Ber bi plansazîyeke ekolojîk ve

Îcar niha, divê em çi bikin ji vê kaosa cîhanî? Em wekî berê dewam bikin? Yan jî, ji tendirustîyê dest pê bikin û dev ji dogmayên ku me dahf dan em pêdivîyên serekî yên gelan li ser hev ferz bikin berdin? Jana Covid-19ê me vedixwîne ku em li civateke rêza mêzîna jîngehî digre û karibe ji heqê rîzîkoyên klîmayî derkeve bifikirin Swêd netê, ew me li hemberî xeterên di warê azadîyên giştî yên ji ber polîtikayên rewşên acîl de şîyar dike. Ew ji me dixwaze, ku berî her tiştî, em nema bihêlin bazar bitenê her tiştî bike û dîsa, karibin malîyeta mesrefa wê texmîn bikin.

Translator

Mîqdarên dêwane yên ku bankeyên navendî seferber dikin jî li van tevdîrên budceyî zêde dibin. Berevajî hevtayên xwe yên brîtanî yan jî ya japonî, Bankeya Navendî ya Ewropayê (BNE) hîna jî red dike ku yekser dewletan fînanse bike. Lê belê ew angaje bûye ku bi buhayê 1120 milyar euroyan nirxên menqûl li borsayan bikire û herweha deynên şirketên navneteweyî yên mîna BMW, Shell, Total, LVMH yan Telefonica jî. Ev tevdîr jî li rêza wan teseruf û sererastkirinan zêde dibin, yên ku dikin banke karibin xwe bigihînin pereyan. Fonên veberhênanê, banke û di navê de yên herî qirêjker jî şirketên mezin li rêza herî pêş in da ku sûdê bigirin ji alîkarîyên desthilata dewletê. Loma wisa wê rêz bê girtin ji xwedawendê îstîqrara darayî re, bi ser de jî bêhtir rêz wê jê re bê girtin ji ber krîza vîrusa koronayê. “Sosyalîzma ji bo zengînan” tu carî evqasî parêzer nebû.

Lê belê giranîya krîzê kir ku ew derbê li aborîya “hilberîner” bixe û ne li ya darayî, ev jî hinekî terîfa Martin Luther King ji derb dixe. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, xezîne çekên mutewazî, yekser ji welatîyan re dişîne: Ev prensîpa pereyê “helîkopter” e (ya ku mirov jê pereyan direşîne). Bi vê rêyê bankeyên navendî mal û şirketan subvansîyon dikin bêyî navbeynkarîya bankeyan û hevtayên wan. Li Fransayê destpêka nîsanê ji her pênc mûçeyan yek mûçeyê bêkarîya qismî bû ya ku mesrefên wê li ser pişta dewletê ne. Ev hejmar jî meyildar e ku zêde bibe. Çavdêrîya Fransî ya Konjukturên Aborî (ÇFKA) ji bo wan amûrên destûrê didin ku mûçegir qismekî ji mûçeyê xwe biparêzin, pêşdibîne û texmîn dike ku ew ê mehane bêhtirî 21 milyar euroyî mesrefê çêkin. (2)

Pandemîyê careke li ber wê yekê din rê vekir ku dogmayên neolîberal di nava rojekê de betal bibin; em behsa wan dogmeyan dikin ku hê di erefeya roja berîya wê de wekî pîroz dihatin nîşandan; çendek ji van jî yên pîvanên lihevanîna herêma euroyê ne. Fikra ku dibêje bankeyên navendî dikarin deynên dewletê “wekî pere derb bikin” yanî yekser kontrolkirina mesrefên dewletê, êdî tê minaqeşekirin di nava elîta sîyasî û darayî de. Ceng xwe hinekî çor radigihîne, lê belê “rewşa awarte” ya heyî ya îdeolojîk, derfeteke dîrokî dide ku ew benê di navbera fînansekirina aborîyê û milkîyeta taybet a sermayeyê de bê birîn. Esas, heger em (ji nû ve) kişf bikin, bankeyên navendî di nava sînorên hilberîna aborîyeke heyî de dikarin avansên lazim ên çalakîya aborî fînanse bikin. Hingê jî bazar wê statuya xwe ya şantajvanîyê ji dest bide: êdî wê sedem nemabe ji bo ku mirov dilê veberhêneran xweş bike, bawerîya wan bi xwe bîne û rewabûna sîyaseta jixwekêmkirinê jî wê êdî nemîne.

Em dibînin ku nîşanên biçûk ên mantiqekî cihê yê aborîyê xuya dikin

Divê mirov xwe pê nexapîne, neolîberalîzm hê dûrî wê yekê ye ku nemîne. Wekî nimûne, li Fransayê ew şermokîya tevdîrên ji bo wan malên herî xizan tiştekî nîşan didin. Yanî hikûmet artêşeke rezervan a mesrefên wê kêm bi xwedî dike da ku lihevanîneke mûçeyan ber bi jêr ve ferz bike. Armanca vê jî wê nermkirina tesîrên krîzê be. (3) Dîsa jî, em herweha dibînin ku piçikên mantiqeqî guhertî yê aborîyê jî xwe didin der. Ev piranîya caran di konjukturên krîzê wekî yên şerên çekdarî de diqewime. Di dema Şerê Cihanê yê Yekê de li Parîsê komir kêm dibe. (4) Hingê dewlet bi karê hilberîn û dabeşkirina wê radibe. Alîkarîya ji bo malan li gorî du pîvanan e: mezinahîya malê û hejmara kesên lê dimînin. Li gorî vê mîqdara komira ji bo germkirina malê lazim hingê tê hesibandin. Sotemenî êdî ne li gorî ka çiqas ji malekê tê, tê levakirin: ew li gorî pêdivîya rastî ya malan êdî dibe. Ji hesabekî pereyî derbasî hesabekî bi rastî dibin.

Helbet krîza vîrusa koronayê ji Şerê Cihanê yê Yekê bêguman hindiktir trajîk e. Lê dîsa jî em mentiqekî bi heman rengî li ser kar dibînin. Maskeyên parastina dev û bêvilan û mekîneyên bêhnstendinê ecêb kêm bûn. Îro tu kes newêre buhayê wan bibêje. Ya muhim tenê pirsek e: Em çendan ji wan, çiqasî bilez dikarin hilberînin? Hejmaran şûna buhayan girt. Li jêra pêdivîyên bi rastî bicihkirina bazarê veguherî wezîfeyê. Hafa neolîberalîzmê, Îrlanda hîç dudilî nebû û nexweşxaneyên taybet ji bo dema krîzê kirin malê dewletê. Donald Trump bi xwe hawara xwe gihand qanûna Defense Production Act da ku hilberîna mekîneyên bêhnstendinê bi lez bike. Ev qanûna hanê destûrê dide serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser şirketan ferz bike ku malên bersivê didin berjewendîya giştî hilberînin -ev qanûn vedigere Şerê Koreyê (1950-1953)-. Rewşa hawarê, pêdivîyên ji çerxên ticaran û wêde derdixe holê.

Krîz civakan ber bi duryanan ve dibin. Piranîya caran rûtînên berê, çawa ku bahoz hat û bihurî, dîsa vedigerin; kêm û zêde ya ku piştî hilweşîna darayî ya 2008an qewimî, ev bû. Lê belê, krîz carinan derfetê dide ku mirov xwe li nav mantiqekî din bixe. Ev derfeta hanê jî wekî potansîyel di rewşa niha de heye: li dijî bazarê biîmtîyazkirina dabînkirina pêdivîyên bi rastî.

Pandemîya ji ber vîrusa korona ya nû bi her halî dozeke din bi zelalî derxiste holê. Koka Covid-19ê di dizikhevdebûnekê dinyayên mirovan û heywanan de ye; ev dizikhevdebûna hanê her diçe zêde dibe û bi kêrî ger û vegirtina vîrusan tê. (5) Ev veguherîn bi xwe encama jihevdeketina ekosîsteman e, ya ku dike ku heywanên nexweşî bi wan re ne, xwe nêzî cihên şên ên mirovan bi cih bikin. Ji bilî dabînkirina pêdivîyên bi rastî, divê êdî mantiqekî aborîyê yê alternatîf bê bicihkirin û ew mantiq divê rêz û hurmeta hevsengîyên ekolojîk bigire. Navê wê? Plansazîya ekolojîk.

Ev bername divê xwe ji qaydeyên dijwarîyê rizgar bike

Eva hanê jî xwe disipêre pênc stûnan.

Ya pêşî di nava wan de kontrola giştî [dewletê] li ser krêdî û veberhênanê. Li vir mesele ew e ku bi qanûnê rawestandina fînansekirin û paşê jî girtina pîşesazîyên qirêjker bê ferzkirin. Tevî vê gavê divê veberhênanên mezin bên kirin ji bo derbasbûna ekolojîk, ji bo enerjîyên dikarin bên nûkirin û binesazîyên paqij, nexasim bi rêya îzolekirina avahîyan. Hejmar hene, wekî nimûne yên Komeleya Négawatt. (6) Lê belê mesele herweha jinûve avakirin û belavkirina xizmetên dewletê ye jî, nexasim yên perwerde, sihet, veguhestin, av, miameleya bi çopê re, enerjî û ragihandinê. Bi mantiqê bazarê yan zirar li van xizmetan bû yan jî hatin tunekirin.

Sibata 2019an Bernie Sanders û Alexandria Ocasio-Cortez projeya xwe ya “rewşa umûmî ya nû ya kesk” (green new deal) dan nasîn. Wan xwe spart mînaka rêveberîya Franklin Delano Roosevelt ê ku di dema depresyona mezin a aborî ya salên 1930î de aborî xiste kontrola sîyasetê. Projeya green new deal dide ber xwe ku di nava deh salan de aborîyê “ji komirê paqij bike”

Dem êdî ne dema nîv-tevdîran e, rewşa li berê hawîrdorê her xirabtir dibe. Ev bername divê xwe ji qaîdeyên jixwekêmkirinê xilas bike. Ev qaîdeyên hanê dewletan di meseleya hawîrdorê de bê hêz dikin. Bi her halî krîza ji ber vîrusa koronayê ew tune kirin.

Di nava kapîtalîzma neolîberal de yên ku fermandarîya giştî di destê wan de bazar in; banke û sektora fînansê ya ne birêkûpêkkirî (shadow banking) pişta wê digirin. Li vê fermandarîya giştî biryara bikaranîna çavkanîyan tê dayîn. Tercîha veberhênana di sektorekê yan jî çalakîyeke aborî de li ser esasê pîvanên karanîn û hêza darayî ya ji bo kirînê, tê kirin. Ji bilî wan makyajên kesk ên ku armanca wan tijîkirina wan rûpelên înternetê yên bi navê “nirxên me” yên şirketên mezin e. Larry Fink, patronê fona veberhênanê BlackRockê sala 2020î nameya dengvedayî ya ji şefên şirketan re weşand. (7) Tê de ew radigihîne ku êdî ew dixwaze “veberhênanên dewam bikin” bike xeta îdareya rêveberîya xwe ya veberhênanan. “Xwe paqijkirina kesk” (greenwashing) ji kesî xilas nebû, ev ji fonekê ye ku xwediyê beşeke mezin e, di nava sektora neftê de ye. (8) Mirov bifikire ku nîyeta wan cidî ye jî, veberhênan wê tenê “mayînde” be, heger ji mantiqê rikberîyê yê bi xwe demkurt e û li gorî dewrên borsayê ye, bê derxistin.

Divê ev hêza navendîkirî ya fînansa taybet bê xirakirin. Veberhênana ji bo demeke derbasbûnê divê bikeve kontroleke demokratîk di tevahîya astên biryardayînê de. Şêwirmendê hikûmeta Pierre Mauroy di dema dewletîkirinên 1981-1982yan de û endamê konseya giştî ya Bankeya Fransayê, François Morin vê pêşnîyazê dike: “Desthilatdarên hilbijartî divê di nava kezeba biryara kredîyê de û bi wê re jî, di ya tenzîmkirina pereyên nû de bin. Di her astê de meclîsên hilbijartî divê pîvanên dana deynan, çawanîya kesên wê deyn bistînin û mîqdarên wê wekî deyn bên dayîn (...) li gorî kategorîyên mezin ên çalakîya aborî dîyar bikin.” (9)               

Ev şêwrên li ser veberhênanê divê li gorî armancên giştî yên di asta neteweyî de dîyarkirî bin –heta di asta parzemînî yan jî kurewî [global] de, xasima jî di meseleya ekolojîyê de–, lê belê xweserîya wan parastina awayekî pirrengîya sazûmanîyê misoger dike. Dûrî yekrengkirina bazarê, bihevegirêdana navendîkirina armancên sereke û dînamîka cihî ya bicihanîna wan, afirînerîya awayên jîyanê û kapasîteyên adaptasyonê yên civakên insanan bi tevahî dide pêş. Ev herweha ferzek e ji bo ku plansazî bi lengerekî zexm ê demokratîk ve girêdayî be. Ji derbasbûnê re jinûve dabeşkirina çavkanîyan di asta mezin de di demeke kurt de lazim e. Heger lihevnekirina astên cihê hebe li ser meseleyê, di dawîya dawî de meqamê neteweyî wê meseleyê hal bike. Ji bo vê jî divê ew rewa be: başkirina kalîteya prosedurên şêwr û biryara dawî, bi temamî meseleyeke ekolojîk e.

Dayîna kredîyê divê herweha ferz û sînorên ekosîstemîk jî li ber çavan bigire. Tecrubeyên plansazîyê yên sedsala 20î li Yekîtîya Sovyetê, li Fransayê û deverên din, piranîya caran zêdekirina ekîpman û pîşesazîyan plan kirine, wekî nimûne di encama şeran de. Heta niha plansazî ji bo siyaseta hilberînê bû. Plansazîya ekolojîk bi xwe, ew divê piçûkbûna bikaranîna çavkanîyên xwezayî organîze bike. Ji bo gihiştina vê yekê jî, divê mirov bi wê yekê dest pê bike ku xwe bi amûreke statîstîk a di mezinahîya meseleyê de bi gurçûpêç bike. Plansazî divê roja îro nas bike û karibe senaryoyên aqilane ji bo siberojê îfade bike. (10) Niha, naskirina tesîra ekolojîk a çalakîyên cihêreng ên aborîyê hîna qulopilo ye, kêm e. Li ber destê me têra xwe nîşanên dewlemend û bêqisûr nînin ji bo dîyarkirina berê şêwr û biryarê bi xwe jî. Erkeke zelal û derfetên darayî yên zêdekirî wê destûrê bidin dezgehên statîstîkê yên dewletê van nîşan û daneyan hilberînin.

Mirov rûyê xwe bigire jî, ev bi kêrî tiştekî nayê: bêkarî wê derba xwe li gelek mûçegirên sektorên qirêjker ên hatî girtin, bixe. Jixwe, ji dehsalan û vir ve, ekolojîk hîç serê xwe naêşîne ji wê xeyala dezîndustrîyalîzasyonekê ku ew bi tesîra cihguhertinê xwe jinûve çêdike –û ev jî bêyî tu fikara ekolojîk dibe– ev jî bûye sedema dramên civakî. Plansazîya ekolojîk, ew serê pêşî xwe dispêre çînên gel. Ji ber wê jî, ew divê berevajî herikîna giştî biçe û hilberîna paqij girêbide bi bidestxistina mafên nû yên civakî ji bo karkeran ve.

Û ha li vir e stûna duyê ya plansazîya ekolojîk: dewlet divê ji bo van karekî misoger bike. Green New Deal a Sanders û Ocasio-Cortez vê pîvana besît, lê heyatî, dihewîne. (11) Dewlet xwe dide ber wê yekê ku karekî pêşnîyazî her kesê dixwaze kar bike, bike yan jî karekî wisa fînanse bike, bi mûçeyê herî kêm yê sektora dewletê yan jî bêhtir. Ji ber ku “wekî çareya dawîyê” bankeyên navendî pereyan bi deyn didin di rewşên krîzên darayî de, bi garantîya kar dewlet vediguhere fînansorê kar “wekî çareya dawîyê”.  

Kêmkirina bikaranîna jêderên xwezayî organîze bike

Ev amûra hanê wê derfetê bide ku li wan sektorên ku kapîtalîzm wan wekî ne karhêner dibîne, lê nirxekî lêzêdekirî yê civakî û ekolojîk ê xurt tîne: miqatebûna li çavkanîyên xwezayî, miqatebûna li kalûpîran yan jî li zarokan, tamîr û yên din. Tevî sînorên xwe jî, tecrûbeya “erdên lê demdirêj bêkarî sifir be” di navbera salên 2016 û 2021ê de li qederê dehek cihî, dîmenekî pêşî yê garantîya kar nîşanî me dide. (12) Ev tecrûbe xwe disipêre sê fikran: tu kes nabe ku bê kar be (behremendî û mafên her kesî hene ji bo zanînên civakî yên ji bo vê), pere ne kêm e û kar jî, ya kêm ew kar e ku bazar wî terîf dike, yanî ew karê ku nirx dide sermayeyê.

Yanî mesele bihûrîna ji prensîpa parastinê li dijî tehlûkeyên bazara kar e, bi pêşnîyazkirina garantîyeke kar ya ku her diçe zêdetir wê bi kêrî dabînkirin û temînkirina wan pêdivîyan were ku ne xema bazarê ne. Mirov dikare li meydaneke dîyalogê bifikire; dîyaloga di navbera mirovên berdest û li alîyê din jî kolektîfên cihî û komeleyan dê bi kêrî dîyarkirina tesbîtkirina karên bikêr li asta herêmeke dîyar bên. Hêjayîyeke din a zêde ya bernameyeke wisa wê avakirina esasekî mînîmal ê normên civakî be, di meseleyên şert û mercên kar û mûçeyan de; û tesîrên vê yên parêzer jî wê li tevahîya mûçegiran belav bibin. Bi karê garantî, kar dê êdî ne ticaretek be, loma hebûna wî û bikêrhatîbûna wî dê êdî bi destê bazarê neyên dîyarkirin.

Krîza ji ber vîrusa koronayê hîyerarşîyeke din a pîşeyan eşkere dike. (13) Bi carekê, saxmayîna xelkê girêdayî wan kesan e ku li mirovan miqate dibin, li marketan kasîyerîyê dikin û xizmeta paqijîyê dikin. Ev karên hanê hemû jî di rewşên normal de kêm bi nirxê wan tê zanîn, hem di warê sembolîk û hem jî di warê darayî de. Ji bo wan her êvar saet di 20î de, ji şaneşînan li çepikan tê xistin. Heta, hinek pêşnîyaz dikin ku li şûna eskeran ew 14 tîrmehê bi rêuresm bimeşin. Herçî pîşeyên dema derbaskirina ekolojîk in jî, divê bi heman rengî ji nû ve bi qedrê wan bê zanîn. Wekî mînaka karkerên kanên komirê, leşkerên “cenga hilberînê” yê piştî Şerê Cihanê yê Duyem mîna sembola kurewî [global] ya navendîbûna dinyaya karker hatin avakirin, ji dema derbasbûnê re jî “qehreman” –ji bo vê waqaya li ber me qehremanên jin– lazim in. Ev jî dibe, li alîyekî bi dewisandina zêde ya şêmûga mûçeyan û li aliyê din bi zêdekirina hatinîya ji bo gelek pîşeyên civakî û ekolojîk bikêrhatî, lê belê heta niha bênirxkirî. Ev cenga hanê wê herweha çandî jî be: em ê xeyaleke kolektîf a umrê wê sedsalek, nikaribin biguherin heta ku fîlm, roman, stran destekê nedin wê yekê ku alîkarên miqatebûnê, karkerên jinûvebikaranînê û cotkaran bibin wê asta ku polîs, karsaz, parêzer û muhendîsên kompûteran di cihana fîksîyonê de digirin.

Di rêza sisîyê de plansazîya ekolojîk divê rê veke li ber jinûve bicihkirina aborîyê. “Peymana Kesk ji bo Ewropayê” ya Yekîtîya Ewropayê (YE) bi xwe jî heye ku seroka komîsyonê, Ursula van der Leyen, çileyê paşî ya 2020î li raya giştî eşkere kir. Wê kêlîya ku wê xetên wê didan nasîn bi xwe, YEyê bi Vîetnamê re peymaneke pevguherîna serbest mohr kir... Yanî malên ticaretê her bêhtir dê seranserê dinyayê biçin û bên û ev jî wê bibe sedem ku gazên tesîra serayê dikin gelekî berdin atmosferê. Bi ser zêdekirina newekhevîyan de jî pevguherîna serbest wê kelevajîyeke ekolojîk biafirîne.       

Ev jinûvebicihkirin divê xwe bispêre sê prensîpan. Ya yekê “despesîyalîzasyona deveran” e. Ev yek wê destûrê bide wan ku xwe ji rabûn û ketina bazarên kurewî [global] xilas bikin û bi vî awayî hikimranîyeke li ser tişta hildiberînîn jî ji nû ve bi dest bixin. Globalbûna kapîtalîst, dirêjkirina zincîrên nirxî, ji destê xelkê ev kontrol standin. Prensîpa diduyê jî “sîyaseta parastinê ya piştevanîyê” ye: Bicihkirina bendên gumrikê yên civakî û ekolojîk divê tevî demontajeke yekdestdarîyên şirketên mezin ên warê agahîyan biqewime. Azadkirina milkîyeta fikrî dê destûrê bide hejmareke mezintir ku sûdê wergire ji nûyîtîyan. Û pevguhertina zanînan û teknolojîyan wê rêya zêdekirina mafên civakî û ekolojîk jî xweş bike. Dûrî ku bi ser xwe de bitewe û bi xwe dakeve, sîyaseta parastinê ya piştevanîyê wê li ser esasên ekolojîk û berhemberhevkirina zanînê, înternasyonalîzmê nû bike.

Heger di dawîyê de di rêza sisîyê de jinûvebicihkirin wê tesîrê neke li tişta ku tê hilberîn û awayê hilberîna wê, hingê ew ê negihîje armanca xwe. Ji berjewendîya kapîtalîzmê ye ku heta jê tê umrê tiştan kurt bike, bi vî awayî ew berxuran mecbûr dike ku timî ji nû ve ji wî tiştî bikirin. Ji ber vê yekê ew malên kalîteya xirab dixe bazarê. Divê li ser hilberîneran normên saxlembûnê tevî mohleteke garantîyê ya dirêjtir bên ferzkirin. (14) Berhemên saxlemtir yên kêmtir caran li şûna wan yekê din tê kirîn û bêhtir tên tamîrkirin, zexta li ser ekosîsteman jî sivik dikin. Tevgerên alîgirê “qenaetkarîyê” bi ba re diçin. Piranîya caran exlaqekî ferdperest jî bi wan re ye. (15) Qenaetkarî tenê dikare kolektîf be. Ji ber wê jî divê sererastkirinên wê teşwîq bikin, bên bicihkirin. Ya ji me re lazim ew e ku em ji vîzyoneke hilberîner a çalakîya pîşesazîyê derbasî têgehekê bibin ku berê wê li dirêjkirina dewra saxlemîya tiştan be: miqatebûn, tamîr û çêtirkirina tiştan bi demê re divê bide pêşîya mantiqê bikaranîna ji bo carekê. Ev pirseke veberhênan, kar, behremendî lê belê herweha garantîyên civakî ye.

Sînordarkirina hişk a reklamê ji bo gelekan ji van sererastkirinan e. Heger şirketek dixwaze mişterîyên xwe agahdar bike li ser nirx û xisletên berhema xwe, ew dikeve ber van sererastkirinan. Lê belê, reklam jîyanên me yên rojane û mekanên me dadiqurtîne da ku ji berheman bêhtir xeyalan bifiroşin. Di sedsala 20î de mesrefên reklamê yên şirketan –nexasim yên pirneteweyî– bi awayekî serê mirov gêj bikin, zêde bûn. (16) Di serdema kapîtalîzma “yekdestdar” de ev, yek ji qeraseyên sereke ye yên ku destûrê didin ji bazarê par bên girtin. Di nav nav şert û mercan de tu îhtîmal nîne ku formên berxurîyê yên domdar karibin derkevin holê.

Stûna çaran a plansazîya ekolojîk, demokrasî ye. Tecrubeyên plansazîyê yên berê, ne tenê yên sîyaseta hilberînê bûn, lê belê teknokratîk, ji jor ber bi jêr ve û heta otokratîk bûn. (17) Wekî nimûne, li URSSê burokrasîyeke plansazan biryar dida li ser hejmar û çawanîya malên wê bên hilberandin. Vê otorîtarîzmê hem pirsgirêka rewabûna qels a sîyasî ya rejîman derxist holê û hem jî ya zanîna aborî: Ji civaka sîvîl qut, întelektuelên plansaz bi kêm tiştên li ser pêdivî û arezûyên welatîyan dizanî. Vê yêkê jî carinan dikir ku lihevnekirinên ecêb yên pêşnîyaz û daxwazê derkevin holê, ku encama wan yan kêmbûna tiştan yan jî îsraf bû.

Ev munasebeta di navbera plansazîyê û otorîtarîzmê de, ne qeder e. Têkbirina wê bi hin nûyîtîyên sazûmanî mimkin e. Di nava sîh salên dawî de tecrubeyên di warê demokrasîya bi beşdarîya xelkê her hebûn. (18) Ew piranîya caran ji wê amûra sîyasî didin der, biryarên girîng di nava rêveberîya sîyasî de û li konseyên îdarî tên dayîn. Amûrên wekî konferansa konsensusê, jurîyên welatîyan, budceya bi beşdarîyê yan jî “Meclîsa Siberojê” (19) wê karibin bi dewreke alîkar rabin ji bo şêwr û biryarên li ser pêdivîyan. Şertê karîgerîya amûrên bi vî rengî ya ku heta roja me ya îro pêk nehatîye, ew e ku ew bi rastî tesîrê dikin li tercîhên hilberînerîyê. Bi awayekî din em îfade bikin, ew rê li ber wê yekê vedikin ku li xêra polîtîkbûneke aborîyê, çerxên ticarî berepaş biçin.

Kordînekirina pêşnîyaz û daxwazê dikare herweha xwe bispêre amûrên dîjîtal jî, çawa ku di kapîtalîzma roja me ya îro de bi vê dewrê radibe. Di îlona 2017an de rojnameya Financial Timesê îdîa kir ku “Şoreşa big data [daneyên mezin] dikare ji nû ve aborîya plankirî derêxe meydanê”. (20) Li gorî yekî ji edîtorên wê, derfetên heyî yên berhevkirina daneyan û hesêb, wê karibin di siberojeke ne dûr lê nêzîk de ji heqî hin kêmasîyên dîyar ên plansazîya navendî ya sedsala 20î bên. Agahîyên ku bi herikbarîyeke daimî bi destê temamê aktorên aboriyê tên hilberîn, destûrê didin ku tercîhên hejmareke mezin a berxuran hema hema di cih de bên naskirin, bêyî ku mirov di sîstema buhayan re derbas bibe. Lê belê, ya rastî ev dane yên pîşesazîyên taybet ên li Silicon Valley in, herweha binesazîya van daneyan çêdike û miamele bi wan re dike jî yên wan in. Civakîkirî, di kontrola demokratîk de û berê wan ji nû ve dîyarkirî ber bi bikêrhatîbûna civakî ve, ew ê destekê bidin derketina holê ya alternatîfên ji bazarê re.

Herî dawî jî stûna pêncan a plansazîya ekolojîk: Edaleta ekolojîk. Covid-19ê li deverên herî xizan gelek kes mexdûr kirin, wekî nimûne, li Fransayê li Seine-Saint-Denisê. Çînên gel ji ber siheteke bêtaqettir muzderîb in; ji ber nebûna mal û xanîyên li gorî jîyaneke bi rûmet û nebûna derfetan, ew ji yên din bêhtir bi nexweşîyan dikevin û kêmtir diçin cem pizîşkan. Jixwe, deverên wan wekî çolên ji xizmeta tibî bêpar in. Lê belê, dîsa jî pîşeyên di rêza yekê ya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de bicihbûyî, bi piranî ji van deveran in û ew hê bêhtir dikevin ber rîska vegirtina vîrusê. Pandemî newekhevîyên çînî xirabtir dike.

Krîza avhewayê jî wisa ye. Li gorî zengînan, ji ber qirêjbûn û felaketên xwezayî, bêhtir zirar li çînên gel dibe. (21)  

Bi ser de jî hikûmet barê dema derbasbûnê jî li ser wan dikin bar, çawa ku me şahidî kir li wê dema ecêban a baca karbonê, ya ku kir ku tevgera Elêk Zeran derkeve holê. Kirinên bi vî rengî ne ku tenê exlaqî dikevin ber gumanê, lê sîyasî jî ew bi binketinê bi encam dibin: Bêyî rizamendîya dilî ya çînên gel, derbasbûna em behsa wê dikin wê pêk neyê. Ji bo çêkirina vê rizamendîya dilî divê edalet di nîvê kezeba vê derbasbûnê de bê bicihkirin û ji bo vê jî divê kontroleke demokratîk li ser tercîhên hilberînê û yên berxurîyê bê ferzkirin. Li Fransayê % 10î yên herî zengîn, heşt caran ji % 10î yên herî feqîr bêhtir gazên tesîra serayê çêdikin, berdidin atmosferê (Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bîst û çar caran û li Brezîlyayê çil û şeş caran bêhtir). (22) Ev karê zengînan e ku xwe bidin ber berpirsîyarîya mesrefên xirakirina hawîrdorê ya ku awayên jîyana wan bûye sedem.

Di heman demê de sîstemên me yên aborî û sîyasî biguhêze

Ekolojî êdî li serê fikar û mijûlîyên ewropîyan bi cih bûye. Lê kîjan ekolojî? Fikra serokwezîrê Awusturyayê yê mihafezekar Sebastian Kurz bi xwe heye. Çileya paşî ya bihurî, gava ku wî koalîsyona xwe bi Keskan re kir –di asta dewletekê de ev cara yekê diqewimî–, wî ragihand ku mirovahî bi du meseleyên mezin re rû bi rû bûye: Koçberî û guhertina avhewayê. Ji vê ye hevgirtina mihafezekaran bi hawîrdorparêzan re. Krîza ji ber vîrusa koronayê dibe ku derketina holê ya ekolojîyeke mihafezekar bi leztir bike. Daxwaza dewletê ya “xurt” a ku tirs bûye sedema wê, adeta asêkirina sînoran û “şopgerandina” li pey xelkê, girêdayîbûna bi bîrewerîya her diçe mezintir dibe, ya dibêje, sîyaseta hilberînerîyê timî her diçe felaketên mezintir çêdike, dibe ku Awusturyayê di nava gelek tiştên din de bike welatê yekê yê ber bi rêveberîyeke otorîter a krîza ekolojîk diçe. Di dîroka ekolojîyê de timî hestyarîyeke mihafezekar hebû.

Beramberî vê ekolojîya mihafezekar divê em yeka din daynin. Ewa ku tevahîya qeraseyên dewletê çalak dike da ku derbasbûnê bibe serî, lê belê gava vê dike jî derfeta demokratîkkirina dewletê û di bin zexta demokrasîya yekser de bicihkirina demokrasîya nûnerîyê, peyda dike. Ji bo derbasbûna ekolojîk bi vê maneyê, veguherîneke di heman demê de ya sîstemên me yên aborî û sîyasî jî lazim e. Ekolojîya wan yan ya me: (23) Cenga mezin a sedsala 21ê dest pê kir.

* Mamosteyê zanîngehê yê aborîyê li Zanîngeha Paris 13 û profesorê sosyolojîyê li Zanîngeha Bordeauxê.

 

__________
(1) Benjamin Lemoine, L’Ordre de la dette. Enquête sur les infortunes de l’État et la prospérité du marché (Nîzama deyn. Lêkolîna li ser bêtalihîyên dewletê û zengînîya bazarê), La Découverte, Parîs, 2016.
(2) “Évaluation au 30 mars 2020 de l’impact économique de la pandémie de Covid-19 et des mesures de confinement (Nirxandina 30ê adara 2020î ya bandora pandemîya Covid-19ê û tevdîrên xwe asêkirinê li ser aborîyê)”, Policy brief n° 65, OFCE, Parês, 30ê adara 2020î.
(3) Michaël Zemmour, “Coronavirus:  Le gouvernement ne se rend pas compte de l’exposition des ménages modestes à la crise (Vîrusa koronayê: hikûmet hay ji malên mutewazî nîne ku dikevin ber tesîra krîzê)”, Le Monde, 27ê adara 2020î.
(4) Thierry Bonzon, “Consumption and total warfare in Paris (1914-1918) (Serifandin û şerê topyekûn li Parîsê (1914-1918))”, di Frank Trentmann û Flemming Just (bi rêveberîya wan), Food and Conflict in Europe in the Age of the Two World Wars (Li Ewropayê xwarin û arîşe di serdema herdu Şerên Cihanê de), London, Palgrave Macmillan, 2006.
(5) Sonia Shah, “Contre les pandémies, l’écologie (Li hemberî pandemîyan, ekolojî)”, Le Monde diplomatique, adara 2020î.
(6) Association négaWatt,  Manifeste négaWatt. En route pour la transition énergétique! (Manîfestoya negaWattê. Li ser rêya veguherîneke enerjêtîk) Actes Sud, Arles, 2015.
(7) Larry Fink, “A fundamental reshaping of finance (Jinûve teşekirineke esasî ya darayîyê)”, malpera înternetê ya BlacRock, çileya paşî ya 2020î, www.blackrock.com
(8) Amélie Canonne et Maxime Combes, “BlackRock se paie une opération de greenwashing grâce à Paris et Berlin (BlackRock bi xêra Parîs û Berlînê heqê operasyoneke xwe di warê ekoljîyê de pîrûpakkirinê dide dayin)”, Basta!, 24.01.2020, www.bastamag.net
(9) François Morin, Quand la gauche essayait encore. Le récit des nationalisations de 1981 et quelques leçons que l’on peut en tirer (Wexta ku çep wê hê biceribîne. Vegotina dewletîkirinên sala 1981ê û çend dersên mirov dikare ji wan bigire), Lux, Montréal, 2020.
(10) Alain Desrosières, “La commission et l’équation : une comparaison des Plans français et néerlandais entre 1945 et 1980 (Komîsyon û hevkêşe: liberhevgirtineke planên fransî û holandî ji 1945ê heta 1980yî)”, di Genèses de. Sciences sociales et histoire, Parîs, n°34, 1999.
(11) Pavlina Tcherneva, The Case for a job guarantee (Waqeya karekî misoger), Polity Press, London, 2020.
(12) Florence Jany-Catrice û Anne Fretel (bi kordîneya wan) “Une analyse de la mise en œuvre du programme expérimental visant à la résorption du chômage de longue durée dans le territoire urbain de la Métropole de Lille (Analîzeke bicihanîna bernameya ceribandinê ya ji bo jinûve kêmkirina bêkarîyê ya demdirêj li deverên bajarî ya metropola Lilleê)”, rapora navîn, 11ê hezîrana 2019an, li ser înternetê li vê navnîşanê peyda dibe https://chairess.org
(13) Dominique Méda, “Nous savons aujourd’hui quels sont les métiers vraiment essentiels (Em dizanin kîjan pîşe bi rastî esas in)”, Politis, Parîs, 25ê adara 2020î.
(14) “De la pacotille aux choses qui durent (Ji tiştên xwe nagirin ber bi tiştên xwe digirin ve)”, Le Monde diplomatique, îlona 2019an.
(15) Jean-Baptiste Malet, “Le système Rabhi (Sîstema Rabhi)”, di Le Monde diplomatique de, tebaxa 2018an.
(16) John Bellamy Foster û yên din, “The sales effort and monopoly capitalism (Hewldanên firotinê î yekdestdarîya kapîtalîzmê)”, di Monthly review de, 60 (11), New York, nîsana 2009an.
(17) Bernard Chavance, “La planification centrale et ses alternatives dans l’expérience des économies socialistes (Plansazîya navendî û alternatîfên wê di aborîyên sosyalîst de)”, di Actuel Marx de, Parîs, 65 (1), 2019.
(18) Yannick Barthe, Michel Callon û Pierre Lascoumes, Agir dans un monde incertain. Essai sur la démocratie technique (Tevgerîyana li dinyayeke neewle. Ceribandinên li ser demokrasîyeke teknîk), Seuil, Paris, 2001.
(19) Dominique Bourg û yên din, Inventer la démocratie du XXIe siècle. L’Assemblée citoyenne du futur (Vedîtina demokrasîya sedsala 21ê. Meclîsa Welatîyan a Siberojê), Parîs, Les Liens qui libèrent, 2017.
(20) Financial Times, London, 4ê îlona 2017an.
(21) Catherine Larrère (bi rêveberîya wê), Les Inégalités environnementales (Newekhevîyên ekolojîk), Paris, PUF, 2017.
(22) Lucas Chancel, Insoutenables inégalités. Pour une justice sociale et environnementale (Newekhevîya nikare dewam bike. Ji bo edaleteke civakî û ekolojîk), Parîs, Les petits matins, 2017.
(23) André Gorz, “Leur écologie et la nôtre (Ekolojîya wan û ya me)”, Le Monde diplomatique, nîsana 2010î.