Jİ ÇAPAMENÎYÊ CÎHANÊ

Translator
Tenê vaksînek, ew jî Mesîh

Li gor New York Timesa 17ê adara 2020î, du roj berî 15ê mehê, keşe Rodney Howard-Browne, papazê dêra evanjelîk ku hatibû Qesra Spî ji bo ji birêz Donalt Trump re dua bike, endamên civata wî ya pir ku bi ser hev de kombûbûn teşwîq bike ku destê hev bigrin û nîşan bidin ku ne “xam” in. Wî bi serve kir got: “Ew ê zorê li me bikin ku em xwe parza ango derzî bikin”, ev jî “dê gelek merivan bikuje”. Yek ji şêwirmendên din ê dînî yê Trump, A Kendall (ji Florîdayê), keşeyê Guillermo Maldonado ku perestgeheke pir mezin bû, henekê xwe bi hin bawermendên dêra xwe yên ku “ji vîrusê tirsîyabûn û li mala xwe di jêrzemînekê de mabûn” kir, ji ber ku li gor wî, “Heke em bimrin, em ê ji bo Îsa Mesîh bimrin.”

Wekî berê

Di rojnameya Le Journal du dimanche a 19ê nîsana 2020î de, serekê Banque de Franceê, birêz François Villeroy de Galhau îdia dike dibêje, piştî ku krîza tendirustîyê sivik bibe ew ê weha bibe: “Fransa dê ji vê şokê bi deynekî mîrî ku bikêmanî dê 15 puanan ji Hatinîya Nenet a Neteweyî (HNN) bibuhire, ji % 115 bêtir derkeve. Heta demekê, divê ev pere li xwedîyê xwe vegere. Vegera mezinbûna aborî, bi xebata me dê alîkarîya vê yekê bike. Mînakên berê yên di dîrokê de jî heta radeyekê dikarin rê bi ber me bixin ku em deynê girêdayî koronavîrûsê bitenê di demeke pir dirêj de bidin. Lê divê em herweha jî, bêyî ku destpêkirina di demeke nêzîk de bi derengî bixin, tiştê ku berî krîzê niha pirsa me ya serekî ye hal bikin: ji bo heman modêla civatî, em ji cîranên xwe gelekî bêtir mesrefê dikin. Ji bo vê, bi taybetî jî ji ber ku fransiz naxwazin zêde bacê bidin, divê em birêveberîyeke xurt a encamgir bidin ber xwe. Almanya bi awayekî berfireh dikare bersiva şoka niha bide, ji ber ku wê bîra di dema rihetîyê de deynê xwe kêm bike bir.”

François Villeroy de Galhau, birêveberê Banque de Franceê, Journal du dimanche, 19ê nîsana 2020î.

 

Serdestîya Kapîtalîzm

“Çep, ji bo bigihêje armanca xwe ya dawîn, hilweşandina kapîtalîzmê, dê dudilîyê neke ku serî li panîkê bide. Ji ber ku em dibînin êdî ji % 41ê amerîkîyan piştgirîya sîstemeke gerdûnî ya ewlehîya civatî dikin, mana xwe keysperestîya çep ne bêbandor e. Tevî vê jî, dersa ku vîrusê daye, hîn bêtir ew e, ku piştaxwedana burokrasîyeke mîrî xurifîn e. Heke Amerîka niha li hemberî şokê di ber xwe dide, ev bi awayekî pir berfireh bi saya hêz, afirînerî û helwesta nerm a aktorên me yên qayîşkêş û jîr ên kapîtalîst e. Șîrketa dermanan Roche hilberîna xwe ya bi girseyî ya testên tendirustîyê di çileya paşîn de da dest pê kirin. Googleê malpereke şewirmendîyê ji kesên ku elametên nexweşîyê li canên wan peyde dibin pêk anî. Walmart û CVSyê parkîngên xwe yên pir mezin vekirin ku meriv bi erebeyên xwe bên ji bo xwe test bikin. Ji 30î bêtir şîrketên dermanan herweha teşebusên biçûk ên bîoteknolojîyê şerpeze bûne ku tedawî û parzayan[vaksîn] bibînin. Bayerê ragîhand ku ew ê 3 milyon hebên klorokînê wekî dîyarî bide.

Di heman demê de, heta bi van “multîmilyonerên” telekomunîkasyonê yên wekî Verizon, Comcast û Sprint ku me ew çend hez dikir em ji wan nefret bikin jî, sozê heke ew nema karibin perê xwe bidin jî, ew ê mafê wan ê gîhaştina torê ji bo du mehan biparêzin dan amerîkîyan. Adobe û Google xizmeta xwe ya perwerdeya ji dûrî ve pêşnîyarî dibistan, zanîngeh, dê û bavan kirin. U-Haul ji xwendevanan re pêşnîyara gîhaştina belaş a kapasîteya wan a depokirinê dike. Lîsteyeke bêdawî ya şîrketan bi dilê xwe ewlehîya tendirustî û mehaneyê dîyarîyî serkar û firoşkarên xwe dikin û danên xêrxwazîyê didin civatên ji nexweşîyê herî zirardîtî. Her kî ku bawer bike ev tişt hemî dê li Amerîkayeke sosyalîst bibin ew tiştekî din ê ji xeynî tûtinê dikêşe”.

Kimberley A. Strassel, «Coronavirus Vindicates»,   The Wall Street Journal, 20ê adara 2020î.

 

Romantîzm

“Divê em xwe ji handana hînbûna rewşa îro ya hin kesan biparêzin, heta meriv nehêle ku bi wan dîmenên wan ên xapînok ji rê derkeve: li ser rîyan bêtir kêmbûna çûnûhata tirimbêlan, di çûnûhata esmanî de esmanekî xalî, kêm qerebalix û tevger û bizivîn, vegera jîyaneke sade û bazirganîya herêmî, dawîya civata mezaxtinê... Ev hiskirina romantîk xapînok e, ji ber ku kêmbûna beza jîyana civatî û aborî ji bo xwecîyên bêjimar ku qet nîyeta wan a duçarbûna demeke dirêj a vê ceribandina bizorê ya paşvexistina aborî tuneye di rastîyê de pir dijwar e. Gelek kes pêdivîyeke weha his dikin, lê herweha pêdivîya daxwaz û têrkirina wê, xebatê, afirandinê, hilberînê, guhastin û mezaxtinê jî hîs dikin. Meriv dikare vê yekê kêm an zêde bi awayekî zîrektir bike û mafê me yê ku hinekî dersê ji krîza îroyin bigrin jî heye. Lê dîsa jî ku çalakîya aborî zûbizû û bi hemî hêza xwe dest pê neke nabe.”

Vers une stratégie de sortie de crise / Ber bi stratejîyeke ji krîzê derketinê”, Centre patronal suisse, Service d’information, n°3284, 15ê N-nîsana 2020î.

 

Çavdêrî

“Șewba koronayê (Covid-19), di dema nûjen de, azadîyên siwîl û jîyana taybetî dide ber lêpirsîneke weha ku heta niha tiştekî bi vê gosirmetê nehatibû dîtin. Û dîsa jî, kesek ji xwe vê pirsê nake. Her çend otorîterî belav dibe ew hinde jî qanûnên acîl pir dibin û em heqên xwe feda dikin, herweha em kapasîteya xwe ya rawestandina şemitîna ber bi dinyayeke kêmtir lîberal û kêmtir azad jî feda dikin. Bi rastî jî hûn bawer dikin ku dê pêla pêşîn, pêla duyem, pêla 16ê ya koronavîrusê piştî demeke dirêj bibin bîranînên jibîrkirî, ev amûrên çavdêrîyê dê neyên parastin gelo? Gelo ev hemî dane dê neyên stokkirin? Bikaranîna wan ji bo çi dibe bila bibe, em avahîsazîya çewsandinê lê dikin.”

Edward Snowden, hevpeyvîna ‘Vice.com’ê, 10ê nîsana 2020î

 

Bi şopa xwe de vegerîyan

“Ne ji ber ku min serdestîya sîstemekê ravekirîye –wekî liberalên ku dewletê mîna dijminê xwe yê serekî dibînin– ez ê nirxên wê parve nekim. Berevajîya wê ez bawer dikim ku îro em terîya stêrka bi terî ya vê neolîberalîzmê dibînin, ku jixwe ew ji zû de miribû. Îcar em ê niha li lîberalîzmeke wekî ya salên 1950 û 1960î vegerin, ku lê aborîya bazarê û rêzgirtina milkîyeta taybetî bi hev re, li gel dewleteke serdest ku karibe karîgerîyê di kêmkirina newekhevîyên civatî û aborî de bike. Careke din, tiştê ku ev şewb derdixe holê, pêdivîya dewleteke bihêz e.”

Francis Fukuyama, nivîskarê La Fin de l’Histoire et le Dernier homme / Dawîya dîrokê û merivê dawîn, 1992, ku serketina nîhayî ya lîberalîzma aborî û sîyasî ya ji rojava ilham vegirtîye radighîne, hevpeyvîn di Le Pointê de çap bûye, 9ê nîsana 2020î.

 

Girgirtin

“Heke ‘şer’ekî pêkanînê hebe, berevajî tiştê ku di 16ê adarê de serekê dewletê şeş caran tekrar kir, ne li dijî vîrusê ye. Ev ragihandin tîyatro bû. Dijminê ku ji me nefret dike îslamîzm e. Vê îdeolojîya bêtolerans, li Roman-sur-Isèreê, dîsa meriv kuştin.”

Ivan Rioufol, « La fausse issue d’un retour à l’État tentaculaire / rîya xapînok a vegera dewleta dagîrker»,   Le Figaro, 10ê nîsana 2020î

 

Șayî

Di demeke ku Fransa dikeve nav paşveçûnê, ku bêkarî û hejarî bi rê de ne, rêbereke pratîk a ku ji alî hikûmetê ve hatîye çapkirin, ji dê û bavan re ravedike ku divê çawa karibin zarokên xwe di hindur de hefs bikin: wekî minak dikaribûn alîkarîya wan a ku teserûfa ya berê li ser navê wan hatibû razandin hesab bikin...

“Di vê heyama zor a ku li ser me ferz dike ku em li mijarên cihê bifikirin, hin dê û bav dikarin vê pirsê ji xwe bikin: gelo divê em hesabên zarokan betal bikin? Helbet, bêdudilî, bersiva min dê na be. (...) Hûn dikarin ji vê dema limalêmanê îstifade bikin û bingeha budceyê hînî zarokan bikin. Bi awayekî pedagojîk û bi kêf, hûn dikarin bi wan teserûfên ku bapîr û dapîrên wan yan jî we bixwe li ser navê wan razandine bi tevayîya alavên ferz ên ku we niha kirîne re, bi ken û henek bidin ber hev û ji wan re bibêjin dema magaze vebûn karin pê kîjan lîstok û pirtûkan bikirin... Nimûneyên ku hûn hilbijêrin çi dibin bila bibin, perwerdeya mekanîzmayên pir hêsan ên xerckirin û hatinîyê dê tim bikêrî wan bê! Jixwe, paşê jî, hûn dikarin, vê dema taybetî ya ku we ev hemî tişt fêrî wan kirine bi hev re bibîr bînin.”

Konseya hefsa limalêmayinê ya Marie-Claire Capobianco, endamê berê yê komiteya birêveber a koma BNP-Paribas, Rêbera dê û bavên li malê hefskirî. 50 pêşnîyarên profesyonel, Wezîrê Dewletê yê berpirsê wekhevîya di navbera jin û mêran û têkoşîna li dijî cudakarîyê, nîsana 2020î.

 

Berevajîbûn

Bi ragihandina dirêjkirina dema hefsa limalêmayinê ya kesên bi temen û lawaz ji 11ê gulana 2020î wê de, ceribînerê lîberal Alain Mincê ku ev tedbîr wî jî eleqedar dike, wê diparêze û dibêje, “prensîbên sîstema me ya ewlehîya tendirustîyê ew in, ku pêşbînîya wekhevîya hemî nexweşan li pêşberî pizîşkîye dike” û ji alîyê din ve “sîstemeke ewlehîyê ya wekî li Amerîkayê li şûna merivan li gor pere hilbijêr, em wan li gor temenê wan hildibijêrin” rexne dike.

Radyoya France Info, 16ê nîsana 2020î

 

Dermankirin

“Di 26ê çirîya paşîn [1918] de, rojnameya Le Petit Parisien formuleke dermankirinê ya bikêrhatî [li hemberî grîba spanyolî ku bû sedema bi milyonan mirîyan] belav kir. Ji bo çêkirina wê jî gelek malzeme pêdivî bû: asprîn, sîtrata kafeînê, benzonata sodayê, ... û avên cehê kelandî, qarûşê, qevdên qeresîyê, bêyî ku em behsa boyaxa darçînê, darhinê, dimsa qaşilê porteqala tahl... bikin. Bihayê vê formula bêhempa; 45 Frank bû! Gotar bû sedema ku gelek meriv yekser berên xwe bidin dermanxaneyan û bixwazin berhemên ku lîsteya wan nîv kolonê rojnamê dagirtibû ji wan re bên şandin.”

Françoise Bouron, “La grippe espagnole (1918-1919) / Grîba spanyolî di rojnameyên fransî de”, Șerê cîhanî û lihevnekirinên hevdem, 2009/1 (n° 233), rûpelên ji 83yê ta 91ê.

 

Formul

Bûyerê li Cezayîrê dengekî mezin veda. Astrofizîsyenê profesyonel, birêz Loth Bonatiro piştrast dikir ku ew ji binemala Mihemed pêxember e, ji 3yê adarê vir de, îdia dike ku parzayek li dijî koronavîrusa sedema şewba Covid-19ê dîtîye. Li ser setên televîzyonan pir tê dîtin, dev ji gilîkirina “hogra” (kêmdîtin, bêdadî) bernade, ew taqîkirina dahênana xwe li ser merivan red dike. Jixwe bi daxuyanîyên xwe yên berê jî bal kişandibû ser xwe –ew vedibêje dema jidayikbûna wî jî tê bîra wî– Birêz Bonatiro ravedike ku “lêkolînerên cezayîrî û iraqî” alikarîya wî kirine ku parzayê amade bike, ew sond dixwe ku ew û hevkarên wî –ku her nayên binavkirin– “pere naxwazin lê tenê dixwazin derman li ser du yan sê nexweşan test bikin.” Û sond dixwe ku ew “amade ye cezayê xwe bikşîne, heke derman bikêr neyê”. Dema ku ji alî hin cezayirîyan ve li ser torên medyaya civakî bû mijara pêkenînê, navborî biheman şêweyî ji alî kesên ku ew wekî pîtolekî [dahî] bi neheqî miamele pê re tê kirin didîtin ve hate parastin. Serferberîya ji bo wî dîyar dike ku çima wezîrê tendirustîyê yê cezayirî, birêz Evdirahman Benbûzîd, pêşwazîya astrofizîsyenî kirîye, ku li gor çapemenîyê wî jî raporeke lêkolînê ya du rûpelî pêşkêş kirîye... “Min pêşwazîya wî kir ji ber ku vatinîya min e, ez guhdarîya her kesê nîyetpak bikim. Min jê re got gelo orîjînalîteya parzaya wî ji alî qanûnî û zanistî ve hatîye testkirin, wî jî bersiva min da got ku li cem doktorekî tesîra wê piştrast kirîye”, wezîr li pêşberî parlamenteran, di 1ê nîsana borî de, bi kurtayî ravekir. Û paşê jî bi ser ve kir ku ji birêz Bonatiro re pêşnîyar kirîye da ku biçe Enstîtuya Pasteur a Cezayirê ji bo pêkhatina parzayê ya xwezayî û kîmyayî pêşkêş bike. “Piştî ku ev derman li ser heywanekî were testkirin û encama tibî bê stendin, heke ku serketî be, em dikarin dest bi testa dermên li ser kesekî minêkar an komeke minêkar bikin.” Ji vê demê de ye, deng ji radyoyê birîya û cezayirî di nav pêvajoya pêkanîna dermên de wenda bûn, gelek kes li ser înternetê îdia dikin ku ev derman ji tenên kîmyona reş pêk hatîye.

 

Gavek li pêş, yek li paş

Tevî ku Taywan ji alî piranîya endamên Neteweyên Yekgirtî ve wekî welatekî nehatibe naskirin jî, bi peymana Pekînê ya di gulana 2004an de, dîsa jî karibû wekî çavdêr bikeve nav Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî (WHO). Lê di 2016an de, piştî hilbijartina Xatûn Tsai Ing-wen sereka Partîya Demokrat a Pêşverû (DPP) û serxwebûnxwaz bi dengdana giştî, Taipeh bi zexta çînîyan dîsa WHOyê hate derxistin.

 

Șermezarkirin

Deh gerokên ku ji xwe re li nav bajarê Rishikeshê (li bakurê Hindistanê) digerîyan û hefsa limalêmanê bin pê kiribûn, li gor gotina polîsekî bajêr, bi sizayê 500 carî nivîsîna “Min rêza qaydeyên hefsa limalêmayinê negirt, ez şermezar im” hatin sizakirin.

Le Dauphiné, 6ê nîsana 2020î.

 

Bilezûbez

Gava ku welat hêdî hêdî ji hefsa limalêmayinê derdiket, Çînîyên dewlemend bilezûbez berê xwe dan magazeyên luks. Li Kantonê, magazeya Hermèsê di roja pêşîn a ji nû ve vekirina xwe ya di 10ê nîsana çûyî de, rekora xwe ya frotinê ya bi 2,7 milyon dolarî (ku li dor 2,5 milyon euroyî dike), di rojekê de, tomar kir.

Elle, Paris, 14ê nîsana 2020î.

 

Jibîrkirî

Bi dehan stajîyerên vîyetnamî yên ku kontrata wan a şagirtîyê bi şîrketên mezin ên japonî re hebûn, ji ber şertên jîyanê yên pir dijwar, dev ji karê xwe berdan û revîyan. Wekî ji wan re dibêjin, mafê van “stajîyerên firarkirî” yê rûniştinê li Japonyayê nemaye û ew nema karin ji parastina ewlehîya tendirustîyê jî îstifade bikin. Heke wan vîrûsa koronayê jî vegirtibe ew nema karin xwe li sazîyeke tendirustîyê derman bikin.

The Asahi Shimbun, Tokyo, 18ê nîsana 2020ê

 

Evîna rastî

Desthilata çarê, piştî axavtina wî ya di 13ê nîsana 2020î de, bi Serekkomarê Fransizî Emmanuel Macronî re bêtawîz bû:

Ruth Elkrief: “Tarîxek, toneke dengî, tevazû, xwexistina şûna kesê hemberî xwe. Vegotineke pir çarkuç, pir vekirî. Awayekî xwe pir nêzîkkirina fransizan têde hebû. Û asoyek nîşan dida...”

Anna Cabana: “Di lerzeya dengî de, hêvîyek nû vedibe. Di ravekirinên xwe yên berê de, bêtir trajedî dilîst. Niha, ji me re behsa rojên bextewer ên bê dike. Ev lîrîzmek e, ku dibişire.”

Alain Duhamel: “Ev ji gotarên wî yên heta niha ya herî baş, herî merivane bû. Vegotineke pir mitewazî û zelal bû. Bi toneke xweş digot, bersiv hebûn û tarîxek dîyar bû.”

Therry Arnaud: “Em baş tên gihîştin ku awayê wî yê xwe nûjenkirinê ew e, ku birastî jî dixwaze li dijî newekhevîyê têbikoşe.”

BFM tv, 13ê nîsana 2020î (di gel Samuel Gonthier û Régis de Castelnau).

 

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr