Nasîna Jenosîda Ermenîyan a 1915an tê çi wateyê?

Senatoya Amerîkî Axırê Bıryara Xwe Da

Jinosida-Ermeniyan-1915

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Kobanî, “Ev biryar, dê dagirkirina Rojava û qetilkirina gelê kurd ya ji alîyê Tirkiyeyê ve bide rawestandin. Biryardayîn û nasîna senatoya DYAyê ya jenosîda ermenîyan, peyameke vekirî ye ku dê di sedsala 21ê de êdî kampanyayên bi vî rengî yên qirkirinan ne pêkan bin.''

.

Translator

Jinosida-Ermeniyan-1915

Li Amerîkayê, piştî Meclîsa Temsîldaran, Senatoya DYAyê jî di 12ê çileya pêşî ya 2019an de ''Gelaleya Jenosîda Ermenîyan'' bi yekdengî qebûl kir. (1)

Bawerîya kesên ku li ser navê Tirkîyeyê xebatên lobîyê didan meşandin ew bû ku, dê ev biryara gelaleyê (pêşniyaz) tersî kongreya ku piranîya wan ji demokratan pêk dihat, di senatoya ku axlebê wan muhafezekar bûn de derbas nebe. Lê tam tersî wê qewimî. Gelale, di senatoyê de bi piranîyeke zêde ya dengan hat pejirandin. Di kongreya 29ê çirîya pêşî de, li hember 11 dengên neyînî 405 dengên erênî hatibûn bikaranîn. Lê di senatoyê de, ji 100 endaman tu kes li hember vê biryarê derneket.

Yek ji ferqa herî girîng ya vê biryarê, ji biryara ku ji parlamentoyan derbas bûbûn jî ew bû ku, ne tenê Împaratorîya Osmanî herweha Komara Tirkîyeyê jî wekî berpirsiyarê qirkirina ermenîyan dihate dîtin bû.

Cudabûneke din jî ew bû ku, ev biryara qirkirinê, ne tenê li dij gelê ermenî, herweha wekî kampanyayeke giştî ya li hember rûm, suryanî, asûrî, keldanî, aramî, maronî û filehên din jî hate destnîşankirin.

Bêguman biryarek e ku dereng hatibû girtin û diviyabû berîya sed salan bihatana girtin. Lê ne tenê ji alîyê têkoşîna dadmendîyê ya gelê ermenî ve herweha ji alîyê têkoşîna demokrasîyê ya cîhanî ve jî serkevtineke moralê ye. Ji ber vê yekê jî, divê ew kes û dezgehên ku keda wan di girtina vê biryarê de hebûne bêne pîrozkirin.

Çawa ku Almanya di 1915an de hevalbenda Împaratorîya Osmanî bû û biryara 'Nasîna Qirkirinê' girt û Tirkîye ji alîyê berpirsîyarîya vê karesatê ve tenê hişt û ev pêşveçûn xala werçerx bû, biryara senatoya DYAyê jî di qada navneteweyî de ji bo dîplomasîya înkarê ya Tirkîyeyê bû hezîmetek.

Piştî vê yekê, pêşî lê vebû ku ev têkoşîn êdî di qadên hiqûqî û siyasî de hîn bi awayeke xurttir bê rojevê û nîqaşkirin.

Kêr gihîşt hestî

Baş e, lê gelo çi qewimî ku Gelaleya Qirkirina Ermeniyan ku bi dehan salan bû ku vegerîyabû çîroka mahr û bi saya her cure bazarî û hewildanên lobîyên Tirkîyeyê rê li ber hatibû girtin, ji nişka ve çareser bû?

Hema bê her sal di 24ê nîsanê de dihate meraqkirin, ka gelo dê ev gelale ji parlamentoya DYAyê derbas bibe û ji bo qirkirinê çi têgeh bê bikaranîn. Vê rewşê ne tenê wezareta derveyî, herweha hemû sîyasetvanên tirk derbasî alarmê dikir û di her carê de jî bi encameke ku Tirkîye jê bextewar bimîne bi dawi dibû.

Vê carê wisa çênebû. Û ev biryar ne di 24ê nîsanê de, di mêjûyeke din de û bi minasebetek din hate rojevê û bi îtîfaqa temsîldarên hikûmet û muxalefetê hate qebûlkirin. Li vê derê, bê guman helwest û vegotinên li dij Amerîka û Rojava yên serokayetîya Tirkîyeyê ya di bin desthilatdarîya Erdoğan de ye rol leyîst. Tirkîyeyê berê xwe da Rûsyayê, li hember dijderketinan israr kir ku fuzeyên S400 bikire, zor da îtîfaqa xwe ya bi NATOyê re, ambargoya li hember Îranê bi rêya bankayên xwe qul kir û bi vî awayî rastî xezeba sîyaseta amerîkî bû.

Lê yek ji sedemên sereke yên dawî jî ew bû ku, Tirkîye, ji ber polîtîkayên xwe yên qirkirinê tu carî tûşî hesabdayînan nehatibû. Herweha tevgera dagirkirina ''Rojhilatê Feratê'' ya bi navê “Barış Pınarı”(Kanîya Aştîyê) jî acizîya li hember Tirkîyeyê zêdetir kir.

Birêveberîya Trump, di pêvajoya xebatên xwe yên hilbijartinê de soz dabû ku leşkerên xwe yên li Sûrîyeyê vegerîne malên xwe û dawî li vî şerî bîne. Li bendê bû ku DYA xwe ji Sûrîyeyê vekişîne, lê ne ewqas zû. Hele hele bêyî ku sîwaneke parastinê ya siyasî û leşkerî ji bo hêzên HSDyê ku xwedî rêveberîyeke kurd e bide rûniştandin.

Trump û Erdoğan, dûre bi rêya telefonê axivîn û Amerîkayê bi şert destûr da ku Tirkîye li Rojava bi navê ''herêmeke tampon' an jî 'herêmeke parastî' qadeke dagirkirî ava bike. Vê yekê jî li Amerîkayê rê li ber vekir ku rayagiştî bertekan nîşan bide. Ji ber ku Trump şûna ku ji bo mitefîkên xwe yên kurd parastineke sîyasî ava bike ew û Tirkîyeya ku wan wekî dijmin dibîne û bi awayeke biryarmend dixwaze wan tune bike re rû bi rû hiştibû.

Tersî rêveberîya Trump, Meclîsa Temsîldaran biryar da û anî rojeva xwe ku li hember Tirkîyeyê serî li hin mueyîdeyan bide. Loma difikire ku mînakên wekî dagirtina Rojava û Afrînê ya dewleta tirk, dê rê li ber guhertina demografîk ya herêmî veke û bi xwe re paqijîyeke etnîkî bîne.

Di demeke weha de hatina rojevê û pejirandina 'Gelaleya Qirkirina Ermenîyan' û peyikandina zextên sîyasî yên li dij Tirkîyeyê, nîşana wê yekê ye ku di têkilîya navbera xwe de qetîna ben girtine ber çavan. Ji alîyê din ve, hişyarîyeke ji bo dewleta tirk ku çawa di 1915an de ev qirkirin li hember ermenîyan pêkanîbe dikare îro jî li hember kurdan serî li qirkirinekê bide û paqîjîyeke etnîkî wekî armanc danîbe pêş xwe.

Bi girtina vê biryarê ya parlamentoya DYAyê re, di serî de li gor berdevkên karên derve yên Tirkîyeyê û her cure sîyasetmedarên wan, ev helwest li hember Tirkîyeyê wekî tercîhkirina YPG-YPJyê hate hesibandin ku ew bi xwe wekî 'terorîst' bi nav dikin.

Nîtekîm Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Kobanî ev biryar weha nirxand: Ev biryar, dê dagirkirina Rojava û qetilkirina gelê kurd ya ji alîyê Tirkiyeyê ve bide rawestandin. Biryardayîn û nasîna senatoya DYAyê ya qirkirina ermenîyan, peyameke vekirî ye ku dê di sedsala 21ê de êdî kampanyayên bi vî rengî yên qirkirinan ne pêkan bin.'' (2)

Em hêvî bikin ku ev biryar bi qasê ku ji bo Tirkîyeyê tirsende be, ewqas jî ji bo civaka navneteweyî li hember nîyetên Tirkîyeyê yên guhertina demografîyê, berbelavbûnê, bidestxistina xakên din û paqijîya etnîkî jî hişyardêr be.

Gagrule

Piştî vê çi dikare biqewime?

Li hember fikra ku hîn Trump ev biryar pesend nekirîye û dê encameke hiqûqî jê dernekeve; Prof. Taner Akçam, vê pêşveçûnê wekî ''werçerxeke dîrokî'' dinirxîne û dibêje ku bi vê biryarê re êdî dawî li serdemekê hat û yeka nû dest pê kir.

Akçam weha didomîne: “Ev biryar, bi pergala hiqûqî ya amerîkî ve girêdayî ye. Gelaleya li ser qirkirina ermenîyan, hem li Senatoyê û hem jî li Meclîsa Temsîldaran yek bi yek hate qebûlkirin. Bi vî awayî, ji sê nigên hikûmeta amerîkî duduyê wan bi awayeke fermî ev qirkirin qebûl kirin. Nigê sêyem yê hikûmetê jî Qesra Spî ye. Qesra Spî, vê qirkirinê qebûl neke jî, ji ber ku ji sê organan duduyê wan qebûl kiriye, ev jî tê wateya nasîneke fermî. Hiqûqnas, li ser meseleyê hemfikir in. Ango, li meydanê biryareke ku girêdana wê ya hiqûqî heye mewzûbahîs e. (3)

Hûrgilîyeke teknîkî ye lê, tişta ku ji parlamentoyê derbas bûyî 'biryar' e, ne 'zagon' e. Ji ber ku ne zagon e jî, hewcedarî bi pejirandin an vetoya serok nîne.

Li gor vê yekê, encamên dozên ku şexsîyetên xwedî erkên fermî û taybet yên ermenî li dij dezgehên tirkî an Tirkîyeyê vekirî, bi îhtîmaleke mezin dê li dadgehên amerîkî bi awayeke erênî bên pêşwazîkirin xurttir dike. Ji ber ku berê di hiqûqa amerîkî de bûyerên 1915an wekî biryareke qirkirinê nehatibû naskirin, dadgehan ev doz bi hêsanî piştguh dikirin. Ji ber ku li gor hiqûqa hundirîn ya amerîkî, li hember ew şirket û dezgehên ku têkilîya wan bi vî welatî re heyî, tevlî sûcên li dij mirovahîyê bûyî û qezenceke neheq bidestxistî, li hember van şirket û dezgehên li derveyî welêt jî dikare doz bêne vekirin.

Bi biryara parlamentoyê re, 1915 wekî qirkirin hate pejirandin, bi vî awayî şertê hiqûqî jî peyda bû û di vê rewşê de jî, zagona 1976an ku mafê hikûmranîya dewletên biyanî diparast, dikare bê tesîr bîmîne.

Prof. Taner Akçam, li ser vê meseleyê jî weha dibêje: ''Xuya ye ev pirsgirêk jî ji holê radibe. Meseleya şirket an hikûmetên bi rêya cînayetan qezenceke neheq bidestxistî, di serî de meseleya mulkîyetê ye. Ango, di mînaka me de, ew kesên ku bi neheqî dest danîne ser malên ermenîyan, di vekirina van dozan de dê sedema herî girîng be. Yek ji taybetîyên hiqûqa amerîkî jî ew e ku îmkan dide ''dozên komî'' jî. Li gor vê şêwazê, ku wekî Class actiontê binavkirin, heger yek kes jî di doza xwe de bi ser bikeve, ev yek rê li ber vedike ku bi awayeke otomatîk bi hezaran kesên wekî wî/wê jî heman encamî bi dest bixin.''

Divê em destnîşan bikin ku heger dadgehên amerîkî rasterast dest bavêjin vê meseleyê û biryarên erênî bigirin, wê demê barên giran yên tazmînatê an divê bêne razandin an jî hewcedarî bi lihevhatinekê çêbibe. Hêzeke dadgehan ya ku di vî warî de serî li sizan (zextan) bidin heye.

Xaleke din a ku bi qasî dadgehên tazmînatê girîng e jî ew e ku, êdî ev mesele ji qada bi dîplomasîya 'derew û înkarê' an jî bi rêya şantaj û bazarîyê derketîye. Rewşa nû êdî rê li ber platformeke hîn rasteqîn, aştîyane û polîtîkayên demokratîk vedike.

Dibe ku ev yek ji bo Tirkîyeya ku bi boneya rêlibergirtina vê biryarê her sal bi rêya şirketên xwe yên lobîyê bi milyonan dolar xerc dikirin jî wekî encameke baş bê nirxandin.

Bertek û ji qirkirinê re nikaribe qirkirin were gotin !

Li hember biryara senatoyê, îtîraza herî zêde dihate kirin ew bû ku ''Parlamento, ne dadgeh an dîrokzan in û biryarên ku li vê derê têne girtin biryarên sîyasî ne''.

Baş e, lê parlamento jî nabêje ku; 'Ez dadgeh im, ez dîrokzan im' û bi awayeke sîyasî van biryaran digirim. Ji xwe lidijderketina qirkirinan, girtina helwestan, şermezarkirin biryareke siyasî ye û ev yek peywira parlamentoyan e.

Li hember pêşnîyarên xapînok yên ku ''Em vê meseleyê ji dîrokzanan re bihêlin, arşîvan vekin, bila dezgehên zanistîyê biryar bidin'', wekî li Almanyayê qewimî, parlamentoya amerîkî jî ev biryar li gor gelek dokumentên arşîva xwe û lêkolînên zanyarên xwe esas girtin û bersivên pêwîst dan. Li Tirkîyeyê jî, ji bilî HDPyê partîyên ku grûba wan di parlamentoyê de heyî tevan bi yekdengî biryara senatoya amerîkî şermezar kirin.

HDPyê jî bi îmzenekirina daxuyanîyê helwesteke rast girt, lê daxuyanîya ku dayî têra xwe bi pirsgirêk bû.

“... Em di wê bawerîyê de ne ku rêya rûbirûbûna vê 'Karesata Mezin' ne ew e ku ev biryar li meclîsên hin welatan derbas bibe. Ne zagona ku senatoya amerîkî qebûl kirî, ne jî daxuyanîya ku li vê derê hatî dayîn, xizmeta derxistina holê ya heqîqatê û kewandina birînan nake. Em li hember êşeke weha mezin hewildanên bi vî rengî yên ku dibe aleta manewrayên desthilatdarîyên navneteweyî rast nabînin. Tişta ku divê em bikin ew e ku em şertên astengkirina manewrayên weha ava bikin. Ev yek pêkan e û pêwîst e jî. Em dixwazin ku ew êşa mezin ya gelê ermenî jiyayî bi hemû alîyên xwe ve li vî welatî bi awayeke azad bê vekolîn û nîqaşkirin. Heta ku em vê yekê nekin, ev mesele dê bi vê mebestê di van qadan de bê bikaranîn. Ev mesele û ev jan ya me ye, yên ku divê nîqaş bikin jî em in. Heger em rûbirûbûnekê çêbikin, em ê bikaribin birînên xwe bikewînin. Nîqaşên azad û parvekirina vê janê ji bo aştîya me ya civakî xwedî girîngîyeke jîyanî ye. (4)

Partîyek wekî HDPyê heger piştî vê saetê nikaribe ji ''qirkirin'ê re bêje qirkirin, bi metaforên wekî ''Karesata Mezin'' bi lêv bike û serî li vegotinên mecazî bide, bi tu awayî ev yek nayê fêmkirin. Li ciheke ku hiqûq û polîtîka tê axaftin, meriv li bendê ye ku divê reasterast di platformeke hiqûqî û siyasî de jî bê vegotin.

Têgeha ''Karesata Mezin'' ji ermenkî ji peyvên Medz Yeğernhatîye wergerandin û ne vegotineke siyasî ye, mecazeke wêjeyî ye. Lê jenosîd/qirkirin vegotineke siyasî, hiqûqî û zanyarî ye. Ji ber 'Karesatan' tu kes nikare mesûl bê girtin. Ji ber wê yekê jî ''Rûbirûbûna bi Karesatê re'' ne pêkan e. Dema ku em qala pêvajoya 1915an dikin, em li vê derê ne qala qedayekê, qederê, ''karesateke'' xwezayî an civakî dikin, em qala tawaneke mirovahîyê dikin ku ji bo ku netew-dewletek bê avakirin, peyikandina bi destê dewletê ya nefîkirin, qetilkirin, talankirin û bêwelat hiştina bi milyonan însanên bêguneh dikin.
Xaleke din ya girîng jî ew e ku maf û azadîyên bingehîn yên însên, şerên ku li dij mirovahîyê hatî kirin û tawanên qirkirinê/jenosîdê bi tu awayî nabe karên navxweyî yên welatan. Hemû mirovahîyê eleqeder dike. Pêwîstîyeke ku di her platformeke demokratîk de li hember binpêkirina van mafan helwest bê nîşandin. Li gor têkoşîna mafên mirovan û demokrasîya navneteweyî galegalên wekî ''Me kuşt, ewan kuşt, em ê di nava xwe de hal bikin, hûn dest neavêjin vê meseleyê'' nayên qebûlkirin.

Heta ku em navê meseleyê nebêjin, em nikarin bi rastîyê re rû bi rû bibin. Çawa ku şûna peyva ''kurd'' ya 'hemwelatîyên me yî rojhilatî' ji bo HDPyê nayê qebûlkirin, şûna qirkirina 1915an jî bikaranîna navên din hewildaneke kirina ''siyasetê'' ye.
Rastî ew e ku li Tirkîyeyê krîtera demokratbûnê, helwesta li hember mafên demokratîk û neteweyî yên kurdan e û ya din jî sekna li dij qirkirina 1915an e. [Bi îfadeyeke hîn zelaltir: helwestnîşandana li hember hemû tawanên li dij însanetîyê, sirgun, jenosîd û paqijîya etnîkî ya di destpêka damezirandina Komara Tirkîyeyê ye de.]

Di 1915an de çi qewimî bû?

Di dawîya sedsala 19an de, li Împaratorîya Osmanî kêmtirîn ji %20ê nifûsê ji mesîhîyan pêk dihat. Di sala 1924an de li heman deveran rêjeya nifûsa ermenî, asûr û yûnanan daketibû %2an. Ev tê wê wateyê ku ji %90ê van însanan ya hatibûn kuştin ya jî hatibûn dersînorkirin.

Jenosîda1915an di mercên şer de wisa ji nişka ve derneketibû meydanê û ne dînîtîyeke ku nehatibû hesabkirin bû. Ev yek, li Asyaya Biçûk hewildana domdar û bi pergal ya hemleya herî mezin a tunekirina nifûsa mesîhî bû. Hatîye îspatkirin ku ev peyikandin ji dewra Siltan Abdülhamidê Duyem dest pê kirîye, di dewra Jontirkan de berdewam kiriye û di dawîyê de jî bi plan û li gor armancekê heta Kemal Atatürk domîyaye. Herçiqas ev her sê rejîm termînolojîyên îdeolojîk yên cuda jî bi kar anîbin, heman polîtîka dane meşandin: Bi her awayî kêmtirkirina hejmara gelên mesîhî.

Em ne di wê rewşê de ne ku em bêjin; di encamê de ev hemû di dîrokê de man û em li pêşîya xwe binêrin. Ji ber ku di bingeha gelek pirsgirêkên sîyasî û strukturî yên îroyîn de heman vesazîya monolîtîk û tawanên sîyasî yên wê demê hene. Ji ber van sûcên mirovahîyê qezencên madî û sîyasî hene li ortê. Heta ku li van sûcan xwedî bê derketin ji bo çareserîyên aştîyane, demokratîk û adîl tu çareserî nayê dîtin. Hem ji bo gelên ku bi hev re dijîn û hem jî ji bo welatên cîran wekî tehdîd dimîne.

Axaftina me ya li ser paşerojê, di rastîyê de tê wateya nîqaşa me ya roja îroyîn û siberojê. Ev yek xaleke vekirî ye.

(1) Metna biryara hejmar H.RES.296: https://r26i43wr32r1ccg5d18cllec-wpengine.netdna-ssl.com/assets/pdf/HRe…

(2) “Mazlum Abdi: Karar Rojava işgalini durduracak”, https://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/131220197

(3)-Prof.Taner Akçam; Amerikan Senatosu'nun soykırım kararı ve olası sonuçları,https://www.gazeteduvar.com.tr/forum/2019/12/14/amerikan-senatosunun-soykirim-karari-ve-olasi-sonuclari/

4)-https://www.hdp.org.tr/tr/guncel/haberler/bu-topraklarda-yasanmis-acilarla-yuzlesmek-bu-topraklarda-yasayan-insanlarin-gorevidir/13811

 

Wergera ji tirkî: Yado Ciwan