Niviskarê awusturyayî Stefan Zweig (1881-1942) di jîyana xwe de her tim bi çavekî gumanbar li polîtîkayê mêze kir. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de piştî Romain Rolland wî bi awayekî eşkere aştî û lihevkirin parastibû. Her weha, çawa ku edîtorên L’Esprit européen en exil (Ruhê ewrûpî li Sirgûnê) jî dîyar dikin, ew wê demê ji nîqaşên bi kelecanî û partîyên polîtîk, yanî ji van derên biarîşe dûr disekinî. Wî dixwest ku bibe partîzanekî dilsoz yê “ azadîya hundurîn”, piştevanekî nebez yê “ Ewrûpaya aqilmend” û mirovekî “ji gengeşîyan xweşûştî, (ji nîqaşan bilind)”. Di gel şîretên wêrek yên Romain Rolland (“polîtîka , ew şertên bingehîn yên hebûnê, heya yên estetîkê ne. Bêpêwendî bi me tu tiştî nade qezenckirin, ji ber ku di her awayî û rewşê de ew şert dê bi me re bijîn an jî li hemberî me dê tevbigerin.”) Zweig, azadîya xwe diparast û di dilê xwe de hevalên xwe yên wekî Rolland û wekî Jean-Richard Bloch, hevalên rêya PCF, yên ku biryara radestkirina ruh û laşên xwe dabûn, tawanbar dikir.
Hilberîna Hîtler ya desthilatdarîyê, dijberbûna (polarizasyona) sîyasî ya Ewrûpayê û meşa ber bi şer, îdeala Zweig ya aştîperwer û lihevkirinxwaz kênaşt (şikand). Divê alîyê xwe (pozîsyona xwe) hilbijarta. Antî -Nazîyê spontan, dîsa jî heta ji destê wî hat ew biryara xwe paşde avêt, mudaxaleyên xwe yên ji bo raya giştî bi baldarî eyar dikir û di mijara hevkarîya bi kovarên dijî faşîzmê de bêdil bû û bû şahid ku Klaus Mann ev ji bo vê yekê bi “dudilîya anemîk” tawanbar kir. Divê pirtûkên wî bihatana şewitandin û bi ser mala wî de bihata girtin, ji ber vê yeke di sala 1934an de biryara çûyina sirgûnê da û bi xwe re nostaljîya cîhaneke wenda jî bir. Li Londonê, li Newyorkê û li Brezîlyayê ku 1940î de li wir bicîh bibû, destûr da xwe ji bo çend êrîşan li dijî Reich û hevalbendên wê pêk bîne, bes cazîbeyek xurt hebû ku mirov pişta xwe bizivirîne dîrokê, mîna “masîgirên li ber kenarê Seine”, yên ku 21ê çileya pêşîn a 1793an de çend gav dûr ji meydana ku serjêkirina Louis XVI. bi gîyotînê pêk dihat, ew bi awirên rihet temaşe dikirin; ku heman qad di zivistana 1941an de bibû mijara metneke Zweig. Her weha em dizanin ku ev “jîyana ji alîye polîttîkayê ve hatîye dorpêçkirin” çawa qedîyaye: 22 Sibata 1942yan de Zweig û jina wî Lotte bi destên xwe dawî li jîyana xwe anîn.
Bê guman, ev drama kesane -rewşenbîrekî ji dîrokê derb xwaribû û şahidîya ruxandina jîyana xwe û îdeala xwe dikir- ew parçe bû ku berhema Zweig herî zêde xwedî dikir. Otobîyografîya wî ya nevaze û mukemel, hîmê “Cîhana duhê” datîne. Her weha, di heman demê de ji bo berhemên “dîrokî” yên ku wî nezirê Ronesans û Reformê kiribûn jî bû îlham. Yê ku Erasmûs- mîrzayê humanîstan, yê ku bi Lutherîyenê gewre re dihat berawirdkirin - vejîyandibû û “ rêbuwarîya protestanîyê” ya Castellion bi zorbetîya Kalvînîstîyê re berawird dikir, an jî Montaigne yê ku xwe di birca pirtûkxaneya xwe de mihafeze dikir û di nav dilê şerên olê de dikir ku “xwebûn” a xwe saz bike, dixist bîra mirov. Yanî Zweig , trajedîya xwe- di demê şerên çetîn de kesekî mutedîl, di serdema fanatîzmê de mirovê aqilmendîyê û çaxa girseyan de mirovekî serbixwe, her dem teswîr dike. Berawirdî bi qehremane û tablo pir dilşewat bû. Bes têkoşîn -çawa di mînaka kesayetîya Zweig de jî tê xuyan- di serî de têk çûbû.
(1) Stefan Zweig, L’Esprit européen en exil. Essais, discours, entretiens 1933-1942, Bartillat, Paris, 2020, 415 r., 22 euro (ji aliyê Jacques Le Rider û Klemens Renoldner ve hat çapkirin). Cf. Her weha, Stefan Zweig, Pas de défaite pour l’esprit libre. Ecrits politiques 1911-1942, Albin Michel, Paris, 2020.
(2) Stefan Zweig et Jean-Richard Bloch, Correspondance (1912-1940), Éditions universitaires de Dijon, Dijon, 2020.
(3) Stefan Zweig, Grandeur et tragédie d’Érasme de Rotterdam, suivi de Castellion contre Calvin, ou conscience contre violence (Wergera nû ji aliyê Jean-Jacques Pollet), Les Belles Lettres, Paris, 2019. Her weha, Stefan Zweig, Montaigne (Wergera nû ji aliyê Corinna Gepner), Le Livre de poche, Paris, 2019.
Wergera ji fransî: Sedat Ulugana