Li Îrlandayê hilbijartinên parlamentoyê

Translator

Hema dotira rojê, piştî krîza 2008an, rêveberên ewropî li ser daxwaza –carinan bi darê zorê– ya Komîsyona Ewropayê û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) sîyaseta jixwekêmkirinê tercîh kir. Vê tercîhê zûzûka bi xwe re pêleke protestoyên gel anî, li pey wê jî kesayet û rêxistinên li dijî ortodoksîya budceyî derketin holê, ji Podemos a li Spanyayê heta bi Syriza ya li Yûnanistanê, tevî Jeremy Corbyn li Meliktîya Yekbûyî, Jean-Luc Mélenchan li Fransayê, yan jî bloka çepgir li Portugalê.

Îrlanda li kevîya tevgerê ma. Wekî modela li pêş û tercîhkirî ya Brukselê, wê xwe ji yên din cihê kir bi wê qabîlîyeta xwegirtina li ber dermanekî jixwekêmkirinê bigire û gava ev kir jî xwe hîç tevneda. (1) Heta bi hilbijartinên meclîsê yên sibata 2020î: Bi 24.5ê dengan di hilbijartinan de Sinn Féin (SF) hingê bû partîya yekê. Cara yekê bû ku ev diqewimî û wê her kes matmayî hişt, nexasim jî rêveberên partîya neteweparêz a çepgir.

Ji qederê sedsalekê ve, Îrlanda ji alîyê du partîyên navendê yên rastgir tê birêvebirin; Finna Fáil (FF) û Fine Gael (FG). Bernameyên sîyasî yên herduyan wekî cêwîyên hev in. Sala 2007an FG û FFyê bi hevre % 68.9ê dengan wergirtibû. Wan hêdî hêdî ev xurtîya xwe ji dest da: sala 2011an % 53.6ê dengan, sala 2016an, % 49.8ê dengan û paşê di 2020î de % 43.1ê dengan wergirtin. Li hemberî wan di van hilbijartinên dawîyê yên 2020î de tevahîya partîyên çepê û yên navendê yên çepgir bi hev re % 41.9ê dengan wergirt.

Ev guherîna hanê dîrokî ye û nîşana redeke xelkê ya statukoya neolîberal e, ya ku krîza 2008an ferz kiribû. Li şûna li bibinketina sîyaseta xwe ya piştî krîzê ya xirakirina nîzama parastina civakî û darayîkirinê agahdar bibin, rêveberên îrlandî jixwekêmkirin tercîh kir: di navbera 2008 û 2014an de kêmkirina budceyî ya qederê 30 mîlyar euroyî hatibû ragihandin. Ev jî qederê % 20î Hilberîna Navxweyî ya Nesafî (HNN) bû. Vê civak tarûmar kir: rêjeya bêkarîyê sê caran li berê zêde bû û sala 2012an bû % 15.5. Û rêjeya bêparmana materîyel ji 13.7ê (2008) bihurî û bû 30.5 (2013). Ji bo Komîsyona Ewropî bêparmana materyel îşaret dike bi “nebûna kapasîteya dabînkirina hin mal/xizmetên ku piranîya ferdan wan wekî dilkirî yan jî lazim dibînin ji bo asteke wan a jîyanê ya dikare bê qebûlkirin, hebe.” (2)

Tevî ku sala 2016an FG (desthilat e) lihevkirineke “piştgirîya bêyî beşdarbûna hikûmetê” bi FFyê re mohr kiribû, hilbijêran êdî fêm kir ku ne mimkin e mirov sîyaseta yekê ji wan red bike û dengê xwe bide ya din a ku timî hevalpişkê ya pêşî bû. Nexwe, divîya berê xwe bidin partîyeke din. SF wekî namzeda îdeal xwe da der. Hin endamên wê bûn xwedîyê wê serfirazîyê ku berê partîyê bidin mijarên civakî. Ev mijarên civakî ji pirsa neteweyî bêhtir nêzîkî derd û mijûlîyên xelkê ne. Wan bi mijarên stara di malekê de (lojman) û tendirustîyê dest pê kir.

Di sîstema lêmiqatebûna siheta mirovan a bi du lezên cihê ya welêt de % 45ê xelkê ku sîgortayeke wan a taybet heye, dibe ku neçin û nekevin dorên dirêj. Yên mayî divê bi sebr û semax bin: di erefeya hilbijartinan de lîsteya kesên li benda qewlekî ji bo dîyarkirina civanekê li cem bijîşkekî pispor 556 770 kes bû. Ji van 107 040 kes ji bêhtirî hijdeh mehan li benda randevûyekê bûn, ev jî di nava serjimareke welêt a bi giştî ya 4.9 milyon de. Li ser lîsteya ji bo dermankirineke li nexweşxaneyê 67 303 kes hebûn. Strukturên ku derbên kêmkirina budceyî xwarin, ne xwedîyê derfetan in: di sibata 2010î de 110 hezar nexweş li ser sedyeyan hatin bicihkirin, ji ber ku cih kêm bûn. Hîna Covid-19ê jî derba xwe lê nexistibû.

Herçî stara li xanîyekî ye, Dublîn di nav wan paytextên ewropî yên li wan mîqdara kirê herî zêde de li serî ye. Bi awayekî nîvekî, ji 2012an ve jî % 70 kirê zêde bû. Di navbera 2015 û 2018an de hejmara kesên mezin ê bê stargeh hema hema du qat zêde bû (% 95 zêde bû) û hejmara zarokên bê stargeh bêhtirî ji sê caran li berê zêde bû (% 228 zêde bû). Li welêt êdî bêhtirî 10 500 kesên bê stargeheke sabit (BSS) hebûn; berê hîç hejmara wan nebûbû evqas. (3) Tevî ku budceya nûkirin û avakirina stargehên [lojmanên] civakî di 2008an de 1.4 milyar euro bû, ev mîqdar sala 2014an kêm bû û bû 167 milyon. Encam: Avakirina stargehên civakî xwe xar berdaye jêr. Di 2009an de 5300 lojman hebûn û sala 2012an ev kêm bû, bû 1000; û sala 2015an bi tenê 476 man. Hejmara malbatên li ser lîsteyên ku li benda stargeheke civakî ne, sala 2005an 43 hezar bû û ev hejmar di 2017an de bilind bûbû û bûbû 86 hezar. (4) Li şûna ku lojmanên nû ava bike, hikûmetê tercîh kir ku alîkarîyê bide kirêdarên arizî: yanî wê krîz girantir kir bi wê yekê ku wê taleb zêde kir bêyî ku hewl bide derpêşîyê teşwîq bike.

Wekî li welatên din ên Ewropayê, li Îrlandayê jî xeyrî menqûl li îştaha veberhênerên sazûmankirî yên li pey randimana karîner bûn hat vekirin; ev jî di nava aborîyekê de ku jixwe wekî din jî tu tişta pêşkêş bike hema hema nebû. (5) Hikûmeta îrlandî sala 2013an awantajên bacê cihbicih kirin ji bo yedîemînên firotina mal û milkan (YFMM)  tevdîrek e ku armanca wê teşwîqkirina çêkirina wan fonan e da ku sermayeya xwe li xeyrî menqûlan razînin. Hikûmeta îrlandî bi vê jî derfet da “fonên kerxuran” ji nû ve nirxên menqûl û deynên jehrî [toksînî] bikirin. (6) Awayekî xebitîna van fonan ew e ku milkên xeyrî menqûl desteser bikin; ji bo van xeyrî menqûlan jî wan ew mafê fermî bi dest anîye ku wan bi pêş ve bibin, nû bikin û wekî lojmanên luks yan jî xeyrî menqûlên ji bo ticaretê bixin bazarê. Yên din parselên erdan (carinan ev erdên dewletê ne ku bi erzanî didin wan) berhev dikin û wan vala dihêlin da ku derpêşî kêm be û nirxên wan jî hilkişin jor.

Di erefeya hilbijartinên sibatê de tabloya giştî ewqasî xirab bû ku patronên ku Dublînê ew gelekî gewî kiribûn jî hatibûne ber hawarê: “Lojmanên buha, mesafeyên zêde dirêj ên ji bo çûna kar, sîstemên tendirustî û perwerdeyê yên tenê hestû mayî: ev hemû cazibîya Îrlandayê wekî cihê lê manê, lê karkirinê û lê veberhênanê kêm dikin.” (7)

Di çapemenîya navneteweyî de encamên hilbijartinên sibata 2020î bi piranî wekî encameke Brexitê hatin nirxandin; ev encam jî bi ya wan çûna ber bi yekbûnê ya girava Zimrûdî bi lez dike. Lê belê anketên piştî derketina ji lokalên dengdanê, bi vê vegotinê re nakok in. Du mijarên esasî yên fikaran, ji bo % 58ê xelkê, civakî bûn. Bi tenê %1ê hilbijêran behsa Brexitê kir. (8) Gelo pirsa civakî li welatê neolîberalîzma bêlixav û bêdizgîn vedigere? Ev e ya ku analîzeke aqilane ya encamên van hilbijartinên xwe disipêrin prensîpa “Yek dengê dikare bê dewrkirin” pêşnîyaz dike.

Îrlanda li 39 herêmên hilbijartinê hatîye dabeşkirin. Her yek ji wan 3 ta 5 parlamenteran dişîne Meclîsa Neteweyî. Bi giştî sed û şêst endamên meclîsê hene. Her herêma hilbijartinê pûsûla wê ya deng heye. Li ser vê pûsûlayê navê tevahîya namzetên ketine hilbijartinê hene, bi giştî duwanzdeh in. Hilbijêr li ber navê namzetê li ber dilê wan, hejmara “1” dinivîsin; piştre yên mayî li gorî rêza tercîha xwe bi hejmaran îşaret dikin. Li her herêma hilbijartinê hejmara dengên ji bo namzetek bê hilbijartin lazim in, tên hesabkirin. Gava ku namzetek gihişt wê şêmûga ew dengê ji bo hilbijartina wî pêwîst, dengên ji wê zêdetir yên hilbijêran dane vê/vî namzetê/î bi awayekî mekanîk li namzetên tercîha diduyê ku bi hejmara “2” nîşankirî ne, tên parvekirin. Di dema van hilbijartinên dawî de namzetên Sinn Féinê beşeke mezin a dengên tercîha yekê wergirtin û bi awayekî rehet gihiştin kotaya dîyarkirî. Bi wî awayî ku girîngîya hilbijartinê herweha elaqedarî derketina holê ya rezerveke mezin a dengên zêde ye jî. Beşeke van a mezin ji namzetekî din ê çepgir re yan jî çepgirîya tundrew re çû û vê jî hişt ku gelek ji wan bên hilbijartin. (9) Ji bo nimûne, li herêma hilbijartinê ya başûrrojavaya Dublînê namzetê hevgirtina çepgiran a bi navê Piştgirî Xelk berîya qezencê, Paul Murphy, piştî serketina namzetê SFyê SeánCrowe, li ser esasê vî awayê dewrkirina dengan, hat hilbijartin.

Ew bi mezinahîya xwe mirovan ecêbmayî jî bihêle, guhertina dengan a sibata 2020î hema welê ji tune peyda nebû: ev encam gelek salên seferberîya xelkê ya bi ruh û karakterekî têkoşerane her mezin dibe, tacîdar dike. Pêla mezin a xwepêşandanên li dijî bidawîbûna belaşbûna avê (10) welat salên 2014 û 2015an hejandin. Vê milîtan û SF jî di navê de partîyên çepgir heyranî xwe hiştin. Vê jî tovên berxwendanê li dijî sîyasetên hikûmetê çandin. Sala 2015an referandûmeke neteweyî zewaca di nava du kesên ji heman cinsî de erê kir û ev yek hat qanûnîkirin (% 62ê dengan ji bo wê bûn). Ev jî di peywendîyeke bawerînemana bi dêra katolîk a ketî nav skandalên dengvedayî yên tacîza cinsî de pêk hat. Sala 2018an referandûmeke din a neteweyî betalkirina cezakirina jiberxwebirina zarokan (kurtaj) qebûl kir. Ev serketineke dîrokî bû ku bi kampanyayeke berfireh a ku çalakger û beşeke mezin a xelkê anî cem hev, hat bidestxistin. Ji bo hinan ji xelkê, ev cara yekê bû ku gav diavêtin nav erdê sîyasetê.

Li gorî gelek partîyên din ên beyreqdarên têkoşîna li dijî jixwekêmkirinê li Ewropayê, SF partîyeke bêhtir rastgir e. Wê jî xwe da ser pişta hêrsa ji ber krîza 2008an bi qulibandineke ber bi çepê ve. Hin endamên wê yên wekî Eoin Ó Broin ji demeke dirêj ve ye ku mijarên lojman û mirovên bê stargeh, kirine mijarên xwe yên li pêş, bi vê jî ew gilî û gazinên beşeke mezin a xelkê radgihîne. Ó Broin berîya bi hilbijartinan bi çend mehan kitêbek jî weşand. (11)

Partîyê herweha ji nebûna rikberîyeke cidî ya çepgir sûd wergirt. Partîya Karker bi FGyê koalîsyonek çêkir û kir ku êdî bawerî pê neyê; FGyê di navbera 2011 û 2016an de bi hişkî sîyaseteke jixwekêmkirinê ya dijwar ferz kiribû. Herçî partîya piçûk a Keskan e, ew li gorî bipêşketina bîrewerbûna global ya li ser guhertina avhewayê xurt dibe, lê belê ew jî gelekî nerm û girêdayî çînên întelektuel, ên zêde xwende yên bajaran dimîne û ew bi kêrî seferberkirina girseyan nayên. Hevgirtina troçkîst Piştgirî, ji % 3ê dengan jî nebihurî.

Krîza civakî, SF danî ser dikê û di rêza pêş de bi cih kir –ew dîrokî girêdayî Artêşa Komarxwaz a Îrlandî (IRA) ye–; ew partîyeke neteweparêz e ya ku hewl dide tevgereke xelkê ava bike bi armanca ji nû ve yekkirina Îrlandayê. Tevî ku ev ji bo xelkê wê derê, ne mijareke li pêş e jî, ev fikr ji referandûma brîtanî ya li ser Brexitê ya 2016an û vir ve xurt dibe. Ji % 52ê Îngilistanê ji bo ku Îngilistan ji Yekîtîya Ewropayê derkeve, dengê xwe da, lê belê % 56ê hilbijêrên Bakurê Îrlandayê dengê xwe ji bo mana di Yekîtîya Ewropayê de bi kar anî, ev jî tam wê rewa bike yekbûna welatê Îrlandayê. Ji hingê ve anket nîşan didin ku desteka ji projeya yekbûnê re her diçe mezin dibe: li Komara Îrlandayê piranîyeke hinekî bêhtir bûyî dixwaze referandûmek li ser meseleyê çêbe û li gorî hin anketan, li Îrlanda Bakur ewên ku pişta yekbûnê digirin di pratîkê de biqasî yên ku li dijî yekbûnê ne. (12)

Herçî ew e, ka gelo di dema kurt yan jî navîn de mirov dikare xwe bigihîne vê armancê, ev meseleyeke din e. Helbet lihevkirina Îna Pîroz a ku dawîya şidetê li Bakurê Îrlandayê nîşan dike ya 10ê nîsana 1998an hat mohrkirin, derîyekî vedike li yekbûneke muhtemel, bi şertê ku xelkê her du alîyên sînor ve bê qebûlkirin. Li gorî metna lihevkirinê ji erkên Îngilistanê ye ku referandumekê organîze bike û rêzê ji encamên wê re bigire “heger xuya bibe ku mimkin e” ku piranîyeke hilbijêran meyildar bin ku dengê ji bo yekîtîyê bidin. Li alîyê din ev îfade mijara şiroveyan e. Ew eşkere çêl li wê yekê dike ku mirov dikare hesabê hêmanên wekî anketên li ser fikra raya giştî yan jî piranîya neteweparêz a encama hilbijartinan, bike.

Di dawîya adarê de, herçî hikûmet e, avakirina koalîsyoneke FF-FG bêhtir muhtemel xuya dikir, ji ber ku di navê de SF jî, partîyên navendê yên çepgir dîyar bû ku ji bo ku karibin koalîsyonekê ava bikin têra xwe parlamenterên wan nînin. Koalîsyoneke bi vî rengî hingê wê zelal eşkere bike ku her du partîyên domînant hema hema yek in. Û heger ew bersivê nedin daxwazên milet ên sîstemeke civakîtir û demokratîk, hingê SF wê bibe serketîyê mezin ê hilbijartinên bê.

* Lêkolîner (Li Geary Institute for Public Policy û School of Geography ya Zanîngeha College Dublin).

_______

(1) Renaud Lambert, “Les quatre vies du modèle irlandais (Çar ruhên modela îrlandî)”, Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn a 2010î.

(2) Julien Mercille û Enda Murphy, Deepening Neoliberalism, Austerity, and Crisis: Europe’s Treasure Ireland (Kûrkirina neolîberalîzm, jixwekêmkirin û krîzê: Îrlanda wekî Xizneya Ewropayê), Palgrave Macmillan, London, 2015 û Emma Heffernan, John McHale û Niamh Moore-Cherry (bi birêveberîya wan), Debating Austerity in Ireland: Crisis, Experience and Recovery (Minaqeşekirina Jixwekêmkirinê li Îrlandayê: Krîz, Tecrûbe û Biserxwevehatin), Royal Irish Academy, Dublîn, 2017.

(3) “The Daft.ie rental price report. An analysis of recent trends in the Irish rental market 2018 Q1 (Rapora buhayên kirêkirinê ya Daft.ie. Analîzeke meylên vê dawîyê di bazara kirêkirinê ya Îrlandayê de)”, Daft.ie, 2018.

(4) Surya Deva û Leilani Farha, “Mandates of the Working group on the issue of human rights and transnational corporations and other business enterprises and the special rapporteur on adequate housing as a component of the right to an adequate standard of living, and on the right to non-discrimination in this context  (Erkên koma xebatê li ser mijara mafê mirovan û şirketên transneteweyî û şirketên din ên ticarî û raportorên taybet li ser stara guncaw wekî pêkhateyeke mafê standarteke guncaw a jîyanê û li ser mafê di vê peywendê de cudahînekirin)”, Komîserîya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, 22yê adara 2019an.

(5) Marion Deniau, “Irlande, des bulles dans le béton (Îrlanda, peqpeqokên di betonê de)”, Le Monde diplomatique, nîsana 2018an

(6) Michael Byrne, From Puerto Rico to the Dublin Docklands. Vulture Funds and Debt in Ireland and the Global South (Ji Puerto Rico heta bi Dublîn Docklandsê. Fonên Kerxur[Sîsalk] û Deyn li Îrlanda û Başûrê Global), Debt and Development Coalition Ireland (DDCI), 2017.

(7) David Chance, “Start acting like a rich country: Ibec and EU call for infrastructure (‘Xwedanîna li stêrkbûnê wekî dewleteke zengîn’: Ibec û YE ji bo binesazîyê bang dikin)”, The Irish Independent, 27ê sibata 2020î.

(8) Stephen Collins, “Detailed election 2020 exit poll results: How voters answered 15 questions (Encamên kite bi kite yên li ser sindoqên hilbijartina 2020î: Hilbijêran çawa bersiva 15 pirsan dan)”, The Irish Times, 9ê sibata 2020î.

(9) Mary Regan, “How the Sinn Féin surplus will shape the next Dáil (Lixwezêdekirina Sinn Féinê wê çawa dirûvekê bide meclîsa bê)”, RTÉ, 11ê sibata 2020î.

(10) Renaud Lambert, “La goutte d’eau irlandaise (Dilopa ava îrlandî)”, Le Monde diplomatique, gulana 2015an.

(11) Eoin Ó Broin, Home. Why Public Housing is the Answer (Mal. Ji bo çi xanîyên dewletê bersiva pirsgirêkê ye), Irish Academic Press, Dublîn, 2019.

(12) Simon Carswell, Brian Hutton û Freya McClements, “More than half of voters want Border polls north and south (Bêhtirî nîvê hilbijêran doza referandûma ji bo yekbûna Bakur û Başûrê [Îrlandayê] dikin)”, The Irish Times, 9ê sibata 2020î.

Wergera ji fransî:

Luqman Guldivê