''Emperyalîstan hevkarîya kurdan kiribe ka Kurdistan?

Bi Lêkolîner Celal Temel* re li ser Kurdan, Kemalîzm û Kolonyalîzmê

“Tevgera Kemalîst di heman demê de gelek beşên civatê qane kirîye ku di vê pêvajoyê de têkoşîneke li dijî emperyalîzmê daye. Beravajî vê yekê bi teza tevgera nijadperest a tirkan, îdîaya ku kurdan bi emperyalîstan re hevkarî kirine, dike, zêdetir hatîye bawerkirin. Kesî jî nepirsîye û napirse: ger kurdan bi emperyalîstan re hevkarî kiribin ka li ku derê ye Kurdistan?’’

Translator

Hevpeyvîn: Jînda Zekîoglu

Li gel mamostetîya wî ya serkeftî ya fizîkê, dema meraqa wî ya tarîx û lêkolînê bi zanebûna wî ya tarîxa sîyasî re dewlemedtir bû, lîteratura kurdî Celal Temel qezenc kir. Pirtûka wî ya di derheqê salên 1918-1923an ku ji bo kurdan wekî salên xapîn û xapandinê dinirxîne, gelek deng vedabû. Pirtûka wî ya Salên Têkoşîna Bêçek (Silahsız Mücadele Yılları) bi terza xwe ya ji derveyi rêzê bi salan ew derxist merheleya rûmetbilindîyê. Di nava lêkolîn û xebatên xwe yên bêdeng de daxwaza me red nekir. Hem me behsa polîtakayên rojane hem jî me behsa bûyerên tarîxî kir. Li gel serkeftîyên civata kurd, me behsa “xwezî”yên civata kurd jî kir. Rexneyên ku perwerdekar, lêkolîner, tarîxzan û zanyarê rûmetbilind î kurd Celal Temel binê wan bi baldarî xêz dike, me hemûyan vedixwîne fikirînê.

Di pêvajoya dawîn de entelektuelên kurd têgeha kolonîyê hîn zêdetir bi kar tîne. Edî tê xwestin û plankirin ku di vî warî de xebatên taybet û akademîk bên kirin. Hin têgeh û şirove hene; aciz dike. Têgeha kolonîyê jî yek ji van e. Wekî têgehên ‘Hamal Kürtler’(1) Kurdên Hemal û Kolonyalîzma bi Azwerî ‘Tutkulu Sömürgecilik’ (2) jî di van demên dawîyê de, di navbera kurdan de dibin sedema gengeşîyên cidî. Ez dixwazim ji navenda pirtûkê bipirsim, gelo li gorî we ev têgeh çewt in?

Di salên heftêyî de ku tevgera kurdî bi rêxistinên cihêreng derketibû holê, piranîya rêxistinên kurdî teza kolonîbûna Kurdistanê bi lêv dikirin û bi rêxistinbûyina serbixwe a ji çepên tirkan diparastin. Di sedema bayê çepgir a wan deman de, di çarçoveya mafê çarenûsîyê de; têgehên wekî neteweyê bindest, kolonyalîzm, emperyalîzm, faşîzm û feodalîzm bi awayekî acemîtî dihate niqaşkirin. Çepê tirkan bi tezên wekî “Tirkîye welateke nîv-kolonî ye, ne mimkin e ku kolonîya welateke nîv-kolonî hebe” digot û bi têgeha “daxwaza bi rêxistinbûyina serbixwe bi xwe cudakarî ye’’ li dijî rêxistinên kurdan derket. Di pêvajoya gengeşîyan de sosyologê hêja Ismail Beşikci got: “Kurdistan ne kolonîye jî, satatuyeke welatên kolonî jî heye; rewşa Kurdistanê ji statuya kolonîyê jî xerabtir e”. Hin rêxistinên kurdan behsa têkoşîna li dijî kolonyalîzmê kirin, lê bi awayekî konkret têkoşîna li dijî kolonyalîzmê nehat kirin. Lê îro ji alîyê entelîjesîyona kurdî ji nû ve, bi têgehên nû bikaranîna qolonyalîzmê divê wekî encama lêgerînekê bê dîtin. Bi taybetî di demên dawîyê de gelek rewşenbîrên kurdî lê varqilîn ku têgehên wekî “biratîya misilmanan” û “biratîya gelan” ji bo xapandina kurdan tên bikaranîn. Tesbîta “Hemalê Kurd” a  akademîsyenê ji kevneşopa misilmanîyê Mucahit Bilici gelek balkêş e. Ev tesbît tê wateya ku kurd ji alîyê hin derdoran ve wekî objeyeke sîyasî tên bikaranîn. Pirtûka wî ya bi heman navî jî gelek giranbiha ye. Dîsa bikaranîna akademîsyen Sharo Ibrahin Garip ku ji bo berjewendîya neteweya kurd di bin gelek gotar û xebatên hêja de îmzeya wî heye, têgehên “Kolonyalîzma bi Azwerî“ û “Kolonyalîzm” encama vê lêgerîna nû ye û li gorî min ne xelet e.

Bilêvkirina vê yekê û xebatên li ser vê mijarê çima hinekan aciz dike?

Sedema acizbûna hinekan a ji bilêvkirina vê yekê çi ye nizanim, lê dibe ku herkes ji vegotinên xwerexnekirinê xweşhal nebe. Di sîyesata kurdî de nexweşîyek heye; nexweşîya kesê ku wekî min nefikire ‘xayin’ e. Acizbûna hin derdorên ku xwe wekî xwedîyê kêşeya kurdî dibînin û her kiryarên xwe rast dibînin û rawêja hin derdorên çepê tirkan helwesteke rast nîne, lê rewşeke fehmbar e. Ev acizbûn, dê rûmetên şikestî û hincirî tedawî neke, lê rastîyan bi rasteqînî derxîne holê. Dibe ku hesteke teselî û dilmînî û hêvîyeke dahatîyê jî biafîrîne.

 

Ango hûn wekî dîrokzanekî difikirin ku kurd ji kirin û sepanên kolonyal yên rabirdûyê bi têra xwe ders derxistine?

Li holê ye ku kurd hem ji sepanên dewletên emperyalîst hem jî ji sepanên kolonyalîst yên hêzên dewletên herêmî ders dernexistine. Li dû Şerê Yekem a Cihanê serokê hêzên emperyalîstan Brîtanyaya Mezin, ji her alîyê ve hêza serdest bû. Bi qasî ku em ji belgeyên îngilizan fêm dikin, di wê demê de ji bo kurd bibin xwedîyê statuyekê gengeşî hatibû kirin. Bi taybetî hewldanên fermandar Noel û pêvajoya Sevrê tê zanîn. Kürdistan Tealî Cemiyeti 

(Komeleya Pêşketina Kurdistanê) ya ku di dawîya 1918an de hatibû damezrandin, hêvîyek ji van hêzan kiribû, lê wê bi xwe jî bi yekser nizanibû çi dixwest. Li miqabîlî vê yekê Tevgera Kemalîst a ku li ser mîrata osmanîyan bilind dibû, bi hêzên ku hîn çend sal berê bi wan re di nava şer de bû, ango bi îngilîz, fransiz û Sovyetê re bi hêsanî dikaribû hevkarî bike. Dema kurdên başûr bi pêşengîya Şêx Mehmûdê Berzencî bi îngilîzan re şer dikir, Tevgera Kemalîst bi îngilîzan re hevdîtinên aştîyê (!) li dar dixist. Tiştên herî balkêş jî ew e ku Tevgera Kemalîst di wê demê de gelek derdor qanî kiribûn ku li dijî emperyalîzmê têdikoşe. Berevajî vê yekê  yên ku bi teza neteweperestên tirk ku îdîaya kurd bi emperyalîstan re di nava têkilîyên hevkarî de ne bawer dikirin, zêdetir bûn. Tu kesî jî nepirsî û napirse: ger kurdan bi emperyalîstan re hevkarî kiribin ka Kurdistan li ku derê ye?

 

“BI PERWERDEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ JÎ NEHATE ISRARKIRIN”

Ango ger civat nepejirîne ku civateke kolonî ye, dê bikaribe çiqas bi pêş ve here? Divê berî her tiştî tesbît baş bê kirin, ne wisa? Pêwist e ku bi vê metodê dest bi tedawîyê, ango bi têkoşînê bê kirin, ne wisa?

Belê hûn mafdar in. Ger tesbît baş neyê kirin tedawî jî ne mimkin e. Ligel ku Kurdistan welateke kolonî ye û kurd ji civateke kolonî ye, kurd tênegihîştin ku  kolonî ne, an jî ji wan hinekan nepejirandin ku  kolonî ne, ji ber vê yekê jî metodeke rastîn nehate bikaranîn û kêşe nehate çareserkirin. Li Kurdistana Bakur kurd bi gelemperî dîmena ku nizanin çi dixwazin nîşan dan û nîşan didin. Kurdbûyina kesên ku li Kurdistana Bakur li ser navê kurdan sîyasetê dimeşînin jî meseleya gengeşîyê ye! Rewşeke ne zelal heye. Di vê pêvajoyê de kurd bi gelek tiştên nayên fêmkirin, hatin mijûlkirin, lê ji bo bikaribin bibin xwedîyê statuyekê daxwazeke konkret nehat rojevê. Li ser daxwaza xwezayî ya perwerdeya zimanê zikmakî jî nehat israrkirin. Halbûkî tenê ji bo vê daxwazê têkoşîn bidana dayîn, dê destkeftinên zêdetir bihata bidestxistin. Ji bo nexweşî bê tedawîkirin hewcedarî bi sîyaseteke nû ve heye, lê bi kê re û çawa; divê bi berfirehî bê nirxandin.

Tevkarîya we ya di warê tarîx û sosyolojîya kurdî de li holê ye. Li gorî we tevgereke ku ji tarîxa xwe sûd wernegire dikare di sîyaseta xwe de serkeftî be?

Yek ji sedema herî girîng a hebûna netewebûnê ziman e, ya duyem jî tarîx e. Gelê ku bi tarîxa xwe re ne têkildar be, mimkin nîne ku bibe netewe.  Di eslê xwe de gelê kurd bi rêya efsaneyan be jî, beşek ji tarîxa xwe bi wasîteya çîrok û muzikê dizane. Bi taybetî tarîxa devkî gelek pêşve çûye. Ancax ji ber ku tarîxa wan a nivîskî ne zêde ye û nikarin xwe bigihîjînin tiştên nivîskî, tarîxa xwe ya sîyasî û têkoşînên xwe yên netewîbûnê zêde nizanin. Tarîxa wan ji alîyê bîyanîyan ve hat nivîsandin; an lêkolînvan û seyahên rojavayî û rus an jî serdestên wan, ango hêzên dijmin. Bi taybetî li Kurdistana Bakur hebûn û tarîxa kurdan hat înkarkirin. Di encama vê sîyasetê de kurd tarîxa xwe fêr nebûn, an jî xelet fêr bûn; xwe nas nekirin û xwe nas nakin. Divê em bizanin ku sedema herî girîng a biserneketina tevgera kurdî kêmbûna hişmendîya tarîxê û kêmbûna hişmendîya netewebûyînê ye.

Hûn difikirin ku gelê kurd bi têra xwe giringîyê nade tarîxa xwe û hûn pirîcar vê fikra xwe bi lêv dikin. Gelo li gorî we sebeb çi ne?

Belê wekî me li jorê jî vegot, civata kurdî îhtîmama ku divîyabû nîşanî tarîxa xwe bida, nekir an jî nikaribû. Helbet gelek sedemên vê yekê hene. Meriv dikare hinekan wisa dest nîşan bike: tunebûna sazûmana dewletekê, bêrêxistînî,  nivîsa tarîxê ya ji hêla biyanîyan ve, kêmbûna tarîxa nivîskî û tunebûna arşîva wan...

 

“DIVÊ REWŞA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ WERE NIQAŞKIRIN”

We di derheqê têkoşîna bêçek a kurdan a 25 salên berî 1984an pirtûkek nivîsand (3). Di wan salan de daxwazên têkoşîna bêçek a kurdan çi bûn?  

Bi kurtasî kurdan digot “kurd hene û mafên wan ên neteweyî heye”. DDKO (4) heta navçeyên Kurdistanê belav bûn, ji esnafan bigre heta bi gundîyan, hişmendîya neteweyî bi pêşve çû. Têkoşîn tûşî diwarê Cuntaya 12ê adarê hat. Li dû pêvajoya 12ê adarê, di sala 1974an de xort û rewşenbîrên kurdan ên ku ji hepisxaneyan derketin bi tesîra sazûmana sosyalîst û çepê tirkan rêxistinên cihêreng damezrandin. Bi tenê  di 5 salên navbeyna 1975-1980î de 10-15 rêxistinên legal û îlegal hatin sazkirin. Piranîya rêxistinan daxwazên wekî azadîya kurdan û rizgarîya Kurdistanê dixwestin;  Kurdistana serbixwe û yekbûyî ji xwe re kiribûn armanc. Bi kurtasî Kurdistana serbixwe daxwaz dikirin. Daxwaz ji bo rewşa wê demê ne realîst bin jî, neteweyî bûn, wekî îro nependî nebûn. Têkoşîna van rêxistinan li dû pêvajoya 5 salan di sala 1980î de li tûşî cûntaya 12ê îlonê hat.

Ango ev rêxistin çiqas bi pêş ve çûn? 

Meriv nikare bêje ev rêxistin zêde bi pêş ve çûn. Rêxistinên ku  piranîya wan bi tesîra bayê çepgiran hatibûn damezrandin, berevajî daxwazên xwe yên Kurdistana serbixwe, ji programeke neteweyî wêdetir têkoşîna dijî feodalîzmê û li dijî emperyalîzmê ji xwe re kirin armanc û têkoşîna çînî (sinifî) derxistin pêş. Di weşanên piranîya van grûban de dirûşmeya wekî “Hemû karkerên dinyayê yek bin“ hebû. Yên ku digotin “Gelên bindest yek bin” jî hebûn; lê ew hindiktir bûn! Divîyabû ji bo rizgarîya neteweyî têkoşîn bê dayîn, lê têkoşîna ji bo armancên bi kêrî tiştekî nehat; bi gotinekî din, eynî wekî vê pêvajoyê.  Ger hinek din jî dirêj bidomîya belkî geşepêdanên erênî pêk bihata. Hin îşaretên vê yekê jî hebûn. Lê dewleta nepen a tirk destûr neda ev geşedan pêk were; wekî li dû pêla şîyarbûna kurdî ya 1959an kiryarên cûntaya 27ê gulana 1960î û li dû rêxistinbûna DDKOyê kiryarên cûntaya12 adara 1971ê!

Gelo hûn difikirin ku tu bidestxistinên şerê çekdarîyê tuneye?

Ger rewşa dinyayê û mercên ku gelê kurd di nav de ye li ber çav bê girtin îro rewşa têkoşîna çekdarîyê bi gengeşî ye. Lê helbet meriv nikare bibêje ku tu qezencên têkoşîna çekdarîyê ya ji 1984an vir ve didome, çênebûye. Heta meriv nikare bibêje şerê çekdarîyê xelet e. Jixwe li hundir û derveyî welêt gelek beşên civatê têgeha têkoşîna neteweyîyê tenê wekî têkoşîna çekdarîyê dinirxînin. Mixabin çewt an jî rast gotina “ez heme” tenê bi berxwedanê dibe. Di serhildan û têkoşînên çekdarî yên rabirdûyê de kurdan bi dengekî bilind, bi dengekî ku mixatabên wan jî bibihîzin digotin “em hene”.  Ne tenê PKK, gelek rêxistinên kurdî berî 12ê Îlonê hesab û plana şerê çekdarîyê dikirin. Berxwedana ku bi dirûşmeya “Berxwedan Jîyan e” hatibû destpêkirin gelek girîng û watedar bû. Têkoşîna çekdarî û berxwedanê dewlet aciz kir.

Bi salan e dewlet bi hemû hêza xwe hewl dide ku vê têkoşînê ji holê rake. Li berevajî vê yekê, xeletî û çewtîyên di pêvajoya têkoşîna çekdarîyê de hatin kirin, li dijî hêza mezin a dewletê û kiryarên wê yên jenosîdî; îro ji qezencên hatine bidestxistin zêdetir behsa wendayîyan tê kirin. Ligel ked û bedêla mezin a ku hatîye dayin, qezenc û wendayî çi ne em hîn jî bi temamî nizanin. Beşê wendayîyan her diçe zêdetir dibe.

Pirtûka we ya “1918-1923, Mondros’tan Lozan’a Kürtler, Kürtlerin Aldanma ve Aldatılma Yılları” (1918-1923 ji Mondrosê heta Lozanê Kurd,  Salên Xapînok û Xapandina Kurdan) (5) tarîxeke girîng dest nîşan dike. Li dû van 5 salan dema ku tarixê 1925an nîşan dida, mixabin civata kurdan bi bûyerên gelek bi êş ev rastî fêm kir. Gelo li gorî we di nav van 5 salan de kurd bi çi hatin xapandin?

Di meclîsa yekem a 1920î û makezagona 1921ê de înkarkirina kurdan tunebû.  Xapinok û xapandin rasterast di vê pêvajoyê de qewimî. Di vê pêvajoyê de Mustafa Kemal û hevalên xwe, behsa kurd û Kurdistanê dikirin, wisa didan xuya ku dê mafê wan ê neteweyî bê naskirin. Di 24ê tirmeha 1923yan de dema Tevgera Neteweperest a Tirkan li Lozanê tapûya Anadoluyê û Kurdistanê bi dest xist, êdî li rûyê kurdan nenêrîn. Kar û bar xelas bûbû. Dikare bê gotin ku gelê kurd di tarîxa xwe de tu dem ewqas nêzîkî azadîyê nebûbû û tu dem jî derbeyeke ewqas mezin nexwaribû. Ez wekî yekê ku pêvajoya 5 salên di navbera 1918-1923yan ji nêz ve dişopînim, li ser wendayiyên esasî yên kurdan difikirim. Li gorî min berxwedanên di navbera salên 1925-1938an de rû dabûn, qels bûn û dereng mabûn. Berxwedana Qoçgirîyê ya 1921ê û heta serhildana 1914an a Bedlîsê hîn watedar û di cih de bûn.

 

“GER KURDAN BI KEMALÎSTAN RE MESELEYÊN XWE ÇARESER BIKIRANA ÎRO AZAD BÛN”

Li gorî we îro tevgera sîyasî ya Kurdistana Bakur bi Mustafa Kemal û kemalîzma îroyîn re kêşeyên xwe çareser kir? Çima ev ne rojev e û nayê rojevkirin?

Ev mijar ji bo tevgera sîyasî ya kurdî û bi gelemperî ji bo kurdan gelek girîng e. Helbet çareser nekir. Ger çareser bikira dê Kurdistan azad bibûya. Kemalîzma ku tevgera neteweperst ya tirkan temsîl dike, komar li ser tunekirina kurdan ava kir.  Ev tevgera ku dema behsa kurdan bê kirin, dikeve nava zirha nijadperestî û faşîzmê, ji alîyê hinek kurdan ve baş tê nasîn; hinek kurd jî vê tevgerê nas nakin an jî naxwazin nas bikin. Ji Îttihad Tereqqîyê heta kemalîzmê sîstema serdest ya tirkî baş neyê naskirin,  ger “Peymana Tirkbûnê” neyê zanîn, dewleta nepenî ya tirkî baş neyê naskirin, kesên ku li ser navê kurdan sîyasetê dikin, dê nikaribin pirsgirêkên xwe yên bi kemalîzmê re çareser bikin. Tevgera kemalîst ji alîyê kêşeya kurdî ve nijadperest û faşîst e, lê li gel vê wesfa xwe car caran bi çepgirîyê jî hate neqişkirin. Ev tevgera, xapînok û xapandina sed sal berê îro jî pêk tîne. Gelek kurdên bi nav û deng jî  dikarin bibin kemalîst! Divê kesên ku li ser navê kurdan sîyasetê dikin vê rastîyê berî herkesî bibînin; divê senteza Tirk-Misilman û Peyama Tirkbûnê ji herkesî bêtir bizanibin. Pirtûka bi navê Peymana Tirkbûnê (6) ya akademîsyenê ciwan Bariş Ünlü ji alîyê vê mijarê ve gelek girîng e.

Hikûmeta Îttihad-Tereqqî, di sala 1916an de li ser gelê kurd tehcireke mezin pêk anî, ev drama mirovatîyê wekî ku tu şahidê wê tunebe hat paşguhkirin û veşartin. Ango paşguhkirin û li ser xebatnekirina vê rûxandina koçberkirinê tesaduf e gelo?

Di pêvajoya Şerê Yekem a Cihanê de li bajarên Erzirom, Bedlîs û Vanê, -li gorî birêvebirina bajarvanîya îroyîn 13 bajar- piranîya wan kurd ji 1 mîlyonê zêdetir mirovên misilman ji sedema dagirkerîya Rûsyayê hatin koçberkirin. Li dû lêkolînên min ên li ser mijarê (7) derket holê ku ev tehcîra ku bi koçberkirinê pêk hatîye trajedîyeke pir mezin e, lê nayê zanîn. Nayê zanîn ku di vê pêvajoyê de kurd jî wekî ermenîyan hatine tehcîrkirin, an jî pir kêm tê zanîn. Di encama vê polîtîkaya ku ji alîyê hikûmeta wê demê Îttihad Tereqqî ve bi kiryarên nepenî û bi plan hat meşandin, koçberkirin di destpêka sala 1916an de ber bi Anadoluyê ve berfireh bû. Ev koçberkirina bi zor û şidetê veguherî tehcîrkirinê û wekî sîyaseta asîmîlasyonê hat bikaranîn. Ev koçberkirin ji bo afirandina neteweyeke nû û tirkkirinê ji hikûmeta Îttihad Tereqqîyê re fersendek mezin derxist holê. Hikûmeta Îttihad Tereqqî plan û projeyên îskan û nifûsê ku berî şerê cihanê amede kiribûn, di pêvajoya şerî de xistin rojevê û tevgereke mezin a veguhestina demografîyê dan destpêkirin. Ji nivîyê zêdetirê mirovên tehcîrkîrî (li gorî hejmarên fermî 400 000 hezar kes) jîyana xwe ji dest dan. Ji yên ku dijîyan hejmareke pir kêm li dû şer vegerîyan welatê xwe, yên mayin jî li Anadoluyê di nava çerxa asîmîlasyonê de wenda bûn. Gelek sedemên vê yekê hene; kurd wê demê ji alîyê sîyasetê ve qels bûn, xwedîyê tu sazî û dezgehan nebûn, ji piştgirîya navneteweyî pêpar bûn, bi dewletên emperyalîstan re dînê wan ne yek bû, bi tehcîra ermenîyan re hatibûn têkildarkirin. Helbet tehcîra kurdan a 1916an di bin sîya tehcîra 1915an a ermenîyan de ma û ji ber vê sedemê jî veşartî ma.

Ger em di têkilîyên navbera kurd û ermenan de vegerin rabirdûyê, ji bo serrastkirinên xeletîyên ku tê zanîn, li gorî we divîyabû em biçin kîjan serdemê? Xeletîyên civata kurd û ermanan li dijraberî hevûdu çi bûn? Ji kîjan xeletîyan bihata vegerîn dê ev êş nehata kişandin?

Ger pir bikêr nehatibe jî ermanan bi taybetî êşa 1915an bi lêv kirin. Lê ji alîyê kurdan ve bi taybetî di çarçoveya têkilîyên kurd û ermanan de xebatên berfirehî nehat kirin. Zanyarîya kêm û xelet a tarîxê, herkesî sewqî çewtîyan dike û bi kêrî tiştekî jî nayê. Ermenî kurdan wekî tune hesab dikin, biçûk dibînin û sûcdar dikin. Kurd jî, bikaranîna kurdan a di pêvajoya jenosîda ermenîyan de naxwazin bibînin û bipejirînin. Ev helwest bi kêrî herdu alîyan jî nayê. Ji bilî hin agahîyên kêm û jiber, divê mijar bi têgeheke akademîk û entelektuelî bi awayekî berfireh bê lêkolînkirin.

Ev tiştên em li ser peyivîn hewcedarîya Sazîya Tarîxa Kurdî dest nîşan dike. Gelo li gorî we çima sazîyeke ewqas pêwist nikare bê lidarxistin? Çima ciwanên kurd di vî warî de nikarin berheman biafirînin?

Li Kurdistanê heta vê pêvajoyê hêzeke ku bikaribe sazîyeke wekî Sazîya Tarîxa Kurdî biafirîne derneketîyê holê. Piranîya kesên ku li ser navê kurdan sîyasetê didomînin ji hişmendî û derdekî wisa bêpar in. Em li Kurdistana Başûr a ku nêzî dewletbûnê ye jî hewldanek ewqas cidî nabînin. Li Kurdistana Bakur di vî warî de xebatên sazîyên wekî Weqfa Ismail Beşikci, Enstîtûya Kurdî û hin weşanxaneyên kurdî jî sînordar in. Xebatên kurdolojîyê di salên 70î de ji alîyê Ismail Beşikci hatibû destpêkirin, dû re bi piştgirîya hinek lêkolînerên kurdî geşbû, divê entelektuelên kurdî piştgirî bidin bipêşxistana xebatên kurdolojîyê. Divê ev xebat bibe  wezîfeya hemû rewşenbîrên kurdî.

 

Li gorî we gelê kurd dê bikaribe bi kîjan rê û metodên têkoşînê azadîya xwe bi dest bixe? Şer? Polîtîka? Huner? Hilberîn? Hemû bi hev re an qet ji van metodan yek jî?

 

Hemû bi hev re; divê li gor mercên îroyîn dîplomasî jî lê bê zêdekirin.

 

_________

1-Mücahit Bilici, Hamal Kürt, Türk İslamı ve Kürt Sorunu,  (Mücahit Bilici, Kurdê Hemal, Îslamîya Tirk û Kêşeya Kurdî) Avesta Basım-Yayın, 2017
2-Sharo I. Garip, Tutkulu Sömürgecilik: Sömürgecilik Fabrikaları, (Sharo I. Garip, Kolonyalîzma bi Azwerî, Febrîqeyên Kolonyalîzmê) Gazete Duvar, 19 Şubat 2020
3-Celâl Temel, 1984’ten Önceki 25 Yılda Türkiye’de KÜRTLERİN SİLAHSIZ MÜCADELESİ, (Celal Temel, Têkoşîna Bêçek a Kurdan a 25 Salên Berî 1984an) İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları, 1915
4-DDKO, Devrimci Doğu Kültür Ocakları (Ocaxên Şoreşger ên Rojhilatê)
5-Celâl Temel, 1918-1923, Mondros’tan Lozan’a Kürtler, Kürtlerin Aldanma ve Aldatılma Yılları, (Celal Temel, (1918-1923 ji Mondrosê heta Lozanê Kurd, Salên Xapînok û Xapandina Kurdan) İsmail Beşikçi Vakfı Yayınlar, 2017
6-Barış Ünlü, Türklük Sözleşmesi, Oluşumu, İşleyişi ve Krizi, (Barış Ünlü, Peymana Tirkbûnê, Pêkhatin, Bikaranîn û Qeyrana Wê)  Dipnot Yayınları, 2018 
7-Celal Temel, Birinci Dünya Savaşı Yıllarında 1916 Kürt Tehciri ve İttihat-Terakki’nin Etnisite ve Nüfus Politikaları (1913-1918), (Celal Temel, Di Salên Şerê Cîhanê ye Yekem de Tehcîra Kurdan û Sîyaseta Etnîsîte û Nifûsê ya İttihat-Terakkiyê) İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları, 2019

 

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran