Xewn û xeyala Hobbîtan

Ji Katolîkîyê Heta William Morris, Bandorên J. R. R. Tolkien

«Mîrê Gustîlkan» ku 150 milyon nusxeyên wê hatin firotin, berhemek e, ku bi dirêjahîya dehan salan, hîç demode nebû, berevajî, her çû ji alîyê derdoreke firehtir ve hat pêşwazîkirin. Wisa xuya dike, ku rastî xeyalsazîyeke kollektîf a hertim zêdetir parvekirî hatîye û heta, ew xwedî kirîye. Lê belê pergala nirxan û têgihîştina civaka welatê Konte xwe dispêre sincekî sîyasî yê cazîbeya wî ya arkaîk ne zelal e.

Translator

Dibe ku em ne mecbûr bin bawer bikin, wekî ku kovarek bê dudilî dibêje ku John Ronald Reuel Tolkien (1892-1973) nivîskarê «berhema herî dewlemend û herî kompleks a sedsala XXemîn e», (1) lê belê li ber çavan e ku trîolojîya Mîrê Gustîlkan (2) 150 milyon nusxe firotin û bi adaptasyonên ji bo sînemayê yên Peter Jackson gihîşt asteke hê bilindtir: 3 milyar dollar (2,65 milyar ewro) ji salonên sînemayê bi dest xist, hevdeh Oskar wergirtin û di vê navberê de Amazonê jî ji ber rêze-weşanên wê, 250 milyon dollar (220 milyon ewro) berdêla mafê weşanê da. Tolkien, zêdetir mutewazî be jî, têra xwe balê dikşîne, ji ber ku ew yekane nivîskarê bîyanî ye ku bû xwedî şerefa pêşandaneke li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Fransayê (ji 22.10. 2019an heta 16.02.2020î) û Sîteya Aubusson a navneteweyî ya xalîçeyan ji nexşên berhemên wî sêzdeh xalîçe û xalîyekê çêdike. Dîyar e ku Tolkien yek ji stêrkên demê ye. Lê belê em baş zanin ku tu tişt li ser xeyala serdemekê bi qasî xeyala hunerî ya wî silav dike, ne ronîkertir e.

Dîsa jî Tolkien dişibe qalibekî demode. Ew ê du şerên cîhanê nas bike, lê belê di esasê xwe de jîyana wî wekî ku ji bo perwerdeyê û berhema wî hatibe terxankirin. Li Oxfordê wekî mamoste, pisporê fîlolojî û wêjeya îngilizîya kevin, ew gotîkî (zimanê mirî yê berê Gotîyan) dipeyivî, noruwayî (zimanê skandînavî yê çaxê navîn), fînî bikar tîne û heyranê destanên bakurî Edda û Kalevalayê ye … Alimekî wisa ye ku xwe berdaye nava wêjeya ji bo zarokan bi Bilbo Hobbit (1937), dû re nêzî bîst salan wê trîolojîya xwe amade bike (1954-1955). Tu tiştê ecêb, di vê rewşê de nîne. Çawa be, Charles Lutwidge Dodgson, yê zêdetir bi navê Lewis Carroll tê nasîn, ew jî mamoste bû li Oxfordê (mamosteyê matematîkê) û wî jî xwe dabû çîrokên zarokan. Dîsa jî derbarê Tolkien de divê ev agahî were destnîşankirin: ew katolîk e û ev oleke kêmar e (minority) li Îngilistanê û ew pir girêdayî vê olê ye.

Gîyan ji madeyê bi hêztir e

Zanîngeh û bawermend bi awayekî mayînde ketine bin tesîra tiştê ku wekî «Tevgera Oxfordê» hat binavkirin. Ev tevger li derdora oldarê anglîkan John Henry Newman (1801-1890), ku wê paşî bi dengevaneke mezin veguhere katolîkîyê, pêk hat. Hizirînên wî yên li ser dîyarîya ji bo xwe, rola xweber-zanîna di bawerîyê de wê bibin zemîna rapirsînên gelek xiristîyanan bi taybetî jî yên brîtanî. Ew ji alîyê Léon XIII ve wekî kardînal tê tayînkirin. Léon XIII ku nameya wî Rerum Novarum (1891) ya ji alîyê Pîyus XI (1922-1939) ve wextê wê tê dirêjkirin, helwesta Dêra Katolîk a derbarê kar de jî pênase dike: desteka ji bo sendîkavanîyê lê belê dijberîya sosyalîzmê, pêşnîyara yekîneya malbatî wekî modela rêxistinkirina civakê. Ev têgihiştin wê teorîya aborî, dîstrîbutîzmê bi gewde bike: alîgir ji bo malûmilkê taybet lê ji yên aîdê şexsan bêhtir, yên li ser navê koman qeydkirî û têkildarî erd û amûran jî vegera li loncayan diparêze û bankayan red dike (eger ne mutualîst bin), civata cotyaran û zeneetkaran, li gel malbata wekî yekîneya civakî ya esasî dertîne pêş li ser bingeha redkirina her cure sîyaseta tundrew.

Tolkien wê hesas be ji bo ramana vê tevgera girêdayî bi bawerîya ku gîyan ji madeyê bihêztir e û herweha hişkehişk girêdayî fikrê dijdewletîyê ye. Lê belê ew herweha kete bin tesîra gerdûna mezin a William Morris (1834-1896) (3), resam û romannivîs, îlhamgirê ji Serdemeke Navîna îdeal, wergêrê sagayên [destan] îzlandî, çalakgerê vegera zeneetkarîya ku xweşikîyê pêşkêşî herkesî dike. Morris, hevsazkarê Lîga Sosyalîst li gel Eleanor Marx, pêşengê venûkirina hunerên pêkhatî, di heman demê de nivîskarê yek ji romanên pêşî yên wekî «fantazî» wê bihata binavkirin, Çavkanîya li Dawîya Cîhanê… 

Hizirînên olî û hesasîyeta ji bo hêmanên mîtolojîk, li Serdemeke Navîn a efsaneyî, li vir e tiştê dişibe komeke dostan, Inklingên ku ji salên 1930 heta 1940î, ji bo tiştên nivîsandine ji hev re bixwînin û guftûgo bikin wê li kafeyeke li Oxfordê werin cem hev. Di nava wan de Tolkien, Clive Staples Lewis û Charles Williams jî hene. Profesorê li Oxfordê, Lewis anglîkan e û beşa berhema wî ya têkildarî lêborînxwazîya xiristîyanî hê jî li Qralîyeta Yekbûyî navdar e. Lê belê ew bi taybetî bi rêzenivîsên Narnia (1950-1956), pirtûkên ji bo zarokan bi navûdeng e. Jîyana sewalan, sihêrbazî û hwd ji bo şerekî mezin ê Başî û Xirabîyê mijarên van pirtûkan in.

Endamê ji bo demeke kin ê Xaça-Pembe, ê anglîkan ew jî, Williams pêşengîya mezhebeke xiristîyan dike. Ev mezheba wekî «hevalên hevmîrateyê» tê binavkirin (bi awayekî nepayî, li nava rêzefîlma brîtanî Rapirsînên Morsê li Oxfordê derbas dibe). Ew bi taybetî romaneke fantastîk, Şerê Graal (Qada şîlo, 1990) dinivîse. Roman bi naveroka xwe ya têkildarî pêşengîya sipîyan li dijî sihêrbazên reş berhemeke serkevtî ye…Inklîng hejmarek bawermend, alim, kesên bi coş in û hemû hewl didin qeydîya «muhteşem» bijînin, tam li gorî hestîyarkirina beramberî raz û siran û lutûfê. Ji bo ragihandina peyameke xiristîyanî li cîhaneke ji xiristîyanîyê dûrketî.

Ev mijarên bi coş, ev bawerî û ev guftugo ne, yên Mîrê Gustîlkan zindî dikin. Trîolojî, çênedibû ku tenê ji yek rûyê van tezan pêk bihata. Lê belê ew dibe neynika estetîk û komeke nirxên ku bergeheke cîhana sîyasî û rûhî pêşkêş dikin. Bi awayekî pir wêneyî em çîrokê bibîr bixin: Mîrê Tarîtîyan gustîlka yekane, amûra desthilatîya mutleq, ku ew ê pê hertiştî daxe rewşa koletîyê, afirand. Lê belê ew êdî bêgustîlk e. Hobbîtek, kesê gustîl lê hatîye spartin, mîsyona wî ew e ku ji bo rûxandinê gustîlê bavêje devera ku lê hatibû çêkirin. Li gel hevalbendên cihêreng, Biratîya Gustîlkê, ew ê bikeve nava lêgerîna xwegihandina armanca xwe, li nava xetereyên bêhejmar, ku yek tenê jî ji wan ne cazîbeya Gustîlkê ye. Armanc pêk tê û qralekî bi cazîbe wê ji nû ve bigihîje qralîyeta xwe…

Gerdûna vegera-gundewarîya xwetêrker

Şerê li dijî gîyana Xirabîyê û çîroka destpêkî ya lêgerîneke gîyanî, êşên wijdanî û rêzgirîya ji bo serhişkîya hêza evîna ku dikare berjewendîya ezezî ya li cem fanîyan têk bibe (eynî çawa ew xwezayê bênavber zindî dike), «Mîrê Gustîlkan, wekî ku Tolkien ji dostekî xwe yê jesuît [cîzvît: terîqateke xiristiyanîyê] re dinivîse, bêguman berhemeke di bingeha xwe de olî û katolîk e. Bi awayekî bêhişmendî di destpêkê de, dû re jî bi hişmendî gava ku ji nû ve ez li ser xebitîm».

Lê belê, bi hêzeke afirîner, bi kêf, ku derfetê didê ku xwe ji alegorîyeke rasterast dûr bixe, Tolkien di heman demê de tiştê wekî bîrbirineke îdeal a cîhana xwe, pêk tîne. Ew tişt ê xelkê lîderê li pey lêgerînê, li pey Hobbîtan «mirovên biçûk» an jî nîv-mirovan e, rastîyeke mirovî ya mutewazî, bi coş, a ji her hikûmetekê bêpar, hurmetgir tenê bi awayekî xweber ji bo rêzikên berê yên neguherî, xwe wekî cewhera hêzên nîzamê, eger ne yên sînoran bin jî, dibîne. Personajên [karakterên] ku wê kêm zêde paşê bi fantazîyê çav li wan were kirin û bên kopîkirin. Ev cîhan, a pir «veguherîye çavê navîn», sêhrê qebûl dike, lê belê haya wê ji pêşketina ramanê, teknolojîyê û hesta dîrokê tune. Li dûrtirî «kanên tarî yên hesin» ên Împeratorîya Xirabîyê karakterîze dikin, zeneetkar û gundî bextîyar dijîn, ji bo çêkirina xwarinên xweş û çîrokên xweş pir jêhatî ne, «van» ên ku «hertim bi hejmartin û pîvandinê re» mijûl in red dikin. Jixwe, lehengê birra yê çîrokê jî baxçevanek e...

Ev modela civakê ya xweparastî, pîvandî, raberdayî nav hişê xwe û cîhana niştimanî, feodal lê bêyî şaşî, xemxurê tenê hinek zewqên jîyanê, lê belê baldar ji bo her tiştê hêşîn dibe û fêkîyan digire, hate silavkirin ji alîyê protestovanên salên 1960î ve û dijberî tevgera civakî ya îtalîyan (MSI) ya neofaşîst, ku di navbera 1977 û 1981ê de «kampên hobbits» saz dikirin. Trîolojî îro pir hêja ye li ber dilê gelek xwendevanên xwedî hestîyarîya hawîrparêz. Ev bêrîkirina ji bo gerdûneke vegera-gundewarîya xwetêrker, nebawer ji teknolojîyê, windakirina danûstandina bi rastîyên xwezayê re, muhtemelen ne amade ye vemire, piştî krîza tendirust a niha. Wê baş bûya ku bihata bîra mirov ku Biratîya Gustîlkê, di têkoşîna xwe ya bêhempa ya li dijî hêzên mirinê de, qiralek ji nû ve bi serûber kir.

____________

(1) Le Point Pop, hejmara-taybet «Mîrê Gustîlkan», Paris, 2018.

(2) Sê cildên wê dikarin bên peydakirin, li weşanên Christian Bourgois.

(3) Nivîsa Marion Leclair, «Estetê şoreşger» bixwîne, Le Monde diplomatique, kanûna paşî, 2017.

Wergera ji fransî: Baran Nebar