Tahma şoka klîmatîk

Kûrnewala ku vîrusa koronayê gelek welat bi lez avêtin navê, berdêla mirovî ya xemsarîya beramberî xetereyeke li gel vê yekê jî baş pênasekirî, radixe pêş çavan. Wekî karê felekê bi navkirina felaketê nikare tiştê li ber çavan veşêre: pêşîlêgirtin, ji başkirinê çêtir e. Texîrkirinên niha yên germbûna avhewayê dikarin bibin sedemê encamên gelek kambaxtir.

Translator

Di adara 2020î de, buhrana tendirustîyê nûçeyên têkildarî rewşa avhewayê pir dûrî manşetan xistin. Li gel vê yekê jî, ev meh wê bibe dehemîn a rêza li pey hev a dereceya germahîya li raserî rewşên asayî. «Rêzeke wisa ya deh mehên li pey hev “germ” li seranserî welêt rewşeke nedîtî ye», li gorî Météo France, ku daneyên wê dihêlin em vegerin heta sala 1900î. Vê zivistanê bi dereceyên germahîya li raserî yên normal ên 2°C di kanûna paşî û çileya pêşî de, 3°C di sibatê de rekor giş şikandin. Ji bo xwe teselîkirinê, me tercîh kir başbûna berbiçav a zelalbûna hewayê biparêzin. Çirûskên hêvîyê: serê Hîmalayan li asoyên bajarên bakurê Hindistanê, an jî Mont Blanc ji deştên Lyonê, careke din xuya dikirin. 

Bêguman betalkirina beşeke mezin a hilberînê, wê dîsa di gazên xwedî tesîra serayê de, kêmbûneke bêhemta çêke. (1) Lê belê gelo dîsa jî mirov bi rastî jî dikare bawer bike ku serberjêrbûneke dîrokî wê dest pê bike? Bi eşkerebûna bêxêrbûna şaristanîya me, lawazîyên lihevkomkirî yên modela mezinbûna aborî ya globalîzebûyî, ji ber zêde pisporbûn û herikîna bênavber a kesan û tiştan û sermayeyê , Covid-19 gelo wê bibe sedemê elektroşokeke xêrê? Buhrana aborî û diravî ya 2008an jî di emîsyonan de serejêrkirineke girîng pêk anî, lê belê dîsa bilez hatin bilindkirin, berîya ku bigihîjin asta şikandina rekorên nû.

Ev nîvnoqbûna sihî ya niha, wekî pêşnîşaneya îhtîmalên rûxandinên hê dijwartir, dikare hem wekî modela bi pîvan hem jî ezmûneke bi lez a tofana avhewayî ya di rê de, were dîtin. Berîya bibe belayek li ser tendirustîyê, zêdebûna vîrusên nexweşîgilhilgir berê me dide ser pirseke ekolojîk: bandora karûbarên mirovan li ser xwezayê. (2) Talankirina bêdawî ya xakên nû dengeya cîhana xwezayî serûbin dike û di heman demê de komkirina sewalan li nava çewlikên xwedîkirinê jî rê li şewbên nû vedike.

Vîrusê, pêşî li welatên herî pêşketî xist. Lewre leza wê ya belavbûnê bi tevnên bazirganîyên deryayî, bi taybetî jî yên hewayî ve ji nêz ve girêdayî ye. Pêşketina bazirganîya hewayî jî yek ji vektorên zêdebûna berdewam a belavkirina gaza xwedî serayê ye. 

Bîrbirina demekurtî, di wext de bûn, jêbirina tedbîran, di van waran de, dibin nîşana jêhatîbûna xwehilweşêr ji bo mirovên pêşekîyê didin kara şexsî, pêşdestkefta muqeyesekirî û pêşbazîyê. Eger hin civak an jî herêm ji yên din bêxêrtir jî bin, çawa germbûna avhewayê tenê li welatên ku CO2 belav dikin bi sînor nabe, şewb jî peyderpey li seranserî cîhanê belav dibe. Hevkarîya navneteweyî ji ber vê yekê ji her tiştî girîngtir e: rawestandina belavbûna vîrusê an jî gazên xwedî serayê di asta xwecihî de wê bi kêrî tu tiştî neyê eger cîranê te jî heman tiştî neke.

Li hemberî zêdebûna teşhîsan zehmet e mirov xwe li nezanînê deyne. Coşa lêkolîn û guftûgoyên zanistî hişt ku bi destxistina agahîyan bibe esasî û li ser rastbûna wan jî hesasîyet bi pêş bikeve. Di rewşa Covid-19 de, gelek pispor bi salan e hişyarîyan dikin, nexasim bi dengê profesor Philippe Sansonetti, profesorê Koleja Fransayê yê ku derketina holê ya enfeksîyonê wekî gefa herî mezin a sedsala XXIem dinirxîne. Dengê zingilan qet kêm nebû: şewbên zekemî ên wekî H5N1 di 1997an de an jî H1N1 di 2009an de, koronavîrusên wekî COV-1 di 2003, dû re jî MERS di 2012an de. Dîsa bi heman rengî, rapora Charney a berî çil salan hat ber destê Senatoya Amerîkî, li ser encamên avhewayî yên bilindbûna potansîyel a gaza sera li atmosferê hişyarîyek dikir. Sazîyên piralî yên ji bo parvekirina zanînan û tevgera hevpar, li gel koma navhikûmetan a pisporan a li ser veguherîna avhewayê (GIEC), dû re jî Peymana çarçove ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser guherîna avhewayî (CCNUCC) ev sî sal in hebûna xwe didomînin. Axirî, li hemberî tehdîda germbûna avhewayî ku her diçe leza wê zêde dibe, zanyar ji bo agahdarkirina çerxên biryarê û hişyarkirina civakê bi şev û roj dixebitin.

Senaryoyên buhranê jî tên zanîn. Pir bi lez piştî xuyabûna Covid-19, gelek lêkolîner û rayedarên tendirustîyê bi pêşbînî bal kişandin ser xetereya şewbekê. (3) Îronîya rewşê ew e ku li nîvê nîsana 2020î, welatên herî kêm tesîr li wan bûye cîranên sînordaş ên Çînê ne: Taywan, şeş mirî; Sîngapûr, deh mirî; Hong Kong, çar mirî; Makao, sifir. (4) Ev welatên bûbûn mexdûrên qonaxa SARS di 2003an de û xwedî hişmendîya xetera şewbê, derhal tedbîrên pêwist ji bo pêşîlêgirtinê xistin dewrê: venêrînên sihî di têketinên bajaran de, zêdekirina testan, îzolekirina nexweşan û karantînaya ji bo kesên muhtemelen vegirtî, generalîzekirina liberxwekirina maskeyan û hwd. 

Li Ewropayê hikûmetan birêvebirina tiştên ji bo wan xwedî girîngîya pêşikîyê bûn, bê navber domandin: reforma xanenişînan li Fransayê, Breksîta li alîyê din ê Manşê, buhrana sîyasî ya hema hema bênavber li Îtalyayê… Dû re, ji bo hefteyên bên soza pêkanîna livûtevger û afirandina derfetan dan, tevî ku pêwist bû wan bi mehan berê ew kiribana! Ji ber vê sersarîyê, ew neçar man tedbîrên ku ji yên di dema pêwist de wergirtana, bi derengî lê pir tundtir û dijwartir bixin dewrê. Helbet vê yekê tesîr li qada aborî, civakî û azadîyê kir. Bi texîrkirina berdewam a bicihanîna peywirên xwe yên têkildarî Peymanên Parîsê yên avhewayê –an jî bi vekişandina îmzeya welatê xwe ji peymanan, bo nimûne serokê amerîkî–  heman welat difikirin ku wext qezenc bikin. Lê di şûna qezenckirinê de ew wê winda dikin! 

Derengmayin û bişûndedayina deynan deynê me yê jîngehê kûrtir dikin

Bilezbûna ji nişka ve ya belavbûna vîrusê li Ewropayê berîya wergirtina tedbîrên pêşîlêgirtinê divê di hişan de bimîne. Pergalên xwezayî, wekî bersiva li hemberî xerabûnên mezin, pir nadîren bi awayê rastkêş bi pêş dikevin. Di rewşên bi vî rengî de, divê mirov zanibe tesbît bike û îşaretên pêşî yên bêdengehîyê li ber çavan bigire, berîya rû bi rû bibe bi van rewşên nikarin bên kontrolkirin û dikarin bigihîjin nuqteyên jê veger nabe. Gava nexweşnêr an jî personelên malên Bêhnvedanê Ehpad bêparastin û bêtest di halê xwe de tên hiştin û dibin hilgirên vîrusê, ev yek dibe sedemê peydebûna navendên vegirtina şewbê li derdorên zêde hesas ku dikarin bibin sedemê hilweşînên pergalên tendirustîyê. Ev jî bi xwe re karantînayeke generalîzekirî ferz dike. Rewşeke din a bi vî rengî, di guherîna avhewayê de tesîrên derengmayî û vegerên erênî –tesîrên vegerê ku sedema çûnê zêde dikin– deyndarîya me ya ji bo hawîrdorê kûr dikin. Em dibin wekî deyndarekî zigurt û berxweneketî yê deynên nû distîne ji bo yên berê bide, lê ev deyn wê her biçe me bi feyzên mezintir re bişemitîne nava tengasîyeke mezintir. Tenikbûna tewa berfê û helîna herêmên qeşayî bi vî awayî dibin sedemê jiholêrabûna xakên bi awayekî xwezayî tîrêjên rojê belav dikin û şertên bilezbûneke bilindbûna dereceya hewayê li herêmên têkildar diafirînin. Ji van herêman jî helîneke hê zêdetir bi germbûna hewayê re ji xwe re xweber pêk tê. Bi vî rengî, helîna axqeşaya binê avê ya li cemsera bakur –ku xakeke du caran ji ya Ewropayê mezintir e– dikare bibe sedemê belavbûnên tund ên methan, gazeke xurt a xwedî tesîra sera ku wê germbûna avhewayî ya cîhanê deh qat zêde bike.

Beşeke civakê ya ku her diçe bi hejmareke zêdetir rewşa lezgîn hîs dike, maskeyên xwe bi xwe çêdike, alîkarîya ji bo temen mezinan birêxistin dike. Lê belê bi kêrî çi tê mirov bisiklêtê bajo, çopên xwe bike ardû an jî şewitandina enerjîyê kêm bike, gava bikaranîna ernerjîya fosîlan hê jî bi berfirehî destekê bibîne, gava encamên wan makîna hilberînê û reqemên «mezinbûnê»  xwedî bikin? Çawa divê mirov derkeve ji dîyardeya pirbarekirî ya buhranên bi belagata sîyaset û medyayê werimandî: paşguhkirin, heyecan, tirsa zêde dû re jî jibîrkirin?

Çunkî di navbera Covid-19 û qirêjkirina avhewayê de du ferqên bingehîn hene?

Yek jê girêdayî îhtîmalên sererastkirina şoka rûdayî û ya din jî têkildarî kapasîteyên me yên xwe pê re lihevanînê ye. Xweber sererastbûna şewban bi navgîna bidestxistina îmunîteya cemawerî Covid-19ê venaguherîne tehdîda hebûnî ji bo mirovahîya ku berê jî weba, kolera û grîpa spanî di şertên pir dijwar de derbas kirine. Bi rêjeya xwe ya derdora % 1ê kuştinê –pir kêmî rêjeya şewbên din– şênîyê cîhanê bi windakirinê tehdît nake. Wekî din û herçendî destpêk îhmal jî kiribin, hikûmet xwedî zanîn û navgînên pêwist in ji bo werin alîkariya xwesererastbûna xwezayî û kêmkirina şokê. 

Buhrana Covid-19 a bi rêjeyî hatîye bisînorkirin, dikare di nava dînamîka xwe de li gel şewatên ku daristanên awustralyayî di 2019an de qir kirin, bê muqeyesekirin. Destpêkek heye û dawîyek, her çendî dorpêçkirina wê vê gavê pir zehmet be jî û vegereke demsalî ya şewbê, ne li derveyî îhtîmalan be jî. Tedbîrên wergirtî yên divê mirov xwe fêrî wan bikin, bi piranî tên riayetkirin bi wî şertî ku wekî wextî bên hesibandin.

Berevajîyê vê rewşê, bêçalakbûna beramberî avhewayê, wê me ji çerxên sererastkirina birêkûpêk derîne û bibe sedemê zirarên mezin ên veger jê nabe. Mirov dikare çaverê be li berdewameke rêzeşokên guhêrbar, her diçe xurttir û nêzîktir: germa fetsînok a bi navê kanîkul, ziwabûn, lehî û şape, bager û bablîsok û nexweşîyên nû . Birêvebirina her yek ji van şokan wê bişibe ya buhrana tendirustîyê ya Covid-19. Lê belê dubarekirina wan wê me bixe nava atmosfereke ku em wext nebînin ji navê derkevin. Herêmên fireh ên beşeke mezin a şênîyên cîhanê xwe lê digire, an wê ji holê rabin an jî wê êdî nikaribin bibin jîngeh, ji ber ku ew ê bimînin li bin avên ku her bilind didin. Hemû pêkhateya civakên me li bin tehdîda hilweşînê ye. Zêdebûna gaza sera li atmosfera cîhana me ku wê ji CO2 jî zirartir be, wê wisa hêdî ji holê rabe ku %40ê wê yê niha li atmosferê ye, wê di nava 100 salan de, %20ê wê jî ancax piştî hezar salan nemîne. Her roja windakirî di hewldana kêmkirina girêdana me ya bi enerjîyên fosîl ve çalakîya me ya roja din li ser me bihatir dike. Her biryara îro wekî «zehmet» tê redkirin, sibê wê me neçar bihêle em biryarên hê bêtir «zehmet» bidin, bêyî hêvîya «başbûnê» û bêyî bijarkeke din ji bilî xwe adapterkirina li hawîrdora nû, ku em ê pir bi zehmetî fêrî birêvebirina çerxa wê bibin.

Baş e, gelo pêwist e di vê rewşê de em xwe berdin nava pêlên bêhîvîtîyê û li benda qîyametê bimînin? Buhrana Covid-19 berevajî, bikêrhatîbûna muhteşem a çalakîya civakî û herweha pêwistîya qutbûna ji awayê berê yê jîyanê fêrî me dike. Piştî lezeke talanker a teknolojîk û diravî, ev dema rawestandî dibe wekî kêlîyeke hişyarîya kolektîf ji bo di ber çavan re derbaskirina awayê me yê jîyanê û pergalên me yên fikirînê. Vîrusa SARS-COV-2 û molekula CO2 hêmanên nanometrîk, nexuyayî û bêbêhn in li gorî me. Lê belê hebûna wan û tesîra wan (nexweşîhilgir di rewşekê de; afirînera gaza sera di rewşeke din de) hem ji alîyê biryardêran hem jî alîyê welatîyan ve bi berfirehî tê qebûlkirin. Tevî bêahengîya pêşnîyarên hikûmetê jî, piranîya civakê pirsgirêkên li holê û pêwistîya wergirtina tedbîrên pêşîlêgir pir bi lez fêm kirin. Zanist di van deman de dibe rêbereke pir hêja ji bo biryarê, bi wî şertî ku nebe oleke ku ji pêwistîyên xwepêşandan û nakokîyan direve. Û aqlî selîm divê ji hemû deman zêdetir xwe ji berjewendîyên taybet rizgar bike.

Hemû welat xwedî paşeroja stratejîk a petrolê ne, lê belê ji maskên parastinê bêpar in… Buhrana tendirustîyê pêşekîya ku divê ji bo pêwistîyên hebûnê were veqetandin dertîne rêza pêşî: qût, tendirustî, star(geh), hawîrdor, çand. Ew herweha kapasîteya hejmara herî mezin a têgihîştina ji tiştê diqewime carna pir zûtir ji biryardêran bibîr dixe. Maskeyên pêşî yên li malê hatin çêkirin jî bi vî awayî xuya kirin, gava berdevka hikûmetê, Mme Sibeth Ndiaye, hê bikaranîna wan wekî ne pêwist dinirxand... Li hêla din, wisa xuya ye ji pêşxistina stratejîyên li hemberî rîskên dûr, ên tesîra wan hê pir kêm tê hîskirin zêdetir em ji bo bertek nîşandana li hemberî tehdîdên berbiçav ên lezgîn bi çek û rextkirî ne. (5) Ji ber vê yekê pir girîng e sazkirina rêxistineka kollektîf a tenê ji bo berjewendîya giştî û pêkanîna plansazîyeke têkildarî pêwistîyan.

Divê rawestandin û kêmbûna derhênana me ya nayê parastin tevlîhev nebe

Mijara avhewayê ku hê ji Covid-19 jî zehmettir e, me neçar dihêle em pergala xwe ya civakî-aborî di ber çavan re derbas bikin. Mirov çawa dikare veguherîneke wisa dijwar û herweha guherîna civakî û şexsî di çarçoveyeke maqûl de pêk bînin? Berî her tiştî bi tevlîhevnekirina xitimîna heyî -û xirab- bi daketina bi feyde ya hilbirînên me yên xweranegir re: kêmtir berhemên egzotîk, parzûnên enerjîyê, kamyon, erebe, sîgorta; zêdetir trên, duçerx, gundî, hemşîre, lêkolîner, ûhwd. Encamên berbiçav ên vêya dawî wê ne maqûl bin bi zêdetir hejmarê, eger edaleta civakî di rêza pêşî de neyê bicihkirin û xweserîya kolektîf di hemû astan de neyê teşwîqkirin.

Helwesta hikûmetan a beramberî Peymana Çarta Enerjîyê dikare bibe testeke berbiçav û bi lez a kapasîteya wan a hilweşandina dogmayên duhî. Ev lihevhatina navbera 53 welatan a di 1998an de ket merîyetê, li ser bazareke navneteweyî ya «serbest» a enerjîyê, ji 2017an ve ji nû ve dibe mijara guftugoyê. Ev peyman ji bo parastina sermayedarên taybet, derfetê dide wan li pêşberî dadgehên xwedî ray bibin dawedar li dijî desthilatîyên her dewleta ku dikare biryarên dijberî parastina berjewendîyên wan bidin. Bo nimûne rawestandina hilberîna nukleer (Almanya), maratoryumeke kolandina di deryayê de (Îtalya) an jî girtina navendên komurê (Holland). Û ew di vê yekê de texsîr jî nakin: di dawîya meha adarê de herî hindik 129 dozên bi vî şeklî bûn mijara darizandineke bi navê «çareserîya nakokîyan». (6) Ev hejmareke rekor e ji bo dozên têkildarî mijarên peymana bazirganîya serbest. Di van dozan de dewletên doz li wan hatin vekirin, bi tevahî bi dayîna 51 milyar dolaran (46 milyar ewro) hatin mehkûmkirin. (7) Di kanûna paşî de, 280 sendîka û komeleyan ji Yekîtîya Ewropayê xwestin xwe vekişîne ji vê lihevhatina ku ew nelihevhatî dinirxînin bi Peymana Parîs a Avhewayê re. (8)

Ev ji planeke teşwîqa aborîya doh bêhtir, a ku welatên endustrîyel bi xêra wê xwe ji buhrana tendirustîyê rizgar bikin, planeke veguherîna ber bi civakeke din e. Di nava vê civakê de her kes bikare bi rûmet bijî, bêyî ku pergalên jîngehê bixe nava xetereyê. Pîvana bikaranîna mecbûrî ya pereyê gelemperî -ku wê bigihîje wêdetirî hertiştê me heta niha nas kirîye- firsendeke zêrîn dertîne holê ji bo bişertkirina destekan û razemenîyan da ku bi kêrî daxistina veguherîna avehewayê bin û bi vê veguherînê re li hevhatî bin. 

*Hîdroklîmatolog, birêveberê lêkolînê li Enstîtuya Pêşxistinê(IRD) û li Enstîtuya Zanistên Erdnîgarî yên Hawîrdor(IGE, Grenoble), piştgirê xebatên koma pisporan a navberhikûmetan li ser veguherîna avhewayê (GIEC).
______________
((1) Cf. Christian de Perthuis, «Çawa Covid-19 bergehên çalakîya avhewayî diguherîne», Kovara Idées et Débats n° 63, Paris-Dauphine-PSL, nîsan 2020.
(2) Sonia Shah, «Li dijî şewban, ekolojî», Le Monde diplomatique, adar 2020.
(3) Cf. Pascal Marichalar, «Zanîn û pêşdîtin, dîrokçeya pêşî ya peydabûna Covid-19», La vie des idées, 25 adar 2020.
(4) Malpera zanîngeha John Hopkins, 17 nîsan 2020, www.arcgis.com
(5) Cf. Daniel Gilbert, «Eger tenê seksa hemcinsan bûbe sedemê germbûna avhewayê», Los Angeles Times, 2 tîrmeh 2006.
(6) Malpera Peymana li ser Çarta enerjîyê, www.energychartertreaty.org
(7) «Peymaneke ku wê li ser hemûyan bibe serdest», Sazîya Çavdêrîya Ewropayê û Enstîtuya Wêdetirînetewî, Bruksel, hezîran 2018.
(8) Nameya vekirî der barê Peymana li ser Şertê Enerjîyê, 09.12. 2019, www.collectifstoptafta.org

Wergera ji fransî: Baran Nebar