Medyayên li dijî Bernie Sanders şer dikin

Panîka di nav edîtorên amerîkî de

Di dema anketên pêșîn ên ji bo hilbijartinên serokayetiya emerîkî de, encamên baș ên birêz Bernie Sandersê alîgirê “sosyalîzma demokratîk”, di nav rêxistina Partiya Demokrat de xemgîniyeke mezin pêk anî. Ji bo wê jî, Partî bêserî li namzetekî pir maqûl ê ku karibe di hilbijartinên namzetan de biserkeve geriya. Wê zanibû ku dikare hisabê xwe li ser dijminantiya med- yayên mezin ên li hemberî sena- torê Vermontê bike.

Translator

Ji destpêka pêşhilbijartina Partîya Demokrat ve, adeta  agir  bi cilika medyayên serdest ên Dewletên Yekbûyî ket. Di New York Timesê de, aborîzan û qunciknivîs Paul Krugmana pêkanîneke di 2016an de hatibû destpêkirin, ku   ji şibandina hev a namzedê "demokratê sosyalîst" Bernie Sanders û M. Donald Trump (1) pêk dihat, ji nûve anî rojevê.

Komargerên neokonservator ên alîgirên şerên emperyal û  yên  "her  tiştî ji bilî Trump" – cureyekî li ber windabûnê – ew jî bi qasî demokratên konservator û navendîgiran bi endîşe ne. David Frum wekî ku zarezarê bike di The Atlantic (27.01.2020)ê de weha dinivîse. "Bernie nikare bi ser keve". Jennifer Rubin, a ji Washington Postê jî bi xemgînî weha dinivîse (27.01.2020). "Kampanyaya "bi awayê Trump" a Bernie Sanders ji bo demokratan malwêranî ye".

Thînktank a Blairîst Third Wayku ji alîyê Wall Street (2) ve tê fînansekirin, wê jî, bi desteka çapemenîyê, ji bo pêşî li bilindbûna M. Sanders bigire, çi ji destê wê hat kir. Wê "hişyarîyeke" weha ji hilbijêrên Iowayê re şand: "Ji ber îhmalkarîya medyayan, we nirxandina bira ya paşeroj û ramanên xetere yên namzedê li serê sondajan nedît." (3) Piştî van jî lîsteya dirêj a êrişên ku M. Trump karibe li dijî M. Sanders bikar bîne xuya dike; lîsteyeke ku amadekirina wê hêsantir e ji wê yekê ku endamên vê Thinktankê li gel komargeran gelek rexneyên li hemberî namzedê demokrat parve dikin, bi taybetî jî li ser wê yekê ku ev namzed xwe sosyalîst îlan dike û pêşnîyara wî ya veguhestina ewlekarîya civakî bi sîgortayên taybetkirî ("Medicare ji bo herkesî") wê ne balkêş be. (4)

Medyayan xalîya sor raxist bin lingên wan. The Washington Postê berî çendekê rûpelek xwe ya beşa "nêrînan" ji bo Third Way veqetand, da ku karibe li wir vê teza xwe biparêze: "Bernameya Bernie Sanders bi xwe wî dixe rewşeke wisa ku qetîyen nikaribe were hilbijartin" (15.01.2020). Bi heman rengî, USA Todayê jî stûnên xwe jê re vekirin: "Demokrat bi destekdayîna Bernie Sanders bi êgir dilîze. Ramanên wî dikarin hilbijêrên nerm û mu’tedil bitirsînin û ev yek jî wê dengeyan biguherîne." (29.01.2020). Thinktankê herweha destek da êrişa dawî ya nivîsarên navendîgir, di serî de jî yên şewirmendê nêz ê berê yê M. Barack Obama li Qesra Spî, M. Rahm Emanuel an jî yên stratejîstê seferberîya serketî  ya  hilbijartinê  ya  M.  Bill  Clinton  di  1992an  de, M. James Carville. (5) Çavkanîyên girêdayî pergalê bêyî xwe bispêrin palpiştekê îdîa dikin ku rojnamevan şiroveyan nakin.

"Yên kiras qehwerengî"

Mirov gelek caran rastî vê  fikrê  jî tê: M. Sanders xwe ji rexneyan û çavdêrîyên hesas ên mixalefên xwe û rojnamevanan dûr girtîye. Matt Bennett ji Third Way (6) vê îdîayê dike: "Niha tam wext e ku demokrat ji xwe şîyar bin û medya jî bi mixalefetkirina li hemberî namzedekî dijber ê cidî dest bi karê xwe bikin". Di Politico de, ew hinekî din jî bi pêşde diçe û dibêje: "(Medya) dihêlin ku ew ziwa bifilite. Ew dihêlin ku di ser pirsên zehmet re biqevêze." (7)

Ev cure encamderanîn, navendên nûçeyan jî di navê de, nabin nêrînên yekdend û hevpar. Di Washington Postê de heman roj du nivîsarên ku encamên dijberî hev dertanîn, hatin weşandin: "Bernie Sanders bi êrişên raqîbên xwe re rû bi rû dimîne" û "Raqîbên Sanders zêde zext lê nekirin" (26.01.2020). Di ya duyemîn de David Weigel destnîşan dikir ku hin rexnegir zêde ne bi tesîr bûn: gelek hilbijêr "zêde xemsar tevgerîyan" dema ku M. Joseph Biden û senatora nêrînnerm  û mu’etedîl a Minnesota, Mme Amy Klobuchar, M. Sanders bi "vepirsandina mîrasa Obama" sûcbar kirin.

Û Weigel jî xemgînîya xwe weha tîne ziman: "Li ser daxwaza hilbijêrên bi endîşe, raqîbên Sanders giş wextê xwe didin îzahkirina awayê pêkanîna projeyên xwe bêyî ku butçeyê vala bikin. Ji Sanders pirsên wisa nayên kirin. Ew bi mehan wextê xwe li şaredarîyan derbas dike ji bo ji hilbijartîyan bixwaze li ser pirsgirêkên xwe, lêçûnên xwe yên nexweşîyê û deynên xwendekarîyê biaxivin da ku îzah bike ku di bingeha tevahîya van pirsgêkan de yekane tişt bêdadîya yasetên aborî heye."

Wekî ku David Sessions îşaret pê dikir, "Îdîaya ku Sanders di pêşhilbijartinê de ber bi serketineke misogerbûyî ve keştîya xwe dajo bêyî ku kes li xwe deyne jê pirsa hesabê wî an jî musaîdbûna namzedîya wî bike, kavilekî pêşhilbijartina 2016an e, ku di wê pêvajoyê de Hillary Clinton û alîgirên wê bêzar dibûn ku ewçend demdirêj di pêşbazîya namzedîyê de xwe radigirt. Li gorî wan, populerbûna Sanders ji bilî leylaneke çavxapînok a ji ber nebûna nirxandinên rexneyî, ne tiştekî din bû" (The New Republic, 28.01.2020). Di rastîyê de, berî çar salan di dema pêşbazîya namzedên demokrat de, Sanders ê ku raqîbê Mme Clinton bû, têra xwe bal li ser xwe kom kir û bû hedefa dijminatîyeke medyatîk a bêhedûhesab. (8)

Hêleke din a êrişê ji bêîtîbarkirina kampanyayê pêk tê. Ev jî bi îdîakirina ku alîgirên wî bi taybetî mirovên spî û seksîst û nexasim jî li ser tevnên civakî êrişbaş in. Ev rexne jî di dema kampanyaya 2016an de pêşî hat afirandin û tevî nebûna ti bingehî ji bilî anekdotbûna wê, hê jî didome. Rojnamevan jî, wekî herkesî an jî kêm zêde wekî herkesî zanin ku Internet serdevde bi axaftinên nefreteke zêde dagirtî ye û ne tenê berhemên komeke biçûk a jêrîn a alîgirên senatorê Vermontê ne. "Her nêrîneke gengeşîbar li ser xeta tevna zindî ya civakî tê îfadekirin, wekî ku rojnamevan Glenn Greenwald bibîr dixist, bo nimûne rexneyeke li hemberî tenorên Partîya Demokrat ên wekî Hillary Clinton û Barack Obama, bivênevê wê bibe sedemê qîyemeteke gotinên bi hêrs û dijûnan... Îdîayeke wekî liv û tevgerên heqaretwarî û dij-jinî aîdên sempatîzanên Sanders in, ji derew û manîpulasyonê pêk tê" (The Intercept, 31.01.2016). Lêkolîneke ku di adara 2016an de hat weşandin nîşan dida ku alîgirên M. Sanders kêmtir "êrişbaz û tehdîddar bûn li ser onlineê" (% 16) ji yên  Mme  Clinton (% 30) û gelek kêmtir bûn ji yên M. Trump (% 57). (9)

Li gel vê yekê jî, medya li pey hestîyan e. 27ê çileya pêşî ya borî, New York Timesê rûpela xwe ya pêşî ji bo rapirsîneke sûcbarîyê veqetand: "Bernie Sanders û artêşa wî ya Internetê: li destpêka kampanya xwe ya 2020an, senatorê Vermontê ji  alîgirên  xwe  re got ku ew liv û tevgerên êrişbaz mehkûm dike. Gelo ne ew e yê sûcdar eger ewçend zêde kes ji alîgirên wî lê guhdarî nakin?" (27.01.2020). Li gorî rojnameyê, namzed bi xwe wê şitlên "jehra" destekvanên xwe mezin kiribin. Wekî sedem jî wê ev daxuyanîyên wî bin: "Ez ê ji bo hildana fonên milyarderan neçim nav Hamptons (devereke gundên geştûseyranê ye ku li wir bûrjuwazîya new-yorkî hev dibînin)."

Çend roj berîya van jî, The Daily Beast (22.01.2020) nûçeyek bi vê manşetê diweşand: "Alîgirên Bernie bi şerûdî û qebatîya xwe zirarê didin kampanya wî". Bi heman şewêyî, NBC Newsê ew dişibandin mîlîtanên alîgirîya Trump dikin: "Ew xwedî heman taktîkên rezîl in. Twîtvanên Bernie di ser de jî pesnê xwe didin û dibêjin ku ew kesên herî pêşverû yên înternetê ne. Lê belê taktîkên wan ên tacizkirinê ji bilî pêşverûtîyê dişibin her tiştî" (19.01.2020).

Ev nûçe û gotarên bi pêşhikim tehdîdên mirinê û nimûneyên heqaretê ku di eslê xwe de ne wisa ne, bêyî ferqûmêlîyê diafirînin. Bi vî awayî New York Times îdîaya xwe ya sûcbarîyê bi vê "delîlê" bi dawî dike: "Alîgirekî M. Sanders dibêje: "Hûn milyoner, divê hûn têbigihên ku ji nava me gelek kes bi rastî jî pêdivîya wan heye ku Bernie Sanders di hilbijartinên serokatîyê de bi serkeve. Mirov nikare xwe bigire û bêdeng bimîne." An jî, têkildarî çend  kursîyên ku di dema civîneke li Nevadayê wê hatibin wergerandin: "Wisa xuya ye ku şîdet hat berterefkirin, lê belê dîsa jî çend pevçûnên biçûk rû dan." Êdî tenê maye ku rojnamevanê stêrk ê NBCyê mîlîtanên senatorê Vermontê bişibîne "îşligên qehweyî" (gotara çarçovekirî bixwîne).

Mme Hillary Clinton jî seranpê çekûrextkirî, daket meydana şer. Li ser meraqa rojnamevanê Hollywood Reporter (21.01.2020) ê ku jê dipirsî ka ew ê destekê bide M. Sanders eger hat û wî qezenç kir, bersiva wê dihat wateya ku wê yê her tişt bikira ji bo pêşî li îhtîmaleke wisa bihata girtin: "Vê gavê ez ê zêde bi pêşde neçim. Em hê li qonaxeke pir zindî ya seferberîya pêşhilbijartinê ne. Li gel vê yekê jî  ez dikarim bibêjim mijar ne tenê ew e, lê herweha çanda derdora wî ye. Ekîba wî. Alîgirên wî yên li ber çavan. Bikarhênerên înternetê yên destek didinê û êrişên wan ên bênavber li hemberî raqîbên wî, bi taybetî jî li hemberî jinan... Li gorî nêrîna min wê feydeya me tinebe em bikevin nav heman xefika meşandina kampanyaya bi dijûn û êrişan. Dibe ku hûn hewl didin bi vê rewşê re bi mesafe bin, lê belê an hûn nizanin ekîbên we yên kampanyayê û alîgirên we çi dikin, an jî hûn ji wan re çav dişkînin û dixwazin ku bi ser Kamala (Harris, senatora Kalîfornîyayê ya dest ji namzedîyê kişand) an jî Elizabeth (Warren) ve biçin. Ez bawer dikim ku ev liv û tevgerek e ku dema hûn biryarê didin, divê hûn li ber çavan bigirin." Hema di cih de, li Washington Postê, Jennifer Rubin xwe avêt ser wê gotinê ji bo îdîa bike ku M. Sanders "makîneyeke şer" bikar tîne û ev makîneya şer xwe dispêre "dij-jinîyeke nîv-sergirtî ya weke "obsesyon wê li wî vegere." (21.01.2020).

 

"Makîna şer" a rasteqîn ne ew e – xeyalî – ku ji alîyê senatorê Vermont ve hatîye sazkirin ji bo têkbirina dijberên xwe, lê belê ya bijarteyên demokrat û bêhejmar alîkarên  wan ên medyatîk e ku dixwazin pê wî berteref bikin. Lê hê jî bi ser neketine.

 

(1)    Julie Hollar, "Corporate media equate Sanders to Trump – because for them, Sanders is the bigger threat ", Fairness and Accuracy in Reporting (FAIR), 24 janvier 2020, https://fair.org

(2)     Elias Isquith, "Third Way senior vice president admits majority of think tank’s funding comes from Wall Street", Salon, 12 décembre 2013, salon.com

(3)     Jonathan Cowan, "A warning: Why team Trump has called Bernie Sanders their "ideal" opponent",Third Way,Washington, DC, 28 janvier 2020, www.thirdway.org

(4)     Lauren Gambino, ""An existential threat": Bernie Sanders faces mounting opposition from moderate Democrats", The Guardian, Londres, 21 juin 2019.

(5)     Howard Kurtz, "Lurching left: Are Democrats blowing their chance to beat Trump? ", Fox News, 2 juillet 2020, www.foxnews.com

(6)   Alex Seitz-Wald, ""Oh my God, Sanders can win": Democrats grapple with Bernie surge in Iowa", NBC News, 27 janvier 2020, www.nbcnews.com

(7)     Natasha Korecki, "They let him get away with murder: Dems tormented over how to stop Bernie", Politico, 27 janvier 2020, www. politico.com

(8)     Adam Johnson, "The myth that Sanders hasn’t been criticized won’t go away", FAIR, 25 mai 2016.

(9)     "Is social media empowering or silencing political expression in the United States?", Lincoln Park Strategies, Rad Campaign etCraig Newmark Philanthropies, mai 2016, http://on- lineharassmentdata.org

Wergera ji fransî: Baran Nebar