Kar, malbat, Wi-Fi

Bi xêr hatî nava civaka bê temas !

Hûtên dijîtal belkî nikaribûn xeyal jî bikirana ku dîtina wan a civatî dê rojekê bi sedema tendirustîyê û bi testeke mezin a xwezayî bihata piştrastkirin. Tevî vê jî, bidirêjîya çend hefteyan, hilberîner û berxwer mecbûr man ku hemî karên xwe bi ekraneke di navbera xwe de hal bikin. Heta bigihê bi dibistan, şahî û tendirustîyê.

Translator

Nûçeya baş a bultena saet 20î France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên tendirustîyê tesîreke xirab dikin li ser welatê şeşgoşe yê di nîvê şewba cîhanî de ye, şaredarîya Parîsê dide zanîn ku ew ê axirî bi navgîna 906 dermanxaneyên li paytext dest bi belavkirina maskeyên belaş bike. Lê belê pêşkêşvan Anne-Sophie Lapix vê hişyarîyê dike: Bi wî şertî ku Parîsî «xwe li ser înternetê qeyd bikin» dû re jî kûponekê ji înternetê daxin, prînt bikin an jî li dermanxaneyê raste-rast wê li ser ekranê nîşan bidin û bi vî awayî bibin xwedîyê amûra ku lixwekirina wê mecbûrî ye di wesaîtên veguhestinê yên girseyî de.

Tiştê bi leza hespê bezê bi pêş diket berîya şewba Covid-19, niha êdî bi leza bayê bezê difire û bi xwe re jî her kesekî dibe nava cîhaneke nû, cîhana ku her tişt înternet e. Testeke ji bo tevahîya jîyanê ya cîhaneke bêtemas. Doh mafên bêkarîyê, bidestxistina karta nasnameyî, belgeyeke niştecihîyê an jî belgeyên ji bo erebeyê; îro mafên bidestxistina amûrên tendirustîyê yên bingehîn, lê belê herweha kar, tendirustî, mijûlahîyên dema serbest, perwerde û malbat.

Ji 17 heta 31ê adara 2020î, li gorî Médiamétrîyê, demajoya lêgerîna dîjîtal ya fransîyan rojane gihîşt 2 saet û 50 deqîqeyan, ango nîsbet bi adara 2019an ji sedî 36 zêde bûye, (4 saet û 41 deqîqe ji bo televizyonê ji 17ê adarê heta 26ê nîsanê, ango zêdebûneke li raserî sêyan yekê li gorî sala borî). Çi mamosteyên ji dûr ve perwerdeyê didin, çi doktorên çerxa xwe ve-guherandine, bixwazin nexwazin, muayenexaneyên ji dûr ve, çi jî kadroyên mest dibin -an jî na- li nav şimikên xwe yên xebata ji dûr ve an jî rêveberên zanîngehan ên cara pêşî xwendekarên xwe dixin nava pergala venêrîna ji dûr ve ya ezmûnên li malê, (1) demateralîzasyon gihîşt asteke wisa berfireh di jîyana rojane ya fransîyan de ku xwedîbûna amûreke dikaribe bi înternetê ve bê girêdan ji hemû demên berê zêdetir bû pêwistîyeke jîyanî. Bêînternet, ne dikarî maskeyekê peyde bikî, ne dikarî xwe bidî muayenekirin, ne dikarî ji dûr ve bixebitî (ev ji çara yekê nifûsa aktîf a fransîyan di pêvajoya xwe li mal ragirtinê de eleqedar dike), ne jî dikarî xwe bigihînî dosyaya sîgortaya xwe ya civakî, meaşê xanenişînî û heta hesabê xwe yê bankayê.

Piştî karantînayê cihveqetandina di trênê de? Bêînternet ne mimkin e. 7ê gulanê, Şirketa Rêyên Hesinî yên Neteweyî û herêma Haute de France radigihandin ku ew pergaleke kûponan dixin dewrê. Li gorî vê pergala nû, «kî pêşî were, berî herkesî ji xizmetê sûdê werdigire» ji bo siwarbûna li trênên ber bi herêma Lille ve diçin ji 11ê gulanê û pêve. Kûpon li garê peyde nabe û tenê bi rêya înternetê dikare were bidestxistin. Betalkirina bi qasî 5 hezar karan (gîşevan, karmendên agahdarkirinê...) li Fransayê di deh salan de (hezar kes jê tenê di 2019an de) (2) ji bo ew kar ji alîyê otomatan ve werin kirin û aplîkasyonên dijîtal hatibûn amadekirin.

Her çi kesê ji smartfonekê bêpar, bi înternetê re ne aşîna an jî dudil tevdigere ji ber tirsa hertim herkes dikare xwe bigihînê û bê şopandin, li nava dilê civakeke ku tê de hema hema wê ji her tiştî were bêparhiştin, wê adeta bibe zindanî.

Li gel vê yekê jî ev tiştekî adetî ye û aşîna ye ji bo rayedaran: Kesên têkilî bi wan re qut bûne pir in li Fransayê. Li gorî «barometreya dîjîtal a 2019an», rêjeya nifûsa fransayê a «ne rihet» bi înternetê re hingê digihîşt ji sedî 23yê nifûsa bi temenê xwe li raserî 18 salî, ango sêzdeh milyon. Bi têgeha ku cahilîya dijîtalê îfade dike, ev rewş tam «îllektronîzm» e. (3) Ji bo % 15yê kesên 15 salî û mezintir ku di sala 2019an de înternet bi kar neanîne an jî ji sedî 38ê kesên bi kar anîne didin zanîn ku herî hindik ew ji qabîlîyeteke bingehîn a înfromatîkê bêpar in, ev cîhan êdî dike ku derîyê xwe bigire.

«Ji bo pizîşkîya pașerojê testeke mezin a xwezayî»

30yê meha adara 2020î, hikûmeta fransî, hê jî girêdayî wezîfeya xwe ya ji sedî 100 xwe gihandina servîsên gelemperî yên dematerîyalîzekirî heta 2020î, (li gorî Komîteya Action publique 2022), ji bo fransîyên baş nizanin înternetê bikar bînin pêşnîyar dikir biçin Solîdarîte-numerique.fr, malpera nû ya ji alîyê kooperatîfeke navbeynkar La Mednum ve hatîye avakirin, baş e ku hejmareke telefonê jî li ser heye. Ev jî gelo dibe tawîza dawî ya berîya terkkirina bi temamî ji tevahîya beşên civakê? Çend hefte berê, M. Cédric O, sekreterê dewletê yê bi karûbarên dijîtalê re têkildar, dîyar dikir ku ew ê butçeya ji bo «Pass Numériques» (çekên perwerdeyê) sê qat zêde bikin ji bo bigihîje sî milyon ewroyî, ango du ewro ji bo her kesê têkilî jê qutbûyî. Ev mîqtara kenê mirov tîne, di navbera dewletê û meqamên xwecihî de bi armanca ji holêrakirina şikestineke dijîtal a her diçe kûrtir dibe, hatîye parvekirin.

Berîya hê destpêka karantînaya xweragirtina li malê, xeyaleta her tişt Înternet jixwe jîyana rojane bû ji bo doktor Thibaud Zanînotto li Parîsê. Dawîya 2019an, ev stajî-yerê kevin hê «li enîyê» , li gorî peyvên ku ew bikar tîne, li servîsa lezgîn a nexweşxaneyeke mezin a Parîsê. Tiştê ku wî dît, ew «bi temamî tengezar kir». «Nexweşên 70 salî yên 48 saet an jî 72 saet bi ser halê xwe de hiştî li ser sedyeke li korîdorekê, mucîzeyek diqewime gava qedehek ava ku xwestine ji wan re tê, an jî gava materyaleke ku demode bûye êdî, didin wan... Ji bilî xerckirina demeke ecêb dirêj ji bo peydekirina nivînên musaît û ji bo dijîtalîzekirina her liv û tevgerekê divîyabû me rojê bi qasî deh saetan li pêşîya ekranekê derbas bikira». Di kanûna pêşî ya 2019an de, ev doktorê sî salî biryar da ji servîsa lezgîn veqete ji bo biçe pizîşkîya bajêr.

Piştî çar mehên din, cîhan hilweşîya ser serê doktor Zanînotto, ê ji alîyê ekranan û vîrusê ve hat zeftkirin. Wî ji me re derdê xwe weha dianî ziman, destpêka nîsana 2020î di hevpeyvîneke xwe ya vîdeoyê de, bi rûyekî hê jî vemirî yê ji ber du hefteyên kêferata xwe ya bi nexweşîyê re: «Ez bi şewba Covid-19 ketim». Doktor çawa radibe ser pîyan, ji nû ve    cihguheztinên hemkarekî xwe yê arondîsmana XVIIIemîn a Parîsê bicih anî. Û di dawîya du hefteyên karantîna malê de, ji sedî 60 heta 70yê muayeneyên wî bi kamerayê pêk hatin, bi navgîna malpereke taybet Doctolîb, ku lîdera fransî ya rezervasyon û muayeneyên li ser xetê ye. «Ez tu caran nedifikirîm vê yekê bikim. Ji van muayeneyan germahî û temasa klînîkê kêm in, lê belê di encamê de zêde jî ne xirab e çunku li kabîneyê [ku wî bi gelek hemkaran re parve dikir], ne mimkin bû bi temamî xwe biparêze ji vegirtina mîkrobê, ji ber şîfreyên dijîtal, destikên derîyan...»

Tevî vê yekê jî detayekê pir bala doktor Zanînotto kişand gava wî xwe ji nişka ve li nava rûtîna muayeneyên bi vîdeo dît : «Piştî çend rojan, min ji xwe pirsî ka bi ku ve çûn nexweşên temenên wan li raserî pêncî salî. Ew êdî ne li vir in. Ez wan li ser ekrana xwe nabînim. Temenê navînî yên nexweşan, niha li derdora 25-30yî ne: mirovên ku pir baş zanin aplîkasyon û pergala vîdeoê bi kar bînin». Ev profesyonelê tendirustîyê bê dudilî behsa «bijartina civakî» dike û di serê xwe de eleqeyekê saz dike li navbera serketina Doctolîb û «dûvên dorê yên dawîlênayê» yên li pêşîya kabîneyên li taxa wî hê jî xizmeta muayeneyê bê randewû dikin.

Tesbîtkirina efeksîyoneke guh, tesbîtkirina ragirtina cihekî bedenê, dermankirina zekemê... Xwe bi ser ekrana xwe de xwar dike û gotinên xwe weha didomîne: «Çawa hûn dixwazin li ser ekranekê rengê rastîn yê binê nava qirikê an jî yê guhekî ragirtî bibînin? Ekran rengên guherî nîşan didin. Ez hewl didim zêde pirsan bikim û bi wî awayî teşxîsê bikim. Mirov wê bielimin, wisa bawer dikim. Ev testeke paşerojê ya ji bo tevahîya jîyanê ye, çunku, vê gavê tu rêyeke din li ber me tune». Piştî van gotinan, Doktor Zaninotto careke din xwe ser ekrana xwe ve xwar dike wekî ku li tiştekî binêre û li xwe mikur tê ku «ev bi awayekî teknîk baştir dimeşe, bi her halê ji muayeneyên bi materyalên rizîyayî yên li nexweşxaneyên dewletê yên Parîsê tên bikaranîn, pir baştir dimeşe».

Doctolib bi rastî jî pir kêm alîyên wê yên hevpar hene li gel jihevketina birêkûpêk a nexweşxaneyên dewletê ku tiştê nemayî tînin serê pratîsyenan. Li gorî daneyên sîgortaya nexweşîyê, li Fransayê hejmara muayeneyên ji dûr ve di pêvajoya hefteya dawî ya meha adara 2020î de gihîşt nêzî nîv mil-yonî, beramberî 60 hezar kesî ji bo tevahîya sala 2019an. Û Doctolib, ev destpêk xwe dispêre desteka dewleta fransî û Incubater Agoranov, dê hilkişîya rêza «licorne» gava nirxa wê ji milyarek ewro derbas bû, di pêvajoya karantînaya malê de jî hejmara muayeneyên bi vîdeoyê hatin kirin gihîşt 2,5 mil-yonî. Doctolîb ku ji alîyê doktorên emdam ve tê fînansekirin, (mehê 129 ewro ji bo her doktorekî pratîsyen), di dawîya 2017an de dîyar dikir ku wan bi 30 hezar profesyonelên tendirustîyê 1 milyon muayene pêk anîne. Piştî du salan, di gulana 2019an de 80 hezar profesyonelên tendirustîyê li ser malper û aplîkasyona xwe ya telefonê 30 mîlyon muayene pêk dianîn.

Destpêka nîsana 2020î, hejmara muayeneyên ji dûr ve rojane ji hezarî derbasî 100 hezarî bû (servîsek di kanûna paşî ya 2019an de hat vekirin û berdêla muayeneyê 79 ewro bû, bi destpêkirina krîza tendirustîyê re hat rakirin). «Û ew êdî saet bi saet zêde dibe», li gorî şahidîya M. Stanislas Niox-Château, hevavakar û serokê Doktolîbê, ku texmîn dike ku «piştî derbasbûna koronavîrusê, ji sedî 15 heta 20ê muayeneyên dermanî li Fransayê wê dîsa ji dûr ve bên kirin…» (4)

Tu guman tune ku Doctolib di dawîyê de wê bibe parçeyeke çareserîya pirsgirêka çolistanên tibî. Bi îhtîmaleke pir mezin di dawîya vê pêvajoyê de wê hesabê bankayê jî, yê vî rêveberê ciwan biwerime: di 2019an de, ev şampîyonê berê yê tenîsê yê «zêde muhtac» (5) li gorî kovara Challanges, di nava kesên herî dewlemend ên Fransayê de, di rêza 269an de cih girt.

Çi ji alîyê daneyên bankayê ve, çi jî ji alîyê yên şexsî yan jî tibî ve, ev xetere pir mezin e ji bo sîgortavan, reklamvan, hêzên ewlekarîyê an jî ji bo malperên bazirganîyê. Bi milyonan fransîyên ku niha êdî bi navgîna Doctolîbê dişêwirin adeta veguherîne kaneke zêran: Agahîyên bi detay der barê tendirustîya wan de (kronolojîya muayeneyên wan lê herweha hejmarên wan ên telefonê an jî navnîşanên wan ên mailê). 21ê nîsana 2020î, hikûmetê bi biryarnameyekê erk da Weqfa Neteweyî ya Sîgortaya Nexweşîyê û Health Data Hubplatformeke nû ya tendirustîyê ku bi zekaya çêkirî kar dike û ji alîyê serok Emmanuel Macron ve piştî rapora Villanî hat destpêkirinhejmareke mezin agahîyên bikarhêneran di dema şewbê de berhev bikin. Armanc jî weha hatîye ravekirin: «Tenê ji bo hêsankirina bikaranîna daneyên tendirustîyê ji bo pêdivîyên rêveberîya lezgîn a tendirustîyê û zêdekirina zanînên derbarê Covid-19 de». (6)

Detayeke biçûk: ev platform ku dosyayên sîgortaya nexweşîyê, faturayên nexweşxaneyê, sedemên tibî yên mirinan, daneyên medîko-sosyal ên kesên astengdar û herweha eşantîyoneke fatûrayên dabînkirî yên rêxistinên pêwendîdar li ber destên wê ne, bû xwedî cih li ser «cloud» [«ewran», qada depokirina daneyên înformatîk] a Microsoftê, şirketa amerîkî ya xwedî belgeya «hilgira daneyan» li Fransayê, di dawîya 2018an de. Li gorî qanûna Cloud Act, («qanûna li ser ewran»), hêzên ewlekarîyê an jî rêxistinên îstîxbaratî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê karibin xwe bigihînin agahîyên li ser serverê. (7)

     Zimanekî fermî yê ku divîya bi awayekî sehekî bihata têgihîştin

Komîsyona neteweyî ya îformatîkê û azadîyan (CNIL) 23ê nîsanê bi daxuyanîyekê bi awayekî cidî fikarên xwe dîyar kirin, lê belê hikûmet ne di nêrîna wê de ye. Niha baştir tê fêmkirin ka çima patronên fransî û bîyanî yên teknolojîya bilind her sal li qesra Versailles, li merasîma zîrweya «Choose France» («Choisissez la France»: Fransayê hilbijêrin), ya ji alîyê Elysée ve tê organîzekirin, bejnûbala xwe nîşan didin.

Xizmetên gelemperî, tendirustî, kêfûşahî... Pir kêm sektor di pêvajoya şewba Covîd-19 de neketin nava cîhana dijîtal, di perwerdê de, ji bo ceribandinên tam ên civaka bê temas, xwe ragirtina li malê firsendeke zêrîn e. Mamosteyên Fransayê divê ji mêj ve bang li sinifê bikin bi navgîna «qadeke dijîtal a kar» (ENT), a ji alîyê wezareta perwerda neteweyî ve wekî «paketa model a dikare fireh bibe ji bo xizmetên entegre û xebata bi hev re» hatîye tarîfkirin. Ev gelek sal in, dêûbavên xwendekaran dikarin li ser înternetê bultenên not û şiroveyên têkildarî zarokên xwe û karneyên derbarê pirtûkên wan de bibînin. Lê belê bi vîrusê re, astengîyên ku jixwe têra xwe hebûn, deh car zêdetir bûn. Bi korteja wê ya peyvên nû re, zimanekî nû yê Orwelî wekî ku divê herkes jê fêm bike bi pêş dikeve.

«Di adara 2020î de, û weha lê zêde dike Mme Yasmina B., mamosteya li dibistaneke mîmarîya fransî, ku naxwaze navê xwe bide, rêveberîya dezgeha min adeta bi bayê bezê noteke têkildarî amûrên nû yên teknîkê ku qet jê nayê fêmkirin li me belav kir. Hin peyv hene wekî pédagothèque, nermalavên nû wekî Moodle, mirov dikare xwe bigihîne wan ji BigBlueButtonê, servîsa Renater. Ji bo konferansên komên biçûk, ji me tê xwestin em ekranên xwe parve bikin, vîdeoyên xwe derxetê ji weşanê rakin, ji xwendekaran re bi rêya PDFê belgeyan bişînin... Dû re jî bi van gotinên îronîk dewam dike… Mirov nikare vê bixwîne. Sirf ji bo em karibin belgeyên ku ji me re dişînin têbigihin, divê em bên perwerdekirin».

Ji bilî girêdana bi kalîte ya amûrên înformatîk ên şexsî yên perwerdekaran, perwerdeya ji dûr ve pir tevlîhev û bêserûber e. Ew dersên xwe vediguherîna rêzefîlmên ku xwendekar kengê bixwaze dikare rawestîne û ji nû ve çawa lê rast were bidomîne. «Teknolojîya ultra nahêle em li tiştên esasî bifikirin, ango li naverokên dersan û xwendekaran, ev perwerdekara ku êdî êşê dikşîne difikire kirasê xwe yê mamostetîyê derxe û bavêje aplîkasyonên xwe yên dijîtal jî. Em ji niha û şûn ve neçar in gav bavêjin nav vê jîyana li ber ekrana compîtura xwe. Ev rewşeke felaket e. Mêjîyê min xetimîye adeta. Wekî ku li pêşberî me “kesên bi dijîtalî hatine dinê”, yên “bi hezaran sal” bûne serwerê aletan hebin û niha jî tiştê ji me tê xwest in ew e ku em xwe bigihînin!»

Li seranserî cîhanê, dibistan bi înternetê neyeksanîyên di warê perwerdê de zêdetir dike. Unescoyê di daxuyanîyeke xwe ya 21ê nîsana 2020î de ev hişyar kir: «Bi qasî 826 milyon xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û zanîngehê, ango nîvê hejmara bi tevahî ya xwendekaran ên ji ber şewba cîhanî ya Covid-19 dûrî dibistanên xwe mane, li malê komputerên wan tune ne û ji sedî 43yê wan jî (706 milyon) li malê înterneta wan tune, li demeke ku perwerdeya dijîtal a ji dûr ve tê bikaranîn ji bo pêkanîna berdewamîya perwerdê li piranîya welatan». Li gorî Inseeyê ji sedî 19,2yê fransîyên di navbera 15 û 29 salî de herî hindik ji qabîlîyetekê bêpar in li qada informasyon, ragihandin, nermalav an jî di çareserkirina pirsgirêkekê de. Her mamosteyek bi îhtîmaleke mezin wê bîranîneke xwe ya vêbêje hebe: xwendekarên ku «naveroka emailekê di nava kirtika “Obje” de dişînin», yên din ên ku «xeteke nû ya guftgoyê vedikin ji bo her bersiveke» ku didin mamosteyê xwe û divê neyên jibîrkirin ev kesên pir jêhatî di mijara «like» («diecibînim») û şiroveyên din ên li ser Facebookê de, lê belê hê jî nizanin «belgeyekê wekî pêvek bi emaîlê bişînin». Mme B. tenê ji tiştekî hêmin û piştrast e: «Ev karekî pir zêde ye û jîyana me ya takekesî pir zehmet dike».

«Berdewamîyeke pedagojîk a mijara gotûbêjê»

Xwedî qezencê herî mezin ên vê ceribandina kirasê giştî: Destpêker û dêwên dijîtalê yên bejnûbala xwe li Versaillesê nîşan didin. «Nermalavên ku bi navgîna wan ji me tê xwestin em bixebitin li cihekî navbera minitel û Windows 95 in», bi gotinên îronîk ên M. Florian Petit, mamosteyê felsefeyê li lîseyeke Senslîsê (Oise). Ew vê rewşê jî weha rave dike: «Ji me tê xwestin em qadên dîjîtal ên kar û aplîkasyonên wekî Iprof [qada qutbûyî ya navbera personel û rêveberîyê] bikar bînin, lê belê ji rojên destpêkê yên xweragirtina li malê, tu tişt nedimeşîya, her tişt tije bûbû. Ji ber vê yekê min jî wekî gelek perwerdekaran kir, min ji xwendekarên xwe xwest derbasî ser aplîkasyona Slack [platformeke amerîkî ya «ragihandina bi hevkarî», ku bikaranîna wê hilpekîya heta ji sedî 350 di navbera sibat û adara 2020î de] bibin. Herçî komkirina daneyan e, ev karekî pir ne xweş e, çunku em li ser vê mijarê tu tiştî nizanin. Lê belê tu rêyeke din li ber me nemaye, ji ber ku li ser navê berdewamîya perwerdeyî ya pir jî pêdivî bi guftûgokirina wê heye, ji me dixwazin em bi têkilîyeke dijîtalî rojane bi xwendekarên xwe re di nava danûstandinê de bin. Ders bi Google Formê dibin pirsnameyên pir tercîhî, xwendekar neçar in bibin xwedî hesabekî Googleê. Tu tişt nameşe». Eger her tişt, înternet pir li ber çavên herkesî bû li dema karantînayê, her tişt di rê de bû, vê jî qonaxa krîzê veguherand ceribandineke xwe germkirinê.

Bi vî awayî, sektora bankayan ket nava lîberalîzasyoneke hêjayî salên 1980yî.

Dawîya 2019an, li Dunkerque (Bakur), M. Hugo Bricout, mîmarê mîkrokarsazîyê (otokarsazê berê), neçar ma biçe hevdîtina bankavanê xwe. Du meh berê, vê bankayê ji karsazê ciwan ê 28 salî re ev hişyarî bi emailê şandibû: «Di çarçoveya talîmata ewropî ya têkildarî xizmetên peredayînê de [DSP2], asta ewlekarîyê ya derbasbûna nav qada we ya mişterî wê were bihêzkirin. Ji bo vê yekê, dema hûn ketin nava vê qada mişterî, ji bo piştrastkirina vê operasyonê ji bîr nekin smartfona xwe bînin». M. Bricout tenê yek ji sedî yê 23yê fransîyan e ku di 2019an de hê jî ne xwedî «telefona bi aqil» bûn. (8) Ji ber vê yekê wî aplîkasyon danexist û nekarî nasnameya xwe piştrast bike û ji ber vê yekê neçar ma li axaftineke şîretan a dûrûdirêj guhdarî bike.

Roja gazî wî kirin, bankavanê wî dengê xwe bi ser de bilind kir. Gotê, bêyî vê objeya ji dûrve tê şopandin û nexasim jî bê aplîkasyon, ew ê nema karibe bikeve hesabê xwe, heta bi navgîna înternetê jî. «Jixwe, li ajansa CIC ku ez lê hatim vexwendin, tenê mirov vê dibîne: camekaneke bi smartfonên firotinê. Kama min a derûnî ya vemayînê ji min re dibêje vî tiştî nekire». M. Bricout li xwe mikur tê ku şeş meh bi şûn de jî û tevî rewşa karantînayê, ew hê jî derbasî qonaxa telefona bi aqil nebû. Ew vê gavê razî ye bi peyamên postê lê belê ji ber piştrastnekirina nasnameya xwe, ew êdî ne dikare pereyan transfer bike ne jî li ser înternetê tiştekî bikire.

Ew herweha nikare bitamije ji zewqa dijîtalê ya rojê bi dehan car nivîsandina şîfreya xwe ya ji bo derbasbûna nav tevnê, wekî din ji pîvandina asta stresa xwe bi navgîna baterîyê jî bêpar dimîne. Bi rastî jî, li gorî lêkolîneke dibistana bazirganîyê ya bi navê Cass Business School a girêdayî Zanîngeha Bajêr a Londonê, têgihîştina ji derdora me dimîne li ser tijebûna ji sedî 5 an jî ji sedî 95 a baterîya telefona me ya destan. M. Bricout li ser rewşa xwe wekî din van agahîyan dide: (9) «Ez ne kesekî pir girêdayî telefonê me. Jixwe bi karkirin, mijûlbûn û şandina emailan bi komputera xwe, ez gelek wext xerc dikim... Ev jî dibe sedem ku pişta min pir biêşe. Min navê ku di berîka min de jî hertim înternet hebe. Ez jê nefret dikim. Ez ecêbmayî dibim ku êdî xwedîbûna smartfonekê bibe pîvan ji bo ku mirov karibe perê xwe bikar bîne!»

Bicihanîna fermana peredayînê, DSP2, a di îlona 2019an de bi awayekî fermî ket merîyetê, ji bo bazirganên li ser xetê, çi yên biçûk çi jî yên mezin, û mişterîyên wan ên ji smartfonan mehrûm, diltengîyeke wisa bû ku aplîkasyona «bi awayê zexim piştrastkirina nasnameyê», li gel potansîyela zarûrîyeta mutleq ku wê herkes bibe xwedî smartfonekê, ji alîyê otorîteya bankavanîya ewropî ve heta dawîya sala 2020î hat paşxistin. Lê belê dîroka serlêdanê salek hatibe paşxistin jî, aso wekî xwe dimîne: her tişt divê bi smartfonê were çêkirin –heta ku banka ji bo pergaleke alternatîf a piştrastkirina zexim a nasnameyê biryareke din nedin–, ku jixwe tiştekî wisa jî vê gavê jixwe ne mijara gotinê ye jî.

Li çiftlika xwe ya malbatî ya Brouckerque (Bakur), M. Bricout yek ji sedî yê 18ê fransîyan e ku li «devereke nifûsa wê firk, ne qelebalix» li dawîya xeta telefonê, li cihekî ku derfeta xwedîbûna înterneta bi leza bilind tune dijî -ango 22 500 komunên gundewarî û ji sedî 63yê herêmê-. (10) Yekane çareserî: ji bo «kodika 4G (Box 4G)», ya tevna mobîlê ya li ser bandê derbasî komputera we dike divê hûn her meh sî ewro bidin. Li hêla din a eywanê çiflikeke ku tê de dêûbavên wan Jacky û Annie yên jîngeha xwe veguherandina çiflikeke perwerdeyê, dijîn. «Ji bo wan rewş hê xirabtir e, li gorî M. Bricout. Ji ber ku li wan bi temamî hatîye qedexekirin ku bikevin hesabê xwe yê bankayê».

Rewşa xwe ragirtina li malê ye, em bi telefonê li wan digerin. Du kesên şêst salî dest bi sala nû kirine jî, êdî çare tune: ew êdî nikarin bikevin hesabê xwe yê bankayê yê Credit Mutuel a Çiftlika keran, ku ev komeleya perwerdeya li ser hawîrdor e. Wekî kurikê xwe, ne telefona wan a bi aqil heye ne jî «aplîkasyona» ji bo «piştrastkirina xurt a nasnameyê». Bi karmendekî û hin livûtevgerên birêkûpêk ên diravî, ev astengî wan ceza dike. M. Bricout ê bav bi taybetî destnîşan dike ku li herêmê «seferberîya xêratan a ji bo koçberên temenê wan gihîştîye 18yî karibin kirêya xwe bidin hê jî didome».

Kesekî ku bi qasî deh kîlometre li nêzî Crédit Mutuel de Bourbourg dimîne, dibêje bersiveke weha danê: “Hûn dikarin tenê bi rêya sazîya xwe bibin xwedî smartfonekê”. Dû re dibêje: “Baş e ku şandina agahîyan bi rêya postê hê jî dewam dike. Yekane çareserî ji bo mirov karibe bikeve nava danûstandineke mirovî, naskirina kodên trafîkê ye li dezgeha ku şewirmendê me lê dixebite û danûstandina pê re ye. Em vegerîyan rewşa berî çil salan: her tişt li ajansê bi mirovan re dihat kirin”. Lê belê gîşeya Crédit Mutuel ya Bourbourgê jî, wekî gelek ajansên li Fransayê, wê îsal were girtin. Karmendê bankayê berîya karantînayê jê re digot: «Sûdê wergire ji vê rewşê, berîya ku hatina vir a bêrandevû were rakirin». Roj-nameya Le Figaro (15 adar 2019) Dide zanîn ku di navbera 2009 û 2016an de, ji sedî 14,9ê şaxên bankayan li Fransayê ji holê rabûn, Şaxa CIC ku M. Bricout xwe lê da vexwendin ji sala borî ve êdî bêgîşe ye û mişterîyên bêrandevû nikarin bikevin hundir. Ev qonaxa dawî ya berîya girtina wê ya bi temamî ye gelo?

«Ev tişt giş ên bi awayekî otorîterî, tibîyeya ji dûr ve, daxuyanîyên bacê yên bi înernetê, perwerdeya ji dûr ve, atestasyonên bi koda QR, [pîktogrameke dikare were skaynkirin]. Ev giş rê didin rayedaran her tiştê derbarê me de zanibin: kar, hatinî, alîkarîya civakî, hesabê bankayê, cihê em lê ne... Ji niha û şûn ve bêyî smartfonê em nikarin xwe bigihînin tu tiştî. Ev bi rastî jî bergeheke dojehî ye». Piştî van gotinên ku xwe pê rihet dike, M. Bricout ê bav li ser kontrola tendirustîyê ya sazîya sîgortayê di 2019an de jê re pêşnîyar kirîye jî weha diaxive: «Ji bo mirov karibe jê sûdê wergire, divê xwe li Doctolîbê qeyd bike, xizmetên gelemperî ji bo teserûfkirina ji lêçûnên sekreterîyayê û ji bo her tiştê karibin bikin, van aplîkasyonan bi kar tînin». Ew kêlîyekê bêhna xwe vedide, dûre dîsa didomîne: «Em ji lîstikan derbasî kelepçeya bûn. Nifşê me wê ji tiştên baş ên înternetê (fîlm, blog, parvekirina zanînan) sûd wergirtibe, lê belê wê reşwa nifşê bê çawa be?» Piştî vê pirsê, geh gotinê dibe ser pergala kontrolê ya jeolokalîzasyonê ya Îsralê di dema karantînayê de xist dewrê, geh jî balê dikşîne ser pergala nuqteyan a Çînê ku êdî ketîye merîyetê. (11)

Eger DSP2 «ji alîyê cîhana xizmetên diravî ve bi çavekî pir baş nehatibe pêşwazîkirin jî», ew dibe «gava yekemîn ji bo vekirina daneyên li bankayê», wekî ku tîne ziman li ser bloga xwe M. Julien Maldonato, pisporê kabîneya venêrîna diravî Deloitte, ku xwe çakbîn dibîne ji bo bankayan. (12)

«Berê ewlehîya parametrîk ango guherînkarîyê»

Wekî erebeyan, kamyonan an jî robotên tozkêş, banka jî neçar in bibin «xweser». DSP2, a li ser navê têkoşîna li dijî qorsanî û sextekarîya di warê înformatîkê de tê meşandin, wê lezê bide dijîtalîzasyonê û bihêle ku xezîneya rastîn a şer veguhere malê bazirganîyê: daneyên li bankayê. Li gel vê serbestbûnê ku di 2015an de bi dengdanê hat qebûlkirin û di 2018an de ket merîyetê, gelek destpêkerên bi navên «agrégateurs» (Linxo, Bankin…) bi bahaneya ku şîretên sererastkirinê li wan bikin, wê bibin xwedîyê mafê ketina nava hesabên bankayê yên mişterîyan.

Ev «sîgortaya parametrîk» e bi jargona bankavanîyê, çawa ku M. Maldonato ji me re îzah dike: «Filankes alvêra xwe ya xwarinên bêkalîte (tije madeyên genetîka wan veguhertî) bi karta xwe ya kredîyê li dikana taxê dike. Agregateur wê jê re pêşnîyar bike ku zêdetir biçe marketên hevpar ên ku xwarinên bîo peyde dikin. Bêvankes dibîne ku fatûreya wê ya benzînê hertim bilind dibe? Destpêker wê lê pêşnîyar bike ku biçe erebeyeke ekonomîktir bikire». Û ev herwisa didome. «Ev daneyên bankayê dihêle ku mirov karibe firsendên firotinên îlawe destnîşan bike. Bo nimûne şirketa sîgortayê», piştî vê pêşnîyarê, pispor balê dikşîne ser du nimûneyên din ên berbiçav: «Paul şofêrê erebeyê ye û mehê sê caran depoya xwe tije dike. Ev dihêle ku sîgortavan wî wekî “şofêrê rojane” bihesibîne. Û jê re coachingeke oto-pêşîlêgir pêşnîyar dike da ku karibe ajovanîyeke bêqeza û bela bike». Xelas nebû: «Laure, ku amadekarîya çûna Taylandê dike. Ji ber vê yekê wê bileteke balafirê kirîye û bi rêya înternetê perê lojmana lê bimîne jî daye. Ev dihêle ku sîgortevan wê wekî “geştîyareke paşerojê” pênase bike û lê pêşnîyar bike ku sîgortaya xwe ya têkildarî gerûgeşta derve ve nû bike û sîgortaya xwe li gorî gerûgeşta xwe eyar bike».

Ev pisporê fînansê bibîr dixe ku «zêdetirî milyonek fransî ji niha ve benda sîgortaya parametrîk derbas kirîye, berî razîbûna ji bo peredayînê», beşa sêyem a DSP2, ku dibe beşa serbilindîya GAFAM (Google, Apple, Facebook, Amazon, Microsoft). Ev «self driving finance» (« fînansa xweser») e ya ku wê rê veke ji van dêwên înternetê re da ku karibin bikevin nava qada hevaxaftinên me yên bi navgîna objeyên girêdayî înternetê (ku bi mîkrofonan û cîhazên dengvenasînê hatîye xemilandin: Siri ji bo Apple, Alexa ji bo Amazon an jî Google Home). Û herweha karibin di şûna me de pereyan bişînin –piştî destûra bi rêya SMSê–. «Amazon, Google û Apple ji niha ve bûne xwedî lîsansa DSP2, lê belê hê bi kar naynin», li gorî M. Maldonato. Pêşnîşana li cîhaneke ku hertim pere wê di nava livûtevgerê de be. Û li wê derê wê hertim makîne bibe pêşbîna dilbijîyên me (û tiştên em bikirin). Bi şertê ku înterneta me hebe.

Ev ceribandina kirasê giştî ji bo civakeke ultra girêdayî bi înternetê ve, her çendî bi milyonan kesî bi ser halê wan de dihêle, dîsa jî wisa xuya ye patronê berê yê Googleê M. Eric Schmidt ji kêfa mest bûye. Di 10ê vê gulanê de, di kanala televîzyona CBC Newsê de ew wisa li xwe mikur dihat: «Ev mehên çilexanê ango karantînayê hiştin ku em bi qasî deh salan hilpekin. Înternet di nava rojekê de bû tiştekî jîyanî. Ji bo karûbar, birêxistinkirina jîyanên me û bicihanîna wan tiştekî esasî ye».

* Rojnamevan.

_____________

(1) Cf. Nina Valette, «Rennes: Xwendekar di dema ezmûnên dawîya salê de wê ji dûr ve bên çavdêrîkirin», France Bleu, 5 gulan 2020,

(2) Cf. Pauline Damour, «Gîşe, tarîf : Rêwîyên Rêyên Hesinî yên Neteweyî yên Fransayê li ber îsyankirinê ne», Challenges, Paris, 6 tîrmeh 2019.

(3) Nivîsa Julien Brygo bixwînin, «Gelo mirov dikare bê înternet bijî?», Le Monde diplomatique, tebax 2019.

(4) «Muayeneya tibî ya ji dûr ve bi lezeke mezin bi pêş dikeve», Reuters, 27 adar 2020.

(5) Cf. Fabien Trécourt, «Stanislas Niox-Château: ji tenîsa asta bilind ber bi Doctolibê», Capital, Paris, 10 tîrmeh 2018,

(6) Cf. Jérôme Hourdeaux, «Desteya Neteweyî ya Înformatîkê û Azadîyan CNIL fikaran dike ku daneyên têkildarî tendirustîya me ji Dewletên Yekbûyî re bên şandin», Mediapart, Paris, 8 gulan 2020,

(7) Binêrin. Alice Vitard, «Tevî endîşeyan jî, Health Data Hub bi awayekî fermî dest pê kir», Fabrîkaya dîjîtal, Antony, 02-12- 2019.

(8) «Barometreya dijîtala 2019», Navenda lêgerînê ji bo xebat û çavdêrîya şertên jîyanê (Credoc), Paris.

(9) Benjamin Ferran, «Tengezarîya ji ber baterîya qels», Le Figaro, Paris, 6 cotmeh 2019.

(10) «Vegirtina mintiqeyên nifûsa wan firk», Erka sererastkirina ragihandinên elektronîk û posteyan (Arcep), 21 nîsan 2020.

(11) Félix Tréguer, «Beşa lezgîn a tendirustîyê, bersiva ewlekarîyê», Le Monde diplomatique, gulan 2020.

(12) Julien Maldonato, Marine Bauchre, Elsa Mallein-Gerin û ChloŽ Dreher, Eşkerekirina daneyan: nûçeyeke baş ji bo banka, şirketên sîgortayê û mişterîyên wan! Blog Deloitte, 24 gulan 2019.

Wergera ji fransî: Baran Nebar