Acîlîyeta tendirustîyî, bersiva ewlehîyî

Ji ber nekarîna dermankirina Covid-19ê desthilatên dewletê yên gelek welatan bi ser wê yekê ve bûn ku her hilgirê potansîyel ê vîrusê, yanî her kesî wekî gef û tehlûkeyekê bibînin. Serdema kontrola dîjîtal a xelkê dest pê kir. Xêra Xwedê ye ji bo pîşesazîya kontrol û taqîbê û ji bo kompleksa tekno-ewlekarîyê.

Translator

Li rojavayê Awusturalyayê walî êdî xwedîyê wê erkê ye ku bazinên elektronîk bi wan kesan ve bike ku muhtemel e bi vîrusa koronayê ketibin û di karantînayê de bin. Li Çînê hem germahîya laşê wan kesên xwarinê vediguhezînin û hem jî cihê wan ê lê bûn (jeolokalîzasyon) di telefona biaqil a kesê xwarin jê re diçe de xuya dike; ew bi xwe jî tên şopandin da ku rîska wan a ketina bi vîrusê bê nirxandin. Û da ku kodeke bi rengekî bidin wan ku şertê çûna wan a cihê kar, suwarbûna wan li wasite û navgînên veguhestinê yan jî deverên şên dîyar dike. Memûrên polîsê çînî herweha berçavkan bi kar tînin ku rastîyê mirov pê dihise, xurt dike. Ew girêdayî kamerayên termîk ên li ser kaskên wan in û destûrê didin, ew kesên di nava qelebalixê de laşê wan zêde germ, bên naskirin. Bi rêya aplîkasyoneke li ser telefona wan a biaqil bicihkirî, xelkê li Lehistanê di karantînayê de divê xwe li cem polîs îsbat bikin, bi wê yekê ku ew bi rêkûpêk wêneyekî xwe yê dîjîtal (selfie) ya ku di hundirê mala wan de hatîye girtin, ji polîs re bişînin. Herçî Zelandaya Nû ye, polîs platformeke dîjîtal a gilîkirinê da şixulandin, ew bang li welatîyan dike ku binpêkirinên tevdîrên tecrîda ji ber şewbê yên ku ew şahidîya wê dikin, ragihînin polîs.

Bi awira pêşî li wir tiştekî wekî paradoksekê heye: bersiva sereke ya dewletan ji bo krîza sihetê, bi ewlekarîyê ye. Halê hazir ji wan nayê ku dermanekî li dijî vîrusê bi kar bînin, cihên li nexweşxaneyan ên li jîyanê vegerandinê, testên têderxistinê û maskeyên xweparastinê xirab hatine pêşdîtin û texmînkirin, ji ber wê jî hikûmet xelkê bi xwe wekî gef û tehlûke tîk li hemberî xelkê disekinîn -ji bo ku xelkê ji xelkê bi xwe biparêzin-. Lê belê ev nakokî tenê darî çav nakokî ye. Loma ji sedsalan ve şewbên epîdemîk demên bi îmtîyaz nîşan didin di veguherîn û zêdekirina desthilata dewletê û giştîkirina pratîkên nû yên polîsî yên wekî fîşkirina xelkê.

Di xeyala me de rêveberîya bi ewlekarîyê ya tendirustîya giştî, parçeyek ji arkaîzmê ye. Bipêşketina tibê, esas hişt ku encama berepaşçûna dewamî ya epîdemîyên mezin û pê re jî êdî xirabûna nîzamên sîyasî yên pê ve elaqedar, derkeve holê. Ev jî dihat kirin bêyî hesabkirina rola kapîtalîzmê –bi rêya xirakirina jîngehan, çandinîya pîşesazî yan jî bilezkirina her zêde dibe ya herikîna navneteweyî– di belavkirina navgînên nexweşker de. (1) Bi tirsa beramberbûna jinûve danader a tehlûkeya epîdemîk a ji salên 1990î ve çavdêrîya wê tê kirin, aktorên wekî Rêxistina Tendirustîyê ya Cihanê (WHO) yan jî bi weqfa milyarder William Gates bi xwe, xwe avêtin bextê algorîtmayan û “big data (daneyên mezin)” (2) Di analîza daneyên girseyî de ew hêvîya zûtir naskirina wan nexweşîyan hebû û vê jî wê bihişta rayedar wekî bersiv di pêşîyê de tevdîran bigirin û herweha bihişta ji ber krîzan bê hişyarkirin. (3)

Mahneya ebedî ya zordestan: “Ji bo qencîya we ye”

Mixabin, ev teknoljîyên hanê ne tu hawar bûn ji bo hişyarkirina ji bo krîza pandemîya Covid-19ê. Dewletên ku krîze da ser wan, mecbûr bûn sînordarkirinên azadîyê yên zalimane yên bi sedsalan kevin, ferz bikin. Wekî tevdîrên asêkirina li malan û karantînayên din ku dîrokzan û demograf Patrice Bourdelais bi bîr dixe ku wan “sedsala 19an kirin hevmaneya rejîmên totalîter. Îngilistana lîberal hingê rejîmeke nû ya parastinê pêşnîyaz kir li ser esasê kontrolkirina tibî di hatina keştîyan de, birina nexweşan ber bi nexweşxaneyên veqetandî ve û çavdêrîya çend hefteyan a rêwîyên siheta wan xweş dîyar. Hingê berpirsîyarîya ferdî ya nexweşên ku diçûn deveran yan jî navgînên veguhestinê yên giştî bi kar anîne, hat girêdan; vê yekê dikarî bike ku ew cezayekî pereyî bidin yan jî çend rojan di hepsê de bimînin”. (4)

Lîstikên tendirustîya giştî û aqlê dewletê ne yên doh in. Lê belê serdema globalîzasyonê, kir ku ew êdî ne tenê di asta bajar, herêm û rêyên dirêj ên ticaretê de astengkirina azadîya tevgerê ferz bikin, lê di asta kurewî [global] de li ser dinyayê hemûyî. Bi carekê, rêveber dikevine nava pêşbirkeke teknolojîk û ewlekarîyê; ew jî li alîyê xwe radihêjin wan stratejîyên rayedarên çînî ji sibatê ve ceribandî. Êdî ka ew modelkirina belavkirina epîdemîyê û cihguhertina xelkê be, çi dîyarkirina cihê ferdan yan jî şopandina danûstandinên wan ên civakî be da ku kesên ku nû vîrusgirtî tesbît bikin, dewlet û partnerên wan ên sektora taybet wan amûran rewa dikin ên ku heta niha hatibûn veqetandin ji bo kontrola civakî û naskirina yên anormal. Çawa ku jineke ciwan a ji şênîyê Şangayê dibêje, berîya virûsa koronayê “kontrol jixwe li her derî bû”; epîdemîyê tenê kir ku “bêhtir darîçav û ’alenî bibe”. (5)

Nexwe ev rewşa îstîsnayî rojêke rabe, dîrokzanên vê dema roja îro, belkî wê ecêbmayî bimînin ku hikûmet lê fikirîn ku ferz bikin yan jî çawa li Fransayê qewimî, teşwîq bikin ku tevahîya xelkê welêt tiştekî eynî wekî bazinê elektronîk bi xwe ve bikin. Ev jî bi rêya telefoneke biaqil û aplîkasyoneke şopandinê (backtracking) dibe ya ku dîrokçeyeke têkilîyên fizîkî yên her ferdî qeyd dike, diçe serî. Bipêşketina totalîter a muameleyeke bi vî rengî wê bikira rejîmên herî paranoyak ên sedsala 20î jî ji çavnebarîyê biteqin; jixwe yekê ji wan jî wê newêrîya tiştekî welê ferz bikira. Argumana rêveberên niha rewakirina despotana a ebedî bi bîra mirovan dixe: “Ev ji bo qencîya we ye”. Dîsa jî karîgerîya bi rastî ya van tevdîrên bi armanca ku bikarhêner li ser rîska vegirtina vîrusê hişyar bike û jinûve bi ser şopa zincîra vegirtinê ve bibe, bi tu awayî ne misoger e, nemaze gava ku ew tenê bi tercîhê û dilxwazî bin. Gava mirov li lêkolînên elaqedarî van projeyan dinihêre, hikûmet wê hewl bidin wan ferz bikin û wan ferdên rîsk li ser wan heyî tesbît bikin da ku wan bixin karantînayê. (6) Wekî din, çawa ku profesora zanistên sihetê li Vancouverê, Susan Erikson çavdêrîya wê kir, “Rîsk heye ku nêzîkîlêkirina teknolojîk ber bi wê yekê ve bibe ku mirov berê xwe ji stratejîyên esasîtir û lazimtir ên rêveberîya krîzên tibî bide alî”. (7) Li gorî wê, ev “çareserîperestîya teknolojîk” kiribû ku demeke gelekî bi qîmet belesebeb ji dest biçe, di dema epîdemîya vîrusa ebolayê de gava ku wê sala 2014an rojavayê Afrîkayê dabû ber xwe. (8)

Reklameke bipêşkêşkirineke mezin ji bo amûrên analîzê yên operatorên telekoman

Ev rêgeha dînane ya daneyan, nûnerîya rovanşekê ye ji bo wî bextê rastgerîyayî ji şirketên pirneteweyî yên dîjîtal ên mezin. Dawîya adarê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêveberîya Trump hevdîtinên bi Google, Facebook û gelek reqîbên wan re dan destpêkirin da ku di têkoşîna li dijî vîrusê de stokên wan ên mezin ên daneyan seferber bike. Ji gelek salan û vir ve ev serên rimê yên kapîtalîzma kontrolkirinê diketin ber agirekî gur ê rexneyan. Wan di krîzê de derfet peyda kir ku modelên xwe yên aborîyê yên jehrî rewa bikin. Gava vê dikin jî xwe wekî partnerên xwezayî yên dewletan di rêveberîya siheta giştî de bi cih dikin. Google û Apple hema hema temamê sîstemên xebitandinê yên telefonên biaqil ên di bazarê de bi rê ve dibin; wekî nimûne wan ragihand ku ew ê bi rayedaran re kar bikin da ku çareserîyên şopandinê bi pêş bixin.

Ev bûyer di heman demê de dike ku ew keysa xwe bînin li mohrkirina partnerîyên nû bi sazîyên xizmeta tendirustîyê re. Armanca van partnerîyan wê bipêşxistina amûrên muamelekirina bi daneyên girseyî re û çêtir birêvebirina dîyarkirina armanca bikaranîna çavkanîyên nexweşxaneyan be. Herçî çavkanîyên nexweşxaneyan in, ew her kêmtir bûn di encama kêmkirina budceyê de. Ev fenomên êdî bi temamî hatîye belgekirin: di encama reva ji bacê, para “big data” di qelsbûna xizmetên bi destê dewletê de heye û heman “big data” xwe ji sîyaseta jixwekêmkirinê têr dike. National Health Service (NHS) a brîtanî 28ê adarê destpêkirina konsorsîyûmeke Google, Amazon û Microsoftê dicivîne, ragihand. Palantir vê hemûyî bi rê ve dibe. Ew jî şirketeke kalîfornîyayî ye, ya ku di analîzkirina daneyan de pispor e û bi têkilîyên xwe yên bi Central Intelligence Agency (CIA) re tê nasîn. Û heta ew tê nasîn bi hevkarîya xwe ya bi Dayreya Koçberîyê ya Amerîkî re di tepisandina kesên bê kaxez [kesên bi qaçaxî li welatekî dimînin; têbînîya wergêr] de. Tevî ku bi carekê bi xêra dewletê û sozên fînansekirinê yên sîstemên tendirustîyê vegerîyan jî, epîdemî wê karibe mantiqê rêveberî û taşeronîya hin karan zexm bike, yên ku ji bo pîşesazîyên dîjîtal gelekî girîng in.

Operatorên teleragihandinê yên mezin jî ji pasteyê para xwe digirin. Wan, mîqdarên qubale li ser lihevkirî, bi bihayê zêrî firotin mişterîyên wan deverên xizmeta wan kêm e. Ji bilî vê, rewşa hawarê ya sihetê reklameke bi rengê lîstikeke şanoyî ya mezin pêşkêş dike ji bo navgînên wan ên analîzên daneyên jeolokalîzasyona telefonên destan. Em behsa amûrên qanûnîbûna wan cihê gumanê dikin. Ev şirket ji salan ve li cem kolektîvîteyên cihî di çarçoveya projeyên “bajarên biaqil” de hewl didin van amûran tîcarî bikin. Ji destpêka epîdemîyê ve operator tevdîrên bûyî lod diweşînin; bi van, ew cihguhertina şênîyan nîşan didin, ne xasim yên Parîsîyan ber bi cihê wan ê îqametê yê duyem ve. Li Fransayê rayedaran û medyayê ev stastîstîk bi kar anîn da ku nîşan bidin ku asêmayina li mala îqameta yekê hatîye binpêkirin û tilîya xwe jî bi wan mîyên gurî ve bikin, ewên ku asêmayina li malê binpê kirin. Bi dîmenên garên bi ser ve tijîbûyî, ew beşdar bûn li rewakirineke wezîfedarkirineke berê nedîtî ya polîsan, tevî bi sed hezaran zabitnameyan, bi gelek bûyerên şidetê û bi îdîaya çareya teknolojîyên nû yên kontrolê. Bi heman rengî bikaranîna droneyan bi xêra krîzê di nav zelûlîyeke hiqûqî ya tam de giştî dibe. Ji çend salan ve ev drone delalîkê ber dilan bûn ji bo şopandin û kontrola xwepêşandanan, belê ev heta niha têra xwe sînordar bû. Ew ji dûr ve kontrolkirî û bi hoparlor û kamerayan gurçûpêçkirî ne. Piranîya caran bi buhayê zêde ji şirketên taybet tên kirêkirin. Ev firokeyên giregira wan e, peyamên pêşîlêgir belav dikin yan jî rêyan û meydanên xwezayî kontrol dikin. Ev jî destûrê dide dewrîyeyên li ser erdê wan serserîyên qanûnan binpê dikin, bitirsînin. Wezareta Karên Hundir ji rewşê sûd wergirt da ku di nîsanê de bangî pêşnîyazan bike ji bo firotina 650 cîhazên ku ew dixwaze bikire. (9)

Polîs di heman demê de dikare bi gelek şirketên di bazara geşbûyî ya kontrola ewlekarîyê ya “bajarên biaqil” de pispor in pişta xwe rast bike. (10) Li Fransayê şirketa startup a bi navê Two-I pêşnîyazî hêzên nîzamê kir ku belaş algorîtmayên wê yên ji bo analîza di dema dem de a herîkîna dêwane ya wan daneyên ji lodên kontrola bi vîdeoyê biceribîne. Mesele tam jî dîtina wan binpêkirinên qaîdeyên xwejihevdûrkirina civakî ye. Hevdamezrînerê wê Guillaume Cazenave weha rave dike: “Kapasîteya teknolojîya me heye ku karibe kombûna mirovan nas bike, ev jî destûrê dide ku paşê hêzên nîzamê pêşîyê lê bigirin.” Ew ji polîs bi xwe re dihêle ku wê gava di navbera pêşîgirtin û tepisandinê de biavêje. (11)

Tabloya vê zirarkirina li azadîyên xelkê yên bi alîkarîya kompûterê, wê kêm bimînin heger teknolojîyeke din nebe; ev teknolojî jî heta berîya bi çend mehan sembola civaka kontrolê ya çînî bû: Naskirina rûyan. Di destpêka epîdemîyê de musteşarê dewletê yê meseleya dîjîtalê Cédric O, yê ku destekkerê mezin ê vê amûrê ye, wisa texmîn dikir ku ew tiştekî welê ye ku “hejmarek xêrên wê dê bibin hem li nîzama dewletê û hem jî di birêveberîya nexweşîyan de”. (12) Li Moskovayê 100 hezar kamerayên kontrola bi vîdeo her û her meydanên giştî dişopînin. Li wir, ev teknolojî ji bo naskirina wan kesan tê bikaranîn ku ferza karantînaya li ser xwe binpê dikin. Herçî polîsên li ser sînoran ên New Yorkê ne, bi ya wan peywendeke epîdemîyê vê çareya “bê destpêbûn” û ji ber wê jî “hîjiyenîk”tir ji pasaportên jirêûresmê ji bo naskirina rêwîyan, bi temamî rewa dike. Mesele hat fêmkirin: berbelavkirina kontrola bîyometrîk wê êdî xwe bi mitaleyên sihetê xurt û zexm bike.

Xeyalkirina ku binesazîyeke weha ji bo armancên kêm li xwe mikurhatinê bê guhastin hêsan e

Û ji ber ku bi gotinên serokkomar Emmanuel Macron ên dema axaftina wî ya kurt a 16ê adarê di televizyonê de “em di şer de ne”, ma ne lazim e çavkanîyên dijterorîzmê li dijî vîrusa koronayê bên seferberkirin? Ji 14ê adarê ve serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu destûr da sazîyên îstîxbarata hundir ku amûrekê bi armanca xwegirtina li ber epîdemîyê bi kar bînin ya ku heta hingê bi qaçaxî di têkoşîna li dijî êrişên xwekujîyê de dihat bikaranîn. Wî biryara xwe weha rewa kir: “Heta niha min xwe neda ber wê yekê ku ev tevdîr li dijî xelkê sîvîl bê bikaranîn, lê êdî em em mecbûr in”. (13) Şirketa di sîxurîya elektronîk (sîber) de pispor û ketî nav gelek skandalên sîxurîya li dijî milîtanên mafê mirovan û rojnamevanan, NSO Group (14) amûrên xwe dide ji bo analîzkirina daneyên meta û nameyên li ser tevnên telekomê bidestketî. Bi têkelhevkirina van agahîyan hemûyan, NSO “puwaneke vegirîyê” di navbera 1 û 10ê de dide her kesî. Bi dehan welatên din jî wê vê sîstemê biceribînin. Rehet e ku mirov bibîne ka çawa gava krîza sihetê êdî nerm bû, binesazîyeke wisa wê ji bo armancên din bê bikaranîn; armancên sîyaseta kontrolê yên ku mirov kêmtir dikarin daqurtînin û qebûl bikin. Krîz di pey krîzê re di bin sîya aqlê dewletê û partnerîyên dewletê bi sektora taybet re, civaka ewlekarîyê wê geş bibe û ew ê bendên nû bi cih bike li pêşîya hewldanên veguherîna civakî.

* Lekolîner, endamê La Quadrature du Net, nivîskarê L’Utopie déchue. Une contre-histoire d’Internet, XVe-XXIe siècle (Utopyaya bibinketî. Dijdîrokeke înternetê, ji sedsala 15an heta ya 21ê), Fayard, Parîs, 2019.

 

(1) Sonia Sah, “Contre les pandémies, l’écologie (Li dijî pandemîyan ekolojî)”, Le Monde diplomatique, adara 2020î.

(2) Effy Vayena û yên din, “Policy implications of big data in the health sector (Pirsgirêkên sîyasetê yên big data [daneyên mezin] di sektora tendirustîyê de)”, Bulletin of the World Health Organization, Cenevre, Berg 96, Hejmar 1, çileya paşî 2018.

(3) Tim Eckmanns, Henning Füller û Stephen Roberts, “Digital epidemiology and global health security: An interdisciplinary conversation (Epîdemîyolojîya dîjîtal û ewlekarîya tendirustîyê ya kurewî [global])”, Life Sciences, Society and Policy, Berg 15, Hejmar  1, adara 2019an.

(4) Patrice Bourdelais, “Le retour des dispositifs de protection anciens dans la gestion politique des épidémies (Vegera amûrên parastinê yên kevin di rêveberîya sîyasî ya epîdemîyan de)”, Extrême-Orient Extrême-Occident, Hejmar 37, îlona 2014an.

(5) The Guardian ê ji ber girtîye, London, 9ê adara 2020î.

(6) Luca Ferretti û yên din, “Quantifying SARS-CoV-2 transmission suggests epidemic control with digital contact tracing (Hejmartina vegirtina SARS-CoV-2 kontrolkirineke epîdemîk a bi şopandina têkilîyan a dîjîtal pêşnîyaz dike)”, Science, Washington, adara 2020î.

(7) Susan L. Erikson, “Cell phones ≠ self and other problems with big data detection and containment during epidemics (Telefonên destan ≠ pirsgirêk xwe û yên din kesên din bi dîtina big data û di dema epîdemîyan de xwe vedan)”, Medical Anthropology Quarterly, Berg 32, Hejmar 3, îlona 2018an.

(8) Evgeny Morozov, “Covid-19, le solutionnisme n’est pas la solution (Covid-19, çareserîperestî ne çareserî ye)”, blogên Le Monde diplomatique, 5ê nîsana 2020î.

(9) Beyana bi hejmara 20-51423, Bulletin officiel des annonces des marchés publics, Parîs, 15ê nîsana 2020î.

(10) “La ‘ville sûre’ ou la gouvernance par les algorithmes (‘Bajarê ewle yan rêveberîya bi algorîtmayan)”, Le Monde diplomatique, hezîrana 2019an.

(11) Le Journal des entreprises, Nantes, 25ê adara 2020î.

(12) Liberation.fr ji ber girtîye, 13ê adara 2020î.

(13) Times of Isra (versona bi frans), Quds, 15 adara 2020, www.fr.timesofisrael.com

(14) “WhatsApp attaque en justice une entreprise israélienne pour espionnage (Êrişeke bi WhatsAppê li dijî darazê kirineke îsraîlî ji bo sîxurîyê)”, Capital, 30ê çirîya pêşî ya 2019an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawiya