Rewşan: ‘‘Muzîk qabilîyeteke efsûnî ye‘‘

Hevpeyivîn: Mela Mihyedîn

 

Rewşan-1

Li dinê dengê kesî naşibê dengê yên din. Çiqas mirov hebin hewqas jî deng û rengên cuda hene li ser rûyê dinê. Lê ji nava wan dengan kêm deng hene ku wextê sewta wan tê mirov, mirov pê sermest û kêfxweş dibe. Yek ji wan dengan jî dengê Rewşanê ye. Dengê wê me dibe zemanê berê û ji zemanê berê,  bi terzeke nû çîrokên hezarsalî ji nû ve jîn dike. Dengekî naîf û xweş li ser Rewşanê heye. Meriv çiqasî lê guhdarî bike, meriv jê aciz nabe, jê têr nabe. Meriv bi dengê wê terapî dibe; dil û hişê meriv pê xweş dibe.

Me xwest em wê û xebatên wê ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin:

Tu dikarî ji me re piçekî qala xwe bikî? Rewşan kî ye?

Ez muzîkjeneke ji Tetwanê me. Bavê min melayekî welatperwer bû, dîya min jî ji ber zilma civatê feminîsteke baş bû, loma malbata min zarokên xwe hemû dane xwendin. Heya 13 salîya xwe li welat bûm, piştre ji ber sedemên koçberîyê ez çûm bajarên mezin yê Tirkîyeyê, li Zanîngeha Enqereyê beşê psîkolojîyê qedand. Di heman salan de min dest bi perwerdeya mûzîkê kir. 2017an de min mastera xwe li Zanîngeha Bahçeşehîr ya Stenbolê li ser şanoyê kir. Xebatên min li ser muzîk, çand û hûnerê ne, ez zewicî me û demeke dirêj e li Stenbolê dijîm.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Eşqa hûnerê di nav xwişk û birayê min de hebû, her çiqas hunera sereke ya nav malê wêne be jî, bingeha mûzîkê jî têr û tijî bû. Dema min dest bi lîseyê kir têkilîyên min bi musîkjenan re, bi sazîyên çand û hûnerê re dest pê kir, demekê min tembûrê lêda. Piştî min dest bi zanîngehê kir, perwerdeya keman û almonîyê dest pê kir. Ji 2000î û vir de mûzîk di jîyana min de ye.

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk ji peyvan bêtir dadikeve kezeba min, hestên min bêtir dikare bîne ziman. Ji loma jî te bivê bila ya govendê be, an jî bila ya dila be, muzîk qabilîyeteke efsûnî ye û dikare di pey xwe de gelek qabilîyetên din jî pêşve bibe. Wekî din, di hinek motîfên muzîkê de, şûna hestîyarîyên neteweya mirov heye. Dema tu rastî vê motîfê tê, ne hewceyî peyva ne, tu jixweber digirî an jî ser û milê xwe li ber digerînî. Ev jî bi min dide hîskirin ku kokên min hene, ne tenê me. Herweha dema stranekê guhdar bikim û ev stran tiştên xweş bi min bide hestkirin, ez fedakartir dibim, bêtir alîkarîya derdora xwe dikim, wekî exlaq nermtir dibim. Bi ya min hêza herî mezin ya muzîkê jî ev e. Civatek dema ji muzîkê hez bike, hestên wekî alîkarî, piştgirî, aşitî hwd. xurttir dibe.

Dema te biryar da tu yê albuma xwe derxî, ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di derxistina albuman de ji te re bûne alîkar?

Dema min biryar da ez ê rêwitîya xwe ya muzîkê wekî vokaleke serbixwe bidomînim, koma min a wê demê hinekî dilê xwe ji min girt. Lê dîsa jî çi ji destên wan hat, kirin ji bo min. Wekî din, ev bi salan e ez di nav muzîkê de bûm, ez û malbata min ne li heman bajarî dijîyan, ev jî bû sedem ku ez li perwerdeya xwe motîve bibim. Di nav salan de di nav gelek orkestrayên mezin de min cî girt. Malbata min ji dûr ve hertim ez şopandim û dema derfet didîtin di destê wan de kulîlk, dihatin konserên min. Yanî ji bo derdor û malbata min muzîkjenî ne rewşeke awarte bû. Piştî min album deranî jî kêfa gelekan hat. Tenê dîya min ji hêla hilbijartina terza min de rexneya xwe anî ziman. Li gor wê: Di albumê de rîtma stranan hatîye pelçiqandin:)) Ew bêtir ji formên kevin hez dike.

Albuma te ya pêşîn “Ax Lê Wesê” ye. Di vê albumê de stran tev ji klasîkên kurdî û ermenî hatine berhevkirin. Stran klasîk in, lê muzîkên wan rîtmên rojavayî û ji awaza rojhilatî pêk tên. Bi awayekî serkeftî te muzîka xwe anî meydanê. Tu dikarî ji me re behsa terza muzîka xwe bikî?

Ez ji stranê kevin ku di dilê gel de wextekî cî girtîye hez dikim. Ez ji çîrokên romantîk an jî dramatîk a muzîka kurdî û ermenî hez dikim ku bên cem rîtm û formên dinyayê. Li Stenbolê dema min muzîk dikir, ji her cure, muzîkjenan bi dilekî pak bi min re melodîyên xwe parve dikirin. Li vê derê ji her miletî û meslekî mirov hene ku bi hev re muzîkê dikin. Di vî warî de çanda Stenbolê wekî avantajekê dîbinim. Muzîkjenên hanê muzîka min jî di dilê xwe de hebandin û  bi ser de motîfên ji çanda xwe lê zêde kirin. Bi bêhneke fireh nêzî van stranan bûn. Jixwe ji hêla kokên min û avakirina melodîyan de ez stranên Radyoya Êrîvanê ji zaroktîya xwe û vir de guhdar dikim. Têsîreke mezin li ser min kirine. Terza muzîka min jî; bi dilekî durust li benda fehmkirinê ye. Dawîya dawî hemû muzîkjen ji bo bên fehmkirin muzîkê dikin. Ez dikarim ji terza muzîka xwe re bêjim di kategorîya wold muzîkê de; Progressive Folk Music. Yanî muzîka gel ku nuveyê firehbunê pê re heye. Dinya her ku diçe tenhatir dibe, hêvîdar im muzîka ku ez dikim ji guhdaran re dibe heval. 

Di albuma te ya dawî de hemû stranên te wekî hev xweş in, lê dîsa jî strana ku herî bêhtir guhdarî dikim “Bavê’m” e. Em dizanin her stran xwedî çîrokek e. Gelo çîroka vê stranê çi ye?

Ev stran ji bo min jî taybet e ji ber ku gotin û muzîk aîdê min e, ji bêjinga serpêhatîyên min derbas bûye. Di jîyana min de jî wekî gelek malbatan, koçberîyek qewimî û hemû zaroktî û bîranînên min li wir ma. Wekî her zarokekî ku dikeve tengasîyê û li halê xwe dipirse, min jî bi bavê xwe re li ser mijarên vê alemê sihbet dikir. Ew melayekî xwedî tedrîsata medreseyê û tesewifê bû. Nedişibî bavê gelekan, werhasil... wekî her keçekê, ez jî ji bavê xwe têr nebûm û çû ser dilovanîya xwe.

Stranên te stranên pir zimanî ne û herweha tu bi gelek enstrumanan jî dizanî. Ez bawer im ku ya Rewşanê dike Rewşan ev pirdengîya ziman û enstrumana ye. Heta niha te bi kîjan zimanan stranên xwe got û di nava enstrumanan de bêhtir bala te li ser kîjanê ye?

Melodî û çîrokên zimanên cuda tesîr li min dike. Hem guhdarkirina wan, hem jî jiberkirina wan kêfeke bêhempa dide min. Heta niha min ji bilî kurdî, bi zimanê ermenî, erebî, lazî, tirkî, yûnanî, fransî, farisî, macarî sitra. Dixwazim hîn bêtir bikevim dû van melodîyan. Enstrûmanên min ên sereke jî vîyolîn û ukelele ne.

Em dizanin her album xwedî çîrokek e. Gelo çîroka albuma “Tov”ê çi ye û çawa derket meydanê?

Her yek ji me tê dinyayê û xîret dike ku ji vê alemê tiştekî fehm bike. Em hewl didin têbigihîjin vê demê û sibêroja xwe. Di vê rêwîtîyê de di bîra me de çandeke dewlemend heye ku bi me re digere, dimeşe, bêhnê distîne. Ne tesadûf e ku em li ber hin miqaman, hin helbestan hestîyartir dibin. Eynî wekî tovekê; em jî bi hin kodên çandî hatine dorpêçkirin. Heger şertên baş bên pêşîya me, em jî wekî TOVê,  fêkîyên xwe didin. Her yek ji me toveke potansîyel e. Ji loma ev album li ser vê çîroka tovê ava bûye. Di tûrikê min ê çandê de stranên min bixwe çêkirî hebûn, stranên kevin ku heta niha neketine tu albumê hebûn û herweha besteyên nû hebûn. Dema min hilbijartina stranan qedand û min biryar da ku wekî aranjor ez ê bi Hakan Gürbüz re bixebitim, me dest bi amadekarîyan kir û di nav salekê de album qedîya.

Di albuma nû de ji helbestên Fêrîkê Ûsiv “Gulîzera Min, Dinya Haye, Wisa Dixwazim” û helbesta Kamiran Alî Bedirxan “Gulê” jî stran hene; meriv fam dike ku navbera te û helbestê baş e. Gelo têkilîyeke çawa di navbera helbest û muzîkê de heye? Tu ji kîjan helbestvanan hez dikî?

Her cureyên hunerê bi hev re têkîldar in. Bi ya min her curêyê hunerê meraq, hilberîna ziman û têgihiştina hest û fikran aktîve dike. Ji loma jî bertekên me yên ku em li hember muzîk û helbestê didin, gelek dişibin hev. Li hember herduyan jî em kelecanî dibin, mûyê canê me radibe pîya. Ji loma danûstandineke erênî û xurt di navbera van herdu dostan de heye. Helbest dikare bîra mirov a çandî bi ser pîya xe. Muzîk jî kakil û mewîjê berîka helbestê ye. Ez ji helbestên Melayê Cizîrî, Rojen Barnas, Ehmed Huseynî, Cemal Süreyya, Turgut Uyar, Furruğ Ferruhzad, Edgar Ellen Poe, Shakespeare, Arthur Rimbaud hez dikim.

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Piranîya stranên ku ez jê hez dikim, dikevin kategorîya World Muzîkê. Wekî din ji muzîka klasîk, blues, folk, country, hin cureyên jazz û rockê, muzîka balkanî û afrîkî, rembetîko hez dikim. Wekî muzîkjen jî; hemû nûner û pêşengên van cureyên hanê guhdar dikim.

Te stranên Aram Dîkran “Diçim Diçim û Taxa Filla” li albuma xwe zêde kirîye û bi awayekî serkeftî jî te ew strane; meriv fam dike ku Aram Dîkran têsîreke mezin li ser te çêkirîye. Lê belê dîsa jî dixwazim pirs bikim: Tu kîjan muzîsyenan wek “pîrê muzîka kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyenan li ser te bandor çêkirine?

Rast e, Aram Dîkran hem ji hêla ekola mûzîka xwe, hem jî wekê ermenîyekî pirçandî têsîrek li ser min kirîye. Bi ya min ji bilî Aram Dîkran; Mihemed Arifê Cizîrî, Karapêtê Xaço, Hesen Zîrek, Tehsîn Teha, Şehram Nazirî em dikarin bêjin pîrê muzîka kurdî ne.

Di nava albumên muzîka kurdî de, bi te albuma herî serkeftî kîjan e? Tu dixwazî bi kîjan hunermendan re bixebitî?

Albuma Ciwan Haco bi navê Dûrî bi ya min gelek serkeftî bû, hê jî carna ji serî heya binî bi haz û zewqeke  xurt lê guhdar dikim. Min dixwest helbet rojekê bi mamoste Ciwan Haco û Şehram Nazirî re di heman projeyê de bixebitim. 

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Koka vê mijarê çi ye heger tu vê bipirsî, ev rêwitîyeke dîrokî ye. Çima? Kom, di seranserê dinyayê de herî zêde salên 70 û 80yî hatine avakirin. Di vê de têsîra hereketa 68an gelek e. Hin hereketên ku wekî Nifşa Beat, fikra civata aştîyê, jîyana bihevremayîn, bikaranîna madeyên narkotîkî û felsefeya bihevrebûnê anî nav muzîkjenan. Em bêjin berîya 60 û 50yî jî li dinyayê karîyera koman pir kêm in. Di dewleta osmanîyan de jî di muzîka qesrê de hertişt şexsî ye, têkilîya hoste û karker heye.

Hereketa 68an hişmendîya bihevrebûnê xweyî kir. Festîvalên wekî Woodstock ku di 1969an de dest pê kiribû,  temsîla hêza bihevrebûnê bû. Di salên 70 û 80yî de me komên bêhempa dît li dinyayê. Ji ber ku jêderka felsefeya wan heman tişt bû. Ji bo ku hûn komîn tevbigerin, pêdivîya we bi zemîneke felsefîk heye, hem ji alîyê hişmendîyê ve, hem jî ji alîyê tevgerê ve. Lê îro ev mesele êdî wisa nameşe. Piştî ku darbeyên 80yî hat li Tirkîyê û di warê jîyana komunal de jî li dinyayê ev felsefe çiqas çû têk çû; hejmara koman jî kêm bû. Îro êdî pir zehmet e ku tu wekî komekê hereket bikî. Dema tu bêjî haydî were em komekê ava bikin, ew kom ava nabe. Divê tu bi hev re bijî, an bibî hevalê hev ê zanîngehê, heman tiştî bijî, bibî xwedîyê heman felsefeyê. Ji bilî zordestîyên dewletan, guherînên dijîtal, îcada wolkmanê, telefona destan hwd. mirovan gelek ji polîtîkayê sar kirin. Sîstema kapîtal ku aniha em têde dijîn ne adîl e, girtî ye, dîktator e. Piranîya gel li hember vê sîstemê tu bertekek neafirand. Dengên ku derdikevin jî bi zordarî tên birîn. Ji loma jîyan ber bi tenêbûnê ve diçe. Jixweber wisa dibe. Ev tenêbûn jî ne ji ber felsefeyekê ye, ji mecbûrîyetê ye. Em êdî civateke wisa nin ku, dema em tên ba hev, nikarin her tiştî bipeyivin. Yanî darbe dibe û însan ji mala xwe dernakevin. Wekî aniha! Coronavîrus hat, em ji mal dernakevin. Yanî dema tiştek tê serê dinyayê, ji encamên wî huner jî para xwe hildigre.

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Gelek penaber, dema koç dikin, muzîka xwe jî dikin berîka xwe. Li welatê ku diçin dema dicivin, bi xêra vê muzîkê; daxwaz û çanda nasnameya xwe jî parve dikin. Çiqas bi zimanê xwe stranan bibêjin, hînî zarokê xwe bikin, ewqas difikirin ku wê wenda nebin û bikaribin xwe biparêzin. Ji bo vê pirsa we tenê ev mînak jî bes e. Li seranserê dinyayê sîyaset, dîrok, wêje û serpêhatî her wê berdewam be. Mûzîk jî wê hertim rêhevalê dilên mirovan be...

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin, lê ligel vê yekê muzîkjenên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Divê em vê pirsê bikşînin zemîneke rasttir. Li hemû welatan civat kesên xwe yên populer derdixin meydanê. Ez ê meseleyê ji hêla perwerdehîyê ve binirxînim. Heger civatek têra xwe ne xurt be ku ji bo huner û muzîkê sermîyanekê veqetîne; wê hilberînên hunerî jî qels derkeve. Lê ev nayê wê maneyê ku li civatên ku ji bo hunerê pere xerc dikin, çanda populer tune ye. Berevajî vê, îro li dewletên herî mezin ên dinyayê, jê re dibêjin main stream gelekî xurt e û karê wan ji bilî teqlîd û dubarekirinê wê ve naçe. Li wir jî ya girîng; populerbûyîn e, şan û pere ye. Lê li welatên wekî me paşvemayî û nikare sermîyanekê veqetîne ji bo hunerê jî; herkes jixweber pişta xwe dide mûzîka gelêrî û ev tevger ji avangardbûnê gelekî dûr e. Heger feraseteke te yî xurt tune be, jîyanê alîkarîya te nekiribe, ji bo perwerdeyê aborîya te têrê nekiribe; ne mimkin e ku tu ji vê dahfikê bifilitî. Li ser sparişan û li gor daxwaza pîyasayê tê tevbigerî. Lê em bibêjin Mozart jî gelek berhemên xwe, wekî berhema Requem li ser sparişan nivîsîbû. Vêca ji we werê; hinek kes bi qestî diçe kesên ku xerab stranan dibêjin hildibijêre û dişopîne? Kî ne ev kes? Yanî ev kesên ku diçin van kesên populer dişopînin, xwedî feraseteke bilind in? Li tiştên nûjen û avangard digerin? Gelo ecibandinên wan nêzî estetîka cîhanê ye? Yanî em ê kê sucdar bikin? Ji loma ev pirsa we pirseke xeternak e. Dinyayê di her serdemê de ev pirs ji xwe pirsîye û kirîye lewlew. Ev ne mijara îro ye, wê nebe ya dawî jî. Ji loma tiştên wekî huner, nûbûn, afirandin, qabilîyetên bêhempa pir şexsî ne, li cîyekî pir taybet e. Belkî sed salan carekê Motzartek tê dinê, ev pêncsed sal e ku Melayê Cizîrîyeke din nehatîye vê civatê.

Rewşan-2

Krîterên muzîka baş çi ne? Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Kategorîkirina muzîka baş û ya xerab bi ya min hewldaneke felsefîk e. Li ser vê mijarê Adorno, Benjamin, Nietczsche gelek tişt nivîsîne. Bi ya min jî; li vir mirov dikare behsa qabilîyeta îqnakirina berhemê bike. Li hember hinek karan em îqna dibin. Li hember lîstikeke şanoyê, li ber xwarinekê, ji nav çavê destgirtîyekî em qanih dibin. Li vê derê îqnabûyîna mirov, ne ji ber formulekê ye. Yanî formula muzîka baş û xerab tune ye bi ya min. Lê mirov dikare li meraqa wî/wê afrînerê/î binêre. Ev meraq çi pê dide kirin? Karê ber destê xwe hewl dide baştir bike an xwedê giravî ji bo xwarinê ketîye mitbaxê û hemû alavan li bin guhê hev dixe? Dawîya dawî meraqa wî/wê tiştekî pê dide kirin, stranekê tîne ber me, an em îqna dibin û cardin dixwazin guhdar bikin, an jî kanalê diguherînin û berê xwe didin meraqa kesekî din. Li vir belkî ez dikarim bibêjim mûzîka nûjen û azadîxwaz ji bo min yek ji pîvana îqnakirina dilê min e. Lê ji bo yekî/a din ev pîvan dikare bibe sedema kanalguhertinê.

Muzîka kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Ez ê vê pirsa we biqulibînim pirseke giştî. Gelo muzîkjen (bi gişî) dikarin bi muzîkê debara xwe bikin? Şertên pîyaseya muzîkê li hemû dinyayê êdî pir dijwar e. Ez dibêm qey ji bilî muzîkê karekî din nekirin; xeyala hemû muzîkjenan e. Ji bo vê divê tu di hunera xwe de pir baş bî, zêde zêde bixebitî û pir bi şans bî. Debara muzîkê êdî li ser dîjîtalê ye lê mixabin tu hunermendeke navdar bî jî, gelek albumên te derketibe jî, bi qewlê berê tu xwedî şohret bî jî, heqê dijîtalê têra debara te û ji bo projeyên te yên nû nake. Sîstemên ku muzîkjenan diparêze her ku diçe kêmtir dibe.

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Muzîka kurdî di vê demê de hewl dide ku gelek cure û estetîkên ji hev cuda biafirîne. Dibe ku ev guherîn û cudabûn serê hinekan tevlîhev bike. Hinek alî hene ku bêrîya ekolên berê dikin, dixwazin berhemên wekî yên berê dîsa derkevin. Lê rastîya me ew e ku ji wê nifşê hetta vê nifşê gelek sal bi ser de derbas bûn. Beşek ji nifşa nû, niha di warê têgihîştina muzîka estetîk de xwedî kamilîyeke cuda ye. Berî her tiştî divê em vê nifşa nû qebûl bikin û bi xweşkayî wan hembêz bikin. Hewes û hewldanên wan nedin ber gulleyan.

Muzîk, di tedawîya nexweşîyên psîkolojîk û norolojîk de hatîye bikaranîn. Tu hem stranbêj î û hem jî te psîkolojî xwendîye. Di vê serdema koronayê de milet mecbûr e dema xwe li malê derbas bike. Ev jî dibe sedemê bêhntengî û acizîyê. Tu jî di wê bawerîyê de yî ku meriv muzîkê bikaribe wekî amûreke terapîyê şirove bike an sebra xwe pê bîne? Li ser vê mijarê pêşnîyar û dîtinên te çi ne?

Muzîk di jîyana me de amûreke pir xurt a têkilîyê ye, ne tenê dema derûnîya mirov xerab be bi tesîr e, dema mirov baş û bi selamet be jî tesîra wê gelek e. Muzîk xwedî zimaneke xweser e, xwezaya wê, vegotina wê bangî hest û fikrê me dike. Ji loma jî muzîka yekane zimanê hevpar yê cihanê ye. Muzîk hestên mirov yên bi qewet radike ser pîyan, mirovan aram dike, kelecanî dike, alîyê mirovatîyê dewlemend dike, bextewar û alîyê me yê kovî kedî dike.

Dema mirov li tiba berê dinêre, hinek nîşane hene ku ji bo nexweşîyên rihê mirov, yên çav, spazmên laş, terapîya bi muzîkê hatîye bikaranîn. Zanayên demên borî jî bi vê tesîra  muzîkê hesîyane herhal ku di dîrokê de cara yekemîn di 1947an de terapîya bi muzîkê ketîye bernameya nexweşxaneya Mîchîganê. Ji sala 1949an û vir de jî li Fransayê xebatên bi vî rengî tên kirin. Piştî şerê duyemîn ê cîhanê, li Stockholmê Enstîtuya Terapîya Muzîkê hatîye avakirin. Lê seranserê cîhanê cara yekem Amerîkayê di 1977an de tedawîya bi muzîkê wekî beşeke zanistîyê daye qebûlkirin. Îro li hemû cihanê li klînîkan, li navendên çand û lêkolînan, li nexweşxaneyan, terapîya muzîkê tê kirin. Piranî jî di beşên norolojî, psîkîatrî, kardîyolojî û onkolojîyê de wekî metodeke alîgir û alîkar tê bikaranîn.  Vêca ji bo baştir were fêmkirin ez hinekî behsa tesîra efsûnî ya muzîkê bikim.

Muzîk navenda sîstema mejî û qalikê mejî hişyar dike ku di nav vê navendê de qabilîyetên wekî fikirîn, axaftin, hînbûn, kontrola laş heye. Van beşan hem hişyar dike, hem jî pêşve dibe. Em bibêjin ciwanek di depresyonê de ye, muzîk mejîyê wê/wî aramtir dike, tesîra bênîzamîya hormonên wî siviktir dike. Lê li gor terza mûzikê (klasîk, hip-hop, rock, blues hwd.) hûn dikarin hormonên wî ciwanî xerabtir jî bikin, aramtir jî. Wekî din terapîya muzîkê di tedawîya alkol û madeyên narkotîkî de jî xwedî cihekî girîng e. Rîtm, melodî û harmonî ji bo saxkirinê tê bikaranîn.

Dema tu strana herî jê hezdikî guhdar dikî xwe baştir hîs dikî ne wisa? Rehet dibî, dikevî van xewn û xeyalan, bi coş û kelecanî dibî. Gotinek heye dibêje "muzîk qûtê rih e". Lê ev gotin nuqsan e mixabin. Ne tenê qûtê rih e, qûtê aqil û bîr e jî.  Hûn li gor muzîka ku guhdar dikin, di navbera mejî û laşê xwe de entegrasyonekê ava dikin. Bi xêra muzîkê hin beşên mejî aktîve dibe, ew parçeyên laş ku ji ber travmayekê tevizîye bi xwe ve tê. Îro baş tê zanîn ku tesîra muzîkê li ser hilmê, lêdana nebzê, rîtm û qalîteya bêhnê pir e.

Di van rojên coronayê de ku derûnîya me gelekan dorpêç kirîye; pêşnîyara min ev e;  bi taybetî ji bo muzîkê wext veqetînin. Li malê, di rê de, li cîyê kar ferq nake muzîkên ku hestên baş di dilê we de hişyar dike guhdar bikin. Hewl bidin wê stranê an jî melodîyê bi devê xwe dubare/teqlîd bikin, rîtma wê li ser laşê xwe biceribînin, bi destan li çoka xwe û li sînga xwe bidin. Dema we laşê xwe wekî enstrumanekê bi kar anî, hay ji bêhna xwe hebin, guh bidin dengê xwezayê û çivîkan û heger derfetên we hebe enstrumanekê peyda bikin û hewl bidin ji bo hînbûnê.

Pêşerojê em dikarin li stranên te yên akustîkî guhdarî bikin. Projeyeke te ya wisa heye? Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Min albuma xwe ya TOVê ku ji 10 stranan pêk hatîye, sê meh berê deranî. Daxwaza min ew e ku hemû dinya van rojên coronavirusê bi selametî derbas bike û ez jî hingê dest bi konserên xwe yên vê albuma xwe bikim. Daxwaza min ew e ku guhdar bikaribin xwe bigihînin vê albumê. Wekî din kêm be jî hin helbestên min ên hîn kamilnebûyî hene, ez ê bêtir li ser wan bisekinim û hewl bidim EPyekê derînim.