Tofaneke bê Nûh - Heskîf

“Me dît ku av bilind dibe, me ew di dilê Rojhilata Navîn de çavderî kir”

Anna Ellermets û Lou-Poko Savadogo li Parîsê dijîn û dixebitin, xwendekarên dibistana avahîsazîyê ne, ew di xebata xwe ya bi navê " A. Floating G.A.P." de, li Heskîfê li ser têkilîyên di navbera bîr û veguhestina avahîyan de dixebitin.

Bild entfernt.

Navê vê axa ku niha parçe dibe, Mezopotamya kevnar e, bi yûnanî "meso: di navbera" û "potamós: çem", tê wateya welatê "di navbera çeman"de. Mezopotamya dergûşa xewn û xeyalên me ye, çemên Dîcle û Ferat axa Mezopotamya û çîrokên wê yên mîtolojîk bi hev re kedî dike, di heman demê de jî bi pêlikên xwe yê zexm vê axê diparêze. Tiştê ku me li başûrê rojhilata Tirkîyeyê dît çemên “dîl’’ girtî ne. Pêkanîna bendavan li ser Dîcle û Feratê ji hêla hikûmetê ve wekî Projeya Mezin a Anatolîyê (G.A.P.) ji 22 bendavan pêk tên û xetereya zêdebûna avê çêdikin. Bi girtina avê re, bi sedan gund di bin avê de dimînin û ev jî dibe sedema binavbûna bermayîyên şaristanîyên wekî kurd, ermenî, keldanî, girêkî û asûrîyan.

 

Em vê binavbûna şaristanîyê dişibînin çîroka herî kevnar ya mirovahîyê ku navê wê Tofana Nûh e. Xebata li ser vê projeyê şahidîya mekanîzmayên Dewleta Neteweya Tirk dike.

Wêne: https://www.evrensel.net/haber/358639/hasankeyfte-taşinan-artuklu-hamami-yeni-yerine-indiriliyor

Bi rastî jî min got qey ev keraseta tofana Nûh e û ez li keştîyê digerîyam.

Dema tu vêya dibînî tu dibêjî gelo ev keştî ye?

Na ev qet ne keştîyek e.

Wê çaxê ev çi ye?

Ku em li çîroka neteweyî ya mezin a Tirkîyeyê dimeyzînin, înkarkirin û qetilkirina cihên amblematîk, çandên hûrgelan û wendakirina çîrokên hevpar yên şaristanîyê dibînin. "Edî tenê dema mîtolojîk di rojên pêş de mimkin e" ji bo wê jî em hîs dikin ku hewceyî bi cihekî ji bo ragihandinê heye. Li Floréal Belleville, me pêşangehek vekir. Ji bo ku em û hûn xeyalên xwe parve bikin, têkevin nav keştîyê û bîranîna van civakên ku me bi wan re hevdîtin çêkirine bi hev re bivejînin.  Ji bo projeya "A. Floating G.A.P.", em bi hunermend, muzîsyen, şanoger û rojnameger re hevkarîyê dikin.

 

Hevdîtinek li gel Aram Taştekin

Em bi Aram re li mala nivîskaran a Parîsê hatin cem hev. Aram lîstikvanek e. Piştî hevdîtina me ya duyem em bûn şahidê hezkirina wî ya li gel çîrokan û çîroka wî. Aram çîrokbêjek e, ew çîroka xwe dilîze, wê di provayan de diguherîne û bi awayekî hosteyî cewhera wê diparêze. Aram niha bi Peter Brook re li ser lîstika “La Tempête”(Tofan) ya Shakespeare dixebite.

Ev şanonameyeke ku derhêner bi sala ye wê diguherîne û me jî bi xwe re dike şahidê vê rêwîtîyê. Brook, ji me re li ser rezonansê diaxive, qala bandora tiştên ku di mêjîyê mirov de deng vedidin û bi awayekî raste rast nayên dîtin dike, li gel karakterê veşartî û vê tevlihevîyê jî Brook bi awayekî hostayî derdixe holê û pêşberî me dike da ku çiqas bi bandor e. Aram ji me re qala jîyana xwe ya li Kurdistanê, bûyerên ku di zarokatîya wî de qewimîne û herweha hestên xwe yên li gel vê Bahozê tîne zimên.

«Bahoz zanîşkek e, ev çîrokek e ku mirov nikare her têgehên wê li gorî wateya wê fehm bike, ji ber ku eger mirov bê ku dakeve kûrahîya wê, di ser re biçe, nirxên wê yên nepenî wê ji ber çavan birevin.»

La Tempête, Shakespeare Resonance - Peter Brook

 

Aram Taştekîn (A.T): Gundê me li qûntara çîyê ye. Li pişt gundê me çîya dest pê dikin, hin newal û milên çem jî di gundê me re derbas dibin, ava wan bi helandina berfa biharê re zêde dibin. Dema ava çem zêde dibe em nikarin bi hêsanî li avê xin û derbasî hember bibin. Piştî demekê av di newalê de namîne, tenê ji bo pez hinek av dibin de dimîne ewqas. Lê tê bîra min dema ku em zarok bûn, derdora meha gulanê, dema hewa xweş dibû em diketin avê û me tê de avjenî dikir. Piştî demekê, ava newalê ziwa bû û ev jî hertim ji min re dibû meraq. Min digot herhal berf wekî berê nabare û ev jî dibe sedema zûwabûna newalê. Dema ez zarok bûm tê bîra min berfeke pir dibarîya. Lê min bi dîtina bendavê hizir kir ku berf divîya baş barîyabe. Ev tenê nêrîneke cuda ye, wexta ez zarok bûm, berf bi ser serê me diket, îro berf bi ber çavê me nakeve. Lê berf hertim dibare. Rast e, dema em bala xwe didinê ji 20 sal berê hindiktir dibare; lê ev bi tena serê xwe têra ravekirina nebûna avê nake. Ev dûrî aqilan bû. Dema ku av tunebe, ev qet li xweşa min naçe û ji dilê min nayê ku derkevim nav xwezayê. Ev çend sal in, min dît ku di nav xwezayê de liv û tevgerek nîne, ev ne xweza ye. Ez dixwazim ku berf, baran, ba û bahoz hebe. Bi vî awayî ez ê bizanibim, hîs bikim ku xweza heye. Dema ez di xwezayê de tevgerekê nebînim, ji min re wer tê ku ez ne di behişt ne jî di dojehê de me. Ev rewş ne di dojehê de, ne jî di behiştê de heye, di nav her du ya de ye, ez vîna wekî rihê zivistanê li penabertîyê bi nav dikim. Bendavên ku di bin çarçoveya projeya GAPê de tên çêkirin dibin sedema koça bi hezaran kesan. Ev bendav dibin sedema penaberîya gelek kesan. Ev ji cihûwarênxwebûn hemû bi darê zorê pêktên. Dawî li her tiştî anîn. Ji bo min bi rastî jî piştî avakirina bendavan li Kurdistanê jîyan nema û ji xwe tuneye jî.

 

Bendav hepiskirina avê ye.

 

Li cem me bêjeyek heye. «Av diherike û rêya xwe dibîne». Îro av nema rêya xwe dibîne, ji ber ku ew hatîye hepiskirin. Hemû ajel, nebat li ber dikevin û dimirin. Xweza tê guhertin. Ji ber vê yekê ye ku îro berf hindik dibare, bi avakirina bendavan îklima herêmê diguhere, hêmîya hewayê jî zêde dibe. Tê bîra min germa nava rojê carna derdiket 45-50° dereceyî, lê li gel vê yekê jî wexta ku dibû êvar, em li ser banîya radizan, hewa sar dibû û me lihêf davêt ser xwe. Di navbera şev û rojê de 20° derece hewa ferq dikir, îro ev daketîye 10° dereceyî, ev jî ji ber hebûna bendavan e. Me kêmasîya avê nedikişand ji ber ku gundê me nêzî çîyê bû li her alî avên kanîyan hebûn ji her cihî av dipijiqî.

 

Bawerîya min bi mîtolojîyê pir tê. Dema em li ser mîtolojîyê hûr dibin (dixebitin) em nikarin bêjin ev rast e an jî çewt e. Dema ku tu bikevî dû vê pirsê ev mît dimire. Ev rast e an na? Bi lêpirsîna vê pirsê mît dimire. Helbet hêla xwe ya teknîkî rêk û rêbazê wê hene; lê li gor nêrîna min mîtolojî bûyerek e  ku di nav dîrokê de derbas bûye û di dîrokê de xwe bi cih kirîye. Dema çîrokek ji hêla mirovahîyê ve tê qebûlkirin wê demê di nav civakê de bi cih dibe û ew çax dibe mît. Em napirsin bê kengî? Çawa? Li ku? Bêyî ku em van pirsan bipirsin, dipêjirînin. Ji bo min ev e ku em jê re dibêjin mîtolojî. Ji ber vê  yekê ye ku em dibêjin “mît” ji dêvla ku em bêjin “ev çewt e, ev ne pêkan e” Em dizanin ku hin tişt qewimîne û derbas bûne, lê çawa? Ev ne grîng e, herkes li gor hêza jîyana xwe ya xeyalî wate didê. Destana Gilgamiş mîtek e; lê ez ji gişî bawer dikim. Ji bo min wekî Încîlê wekî Quranê ye. Ji bo min ol jî mîtolojî ne, loma her çiqas ez ne yekî bawermend bim jî ji hemûya bawer dikim, ev jî ji bawerîya min a bi mîtolojîyê ye. Eger ez nizanibim bê çend milyon kes jê xeber dide, tê wê maneyê ku ew heye û ku em dikarin wê qebûl bikin. Herkes fikreka xwe, bawerîyeka xwe heye, ya min bawerîya min bi hemû olan heye. Lê ez ne bawermend im. Herweha ji bo mîtolojîyê jî, ji bo min her rêzek ji Destana Gilgamiş wekî ayetekê ye.

 

Anna. E. & Lou-Poko. S: Niha ku em li ser Tirkîyeyê diaxivin ji mirov re weha tê ku ew meriv di nav dîrokeke mîtîk de dijîn.

 

A. T. : Rast e. Heskîf îro wekî tofana Nûh e; lê vê carê keştî tune ye. We wêneyê mizgeftê dît (li Heskîfê) ji bo di bin avê de nemîne bi minasebeta projeya Bendava İlisûyê ji cihê xwe bi wesayiteke taybet hat veguhestin. Min ji xwe re got gelo ev keştî ye? Dû re min go na na ev ne ew e. Ez ne şaş bim Karl Marx dibêje; dîrok wekî çemberê ye û her car xwe dubare dike, cara yekem trajedî ye û ya duyem jî komedî ye. Çemberek ku ji her 100 salî de em heman tiştan tê de dijîn. Heskîf yek ji bajarekî herî kevnar ê cîhanê ye ku xwedî dîrokeke 10 hezar salî ye. Heskîf bi zinarên xwe yên kils, bi hezaran şikeftên xwe, bi qasî 300 berhemên xwe yên Serdema Navîn di nav xwe de ekosîstemeke bêhempa ye. Di bin gola bendavê de gelek şikeft û avahî di bin avê de man. Zêdeyî 20 şaristanî rêçek li pey xwe hiştine. Niştecihên wê derê bi îhtîmaleke mezin di nav şikeftên ku beram berî Dîcleyê ve rêz dibin de jîyane. Heskîf dû re, di destpêka Serdema Navîn de dibe navendeke girîng ya bazirganîyê ku li ser rêya hevrîşimê pêk dihat. Di nav wan avahîyan de wekî bermayîyên qesra Artûkî, mizgefta El Rizq û tirba Zeynel Beg hene. Derdora 200 sîtên arkeolojîk ji ber bendava Ilisûyê zirareke mezin dîtine; lê Heskîf di nav van sîteyan de bi cih û avahîsazîya xwe cihekî taybet digre. Herweha yek ji sîteyên Serdema Navîn e ku heta niha li Tirkîyeyê herî baş hatîye parastin. Dewleta Tirk heta niha ji ser 300 avahîyan tenê 12 avahî cihên wan veguhestîye û li cihekî nû bi cih kirîye. Hin parçeyên avahîyan di dema veguhestinê de şikestine, ev jî bû sedema windabûna hin detayên xwe yên orjînal. Li gel avahîyan şikeft, bermayî, rêç û hewd di bin avê de man û ji holê rabûn.

 

Heskîf niha komedîyek e. Di destpêkê de dema tiştê ku li Heskîfê diqewimîn difikirîm, ji min re wekî tofana Nûh dihat. Min digot kanê keştî? Dema min wêneyê veguhestina avahîyên dîrokî yên Heskîfê dît min ji xwe re got ku ev keştîyeke ku hatîye me rizgar bike. Lê pêre ez ji van fikrên xwe dûr ketim û min got ku ev ne keştî ye. Ez bi vê rewşê dikenîm, tevî ku ev çîrokeke pir xemgîn e jî, ev min dide kenandin.

Bild entfernt.

 

 

 

Wêne: https://www.sivilsayfalar.org/2018/09/10/hasankeyfte-tarihe-gozu-yasli-veda/

«Ax welatê min, çi xweşik û wenda!»

Les esclaves, Nabucco - Giuseppe Verdi

 

Çima min dide kenandin ? Ji ber ku absurd e. Ev absurdîtî ye ku min da kenandin. Ew me carna dikenîne. Ji bo gelek kesan şanonameya min ya bi navê “ Happy Dreams- Çîrokek Kurd’’ pir komîk e. Lê belê di dema provayan de min xwe li nexweşxaneyê dît. Ez hefteyekê li nexweşxaneyê li beşa psîkîyatrî raketim ji ber ku tiştên ku ez jîyabûm dihatin berçavê min û tehamula vê yekê jî gelek dijwar bû. Berê, dema ez van zehmetîyan dijîyam min ferq nedikir ku ev çendî zor e, ji ber ku min li ber xwe dida. Wexta tu li ber xwe didî tu li ser xwe yî. Em dibêjin berxwedana herî baş êrişkirin e, tu ji xwe re dibêjî niha ez di êrişê da me ji bo xwe biparêzim. Hemû tişt carekê ku min dest ji nû ve bi nivîsê kir hate serê min. Min dest bi provayan kir, her cara ku min dubare kir, ez careke din bi buyerên trajîk re rû bi rû mam. Gava ku min ew qebûl kirin, ev bûyer komîk bûn, ji bo min jî bi heman rengî xuya kir.

Niha ez li Parîsê dijîm, taqeta êrişê di min de nîne, tu tiştek ku ez êriş jî bikim nîne, ez ne Don Kîşot im. Tiştê ku niha diqewime ne komedîyek e, ev trajedîyek e; lê bi absurdîtîya xwe veduguhere rewşeke komîk, ji ber ku mêjîyê me hînbûyî vê rewşê ye, em şoke nabin. Ji ber ku em mîtê nas dikin, em li bendê ne ku her du çîrok bigihên hev; lê na, ew bi heman şêwazî bi dawî nabin.

 

ANNA ELLERMETS & LOU-POKO SAVADOGO

ANNA ELLERMETS di sala 1993an de li Garmisch-Partenkirchenê hatîye dinê.

Di 2019an de li École Nationale Supérieure d’Architecture de Versailles (dibistana avahîsazîyê) mastera xwe teva kirîye. Mail: anna.ellermets@gmail.com

LOU-POKO SAVADOGO di sala 1993an de li Parîsê hatîye dinê. Di 2019an de li École Nationale Supérieure d’Architecture de Versailles (dibistana avahîsazîyê) mastera xwe teva kirîye.Mail: lp.savadogo@gmail.com

ANNA ELLERMETS û LOU-POKO SAVADOGO di Adara 2019an de bi projeya xwe ya bi navê “Rêwîtîya li Rojhilatê Başûrê Tirkîyeyê, ligel du çemên Mezopotamyayê” : Dîcle û Ferat. Destpêka xebata kolektîf li ser projeya GAPê (Projeya Anatolîya Rojhilatê Başûr) li ser Hesenkêfê dixebitin û li Parîsê pêşangehek bi navê A Floating G.A.P. vekirin.

 

Aram Taştekin

Aram Taştekin di sala 1988an de li Farqîna Amedê hatîye dinê, lîstikvan û dramatûrekî kurd e. Dibistana seretayî li Farqînê, lîse li Amedê xwendîye. Li akademîya hunerê ya Cegerxwîn di beşa şanoyê de perwerde dibîne û piştre di qada şanoya zarokan û terapîya hunerî de perwerda xwe berdewam dike. Piştî perwerdehîya xwe li şaredarîya Amedê wekî mamosteyê şanoyê û lîstikvan dixebite. Di dawîya sala 2017an de ji ber sedemên sîyasî ew neçar dimîne ji Tirkîyeyê derkeve. Niha li paytexta Fransa Parîsê dijî û projeyên xwe yên nû li wir pêk tîne. Li zanîngeha Paris 8, di beşa şanoyê de master dike û li INALCOyê di beşa kurdolojîyê de dixwîne.

foto-aram-tasztekin

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur – Aram Taştekin