Hikûmetan biryar da azadîyan û mafan dorpêç bikin

Erozyona berdewam a azadîyên takekesî ya ji 11ê îlona 2001ê bi vir de, li Fransayê tên çavdêrîkirin, bi hefsa li malê mayîna hevwelatîyan û rewşa awarte ya tendirustîyê re bi bezeke nedîtî bi pêş ket. Ji ber nebûna desthilateke berdêl, gelo dê mafên bingehîn ji ber vîrûsekê têk biçin ?

Translator

«Ez dixwazim ji sedîsed zelal bim: sererastkirinên hatin kirin wextî ne». Wezîra dadê ya fransî Mme Nicole Belloubet, piştî vê peyamê, digot qanûna 23ê adarê ya têkildarî têkoşîna li dijî şewba Covid-19, «di tu rewşê de rê venake ji bo merîyeta rêzik û biryarên xweragir ji zêdetirî wextê rewşa awarte». (1) Ev tekst ji alîyekî ve rejîmeke qanûnî ya awarte diafirînerewşa lezgîn a tendirustîyêû ji alîyekî din ve mafê qanûnçêkirina bi fermanan ji bo warên herî berfireh –ji hiqûqa kar bigirin heta hiqûqa şirketan- dide hikûmetê. Li gel vê yekê, tu tiştî di nava vê qanûna pêşî de ji bo van sererastkirinên mijara gotinê, bo nimûne ji bo şêwaza nirxandina cezayî, sînorekî demî dest nîşan nedikir. Piştî demeke kurtmuhtemelen dema bersiv dida gelek rexneyanbiryarên 25ê adarê hatin zelalkirin. Lê belê daxwaznameya muhafizên mohran piştrast dike ku piştî ku rewşa lezgîn bi qanûnên rewşa awarte re bikeve nava nakokîyê, ev tedbîr nakevin nava hiqûqa hevpar: ew dawîya dawî normalîze dibin.

Têkildarî edalet û girtîgehan, biryar (2) bi tesbîteke xerîb dest pê dike (xala yekemîn): «Rêzikên prosedura cezayî hatin eyarkirin (…) da ku derfetê bidin berdewamîya faalîyetên dadgehên cezayê yên bingehîn ên parastina nîzama gelemperî». Ev referansa nîzama gelemperî ecêbe e: ev têgeha nas ji bo pisporên hiqûqa gelemperî an jî îdarî, ji bo hiqûqa cezayî nîsbeten zêde nenas e (ji bilî îstîsnaya mijara guftugoyê ya ragirtina bersûc a berî mehkemê). Û bi rastî jî, hiqûqa prosedura cezayî ne ji bo parastina nîzama gelemperî, lê belê ji bo lêgerîna li sûcdaran û cezakirina wan di nava çarçoveya rêzek prensîban de (edalet, nakokî, mafên parastinê, nîsbetbûna tedbîrên mecbûrî, takekeskirina ceza, û hwd.) ye. Destûra bingehîn wekî li darizandinê ferz dike ku bibe «parêzvana azadîya takekesî» : nîzama gelemperî ji alîyê destûrnameyî ve ne karê wê ye.

Biryarnameyên 27ê adarê: ji qanûna tawanbaran a 1793yan de, cara «Yekê»ye ku tiştekî bi vî rengî tê dîtin.

Gelek pizîşk û zanyar hemfikir in ku baştir e girtî werin berdan ji ber ku deverên dorlêgirtî dihêlin vîrusa nû ya koronayê zûtir belav bibe. Bi rastî jî, li gorî nivîsareke di The Lancet de hat weşandin, «girtîgeh hêlîna nexweşîyên vegir in». (3) Mme Michelle Bachelet, Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyê Yekbûyî, «bang li hikûmetan û rayedarên xwedî erk kir ku bikevin nava hewldana bi lez a kêmkirina hejmara kesên girtî». (4) Li Fransayê tedbîr ji bo serbestkirina girtîyên cezaxwarî hatin wergirtin, bi taybetî ji bo kesên ji du mehan kêmtir cezayê wan maye ku temam bibe. Lê belê fermana Mme Belloubet dîsa jî ji bo ragirtina li girtîgehê ye kesên li dadgehên ceza an jî li dadgehên cezayê giran hatine darizandin, lê belê dîsa jî wekî bêguneh tên qebûlkirin û ji ber vê yekê di hepsa malan ên zêde dagirtî de tên ragirtin. Wekî ku parêzer Sylvain Cormier jî nivîsand, «ji bo kesên ceza li wan hatîye birîn serbestbûna pêşwext a bêkêmasî; ji bo kesên bêguneh tên zanîn jî, dirêjkirina mayîna li hundir bi awayekî xweber. Ji alîyekî ve em serbest berdidin, ji alîyekî ve jî hepis dikin». (5)

Dadgerên cezabirînê karîn ji bo berdana kesên cezaxwarî pêşengîyê bikin. Lê li alîyê din, bertekên pêşî yên cîhana dadgerîyê beramberî hejmareke mezin serlêdanên ji bo serbestberdana girtîyên bêguneh tên ferzkirin bi yên hikûmetê re bi piranîdi nava ahengê de bûn. Dadgerekî jêpirsînê yê parîsî, muhtemelen pisporê nexweşîyên vegir, îdîa kir ku «îdîaya wekî şertên girtîbûnê ji xetereyên şewbê naparêzin tu eleqeya wê bi rastîyê re tune», tevî ku daneyên zanistî giş berevajîyê îdîaya wî ne … 23ê adarê li Bordeaux, dadgehê baroya xwecihî, ku ji serê salê ve wekî piranîya parêzerên Fransayê di grevê de ye, bi texîrkirina rûniştinên dadgehê sûcbar kir û got: ev jî dibe sedem ku girtîgeh di ser dev re tije bibin.

Biryara 25ê adarê dema ragirtina azamî ya berîya dadgehkirinê dirêj dike. Piştî weşandina wê ya di rojnameya fermî de, bi giştînameyeke Parêzvanîya Mohran û e-maîleke midûra karûbarên sûc û efûyan ev biryar hat ragihandin: divê dema ragirtina berîya mehkemeyê, bêyî ku girtî û parêzerên wan karibin tu îtîrazekê bikin, xweber were dirêjkirin. Gelek dadgerên azadkirin û ragirtinê hingê bi carekê biryar dan, talîmatên hikûmetê kitekit bicih bînin. Bi vê yekê nîşan dan ku ew tu paxavê bi prensîba veqetîna hêzan nakin. 27ê adara 2020î, bi vî awayî yekemîn «fermanên ku bûn zemîna dirêjkirina xweber a dema ragirtina berîya mehkemeyê» hatin ragihandin. (6) Serokê baroya parêzeran a li nava Şewirmendîya Dewletê û Dadgeha Temyîzê Louis Boré ev yek weha şirove kir: «Ji qanûna bersûcan a 1793yan û vir ve cara pêşî ye ku ferman tê dayîn da ku mirov bêyî destwerdana dadgerekî, di girtîgehê de bimînin». (7)

Dîrok wê qeyd bike ku Fransayê, bi giştîname û e-maîlan, mafê parastinê, mafê xwegihandina parêzerekî ji holê rakir û li ser biryareke besît a îdarî biryara ragirtina li hundir a bi milyonan girtîyan da.

Îzolekirin bi şêwazekî din ê ragirtinê, cezakirin e. Di dema guftugoyên parlamenteran de ku encama wergirtina qanûna lezgîn a 23yê adara 2020î jê derket, hikûmetê xwest qanûneke cezakirina bi peran çêke ji bo kesên bêyî ku sedem nîşan bidin ji malê derdikevin. Lê belê wê xwest herweha ji bo sûcên tekrarkirî cezayekî girtina heta şeş mehan bide qebûlkirin. Ev derçika şeş mehî -li şûna sê mehan- bo nimûne tenê ji ber sedemên usûlî hat tercîhkirin: ango ji bo rê vekirina li darizandina bilez a ji bo vî sûcê ji nişka ve derdikeve holê.

Destwerdana ji bo cezakirina derketina ji malê ji ber sedemên ku nehatine desnîşankirin li qanûn û biryarnameyan –li tesdîqnameya rûmetşikên a cihguheztinê ya wezareta karê hundir hat zêdekirin. Hiqûqa ceza bi vî awayî dibe vektora asayîkirina modeleke malbatî. Encama tedbîrên tund ên pêşîlêgirtinê, wekî ku fîlozof Geoffroy de Lagasnerie dibêje, « sedemê pelişandin û nemeşrûkirina hemû formên jîyanê yên ne sazîyî û malbatî». Ev dijderketinû çar caran rû bide, sûc cezayê pere an jî cezayê hepsê ferz dike ji bo hatine ba hev a dijqanûnî ya du evîndaran: «polîsek di navbera wan de tê bicihkirin». (8) Biryarname bi vî awayî destûrê dide derketina derve ji ber «sedema pêwist a malbatî», ku şirovekirina wê mijareke hesas e, eger em nexwazin bibêjin kêfî ye: dayîkek, bo nimûne, li salona ku kurê wê lê dihat darizandin, nehat qebûlkirin, yanê daxwaza wê ya dîtina kurê xwedi nava qutîyê de jîtêrê nekir ji bo «pêwist» were nirxandin piştî saeta vekirîbûna odeyên hevdîtina girtîyan bi malbatên wan re.

Nexwe, polîs e yê ku li ser cih biryarê dide, devkî an jî na, ka kîjan veguhestina cih li gorî qanûnan e an jî na. Bi awayekî din mirov bibêje, polîs qanûnê çêdike. Û bi awayek ji awayan, ew e yê ku edaletê jî çêdike. Wekî ku lêkolîner Aline Daillère têkildarî xebatên polîsan ên destwerdanên li taxên xizan nîşan da, cezayê destnîşankirî bi navkirina teknîk a deswerdanê– «şêwazekî cezakirina bêyî darizandinê ye». (9)

Çerxa ku hikûmetê ji bo pêkanîna tedbîrên pêşîlêgirtinê û cezakirina binpêkirina tedbîran, nexwe, tenê bi kêrî îstîsmara polîsan dihat. Lîsteya van îstîsmaran dibe mijûlahîyeke bi coş ji bo lêkolînerên dîyardeyên ucûbe yên burokratîk, ku bi giştî hîn bûne nimûneyên herî biriqîner di arşîvên bloka berê ya Rojhilat de peyde bikin. Lê belê niha li «welatê mafên mirovan» bi xwe hêzên asayîşê îfadeya mirovan digirin, tenê ji ber ku ew çûne bazara kirînê ya zêdetirî kîlomotreyekê dûrî mala xwe, (10) tevî ku ev sînor tenê ji bo çalakîya werzişî tê pêkanîn; rojnamevanekî serbixwe yê xwedî karta çapemenîyê tûşî cezayê tê, tenê ji ber ku tarîxa li ser kartê bi pênivîsa qurşûn nivîsandîye, (11) li kesên ji bazarê vedigerin cezayê pere tê birîn, tenê ji ber girteya berdêla tiştên kirîne bi wan re tine

Heta bi Konseya Destûrê jî qanûna lihevkirinê, li dijî Destûrê qebûl kir.

Tiştê di dest de dimîne dîyar e ku redkirina van îfadegirtinên sûîstîmalkirî yeji ber ku ew têra xwe derdikevin derveyî sînorê qanûnî û nîzamîlê belê bi rîskeke girîng a rûbirûbûna dayîna cezayekî hê mezintir û bêyî karîna li dijderketina gotina polîsên pêwistîya fermanê bicih tînin. Van «sûîstîmalan» wekî teserûfeke polîsên wezîfedar şirovekirin wê şaş be; sedema van sûîstîmalan tekstên ji alîyê hikûmetê ve mohrkirî ne. Ji ber ku hikûmet tercîheke sîyasî kir û azadîyeke hema hema bêsînor da hêzên asayîşê. Wezîrê karê hundir jî ev yek bi awayekî nerasterast be jî li pêşîya komîsyona qanûnan a senatoyê qebûl kir, dema îdîa kir ku wî zanibû ev rewş dikare «bibe sedemê şaş şirovekirinan», û ji ber vê yekê di encamê de «doktrîna» xwe guherand. Rewşa awarte gelo hêza qanûnê dide doktrîna M. Christophe Castaner?

Piştî çar îfadegirtinên devkî, bersûc pêşî wekî sûcdar tê binçavkirin, dû re jî derhal derdikeve pêşberî dadgehê. Dadgeha Toulousê bi vî şêwe mehek cezayê hepsê da ciwanekî 18 salî, karkerê wextî û xwedî sabiqeya paqij, lê esrar dikişand. Sedema cezabirînê jî ew bû ku ew bêyî sertîfaka çûbû bazarê. (12) Li Cussetê (Vichy), dadgeran ji ber tekrara nebûna sertîfîkayê, sê meh cezayê girtinê li kesekî bêmal birîDadgehên din di rewşên heman rengî de ji bo kesên bêmal biryara beraetê dan, an jî gihîştin wê qenaetê ku xwe spartina li dosyaya destlêwerdanên polîsên trafîkê bi awayê firsetbazî ji bo destnîşankirina sûcên di dema tedbîrên şewbê de derqanûnî ye. Jixwe hikûmet jî li xwe mikur hat ku ev helwestên polîsan li dijî qanûnê ne û bi lezûbez fermana sererastkirina biryarê da. (13) Axirî, dadgehên Bobigny, Poitiers û Parisê têkildarî lihevhatîbûna sûcê binpêkirina tedbîrên şewbê bi Danezana Mafên Mirovan û mafê welatîbûnê yê 1789an û bi taybetî jî prensîba bêguneh hesibandinê re, der barê destûra bingehîn de pirseke esasî arasteyî dadgeha temyîzê kirine. (14)

Bi sazkirina vê rejîma awarte, hikûmetê bawer dikir wê xwe ji her cure kontrol û dengeyan xilas bike. Wisa xuya ye bi ser jî ketîye gava ku mirov bala xwe dide kontrola parlamenterî ya hema hema êdî nemaye, (15) riayeta konseya şewirmendîyê ya dewletê ya ji bo daxwazên hikûmetê, (16) û heta helwesta Konseya Destûra Bingehîn a ku qanûna organîk a 23yê adara 2020î tevî ku bi awayekî vekirî li dijî Destûra Bingehîn e jî, erê kir. (17) Berxwedana çend dadgehan li gel vê yekê jî tîne bîra me ku li vî welatî hin kes hê jî bi Danezana Mafan ve girêdayî ne.

  • Parêzer. Nivîskarê pirtûka Dijminên dewletê: Qanûnên eşqîyayî, ji «anarşîstan» heta «terorîstan», La Fabrique, Paris, 2019.

(1) Nicole Belloubet, « Dewleta hiqûqê ne di karantînayê de ye », Le Monde, 1 nîsan 2020.

(2) Biryara rewşa awarte ya hejmar 2020-303 a 25ê adara 2020î a têkildarî qanûna hejmar 2020-290 a 23ê adara 2020î ya rewşa awarte li himberî şewba covid-19.

(3) Stuart A. Kinner, Jesse T. Young, Kathryn Snow, Louise Southalan, Daniel Lopez-Acuña, Carina Ferreira-Borges, Éamonn O'Moore, « Prisons and custodial settings are part of a comprehensive response to Covid-19 », The Lancet Public Health, 17 adar 2020.

(4) Communiqué de l’ONU du 25 adar 2020.

(5) Sylvain Cormier, Fransaya mexd a ragirtina ber mehkem, Dalloz-actualit, Paris, 10.12. 2020, www.dalloz-actualite.fr

(6) Hannelore Cayre, «Kî yî tu Nicole Belloubet, ji bo venişî ewçend li ser azadîyên gelemperî?», Libération, 31adar 2020.

(7) Le Monde, 4 nîsan 2020.

(8) Les Inrockuptibles, Paris, 1 nîsan 2020.

(9) Aline Daillère, «Edaleta li kolanê ji hêza destwerdanê ya polîsan», Mémoire de Master 2, bi rêveberîya Fabien Jobard, Université de Versailles Saint-Quentin-en-Yvelines, çirîya paşî 2019.

(10) Le Télégramme, Brest, 28 adar 2020.

(11) Twitter, compte @raslaplume, collektîfa rojnamevanên serbest, 31 adar 2020.

(12) La Dépêche, 5 nîsan 2020.

(13) Biryarnameya 14ê nîsana 2020î bi guherandina biryarnameya 13.11. 2004 a afirandina pergala kontrolê ya xweber.

(14) Nîvîskarê van rêzan amadekarekî yek ji van pirsên esasî yên têkildarî destûra bingehîn e.

(15) Manon Altwegg-Boussac, «Dawîya xuyabûnan», La Revue des droits de l’homme [En ligne], Actualités Droits-Libertés, mis en ligne le 12 nîsan 2020, consulté le 16 nîsan 2020.

(16) William Bourdon, Vincent Brengarth, «Şewirmendîya dewletê xwe ji hev dixe li şûna ku bibûya keleha herî zexim a azadîyan», Le Monde, 12 nîsan 2020

(17)  Véronique Champeil-Desplats, «Konseya destûra bingehîn li himberî xwe», La Revue des droits de l’homme [En ligne], Actualités Droits-Libertés, mis en ligne le 13 nîsan 2020, consulté le 16 nîsan 2020.

 

Wergera ji fransî: Baran Nebar