Brexit, erê lê ji bo çi?

Biryara brîtanî ya veqetîna ji Yekîtîya Ewropayê zêde dereng hat dayin. Veqetîna welatekî weha karîbû bi kêrî Yekîtîyê bihataya; lewre ev welat ji şoreşa endustrîyel ya sedsala 18an ve bûye sembola bazara serbest û wekî ku Churchill di devê xwe de kiribû benîşt, bi "têkîlîyeke taybet"  çûbû ser xeta Washingtonê û aborî û sîyaseta wî bi destê City a Londonê ve bi rê ve diçe lewre hertişt ji bo fînansê ye û vî welatî ji dewra Margaret Thatcher ve neolîberalîzmeke tund û req ji xwe re kirîye awayê tevgerê. Bi taybetî jî tê wateya ku ev Yekîtî ne girtîgehek e, lewre hê hin welatên din jî dikarin tev lê bibin û yên din jî divê bikarin rojekê jê derkevin. Li ser vê mijarê, parlamenterên brîtanî, piştî ku demeke dirêj di ber xwe de dan, axir bi ya gelî kir û biryara referandumê bi cih anî. Van deman, ev celeb dersên demokratîk ji gelek kesan re lazim in.

Digel vê jî, yên ku hêvî dikin ku ev veqetîna Brîtanyayê bi vî awayî, Yekîtîya Ewropayê ji barê hewldanên lîberal û der-atlantîkê bi dûr bixîne, bi taybetî jî Almanya vê hêvîyê dike, ji xwe re xewnan dibînin. Ew "civata atlantîk ya mezin ku di bin bandor û birêveberîya amerîkî de" ku General De Gaulle hifza xwe jê dikir êdî pêdivîya wê bi Brîtanyayê nîne ku sîyaseta xwe bi ser Ewropayê de ferz bike. Bi taybetî ji 2004an û bi vir ve ku 12 welatên nû tev li Yekîtîyê bûne û van welatan hê nû leşkerên xwe li ser daxwaza Washingtonê şandibûn Iraqê. Tew hin ji van welatan hê jî nizanin ji bilî îngilîzî du gotinan jî bi zimanekî din bi lêv bikin û ew gotin jî dê ji alîyê dezgehên dewleta amerîkî ve hatibin nivîsandin.

Ma gelo em belasebeb mezin dikin û lê zêde dikin? Heger em bala xwe bidinê ka gelo, li hember "plana aştîyê" ku Qesra Spî roja 28ê çileya paşîyê ji bo pirsgirêka Îsraîl û Filistinê eşkere kiribû, Ewropîyan çi helwêst nîşan daye, hingê em dikarin baştir bibînin. Di wê planê de Quds ji Îsraîlê re dima û deverên din jî ji kolonîyên wê re vedibûn. Piştî vê, Amerîkayê metnek jî belav kiribû ku hevalbendên wê dê yeko yeko ew metn dubare bikiraya û piştgirîya wê bikirîya. "Em spasî Serok Trump dikin ku vê pirsgirêka dûdirêj ber bi çareserîyekê ve dibe." "Bi pêşnîyarine weha ku cidî û dilsoz û rastbîn in." "Em hêvî dikin ku bi alikarîya vê plansazîyê ve axir rêyeke çareserîyê bikare ji bo vê pirsgirêkê were peydakirin." Lê belê, piştî van pêşnîyarên amerîkî, rojnameya Le Figaro bal kişand ser ku "zimanê plana amerîkî û yê daxuyanîyên rayedarên ewropî gelekî dişibe hevûdin û pirsî ka gelo ma hê jî pêwîst e ku Amerîka bandorê li hevalbendên xwe bikiraya."(1)

Brîtanya dîsa wekî hercar ya herî maqûl bû. Lê, gelek welatên endamên Yekîtîya Ewropî qayiş pê re dikişand da ku daxuyanîya xwe ji wê bêtir bikiraya wekî ya amerîkîyan. Helwêsta Parîsê piçekî balkêş bû. Fransayê, bê guman, "spasîya serok Trump" nekir, lê belê wê "piştgirîya helwdanên serok Trump" nîşan da. Ma gelo em he jî nikarin bibêjin ku, Brîtanya di nav de hebe jî û nebe jî, Yekîtîya Ewropayê dê nikare serbixwe be?

(1) Georges Malbrunot, "Amerîkayê çawa li ser wan ferz kir ku civata navneteweyî din piştgirîya plana wê ya pirsgirêka îsraîlofilistînî bikiraya", Le Figaro, Paris, 1’ê sibata 2020’an.

Wergera ji fransî:
Îbrahîm Seydo Aydogan