Ber bi Berezinaya medyayan?

Translator

Şeş nivîsarên dijminane li himberî M. Bernie tenê di şanzdeh saetan de. Lê Washington Post wê pir zehmetiyê bikşîne ji bo careke din bigihîje vê performansa xwe ya berî çar salan (1). Li gel vê yekê jî, ji hingê ve, namzedê çep ê amerîkî ji bo xwe bi çapemeniyê bide hezkirin ti tişt nekiriye. Çapemenî jê nefret dike; ew vê yekê zane. Hetta car heye ku hewl dide heyfê jê hilîne. Van rojan, adeta alîgirên wî vepirsîn dike: "Gelo hûn zanin Jeff Bezos sala borî çiqas bac da?" Alîgirên wî jî bi edayeke mukemmel vê bersivê didin: "Sifir!". Senatorê Vermontî ji vir û şûn ve dikeve dewrê: "Ez hertim behsê dikim û ez dû re ji xwe dipirsim ka Washington Post, a Jeff Bezos ê di heman demê de xwediyê Amazon e, çima nivîsarên pir baş li ser min nanivîse. Ez bi rastî jî nizanim çima (2)."

Lê belê nivîsarên li ciyên din jî ji vê ne baştir in. Dibe ku ji ber heman sedeman: Kesyetekî girîng ê medyayan, ku hetta ti bibêjî bes pereyan qezenc dike, têdigihe ku bernama bacê ya M.Sanders wê lê nebore. Û dû re, xwe weke alîgirê sosyalîzmê, di ser de jî "demokratîk" pênasekirin, di televîzyonê de ne kesê herî baş e ji bo zivîrandina çerxên herî bilez. Sam Donaldson pêvajoya dehan salan bû rojnamevan-briqîner ê kanala ABC. Wî berî demeke kin desteka xwe ya ji bo M. Michael Bloomberg diyar kir. Li himberî M. Sanders, destekdayîna milyarderekî pir zêdetir li hêla rastê yekane rê ye ji bo dû re têkbirina M. Donald Trump û xwe îknakirina ku Amerîka wê hertim li ser lingan bihêle "vî bajarê ku dibiriqe li ser girê ku Ronald Reagan behsa wî ji me re dikir û wisa dikir ku tevahiya cîhanê xweziya xwe pê bîne(3)".
Xelefê Donaldson ê li ABC, berdevkê berê yê serok Bill Clinton li Qesra Spî (1993-2001), George Stephanopoulos e. Wî bi xwe dabû bawerkirin ku afirandina baca li ser serwetê ya ji aliyê M. Sanders ve îlankirî wisa xirab e ku, li himberî yek ji mêvanên xwe yên ku berevajiyê wê nîşanî wî dida, kete nav gengeşiyê. Dawiyê, şaşiya xwe qebûl kir û gotina xwe weha bi dawî kir: "Ev yek baş nîşan dide ku ez li Manhattanê dijîm. Li vir ev bac ne balkêş e." (20 cotmeh 2019). Stephanopoulos li ABC Newsê salê 15 milyon dolar qezenç dike.

Stêrkeke din a televîzyonê, ku ew jî demokrat e, Christopher Matthews di kanala MSNBC de kar dike. Ew bi xwe, ne ji bo pereyên xwe xeman dixwe: ji bo jiyana xwe, ji ber tengezariyeke wî ya ku dirêjî serdama zaroktiya wî dibe: "Şerê sar tê bîra min. Ez bawer dikim ku eger (Fidel) Castro û sor bi ser ketibûna, wê li Parka Navendî mirov hatibana înfazkirin û ez ê jî jiyek ji wan cezakirî bûma dema ku yên din wê li çepikan bixistana." Mesela Kî? "Nizanim ka Bernie wan salan destek dida kê, ne jî zanim ka bi gotina sosyalîsm ew dixwaze çi bibêje." (4)

Ji dema ku M. Sanders dest bi qezençkirina pêşhilbijartinan kir û vir ve, M.Trump hez dike gerûgeşta namzed a li Moskovayê ya 1988an, ku bi wesîleya meha xwe ya hingivîn kiribû, bibîr bixe. Lê belê, di vê qeydiyê de, serok berê û giştî yê berê yê Goldman Sachs, Mr, Lloyd Blankfein, ku ew jî demokratekî Clîntonî ye, hêz qebatir jî diaxive. Di 12ê sibata dawî de, wî twîteke weha nivîsand: "Sanders jî bi qasî Turmp ji hev cudakare e, û ew ê aboriya me birûxîne. Ew kenê xwe bi artêşa me dike. Eger ez rûs bûma, vê carê, minê Saners tercîh bikira."

Eger dueloya di meha mijdarê de di navbera avahîfiroşê New Yorkê û senatorê Vermontê de çêbe, tercîha Moskovayê ne zelal e. Lê belê ji niha ve tê zanîn ku ji bo rojnamevanên amerîkî, ku bi qasî yekî ji yê din jî nefret dikin, ev pevçûn wê bibe rêyeke jê veger tunebe.

(1) Lire Thomas Frank, "Tir groupé contre Bernie Sanders", Le Monde diplomatique, décembre 2016.
(2) Meeting dans le New Hampshire, 13 août 2019.
(3) Entretien sur CNN, 14 février 2020.
(4) MSNBC, 7 février 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar