Sê hîpotezên jeopolîtîk

Piștî șewbê ji nû ve avakirina cîhanî

Bi carekê re kêmkirina leza aborîya cîhanî ya ji ber sedema Şewba koronayê (Covid-19) hêzên mezin mecbûr kir ku ji nû ve li ser stratejîyên xwe yên sanayî û bazirganîyê bifikirin. Gelek welat, ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî yek ji wan e, dê handanên xwe yên kêmtir girêdayî Çînê bûnê bidomînin. Ji nû ve avakirinên ku tên ragîhandin dê ji ber tansîyonên jeopolitik, ên ku Waşîngton û Pekînê tînin hemberî hev qet jî nefilitin. 

Translator

«Krizeke israrker ezmûnek e, yên bihêz dê bi ser kevin, yên lawaz dê di bin de bimînin. Navend ji ber her derbê naheje. Berevajî wê... Îro, serê çend salan e, em krîzeke cîhanî dijîn ku bihêz û berdewam xuya dike. Heke New York di vê ezmûnê de bi ser nekeve ango têk biçe –ez qet ji vê yekê bawer nakim–, cîhan divê navendeke din peyda bike yan jî îcad bike; heke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di ber xwe bidin (...), dikarin ji vê ezmûnê bihêztir derkevin, ji ber ku di vê pêvajoya neyarane de aborîyên din ji ya wan bêtir di bin xeterê de ne ku dikarin zerareke mezintir bibînin».

Ev e, tiștê ku dîroknivîs Fernand Braudel, di 1977an de, (1) di ponijîneke li ser tevgerên hêdî yên nenavendîkirinê û ji nû ve navendîkirinê yên ji sedsala XIVan ve di aborîya cîhana ewropî, pașê jî di sedsala XIX û XXî de di aborîya kapîtalîsta a cîhanî de dinivîse. Her du jî ji ber “krîza demdirêj a aborî ya giștî” pêk hatin. Ji wê demê de darizandina wê nehate înkarkirin. Dema krîza darayî ya cîhanî di 2008an de pêk hat, her çendî ku otorîteya navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber șerên di salen 2000î de dest pê kiribûn lawaz bû jî, navend qet jî nehejîya.

Gelo divê em bawer bikin ku, vê carê, dê DYA ji ber șewba koronayê (Covid-19) ji hêz bikevin û Çîn bi dewleta xwe ya bihêz a pêșdikeve ve, zanibe ji vê krîza nedîtî îstifade bike? Hin çavdêr vê yekê tevî zerareke gelekî mezin dana Atlantîkê ya birêveberî, herweha jî sîstemeke aborî û civatî ya biserneketî pișt rast dikin. Krîz dikare ji nû ve balanskirina Rojhilat û Rojava, fenomena avasazîyî bileztir bike, lê kapasîte û kêmasîyên DYA û Çînê jî rê nadin tu guherînkarîyê. Bêtir meriv dikare bibe șahidê jinûveavakirina sîstema kapîtalîst a globalbûyî ku di berjewendîya parvekirineke hîn bihêztir û rikeberîyeke hîn tûjtir de ye.

Pêla șokê ya du alî

Şewb dibe sedema șokeke sîstemî ya aborî û civatî ew hinde tûjtir ku bi demê rê lê teng dibe. Têperîna cîhanî ya cotșoka pêșkêșî û daxwazê sert û çirûpir bû ji ber ku jê derxistina xelekên zincîrên hilberînê yên ku aborîya kapîtalîst ji dawîya salên 1980yî vir de ava dikin, pașê jî ketina ango kêmbûna daxwaza cîhanî ji ber vê sancîyê, aborî bi awayekî berfireh rawestîyan (ji 4 milyarî bêtir kes, her yek bi awayekî li malê heps bûne). Buhrana cîhanî ya li pêșîya me, xuya ye ku wê kûr û dûvdirêj be.

Girêdayîhevbûna aborîyan a di asteke pir bilind de karaterê giștî yê șokê rave dike. Zincîrên hilberînê û yên nirxên global pareke navneteweyî ya merheleyên cihê yên hilberînê –lêkolîn û pêşxistin, dîzayn, derkirina madeyên xam, hilberîna parçeyan, pevxistin, firotin– di xelekên sanayî û erdnîgarîyê de li gor avantajên xwe yên hemberîhevkirî pisporbûne pêk tînin. Apple, fenomena pragmatîk, tedarika xwe li cem du sed tașaron ango serkarên serekî dike, ku piranîya wan bieslê xwe asyayî ne –Çîn (ji % 39), Taywan û Asyaya Bașûrêrojhilat (ji % 23), Japonya (ji % 16)–, li 24 welatan bicih bûye. Serkar bixwe jî, tedarika xwe ya madeyên xam û parçeyan li nav bazara cîhanî dikin. Ev șema, li gel çend guherînkarîyan, ji bo hemû șîrketên beșê elektronîk, elektrîk, tirimbêl û cilûbergan derbas dibe. Wekî mînak, NIKE, fabrîkayên serkarîyê li çil welatan seferber dike, tedarika xwe ya madeyên xam li yazdeh cihê, li ser rûyê hemû parzemînan lê bikombûneke pir li Çînê, li Vîyetnam û Endonezyayê dike. Zincîrên parzemînan herweha bazara cîhanî ya dermanên dermansazîyan jî ava dike. Heta beșên stratejîk wekî yên berhemên hewayî, yên bi sîstemên hilberînê di wextê xwe de li erdnîgarîyeke hindik belavbûyî, ku îro têra xwe par ve bûne. Airbus ne bitenê serî li gelek serkaran dide ku karxaneyên wê yên amabalajê niha li Çînê (Tianjin) û li DYAyê (Mobile, Alabama) hene. Şîrketa Boeingê ji di heman rewșê de ye, ew jî ji bo xwe li serkaran digere û daxwaza wê ya di vî warî de bêrawestan mezin dibe: di nîveka salên 1960î de, balafira wê ya 727ê çi bigre bitevayî li ser xaka amerîkî çêdibû; piștî pêncî salî, ji % 70yê xebata pêkanîn û derhênana Boeing 787ê dewrî pișkdarên derveyî bûye.

Çîn bûye navenda zincîrên herêmî û cîhanî tevde. Di salên 1990î de bû qada montaja berhemên fîrmayên bîyanî yên ji bo bazara cîhanî, ji dawîya salên 2000î de jî ew bûye “navenda tedarikirinê ya berhemên nirxzêdekirî”, Rêxistina Cîhanî ya Bazirganîyê (RCB) rave dike.(2) Bi vî awayî, bi carekê re girtina karxaneyên pêkhateyên navberkar û pevxistinîyê yên berhemên dawîn tevayîya zincîrên tedarikirinê di asta herêmî (Asyaya Rojhilatî) û cîhanî de tevlîhev kirin. Rewș, bi taybetî jî ji bo wîlayeta Hubei weha ye, ku yek ji sêlikên dizîvire ya piranîya envestîzman ango razandinên yekser ên li derve (RYD) ye û 167 ji 500 teșebusên herî mezin ê amerîkî lê kar dikin.            

Di gava duyê de, ji bo ji nû ve destpêkirina aborîyê û îxracatê ji ber ku rîya îtxalata ji Çînê bisedema sîyaseta hepsa li malê ya tendirustê hate girtin, pêla șokê bi du alîyan de diçe. Nûvebûneke daxwaza cîhanî ya ji bo berhemên li Çînê yan li cihekî din hatine çêkirin, di demeke nêzîk an navendî de ne mimkin e. 

Li herêmên herî dewlemend ên dinyayê, ji ber metirsîya nexweșîya bi mîkrob xeyaleta çînguhestina civatî ya serberjêr û hejarî jî zêde dibe. Qet șik tune ye ku ev yek li Çînê jî weha ye, ku statistîkên nû yên fermî yên bêkarîya li bajaran (ji % 6,2yê nifûsa aktîf a bajarîyên jimara wan 440 milyon) e, ku ne herêmên çolterî, ne jî girseya bêserûber a koçberên naxweyî tê de ye. Li gor hin pêșbînîyan, jimara bêkaran di rastîyê de li dor 205 milyonî ye, (3) ku çaryeka nifûsa aktif a giștî dike –rêjeyeke wekî ya yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye–, ku di dawîya nîsanê de ji % 22 bû.  

Êdî meriv nikare xwe ji bikurayî jinûveavakirineke zincîrên nirxan rizgar bike. Şîrket û dewlet dê zorê bidin xwe ku duçarbûna xwe ya șok û tevlîhevîyên derveyî, bi dewrên teng ên herêmî yên pir bi hêsanî tên kontrolkirin kêm bikin û divê ew ji ber sedemên acîl ên ewleyîyê (aborî, xurekî, tendirustî) bêtir bên tercîhkirin. Midaxeleyên sîyasî yên van pêșketinan dê girîng bin. Bi gotina ku divê em “ji dema tê re dibuhurin dersê bigrin”, Birêz Emmanuel Macron pêșbînî dike ku “sipartina xurekên me, ewleyîya me, karebûna dermankirina derdên me, çarçoveya jîyana me, bitevayî ji hinekên din re hiștin dînîtî ye. Divê em kontrola vê yekê ji nû ve bigrin destê xwe.” Ji bo welatên herî dewlemend, krîzê bi rastî jî ronahîyeke xurt da ser nakokîyên di navbera stratejîyên navneteweyîkirina fîrmayên wan û ewleyîya wan. Û herweha jî ronî kir ku ji bo tedarikirina xwe bitenê girêdayî Çînê bûn xeter e. Senatorekî amerîkî ku wekî birêz Marco Rubio alîgirê bazara serbest e, weha dibêje: “Welatê me berî niha bi sîh salî biryar da ku alîkarîya sermayeyê ya herî bi bandor dê neherêmîkirina hilberîna me ber bi derve de bibe. Li Çînê erzantir bû, lê netenê li Çînê. Wê gavê, zeafa ji ber vê tercîhê ji bo me eșkere xuya dibe (...) Carinan, alîkarîya sermayeyê ya herî berhemdar li dijî berjewendîya me ya neteweyî ye”. (4)       

Fikarên li ser girêdayîbûna derve, herweha jî yên li ser nifûza Çînê ya di warên teknolojîyên hesas de, digihên berîya krîza ku niha em dijîn. Di 2019an de, Komîsyona Ewropî raporek belav kir û tê de piștrast dike dibêje; “Çîn hem hevalkareke hevkarîyê ye ku armancên YEyê pê re ji nêzîk ve li hev dikin, hem hevalkareke gotûbêjê ye ku YE divê pê re dengeyeke berjewendîyan pêk bîne, hem rikebereke aborîyî ya di warê lêgerîna serkêșîya teknolojîyê de û hem jî reqîbeke sîstemî ya ku alternatîfên birêveberîyê teșwîq dike ye”. (5) Tevî vê jî, di van waran û gelek warên din de, Ewropa dudilîyê dike: wekî mînak, diwanzdeh welatên Ewropa bendergehên xwe bitevayî yan jî qismî xwemalî kirin an jî bi șîrketên dewletê yên Çînî re peymanên îmtîyazan îmze kirin.            

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ku bihêzbûna Çînê, ji destpêka salên 2000î de bû sedema mezinbûnê, birêveberîya Trump xwe da ku Çînê ji aborîya amerîkanî û cîhanî, hîn gelekî berî șewbê veqetîne. Armanca dîplomasîya wî ya aborî ya zorker (“șerê bazirganî”yê) ew bû, ku zincîrên rê didan çînîyan xwe bighînin teknolojîyên pêșketî biqetîne û zextê bixe ser fîrmayên navneteweyî da ku wan ji nû ve herêmî bike. (6) Pir bi baldarî, Japonya û Taywan jî zextê li fîrmayên xwe dikin ku tesîsên xwe yên hilberînê derxin derveyî Çînê: Dewleta japonî plan kir, ku di bernameya vê hemleya xwe ya nû de, ji bo derxistina derveyî Çînê ya fîrmayên Japonî, heta 2,2 milyar dolar destekê bide.

Şewbê sîyaseta Wașîngtonê neguhert. Berevajî wê, li gel qanûnên tên amadekirin ku fîrmayên dermansazîyê naçar bikin li Amerîkayê hilberînê bikin û tedarika xwe bikin, herweha jî rêzetedbîrên sînordarkirina îxracata pêkhateyên teknolojîyî yên ber bi Çînê tên standin. Vegotina birêveberîyê bi taybetî jî êrișkar e, Wezîrê Karê Derve Mike Pompeo û gelek hilbijartîyên her du meclîsên Kongreyê, Pekînê eșkere bi veșartina jêderên șewbê tawanbar dikin. Yan jî bi zanebûn rê daye ku berfireh bibe da ku Çîn bi tenê nebe qurbana ekonomîk. Hin kesên wekî senatorê komarî Lindsey Graham, serekê Komîsyona Darizînê ya Senatoyê, daxwaza betalkirina deynê Çînê yê li amerîkîyan, bicihkirina “tarîfeke șewbê” li malên çînîyan û ferzkirina cezayan li ser karmendên çînî ji ber “îhmalkarîya mezin û xapandina bizanebûn” di birêveberîya wê ya șewbê de dikin. Bersiva dîplomatîk a çînî jî ne kêm êrişkar bû, tehdîda pelixandina aborîyî dikir, bi taybetî jî berê xwe dida welatên girêdayî bazara çînî yên wekî Awistralya ku daye ser șopa Wașîngtonê di vî warî de. Ku em bên ser birêz Pompeo, Pekîn ew wekî “dijminê giștî yê merivayetîyê” îlan kirîye.

Nêzîkî ji sisîyan duduyê amerîkîyan di derheqê çînê de xwedî fikrên neyînî ne, ku dike ji % 20 zêdetir ji yên destpêka serekayetîya birêz Trump, kampanyaya serekayetîya amerîkî dê du kampan bîne hemberî hev, her yek dê ya din bi pir șikayetkirina Pekînê tawanbar bike. Di 29ê nîsana çûyî de, serekê DYAyê îdîa kir ku “Çîn dê her tiștê ji destê wê tê bike ku ez hilbijartinê wenda bikim”. Piștî vê bi du rojan, yek ji sîmayên ku derdikeve pêș Partîya Demokrat, namzetê kevn ê hilbijartinên nav partîya xwe, bersiva wî dide: “Berevajî vê: Trump, tam namzetê ku Çînê ew xeyal dikir e û ew dixwaze ku çar salên din bibe mixatabê wê. Di dema serekayetîya xwe ya pêșîn de, Trump nikaribû Çînê daxe ser çongan, wî ew hîn bihêztir kir”. (7)

Tevlîhevîya hevkarî û rikeberîyê

Hîn bi hêztir? Dewleta çînî xwedî kapasîteyên midaxeleyê ye, lê divê zeafên wê jî ji ber çavan nerevin. Xwe gîhandina berdewam a bazarên dinyayê ji bo Çînê, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ku aborîya wê hîn kêmtir navneteweyî bûye bêtir mijareke serekîtir e (rêjeya bazirganîyê ya di warê berhemên navxweyî de brut li hemberî ji % 38ê ji bo Çînê, ji % 28 jî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye). Di warê enerjîyê û kiștûkalîyê de girêdayîbûna wê ya derve di van deh salên dawîyê de bi îstikrar zêde bûye. Ewlekarîya wê ya xurekîyê, pirseke girêdayî pirsên hawirnasîyî ye, ku zahmetîyeke mezin pêk tîne: li Çînê ji sedî 20ê axa çandinîyê ji ber kiștûkalîyeke bênavber ji alî hawîrnasîyî ve têk çûye. (8) Heke para îxracatê di Hatinîya Nesafî ya Navxweyî (HNN) de kêm bûbe –bi nîvekîya ji % 28,4 di navbera 2000 û 2009an de daketibe ji % 20,9ê di navbera 2010 û 2018an de-, ew dîsa jî bi rêya fîrmayên bîyanî yên li Çînê amade ne wekî jêdereke girîng a mezinbûnê û gihîștina teknolojîyê bimîne. Tevî bilindbûna wê bi awayekî giștî jî, Çîn hîn jî wekî gelek warên din, di warê teknolojîya hewayî de jî negihîștîye sînorê teknolojîyê. (9) Ji bo vê jî xuya ye ku dawîya dinya vekirî nikaribûye pozîsyonên çînê xurttir bike. Ew Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî qet bihêztir nake. Her çend ku di gelek waran de, bi taybetî jî di warê teknolojîk û leșkerî de bêtir xweser be jî, di warê aborî de pir lawaz bûye.

Di nedîyarîya vê demê de, em bitenê dikarin li ser guherînkarîyên cîhanî hîpotezan belav bikin. Wekî mînak polîtîkayên cîhanî yên bibandor di warê tendirustî, jîngeh, xurekî û kêmkirina hejarîyê de ya hevkarîyeke hîn bihêztir bi rêya sazîyên navneteweyî yên ji temînkirina malên giștî yên navneteweyî berpirsîyar in. Li hemberî vê, em dê bibin șahidê  rewșeke nenavendîkirina radîkal a bi reqabeteke çir karakterîzekirî ku dewlet dê di lîstikeke encamsifir û karker-wendaker de, li mezintirkirina hêza xwe û biçûktirkirina ewlenebûna xwe bigerin. Bi vî awayî em dê vegerin mentiqê rikeberîyê yê herkes ji bo xwe yê dawîya sedsala XIXan û destpêka ya XXî, yê demeke din a têkçûnê.                             

Di encamê de, guherînkarîyeke dualî ya ku têde hevkarî û rikeberî di gelek warên politîkaya navneteweyî de tevlîhev bibe dikare derkeve holê. Ji van her sê hîpotezan ya ku dikare bê qebûlkirin ev e. Dînamîkên niha yên li kar rê nadin ya yekê. Her çend karibe bê fêmkirin û heke ku ew hin fikran vekirî zindî bike jî, vegereke anarșîya navneteweyî bi formeke kîmyayî ya saf pir nemimkin xuya ye. Di hîpoteza sisîyê de, em dê xwe di cîhaneke nêzîkî ya ku me piștî 1947an nas kir, lê bêtir parvekirî, ji otorîteyên naskirî bêpar û nenavedîkirî de bibînin.      

*Profesorê Zanîngeha Amerîkî ya Parîsê (AUP).

_________

(1)-Fernand Braudel, La dynamique du capitalisme / Dînamîka Kapîtalîzmê, Arthaud, Paris, 1985.

(2)“Global value chain development report 2019. Technological innovation, supply chain trade, and workers in a globalized world”, Rêxistina cîhanî ya bazirganîyê, Genève, 2019.

(3) Cf. Frank Tang, “Coronavirus: China’s unemployment crisis mounts, but nobody knows true number of jobless”, South China Morning Post, 3ê yê nîsana 2020î.

(4) Fox News, 17ê adara 2020î.

(5) “Communication conjointe au parlement européen, au conseil européen et au conseil sur les relations UE-Chine – Une vision stratégique / Ragihandina hevbeș a li Parlamentoya Ewropî û konseya têkilîyên YE-Çînê – Nêrîneke stratejîk”, Commission européenne et Haute représentante de l’Union pour les affaires étrangères et la politique de sécurité / Komîsyona ewropî û Nûnerê bilind ê Yekîtîyê yê karên derve û sîyaseta ewlekarîyê, 12ê adara 2019an.

(6) Gotara bi navê “Entre les États-Unis et la Chine, une guerre moins commerciale que géopolitique / Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Çînê de, șerekî ji yê bazirganîyê bêtir jeopolitik», Le Monde diplomatique, çirîya pêșî ya 2019an.

(7) Pete Buttigieg, “China wants four more years of Trump”, The Washington Post, 1ê gulana 2020î.

(8) Cf. Marie-Hélène Schwoob, “Progrès et contraintes de l’écologie: l’exemple des chemins de dépendance de l’agriculture chinoise / Pêșketin û astengên ekolojîyê: mînaka rîyên girêdayîbûna kiștûkalîya Çînî”, Monde chinois, n° 56, Paris, 2018.

(9) Cf. Jean-Paul Maréchal,  “Le C919, un A300 chinois ? / C919, A300eke Çînî?”, Choiseul magazine, n° 9, Paris, kanûna pașî ya nîsana 2020î.

 

Wergera ji fransî:

Yaqûb Karademîr