Li Sovyetistanê 11 salên Mela Mistefa Barzanî

Li Sovyetistanê 11 salên

Sefera Moskovayê ji hêla sîyasî ve destkeftîyên mezin dide kurdan. Gelek serkirdeyên Sovyetê, di wê demê de bi Mela Mistefa Barzanî re hevdîtinan dikin û rewşa Kurdistanê nîqaş dikin

Gava di nîveka hezîrana 1947an de, Mela Mistefa Barzanî, tevî pêşmergeyên xwe sînorê çemê Erezê derbas kir û kete nav xaka Sovyeta Sosyalîst, ajans û radyoyên sereke yên dinyayê, di dengûbas û xeberên xwe de bi awayekî flaş û yekser cih dan vê bûyerê:

“London, 17 hezîran 1947… Di navbera Artêşa Îranê û kurdan de, li nêzîkî sînorê Rûsyayê şerekî mezin derket… Lîderê kurdan Mela Mistefa Barzanî, tevî du hezar pêşmergeyên xwe, sînorê rûsan derbas kir…”

“London, 19 hezîran 1947… Li Bexdayê 4 sûbay hatin îdamkirin… Lê Mela Mistefa bi awayekî mûcîzeyî rizgar bû û bi awayekî serkeftî derbasî alîyê Rûsyayê bû…”

***

Komara Mehabadê têk çûbû û Mela Mistefa cara dawî di 16.11.1946an de, bi Qazî Mihemed re hevdîtinek kiribû. Di wê hevdîtinê de, Mela Mistefa nîyeta dilê xwe ji Qazî Mihemed re gotibû. Li gorî vê hevdîtin û nîyetê, wê heta biharê li ser axa Îranê bimana û heger hikûmeta Îraqê bo wan efûyeke giştî dernexista, wê derbasî xaka Sovyeta Sosyalîst bibûna…

Mela Mistefa ji Qazî Mihemed re dibêje ku ew ê ne teslîmê artêşa Îranê, ne jî teslîmê artêşa Îraqê bibe. Paşê ji Qazî dixwaze ku ew jî tevî pêşmergeyan were û ji bo parastina wî çi pêwîst be ew amade ye bike. Lê Qazî Mihemedê serokê komara temenkurt li Mehabadê dimîne.

***

Mela Mistefa Barzanî biryara xwe ya tarîxî di 06.05.1947an de dide. Hêzên pêşmergeyan li gundê Ergoşê kom dike û biryara çûyîna Sovyetê radigihîne wan.

Di dema rêwîtîya ber bi Sovyetê de, hêzên pêşmergeyan bi zehmetîyên giran re rû bi rû dimînin. Gelek caran bi artêşên mezin re şer dikin.

Di şerekî giran de, pêşmergeyên kurd hêzên Îranê têk dibin û bi mêrxasîyeke mezin Pira Makoyê desteser dikin. Li gorî ragihandina fermî û agahdarîyên herêmî di şer de bi sedan leşkerên îranî têne kuştin û 271 leşkerên îranî ji hêla pêşmergeyan ve dîl têne girtin. Piştî şer êsîr hatin berdan. Çend tanq hatin rûxandin û balafireke şerî hate xistin. 50 qantir hatin desteserkirin ku barê wan cebilxaneyên leşkerî bû. Di şer de 4 pêşmerge jî jîyana xwe ji dest didin û gelek pêşmerge birîndar dibin. Pêşmergeyên birîndar paşê bi wan qantirên hatibûn desteserkirin, têne veguhestin.

***

Mela Mistefa Barzanî 6 sal paşê, di 1953an de, serokdewletê Sovyetê Krûşçev dibîne û di vê hevdîtina xwe de behsa vê yekê dike:

“Em heta gihîştin Moskovayê, tevî hevalên xwe min bi 7 dewletan re şer kir: Amerîka, Îngilistan, Îraq, Tirkîye, Îran, Azerbaycan û Ozbekistan…”

Piştî ketina nav axa Sovyetê, Barzanî dibin devereke Naxçîwanê. Pêşmergeyan jê vediqetînin, li kampekê bi cih dikin û nobedaran datînin ser serê wan. Derketina wan a derveyî kampê tê qedexekirin. Di nîveka tîrmeha 1947an de, Barzanî tevî çend rayedarên Sovyetê serdana kampê dike. Rewşa kampê gelek xerab e. Wê rojê rayedarên pê re, ferman didin ku rewşa pêşmergeyên li kampê baştir bibe…

Mela Mistefa di rojnivîska xwe de behsa wê hevdîtinê jî dike:

“Gava rastî Bakirov hatim, min jê re got:

-Em miletekî mezlûm in, hed û hesabê zilma ku me dîtîye tuneye. Hêvîya me gelên Sovyetê ne. Hewcedarîya me bi zanyarîyê û teknîkên leşkerî heye. Em dixwazin hûn alîkarî û piştgirîya me bikin û kêşeya gelê Kurdistanê bînin rojevê. Ez li ser navê gelê kurd vê daxwazê ji we dikim. Hêvîya min ew e ku hûn vê daxwazê ragihînin rêbertîya bilind a Moskovayê …”

Adara 1949an, generalekî Sovyetê tê Taşkentê û jê re dibêje ku ew ê wî bibe Moskovayê. Barzanî tevî du rêhevalên xwe Seîd Mele Evdila û Zîyab Dêrî diçe balafirgehê. Lê berê balafirê ne li Moskovayê ye. Sovyetê ferman daye ku wan bibin kêleka Gola Aralê…

Çend roj paşê ji çend pêşmergeyên din re gotin ku ew ê wan bibin cem Mela Mistefa Barzanî. Lê ew jî ber bi Semerkantê ve têne sirgunkirin. Bi vî awayî pêşmerge li gelek deverên Sovyetistanê ji hev hatibûn belavkirin. Bi gotineke din pêşmerge ji hev hatibûn îzolekirin…

***

Helbet sefera Mela Mistefa Barzanî û pêşmergeyan ber bi Sovyetistanê, bi taybetî jî ber bi Asyaya Navîn dike ku bandoreke mezin li niştecihên kurdên sirgunê bibe. Ev 70 sal in ku civat û dîwanên wan bi serpêhatî û bîranînên wan salan dagirtî ne.

Ez bixwe jî di van 7-8 salên dawî de gelek caran li gelek welatên Sovyeta berê qesidîm. Li gelek gund û bajarên Qazaxistan, Qirgizistan, Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê ji her qedemeyan bûm mêvanên kurdên me. Bêguman di piranîya van civat û hevdîtinan de bi serbilindî û serfirazî behsa serdana Mela Mistefa Barzanî û pêşmergeyên wî dihatin kirin. Helbet ez xwe gelekî bi şans dibînim ku di van hevdîtinan de rastî gelek xanim û camêran hatim ku bi çavên serê xwe Barzanî dîtibûn û bi kêfxweşîyeke mezin behsa wî û wan rojan dikirin.

Akademîsyen û profesorê navdar, “mareşalê petrol û gazê” Nadir Nadirov û Serokê Kurdên Qazaxistanê, akademîsyen û profesor Kinyazê Îbrahîm ji van navan tenê du kes in.

Serpêhatîya hevnasîya Nadir Nadirov bi Mela Mistefa Barzanî re gelekî balkêş e:

“Sala 1956an li Moskowê ji bo teza xwe ya xwendina bilind ketim zanîngehê. Wekî kesekî mêrxas, bextewar, kurd, Moskow û teza doktoraya bilind! Min dest pê kir gerîyam, ka li Moskowê kurd hene an tunene. Kitêbxaneyeke bi navê Lenîn heye. Ez çûm wir. Gelekî mezin e. Li Sovyetê kesê ku bixwaze tiştekî hîn bibe, her cûre kitêban bixwîne, tê wê derê. Ez çûm min li wir beşê kitêbên kurdî dît. Zêde tunebûn. 10-15 kitêbên kurdî yên li ser kurdan hebûn. Kitêbên kurdên Sovyetê bûn. Kitêba Hecîyê Cindî hebû, kitêba Qanatê Kurdo hebû, kitêba Casimê Celîl hebû. Min dêhna xwe dayê jineke rûs li wir rûniştîye.

Min jê pirsî: -Kurd hene ku têne vê derê?

Got: -Carcaran hinek kurd hene, ji Ermenistan û Gurcistanê tên vê derê.

Min dîsa jê pirsî: -Kesên ku li Moskowê dijîn hene?

Got: -Li Moskowê bi tenê kurdek heye, carcaran tê.

Min got: -Kî ye?

Got: -Navê wî Kolosê Şero ye.

Lê jinik jî nizane kurdê ku derê ye. Tenê dizane li Moskowê dimîne, carcaran tê kitêbxanê rûdine kitêban dixwîne.

Min got: -Tu adrês û telefona wî dizanî?

Got: -Na, nizanim!

Min got: -Gava hat tu dikarî telefona wî ji bo min jê bistînî?

Got: -Baş e, serçavan. 10-15 roj paşê were, ew ê were vir!

Min bi ya jinikê kir. 10-15 roj paşê hatim kitêbxaneyê. Hatibû û jinikê telefona wî li ba xwe nivîsandibû. Telefona malê bû. Min ji Kolosê Şero re telefon vekir. Min bi rûsî silav dayê, kêf û halê wî pirsî. Ji min re got: ‘Tu Kurd î?’

Min got: -Belê, ez Kurd im û ji Qazakistanê hatime, li Moskovayê dixwînim.

Got: -Tu bi kurdî dizanî an nizanî?

Min got: -Dizanim!

Got: -Madem wisa ye, bi kurdî biaxive, bila dengê kurdî vizevizê ji telefonên Moskovayê bîne!

Hevaltîya me berdewam kir. Kolos kurdê Gurcistanê bû, parêzerî dikir, ne şaş bim demekê jî di Wezareta Karên Derve de kar kirîye. Bi emir jî, ji min mezintir bû. Rojekê ji min re got:

-Kurdekî din jî li vir heye, lê ew ne kurdê Sovyetê ye, kurdê Îraqê ye. Navê wî jî Mistefa Barzanî ye!

Sal 1957 e. Min ji Kolos re got: -Ez dixwazim wî bibînim û pê re xeber bidim.

Kolos got: -Baş e.

Wê gavê min nav û dengê Mistefa Barzanî nebihîstibû. Rojekê em li cihekî rûniştin, Me du-sê şûşe jî araq vexwar. Telefonek hat. Kesê li ser telefonê Mistefa Barzanî bû. Ji xeberdanên wî û Kolos ez pê hesîyam ku mirovekî mezin e. Ji ber ku Kolos di telefonê de bi hurmeteke mezin pê re xeber dida. Paşê telefon da min hal û wextê min pirsî, min got:

-Baş im mala te ava.

Piştî me telefon danî, Kolos got: -Rabe em ê herin cem wî.

Min got: -Kolos me hinek vexwarîye, şerm e. Em îro neçin.

Min telefona wî ji Kolos stand. Çend roj paşê, min bi xwe jê re telefon vekir û got:

-Dixwazim werim cem te.

Got: -Kerem ke were.

Di apartmanekê de dima. Çûm cem wî. Pirs û pirsîyara min kir. Min yek bi yek rewşa xwe jê re got. Ji ku hatime, kurdê ku derê me, niha çi dikim. Min bi kurtasî behsa jîyana xwe jê re kir. Wî jî behsa xwe ji min re kir. Got:

-Em ji bo rizgarîya kurdan kar dikin. Em kurdên Îraqê ne. Di sala 1946an de em hatine. Pêşî em çûne Taşkenta Ozbekistanê. Niha qismek ji me li Moskovayê dijîn û li vir dixwînin.

Me têra xwe bi hev re sohbet kir. Paşê min destûra xwe jê stand, rabûm çûm.

Divê li Moskovayê ez çend carên din biçûma serdana Barzanî. Ez gelekî li ber xwe diketim ku mixabin min careke din Mela Mistefa Barzanî nedît…”

***

Piştî ku rewşa pêşmergeyên sirgunkirî ji hêla rêveberîya Sovyeta Sosyalîst ve tê sererastkirin, rêya Mela Mistefa bo Moskovayê vedibe. Sefera Moskovayê ji hêla sîyasî ve destkeftîyên mezin dide kurdan. Gelek serkirdeyên Sovyetê, di wê demê de bi Mela Mistefa Barzanî re hevdîtinan dikin û rewşa Kurdistanê nîqaş dikin.

Şoreşa 1958an û hatina Evdilkerîm Qasim bo serkirdeyatîya Îraqê, rêya Mela Mistefa bo Îraqê û Kurdistanê vedike. Piştî lihevkirina ligel payebilindên Sovyetê, sefera ku di 1947an de dest pê kiribû, 11 sal paşê di 1958an de bi balafira ku diçe Kahîreyê bidawî dibe…

*Nivîskar û rojnamevan.