CEMAL ERCAN 

Wênesazê vê hejmarê
Translator

foto-cemal-ercan

Cemal Ercan, ji gundê Lalûşaxî ya navçeya Çemîşgezek a Dêrsimê ye. Dibistana seretayî û navîn li Xarpêtê xwendîye. Dûre, beşa Endezyarîya Jeolojîyê ya Zanîngeha Dokuz Eylül a Îzmîrê qedandîye. Çîroka wî ya destpêkirina wênekêşîyê, digihîje salên zarokatîya wî ku hîn 13 salî bû. Cemal Ercan, vê pêvajoyê weha dinirxîne: ‘’Di sala 1973yan de, dema ku ez li Xarpêtê di sinifa duyem ya dibistana navîn de bûm, min dest bi wênekêşîyê kir. Wekî dersa bijarte min wênekêşî tercîh kir. Makîneyeke wêneyan ya bavê min bi markaya Agfa Compac hebû û tenê 8 poz dikarî bikişanda. Min wêne pê dikişandin û di odeyên tarî de banyoyên wêne û fîlman çêdikir. Di sinifa sêyem de jî min berdewamî lê kir.’’ Cemal Ercan, di salên lîse û unîversîteyê de êdî wênekêşîya xwe diqulibîne amûreke debarê û bi hatinîyên vî karî perwerdahîya xwe û jîyana xwe didomîne.  

Cemal Ercan, di sala 2003yan de dest pê dike ku bi makîneyên dijîtal bixebite. Di navbera salên 2003-2014an de, ji bilî wênekêşîya kolan û jîyana civakî, herweha wênekêşîya çivîkan û lawirên kûvî jî dike. Cemal Ercan, di vê serdemê de ji %60 tevahîya celebên çivîkên ku li Tirkîyê û Kurdistanê dijîn dikşîne. Ji sala 2014an û vir ve zêdetir dokumanter, belge û li kêleka wê jî, wêneyên kolan û jîyanê dikşîne. Berhemên xwe axleb wekî proje amade dike û bi vî awayî dixebite.    
Ercan, yek ji projeyên xwe yên aktuel ê bi navê ’’Mesto’’ (Azad), bi zimanê romanî ji bo pêşkêşîyê. Wênekêş di vê projeya xwe de, cih dide jîyan û çanda romanên ku li Trakyayê dijîn. Herweha halêhazir ji bo du projeyên din yên nû dixebite û bi karên wan yên edîtoryal ve mijûl e.   

Yek ji projeyên wî yên nû jî ew e ku, li dergahên elewîyan yên ku ne girêdayî Cemxaneyan e, wêneyan bikşîne. Nexasim, dixwaze li welatên Balkan û Ewropayê jîyan û rîtuelên van dergahan bikişîne û cih bide rêwîtîya wan a felsefeyî. Ji bilî wê, dixwaze rojên Koronayê jî bike projeyek û wekî pêşkêşîyeke ji 80 wêneyan pêkhatî li pêşangehan raxîne ber çavan.  
Cemal Ercan ê ku kolan û jîyanê wekî mijar ji xwe re hilbijartîye, di salên dawî de yek ji wan wênekêşan e ku bala min dikşîne. Di nav teşqeleya jîyanê de, em carna jîyana li kolanan an nabînin an jî ji bîr dikin. Bîlhesa, wêneyên reşûspî yên Cemal gelek serkevtî ne. Kareyên ku girtine, ne kareyên tesadufî û bê wate ne. Beravajî wê, bi taybetî hatine hilbijartin, bi awayeke zîrekî hatine hesibandin û hestên wan kêlîyan ji alîyê objektîvê ve hatine qefaltin. Loma jî em dikarin ji objektîva Cemal lê hay bibin ka gelo li derûdora me çi qewimîye. 

Herçiqas ev wêne reşûspî jî bin, hemû rengên jîyanê û hûrgilîyan di hundirê xwe de dihebînin û xwedî sêhr in. Bêdeng lê bi qîr, bêreng lê wekî jîyanê rengorengo ne. Dema em li kareyên wêneyên wî dinêrin, ji zarokekî biçûk bigirin heta kalekî, di awirên wan tevan de meriv hîs dike ku çîrokeke wan a ku dixwazin bînin ziman hene. Wênekêş, di kareyên xwe de hest û wext, herduyan di heman demê de û bi hev re bi hostatî bi kar tîne.

 
Di kareyên wî de; jan, şîn an jî dibe ku di piranîya wan de raperîn û qêrînek hebe. Wêneyên wisa ne ku; wek ji jîyanê xeyda lê jîyan hembêzkirî, serîrakirina li hember qederê lê di heman demê de stûxwarîya li hember qederê ne. 

Hasan Hüseyin Deveci

Wergera ji tirkî:  Yado Ciwan