Li Dewletên Yekgirtî, “tiștek jî dê ji bingeha xwe de neyê guhertin”

JI JOSEPH BIDENÊ DEMOKRAT, MADÊ ÇEPÊ AMERÎKÎ LI HEV DIKEVE

Ji xeynî Dewletên Yekgirtî li tu welatî ew çend cangorîyên koronayê (Covid-19) -di 21ê gulanê de nêzîkî sed hezarî bûn- tunene. Û nebûna toreke parastina tibî û ewlehîya civatî, di sedsala me de, dibe sedema krîzeke heta niha nehatîye dîtin. Di saleke ku hilbijartin hebûna de, rewşeke weha dikaribû bibûna sedema erdhêjeke sîyasî. Tevî vê jî, ji nû ve hilbijartina serekê niha ne li derveyî îhtimalê ye. Û rikeberê wî tenê dixwaze vegere salên Obama.

Translator

Ev dem, demeke herî xirab a dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Şewba ku bêyomên şapatê bi deh salan behsê dikirin, di serdemeke me ya herî bê amade de bi ser me de girt. Di wextên asayî de, hikûmeta me ya gebgebe ya ku ji bo tepisandina refleksa herî piçûk a tirsê -taybetî gava ku mijar berjewendîyên rastgirîya radîkal be- pir lez dikir, li hemberî vê qeyrana dîrokî bêfesal ma. Serokkomarê me -stêrka şowa medyayê yê berê- Donald Trump ne tenê bêkêrîya xwe eşkere kir, herweha bi daxûyanîyên xwe yên ehmeqî, yên ku hema hema her roj ji bo malên amerîkayîyan tên servîskirin, tendirustîya raya giştî jî avête xeterîyê. Dema min ev hevok dinivîsandin, hema bibêje tevahîya welêt di bin îzolasyonê de dijîya. Newyork a ku ji vîrusê herî zêde zirar dîtîye, çend hefte berê di gorên komî yên ji alîyê bûldozeran ve hatine vekirî de term û cendek çahl dikirin.

Hildana bin karantînayê ya tevahîya welêt, pêwîst dikir ku jîyana aborî ya ku heya çend meh berê jî bi lez û bez dimeşîya, bê rawestan. Li Amerîkayê mekanîzmayek tune ye ku bandorên xitimandineke bi vî rengî hêsan bike, mirov tenê karên xwe wenda dikin yan jî kargehên xwe digrin, hemû ev e. Heta çavmiçobelokirinê (bi qasî ku mirov çavê xwe bigire û veke), bi girtina kargehên piçûk û mezin û bi rêze-topavêtinên şirketan, me hemî qonaxên navîn derbas kirin û herweha ji aborîyeke bilez a pêşketî ya li cîhanê me bazda Qeyrana Mezin a nû.

Li vir, li welatê şahê bi tena serê xwe (individual king) -ku ferd bi rastî jî êdî fatisîye- şexs ji alîyê cereyanên nexweşîyên gelêrî û bêîstikrarîya aborî ve hatîye destxistin. Xizm di koşeyekî nexweşxaneyê de bi tena serê xwe dimirin û xwaringehên ku duh pir qelebalix bûn, îro girtî ne, aşpêjên wan yên ciwan û azwer wekî hevalên xwe yên ku hejmara wan bi milyonan e, formên bêkarûbarîyê dadigrin.

Herweha ev hemû tişt di rewşeke meteorolojîk a awarte de pêk hatin. Li vir, li quncikê piçûk ê min ê li Amerîkayê (Bethesda, li Waşîng-tonê berbajarek (suburb), em ji behara herî xweşik -a ku heya niha yekem car e em dibînin- tehmê derdixin. Şewb, ji bo pastî [yaxe] spî yên halxweş ên havirdora min, di bergeheke wekî te digot qey ji hêla Fragonard ve hatîye çêkirin de derket holê: Di dema tirsên serî de nêrgiz geş bûn, paşê şilêran, magnelîyan û darê gêlazan kulîlk vekirin, paşê dor hatibû açelyeyan (azalea) û dargwînan. Vê gavê jî dema ku em li ser peyarêyan û di kolanên vala û bêdeng yên Bethesdayê de dimeşin, guhûşkên bikulîlk û nesrîn li ser serê me wekî kevaneyekê xwe dirêj dikin. Bandora vê dijberîya îronîk, hun li ku dibin bila bibin, tê xuyan.

Li Dewletên Yekbûyî kesê ku xwedî dengekî olandar e, di van rojan de vî dengî ji bo pirozkirina erêkirina bawerîyên xwe yên berî şewbê bikar tîne. Ji bo hin alîyên medyayê ev vîrûs îspata ecemîtî û dînitîya Trump e ku ev yek salane ye tê gotin. Ji bo kevneparêzan ev vîrûs, encama xwesteka vekirina derîyên sînor a ji bo herkesî ya çepgirên romantik e. Ji bo van hemû alîyan, şewb karnavala hincetan e.

Lêbelê cîhê ku bawerîyên cindî yên konsensusa Amerîkî bên xurtkirin, ev serdem wan bawerîyan tune dike. Bi dehan salan e ku ev welat kapasîteya xwe ya hilberîyê ji çavkanîyên derve temîn dike û herweha vê yekê jî wekî bedela derbasbûyîna qonaxa zanistî ya gelemperî dibîne. Em neteweya pastî [yaxe] sipîyan ên dikarin tiştên nûjen, wekî çêkirina dermanan û pirtûkên dadgerîyê, biafirînin da ku ev tişt di hişê mirovan de pir cih digirin lê bi giranîya xwe jî hinde jî sivik in. Belê em liv ir in û mexdûrên xelaya maskeyan, testan û herweha jelên bialkol ên ji bo destpaqijîyan in û serekên me yên bijare nikarin şirîkên me yên bazirganîyê yên berê di mijara dûzbûna cîhanê de û pêwîstîya me ya di gel van amûrên hewcebûyî de qanî bikin.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, pergala tendirustîya raya giştî ya taybet, bi têkarîya dilgeş a her du partîyên sîyasî yên desthilatdar di warê bersivdayina pandemîyê de bi awayekî nevaze (têkûz, bêqisûr) nekafîtîya xwe eşkere kir. Ji ber sedemeke hêsan: ev pergal tu carî ji bo tendirustîya raya giştî nehatîye sazkirin. Di temamîya jîyana min de, peyamên ku ji alîyê wan ve ji bo bikarhêneran hatine şandin, herdem tenê ji wan re perspektîfa serfirazîya kesane û cîyawazîya elît pêşkêş dike. Ev, pergaleke merîtokratîk e û qasî dayîna xelatên ji boyî hekîmên gewre û endezyarên piçûk ên endustrîya dermanan ew nojdarîya me dabeş dikin. Nexweşên xizan yan bê sîgorte yan jî sîgorteyên wan bêehlîyet in. Loma kesê kuhewl dide hestîyên xwe yên şikestî an jî lebatên xwe yên merezdarî qenc bikin, gelamperî bi fatûrayên astronomik re rû bi rû dimînîn. Fikra rawestandina rijandina xwîna van mirovan û peydakirina testên Kovîd-19 a ji bo van kesan ewqas dijî nêrîna muşterek a polîtîkaya tendirustîya vî welatî ye, pir dijwar e ku mirov bikaribe bibêje gelo kengê û çawa ev biryara pêwîst dê bê dayîn.

Epîdemîyê herî kêm encameke bikêr, guhertina têgihiştina me ya di derbarê cîhana sosyal de, dê derxe holê. Ne pir zêde, heya demeke nêzîk jî karekî ku hewcebûna wê bi destûrnameyeke ji alîyê Zanîngehên Amerîkayê ve hatibe dayîn nebûya, wekî karekî bêqedir dihat dîtin. (1) Tiştekî zehmet, giran bêtahm û qirêj, hin caran jî ji alîyê mirovên ku denge xwe dane Trump ve pêk tê, herweha ji ber vê yekê jî jîyana wan mehf bûye û ji ber ku vê yekê jî heq dikin. Belê, tenê çend sal berê mîlyarderê demokrat Michael Bloomberg xwendevanên Oxfordê bi teorîyên xwe yên betran yên li ser elîtên ku dizanin li hemberî keneho cehaleta karker û cotkaran “çawa bifikirin û tehlîl bikin” mest dikir.

Belê, ev karker û cotkar ji bo ku me li hemberî vê abîsê (abyss) biparêzin her tiştî dikin. Aniha gelek ji wan li derve, di nav vîrûsê de, jîyana xwe diavêjin xeterîyê. Yên din jî bi muqabîlê mûçeyên nehêja -ji jîyana xwe qet endîşe nekirin- neçar man ku vegerin ser karên xwe. Ew di firoşgehên zimhêr û mezrîngehên şixulên goşt de nexweş dikevin, lê yên ku emir kirine ku ew bixebitin -pastî sipîyên meşhûr yên qonaxa zanistê- di malên xwe yên ewle de li ser qenepeyan rûdinên û dilê xwe bi nîsbetên borsayê yên derasayî şa dikin (Spas kongre, spas rezerva federal). Karên wan, bi rîya e-posteyan û vîdeo-konferansan bi awayekî pir baş li gor jîyana wan a biewle ye.

Ger hûn texmîn dikin ku xebatkar ji ber vê rewşê damîş nabin, teqez hûn ne şaş in. Her çiqas di vê mijarê de agahî kêm bin jî -ji ber ku li vî welatî rojnamegerîya sosyal ber bi tunebûnê ye- işaret hene ku êdî li kargehan çalakîyên sendîkayan zêde bûne. Lobîperestê herî bi bandor yê li dijî sendîkayan Rick Berman, di demeke nêz de muşterîyên xwe li hemberî xeterîya “raperîna karberdana qismî” hişyar kir.(2) Herweha, di hefteyên dawî de di çar terefê welêt de grevên spontane rû dan. (3)

Her bûyer, heman hindav û terefekê destnîşan dikin: têbînîya cihana bi konfor a ku ji alîyê serekên Amerîkî ve di salên 1970, 1980 û 1990î de hatibû pejirandin û ji bo tevahîya cîhanê hatibû ferzkirin ji nişka ve bi dawî dibe, di vê rewşê de gelek derfet û gengeşî hene.. her tişt dikare pêk were.

Herweha vê gavê em rastî tinazwerîya (îronî) lîberalîzma amerîkî ya dilgivêş û patolojîk hatin. Ji bo guherandina şêwaza hûrnêrîna ramanên me yên berê, sazîya ku pêwîst e ji me re bibe alîkar Partîya Demokrat e. Bi rastî jî, îro sazîya ku dikare vê wezîfeyê bi cih bîne tenê ew e. Lêbele, tenê çend hefte berê belavbûna koronavîrûsê ya li Amerîkayê, di şahîyeke gel de heman Partîya Demokrat, di demeke kurt de, hêvîyên digel veguhartina polîtîkaya amerîkî tune kir. Wisa tê xuyan ku pêşeng di warê xerckirina qeyranan de biryardar in.

Çend daxûyanî; Ev çend mehên dawî ne di navbera namzetên demokrat yên ji bo hilbijartina serokatîyê de çend car e bênavber gengeşî diqewimin. Çend tenorên ku rewşa zîhna çepê Amerîkayê jî rapêjî berçavan dikin, di serî de û bi awayekî eşkere, wisa didan nîşan ku di navbera wan û peykên partîye yên kevin de dilsarî heye. Lê belê piştî ku favorîyê sazûmanîyê alîkarê serokkomar yê berê Joe Biden di dawîya meha sibatê de hilbijartinên Karolîna Başûr qezenc kir, piranîya namzedên din piştgirîya xwe ya ji bo wî îlan kirin û li gor vê rewşê helwest girtin. Herweha yê ku serî daneanî û xebatên xwe berdewam dikir senatorê Vermontê, reformîstê serdema me yê resenî û çalakvanê xortanîyê yê ku pir dihat ecibandin Bernie Sanders bû û wî jî demek şûn de, li hemberî pêvajoya bilindbûna Biden, serî danî.

Mirovê ku ji vê alozîyê derket, birêz Biden bû û herweha yê ku herî hindiktirîn sozên kiryarîyan dabû jî ew bû. Niha partîya wî, li hemberî birêz Trumpê ku gel jê nefret dike, di nav amadekarîya hilbijartinê de ye da ku em dizanin ev hilbijartin di heman demê de dê bibe referandûm jî. Li vir em di nav rewşeke paradoksî ya sîyasî de ne, piranîya dengdêrên amerîkî dixwazin veguherîna esasî ya ku jê re hatîye pêşnîyarkirin hilbijêrin. Lê partîya ku ev pêşnîyar berbiçav kirîye, dîsa nahêle ku ev pêşnîyar were qebûlkirin. Belê, ji ber vê yekê em ê neçar bimînin da ku di navbera van herdu mirovên sipî de -kal, kevneperest, ku bi rastîyê re têkilîyên wan ên elastîk hene, bi bûyerên destdirêjîyê (tacîz kirin) tên tawanbarkirin û xerîbê hêvîya reformên demokratîk- qerarekê bidin û ji wan yekî hilbijêrin. Yanî, pergala berê dîsa careke din dê were restorekirin.

Ez careke din dubare dikim: Li Amerîkayê nêrîna gelemperî ew e ku divê bi hilbijartineke baş a pêşengekî, dibe ku pir tiştên awarte pêk werin. Lê dewsa wê, texeyûla me bi qazîyê zimanxweş ê Waşîngtonê birêz Biden, yê ku di nav piranîya felaketên ku di van sî salên dawî de qewimîye de cih girtîye hatîye sînorkirin: li dijî xebatkaran lihevkirinên bazirganî, Şerê Îraqê, mewzûatên bêrehm ên di derbarê topavêtina aborî de, hepskirinênkomî, li ser navê welatparêzîyê êrîşa bêhempa ya li dijî azadîyên kesane… heta, di destpêka karîyera xwe ya polîtîk de ji ber ku cihêkarên nîjadê çêtir dîtîye pesnê xwe jî dide.

Helbet şansê wî yê qazanckirinê heye. Birêz Biden digel rabirdûya (mazîya) xwe, sîyasetmedarekî naskirî yê kevneşopa klasik e û tê pesnandin, heçku birêz Trump di nav narsîzma xwe ya patolojik de wenda dibe, hingî diçe kîna wî diçizire û her dem rêyekê dibîne ku xwe piçûk dixe. Digel vê yekê, pir dijwar e ku mirov bibêje, yekî ku ji nû ve bibe serokdewlet dê wekî serokdewletê niha, bi awayekî hinde xelet qeyrana tendirustîyê û ya aborîyê bi rê ve bibe, helbet hilbijêr jî careke din vê performansê dubare nakin.

Lê, ger ku birêz Biden bibe serokdewlet dê tu tişt bi awayekî bingehîn neguhere. Ji bo serdemeke weha, dirûşmeyeke mukemel e! Belê, dilê hevalên min ên çepgir teng dibe. Lehengê wan Bernie Sanders yê ku di meha çileya paşîyê de wekî nebez dihat xuyan, di dawîyê de têk çû. Wan, xwe di malên xwe de îzole kirine û navên çûkan -yên bikarhênêrên înternetê di twitterê de alegor dikin- ji ber xwe ve dubare dikin. Ez rewşa wan a derûnî ya xerab bi we re parve dikim. Lê gengazî bi temamî di xwezayeke cuda de ne. Piştî vê karesatê, mimkinîya jîyaneke bêtevger têra bextreşîya me dike. Bes, çapemenî her roj dide zanîn ku, hingî diçe pergala berê ji nû ve geş dibe. Bê navber, hin şemayên nû nîşan dikin ku di kaseyên şirketan de dirav pir in û herweha armanca wan ew e ku bi awayekî lezgîn hêza newala Silîkon têxin bin desten xwe. Vê gavê walîyê New Yorkê yê Demokrat birêz Andrew Cuomo, derfet bi dest xist ku Bill Gates û milyarderên din “ên teknolojîyê” ji bo geşkirina herêma xwe vexwîne. Û ji bo ku em bikaribin wan bi lezgînî bidin sekinandin, tu derfet nîne.

Demokrasîya ku di tunebûna me de xwe ji nû ve teşedan dike, ji nû ve şiklekê dide xwe, tirsa ku di pêwendîya epîdemîyê de bûye bela serê me û me diêşîne bixwe ye. Pergalê em xapandin, ji ber ku ew ji bo vê yekê hatîye sêwirandin, herweha, her çend em ji tabloyê derkevin jî hinek hê jî pêşeroja me dişêwînin. Gava em qedehek alkol vedixwin û li televîzyonê temaşe dikin, ew jî di heman demê de peymana me ya civakî ji nû ve dinivisînin.

*Rojnameger û dîrokzan, nivîskarê pirtûka The People, No: A Brief History of Anti-Populism (di meha tîrmehê de dê ji weşanên Metropolitan Book de derbikeve, New York)

_________

(1) Lizzie O’Shea, «Karên bi kalîte tune ne», Le Monde diplomatique, gulan 2020.

«Operasyona dijberî sendîkayan, aktîvîzma dîrokî ya kedê ber bi bilindahîyê ve dibe». The Intercept, New York, 1 gulan 2020, https://theintercept.com

«Xerîteya înteraktîv ya pêla greva Covid-19», Payday report, Chattanooga, https://paydayreport.com

 

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana