Li Buchenwaldê, dijfaşîstan şerê bîranînê wenda kirin !

Heftê û Pênc Sal Piştî Valakirina Kampên Berhevkirinê

Bi valakirina kampa berhevkirinê ya Buchenwaldê, di nîsana 1945ê de, kabûsek bi dawî dibe û çîrokek dest pê dike. Zindanîyên, piranîya wan komunist, bi tercîhên diltizên jîyanan rizgar dikin. Lê helwesta wan a ku ji alî rejima Almanyaya Rojhilat ve dihat pîroz kirin, dema ku dîwar hilweşîya bû mijara lêpirsînên dijwar. Biserketîyên şerê sar destpêkirin ku dîrokê ji seranû ve binivîsin.

Translator

Tevahîya bîranînê çalakîyeke sîyasî ye. Em vê ji axaftina yekşemê digirin ya ku awayê îfadeyên wê yên piranîya caran lihevhatîanîn û pirbare, ser hin nîyetan digirin. Salvegera 75an ya azadkirina kampa tunekirinê ya Auschwitzê ji bo vê yekê bû nîşaneke din. Di 27ê çileya paşî ya bihurî de her dewletê dida dûv armanca xwe û (re)vîzyona xwe ya dîrokê îfade dikir. Li Îsraîlê dîrokzan Zeev Sternhell gotinên xwe vir de û wê de nebirin. Îsal bîranîna qirkirinê, wê her weha biketa xizmeta "hinceta îlhaqkirina" erdên Filistînê (1) (Haaretz, 31ê çileya paşî). Saxfilitîyên rehîngirtî xwe bi carekê di rola fîguran de bicihkirî dîtin, tevî ku bîranîna êşa wan û têkoşîna wan bi awayekî fermî sedema çalakîya bîranînê ye.

Bîranîna bê, wê nîsana li pêşîya me li Buchenwaldê çêbe, Kampa Berhevkirinê ya Almanyayê ya ku pêşî hat azadkirin. Merasîmeke bi ewlekarîya zêde. Abîdeya bîranînê li Eyaleta Almanyayê Turîngenê ye; çirîya pêşî ya bihurî li vê eyaletê di dema hilbijartinên parlamena eyaletê de rastgrîya tundrew a ku bi Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) bi gewde dibe, % 23.4ê dengan wergirt û hema piştî Partîya Çepê (Die Linke) ya % 31ê dengan wergirt, di parlamena eyaletê de bû hêza duyemîn a herî xurt. Li Buchenwaldê û ji wê û wê de li Dachau, Sachsenhausen yan jî Ravensbruckê endamên AfD xwe diavêjin ser van derfetan da ku axaftinên xwe yên mandelker bikin. Rêveberê Abîdeya Bîranînê, Volkhard Knigge di vê yekê de "delîla her diçe bêhtir lawazbûna bîrewerîya dîrokî" dîbîne (Der Spiegel, 23yê çileya paşî ya 2020ê). Bê guman. Êdî em nizanin ka di vê navê de jinûve nivîsandina şerê antîfaşîst ê ku Abîdeya Bîranînê ya li Buchenwaldê yek ji vektorên wê bû, piştî hilweşîna Dîwarê Berlînê, bivê nevê çiqasî tesîr li vê lawazbûnê kir.

Esas, ji destpêka şerê sar û vir ve, dîroka Buchenwaldê bê navber her ji nû ve li gorî meseleyên dema xwe hat biteşekirin. Ew tîrmeha 1937an hat vekirin û yek ji Kampên Berhevkirinê yên pêşî ye ku rejîma Nazî ew ava kirin. Ew heta 11ê nîsana 1945an dixebitî, heta wê kêlîya ku artêşa amerîkî li ser rêya Weimarê bi ser wê ve bû. Armanca avakirina wê ew bû ku muxalifên rejîma Nazî di serî de jî komunîstan, sosyal demokratan berhev bike da ku wan ji civakê qut bike, qederê 10 hezar cihûyên di dema Şeva Krîstal yanî 9ê çirîya paşî ya 1938an de girtî, her weha cîngene, şahidên yehova û homoseksuel tê de bûn, em wan kesên ku rejîmê wekî "asosyal" didîtin jî nahesibînin.

Schutzstafel ("Tîmên Parastinê", SS) serê pêşî birêveberîya hundirê kampê da dest girtîyên ji ber sûcên adî girtî û vê rewşê heta 1942yan dewam kir. Di 1942yan de girtîyên sîyasî ew ji dest wan girtin di dawîya têkoşînekê de ku jê re dibêjin xedar, lê bi hizra giştî têkoşîneke rizgarker bû. Bi biryara ku bikin kesên di kampên berhevkirinê de ragirtî destekê bidin hewldanên ji bo şerî, SSan dizanî ku "sêgoşeyên sor" (2) bêhtir bikêrhatî ne ji bo misogerkirina xebitîna rewşa girtîbûnê. Girtîyên sîyasî li meqamên wezîfeyên stratejîk hatin bicihkirin, yên wekî dabeşkirina girtîyan li gorî fermanên kar, terkîba konvoyên bişînin kampên wekî Dora ku lê bi nîvîkî, mirov du hefteyan sax diman (3) û heta bi Auschwitzê ji bo wanên –cihû û cîngene– biryara tunekirina wan hatibû dayîn; bi vê jî hêzeke wan a biryardayînê ya sînordarkirî lê bi rastî hebû li ser çarenûsa girtîyan.

Piştî destpêka şerî, em li Buchenwaldê berxwedêrên ji her welatî dibînin, nexasim jî 26 000 fransî û eskerên sovyetê ku SSê 8483 ji wan kuştin, bi guleyeke bera patika wan dayî. Di destpêkê de wisa hatibû hesabkirin ku li kampê 8000 girtî bên ragirtin, lê di dawîya şerî de serjimareke pir zêde lê hebû. Ji payîza 1944an û pê ve, ji ber bipêşveçûna Artêşa Sor kampên tunekirinê yên li rojhilat hatin valakirin. Bi hezaran saxfilitîyên ji van "meşên mirinê" bi ser hev de dewisîn. Di çileya paşî ya 1945an de li Buchenwaldê 100000 girtî hebûn. Gava ku amerîkîyan kontrola kampê bi dest xist, wan 21000 saxfilitî dîtin. Berxwedana veşartî ya ku ji bo raperîneke li pêşîya xwe sîleh kom kiribûn, SSên dawîyê yên ku wan girtin, dan amerîkîyan. Li serê vê berxwedanê girtîyên sîyasî yên alman hebûn, piranîya wan komunîst bûn.

Pêşkêşkirina çîrokeke bimêrxasî

"Ji Stettinê, di ser Baltikê re heta bi Trîyestê di ser Adrîyatîkê re, perdeyeke hesinî bi ser parzemîne de ket": hîna nû şerê sar bi hevoka navdar a Winston Churchill 5ê adara 1946an hat ragihandin, rapora dîrokzanekî artêşa amerîkî derkete holê, navê vê rapora Donald Robinson "Hovîtîyên komunîstan li Buchenwaldê kirî" bû. Di tewazûna nû ya hêzê ya ku li Ewropayê bi cih dibû, ev rapor dibe êzing ji bo gurkirina tifika dîskursa dijsovyetîk. Lê belê kitêba sosyolog Eugen Kogon (ne komunîst) ê li Buchenwaldê ragirtî ya bi navê Dewleta SSê ya 1946an derçû, wê bibûya otorîte. (4) Bêyî ku xwe li têkilîyên bi arîşe yên di navbera girtîyan de û li têkilîyên hêzê ker û kor bike, Kogon hewl dide awayê ku girtîyên sîyasî yên alman karîn nîzameke xuyayî misoger bikin û pêşîyê li giştîkirina "her kes bi serê xwe" bigirin, vebêje.

Li Almanyaya Rojhilat, dewleta çirîya pêşî ya 1949an damezrandî, rejîma nû rewabûna xwe sipart têkoşîna mîlîtanên antîfaşîst. Wan kesên ku wê rahişta hevsarê qismê rojhilatê Almanyayê ji Yekîtîya Sovyetê, cihê ku lê sirgûn bûn, vegerîyan. Wan dîrokeke lehengî ya berxwedana li dijî nazîzmê bi pêş xist û xwe jî wekî warisên wê berxwedanê ragihand. Wan ê ji vê, dînekî dewletê çêkira û ji bo vî dînî wê kamp-muzeya Buchenwaldê ya 1958an vekirî, bibûya tiştekî wekî îbadetgehekê. Her sal bi merasîmên fermî li wir wê "sonda Buchenwaldê" bihata bîranîn, ev ew sond e ku 19ê nîsana 1945an girtîyên xwe dayî ber têkoşîna ji bo aştî û azadîyê xwaribû. Lê belê, saxfilitîyên kampê lehengên fermî jî bin, ew dûrî mekanên desthilatê û hêza sîyasî jî bûn, heger ew nebûn mexdûrê pêla giran a stalînî ya destpêka salên 1950î: ev kadroyên komunîst ên sêzdeh salan ketî hepsê û kampê û bivê hişk û saxlem bûyî, li gorî wanên ji Moskovayê vegerîyayî kêmtir mulayîm û kedîkirî dîyar bûn, loma ji bo wanên ji Moskovayê vegerîyayî, sertewandina li URSSê bûbû adet. 

Sala 1958an bi vî rengî li Komara Demokratîk a Almanyayê (DDR) jî romana Bruno Apitz Tazî di nav guran de derçû, ev roman wê li qederê sih zimanî bihata wergerandin û bibûya serketineke cîhanî. (5) Nivîskar bi xwe yek ji yên berê li Buchenwaldê ragirtî ye, ew behsa dîroka zarokekî cihû yê ji Lehistanê yê 3 salî dike, yê ku girtîyên sîyasî hez jê kir û ew rizgar kir. Roman bû mijara filmeke bi heman navî ya sîneastê ji rojhilatê Almanyayê Frank Beyer, wî sala 1963yan li Festîvala Moskovayê xelata filma herî baş wergirt ku li wir da ber filma Heşt û nîv a Federico Fellini. (6) Aktorê ku Rainer Werner Fassbinder heyranê wî, Armin Mueller-Stahl tê de rola sereke dike. Gelek aktor û fîguranên din jî bi xwe ji saxfilitîyên kampên nazîyan bûn; dîmenên film li wan cihên dîroka bûyerê li wan qewimî bixwe, hatibûn girtin. Li Moskovayê wekî din temaşekerekî serpêhatîya birazîyê xwe nas kir, ya wê zaroka heta hingê jê re "zaroka Buchenwaldê" dihat gotin. Stefan Jerzy Zweig hat naskirin.

Bruno Apitz îlhama xwe ji bûyereke otantîk girt û li DDRê bi fonksîyona romana neteweyî rabû ku tê de rizgarkirina zarokê ku bû sembola humanîzma komunîstên li kampan. Çawa ku gelek caran diqewime, xeyal li dîroka rastî zêde dike, jê dibihure û ev vegotin îlhamê dide senografîya kamp-muzeya ku heta dawîya rejîmê bibûya beşeke xweş a kirinên komunîstan. Dînekî sekuler zehmet li nakokîyan tê. Pirsa peywendîyên girtîyên sîyasî û SSê û peywendîyên di navbera girtîyan bi xwe de di nava vegotina li Almanyaya Rojhilat nîne. Ev "Herêma grî" ya ku li gorî nivîskarê Belê ev mirovek e (Si c’est un homme), Primo Levi ji erka tu dadgehên însanî peyda nabe, wê di vê navberê de dadgerên xwe li Almanyaya yekbûyî bidîtana.

Wekî ku tu tişta din a lezgîntir nebe, guhertina meydana bîranînê ya Buchenwaldê di nava karên li pêş ên Almanyaya piştî şerê sar de ne. Yek ji înîsîyatîfên wê yên pêşî, vedîtina Speziallager bû, kampa ku sovyetîkan sala 1945an bê guman piştî ku bi berfirehî li wan gerîya, kadroyên Partîya Nasyonalsosyalîst a Karkerên Alman (NSDAP), partîya Adolf Hitler, tê de bi cih kiribûn û ji wan sê ji çaran jî tê de ji birçîna miribûn. Sala 1999an rayedaran bîrdarîyeke ji serî heta binî "vedîtî û sererastkirî" vekirin. Berê bayî guherî, pê re perspektîf jî û Volkhard Knigge, rêveberê nû yê vî mekanî –Dîrokzanekî ji Almanyaya Rojava li wir wezîfedarkirî–, li vegotineke berevajîyê ya berê ye, serwext e. Berê awiran ji ser lehengan diçe ser mexdûran û ber bi bikesayetkirina aktoran ve diçe. Heger ew bi temamî li derve nehatibin hiştin jî, komunîst wekî koma civakî ji ber çavan wenda dibin. Kevala (tablo) ku rizgarkirina Stefan Jerzy Zweig bi bîr tîne jî ji holê radibe, protestoyên mexdûr û eleqedarên hingê di heftê salîya xwe de jî wê tu bandor nekira. Romannûs Elfriede Jelinek jî wê ji alîyê xwe ve xwe biqeheranda, çortî, nebûna lêfikirînê û serhişkîya rêveberê Bîrdarîyê dibe sedema vê. Figura sembolîk a vegotina Almanyaya Rojhilat, tam wekî Anne Frank dikarîbû bibe fîgureke mexdûrên Holocaustê, "zaroka Buchenwaldê" tevî ava qirêj a serşokê avêtin. Wekî din jixwe 904 zarok li Buchenwaldê hatibûn rizgarkirin; encamek e ku mirov dikare li hesabê berxwedana veşartî binivîse.

Jihevdexistineke kite bi kite ya wê tişta em jê re êdî tenê dibêjin, "Efsaneya antîfaşîst" a DDRê, mijara berhemekê bû; kolektîfeke dîrokzanan di nava xirecira yekbûna Almanyayê de ev berhem derxist ku îro jî di vê mijarê de otorîte ye. Di Antîfaşizma cîlakirî de ew tezekê îfade dikin, li gorî vê tezê, ewên ku ew navê "Kum Sor" li wan dikin sax filitîne ji ber ku wan bela xistîyê para yên din. Ev tez îdîa dike ku piştgirî tenê di nava wan de hebûye. Hem çapemenîya bûlvaran û hem jî rojnameyên referans, xwe diavêjin ser çîroka "zaroka Buchenwaldê" û çîroka "Kum Soran" ku ew ji wan hevkarên SSê çêdikin. Wekhevkirina "komunîst = nazî" bi pêş dikeve, ev yek li cem hinan dibe sedema peydabûna hisa dîskursa Almanyaya Rojhilat ew xapandine. Teza dîrokzan Ernst Nolte ya ku li gorî wê, kampên tunekirinê yên nazîyan reaksîyoneke bergirîyê beramberî bolşevîzmê bûye (Frankfurter Allgemeine Zeitung, 6ê hezîrana 1986an) xurt dibe û di vê navê de di nava têgihiştina giştî ya civakê de sor û qehweyî [rengê nîşana rastgirên tundrew, têbînîya wergêr] asîmîleyî hev dibin.  

Dîsa jî di Les Jours de notre mort (Rojên mirina me) (Édition du Pavois, 1947) de yek ji wan ên berê di kampan de mabû, yê fransî, David Rousset rewşa ku girtîyên sîyasî rojane pê re rû bi rû dibûn, terîf dike, ew rewşên ku divîya tercîh bên kirin di şertûmercên pir dijwar de. Stéphane Hessel -Nivîskarê Indignez-vous!-, Imre Kertész –Xelatgirê Nobela Wêjeyê ya sala 2002yan– yan jî nivîskar Jorge Semprum di Le Mort qu’il faut (Mirina divê) (Gallimard, 2001) de veneşartibûn ku ew bi heman awayê ku Stefan Jerzy Zweig hatibû rizgarkirin, hatibûn rizgarkirin. "Kum Soran" navê Stefan Jery Zweig ji lîsteya kesên divê bên neqilkirin biribû. Kitêba Rousset tu carî nehat wergerandinî almanî. Bêyî ku mirov ew xwendibe li ser jîyana rojane ya li kampên nazîyan binivîse, hinekî wekî wê yekê ye ku dîrokzan li ser kampên karê bi darê zorê yê sovyetê binivîsin û haya wan ji Archipel du goulag (Rêzegiravên Gûlagê) a Alexandre Soljenitsyne nebe. Li Buchenwaldê pêşangehek heye bi navê Leitmotive der DDR (Efsaneyên DDRê) bi temamî li ser jihevdexistina "efsaneyê" ye. Tê de sûcên girtîyên sîyasî tên nîşandan. Ji hingê ve, ji damezrênerên vê dewleta xwedî îdîaya warisîya antînazî, çi ma?

Gava ku pişta xwe dide konsepta totalîtarîzmê, şiroveya serwer a dîroka DDRê jî rê li ber wekhevkirina rejîma komunîst û sîstema nazî vedike. (9) Sîyaseta bîranînê ya ku nexasim jî Weqfa Federal a jinûvenirxandina dîktatorîya Partîya Yekîtîya Sosyalîst a Almanyayê (Bundesstiftung zur Aufarbeitung der SED-Diktatur) teşwîq dike, fînanse dike û belav dike, piştrast dike ku heger antîfaşîzm dînê dewletê yê DDRê bû, antîkomunîzm jî dînê dewletê yê Komara Federal a Almanyayê (BRD, Rojava) bûye.

Vê nêzîkayîyê aşê AfDê gerand, ew wê bê nuans bi kar tîne. Ev partî berhema tundrewîya rastgir a ji Almanyaya Rojava ye. Ew hat da ku xwe li ser xirbeyê DDRê ava bike. Ev partî xwe disipêre nîşandaneke zelal û xirabker a tecrûbeya Almanyaya Rojhilat ya di medyayê û herweha di berhemên zanistî de belav e. Ew sûdê werdigire ji hestên qismekî ji xelkê Almanyaya Rojhilat, a ku rola wê daxistine rola yan mexdûrê rejîmê yan jî hevkarê dîktatorîyekê.

Ji bo ku mirov li hemberî vê tiştekê bike, yek ji tevdîrên herî pêşî ya ku xwe ferz dike ew e ku li Buchenwaldê rastî û mezîyet ji nû ve bên cihbicihkirin. Êdî wê wext be ku mirov li vê bifikire.

* Dîrokzan. Nivîskara Une vie contre une autre. Échange de victime et stratégies de survie dans le camp de Buchenwald (Jîyanek di berdêla yeka din de. Pevguherîna mexdûr û stratejîyên saxfilitînê li Kampa Buchenwald), Fayard, Parîs, 2014, û ya berhema nûtir La Loyauté à tout prix: Les floués du “socialisme réel” (Ya esil dilsozî ye, di ber çi de be bila bibe: Xapên “sosyalîzma reel”), Le Bord de l’eau, Lormont, 2019. 

 

(1) “Plana aştîyê” ya ku Donald Trump 28ê çileya paşîyê danasîn, gefxwarinên îlhaqkirina kolonîyên li ser erdên Şerîa Rojava yên Îsraîlê ji şerê 6 rojan ê 1967an û vir ve dagir kirine, xurt dike.

(2) Her kategorîya girtîyan, bi ser sînga wan ve sêgoşeyeke bi rengekî cihê hatibû kirin. Ya bi sînga komunîstan ve sor bû ya bi sînga girtîyên ji ber sûcên dikevin ber qanûna ceza jî kesk bû.

(3) Kamp, cihên ku li fabrîkayên binerd fuzeyên V2 dihatin hilberîn.

(4) Wergera bi fransî: Eugen Kogon, L’Enfer organisé. Le système des camps de concentration allemands (Dojeha organîzekirî. Sîstema kampên berhevkirinê ya almanî), La Jeune Parque, Parîs, 1947.

(5) Bruno Apitz, Nu parmi les loups (Tazî di nav guran de), Les Éditeurs français réunis, Parîs, 1961.

(6) Binihêre li, Bill Niven, The Buchenwald Child: Truth, Fiction and Propaganda (Zaroka Bucehnwaldê: Rastî, Xeyal û Propaganda), Camden House, Rochester, 2007.

(7) Lutz Niethammer (bi rêveberîya wî), Der gesäuberte Antifaschismus (Antîfaşîzma paqijkirî), Akademie Verlag GmbH, Berlîn, 1994.

(8) Stéphane Hessel, Indignez-vous! (Hêrsa xwe rakin!), Indigène Éditions, Montpellier, 2010.

(9) Binihêre li, Carola Haehnel-Mesnard, “La RDA dans le (rétro)viseur. Plaidoyer pour une autre perception (DDR di ber nîşanê [neynika ji bo dîtina paşê] de)”, Symposium Culture@Kultur, Berg   2, Berlîn-Toulouse, 2020.

Wergera ji Fransî: Luqman Guldivêx