Azadî û Berpirsîyarîyên Li Swêdê

Dijî piranîya welatên ewropî, Swêdê ji bo rawestandina pandemîya Kovid-19 rêbazeke nemecbûrî hilbijart. Hikûmet sînordarkirina tevgerîyê û pêwendîyên fîzîkî diparêze lê wan bi temamî nade rawestandin.

Translator

“Derkevin derve û li parkan li kêfa xwe binhêrin” afîşa şaredarîyê ya ku li kolanên Stockholmê  mizginîya hatina biharê radigihîne, dibe ku ji bo 4 milyar mirovên li cîhanê yên îzolekirî bibe provakasyonek. Herweha di dawîya meha adarê de stasyona metroyê ya Abrahamsberg di saetên kar yên awarte de xalî bû. Heya dema hê her tişt dixebitî, di nav mehekê de bikaranîna wesayîtên komguhêz ji nisbeta sisêyan dudu kêm bûye. Panoya lambeya sor ya ku sefera metroyê ya li dû vê pêk bê, peyamê dide: tenê ger hewcebûn hebe rêwitîyê bikin” Li hember, otobusek tê. Ajokarê ku bi lepikên plastîk yên şîn hatibû arastin, dest nîşan dike ku rêwî di derîye paşî re li otobusê siwar bin. Di neynika raçavê de bi baldarî li rêwîyên kitekit, yên ku li paş kordona sihî ya ku qada pişt wî vala hîştîye de hatine îzolekirin, temaşe dike.

Paytexta Swêdê, pêşnîyarên Sazîya Tendirustîya Raya Giştî dişopîne û hewl dide ku hêdî hêdî pêşîya berfirehbûna Koronavirusê bigre. Ji 29ê adarê vir ve hevkombûna ji 50 kesî zêdetir hat qedexekirin. Ji bo dibistan û zanîngehan jî dûr-xebat û dûr-perwerdehî têtin “teşwîqkirin”. Lêbelê sazî û karsazîyên gelemperî vekirî ne: Dibistan, pirtûkxane, holên werzişê. Bar û xwaringeh divê ji bo têra her mişterîyî qad û cihê rûniştinê peyde bikin. Tunebûna asayî ya canxelasan destûra gelemper eşkere dike: her kesek berpirsyarîya tûşbûn û belavkirina vîrusê û herweha rîska fetisînê hildide ser xwe.

Di yekê nîsanê de Wezareta Tendirustîyê û Karên Civakî talîmateke fermî bi bîr anî “Mesafeya  navbera xwe biparêzin û berpirsîyarîya xwe ya kesane bigrin ser xwe.” Jixwe vê destûrê di nav civakê de wisa kok berdaye ku di berê de, sermagirtineke (bapêş-zekem) jirêzê bi kubarî dibû sedema betalkirina şîvê an jî xebata kar ya li malê. Swêdî di warê parastina mesafeyê ya li gel hev a di wesayîtan de û qadên raya giştî de banek in. Tele-xebat (telework) bêhtir adet e. Swêd bi pîvana ji % 90 bikaranîna înternetê ya rojane di mijara “seranser dîjîtal” de pêşbirkeke ecêb bi rêve dibe, ku ev yek jî ragihandina pêşnîyaran û şopandina îstatîstîkên gelêrî yên ji alîyê Ajansa Tendirustîya Gel ve pêk tên hêsan dike. (1) Ji bo her yekî di wextên vala de, ji prosedurên îdarî yên înteraktîf bigre heya radestanên malê, bikaranîna înternetê bûye favorîyeke sereke. Yanî tiştên ku di demên normal de bizerar dihatin dîtin, di van rojên dawî de wekî tiştên kêrhatî tên xuyan.

Tevgera serbest yan jî derketina ji welêt garantî ye/misogerkirî ye

Swêdîyên ku ji sazîyên xwe bawer in piştgirîyê didin vê stratejîyê. Ji ber ku dijî makezagona ya ku ji bo hemû swêdîyan “azadîya tevgerîna di nav sînorê dewletê de û terkkirina welêt” dabîn dike ye, îzolasyona gelemperî pêk nayê. Profesorê dada giştî ya Zanîngeha Lund Titti Mattsson dest nîşan dike û dibêje “ fikirîna dotira rojê muhîm e ku dema em di neynika raçavê de mêze bikin da ku ka me azadî û mafên xwe yên bingehîn yên ku ji bo me giranbuha ne re rêz girtîye an na”. (2) Li dijî cîranên xwe yên bakurî yên ku sînor û dibistanên xwe girtine, Swêd xwedîyê feraseteke îstîsnayî nîne ku di demên aştî û aramîyê de rewşa awarte îlan bike.

Helbet ev yek nebû asteng da ku rayedar di meha sibatê de dest bi kar bikin. Ji roja zanyaran di Kovara Science de piştrast kirin ku pandemî her diçe belav dibe heta niha, pizîşkên pispor yên ewlehîya sivîl û karûbarên civakî, li maseya Ajansa Tendirustîya Gel rojane diaxifin. Herweha serokwezîrê sosyal demokrat Stefan Löfven jî bi rêkûpêk li zanyaran dişêwire, agahîyan dide serokên partîyên curbicur û bi vî şiklî tevlî vê sîstemê dibe. Mirovên ku temenê wan li ser 70 salî ne û yên ku neku nexweşîyên wan yên danûstendina bêhnê hene tên teşwîqkirin ku tekilîyên xwe yên civakî sînordar bikin û li qadên hewadar de bimeşin. Karên danûstandinê ji alîyê mirovên minêkar ve pêk tên. Serdana xizman ya ji bo xweyîtîxane yên kal û pîran qedexe ne.

Di destpêka meha adarê de komîsyoneke neteweyî ya ji bo kontrolkirina pandemîyê hat avakirin û komîsyonê dest bi çêkirina testan kir. Her çiqas hejmara pêkanîna testan (ji 10.000an 75) ji ya Fransayê zêdetir be jî, lê ji ya welatên Skandînavî yên din, nemaze ji Îslandayê -ya ku heya nîvê nîsanê ji deh kesan yek hatîye testkirin- kêmtir e. Bi hefteyan pêşîya kaseyên magazeyan bi pleksîglasên tenik hatine pêçandin, cihên rawestandinê yên ji bo rêza danûstandinê hem li ser refan û hem jî li erdê magazeyan hatine îşaretkirin û di heman demê de kêmasîya jêleya hîdroalkolî, kaxezên tuwaletê û hevîrtirşk çêbû. Çalakîyên çandî hatin betalkirin lê dîsa jî hinek li ser webê hatin pêkanîn. Dema mirov li ber lêva golekî dimeşîyan, tenê kuxikek dibû sedem ku herkes serê xwe vegerîne û li wî mirovî mêze bike. Stockholmî bi gelemperî şevên şemîyê yanî piştî dayîna mûçeya mehane li malên xwe dimînin.

Çanda lihevkirinê bi vê maratonê hat tecrubekirin

Ji destpêka meha adarê heya roja îro şêst hezar mirov ji kar hatine avêtin û sed hezar kes jî ji ber xwe ve bê kar mane. Ji sala 1992yan bigre heya roja îro nîsbeteke zêdebûna bêkarmayîyê nehatîye dîtin. Hikûmet texmîn dike ku nîsbeta bêkarmayîyan îsal ji % 6,8 dê bibe % 9, heya ku bibe % 13 jî. (3) Swêd ne welatekî awarte ye da ku lê her tişt birêkûpêk û xweş be, Stefan Löfven got ku “welêt xwe bi avayekî nebaş amade kirîye, da ku rezervên wê yên stratejîk ji “Şerê Sar” bigre heya îro her diçin kêm dibin.” Pergala tendirustîyê ya Swêdê bedela arizîkirina gewre ya sî salî û qutkirina budçeyê dide. Li Swêdê li nexweşxaneyê li serê hezar kesî 2.2 nivîn (textê razanê) dikeve (4), ev hejmar çar caran ji ya Almanyayê û şeş qat jî ji ya Japonyayê kêmtir e. Li nexweşxane û navendên pizîşkî û xweyitîxaneyên kal û pîran kêmasîya alav û karmendên tendirustîyê derketîye holê. Wekî cihên din yên li Ewropayê heman strateji tê bikaranîn ji bo ku tesîsên tendirustîyê neyên xitimandin, loma artêş û îhtîyatên sivîl di nav meha nîsanê de hê jî li Stockholmê di nav zevîyên ku nayên bikaranîn de nexweşxaneyên sehrayê saz dikin.

Her çiqas hejmara wan kêm bibe jî, dengên curbicur yên ku îstatîstîkên welatên Skandînavî yên din ku ji xwe re dikirin referans bilind bûn û gazî dikirin da ku sînordarkirineke xurt were pêkanîn. Li gor îstatîstîk û raporan di 20ê nîsanê de li Swêdê nîsbeta hejmara mirîyan du qat ji nîsbeta Danîmarkayê û deh qat jî ji ya Fînlandîyayê zêdetir e. Lê ev nîsbet ji ya Fransayê du qat û ji ya Spanyayê jî sê qat kêmtir e. Herweha ji 10 nîsanê ve, hejmara waqayên vîrusê yên nû û hejmara nexweşan yên ku ji bo servîsa lênêrîna avarte tên pejirandin bi avayekî girîng kêm bûne. (5)

Serbijîşkê nexweşîyên epîdemîk Anders Tegnell, 4ê nîsanê di civîna çapemenîyê ya Ajansa Swêdî de got: “Na, stratejîya Swêdê îmunîtêya kollektîf (collective immunity) nîne.” Lê ew di civînê de di bin zextê de bû da ku ji ber çi, îstatîstîkên Swêdê ji yên welatên cîranên xwe cudatir bûn. Herweha, anîn ziman ku ev cudatî wekî fêkîyekê, encama derengmayînê ye. Lê belê tiştekî weha jî gote rojnamegerekî Finlandî: “ Li gor min hêvîya hemî welatan bi îmunîtêya kollektîf heye. Ji ber ku hemû dizanin ku ancax gelek mirov tûş bibin û sîstema wan ya îmunîtêyê xurt bibe, wê demê ji ber xwe ve nîsbeta belavbûna vê vîrûsê yê bi awayekî mayînde dê kêm bibe”. (6)

Çanda lihevkirinê bi vê maratonê tê ezmûnkirin. Rastîya dîrokî ev e ku hikûmeta hindikayîyê (minority goverment) bi piştgirîya bêbeşdarî ya Partîya Çep, sosyal demokrat û ekolojîst anîn ba hev û di nav sê mehan de desthilatdarîya berfireh bi dest xist. Ji 18ê nîsanê vir ve, ji ber ku tenê kontroleke piştî bûyerê ya parlamentoyê heye, ew dikare bi rêbazên rêkûpêk tevbigere da ku bikaribe krîza Covid-19 rojane birêve bibe. Lêbelê ev rêbaz nayê wê wateyê ku hêza wî digîhîje her tiştî, Stefan Löfven got: “ Ne mimkin e ku li hemberî vîrusê qanûnek bê derxistin,” û wî gazî gel kir da ku ew bi “aqlê selîm” tevbigerin, ji ber ku ev kriz dê demeke dirêj hê bidome û dijwar be.” Herweha di destpêka meha nîsanê de ew afîşa meşhûr ya ku digot: “Derkevin derve û di parkan de li kêfa xwe binêrin” di kolanan de wenda bû.

 

*Rojnameger, Stockholm.

 

(1) «Folkhälsomyndigheten tar hjälp av mobildata», site de l’Agence de santé publique suédoise, 8 avril 2020, www.folkhalsomyndigheten.se
(2) «Därför kan Sverige inte utfärda utegångsförbud», SVT Nyheter, Stockholm, 2 avril 2020, www.svt.se
(3) Svenska Dagbladet, Stockholm, 15 avril 2020.
(4) Données de l’OCDE pour 2018.
(5) Statistiques officielles de l’Agence de santé publique suédoise
(6) Yle, Helsinki, 4 avril 2020, https://svenska.yle.fi

 

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana