Guhastina-azad, rûpelek divê bê qulipandin

Li derdorên lîberal, şîareke bitenê: ku şewb derbas bû, bila her tişt bibe wekî berê. Heke krîzê berevajîya vê derfeta devjêberdana vê modêla, ku fersenda peydebûna koronavîrusê û belavbûna wê da, bidana?

Translator

Şewba Covid-19 dikare dawîyê li serdema sîstema bazara serbest a dirinde bîne ku bi salan e li gorî daxwaza sektora taybet çerxa wê dizîvire û li ser pişta girseyên xizan û cîhana me bûye barekî berdêlgiran. Hêzên ji sîstemê sûdê werdigirin wê li dij derkevin: ew ê bixwazin rewşa awarte ya « kapîtalîzma buhranê » pêk were da ku paşî dîsa her tişt vegere seyra berê. Gelek rayedar, –gava rasterast xizmetê ji karsazan re nakin,– nîşan dan ku ew bêpar in ji wêrekî an jî xeyalsazîya pêwist a ji bo bicihanîna vê veguherînê. Lê belê dîsa jî mirov dikare çar sedeman bihejmêre ji bo destnîşankirina wê yekê ku buhrana Covid-19 dikare bibe firseteke zêrîn. Wekî din, dibe ku jixwe êdî kêlîya gavavêtinê be ji bo versîyoneke erênî ya bi gotina Naomî Klein, «stratejîya şokê» ya vê çerxa ku gelek caran bi saya krîzan derfet daye serdestan ku cîhanê li gorî dilê xwe ji nû ve saz bikin.

Çavkanîya pêşî ya hêvîyê: şewbê piranîya şênîyên welatên pêşketî neçar hiştin êş û tengezarîya ku encamên globalîzasyona lîberal in, di can û bedena xwe de hîs bikin. Li cîhaneke ji bo xizmeta şirketên navneteweyî hatîye sazkirin, welatên herî dewlemend jî niha êdî nikarin hilberînê bikin an jî bibin xwedî vantîlatoran, maskeyan û amûrên tibî yên pêwîst ji bo tedawîkirina nexweşan. Rawestandina hilberînê li welatekî bû sedemê nerazîbûneke zincîrî ya ku bi pergalên tibî û aborî yên cîhanê hemû serî da tewandin. Û vê jî, zerara ku bi şewba vîrusa korona derket holê, hê zêdetir kir.

Hejmarek mezin pêdivîyên bingehîn îro êdî tenê li welatekî, carna jî li du welatan hilberîna wan pêk tê. Rêjeyeke mezin a ji van pêdivîyan ji Çînê tê û pir zehmet e zêdekirina hilberîna wan li cihekî din. Bi rêxistinbûna zincîrên hilberînê yên cîhanî yên ku ketine tengavîyeke mezin, şirketên ku bixwazin tiştên kêm hilberînin, nikarin madeyên xam û pêwistîyên din ên ji bo hilberînê bi dest bixin. Bi nimûne: piranîya bi sedan parçeyên ji bo çêkirina vantîlatorekê tên bikaranîn, li welatên ku ev amûr tên montekirin, nayên hilberandin. Ji % 90ê madeyên aktîf yên berhemên dermanî tenê li du welatan hilberîna wan pêk tê.

Xwespartina li «xwedayê berhemdarîyê» yê li navsera çîyayê Olympê bazara serbest veniştîye, bûye sedemê nêçîra li pey kapasîteyên nehatine bikaranîn. Di van şertan de, tevahîya zincîrê diqete eger yek ji sedan girêdanan –şirketek, li kîjan devera cîhanê be– ne di rewşa karkirinê de be. Gava li welatekî karker nexweş dikevin, gava ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrusê tedbîrên danîna mesafeya civakê dikevin dewrê, gava hikûmet pêdivîyên welatîyên xwe datînin pêşîya îxracatên xwe, hingê tengesîyên bingehîn ên peydekirina pêdivîyan bi lez xwe nîşan didin.

Ev tê wê wateyê ku hejmareke mezin kes êdî haydar dibin ji felaketa ku heta hingê bi milyonan karker, cotyarên biçûk civakên li kevîyên firerêyên globalizmê hatibû hiştin, jixwe di navê de bûn.

Beqa di nava ava beroşê de noqbûyî ferq nake ku dereceya germa avê bilind dibe. Tenê felaketeke ji nişka ve rûdide dikaribû bibûya zixta hişyarkirinê ji bo kesên, heta niha, tehdîda heyî dûr dihesibandin. Heta, kesên ji bo parastina peymanên bazara serbest, xwe kiribûn pisporên pesindayîna feydeyên globalîzmê, ew jî niha êdî qebûl dikin rewş wisa nameşe û li xwe mikur tên ku modeleke hilberîna hê xwemalîtir dikare bi feyde be. Di stûnên rûpelên The Economist an jî Financial Times de, ku misyonerên evanjelîst ên bazara serbest in, em êdî li gotarên ku rewşê wekî berê berevajî dikin, rast nayên.

“Em nikarin destûrê bidin ku bazar bitenê dravdanîya jêderên kêm bi rê ve bibe”

Çavkanîya duyem a hêvîyê: tixûbên ku «çarçova aqil» bisînor dikirin, hatin parçekirin. Êdî tu hikûmet nafikire vê îzahê bike: «Biborin, em nikarin tedbîrên xwe ferz dikin wergirin ji ber ku ew li dijî rêzikên rêxistinên mezin ên bazirganîya navneteweyî ne». Bersivên ku tehdîda Covid-19 li hikûmetan ferz dike, wan teşwîq dike ku prensîbên mezin ên dibûn zemîn ji bo globalîzma lîberal binpê bikin. Tenê ji ber rola nû ya şewbê jî ku hikûmetan neçar dihêle pê rabin, xeyalkirina vegereke bi lez a rewşa destpêkê zehmet dike.

Ji ber tiştê ku heta niha dilê sîyaseta wan pêk dianî, gelek dewlet niha berdêlên giran didin: hêza wan têrê nekir welatîyên xwe biparêzin. Li şûna bibin nivîsevanên nexşeya rê ya sektorên taybet, hin ji wan axirî zendûbendê xwe ba didin ji bo ku tiştên hilbijêrên wan ji wan hêvî dikin, bicih bînin: bicihkirina pêdivîyên gel li pêşîya her tiştî û destwerdana li cihê ku pêdivîya gel bi wan heye.

Hê berî çend mehan jî, wê pir zehmet bûya me xeyal jî bikira li vegotineke wisa ya ji alîyê midûra giştî ya Bazirganîya Komîsyona Ewropî Mme Sabine Weyand ve hat formulekirin. Li semînereke 9ê nîsana 2020î a ji alîyê Waşington International Trade Association (WITA) ve hat organîzekirin wê weha digot : «Divê em qebûl bikin ku tam di nîvê felaketê de, em nikarin bihêlin ku bazar tenê çavkanîyên ku pir kêm bin, tehsîs bike. Fikrekî din ê ku em neçar in qebûl bikin ev e: li şûna ku em wan çavkanîyan bispêrin bazirganên pîyaseya serbest ên dixwazin her tiştî bixin destê xwe, divê em wan arasteyî sektora tendirustîyê bikin

“Di sîstema me de kêmasîyeke bi qendî Kanyoneke mezin”

Lê belê Mme Weyand herweha dixwaze mimkin mertebe zû jî vegere ser «karê xwe yê hercar». Komîserê bazirganîyê Phil Hogan helwesteke hê wêrektir nîşan dide: ew pêşnîyara muzakereyan dike ji bo berterefkirina hemû sînorkirinên bazirganîya malzemeyên tibî «da ku zincîrên hilberîna cîhanî bi awayekî serbest bên şixulandin» (axaftina wî ya 16ê nîsana 2020î). M. Hogan û zîrekên globalîzmê rasterast dijberîyê dikin li hemberî her hewldana xwemalîkirina hilberînê û wê wekî hewldaneke nafîle ya «aborîya xwemalî» karîkaturîze dikin. Li gel vê yekê jî, pirsgirêk ne tercîheke di navbera globalîzm û xwemalîbûnê de ye. Ya girîng ew e ku were destnîşankirin ku gelek kesan êdî fêm kirîye ku di rejîma bazara serbest de, welatê wan nikaribû ew biparastana. Ew ê vê ji bîr nekin.

Dîsa bi heman şêweyî, axaftinên bi coş ên bi methîye li ser nirxên «tam di wextê de» û «berhemdarîya azamî» madem «herkes jê sûdê werdigire» êdî di valahîyê de zingînîyê dikin: her kes ferq dike ku ev sîstem ji xwe re dike armanc ku kara xwe bigihîne asta azamî, welew tendirustî, edalat û heta ewlekarîya neteweyî jî pê ji holê rabin.

Wekî îşareteke guherînê, wezîrên bazirganîyê yên welatên G20, 30yê adara 2020î danezanek ragihandin. Tê de dîyar kirin ku tedbîrên pêwist ên ji bo têkoşîna li dijî şewbê dikarin wekî awarteyên rewa li rêzikên Rêxistina Cîhanî ya Bazirganîyê werin zêdekirin. Ewçend zêde hikim zîncîra sazîyê binpê dikin. Ev jî dibe îşareta wê yekê ku ev hikma dawî nahêle hikûmet bersivê bidin pêdivîyên welatîyên xwe.

Çavkanîya sêyem a hêvîyê: krîzê bi taybetî li Dewletên Yekbûyî xetên şikestî yên sîyasetê di mijara bazara serbest de serûbin kirin. Şewb ji parçebûneke çep/rast bêhtir, parçebûneke din radixe pêş çavan: populîstên li dijî lobîstên sektora taybet. M. Bernie Sanders û Mme Elizabeth Warren populîstên çepê ne. Ew li hemberî vê globalîzma ku li gorî tercîhên karbidestan hatîye eyarkirin, dijberîyê dikin.

Lê belê ev vîzyona der barê cîhanê de êdî li derdora populîstên rastê deng vedide: «Vê şewbê di nava zincîrên me yên tedarîkê de qelşeke bi qasî Kanyona Mezin raxist bi me da keşfkirin. Em nema dikarin hin berhemên bingehîn li ser xaka amerîkî hilberînin. Ev tê wateya tehdîdek ji bo tendirustîya me, ewlekarîya me ya neteweyî û aborîya me. Amerîkî vê pirsgirêkê venebînin jî Waşington vedibîne. Wall Streetê, ji alîyê din ve, hêvî dikir ku em destê xwe nexin kîsê wê». Ev gotin ne yên M. Sanders an jî yên Mme Warren, lê yên senatorê komarger Josh Hawley in ku 3yê nîsana 2020î anîn ziman.

Çavkanîya çaremîn a hêvîyê: bilezkirina ji nû ve nirxandina generalîzekirî –ji alîyê hikûmetan, lê herweha ji alîyê civakê ve jî– ya mîtên dor girtine li Rêxistina Aborî ya cîhanî û rola atolye ya li Çînê hatîye spartin. Îlustrasyona vê vegerê: Nimûneya berbiçav a vê guherîna ji nîşka ve: Tokyo berî çendekê bernameyeke berdêla wê 2 milyar dolar ji bo şirketên navneteweyî ji Çînê veqetin ragihand. (1) Berîya şewba cîhanî, gelek welat ketibûn nava hewldana zêdekirina kapasîteyên xwe yên lêgerîn û hilberînê ji bo rê bigirin li ajandaya Çînê ya 2025an, plana Pekînê ya ji bo serdestîya li pîşesazîyên siberojê (zekaya sûnî, erebeyên kesk, fezagerî, teknolojîya pizîşkî û hwd.). Serêşîya zêde ya têkildarî hewldanên Pekînê yên ji bo pêşxistina şêwazekî otorîterîya teknîka bilind, pratîka ku hin şirovekaran wekî «merkantalîzma venûkirinê» (2) bi nav kir û pêşketina kapasîteyên wê yên leşkerî ya bi bazirganîyeke pir zêde hatîye fînansekirin. Van gişan pozîsyonên rayedarên sîyasî û berpirsîyarên ewlekarîya neteweyî yên gelek welatan di warê sîyaseta derve de serûbin kirin.

Ev her çar sebep dibin bingeha bawerîya ku krîza Covid-19 dikare dînamîkên ku guftugoyên li derdora rêxistina aborî ya cîhanê rûdidin, ji nû ve rastalî bike. Û li vê kêlîya em lê ne, eleqedarbûna ji bo ka kî, çi, li ku û çawa hildiberîne dibe meseleyeke man û nemanê.

Eger ji destê me were em tiştekî bikin, ji bo ku krîz bibe sedemê guherînin erênî, em ê karibin aborîyên xwecihî, neteweyî û herêmî pir bi awayekî xurttir ji nû ve saz bikin. Ev jî bi karkirina li gel aktorên ku dikarin mal û xizmetên pêwîst bi fîyetên baştir hildiberînin, bi afirandina karên bi feyde, bi destekkirina çandinîya cotyarên biçûk û bi parastina hawîrdor mimkin e. Bêguman, krîza avhewayî jî heman veguherînan li ser me ferz dike.

Qutîya amûran a baş tê naskirin, serketina xwe li Çînê nîşan da

Tê bîra me ku heta nîveka salên 1990î, li gorî rêzikên bazirganîya navneteweyî qût ne di nava malên din ên bazarê de dihat hesibandin. Çima? Ji ber ku pêdivîya her kesî, ji bo ku karibe jîyana xwe bidomîne, bi qût heye. Ji ber vê yekê dewletan jî di vî warî de ji bo xwe daxwaza serbestîyekê dikir da ku, stokkirina qût û destekdayîna ji bo hin hilberînan jî di navê de, bibin xwedî derfeta peydekirina rê û rêbazên tedarîkkirina pêdivîyên welatîyên xwe. Ev awayê bîrbirinê hê jî lê û rewa ye. Divê ev feraset sektorên din ên kîlît jî bide ber xwe, bo nimûne sektorên hilberîna derman û amûrên tibî. Ji ber ku hin welatên ku di asta herêmî an jî neteweyî de tengasîyên wan ên hilberîna van pêdivîyan hene, bi rewşên zêde hesas re rû bi rû dimînin.

Em zanin êdî çi heye li nava qutîya amûrên sîyasî yên pîşesazîya neteweyî ku wisa xuya ye li her derê xwedî zexteke xirab e ji bilî li Çînê ku li vir serketina xwe nîşan da. Tê de ev hene: tedbîrên bacên xelatkirina hilberîna neteweyî û pîşesazîyên kesk, ne ji bo hilberînên îthalkirinê; tedbîrên sererastkirina bacan ên razemenîyên hilberîner, ne yên spelukatîf; di sektorên cihêreng de parastina naverokên herêmî û neteweyî; îhaleyên ku pêşketina zincîrên hilberîna xwecihî teşwîq dikin; sererastkirinên mulkîyeta ramanî yên dibin pirek ji bo xwegihandina dermanan û teknolojîya erzan û teşwîqkirina venûkirinê; teşwîqkirina lêkolîn, perwerdekirina xebatkaran û şagirtan… Pêkanîn an jî pêkneanîna van sîyasetan, ne girêdayî hebûn an jî nebûna fikran, lê girêdayî biryardarîya sîyasî ye.

*Midûra Çavdêrîya Bazirganîya Cîhanî ya Welatîyan, Waşington, DC.

 

(1) Kenneth Rapoza, «Japonya Çînê di nava heja koronavîrus a milyaran dollarî de bi tenê dihêle », Forbes, New York, 9 nîsan 2020, www.forbes.com 
(2) Robert D. Atkinson, «Doza ji bo stratejiya pîşesaziya neteweyî  li dijî bilindbûna teknolojîk a Çînê », malpera Information Technology & Innovation Foundation, 13 nîsan 2020, www.itif.org

 

Wergera ji fransî: Baran Nebar