Pîverên deverên din

Ji bo tiştê ku meriv nizane keşif bike û di derheqa xwe û yê din de tiştan hîn bibe divê meriv ji xalên xwe yên destnîşankirî bidûr keve: rêwîtî ne tûrîzm e, lê destpêkeke bêxem an cidî ye. “Lê rêwiyên rastî ew bitenê ne, ku ji bo çûyînê diçin...”, Charles Baudelaire dinivîse. Banga ji ciyên din tê, daxwazeke mezin a moderniya me ye. Ew bûye cûreyekî edebî.
.

Translator

Em behsa wan demên berê dikin, hingê hîna Instagram tunebû. Mirov hingê jî xwe tevdida lê ne wekî îro, hingê tenê qelema wî hebû ji bo ku bi mirovên hevçaxên xwe yên bêhtir damanî, bicihbûyî, dinyaya fireh û serpêhatîyên xwe bi xwe, bide naskirin. Behskirinên nivîskî yên pêşî yên li ser rêwîtîyan heta bi serdema antîk diçin. Herodot di Dîroka xwe de (450 sal berî mîladê) behsa rêwîtîya xwe dike, ku gava ew behsa parkura xwe ya li kevîyên Deryaya Spî dike, em dikarin bibêjin daxwazeke etnografîk pê re heye û gava ew xwe nêzî welatê hîperboreyayan dike (belkî li Rojhilata Dûr e) ew bêhtir xeyalperest e. Strabon ê yûnanî hema hema di berbanga serdema me de hivdeh bergên Cografyayê nivîsandin ku ji Galîya, Îtalya, Anatolîya û deverên din heta Mexrebê diçû, cografyanas Ibn Batûta (1304-1368) ji serîkî Sahrayê diçe serîyê din, xwe digihîne Çînê û gava vê dike di Rojhilata Navîn û Hindistanê re dibihure.

Li Ewropayê bi xwe, II Milione yan jî Kitêba mûcîzeyan a Marco Poloyê Venedîkî (1298) ya navdar behsa împeratorîya Kubilay Xanî dikir, împeratorê moxol, ê ku Marco Polo 20 salekî di xizmeta wî de bû; vê kitêbê ji egzotîzmê re derîyekî nû vekir, bi ser de jî ew bi awayekî bi kêrhatî hem bi bazirganîyê û hem jî bi dîplomasîyê dadiket. Bi Keşfên Mezin re vegotin jî êdî piranîya caran bi destê xulamên katib ên li gorî bîranîna rêwîyan dinivîsin, pişkivî. Li gorî etnolog û pisporê gerok û rêwîtîyê Jean-Didier Urbain, ev êdî ew serdema rûbirûbûna bi wan tiştan re ye ku divê mirov nav li wan bike. (1) Bi vî awayî protestanê bi navê Jean de Léry (1536-1613) yê ku Jean Calivin ê Brezîlyayê ew şandibû, wê nav li heywanên wekî yên di efsaneyan de bikirana; mînak, wî navê “ker-mange” li tapîrî kir. (2) Armanca piranîya van “vegotinan” ew bû ku li vê rastîya nû û fantastîk serwext bibin, û piranîya caran wekî raporên mîsyonerên jesuwît, daxwazeke sîyasî û guhertina dînî li pişta wan bûn -yan jî carinan bi awayekî bêhtir nesir- agahî didan bazirganên heqdestê wan dayî. Çawa ku em li cem Jean de Léry dibînin, vê yekê pêşî li hizra “etnografîk” ya li ser “yên din”ên wî yên ku wî vedîtin, negirt. Hevçaxê wî Michel de Montaigne ev yek di Ceribandina xwe de wê dirêj îfade bikira: “Gerîyan, rêwîtî bi min wekî karekî bi qezenç xuya ye. Herçî hiş e, ew daimî mijûl e bi hisîyana bi tiştên berê nedîtî û nû ve, û ez tu dibistana çêtir nas nakim ji bo avakirina jîyanê ji bilî bê navber mirov pirengîya hem jîyanên din, hem jî fikr û adetên din dayne ber çavên xwe.

Di sedsala 18an de rêwîtî piranîya caran dikeve kirasekî nû, yê ku em jê re dibêjin “dewra mezin”, seyahetnameyeke li Ewropayê, û nexasim li Îtalyayê ya hînker û li dinyayê vekirîye. Charles de Montesquieu sê salan li Awustirya, Macaristan, Îtalya û Îngilistanê gerîya. (3) Û têbînîyên xwe nivîsîn -bi piranî terîfa peyker, muze û panaromayan- karê wî yê pêşî gava digihîşte deverekê wekî ku dîyarkirina devera herî bilind be xuya dikir, da ku biçe serê wê deverê û ji wir behsa tiştên dibîne bike. Lê belê, ev çûn û hatina di navbera ya terîfker û ya şexsî, agahdarker û samîmî de di nava sedsalê de zelaltir bû û vê yêkê wê cureyê heta roja me ya îro dîyar bikira. Lawrence Sterne ê îngilîz, vê yekê li çavdêrîyalixwe (introrespektîf) a xeyalî vedike û rêwîtîya xwe ya hisî ya seranserê Fransa û Îtalyayê vediguherîne romanê (1978, Tristram, 2018). Jean-Didier Urbain weha dewam dike: “Vegotin ji serwextbûnê ber bi serpêhatîyên hisî, ber bi kifşkirina yê din ve li ba dikeve, gava vê dike jî ser xizaneya tiştên negotî, nexasim jî yên cinsî digire.” (4) “Rêwîtîya hisî” wê bibûya cureyekî bi serê xwe, ku gelek jinên xwende wê ew xêz bikirana, wekî femînîst û fîlozofa sîyasî ya mezin Wollstonecraft. Wê di demeke nêz de vî cureyî xwe bikira ji malê û xwe wêjeyî bikira.

Ev beridîna girîng nexasim ji sedsala 19an û pê ve qewimî. Gelo divê em vê derketina holê bi François-René de Chateaubriand bidin destpêkirin? Bi herhalî ev vîkontî hin qaîdeyan bi cih dike: têvlîhevkirina çavdêrîyalixwe û terîfkirinê, tiştên efsanewî yên dûr, liberhevgirtinên etnolojîk û hizirînên fîlozofîk vegotina wî cîla dikin. Ew cure wê carinan bi sîrenên din mirarî bibûya: ewên fablkirinê, yên pêdivîya bi vegotina wê tişta ku ne mimkin e wê dîtibe. Bi vî awayî pisporan di terîfkirinên navdar ên peravên Mîsîsîpîyê de gelek şaşî dîtin, hemanên perava çepê li alîyê rastê bûn (Voyage en Amérique -Rêwîtîya li Emerîkayê-, 1827). Gava mirov bide ber hev bi Itinéraire de Paris à Jérusalem -Guzergeha ji Parîsê heta Qudsê- (1811) mirovî dikenîne; ev kitêb berhevokeke têbînîyan e ya ku xizmetkarê wî Julien li pey xwe hiştîye. Li wê devera ku François-René xwe wekî heyranekî çandên antîk û şûnwaran nîşan dide, Julien behsa patronekî dike ku bi leza herî zêde ji deverekê diçe devera din, bêyî ku li wir bimîne û yek kula wî tenê heye: bi awayê herî bi lez li Nathalie de Noailles vegere, wê jina ku soz daye wî, piştî rêwîtîya wî bibe ya wî (Œuvres romanesques et Voyages –Berhemên romanesk û rêwîtî-, Gallimard – La Pléiade, 1969). Serredaktorê kovara Long coours Tristan Savin ji me re rave dike, “Ji sedsala 19an ve çar perîyodên mezin hene. Kaşif (Gustave Flaubert ê diçe Qudsê, Théophile Gautier yê diçe Stenbolê) xwe li nav serpêhatîyan dixin ji Afrîkayê heta bi Çînê yan jî Japonyayê, paşê, ji bo efserên artêşa deryayî Victor Ségalen û Pierre Loti: ev sedsala mezin a orîyantalîzmê ye ya ku ji xêzkirina resmê heta bi mîmarîyê berê wê dê fireh bibûya. Piştre wê nivîskarên romanên rêwîtîyan îlham dayî wan, André Malraux û Joseph Kessel bihatana.” Girîng e mirov bibîne ku jin jî hene: Alexandra David Neel a xwende diçe Moxolistan, Sikkim [li bakurê Hindistanê, têbînîya wergêr], Tîbet (Voyage d’une Parisienne à Lhassa -Rêwîtîya parîzyenekê li Lhasayê-, 1927, li cem weşanên Pocket peyda dibe, 2018) , Isabelle Eberhardt li Cezaîrê digere, Ella Maillart diçe Qafqasya û Efxanistanê (La voie cruelle -Rêka xeddar-, 1939, Payot, 2016). Jinên maceraperest, zana, hin caran mîstîk jî hem harîqulade dinivîsin û hem jî hez ji serpêhatîyan dikin ku wan ber bi wê yekê ve diajo ku ew bi dildarî sînorên ji rêuresmê qebûl nekin, û wan daf bidin.

Li gorî Savin, “li pey wan nifşekî nivîskaran ên bêhtir çavdêrlixwe tê: Jacques Lacarrière, Jean-Paul Kaufmann, Jacques Meunier.” Piştî ku hêdî hêdî tevahîya “erdên nenas -terra incognita-” yên nexşeyan ji holê rabûn yan jî hema hema ji holê rabûn, wêjeya yên gerok, pîveran ji nû ve zêde bû, nîşana serdemeke ku bi nirx û qîmetê hêdîbûnê dihise. Nivîskarê Les écrivains randonneurs –Nivîskarên digerin- (Omnibus, 2013) Antoine de Baecque dibêje, “Di destpêkê de meşvanên mezin Rousseau, Hugo, Dumas hebûn, carinan Flaubert li bejahîya gundewaran bi Maxime Du Camp re dimeşîya, Stevenson bi kera xwe li Cévennesê... Piştre wêjeyeke qehremanîyê bi pêş ket. Nivîskarên sedsala 19an meş ber bi lîmîtên herî kevîyê ve birin û behsa teknîkên xwe kirin: mirov çawa herî zêde karîger, xwegir be. Piştre, di nîvê duyê yê sedsala 20an de ji nû ve cureyê bêhtir wêjeyî xwe da der, Jacques Lacarrière, Bernard Ollivier yan jî Jacques Lanzmann ji stûnên wê ne. Meş tesîrê li şêwazekî nivîsê dike: tevgereke hêdîkatir, rîtmeke din, alîyekî hîpnozker. Ev tecrûbeyeke di hinavê mirovan de ye, ev di heman demê de naskirina êşeke dîyar e. Gava ku bawerî bi erebe û balefirê nehat hiştin, meşvan ji nû ve dibe rengekî qehremanê hevçax.

Ji bo hevnivîskarê Manifeste pour une littérature voyageuse -Manîfestoya ji bo wêjeyeke rêwîtîyê- (Complexe, 1999) nivîskar jean-Luc Coatalem, eva dawîyê, tevî ku “îştaha xelkê” sebeba wê ye, berîya her tiştî “wêjeyeke tenêtîyê ye: zilamek, welatek, serpêhatîyek, hevdîtinek... Mekanekî mîmetîk ê ku ferz dike xwe zêde bike. Rêya herî baş a ber bi xwe ve, yê din e. Nîvîskarê rêwî ji şemayan derdikeve û rûbirûyî wê tiştê dibe ku ne ya wî ye. Ya ku bala min dikişîne ji menzîlê bêhtir rêwî ye. Ya ku di nava wî de ya ji nivîsê û wê de. Divê ew dandestpêkirina tiştekî be, ne vegotina qehremanîyeke fizîkî...

Bêguman swîsreyîya fransîaxêv Nicolas Bouvier (1929-1998) nûnera herî balkêş a vê wêjeyê ye ku herî baş ev hevoka navdar wê îfade dike: “Mirov bawer dike ku wê rêwîtîyekê bike, ne dûr lê nêzîk, rêwîtî we çêdike yan jî xira dike”; ev hevok ji ber L’usage du monde -Adeta dinyayê- (1963, Quarto 2004) hatîye girtin, ew veguherî hevoka jibergirtî ya herî bi qîmet ji bo wan kesên ku dinya ji xwe re kirin mala xwe.

Îro roj, ev cure tîcarî hatîye bicihkirin, sembola wî serketina Sylvain Tesson e ji Dans les forêts de Sibérie -Di daristanên Sîberyayê de- (Gallimard 2011) heta bi La panthère des neiges –Pilingê berfê- (Gallimard, 2019). Savin li ser meseleyê weha dewam dike: “Hewaya wî ya bi sir û raz tam ji wê tê ku ew bi hemdê xwe, xwe ji tevahîya şemaya romanesk dûr dike, heta îdîa dike ku jê nayê yekê binivîse. Ew tiştên dixwîne jî têkelî vegotina xwe dike: şiir û fîlozofî. Xwendevanê wî vê yekê hem baş nivîsandî û aqilane dibîne, hem jî bi temamî di nava pêla ekolojîk de bi xurtî bicihbûyî.” Li dora wî hejmara nivîskaran zêde dibe: bêguman kêmtir qîmet bi vedîtina dinyaya ku xwe zêde demokratîk kirîye hatîye dayîn; ew xwe diavêjin nav henekan û henekêxwebixwekirinê, eynî wekî Julien Blanc-Gras ê ku di Briser la glace -Şikandina qeşayê- (Paulsen, 2016) de rêwîtîyeke bi keştîyê ya ber bi Gronlandê ya di gemîyeke hunermend tê de dimînin, vedibêje; ew agahîyan dide û hizrên xwe li ser guhertina avhewayê belav dike bi rêya portreyan û vegotin kêfoyî dibe bi tişta tê serê wî.

Ev hez û daxwaza bi her kesî danasîna serpêhatîya xwe gelo wê her kesî aciz bike û bi kêmanî gelo Birêz Perrichon wê bixwaze ji tevahîya dinyayê re tama qehremanîyên xwe bibêje? Çend weşanxane li ser vê beşê bûne pispor. Ji bo rêvebera yekê ji wan weşanxaneyan Arthaudê, Valérie Demeige, “Vegotina rêwîtîyên xwe, veguherî hezeke pir xurt. Gelek destxet ji me re tên. Lê belê mixabin piranîya wan wekî kamerayên polaroîd in: ya rastî ew behsa tu tiştî nakin. Pêdivîya nivîskarên wan bi vê qutbûnê heye, lê ya ku ew jê digirin tenê adîbûneke mutleq e.” Carinan dîsa jî... Les routes de la vodka -Rêyên votkayê- wekî destaneke jê tê hezkirin li Rûsyayê ku nivîskarê wê Nicolas Legendre (2019) e, bi posteyê hat û ew dengê ku wê cihê dike pê re hebûye. Dumeige weha dewam dike: “Nivîskarên bi rastî, xwedîyê wê nivîsa cografî ne. Ew hewl didin ku mekan bikin vektora avaker a dolabeke romanesk. Stendhal ji bo romanê digot, ew neynikeke ku mirov li ser rê bi xwe re digerîne. Vegotina baş a rêwîtîyê, ha ev bi xwe ye.

Serketin ewçend mezin e ku fikir dibe markayek. Festîvala “Rêwîyên metelker” a Saint-Malo xwe li ser vê wêjeyê ava kir û gelek kitêbfiroş refekî xwe jê re vediqetînin. Ya ku divê em hîna pê zanibin, gelo ya ew derdixin pêş tûrîzm e, qehremanî yan jî meşa samîmî ye. Nicolas Bouvier ya lazim di Le Poisson-scorpion –Masî-dûpişk– (Folio) de nivîsî: “Mirov ne ji bo ku xwe bi egzotîzmê û anekdotan wekî dareke Noelê tijî bike, rêwîtîyê dike, lê belê mirov rêwîtîyê dike ji bo ku rê mirovî bipirtikîne, di ava paqij werde, biguvêşe, bike ku mirov bibe wekî yekê ji wan destmalên bi dermanê cilan hatine spîkirin û bi beriqîneke bi sabûnê şûştî li kerxaneyan hatine raxistin.”

* Rojnamevan

(1) Binêhêre li, Jean-Didier Urbain, L’envie du monde (Kêfa dinyayê), Bréal, Rosny–sous–Bois, 2018 (Çapa 2yê).

(2) Jean de Léry, Histoire d’un voyage fait en la Terre du Brésil, autrement dite Amérique (Çîroka rêwîtîyeke li erdên Brezîlyayê, bi navekî din Amerîkayê kirî), (1578), li ser malpera Gallica peyda dibe. Herweha: Formata kitêba piçûk, Parîs, 1994.

(3) Montesquieu, Œuvres complètes (Temamê berheman), berga 10ê, Classiques Garnier, Parîs, 2012.

(4)Îfadeyên nivîskarî berhevkirî.

 

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya