Ji niha ve!

Çi dibe bila bibe di hefteyên pêşîya me de, krîza vîrusa koronayê dê bibe endîşeya yekê ya cîhanî ya jîyana merivî: ew dê zûbizû jibîr jî neçe. Heke ku ne bitemamî jî be, berpirsên sîyasî naçar in ku hisabê vê yekê jî bikin.
.

Translator

Gava ku em vê trajedîyê li pey xwe bihêlin, gelo her tişt wekî berê dê ji nû ve dest pê bike? Ev sîh salî bû, her krîzê hêvîyeke bêmentiq a vegerîyana li mentiqî, carekê rawestîyan û heşê xwe dana serê xwe bi xwe re mezin kir. Me, hepiskirin paşê berevajîkirina dînamîkeke sosyopolîtîk ku her kes karibe di encamê de rîyên girtî û tehdîdan hisab bike xeyal kir. (1) Hilweşîna borsayê ya 1987an dê gurkirina xwemalîkirinê bi xwe re bianîya; krîzên dravî yên 1997 û yên 2007-2008an jî wê cîhanîkirina bextewer bi ser pîyan xistana. Qet jî wekî dihate pêşbînîkirin nebû.

Êrîşên 11ê îlonê di wexta xwe de fikrên rexnekirina xurûra amerîkî û jixwepirsîna mixabin pirsên wekî “çima ji me nefret dikin?” derxistin pêş. Lê vê yekê jî zêde dom nekir. Her çend ku ev bîr û hizir li ser rêyeke rast pêş diketin jî, tevgera van fikran qet jî têra jihevxistina van makîneyên karê şeytên nedikir. Her dem divîya meriv destê xwe biavêta wan. Wê gavê ya baş ew e ku meriv ne girêdayî birêveberên berpirsîyarê felaketê be, her çiqas ku ev agirpêxer zanibin xwe şinik bikin, pêketina agir ragihînin, îdia bikin ku ew hatine guhertin jî (Gotara Renaud Lambert û Perre Rimbert a li hember bixwîne). Bi taybetî jî dema ku jîyana wan bixwe –wekî ya me– di xeterê de be.

Piranîya kesên wekî me, ne rastarast şer dîtine, ne derbeyên leşkerî û ne jî teqelêkirin dîtine. Tevî vê jî, di dawîya adarê de, li dor sê milyar niştecî ji niha ve di malê xwe de girtî mane û gelekên wan di bin şert û mercên ku meriv nikare tehemil bike de ne; piranîya wan ne nivîskar in ku li dor mala xwe ya li pesarekê çavdêrîya vebûna kulîlkên kamelyayê bikin. Çi dibe bila bibe di hefteyên pêşîya me de, krîza vîrusa koronayê dê bibe endîşeya yekê ya cîhanî ya jîyana merivî: ew dê zûbizû jibîr jî neçe. Heke ku ne bitemamî jî be, berpirsên sîyasî naçar in ku hisabê vê yekê jî bikin.

Hîn zêde wext di ser re derbas nebûye Yekîtîya Ewropayê ragihand ku mercên xwe yên budceyî “bitevayî rakirine”; serokomar Emmanuel Macron reforma xwe ya xanenişînîyê ku dê neheqî li xebatkarên nexweşxaneyan jî bikirana bi paş de xist; Kongreya DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) biryara şandina çekekê [pere] ji hemî amerikîyan re girt. Lê di wexta xwe de, berî niha kêm zêde li dor deh salan, ji bo sîstema xwe ya di tengasîyê de rizgar bikin, lîberalan li ser bilindkirina asta deynkirinê bi awayekî nedîtî, teşwîqeke darayî, neteweyîkirina bankayan, ji nû ve kontrolkirina qismî ya sermayeyan li hev kiribûn. Paşê jî, sîyaseta nava xwe guvaştinê derfeta bi şûn de girtina tiştê ku berê di cîhana “çî min jê” de dev jê berdabûn da wan. Herweha jî bidestxistina hin “pêşketinan”: karker û karmend dê demeke dirêjtir û bêtir, di bin mercên zor û neewle de bixebitîyana; “veberdêr” û rantxweran dê kêmtir bac bidana. Ji ber vê bi şûn de vegerîyanê, dema ku nexweşxaneyên wan ên giştî ango mîrî yên di rewşa tengasîyeke diravî de bûn, li dermanan digerîyan û çavdêrîya vegera nexweşîyên ku bawer dikirin wendabûne dikirin, Yûnanîyan xeraca herî giran dan.

Bi vî awayî, di destpêkê de yê ku rîya diçe Șamê nîşanî me dida dikaribû me bibe ser “stratejîya şokê” jî. Di 2001ê de, di saeta li pey êrîşa li ser navenda bazirganîyê ya cîhanê de, şêwirmenda wezîrekî birîtanî nameyek şandibû ji karmendên payebilind ên wezareta xwe re, digot: “Îro tam roja wê ye ku em hemî tedbîrên pêdivî bigrin û bêyî ku haya kesî jê çêbibe, bêpêjin derbas bikin.” Helbet ew li sînordarkirina berdewam a azadîyên gelêrî ya bimaneya têkoşîna li dijî terorîzmê, şerê Iraqê hîn bêtir û malwêranîyên bêjimar ku dê vê biryara anglo - amerîkî bi xwe re bianîyana qet nefikirîbû. Piştî vê bi bîst salan, helbet nedivîya ku meriv şair an pêxember be ji bo “stratejîya şokê” ya ku pêk dihat texmîn bike.

Di encamê de “Li mala xwe bimînin” û li wir jî “dûrî hev bimînin”, tevayîya xweşsohbetîya me di bin metirsîya serûbinbûna dijîtalkirina bilez a civata me de maye. Acîlîyeta tendirustîyê, pirsa zanîna gelo jîyaneke bê înternet mimkin e, dê ya hîn bêtir bêne rojevê, ya bitevayî ji rojevê derxe. (2) Jixwe êdî divê herkes belgeyên nasnameya xwe bi xwe re bigerîne; di demeke nêzîk de telefoneke destî dê netenê bikêrî me bê, herweha jî bikêrî kontrolkirina meriv bê. Û madem perên hûr û yên kaxezî jêdereke potansîyel a ji hev vegirtina nexweşîyê ye, kartên bankê dikarin bibin misogerîya tendirustîya giştî û dê derfeta lîstekirin, qeydkirin û arşîvkirina her tiştekî ku em bikirin jî bidin. “Krêdîya civatî” wekî ya çînîyan an ya “kapîtalîzma çavdêrîyê”, paşdemayîna dîrokî ya mafê nayê dewrkirin ê nehiştina şopa derbasbûna xwe dema ku meriv tu qanûnê bin pê neke, ji xeynî matmayîneke wekî ya naşîyekî negîhaştî bêyî ku li reaksîyoneke din rast bê, di heşê me û jîyana me de bicih dibe. Berîya vîrusa koronayê jî, jixwe êdî nemimkin bû ku meriv bêyî rewşa xwe ya medenî dîyar bike li trênekê siwar be; li ser înternetê hesabê xwe yê bankê bikaranîn dîyarkirina nimara telefona meriv a destî ferz dike; gerîyan girtina fîlmê meriv misoger dike. Bi krîzâ tendirustîyê jî, gaveke din hate avêtin. Li Parîsê, dron ango balafirên xeyalet çavdêrîya herêmên qedexekirî dikin; li Korêya Başûr, dema agirê laşê hevwelatîyekî jîyana giştî ya civatê dixe xeterê hisker karbidestan hişyar dikin; li Polonyayê, hevwelatî di navbera bicihkirina sepaneke li malê mayînê di telefona xwe de yan jî di seredaneke nepayî ya polîsî de divê tercîha xwe bikin. (3) Di demên felaketan de, cîhazên çavdêrîyê yên bi vî awayî bigiştpirsîyê çêdibin. Lê piştî mercên ku wan derdixin holê ji navê radibin jî ew her li jîyanê dimînin.

Serûbinbûnên aborî yên ku derdikevin holê bixwe jî cîhaneke ku azadî lê kêm dibin bihêztir dikin. Ji bo meriv xwe ji her cûre vegirtina nexweşîyê biparêze, di asta cîhanî de bi milyonan bazirganîyên xurekan, qahwexane, salonên sînemayê, pirtûkfiroşî hatin girtin. Lê ev hinekî jî ji ber ku servîsa wan a teslîmî malêkirinê û şansê wan ê frotina li ser tora înternetê tunebû. Piştî ku krîz derbas bibe, gelo çend ji wan dê dîsa karibin vebin û wê di çi halî de bin? Helbet, wê bazar ji hûtên belavkirinê yên wekî Amazonê re, ku li gel 150  000 “hevkar”ên xwe amadekarîya bi sedhezaran îmkana karê şofêrîyê û karkerîya destî jî dike, yan jî Walmartê re xweş bibe. Ma kî ji wan pê ve zewq û tercîhên me baştir dizane? Maneya xwe, krîza vîrusa koronayê dikare dubarekirineke giştî ya tedbîqata ji hev belakirina kozikên dawîn ên berxwedana li dijî kapîtalîzma dijîtal û hatina ser desthilatê ya civateke bêtêkîlî be.(4)

Bi kêmanî, heke deng, jest, partî, gel û dewlet vê senaryoyê ku ji berê de hatîye nivîsîn têk nedin. Meriv gelek caran dibihîze ku hinek dibêjin: “Sîyaset ne karê min e!” Heta roja her kes têbigihê ku tercîhên sîyasî, ne yên bijîşkan mecbûr dikin ku nexweşan ji hev cihê bikin da ku han bidin hinekan rizgar bikin û hinekan jî gorî bikin. Rewşa me gîhaştîye vê derecê. Rewş li welatên Ewropaya Navendî, li Balkanan an jî li Afrîkayê hîn zelaltir e, ku bi salan e, dibînin merivên wan ên di warê tendirustîyê de dixebitin koçî welatên kêm tehdîd dibin, yan jî aborîya wan baştir dibe dikin. Li wan deran jî, qanûnên xwezayî qet nedihatin cihbicihkirin. Îro, bêşik, em baştir ji vê yekê têdigihên. Li malê mayin, herweha jî dema ku her yek ji me rawest e, kumê xwe dêne ber xwe û heşê xwe bide serê xwe ye...

Bi tasewasa tevgerîyanê. Ji niha ve. Ji ber ku, berevajî tiştê ku serekomarê fransiz pêşnîyar kiribû, êdî qet ne pêdivî ye “meriv modêla pêşketinê ya ku cîhana me daye ber xwe bide ber lê pirsînê.” Her kes bersiva vê yekê dizane: divê em wê biguherin. Ji niha ve. Madem ku “em parastina xwe ji hinekî din re bihêlin dînîtî ye”, wê gavê divê em dev ji duçarbûna stratejîk a ji bo mihafezekirina “bazareke serbest û xirabnekirî” berdin. Birêz Maqron “biryarên devjêberdanê” ragihandin. Lê ew dê qet yên ku xwe li ser me ferz kirin negire. Ne tenê rakirina ser refê ya ji bo demekê, betalkirina bitevayî ya peymanên ewropî û lihevkirinên bi hev guhastinên serbest ên ku serwerîya neteweyî di ber xwe de feda kirine û reqabet ji xwe re kirine nirxê bitenê. Derhal, ji niha ve. Her kes êdî dizane ku bedelê emanetkirina zincîrên tedarikkirinê yên li çar alîyên cîhanê belavbûyî ku bê stok bi milyonan maskeyên tendirustîyê û berhemên dermankirinê ji welatekî di tengasîyê de ye re, ku jîyana nexweş û xebatkarên nexweşxaneyên wî, belavker û kasîyerên wî pê ve girêdayî ye çi ye. Herweha em gişt dizanin, ku duçarbûna bêdaristanbûnê, neherêmîbûnê, kombuna gelaş û tiştên avêtinê, cihguhastina bêrawestan Paris her salê pêşwazîyê li 38 milyon tûrîstan dike, ku ji hivdeh caran bêtir li ya niştecîyên wê ye û gişt pê kêfxweş dibinli dinyaya me bi çi dibe mal.

Êdî parastin, hawirnasî, wekhevîya civatî û tendirustî hemî bi hev ve girêdayî ne. Ew pêkhatên kilîtên hevalbendîyeke sîyasî ya li dijî kapîtalîzmê pêk tînin, ku ji bo xwe ji niha ve ferz bike jî, têra xwe bihêz e û tenê bernameyeke ji sîstemê veqetyanê jê re divê.

 

(1) Serge Halimi, «Le naufrage des dogmes libéraux / Noqbûna dogmayên lîberal» û Frédéric Lordon, «Quand Wall Street est devenu socialiste / Dema ku Wall Street bibe sosyalîst» bixwîne, Le Monde diplomatique, bidorê çirîya pêşî ya 1998an û çirîya pêşî ya 2008an.

 (2) Julien Brygo, «Peut-on encore vivre sans Internet   ? / Gelo hîn jî em dikarin bêînternet bijîn?» bixwîne, Le Monde diplomatique, tebaxa 2020ê.

(3) Li Samuel Kahn, «Les Polonais en quarantaine doivent se prendre en selfie pour prouver qu’ils sont chez eux / Polonîyên di karantînayê de ne, divê selfîyên xwe bigrin ji bo îsbat bikin ku li mala xwe ne» binêre, Le Figaro,  24ê adara 2020ê.

(4) Li Craig Timberg,  Drew Harwell,  Laura Reiley  û Abha Bhattarai, «  The new coronavirus economy: A gigantic experiment reshaping how we work and live / Ekonomiya nû ya koronavîrusê: Tecrûbeyeke gelek mezin a ku ji nû ve şikil dide awayê xebat û jiyana me» binêre, The Washington Post, 22ê adara 2020ê.

 

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr