Komira șewatê ya dîjîtal

Teknolojîya Pêşerojê, Ênerjîya berê

Hevgirîyên bi pîşesazîya petrolê, serfkirina zêde ya enerjîyê û çavkanîyan re: berevajî ya ku me demeke dirêj îdîa kir, aborîya dîjîtal ne "madî" ye û ne jî "kesk" e. Ew xisarên mezin ên hawîrdorê çêdike ku encamên wê bi awayekî pir newekhev li ser rûyê dinyayê belav dibin.

Translator

Ev serpêhatîyê muhendîsekî Microsoftê ye, yê ku kardarê wî, wî dişîne Atyraou, herêma herî mezin a neftê li Qazaxistanê, Chevron bi şirîkatîya bi dewleta qazax re neftê ji vir derdixe. Li wir ew beşdarî semînerekê dibe li ser wê yekê ka çawa Aqlê Sûnî (AI) û karê kompûterê li ser ewrî (cloud computing) (1) dikarin pîşesazîya neftê karîgertir bikin. Li ber kadroyên rêveber ên ku tiştekî zêde ji jargona ku ew wan kin dike, ew hinekî zorê  li xwe dike û wê rola ku Microsoftê jê xwestîye dike. Mijar girîng in.  Sala 2017an, Chevronê bi şirketa Bill Gatesî damezrandî re şirîkatîyeke heft salan mohr kir da ku wê bike dabînkera xwe ya xizmetên ji dûr ve. Ji hingê ve Microsoft wan bi terabytan daneyên ku bîrên neftê yên bi sensoran bigurçûpêçkirî rojane ji xwe didin der, depo û analîz dike. Li Atyraou, semîner bi carekê dirûvê xwe diguhere, bi rengekî mirov ne li bendê be. Kadroyên Chevronê ji muhendîsî dipirsin ka çi derfet hene ji bo bicîhkirina amûrên kontrol û çavdêrîyê yên bipêşketî yên ku wê destûrê bidin mirov bi awayekî algorîtmîk bi hal û helwêstên karkerên li zevîyê neftê bihise yan jî e-mailên wan ên şexsî analîz bike! Gava ew vegerîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji wî ve ye, ya hatî serê wî "tecrûbeyeke surrealîst" bûye, ya ku têde "Mirovên hazir hemû wekî ku tiştek nebûbe, behsa bicihkirina li cihê kar a cihazeke çavdêrîyê dikin, cihazeke her tiştî bibîne." Ew biryarê dide ku bi gotareke dirêj behsa vê mana xwe ya li Qazaxistanê bike.(2)

Ji çend salan û vir ve, nêzîkîlihevkirinên aktorên sereke yên kapîtalîzma dîjîtal û şirketên mezin ên neftê her zêde û pirqat dibin. Amazonê xizmeteke karê kompûterê ya li ser cloud bi navê AWS Oil and Gas Solutions ava kir, wê konferansên pîşesazîya neftê fînanse kirin û gelek pisporên Aqlê Sûnî (AI) yên ku mutexesisên sepanên sektora enerjîyê ne îstîxdam kirin. Li alîyê xwe, Googleê bi Total, Anadarko û Nine Energy Service re peyman mohr kirin, pê re jî wê beşa xwe ya Oil, Gas and Energy ya di nava Google Cloudê de da destpêkirin. Herçî Microsoft e, wê ne tenê bi Chevronê re lê herweha bi BP, Equinor û Exxonê re jî şirîkatîya xwe bire serî.

Sedema van hevgirtinan ew perspektîv in ku daneyên girseyî (big data) û Aqlê Sûnî ew vekirine. Pîşesazîya neftê pişta xwe bi van teknolojîyên ji bo vebirîtir cihê rezervan tesbît bike û bi xêra xweberkirinê qewîn dike ku karibe mesrefên xwe kêm bike. Dêwên dîjîtalê bi xwe, ji xwe re têde bazareke têr kar û fêde dibînin ji bo xizmetên xwe yên depokirin û miamelekirina bi daneyan re. Lê belê, herweha ji bo çareserîyên xwe yên hînkirina xweber (machine learning) jî. Yek sîha tenê heye li ser vî hesabî: Ev şirîkatî dibin leke, tevî ku xizmetên ragihandinê her angajmana bê navber a Silicon Valley ya li xêra enerjîyên dikarin bên nûkirin, dibêjin û dibilînin. Damezrênerê Amazonê Jeff Bezos ji ber ku hin mûçegirên wî jê xwestin dev ji tevahîya hevkarîya bi pîşesazîya neftê re berde, îlona 2019an rave kir ku ya ew dixwaze, ew e ku "amûrên herî baş ên mimkin" bigihîne pîşesazîya neftê da ku "bihurîna" xwe ya enerjîtîk bibe serî.(3) Bidawîkirina girêdanan bi sotemenîyên fosîl re bi wê yekê ku mirov alîkarîyê bi dabînkerên sereke re bike da ku karê xwe bêhtir karhêner bikin: Helbet divîyabû mirov bîra vê bibe, xeyala wê bike.

Xerakirina “tiștên înternetê”

Tevî ku deranîna neftê û ya daneyan du berên heman pelikî ne jî, ya ku divê mirov bi rastî bixe ber lêpirsînê tevahîya dijberîya di navbera kapîtalîzmeke termo îndustrîyel ya sedsala 19an peyda bû û kapîtalîzma dîjîtal ya ku qaşo "ne madî" ye, "postîndustrîyel" e yan jî "kesk" e. Raporeke sala 2013an ya şêwirmend Mark P. Mills a ku pîşesazîya kanan ew fînanse kir, îdîa kir ku "Karê kompûterê li ser cloud bi komirê dest pê dike".(4) Şirketên me yên dîjîtal rêyekê didin ber xwe ku rêgeha wê ya dîrokî berîya bi du sedsalan li Meliktîya Yekbûyî (Îngilistanê) bi di asta mezin de deranîna komirê dest pê kiribû. Ji hingê ve serfkirina global a sotemenîyan her zêde bû, tevî li wan her û her çavkanîyên din ên enerjîya elektrîkê ya yekser hatin zêdekirin: gaza xwezayî, neft, nukleer, enerjîya rojê û yên din.(5) Li gorî Ajansa Enerjîyê ya Navneteweyî, bikaranîna komirê ya ku hilberîna bi destê Çîn, Hindistan û Başûrrojhilatê Asyayê wê daf dide, wê van çend salên li pêşîya me kêm nebe.(6)

Bi awayekî giştî serfkirina enerjîyê ya global hê jî zêde dibe (sala 2018an

+ % 2,3), û ew hîna jî bêhtirî % 80 xwe dispêre enerjîyên fosîl.(7) Hejmara enerjîya pêwîst ji bo hilberîna enerjîyê jî zêde dibe, her ku rezervên herî kêmkalîte hatin deranîn yan jî her ku hîdrokarburên ji wan re "ne konvensîyonel" tê gotin ên wekî qûma  bi neft, hatin deranîn. Bi vî awayî, ya ku mutexesis jê re dibêjin "rêjeya vegerê ya enerjêtîk" her kêm dibe. Tevî ku "berîya bi sedsalekê bi nîvekî ji bo derxistina sed varîl neftê varîlek neft lazim bû, lê îro roj, li hin deverên sondajê varîlek neft bi zor têra hilberîna sîh û pênc varîl neftê dike."(8)

Hemin, aborîya dîjîtal ne yekane sedem e, lê gelekî xwedî par e di dewamkirina vê rêya ne bi xêr de. Li gorî du raporên vê dawîyê, ew di asta global de bêhtirî % 4ê enerjîya elektrîkê serf dike û ev serfkirin salê % 9 zêde dibe, bi qasî ku welatên bi pêş dikevin xwe bi gurçûpêç bikin û bi qasî ku bikaranîna xwe pircure bike.(9) Çêkirina termînalan û ya binesazîyên tevnê di vê bîlançoyê de xwedî giranîya herî zêde ne. Piştî wan serfkirina ekîpmanan, ya tevnê û ya navendên daneyan (data centers) tên. Çêkirina laptopekê berdêla 330 kîlogram CO² berdide hewayê, pê re jî jê re gelek av û madeyên xav pêwîst in, nexasim metalên wekî paladîyum, kobalt yan jî erdên kêm. Xebitîna data centersan bi serê xwe berpirs e ji % 19ê temamê enerjîya dîjîtal serf dike.

Tenê hema welê temaşekirina on line ya vîdeoyên li nava binesazîyên dêwane yên madî de depokirî, sala 2018an bi qasî welatêkî wekî Spanyayê gazên tesîra sereya dikin, berdana hewayê. Ya rastî, Apple û Google her çiqasî pesnê xwe bi wê yekê bidin ku ew % 100 bi enerjîyên dikarin bên nûkirin dixebitin jî ev yek ji bo aktora sereke ya karê kompûtera li ser cloudê yanî Amazonê ne lê ye. Li gorî raporeke Greenpeaceê navenda Amazonê ya dêwane a miamelekirina bi daneyan re ya li Virjînyayê ya ku qederê 70 înterneta global tê re dibihure, tenê

% 12 întegre kirine. Ew eşkere sûdê werdigire ji elektrîka erzan a ku bi komira ji Çîyayên Apalaçan tê hilberîn; bi teqemenîyê, pêşî serê çîyayên cîran tê rakirin û ew komir tê deranîn. Li Çînê hîna jî %73 enerjîya data centers serf dikin, ji komirê tê.(10) Ev hejmar dikarin bikin ku mirov fikaran bike, ji ber ku em dizanin wê mezinahîya daneyan di van salên li pêşîya me de wekî encama objeyên bi hev ve di tevnê de hatine girêdan a ku mirov jixwe li bendê ye, bi carekê gelekî zêde bibe.

Ya ji vê esasîtir, teknolojîyên ku kapîtalîzma dîjîtal xwe dispêre wan, bêyî ku şertê bivê nevê yê ekolojîk li ber çavan bê girtin, hatine sêwirandin. Meydana aqlê sûnî ji bo vê yekê mînakeke fêrker e. Lêkolîneke li Zanîngeha Amherstê nîşan da ku projeyeke standart a hînkirina xweber (machine learning) roja me ya îro di tevahîya dewra xwe ya bipêşxistinê de qederê berdêla 284 tonan CO² berdide hewayê, yanî pênc caran li gazên ku erebeyek ji çêkirina xwe heta xera bibe û were avêtin, berdide hewayê.(11) Çawa ku lêkolîner Carlos Gómez-Rodríguez eşkere dike, "Piranîya lêkolînên nû yên li ser aqlê sûnî karîgerîya enerjîtîk li ber çavan nagirin, ji ber ku hatîye naskirin ku  ji tevnên noyronan yên zêde mezin (bêhtir enerjî li wan diçe) ji bo birina serî ya gelek wezîfeyên cihê lazim in û ew şirket û dam û dezgehên dikarin xwe bigihînin çavkanîyên gelek ên înformatîkî ji wê avantajeke reqabetê werdigirin."(12) Bi rengekî din em îfade bikin, dêwên teknolojîyê hema hema hîç ne di berjewendîya wan de ye ku rêbazên paqijtir û maqûltir bi kar bînin.

Serê pêşî, ne ji berjewendîyên wan ku bikarhênerên wan bibin xwedî reftarên ekolojîk. Ji dewlemendîya wan siberojê re lazim e ku her kes xwe hînî pêxistina lampeyê bike bi wê yekê ku mirov ji mîkrofon û hoparloreke li kar re bipeyive, li şûna ku mirov hema  pê li pişkokekê vemirandin û pêxistinê bike. Lê belê mesrefa ekolojîk a van her du kirinan ji hev gelekî cuda ye. Ji bo ya pêşî cihazeke elektronîk a bipêşketî lazim e ya ku tevî asîstaneke bideng e û li çêkirina wê ecêb zêde madeyên xav, enerjî û kar çûne.

(13) Mirov di heman demê de pesnê "înterneta tiştan" û têkoşîna li dijî krîza avhewayê bide, ev tiştekî kelevajî û bêmane ye: Zêdebûna hejmara tiştên girêdayî tevna înternetê xerakirina hawirdorê hema welê bi lez dike.

Gava mirov ji pencereya ekolojîk ve lê binihêre, kapîtalîzma dîjîtal ne tenê bi dêwên Silicon Valley ne jî bi derdora şirketên sturt-up sînordar e. Ew bêhtir "dinyayeke aborî" pêk tîne bi maneya ku dîroknas Fernand Braudel li vê peyvê bar dike: temamekî  bi aheng ê aktorên aborî ku têkilîyên wan hatine avakirin bi parçebûneke di navbera navendan û kevîyan de. Kendavika San Francisco di dilê wê de ye û dewlemendîya wê bi berfirehî têkilîyên asîmetrîk ku ew wan li ser pîyan digire, mekanên di bin serwerîyê de û kanên koltanê yên afrîkî diherikîne fabrîkeyên bihevvekirinê yên asyayî, berîya wê jî di sergoyên elektronîk ên ganayî re wan derbas dike. Di vê sîstemê de miameleya pîşesazîyê mesrefên ekolojîk ên newekhev dabeşkirî derdixe holê.  Bi  vî awayî bêdadîyên ekolojîk dikevin kirasekî pevguherîneke ekolojîk newekhev; aborînasê marksîst Arghiri Emmanuel di salên 1960î de ev teorîze kiribû: Li pişt wekhevîyeke dîyar ya pevguherîna pereyî, dinya  aborî ya kapîtalîst xwe dispêre transferên asîmetrîk ên çavkanîyên xwezayî di navbera navendan û kevîyan de.(14) Gava ku şirketeke ji Bakur bi 1000 dolarî madeyên xav dikire û şirketeke ji Başûr 1000 dolarî bi mafên telîfê yên milkê întelektuel dide, nirxê pereyî wekî hev in, lê belê bandora li ser xwezayê, ne wekî hev e, loma navend encamên ekolojîk ên bipêşketina xwe ji xwe dûr dikin, wan dikin der.

Kapîtalîzma dîjîtal bi awayekî bêqisûr vî mantiqî nîşan dide. Li çêkirina kompûter û telefonên destan % 23ê hilberîna global a cobaltê û % 19ê metalên kêm tên dîtin, diçin. (15) Wekî din, kobalt bi piranî ji Komara Demokratîk a Kongoyê tê, li deverên şer zarok wê derdixin û ev xerab e ji bo mafê mirovan û hawirdorê. (16) Herçî erdên kêmdîtî ne, di hilberîna wan a global de Çîn serwer e, lê di berdêla barana asîdê, bi metalên giran qirêjkirina zevîyên wê û rezervên wê yên avê. Rojnamevan Guillaume Pitron rewşê bi kurtî weha vedibêje, "Çînîyan û welatên rojavayî, erkên siberoja bihurîna enerjîtîk û dîjîtal xweşik parve kirîye: çînî wê destên xwe qirêj bikin ji bo pêkhênerên teknolojîya kesk (green tech) hilberînin, 

herçî welatên rojavayî ne, ew ê wan ji Çînê bikirin û karibin pesnê xwe   bi pratîkên baş ên ekolojîk bidin."(17)     Awayê xebitîna dinyaya aborî ya dîjîtal wê sînorên ekolojîk ji holê raneke: Ew ê cihê wan biguhere.

 

*        Mamosteyê Zanîngehê di zanista agahdarî û ragihandinê de. Nivîskarê Utopie du logiciel libre. Du bricolage informatique à la réinvention sociale (Utopyaya sofwareên azad. Ji bihevvekirina înformatîk ber bi ji nû ve vedîtina civakî ve), Le Passager clandestin, Neuvy-en-Champagne, 2018.

(1)               Depokirin û miamelekirina bi daneyên mişterîyekî re li ser serverên şirketeke hilgir  a pisporê vî karî.

(2)           Zero Cool, "Oil is the new data (Neft daneya nû ye)", Logic, hejmar 9, San Francisco, 7ê çileya paşî ya 2019an.

(3)          David McCabe û Karen Weise ji ber girtine, "Amazon accelerates efforts to fight climate change (Amazon hewldanên xwe yên li djî guherîna avhewayê zêde dike)", The New York Times, 19ê îlona 2019an.

(4)           Mark P. Mills, "The cloud begins with coal (Cloud bi komirê dest pê dike)", Digital Power Group, New York – Washington, DC, tebaxa 2013an.

(5)            Jean-Christophe Bonneuil û Jean-Baptiste Fressoz, L’Événement Anthropocène (Bûyera serdema mirovan), Seuil, coll. "Serdema mirovan", Parîs, 2013.

(6)          "Coal 2019. Analysis and Forecasts to 2024 (Komir 2019. Analîz û pêşbînî heta bi 2024an)",

IEA, Parîs, 2019, www.iea.org/reports

(7)             Christopher J. Rhodes, "Endangered elements, critical raw materials and conflict minerals (Elementên di tehlûkeyê de, madeyên xam ên heyatî û mîneralên sedema şeran)", Science Progress, Berg 102, hejmar 4, Thousand Oaks (Californie), 2019.

(8)            Guillaume Pitron, La Guerre des métaux rares. La face cachée de la transition énergétique et numérique (şerê ji bo metalên kêm tên dîtin. Rûyê veşartî yê bihurîna enerjîtîk û dîjîtalê), Les Liens qui libèrent, Parîs, 2018.

(9)               Frédéric Bordage (Bi birêveberîya wî), "Empreinte environnementale du numérique mondial (şopên dîjîtala global ên li ser hawirdorê)", GreenIT.fr, çirîya pêşî ya 2019an; Maxime Efoui-Hess (Bi birêveberîya wî), "Climat: l’insoutenable usage de la vidéo en ligne (Avhewa: Bikaranîna vîdeoyê ya li ser înternetê ya nikare bê dewamkirin)",The Shift Project, Parîs, tîrmeha 2019an, https://theshiftproject.org

(10)              Naomi Xu Elegant, "The Internet cloud has a dirty secret (Cloud a înternetê xwedî sirreke qirêj e)", Fortune, New York, 18ê îlona 2019an.

(11)             Emma Strubell, Ananya Ganesh û Andrew McCallum, "Energy and policy considerations for deep learning in NLP (Hizrên li ser enerjî  û sîyasetê ji bo hînbûneke )", 57e rencontres de l’Association for Computational Linguistics, Florence, juillet 2019.

(12)             Ji ber hatîye girtin di vê gotarê de: Karen Hao, "Training a single AI model can emit as much carbon as five cars in their lifetimes (Hînkirineke tenê ya modeleke tenê ya Aqlê Sûnî dikare bi qasî ku 5 erebe di tevahîya temenê xwe de berdin hewayê, karbonê berdidin hewayê)", MIT Technology Review, Cambridge (Massachusetts), 6ê hezîrana 2019an.

(13)             Kate Crawford et Vladan Joler, "Anatomy of an AI System (Anatomîya sîstemeke Aqlê Sûnî)",AI Now Institute & Share Lab, Zanîngeha New Yorkê, 7ê îlonê 2018an.

(14)            Alf Hornborg, Nature, Society, and Justice in the Anthropocene: Unraveling the MoneyEnergy-Technology Complex (Xweza, civak û edalet di serdema mirovan de: Jihevderxistina kopleksa pere-enerjî-teknolojîyê), Cambridge University Press, 2019.

(15)              Guillaume Pitron, La Guerre des métaux rares, (Şerê ji bo metalên kêm tên dîtin), çavkanîya li jor ji ber girtî.

(16)            Annie Kelly, "Apple and Google named in US lawsuit over Congolese child cobalt mining deaths (Navê Apple û Googleê di doza hiqûqî ya li ser mirinên zarokên kongoyî yên di kanên kobaltê de)", The Guardian, London, 16ê çirîya pêşî 2019an.

(17)              Guillaume Pitron, La Guerre des métaux rares (Şerê ji bo metalên kêm tên dîtin), çav-

kanîya li jor ji ber girtî.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya