Şewbek dikare yeka din veşêre

Translator

Kesekî li paytexta Çînê dijî bi van gotinan şahidîya rewşê dike: "Pekîn dişibe bajarekî xeyaletan". Li ser fermana rayedaran, herkes li mala xwe dimîne. Li seranserî welêt, tê gotin li 760 milyon kesî derketina derve hatîye qedexekirin û derketina wan hatîye sînorkirin û bi kontrol pêk tê. (1) Her roj,  "statîstîkên der barê koronovîrûs û agahîyên têkildarî mijarê dişînin ser telefona me ya destan". 

Bi vî awayî, 18ê sibata 2020î, dihat piştrastkirin ku 70643 kes nexweş in li welêt, 10853 kes baş bûne û 1772 kes mirine. Rojek berê, ji bilî daneyên rojane, herweha di agahîyan de hişyarî hebû ku polîs "zêdetirî 16,3 milyon maskeyên sexte li Wuhanê desteser kirine". Wisa xuya ye, desthilat, bi hêvîya pêşîgiritina li her nerazîbûnê, dixwaze întîbayeke wisa bide wekî ku şefafbûnê diparêze û herweha danûstandina xwe ya bi gel re jî. 

Tu kes nizane ka ev amar, ku ji ber firehbûna vî welatî komkirina wan pir zehmet e û liv û tevgerê dixwaze, rastîyê nîşan didin an na. Hejmara kesên bi nexweşîyê dikevin rojane wekî ku hinek dadikeve, lê belê tu kes nikare bibêje ku ev daketin wê berdewam be. Ji bo vê gavê, divê mirov xwe bispêre agahîyên ji alîyê Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî (RCTê): vîrus ji ya Sendroma Henaseyî ya Tûj (SARS, 2002-2003)ê pir zûtir belav dibe, lê belê rêjeya mirinê ji ya wê bi awayekî zelal qels-tir e (li derdora % 2). Ger di nava du mehan de, wê 2000 kes kuştibin, li vî welatê ku 1,4 milyar kes lê dijîn, her meh derdora 80000 kes dê bimirin. Îca, encamên vê şewbê yên aborî, civakî û sîyasî di asta neteweyî û cîhanî de ji tesîra rêjeya kujerîya wê pir mezintir in. 

Ji ber vê dorlêgirtinê, aborîya welêt jî di rewşeke giran de ye. Aborîzan li bendê ne ku di mezinbûnê de ew ji 1 heta 1,5 puan paş keve ango leza wê ya mezinbûnê wê dakeve bin % 5 – ku di sî salên dawîyê de tu caran neketîye vê asta nizm! Aborîya cîhanî jî, ku nîsbet bi salên 2002-2003, pir zêdetir bi hev ve girêdayî ye, dikare para xwe ji vê êşê bigire. Her tişt maye li ser dirêjbûna wextê şewba cîhanî. Kes gumanê nake ku hikûmeta Çînê wê tedbîran bigire û ji bo zivirandina çerxa xwe ji nû ve bikeve nava hewldana şixulandina makîneyê. Wekî din, divê depoyên xwe ji nû ve tije bike, ji ber ku ji niha û şûn ve piranîya baterîyên elektrîk ên erebeyên li cîhanê an jî piranîya dermanan, bo nimûne wê li ser xaka Çînê bên hilberandin.

Derengmayîna wergirtina tedbîrên pêşî yên rêveberên bajarê Wuhan – ku ji kar hatin dûrxistin, tevî ku walîyê eyaleta Hubei nêzekî M. Xi Jinping be jî –, mirina doktor Li Wenliang, hê ji nîvê meha çileya pêşî ve li zengila pêşî ya xetereyê dabû, gelek tesîr li çînîyan kir û bi taybetî bawerîya wan a bi serok Xi, ku heta niha bêkêmasî bû, hinek qels kir.
Awayê şixulandina pergalê niha mijara guftugoyê ye. Ev manşeta rojnameyeke aborî, Caixin (2) ku li kolaneke Pekînê hatîye raxistin, têra xwe watedar e: "Şewba koronavîrus ji bo dewleta hiqûqê ezmûnek e." Û vê manşetê dû re weha rave jî dike: "Rewşa niha em pê re rû bi rû ne, ne bahaneyek e ji bo paşguhkirina prensîba dewleta hiqûqê." Ev nerazîbûn dikare derbasî wêdetirî rewşên Chen Qushi û Xu Zhangrun bibe. Yê pêşî rojnamevan e û her roj şahidîya rewşê dikir, yê din jî profesor e û her du jî niha li malên xwe hepiskirî ne. Lê belê vê gavê wisa xuya ye ku hê jî hêrs nefûrîyaye.
Li hêla din, li derve, "şewba cîhanî ya dijminatîya bîyanîyan" (3) bi giştî li hemberî asyayîyan û bi taybetî li hemberî çînîyan li ber çavan e. Li Fransayê, ji ber vê yekê çînîyan li ser tevnên medya civakî ev hashtag dan destpêkirin: "ez-ne-virusek-im".

(1) Raymond Zhong et Paul Mozur, «To tame coronavirus, Mao-style social control blankets China », The New York Times, 16ê sibata 2020ê.
(2) "Editorial: Coronavirus epidemic poses test  for rules of law", 
Caixin, Pékin, 18 février 2020.
(3) Sonia Shah, "The pandemic of xenophobia and scapegoating", 
Time, New York, 3 février 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar