Firotina Audîyan li Bîrmanyayê

Translator

Heya afirandina civata komir û polayê ya Ewropayê ya di sala 1950î de , heya sazkirina Yekitîya Ewropayê (YE) û derbasbûna bazara hevkar a ku bi peymana Romayê pêk hatibû, avazanên Ewropayê li dijî dijminan polîtîkayeke parêzkar û deshilatdar dişopandin. Ji ber vê yekê , di dema qeyrana aborî ya navneteweyî û ligel zêdebûna bêkarîyê de jî firehbûna YE bi tevlêbûna endamên nû (Albanya, Makedonyaya Bakur) û çêkirina peymanên baziganîya azad yên nû (bi Meksîka û Vîetnamê re) divê we metilmayî nehêle. Îngilistanê derî girt? Baş e. Lêbelê Balkan tê. Û sibehê jî Ûkraynayê dê teşrîf bike.

Kes nikare yekî bihêz qanî bike da ku ew li dijî xwezaya xwe tevbigere. Belê obsesyona Ewropayê ya sazîkirina bazareke mezin heye. Bê sînor, bê gumrik û bê hîbe û sûbvansîyon. Lêbelê bêtir serbestîya bazirganîyê nebûya, Ewropa dê biketa erdê. Ji vê re jî dibêjin “teorîya bîsîkletê”: yan ji bo armancên nû bêhtir pedal zivirandin yan jî qelibîn. Cîhana ku Brûksel xeyal dike mîna goleke nerm a petrolê ye da ku keştîyên bazirganîyê li ser wekî dengê beyta dilşayîyê (the hymn of joy) dişiqitin.

Mînak, ka em komîserê bazirganîyê yê Ewropayê yê vê demê birêz Phil Hogan guhdar bikin. Di nav qeyrana koronavîrûsê de, ku piranîya şênîyên yekîtîyê hê di îzolasyonê de bûn, herweha gengeşîya di navbera Amerîka û Çînê de heyî hingî çû zêde bû û Waşîngtonê piranîya qaîdeyên ku ji bo Amerîkayê jî alûde bûn, binpê kir û li hêvîyê ma da ku ev binpêkirin dê li ser globalîzasyonê bandoreke çawa çêbike. Baş e, em dikarin weha xulase bikin: tu tişt nayê guhertin, tenê dikarin bên lezandin. Hin şirketên tendirustîyê dê bikişin parzemîna kevn, wekî din yê çawa bikin. Lê birêz Hogan me agahdar dike û dibêje ku “ev biryar îstîsnayek e” (1) û li hemberî yên behsa rizînê, kurtedewreyê (court-circuit) dikin weha bersiv da: “di sala 2040î de % 50 yê nufûsa cîhanê dê herî kêm pênc saetan li Bîrmanyayê bijîn. Loma, eşkere ye da ku şirketên ewropayî naxwazin xwe ji firsendeke weha mehrûm bikin, xwe mehrûmkirin helbet dê bibe bêaqilî.” Di heyvên pêşîya me de, yê çawa tevbigere behsa wê dike: “divê em peymanên xwe yên bazirganîya serbest ên mayînde xurt bikin -niha 70 welatên me hene- û em hewl didin ku bi yên din re jî peymanan çêbikin.”

Nuha rewşenbîrên ku wekî makîneya derewan tevdigerin, li ser Webê di mijara “paşeroja cîhanê” de pir çalak in. Ew xwe wekî mirovên poetîk, pir dengî, xêrxwaz, tevlihev, destekker û hwd didin nîşan; lê digel vê yekê, heya ku êrişê mîmarîya Yekitîya Ewropayê ya ku ketîye halê “globalîzebûna mînyatûrî” dê wekî mirovên nekêrhatî bên zanîn. (2) Xeyalkirina xweferzkirina standartên bazirganîyê yên ji bo mezinbûna bazara wan, dibe li pêş çavên wan parçe parçe bibe jî; û ew dê bi rûmeta rêzikên wan ên demode û nebaş ve bizeliqe. Ji ber ku firotina Audîyan a ji bo Bîrmanyayê, îdeala wan a yekta ye û herweha ev proje, yekane projeya wan a ku -bi navên wan ve têkildar e- ku şaristanîya wan dê temsîl bike.

____________

(1) “Divê derîyê Yekîtîya Ewropayê ji cîhanê re vekirî bimîne.’’ Le Monde, 8 gulan 2020.

(2) Binêre. Henry Farrell, “Yekîtîya herî bi tenê’’, Sîyaseta derveyî, Waşîngton DC, 3 nîsan 2020, https://foreignpolicy.com

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana