resentment epidemic", Foreign Policy, Washington, DC, 18 septembre 2019; Thomas B. Edsall, "Reaching out the voters the left left behind", The New York Times, 13 avril 2017.

(10) David Adler et Ben Ansell, "Housing and populism", West European Politics, vol. 43, n°  2, Abingdon-on-Thames (Royaume-Uni), juin 2019.

(11) Cf. Robert Muggah et Misha Glenny, "Populism is poison. Plural cities are the antidote", Forum économique mondial, Davos, 4 janvier 2017, www.weforum.org

(12)Cité dans Nicolas Maisetti, "Le Retour des villes dissidentes", rapport pour le ministère de la transition écologique et solidaire, Paris, octobre 2018.

(13)Nicolas Bosetti, "Londres peut-elle échapper au Brexit? La ville globale comme acteur autonome des relations internationales", Revue internationale et stratégique, vol. 112, n° 4, Paris, 2018.

(14)Benjamin Barber, If Mayors Ruled the World : Dysfunctional Nations, Rising Cities, Yale University Press, New Haven, 2014.

(15)  Lawrence R. Jacobs, "Minnesota’s urban-rural divide is no lie", Star Tribune, Minneapolis, 26 juillet 2019.

(16) Sur le cas du Wisconsin, cf. Katherine J. Cramer, "For years, I’ve been watching anti-elite fury build in Wisconsin.Then came Trump",Vox,

16 novembre 2016, www.voxmedia.com

 

Wergera ji fransî: Baran Nebar