Li Sirbistanê desthilata Aleksandar Vučić ya ku nikare bê bidawîkirin

Ev otokratên Ku Yekîtîya Ewropayê wan diparêze

Aleksandar Vučićê li dibistana bazên neteweperest mezinbûyî, Sirbistanê bi kulma xwe ya hesinî bi rê ve dibe. Ber bi wî ve hatina rêveberên ewropî navbera di neqeba prensîpênYekîtîya Ewropayê ragihandine û bicihanîna wan de xweşik nîşan dide. Ew vê dikin da ku hikûmetên Ewropaya Navîn rêzê ji qaydeyên sereke yên neolîberalîzmê û dabeşkiri- na navneteweyî ya nû ya kar a li ser vê parzemînê bigrin.

Translator

Ji destpeka çileya pêşî ya 2019an ve, her şemî bi hezaran sirb dadikevin kolanan da ku "dîktatorîya" serokdewlet Aleksandar Vučić û kontrola fetisokî ya rejîma wî li ser edalet û ragihandinê  protesto bikin. Vê pêla protestokirinê piştî ku serokê Tevgera Çepa Sirbistanê (PLS) ya piçûk Borislav Stefanović lêdan xwar, dest pê kir, komek kesên nasnameya wan nayê nasîn, gava ku wî di 23yê çirîya paşîn a 2018an de xwe amade dikir ji xelkê Kruševac re bipeyive, bi derbên dijwar lêxistin. Protestoyê ji Belgradê dest pê kir û zûzûka li gelek bajarên welêt xelk seferber kir; komên cihî ev protesto berfirehtir kir, wan desteserkirina destikên desthilatê hemûyan bi destê kadroyên Partîya Pêşverû ya Sirb (SNS) protesto kir. Ji hilbijartinên 2012an û vir ve ya rastî komikbûna Vučić her bandora xwe li ser civakê, dam û dezgehan berfireh dike. Piranîya mutleq a parlamena neteweyî di destê vê komê de ye û piranîya mutleq a meclîsa herêma xwe ser Voyvodînê jî. Herçî şaredarî ne, bi rêya lîstikên tifaqan, ji 168 komunên Sirbistanê tenê yek ji kontrola temamî yan jî qismî filitîye, ew jî ya bajarê Sabaçê ye.

Dîtira şemîya duyem a protestoyan, 09.12.2018, serokê dewletê rengê xwe eşkere kiribû jî: li welatekî  serjimara  wê  7 milyon "Pênc milyon mirov jî" dakevin kolanan, ew ê sîyaseta xwe neguhere. Ji ber ku xitimî, tevger dereng nema û her lawaz bû û van mehên dawîyê karî tenê sîsikeke hişk a kesên bawerî pê anî, bîne cem hev. Vučić xweş sûd wergirt ji parçebûna partîyên mixalefetê  û ji bawerîneanîna raya giştî bi wan. Gava ku ew desthilat bûn di salên 2000î de gelek skandalên bertîlxwarinê û gendelîyê çêbûn, herweha ev sal bi krîza 2008an û tedbîrên jixwekêmkirinê yên  ku li ser Sirbistanê hatin ferzkirin, nexasim yên bi destê Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) derket pêş. Serokdewletê Sirbistanê axir dizane ku dikare pişta xwe bi "partnerên" xwe qewîn bike û ew jî ji Federasyona Rûsyayê  heta  bi  Dewletên Yekbûyî  yên Amerîkayê tu qîmetê nadin tevgerên protestoyî.

Lazim bû partîyên mixalefetê bi awayekî kolektîf xwe li boykotkirina hilbijartinên giştî yên bihara 2020î rakişînin da ku Yekîtîya Ewropayê çirîya pêşî ya 2010î hewl bide navbeynkarîyeke bi dîqet bike. Lê belê, ev erka ku parlamenterê ewropî yên xiristîyan demokrat ê alman David McAllister bi rê ve dibir, xwedî hedefeke piçûktir bû, weha xuya bû wî çend prensîpên sereke yên dewleta hiqûqê bi bîra rejîma Vučić dixistin û wî bêhtir hewl dida ku mixalefetê razî bike  da ku beşdarî hilbijartinekê bibe ku hema hema ew jê piştrast e ku wê zora wê biçe: desthilat kontroleke hegemonîk li ser ragihandina dewletê, çapemenîya bulvar û kanalên televizyonê yên taybet diparêze. Ev kanalên televizyonê hemû jî yên wan olîkgarkan in ku nêzî rejîmê ne û li ser lîsteyên hilbijartinê jî ne. Êdî hilbijartinên bê mixalefet wê dîmenekî kêm mirov pê pesnê xwe bide yên Sirbistanê derxin holê; û em behsa Sirbistanekê dikin ku wekî şagirtekî baş ê pêvajoya întegrebûna nav Ewropayê tê dîtin.(1) Welêt hevpeyvînên xwe yên endametîyê sala 2013an dan destpêkirin. Û dibe ku di nava nûendamên bê yên Yekîtîyê de bin, helbet heger prosesa berfirehbûnê bi awayekî mayînde nehatibe cemidandin.

Sitûna aramîya herêmî

Di dema serdana fermî ya dewletî ya tîrmeha 2019an de piştî ya Jacques Chirac a sala 2001an ya pêşî ya serokkomarekî fransî bû –, Emmanuel Macron gotinek tenê ya rexneyê li raya giştî vekirî li mazûvanê xwe nekir. Ev xweşbînîya ecêb a beramberî desthilatdarê nû yê li Belgradê gava mirov li bîyografîya wî dinihêre, mirovan metelmayî dihêle. Vučićê sala 1971an ji dayik bûye,  piştî ku sala 1993an  tevlî  wan  dibe, di nava refên Partîya Radîkal a Sirb (SRS) de li ber destê serokê rastgirîya tundrew a neteweperest Vojislav Šešelj perwerde  dibe. Ew bi gotinên wekî vê ya hanê  ya ku wî ji ser kursîya Parlamena Belgradê hema çend rojekî piştî komkujîya bi hezaran Bosnayîyî li Srebrenîlayê 20ê tîrmeha 1995an kirî, derdikeve pêş: "Ji bo her Sirbê hatî kuştin, divê sed misilman bên kuştin." Ew îro xwe bi gotina "şaşîya civanîyê"(2) diparêze. Gava ku lihevqewimandinên pêşî yên şer li Kosovoyê dest pê kirin, li ser daxwaza serokdewletê hingê Slobodan Milošević, ev kadroyê ciwan ê rastgirîya  tundrew di hikûmeta yekîtîya neteweyî ya 1998an damezrandî de dosyaya agahdarkirinê werdigire.

Piştî ku Milošević ji desthilatê ket, 5ê çirîya pêşî ya 2000î ji bo rêveberên nû yên "demokrat" ên Sirbistanê, SRS vediguhere hêza sereke ya mixalefetê. Tevî ku Šešelj li ber Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Laheyê (DCNL) 24ê sibata 2003an hepsî bû da ku bersivê bide gunehbarîyên kirina sûcên dema şer û sûcên li dijî mirovahîyê di dema şerên li Bosna  û Xirwatistanê de, rêveberîyeke dukesî ya ji Vučić û Tomislav Nikolić partîya wî bi rê ve dibe. SRS hingê dadgerîya navneteweyî red dike û li ber her rengê nêzîkbûna Sirbistanê û Yekîtîya Ewrûpayê radibe. Hilbijêrên guh didin  wî  bi hejmar û girse bi qasî ku demokratên desthilat di nakokîyên navxweyî de xitimî, ji wan nayê ku bi lez rewşa sîyasî, aborî û civakî biguherin dibin sedema bêsebrî û nemana hêvîyê, bi lez zêde dibin. Di tûra duyem a hilbijartinên serokdewletîyê de Gulana 2008an, Nikolić bi 48 ji sedê dengan li hemberî namzetê demokrat Boris Tadić, bi hindikî bi bin ket.

Di salên 2000î de kadroyên SRSê hîna li nav derdorên dîplomatîk ên welatên rojavayî yên Belgradê hermonkî ne. Fransa dewleta pêşî ya endama  Yekîtîya  Ewrûpayê ye ku rojên resepsîyonê, derîyên sefareta xwe li wan vedike. Paşê têkilîyên veşartîtir jî tên danîn, pêre pêre bi  wê  yekê  ku  Vučić û Nikolić xwe ji şîretkarê xwe Šešelj û helemanên SRSê qut kir. Civana dîyarker li Ritzê, li Parîsê çirîya paşî ya 2008an çêdibe, hingê serokwezîrê montenegroyî Milo Đukanović jî hazir e. Ew bi xwe jî ji dilsozên Milošević bû lê sala 1996an berê xwe quliband û bû alîgirê nêzîkbûna bi welatên rojava re. Gelek şahidên yekser piştrast dikin ku navbeynkarên wekî karsaz Stanko "Cane" Subotić jî di nava haziran de ne. Çend roj paşê, partîyeke nû derdikeve holê ku ji SRSê qut bûye: Partîya Pêşverû ya Sirb (SNS), partîyeke muhafezekar û alîgirê nêzîkîkirina li Ewropayê.

Ji 2012an û pê ve, ev partî bi koalîsyona bi Partîya Sosyalîst a Sirb (SPS) re dibe desthilat, di heman demê de Nikolić wekî serokdewletê komarê tê hilbijartin. SNS sala 2014an bi tena serê xwe piranîyê bi dest tîne û Vučić jî dibe serokwezîr. Nîsana 2017an, ew dibe warisê "şirîkê" xwe, di tûra yekê ya hilbijartinan de ew

55 ji sedê dengan werdigire û dibe serokê dewletê. Sirbistan rejîmeke parlamenter e, lê desthilata bicihhêner di navbera serokê dewletê û serokê hikûmetê de tên parvekirin. Herçî Vučić e, bi wê yekê ku ew timî benê partîyê di destê xwe de digire, sîstemekê çêdike ku tê de her tişt îşaret bi şexsê wî dike. Ji Nikolić êdî dixwazin ku sûdê ji mafên xwe yên teqawidbûnê wergire.

Herçî Šešelj e, ew sala 2014an demkî serbest bû ji ber sedemên tenduristîyê. Ew di Adara 2016an de li DNCLyê pêşî beraet dike, Nîsana 2018an di dadgeha temyîzê de cezayekî deh salan lê hat birîn ku ew jî diket ber girtîbûna wî ya bê mehkûmî. Ew ji nû ve  bû serokê SRSê, lê belê ev partîya ku êdî  marjînalkirîbû,  bêhtir bi kêra wê yekê dihat ku ji bo baskê rastê yê Vučić bi rola batirsonekekî rabe. SNS sala 2016an dike ku îhtîramê bidin Vučić, bi beşdarîya nav refên  Partîya  Gel a Ewropî (PGE) ku rêxistineke muhafezekarên Ewropayê ye û tê de partîya fransî ya bi navê Komarxwaz jî cihê xwe digire.

Di wê demê de ku Vučić welatê xwe bi kulmeke hesinî bi rê ve dibe, ew biryara neolîberalîzmeke hevsarberdayî, frênteqîyayî dide. Li ser meseleyê, ew hevkareke bêqisûr peyda dike, Ana Brnabić a ku hezîrana 2017an wekî seroka hikûmetê hat wezîfedarkirin. Ew ji malbateke xurt a belgradî ye ku bi eslê xwe qismî Xirwat e. Ew eşkere lezbîyen e û li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê rêveberîya dewletê xwendîye.  Piştre li zanîngeha brîtanî Hullê ragihandin xwendîye, piştî wê jî  ji  bo heyeta Sirb a ajansa hevkarîye ya Emerîkî USAid kar kirîye. Ev executive woman (jina rêveber) ku bîyografîya wê îmajeke têra xwe modern dide der, pesnê xwe dide  bi  birêvebirina  "hikûme ta herî lîberal ya dîroka Sirbistanê". Hema ku bû desthilat, ew bi tevgereke grevê ya fabrîkayên erebeyan ên li Kragujevacê re hat hemberî hev; çêkerê erebeyan ê îtalî Fiatê ew kirîbûn. Wê karker gunehbar kirin bi wê yekê ku ew tenê "egoîst" in ku dibe ku veberhênerên bîyanî çavtirsandî bikin; wê gunehekî din xist stûyê karkeran: jixwe "zêde mûçe didin wan" ji ber ku mûçeyê wan piçikekî ji nîveka neteweyî zêdetir e, yanî mehê di bin 500 euroyî re ye…

Veguherîna ber bi alîgirîya ewropî ve ya Vučić, ya ku herçî rêjeya jidilbûna wê ye, wê her bikeve ber gumanê, tam li gorî wê mucîzeyê bû ku welatên rojavayî li bendê bûn. Ya rastî bi tehlûke xuya bû ku mirov rabe û pişta rastgirîyeke tundrew a sirb bigire ya ku bi awayekî eşkere neyarê Yekîtîyê  bû; di heman demê de Vučić ê wekî mirovê herî guncaw ji bo halkirina statuya Kosovoyê ya mayînde xuya dikir, wekî mifteya îstîqrara li Balkanan hat dîtin. Qebûla fermî ya serxwebûna kevneherêma xwe, ji bo Belgradê dermanekî têra xwe tahl bû, lê belê ji neteweperestekî çêtir kî dikare di vir de bi kêr bê, bêyî ku ji gunehbarkirina bi xîyanetê bitirse? Vučić sala 2008an xwe gelekî angaje kir tevî hevpîşeyê xwe yê kosovoyî Hashim Thaçi da ku ber bi hev ve bên û li hev bikin li ser meseleya bihevguherîna erdê di navbera her du welatan de.(3) Ev bijare weha dîyar e ku niha demkî dane alî.

Vučić ya herî pêwîst li ser pirsa Kosovayê texeyûl dike û bawerîya xwe qenc pê anîye ku jirêderketinên otorîter ên rejîma wî ti carî bi awayekî cidî wê nebin hedefa rexneyên hevgirên wî yên ji welatên rojavayî. Serdanên wekî temaşeyên mezin hatin organîzekirin, yên wekî ya Vladîmîr Pûtîn a Belgradê ya çileya pêşî ya 2019an destûrê didin wî ku bi bîr bixe ku timî li ber destê wî qîmeta stratejîya jeopolîtîk a pevguherînê heye, bi vî rengî, ew dikeve pozîsyona hevkêşîçêker ya di navbera dinya rojava û URSSê (Yekîtîya Komarên Sosyalîst a Sovyetê) de, jixwe URSSê demeke dirêj xweşhalîya Yugoslavyayê misoger kiribû. Herçî tevgera hevkêşîyê ye ya ku Belgrad xwe lê datîne ku di navbera Moskova û Brukselê de dike, bi xweşikî xeyalî ye; loma Yekîtîya Ewropayê di warê pevguherînê de ji hemberê xwe yê aborî yê sereke gelekî li paş e, beramberî % 62 temamê bazirganîya wê (ku bi Rûsyayê re ye) tenê% 7 ber bi Rûsyayê ve ye.(4)

Rewşa Sirbistanê ne tiştekî îstîsna ye: Heman otorîtarîyanîzm li Montenegroya cîran jî heye. Ji sala 1991an ve Đukanović bi dorê li wir erkên serokwezîrî û serokkomarîyê bi dest xistin. Partîya wî ya Sosyalîst Demokratîk (DPS) îro endama Înternasyonala Sosyalîst e û warisê yekser ê Lîga Komunîst a Montenegroyî ye; yanî ew ji sala 1945an ve desthilat e… Xwepêşandanên ku ew seranserê sala 2019an bi wan re rû bi rû ma, ji ber skandalên dengvedayî  yên  bertîlxwarinê   bûn; lê belê desthilata motenegroyî jî dizane ku ew dikare xwe bispê re nebûna çareserîyeke sîyasî ya guherînê û desteka bibiryar a hevalbendê xwe yên navneteweyî. Ji dema ku welatê wî sala 2017an bû endamê Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) û vir ve, Đukanović xwe wekî sûreke welatên rojava beramberî tehlûkeya rûs ya ku li Balkanan têra xwe tê mubalexekirin, dide nîşan. (5) Ev yek wê bi gewde û darîçav bibûna bi hewldaneke darbeyê ya gelekî esrarengîz a 16ê çirîya pêşî ya 2016an.(6) Vê hewldana darbeyê berîya hertiştî destûr da Đukanović da ku bawerîya bi mixalefetê nehêle û xwe wekî yekane garantorê demokrasîyê û "rêya ewropî" ya Montenegroyê nîşan bide.

Rêveberên sirb û montenegroyî  bi vî awayî ji stûnên îstîqrara li herêmê û baştirîn hevgirên welatên rojavayî ne. Her du jî doz û dawê dikin ku welatê wan bibe endamê Yekîtîya Ewropayê – perspektîk e ku êdî dîyar e ji ber blokaja Fransayê ya 18ê çirîya pêşî ya bihurî beramberî namzedîya Albanîya û Makedonyaya Bakur bi dûr ketîye; helwêsta Macron wekî derbeke li temamê pevajoya întegrekirina Rojavayê Balkanan ketî, tê dîtin. Lê belê statukoya heyî ilehî zilamên xurt ên Belgrad û Podgorica aciz nake, loma welatên Rojavayê Ewropayê dizanin ku di berdêla bêdengmayînê û jihalfêmkirina xwe ya ji bo parastina sînor de ew dikarin pişta xwe bi wan qewîn bikin di meselaya nobetgirtina sînorên Balkanan li diĵi koçber û penaberan.

4 û 5ê Îlona bihurî Vučić wekî mêvanê rûmetê hatibû vexwendinî forumeke li ser  demografîyê  ya li Budapeşteyê. Wî xwe jê nehişt û malavahîya mazûvanê xwe Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orbán kir: "Bi xêra Orbánê ezîz e ku têkilîyên me ji her demê baştir in. Ez dixwazim ku cenabê te piştrast be, em ê dostên te û yên welatê te yên dilsoz bin û wisa jî bimînin."

(7) Macaristan ji bo wê dişixule da ku Sirbistan întegreyî Yekîtîya Ewropayê bê kirin. Ji pirsgirêka penaberan û wê de ya ku Belgrad û  Budapeşte  bê  pirsgirêk  ji hev fêm dikin û li serê li hev dikin, dewletên Balkanan hemû, tevahîya bala hikûmetên muhafezekar ên Ewropaya Navîn ên koma Visegradê dikişînin; ew hêvî dikin, wê roja ev welat bibin endamên Yekîtîyê, ew ê herweha bibin hevgirên wan ên îdeolojîk jî.

 

*    Rojnamevanên malpera Le Courrier des BalkansNivîskarên Là où se mêlent les eaux. Des Balkans au Caucase dans l’Europe des confins (Li wê devera av tevlîhev dibin. Ji Balkanan heta bi Qafqasan li Ewropaya sînoran), La Découverte, Parîs, 2018.

 

(1) Milica Čubrilo Filipović, "Serbie: l’UE tente une médiation entre le pouvoir et l’opposition (Sirbistan: YE hewl dide navbeynkarîyê bike di navbera desthilat û mixalefetê de)", Le Courrier des Balkans, 10ê çirîya pêşî ya 2019an, www.courrierdesbalkans.fr

(2) Philippe Bertinchamps û Jean-Arnault Dérens, "Le nouveau maître de la Serbie. Entretien avec Aleksandar Vucic (Desthilatdarê nû yê Sirbistanê. Hevpeyvîn bi Aleksandar Vucic re)", Politique internationale, hejmar 144, Parîs, havîna 2014an.

(3) Bixwîne, "Dans les Balkans, les frontières bougent, les logiques ethniques demeurent (Li Balkanan sînor cihê xwe diguherin, mantiqên etnîk li cihê xwe dimînin)", Le Monde diplomatique, tebaxa 2019an.

(4) "Le commerce extérieur de la Serbie en 2018 (Bazirganîya bi derve re ya Sirbistanê sala 2018ê)", Rêveberîya Giştî ya Xizneyê, Parîs, 11ê nîsana 2019an, www.tresor.economie.gouv.fr

(5)  Bixwîne, "Les Balkans, nouvelle ligne de front entre la Russie et l’Occident (Balkan, xeta nû ya bereyê di navbera Rûsya û welatên rojavayî de)", Le Monde diplomatique, tîrmeha 2015an.

(6)  Srđan Janković, "Monténégro: deux ans après le "putsch raté", toujours impossible de connaître la vérité (Montenegro: du salên piştî "darbeya bibinketî" îro jî ne mumkin e mirov heqîqetê nas bike)", Le Courrier des Balkans, 22yê çirîya pêşîn a 2018an.

(7)  Bixwîne, Jean-Arnault Dérens û Simon Rico, "Réfugiés, l’Europe tire le rideau (Penaber, Ewrûpa perdeyê (li wan) digire)", Le Monde diplomatique, nîsana 2016an.

 

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya