Kalûpîrên hewcedar û gorîkirî

Dezgehên taybet lı derveyî qada bergeha hıkûmetî

Li nîvê meha gulanê, nîvê mirinên ji ber Covid-19 li Fransayê jêdera wan stargehên ji bo kalûpîrên hewcedar (Ehpad) bûn.. Nebûna testan, maskeyan. Şerpezetîya di birêvebirina krîzê de. Dîsa jî ev komkujî dikaribû bihata texmînkirin. Bi mehan e, xebatkarên van dezgehan ji nebûna derfetan û xirabûna şertên xebatê gilî û gazin dikirin.

Translator

«Doh, ez çûm serdana servîseke ku têde pêncî û şeş kes dimînin û tenê çar hemşîre lê hene, li gorî şahidîya Mme Tatiana Dubuk. Êdî taqet di wan de nemabû û çavên wan ji girî ziwa bûbûn, ji ber ku dîsa xebera du mirinan gihîştibû wan, piştî mirinên hema rojek berê yên sê kesên din..»  Sekretera giştî ya sendîkayan CGT (Konfederasyona giştî ya kar) lihevgihandina stargehên pîrên hewcedar (Ehpad) yên Havre Les Escale, ku yek ji yên herî girîng ên Fransayê ye, şahidîya xwe ya li rewşa 11ê nîsanê weha tîne ziman: «Di vê dezgehê de, sê niştecih testên wan ên Covid-19 pozîtîf derketin û bi qasê pêncî kesên din jî wekî gumanbar hatin destnîşankirin, bêyî ku di testê re bên derbaskirin. Nexweşnêr jî hê bêpar bûn ji amûrên xweparastinê û ew jî nehatibûn testkirin. Dîsa jî wan karên xwe dewam dikir lê li gel tirsa bi şewbê xistina niştecihên din û herweha malbatên xwe». Tevî ku 6ê nîsanê, wezîrê piştgirî û tendirustîyê, M. Olivier Veran, «operasyoneke testkirinê» ya mezin ragihandibû û destnîşan kiribû ku wekî prensîb divê «niştecihên dezgehê û personel giş, bi derketina holê ya nexweşê pêşî re, bên testkirin». (1) Hefteyek piştî vê daxuyanîyê, Mme Dubuc ev tesbît dikir: «Ji bo me, tu tişt neguherî».

Xemsarîya hikûmetê ya di warê birêvebirina krîza tendirustîyê de bi awayekî dilsotîner adeta konê xwe veda li van dezgehên ku demeke dirêj ji derfetan bêpar hatin hiştin û ji ber bêîmkanîyan niştecihên van stargehan bi ser halê xwe de hatin hiştin (2) û heta destpêka gulanê ji serdanên xizmên xwe jî hatin mehrûmkirin. Xedarîya berbelavbûna şewbê û hejmara mirinên li nava van stargehan pir bi derengî bûn mijarên rojevê.

Hê ji destpêka xweragirtina li malê ve, di nîvê meha adarê de, wezareta tendirustîyê li Ehpadan çawa ku sê nexweşên pêşî derketin holê, test bi sînor kirin. Gava encam pozîtîf bûn, niştecihekî din ê semptom pê re jî hebûn, divê rasterast wekî pozîtîf bihata hesibandin. Serokê Komeleya Neteweyî ya Pizîşkên Koordînator û Sazîya Medîko-Sosyal (MCOOR) M. Gaël vê rewşê weha îfade dike: «Birêvebirina   testnekirinê adeta stargehên Ehpadê hilweşandin. Li piranîya herêman, pizîşkên koordînator divê hawara xwe bigihînin servîsên testê yên navendên nexweşxaneyên zanîngehan (CHU), ku gelek caran wan jî nexwestin ekîbên xwe veguhezînin. Ji ber ku lazim bû wan pêşî servîsên nexweşên giran û yên rewşa lezgîn birêve bibirana. Dora ‘Ehpad’an piştî van servîsan bû. Wekî din, ji ber ku nexweşên me ji mafê wergirtina xizmeta tedawîyên taybet an jî eksperîmantal (ezmûnî) bêpar bûn, ji me re dihat gotin ku tu feyda testkirina wan tune. Eger ne rewşeke giran bûya, ji me re digotin dermanê paracetamol bidin wan; û eger rewşeke giran mijara gotinê bûya, ji me re digotin tedawîya palyatîf bikin…»  Di eslê xwe de giştînameyeke di 7ê nîsanê de ji alîyê dîrektorê giştî yê tendirustîyê Jerome Saloman ve hat îmzekirin, hinek gotinên berî rojekê yên wezîr betal dikirin: prensîba testkirina «tenê sê nexweşên pêşî» li dezgehan li gel herî hindik yek rewşa piştrastkirî hat destekkirin. (3)

Pêşbînîyeke pir xirab

Hêrêma Oksîtanî, hê jî yek ji herêmên herî kêm vegirtî ya Fransayê ye gava ku, destpêka adarê, Ehpada Mauguio, a li kêleka Montpellier, tûşî rewşên pêşî yên Covid-19 hat û bîst niştecihên xwe winda kirin. Ji 20ê adarê û pê ve, navendên lêkolînên têkildarî ixtîyarîyê yên CHU yên Toulouse û Montpellier, ku ji alîyê ajansa herêmî ya tendirustîyê (ARS) ya Oksîtanî ve tê destekkirin, biryar dan nema guh bidin doktrîna neteweyî û yekîneyên mobîl ên testkirinê bixin dewrê çawa ku yekemîn semptom bi kesekî re derkeve holê. «Ehpad ku derdoreke parastî ye, vîrus jî ancax dikare ji derve bigihîjê, li gorî Profesor Hubert Blain, şefê navenda wê ya Monptpellier.  An jî dibe ku ji alîyê nexweşnêrên bêsemptom ve hatibe anîn. Ji ber vê yekê ya girîng ew e bi lezgînî were tesbîtkirin ji bo îzolekirina şewbgir û demek ji ya din zûtir qutkirina zîncîra berbelavbûna vîrusê.

Piştî nexweşnêran, niştecihên strargehan jî dema dor hate wan, giş hatin testkirin, lewre di gelekan de sendromên atîpîk ên nexweşîyên gerîatrîk ên wekî navêş, bêhuzûrî û jixwevçûn xuya bûn.  Nexweşnêr û niştecihên testa wan erênî derket, li nexweşxaneyê hatin razandin eger pêwîst bû li karantînayê jî hatin bicihkirin. Ji ber ku test jî bi temamî ne cihê bawerîyê ye, kesekî negatîf jî dibe ku hilgirê vîrusa koronayê be û şewbê bigihîne kesên din. Ji ber vê yekê pêwîst e tedbîrên pir zexim ên pêşîgir bên wergirtin. Navenda lêkolînên têkildarî ixtîyarîyê ya Montpellier bû yek ji yên pêşî ya ku bikaranîna maskeyan, şûştina destan, pîvandina tayê bi awayekî rêkûpêk ferz kirin. Profesor Blain şahidîya xwe weha tîne ziman: «Gelek hemkar û berpirsyarên sîyasî difikirîn ku pratîka min hejmareke zêde ya testan ferz dikir. Ew tênedigihîştin ku armanc vemirandina hê ji destpêkê ve ya êgir bû. Eger hûn dest wernedin şewatê, êdî testkirin jî nema dibe mijara gotinê, ya dimîne were kirin êdî tenê îmzekirina belgenameyên mirinan e.

Kêmbûna testan bi pêşbînîyeke pir xirab re têkildar e. Destpêka meha nîsanê, raporeke Sendîkaya Ciwanên Bîyologên Pizîşkî rewşê weha tesbît dike: «Stratejîya me ya testkirinê li gorî derfetan hatîye eyarkirin û ne berevajî: Koreya Başûr testên girseyî dike û li deverên destnîşankirî xweragirtina li malê ferz dike, Fransa bi girseyî xweragirtina li malê ferz dike û testkirineke noqteyî pêk tîne». (4)  Piştî du hefteyan, derket holê ku Fransayê tenê  100 hezar test çêkiribûn, li hemberî 1,7 milyon testan li Almanyayê, ku hejmara mirinan jî li gorî rêjeya nifûsê 5 car kêmtir bû, kesên temenê wan li raserî 80 salî jî di nava şewbgiran de rêjeya wan tenê ji sedî 10 bû. (5)

Bi qasî kêmbûna testan, kêmbûna maske û amûrên din ên xweparastinê jî bû zemîn ji bo felaketê. Demeke dirêj, livûtevgerên bingehîn ên pêşîlêgir jî hatin paşguhkirin. Nexweşnêr û berpirsîyara beşa tendirustîyê ya CGTê, Mme Malika Belarbî wê rewşê bi van gotinan bibîr dixe: «Gava xwe ragirtina li malê dest pê kir, hingê êdî hê nû ji nexweşnêran hat xwestin destên xwe bişon. Maske jixwe ne mijara gotinê jî bû. Hin nexweşnêrên ku hewl dan di dema kar de bi kar bînin, heta ji alîyê rêveberên xwe ve bi cezayê dîsîplînê hatin tehdîtkirin. Pêwîst bû li bendê were mayîn heta ku çend nexweşnêr bi şewbê bikevin ji bo ku bikaranîna maskeyê bihata ferzkirin». Kêmasîya cidî ya lojîstîk a dewleta fransî di warê ferzkirin û belavkirina maskeyan de bi berfirehî hat şermezarkirin. (6)  Hilberîna neteweyî li ser ferşên qurbanîkirinê yên bazara navneteweyî hat fedakirin, rêxistina gelemperî ya pisporbûyî (dezgeha amadekarî û pêşwazîkirina rewşên lezgîn, Eprus) serdestîya xwe ya birêvebirina rezervên stratejîk winda kir û hêzên gelemperî nekarîn tu tiştî bikin gava ku fabrîkaya bingehîn a fransî di 2018an de, li Paintel (Côtes-d’Armor) ji hev hat xistin.

Di destpêka krîzê de, tiştê lezgîn ji bo hikûmetê ew bû ku, bi daxwazkirina malzemeyên li seranserê welêt, li nexweşxaneyan û herêmên herî zêde ji Covîd-19 û mexdûr bûbûn lê xwedîderketin bû. Piştî tevlîhevîyeke zêde, xebatkarên stargehên Ehpadê karîn maskeyên cerahî peyde bikin. Lê belê ev rola van maskeyan jî bi tenê ew bû ku kesên wan bi kar tînin nexweşîyê negihînin kesên din. Ev maske her yek ji wan ji bo rojekê dihat bikaranîn, tevî ku tesîra wan a herî zêde ji bo çar saetan e, ew jî bi şertê ku baş bên bikaranîn. Maskeyên FFP2, yên hem bikarhêner diparêzin hem jî nahêlin ji bikarhêner nexweşî derbasî kesên din bibe, ango yên yekane ku divê li kêleka kesên pozîtîf  bên bikaranîn, ew jî di demeke pir kurt de hema hema li pîyaseyê neman û peydakirina wan zêde zehmet bû. Mafê stargehên Ehpadan tunebû wan bi dest bixin. «Stratejîya birêvebirin û birkaranîna maskeyan» ku wezîrê tendirustîyê 24ê adarê anî rojevê,  tenê ew bû ku dema «semptom bi niştecihan re xuya bikin,  divê sektoreke bi nexweşên Covid-19 re eleqeder bibe, bihata destnîşankirin». Ev herweha dihate wateya nezanîna sînorên van maskeyan û herweha xetereya ku newxweşnêrên asemptomatîk dikarin niştecihên li derveyî sektorê bi nexweşîyê bixin.

Ji bo pêşîgirtina li zêde girankirina karûbarên servîsên nexweşxaneyan, rêveberîyên Ehpadê niştecihên xwe yên şewbgirtî li odeyên wan ragirtin û yekîneyên «Covid plus» û yekîneyên «Covid mînus» di nava servîsên xwe de saz kirin.  Alîkarê serokê MCOOR M. Stephan Meyer hêrsa xwe weha tîne ziman: «Me xwe di heman rewşê de didît li gel servîsên nexweşxaneyan ên pizîşkî yên xwe dabûn xizmeta nexweşên Covîd-19 û bi FFP2yan, şarlot, serkirask, berçavk rêzikên[qaîdeyên] pir sert û komplîke yên lixwekirinê li wan hatine ferzkirin … Tenê ferqeq hebû, ew jî li stargehên Ehpadan, nexweşnêr bêpar bûn ji FFP2yan jî, ji serkiraskan jî.... Îca pir eşkere bû ku wê personel bi şewbê biketana».  Çawa ku Akademîya Pizîşkî jî destnîşan kirîye, «dema testên birêkûpêk li nava personelên tendirustîyê li herêmên herî şewb lê belavbûyî pêk nayên, jihevgirtinên vîrusê jî dimînin wekî nuqteyeke kor a şewbê». (7)

Tevî rewşa wê ya lezgîn jî, testkirineke bi vî awayî, ku ji alîyê herkesî ve dihat destnîşankirin û gelek caran jî ji alîyê rayedaran ve dihat ragihandin, heta biryara «dawîanîna xweragirtina li malê» ya 11ê gulanê, hema hema qet nehat pêkanîn. Wekî din, Ehpad ji salan ve ye, bi cih veguhestineke pir mezin a personelê xwe re rû bi rû dimîne. Ew her diçe êdî vediguhere dezgeheke karmendên ji rêzê yên nexweşxaneyê (ASH) yên bê perwerdeya tibî ku wezîfeya wan bi awayekî giştî paqijî, nexweşnêrî û amadekirina xwarinê ye. Bi krîza tendirustîyê re, zêdebûna karûbar a hinek jî ji ber nebûna xebatkarên pêwîst, herweha bi şewbê ketina gelek xebatkaran derfet nehiştin ku êdî kadroyên tendirustîyê di demeke kurt de personelên sazîyê li gorî rêzik û pêwîstîyan perwerde bikin. M. Meyer dibêje: «Ji bo pergala birêvebirinê ya Ehpadan ku bîst sal in di merîyetê de ye, em pereyan xerc dikin. Ji me hat xwestin her û her zêdetir kesên hewcedar, ên xwedî nexweşîyên giran û bi personelekî her diçe kêmtir perwerdebûyî pêşwazî bikin».

Li dawîya meha adarê, Konseya Neteweyî ya Profesyonel a Gerîatrî (CNPG) pir bi fikar bû ji aqûbeta kesên li malên xwe dibûn mexdûrên formên herî xedar ên Covîd-19. Jîyana wan di xeterê de bû û Ehpadan jî nikaribû li wan xwedî derkevin. (8) Konseyê pêşnîyar dikir ku xizmeta tedawîyeke gav bi gav pêk were û ev yek rê veke ji bo xwegihandina tevnên sektora gerîatrîk ên nexweşxaneyan û herweha yekîneyên tedawîyê yên Covîd-19 yên li gel servîsên SAMU peymana wan heye. M. Meyer mijarê weha rave dike: «Di nava Ehpadan de, em dikarin niştecihên nexweşîya wan herî sivik û yên rewşa wan herî giran ragirin û ji bo wan em dikarin tedawîyên palyatîf pêk bînin, lê belê ji bo yên din derfetên me yên tedawîyeke maqûl tune ne da ku karibin asta nexweşîya xwe derbas bikin. Li stargehên Ehpadan nexweşnêrên şevê û amûrên oksîjenê tune ne. Li gelekan pizîşkên koordînator jî tune ne. Li piranîya herêman, ev nexweşên navberê nikarin ji şaxên spesîfîk ên nexweşxaneyan sûdê wergirin. Li vir ne reanîmasyon, lê servîsên pizîşkî mijara gotinê ne, ji ber ku ev xizmetên tibî li nexweşxaneyên derdorê û li navendên tendirustîyê yên taybet jî dikarin bên kirin. Dirêjahîya bi hefteyan, me beredayî ji hikûmetê daxwaza avakirina van demûdezgehên geriatrîk ên xweser kirin.  Ew dawîya dawî hatin avakirin, lê belê li gorî herêman bi awayên cihêreng».

Nebûna van sektoran dikare bibe sedemê zêdebûneke tedawîyên palyatîf ên ne hercar maqûl. Doktorekî gerîatrîya li başûr-rojhilatê Fransayê şahidîya xwe weha vedibêje: «Kalûpîrên hewcedar venêrînê yên nexweşên nerodejeneratîf nikarin rehet nefesê bistînin, nikarin ji bo reanîmasyonê werin entubekirin. Gelek caran tu şansê xilasbûnê ji wan re nayê nasîn. Mirov dikare fermanên biryarî yên weha bibîne: “Nexweşê Covîd û 85 salî yê pêdivî bi oksîjenê heye” li gel tîra ber bi “bi tedawîyên palyatîf”. Gelo em dikarin pirsa ka kî hêja ye jîyana xwe bidomîne ji xwe bipirsin?» Di pêşnîyaznameyekê de ku serê adarê hat weşandin, Komeleya fransî ya hevalbendî û venêrînê palyatîf bibîr dixist ku nêrîna yekîneyeke pir profesyonel û pir dîsîplîner zerûrî ye ji bo wergirtina biryara sakînkirinê û bicihanîna venêrîna palyatîf.

Dadgerî rêveberîyê diparêze

Serokê Gerontpola herêma Welatê Loire,  M. Gilles Berrut balê dikşîne ser tesbîteke acizker:

«Li malê ragirtina civakê ji bo kesên pîr nehatibû fikirîn û rakirina vê tedbîrê jî herwisa! Rewşa Ehpadan, cihê li malê yê ixtîyaran, berdewamîya tedawîkirina nexweşên kronîk ku ev nexweş bi piranî ixtîyar in,  dîsa mayîndebûna alîkarîyê, bi kurtî tevahîya sektora geriatrîyê li derveyê qada vê bergehê tê hiştin. (...) Di pratîkê de, divê em bi mehan bi vê nexweşîyê re bijîn, kesên ixtîyar û kesên bi wan re mijûl dibin û alîkarîyê dikin, wê li ber devê vê tofanê bin. (…) Bila êdî em biwêrin daxwaz bikin ku aqûbeta kesên bêparastin neyê jibîrkirin». (9)

Di vê navberê de, dadgerîya îdarî hertim rêveberîyan diparêze. Yekîneya taybetkirî ya Yekîtîya Neteweyî ya Sendîkayan FO (Hêza Kedê) û gelek sendîkayên CGTê bi lezgînî ji Konseya Dewletê xwestin talîmatê bide hikûmetê ji bo ku di nava stargehên Ehpadan de, testên birêkûpêk ên niştecihan û xebatkaran werin çêkirin,  bikaranîna maskeyan û lixwekirina kincûbergên din ên parastinê bi awayekî giştî werin ferzkirin û herweha amûrên bi kêrî oksijendayîna nexweşan tên ji wan re bên tedarîkkirin. 15ê nîsanê, Konseya dewletê ev daxwaz red kir, bi îdîaya ku, «dema amûrên ku dewlet bi kar tîne û tedbîrên hatine wergirtin li ber çavan tên girtin», ew «tu valahîyeke ku bibe sedemê zirareke giran û rewşeke der-qanûnî ya li hemberî azadîyên bingehîn nabîne». Gava tarîx bû 14ê gulanê, êdî 13798 niştecihên demûdezgehên civakî û medîkoyên civakî yên Fransayê ji ber Covid-19 jîyana xwe ji dest dabûn. (10)

* Rojnamevan.

__________

1) «Venûkirina rewşê» ya 6ê nîsana 2020î, malpera Wezareta Piştgirî û Tendirustîyê, https://solidarites-sante.gouv.fr

2) «Îxtîyarîya bêhnlêçikandî ya li Ehpadan», Le Monde diplomatique, adar 2019.

3) Circulaire Minsante/Coruss n° 67, 7 nîsan 2020.

4) Sendîkayên ciwanên bîyolojîstên pizîşkî, «Li pey pêkhatina stratejîya têkoşîna li dijî şewba Covîd-19», bersivên ji bo komîsyona karûbarên civakî yên Senatoyê, 3 nîsan 2020.

5) Çavkanî : Enstîtuya Robert-Koch û Tendirustîya Civakî ya Fransayê.

6) Aurélien Rouquet, «Coronavirus : “Kêmbûna maskeyan, şerpezetîya lojîstîkî ya dewleta fransî”», Le Monde, 24 adar 2020.

7) Daxuyanîya 14ê nîsana 2020î.

8) «Nameya vekirî ji bo Wezîrê Piştgirîyê û Tendirustîyê, Olivier Véran», malpera Komeleya Fransî ya Geriatrî û Gerontolojîyê, 26 adar 2020.

9) Gilles Berrut, «Andemîya şikestinê»,  li nava «Nameya agahdarîyê ya gerontopola taybet Covid-19 », n° 3, 10 nîsan 2020.

10) Çavkanî: Tendirustîya Gelemperî ya Fransayê.

Wergera ji fransî: Baran Nebar