ŞEWBA CÎHANÎ YA COVID-19 CÎHAN VEGUHERAND...

COVID-19 Û JÎYAN GUHERÎ

Gera bi hevalekî re ji niha û şûn ve êdî nikare were fikirîn jî, eynî wekî rêzgirtina ji rêzikên butçeya ewropî re: tiştê ji rêzê, dibe awarte; tiştê nikare were xeyalkirin, rojane. Dema ku hin kes firseta pêkanîna peymanên baş bi dest dixin, hin ên din jî ji xwe dipirsin: gelo rizgarkirina jîyanan mafê gefxwarina li bazirganîya serbest dide mirov? Li servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan û salonan, pirseke acizker berbelav dibe: gelo vîrusê wê ewçend kes kuştibana eger sîyasetên kemerşidandinê nexweşxaneyên gelemperî ji holê ranekiribana?  Gava hesabpirsîn mijara gotinê be, bersiv wê pir giran be. Heta dawîyeke din a cîhanê...

Translator

Vîruseke te digot qey sînorên civakî û neteweyî ji holê radike, dawîya dawî ew li hev gihandin. Wê kî sûdê wergire ji bangên yekîtîyê yên li nîvê dilê têkoşîna li dijî şewbê têne kirin? Hunera bihevrebûnê ji yekalîkirina baldarîya raya giştî pêk tê ji bo ferq neke ka çi heye li derdora wê. Li nava dilê şewba Covid-19, hokus pokusek kete dirûvê grafîkeke bi du xêzên pişt qilûs, ji alîyê televizyonên tevahîya cîhanê ve hat weşandin.

Li serê grafîkê wext; bi rêz û rêjeyan hejmara nexweşên giran. Eger tu tişt çênebûbe, xêza pêşî ya çik bilind dibe, tesîra şewbê nîşan dide: ew xêza rast a asoyî ya kapasîteyên herî mezin ên li nexweşxaneyan nîşan dide, diperçiqîne. Xêza duyem balê dide ser rewşeke ku lê tedbîrên li dijî vîrusê belavbûna wê bi sînor dikin. Piçek pifdayî, wekî pişta kîsoyê, ew dişemite bin derçika felekê.

Grafîka ji Waşîngtonê bo Parîsê, a bi navgîna rêya Seol, Roma an jî Dublînê, îşaret bi rewşa lezgîn dike: ji bo pêşîgirtina li tijebûna tesîsên xizmeta tendirustîyê, li demê belavkirina leza belavbûna şewbê. Rojnamevanên balê dikşînin ser du pêldanên şewbê, berê xwe ji hêmaneke girîng dizîvirînin: ev xêza rast, sade, li nîvê grafîkê, ya têkildarî hejmara nivînên vala yên ji bo pêşwazîkirina nexweşên giran. Ev daneya ku wekî ji ezmanan ketibe tê nîşandan, ev «derçika krîtîk » encama tercîhên sîyasî ye.

Eger divê mirov «xêza xwar pahn bike», ev tê wê wateyê ku ji dehan salan ve ye sîyasetên kemerşidandinê bi talankirina kapasîteyên pêşwazîkirinê yên servîsên tendirustîyê, ev xêza bilind daxistîye. Di 1980yî de, li Fransayê ji bo her hezar welatîyî 11 nivînên nexweşxaneyê (hemû servîs di nav hev de) hebûn. Niha ew hejmar daketîye 6an, ku wezîra tendirustîya makronîst di meha îlonê de li bed manageran (gerînendeyên nivînan) ên ji peydekirina vê çavkanîya nadîr berpirsîyar in, pêşnîyara îhtîmamê dikir.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, 7,9 nivîn ji bo 1 000 niştecihên di sala 1970yî de qeydkirî, di 2016an de dadikevin 2,8an. (1) Li gorî Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî (RTC) li Îtalyayê di 1980yî de ji bo her 100 000 niştecihî 922 cih ji «nexweşên giran» re hatibûn veqetandin. Sî sal şûnde ev hejmar daket 275an. Li her derê gotina jiberkirî: lêçûnan daxînin! Nexweşxane wê wekî fabrîkayeke erebeyan kar bike, bi awayê «tam di wext de». Encam, 16ê adarê, Komeleya Îtalî ya Anestezî, Analjesî, Servîsa Vejandinê û Venêrînên Tund (SIAARTI) xebata beşa lezgîn ya transalpins bi ya «bijîşkîya felaketan» re dida ber hev. Û ev hişyarî dikir: ji ber «nebûna çavkanîyan», «dibe ku bicihkirina li servîsa venêrînên tund desnîşankirina sînorekî temenê bibe pêdivîyek». (2) «Bijîşkîya şerî»: gotineke ku niha êdî pir tê bikaranîn li herêma Grand-Est a Fransayê.

Ji ber vê yekê buhrana vîrusa koronayê bi qasî xeterebûna vîrusê xwe dispêre xirabûna bi organîze ya pergala tendirustîyê jî. Wekî odeyên olanê yên jimarkarîyê, medyaya mezin ji bo xwendevanan û guhdaran vexwîne ser guftugoyeke sergêjker a felsefîk, nehişt bi çavekî rexneyî ev alternatîv bên nirxandin: çawa biryar bê dayîn ka divê kî were rizgarkirin û kî radestî mirinê were kirin? Lê belê vê carê, sergirtina pirsa sîyasî ya li pişt dudilîya sincî wê zehmet be. Ji ber ku şewba Covid-19 di çavên herkesî de rêxistineke aborî ya hê ucûbetir ku her kes jê di şikê de bû, vedibîne. Dema ku şirketên rêyên hewayî ji bo parastina saetên xwe yên dîyarkirî yên rakirin û danîna balafiran, balafirên xwe vala difirandin, lêkolînerekî îzah dikir ka burokrasîya lîberal çawa pêşî li lêkolîna bingehîn a li ser koronavîrusan digirt. (3) Marshall Burke, perwerdekarê zanista pargalên jîngehê li Zanîngeha Stranford, ev paradoks weha destnîşan dikir: «ji bo têgihîştina ji bêrêkûpêkîyê, wekî ku pêwist bû ji rewşa rêzê bihata derketin. Paqijbûna avhewayê bi saya şewba Covid-19 li Çînê muhtemelen hejmara kesên ji mirinê rizgar bûne bîst caran ji ya kesên ji ber şewbê jîyana xwe ji dest dane zêdetir e. Li vir tiştê mijara gotinê ye ew e ku em bigihîjin wê encamê ku şewb bi feyde ne, armanc li vir pîvandina wê yekê ye ka pergalên me yên aborî heta kîjan astê zirarê didin tendirustîyê. Welew koronavîrus tune be jî». (4)

Taybetmendîya herî girîng a vê gera li absurdîyê, ne li nava rîska peydanebûna dermanan a piştî veguhestina navendên hilberîna wan, ne jî li nava helwesta pîyaseyên diravî ye ku dixwestin îleh cezayekê bidin Îtalyayê, dema hikûmeta wê tedbîrên pêşî yên tendirustîyê werdigirtin. Ev taybetmendîya girîng li pişt derîyên nexweşxaneyan e. Sazîya fîyetdanîna livûtevgerê (T2A) ku li nîveka salên 2000î hat avakirin, fînansmana demûdezgehan, ne li gorî şixulandina plansazîyeke pêdivîyan, lê li gorî hejmara faturayên tibî, wekî ku her yek ji wan li magazeyekê hatibe bi faturekirin, hesab dike. Eger di dema krîzê de hatibûya pêkanîn, ev prensîba pêdivîyên dermanî yên ji Dewletên Yekbûyî hatine îthalkirin ev demûdezgehên ku nexweşên herî giran pêşwazî dikin, wê pir bi lez bifetisandana. Ji ber ku dirûvên krîtîk ên Covid-19 berî her tiştî bi nexweşan ve girêdana ventîlasyonên mekanîk ferz dikin. Ev ventîlasyon herçendî têra xwe biha jî bûn di wextê xwe de, lê dîsa jî ji berdêla gelek muayeneyên şewbê yên li ser tabloyê dîyarkirî, erzantir in.

 

Ji bo demekê, mîkroba bû sedema wergirtina tedbîrên herî tund ên karantînayeke ku tu caran li serdemeke bêşer li civakê nehatibû ferzkirin, wekî ku dîwarên qada civakî şikandibin: ma bankerên Wall Streetê û xebatkarên çînî ji nîşka ve nebûn hedefa heman tehdîdê? Dû re, pere jî vegerîya ser eyarê xwe yê berê. Ji alîyekî ve xweragirên li qesr û serayan ji dûr ve li nav hewzê bi yek pêşîya xwe dixebitin; li alîyê din, nexuyayîyên rojane, nexweşnêr, karmendên li ser rûyê erdê, kasîyerên supermarketan, karmendên lojîstîkê ji bo carekê be jî ji bin sîyê derketin. Yên herî rewş baş jî di rîskê de ne. Xebatkarên ji dûr ve kar dikin asê mane li nav daîreya ku qarewara zarokan jê bilind dibe; lê bê mal jî hene ku xwezîya xwe bi wan tînin.

 

RÊYA DERKETINÊ TUNEBÊYÎ NÊZÎKBÛNEKE BI HEV RE,HEVGIRTÎ Û FIREH

Di berhema xwe ya bi navê «tîpolojîya reftarên komî li dema webayê» di navbera sedsalên 14 û 17an de, dîrokzanê muhefezekar Jean Delumeau vê rewşa neguhêrbar weha tîne ziman: «Gava xetereya belavbûna şewbê xuya dike, mirov pêşî hewl dide wê nebîne». (5) Nivîskarê alman Heinrich Heine jî piştî ragihandina fermî ya şewba kolerayê li Parîsê, di 1832yan de weha dinivîse: «Parîsî li kolanan li bin tavê û hewaya xweş wekî ku bilîzin bi coşeke ji caran zêdetir ji xwe re digerîyan». (6) Dû re zengîn revîyan gundewarîyê. Pişt re hikûmet bajar kir karantînayê. Delumeau jî wê rewşê weha îzah dike: «Dîmenên nas êdî li ber çavan neman. Êdî ne tenê hebûna nexweşîyê, di heman demê de jihevketina hêmanên ku hawîrdora jîyana rojane saz dikirin jî dibû sedemê bêewlehîyê. Her tişt êdî dibe tiştekî din». Niştecihên dorlêgirtî yên Wuhan, Roma, Madrîd û Parîsê wê rewşê di asta nedîtî û nebihîstî de niha dijîn.

Webayên mezin ên Serdema Navîn û Ronesansê pir caran wekî îşareteke Qîyametê, îşareta hêrsa Xwedê ya ku ber bi dawîhatina li cîhanê bi hêrseke mezin tolê hiltîne dihatin şirovekirin. Hingê, her kesekî bi dorê berê xwe dida ezmanan ji bo merhametê û dû re jî berê xwe dida cîranan ji bo sûcdaran bibîne. Jean de La Fontaine di pirtûka xwe ya bi navê Sewalên nexweş ên webayê de dibêje di lêgerîna peydekirina sûcdaran de cihû û jin bûn qûrbanî. Li Ewrûpaya sedsala XXIê, şewba Covid-19 li civakên laîk dixe, lê belê, ji krîza diravî ya 2008an ve, ev civak di astên cuda de birîndar in bi hestên «windakirineke kontrola» ekolojîk, sîyasî, diravî, serjimarî, koçberî û hwd.

Li nava vê atmosfera «dawîya cîhanê» îmajên Notre-Dame a Parisê ya agir pêketî û gengeşîyên li ser hilweşîna nû, tevlî hev dibin, awir dizîvirin ber bi hêza gelemper: dewlet, jêdera dijwarkirina pirsgirêkê ji ber serhişkîya xwe ya şikandina pergala tendirustîyê û yekane dezgeha, li gel vê yekê jî, herî lihevhatî ji bo biserûberkirin û birêvebirina derfetên li dijî şewbê. Lê belê heta ku derê? Di meha sibatê de, gelek hefteyan ragirtina li hundir a pêncî û şeş milyon şênîyên Hubeî li Çînê, rawestandina ji neçarî ya fabrîkayan, banga guhdana li nîzamê bi dronên [firokeyên bê pîlot] bi kamera û megafon ji bo bajarîyan, li Ewropayê bûn sedemê şiroveyên pêkenokî, lê bi îhtîyat li ser kulma hesin a Partîya Komunîst. Kovara L’Express, 5ê adarê vê daxuyanîyê dide: «Tu ders nikare were derxistin ji ezmûna çînî ya li ser dirêjahîya muhtemel a şewbê. Şewb li wê derê hat sistkirin, lê bi saya tedbîrên tund ên karantînayê, ku xuya ye di çarçoveya demokrasîyên me de nikarin bên pêkanîn». Em ên êdî ji halketî li himberî vîrusa ku guh nade serdestîya nirxên «me», divê em biryara navendîkirî di plana yekemîn de, lîberalîzma aborî jî di ya duyem de bicih bikin.

Dîrektorê giştî yê Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî (RTC) M. Tedros Adhanom Ghebreyesus dibêje, «şikandina şewbê mimkin e, lê belê ev yek tenê li ser bingeha nêzîkbûneke kollektîf, rêxistinkirî û fireh, ku tevahîya çerxan tevlî bike». (7) Kollektîf, rêxistinkirin, dewlet: berevajîyê pîyasê. Di nava çend rojan de, çarçoveyên şiroveyê yên cîhana civakî wekî lepikekê dizîvire: «her tişt dibe tiştekî din». Têgehên serwerîyê, sînor, pîvan û heta lêçûnên gelemperî, ku ev nîv sedsal e, êdî bûne gotinên ji rêzê li nav axaftinên gelemperî yên «nasyonal-populîzm» an jî li Koreya Bakur, bi carekê dibin kilîda çareserîyê li cîhaneke heta niha bi kulta pereyî û kêmkirina butçeyê her tişt hal dibû.

Giregirên ku her roj di medyayê de li ser hertiştî diaxivin gava nezanîn êdî çi bibêjin, ji nîşka ve pala xwe dan bahaneya ‘me xwe li nezanînê dadianî’. Nîcolas Demorand 9ê adarê li France Internationalê, ji mîkrofona ku bi salan e cengawerên pêşparastinê, yên wekî Daniel Cohen bikar dianî, ev pirs dikir: «Gelo mirov nikare bibêje ku di eslê xwe de ev buhran me vedixwîne ji bo em ji nû ve li ser tevahîya qadên globalîzmê bifikirin: li ser girêdana me ya bi Çînê, bazara serbest û balafiran»?

 

PIRSGIRÊKA BI PISPORAN RE; EW E KU WAN QET HAY JI XWE TUNE KA EW ÇI NIZANIN»

Divê sedema bazarê ji nû ve ferasetan bi kûrahî li hev bigihîne, da ku belavbûna şewbeke kujer karibe rastîya ku cîhana zanyarên tibê bi deh salan e tîne ziman, bigihîje guhê desthilatîyê. Ji bijîşkan André Grimaldi, Anne Gervais Hasenknopf û Olivier Milleron ev rewş bi awayekî kurt weha anî ziman: «Erê, divê em bibin xwedî sazûmanîya nexweşxaneyên gelemperî yên ku berdewam nivînên wan ên amade hebin. Koronavîrus a nû xwedî taybetmendîya bibîrxistina van rastîyên zelal e: ne tenê ji bo biçin agir vemirînin em meaş didin agirkujan, gava ew kamyonên xwe tamîr jî dikin û tenê li benda dengê zingilê hawarê ne jî, em dixwazin ew li cihê xwe her amade bin». (8)

Pêşbînîya tiştekî bê xeber ku ji nişka ve rû dide, (şewat, nexweşî, felaket, buhrana diravî): ev e ku bi xwe spartina sazîyên xwe, gelek caran bêyî îradeya xwe, ev daxwaza populer a ku kapîtalîzmê berdewam kirîye û venû kirîye di navbera buhrana 1929an û dawîya şerê duyemîn ê cîhanî de. Plankirina tiştê nepayî qutbûna bi feraseta bazarê re ferz dikir, bazara ku fîyetekê li gorî daxwaz û erzê destnîşan dike, tiştê ne muhtemel biçûk dibîne, siberojê bi modelên ku civak tu paxavê pê nakin dide ber xwe. Têkildarî korîtîya aborîya standart, a li holên pîyaseyê heta radeya herî jor hat bilindkirin û li ser pêşbînîkarên demekurt Nassim Nîcholas Taleb di pirtûka xwe ya çend meh berî buhrana 2008an weşandî de ev tesbît dikir: «Pirsgirêka bi pisporan re, ew e ku wan qet hay ji xwe nîne ka ew çi nizanin ». (9) Paşguhkirina tiştê nepayî li cîhaneke ku bêhejmar bûyerên nepayî, «quxuyên reş», mohra xwe lê dane, li gorî wî, rewşeke absurd e. Dawîya vê adarê, her kesekî ku ji paca xwe bêdengîya bajarê kepengdaxistî dibihîst, dikaribû bikeve nava fikarên kûr li ser bêwijdanîya dewletê ya ji bo şelandina xwe bi xwe, ne tenê têkildarî nivînên servîsên venêrîna tund, herweha amêrên wê yên plansazîyê jî, ku niha êdî ji alîyê çend şirketên sîgortayê yên navneteweyî ve hatine monopolîzekirin. (10)

Ev bêhnvedana qutbûnê ku ji ber şewbê pêk hat, gelo wê karibe seyra vê rewşê biguherîne? Ji nû ve cîbicîkirina tiştê muhtemel û tesadufî di dema meşandina karûbarên gelemperî de, dîtina wêdetirî çarçoveya jimarkarîya kar-zirarê, pêkanîna nexşerêya bernameyeke jîngehî wê bibe zemîna civakîkirina piranîya xizmetên zarûrî ji bo jîyana civakên nûjen, ji paqijîyê bigirin heta tevnên dijîtal û heta bigihîje tendirustîyê: guherîneke wisa di demên normal de nadîren pêk tê. Awireke dîrokzan nîşan dide ku guherînên pergalî, rêgehî, awayê fikirîna li jîyana kollektîf û yeksanî dimînin li wêdetirî guftugo û nirxandinên sîyasî yên ji rêzê. Dîrokzanê awusturyayî û profesorê li zanîngeha Stranford, Walter Scheidel li ser vê nuxteyê weha dinivîse: «Ji alîyê dîrokî ve, revîzyonên herî mezin encamên şokên herî dijwar in. Çar cure qutbûnên bi şidet bi vî awayî karîn dawî li neyeksanîyan bînin: şer gava ku livûtevgereke girseyî pê re heye, şoreş, îflasên dewletî û şewbên kujer». (11) Gelo em ê gihîştibin wê qutbûnê ?

Ji alîyekî din ve, pergala aborî di pêvajoya dîroka xwe de ji bo vemirandina tofanên di encama bêmantiqîya wê de her diçe zêdetir rû didin, kapasîteyeke mûezem nîşan daye. Bi mezinahîyeke wê çendê ku hejên herî hilweşîner jî ji bo firehkirina serwerîya pîyaseyê, bi giştî feydê didin garantorên statukoyê, ku xwe dispêrin şaşûgêjîyê. Ev sermayedarîya felaketê bi xilasbûna çavkanîyên xwezayî û lawazbûna demûdezgehên parastina civakî yên guncaw ji bo sivikkirina krîzan, dikeve dewrê. Hema berîya xetimîna mezin a aborî ya 2008an Naomî Kleinê kapîtalîzma felaketê ji gewda wê cuda nirxandibû. Nivîskara ceribandinan a kanadayî, bi coşeke çakbîn, weha dinivîsand: «Li hemberî bûyerên ecêb em her car ne bi paşdegavavêtinê tevdigerin. Di demên buhranan de, car heye em zû mezin dibin».

Serok komarê Fransayê Emmanuel Macron jî di axaftina xwe ya 12ê adara 2020î de, întîbayeke wisa li ser mirov dihişt dema ku digot ew dixwaze «hesab bipirse ji modela pêşketina ku cîhana me bi deh salane pê ve hatîye girêdan û tengezarîyên wê derketine pêş çavan û ew herweha dixwaze qelsîyên demokrasîyên me jî bike mijara guftugoyê. Tiştê ku ji niha ve ev şewb pir zelal nîşan dide, ew e ku venêrîna belaş a li tendirustîyê bêyî şertê hatina madî, karîyerî û meslekî, rewşa me ya refahê, ne biha, ne jî bar in. Berevajî, ew heyînên binirx in, destkeftîyên zerûrî ne, gava ku hat û qewimî. Dîsa, tiştê ku ji niha ve ev şewb pir zelal nîşan dide, ew e ku mal û xizmetên ku divê li derveyî qanûnên pîyaseyê bên ragirtin hene. Radestkirina destê kesên din xureka, parastina me, kapasîteya me venêrîna li jîyana me û li ya kesên derdora me bêparmayîna ji hiş e. Divê em ji nû ve li xwe vegerin». Piştî sê rojên din wî reformeke xanenişînan ku meaşekî din ê bêkarîyê ye dida paş, dûre îmza xwe danî bin biryareke têkildarî wergirtina tedbîrên navdar ku heta niha jî ne mimkin bûn sînorkirina jikaravêtinan, rakirina her cure qutkirinên butçeyî. Şertûmerc bi xwe wê vî rengî, vê veguherînê zelal bikin: bi hilweşîna nirxên borsayî re, obsesyona serokatîyê ya rast alîkirina teserûfê û meaşên xanenîşînîyê yên ber bi pîyaseyên senedên pardarîyê wekî çirûskeke dehayî ya vîzyonerîyê xuya dike. Lê belê dîsa jî, cemidandina qanûna kar, sînorkirina azadîyên civakî, fînansekirina şirketên derî vekirî, muafgirtinên butçeyên civakî yên sîstema tendirustîyê xwe dispêrinê, nayên wateya qutbûneke kokdar ji sîyasetên berê. Ev dewrkirina mezin a pereyê gelemperî ji bo sektora taybet rizgarkirina bankayan a sala 2008an ku ji alîyê dewletê ve pêk hatibû, tîne bîra me. Berdêla wê yekê veguherîbû şidandina kemeran û ketibû ser pişta karmend û kedkarên gelemperîyê. Bi kêmkirina nivînan? Erê: pêwist bû banka bihatana rizgarkirin.

Ji ber vê yekê ev helwesta wekî vegera Mesîh a şefê dewletê vegereke din a rojeke îlona 2008an, tîne bîra mirov. Demeke kin piştî hilweşîna Lehman Brother li Nîkolas Sarkozy xist, li pêşîya partîzanên xwe yên şaşûmetelmayî, serokomar bi awayekî cidî weha diaxivî: «Bi temambûna temenê kapîtalîzmeke diravî ya ku feraseta xwe li ser tevahîya aborîyê ferz kiribû û bûbû sedemeke harbûna wê, yek ji ramana globalîzmê dîsa bi dawî dibe. (...) Ramana ku bazar her tim mafdar in ramaneke dînane bû». (12) Lê belê ev li pêşîya Sarkozy nebû asteng ku, hema piştî tofanê, vegere ser eyara xwe ya dînîtîya ji rêzê..

 

(1) Source: Organisation de coopération et de développement économiques (OCDE).

(2) «Raccomandazioni di etica clinica per Eammissione a trattamenti intensivi e per la loro sospensione », Siaarti, Rome, 6 mars 2020.

(3) Bruno Canard, «J'ai pensé que nous avions momentanément perdu la partie», déclaration du 5 mars 2020, consultable sur https://academia.lîypotlieses.org

(4) Twitter, 9 mars 2020.

(5) Jean Delumeau, La Peur en Occident, XIV-XVIIIe siècle, Fayard, Paris, 1978.

(6) Heinrich Heine, De la France, Gallimard, coll. «Tel», Paris, 1994 (lre éd.:1833).

(7) The New York Times, 9 mars 2020

(8) Le Monde. 11 mars 2020.

(9) Nassim Nicholas Taleb. The Black Swan. The Impact ofiheHighly Improbable. Random House, New York, 2007.

(10) Razmig Keucheyan. La nature est un champ de bataille. Essai d'écologie politique, La Découverte. Paris. 2014.

(11) Walter Scheidel. The Great teveler. Violence and the History of lnequalityfrom

 

Wergera ji fransî: Baran Nebar