Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYA'yê re

AMERÎKA, BAŞÛR Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Translator

Di nava çend salan de tevgera kurdî ya neteweyî li bin guhê du şikestên mezin ket. Di çirîya pêşî a 2017an de Yekîneyên Seferberîya Gel (El-Heşd El-Şa’bî) yên ku Îranê ew perwerde kirine û efserên Îranî wan bi rê ve dibin ketin % 51ê erdên Herêma Kurdan (HK) ya ku kurd doza wê dikin. Armanca hikûmeta Heyder El-Ebadî ew bû ku referandûma îlona 2017an revîze bike; di referandûmê de % 93ê kesên çûn ser sindoqan ji bo serxwebûna HKyê dengê xwe dabûn. Berîya wê hikûmeta Bexdadê hin tedbîr girtin bi armanca ku bike kurd çong li ber wê daynin erdê. Wekî tê zanîn di nava van tedbîran de blokaja rêyên hewayî ji û ber bi balefirgehên kurdan li Hewlêr û Silêmnîyê ve; girtina derîyên sînor ên bi Tirkîye û Îranê re jî hebûn. Bi rengekî ku bi van tedbîran re li hev bike, Tirkîye û Îranê ambargoyek danî ser HKyê. Jixwe têkilîyên di navbera Bexdad û Hewlêrê de di krîzeke kûr de bûn. El-Malikî lihevkirina li ser dana budceya Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê (KRG) betal kir. Bicihkirina artêşekê, ya Fermandarîya Hêzên Dîcle (Qîdayet Quwat Dîcle) ya nûdamezrandî di navbera 2012 û 2014an de ji bo zextkirina li kurdan bû da ku ew dev ji doza xwe ya bicihanîna xala 140î ya Destûra Bingehîn a Iraqê berdin û herweha ji bo ku nehêlin kurd nefta xwe di ser lûleyên petrolê yên Tirk re îxrac bikin. Şikestina HKyê dîlemayên jeopolîtîk û lawazîyên strukturel ên hêzên sîyasî yên kurd ên Iraqî û şaşhesabkirina wan a bi tehlûke ya beramberî aktorên herêmî û navneteweyî nexasim jî ya hikûmeta DYAyê ku wekî hevgirên kurdan qebûl dibûn, eşkere nîşan da.

Şikesta duyem Herêma Rojava xwar ya ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) û hevgirên wê, ew wekî herêmeke xweser ragihandîye. Ev herêm di peywend û sedemîtîyeke dîyar û hişk a bi Bihara Erebî de bû piştî destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyeyê ji dawîya sala 2011an û pê ve. Bi rengekî ku neşibe rewşa li HKyê, ji bo kurdan û hevgirên wan ên ji nav refên kom û şênîyên Rojava yên etnîk û dînî yên ereb, xirîstîyan û yên din dihatin, aktorekî tenê hebû ku bêbawerî û bi neyarî bûyerên li herêmên kurd li wan dimînin, dişopand; ew aktor jî Tirkîye bû. Ya ber dilê Tirkîyeyê ew bû ku DAIŞa ku ji 2014an ve êrişî herêmên di bin tesîra Rojava de dike, karibûya zora hêzên eskerî yên Kurd YPGê (Yekîneyên Parastina Gel) bibira û nîzama sîyasî ya bi rêveberîya PYDê ava bûbû, bi dawî bihata. Tirkîyeyê çi heq û çi neheq bi rik û israr propagandaya wê yekê dikir ku PYD, YPG û rêxistinên nêzî wê di bin teftîş û çavdêrîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ne. Tirkîyeyê dixwest bi vî awayî bi awira xwe bûyera terorîzmê heta bigihîne PYD û YPGê û berfireh bike. Ji ber ku PKK ji ber tawana terorîzmê li dinya rojava qedexekirî ye, Tirkîyeyê dixwest bike ku rêxistinên li Rojava çalak û di warê îdeolojîk de nêzî PKKê jî wekî komên terorîst bên dîtin. Çawa tê zanîn DYA û endamên rojavayî yên Koalîsyona li dijî DAIŞê, êdî dest pê kir yekser yan jî ne yekser destekê bidin YPGê; nexasim jî piştî şerê lehengî yê li Kobanî yê YPGê li dijî cîhadîyên DAIŞê.

Tirkîyeyê bi awayekî birêkûpêk û israr wekî armanc dabû ber xwe ku bi dagirkerîyê dawîyê li Herêma Rojava bîne. Wan destpêka 2019an herêma Efrînê dagir kir û piştre bi kirineke ne şefaf a tirk-amerîkî herêma Rojava ya ji Til Ebyedê heta bi Serêkanîyê dagir kirin. Armanc ew bû ku ji deverên dagirkirî YPGê bikin der û cîhadîyên ereb û sûrîyeyî li wan deran bi cih bikin. Ev bi temamî dijberê wê armanca Obama û Trump ragihandî ya lawazkirina DAIŞê û cîhadîyên din ên tundraw bû û hîna jî wisa ye. Recep Tayyip Erdogan tu carî armanca xwe ya avakirina herêmeke parastinê ya li ser sînor û berdana bi dest cîhadîyan a wê herêmê xef nekir, veneşart. Çirîya pêşîn a 2019an plan heta bi astekê çû serî. YPGê yekîneyên xwe ji sêgoşeya di navbera Hesekê, Qamişlo û sînorê Iraqê û ji başûr heta bi Feratê vekişandin.

Ya ku zêde balê dibe ser xwe ew e ku DYAyê di her du çirîyên pêşî yên reş ên kurdan de di sala 2017 û 2019an de hîç xwedî li kurdan derneket. Para wan jî têde hebû ku stratejîyeke Roll-Back [şikandina dijber a eskerî] a hêzên herêmî, nexasim jî ya Îran û Tirkîyeyê, bi wan re jî hêzên hevgirên wan ên dînî û cîhadî ve dest pê bike û biçe serî.

Ji bilî şaşîyên taktîk û nirxandinên şaş ên rêveberîyên kurd di her du rewşan de, hevgirîya bi DYAyê re bê alternatîf bû. Li Kurdistana Iraqê, hêza ku piştî şerê yekê yê Kendavê wekî hêza sîyasî û eskerî herêma ewle kêm û zêde biîstîqrar girt, DYA bû. Wê zor kir li Kurdên şerê hev di salên „birakujîyê“ de ji 1994an heta 1997an kirin, da ku aştîyê bikin. Rayedarên payebilind ên amerîkî û li pêşîya hemûyan jî Madeline Albright navbeynkarî kir da ku her du partîyên mezin ên Kurd PDK û YNK ber bi lihevkirinê ve daf bidin. Kurdan jî di vê hevgirtina nefermî ya bi DYAyê re ya ketî ser milê xwe bi cih anî. Kurd di nava mixalefeta iraqî de hêzeke girîng a sîyasî û eskerî bûn. Sala 2003an kurdan hevgirîya DYAyê kir, lê endama NATOyê Tirkîyeyê li eskerên DYAyê qedexe kir ku di şerê li dijî rejîma Sedam Huseyin de erda Tirkîyeyê bi kar bînin.

Di çarçoveya stratejîya Avakirina Netewe ya DYAyê dayî destpêkirin de kurdan ji ya ku wan hêvî dikir kêmtir tişt bi dest anîn. Erê, destûra bingehîn a 2005an parêzgehên kurdan Hewlêr, Silêmanî û Dihok wekî herêmeke federe nas kir; lê belê rewşa kurdên li derveyî HKyê nehat zelalkirin. Di xala 140î ya destûra bingehîn a Iraqê de bicihanîna qaydeyekê heta sala 2007an hatibû pêşdîtin, lê belê sîyasetvanên şîî yên ku dewlet bi rê ve dibirin (yên wekî Ibrahîm El-Caferî û El-Malikî û paşê El- Ebadî), ti pêdivîya bicihanîna vê xala 140î nedidîtin. Wan pişka xwe diavêt ser faktora demê, da ku pirsgirêkê bê çareserî biawiqînin. DYAyê wekî hêza hikimran li Iraqê tiştek nekir ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Di vê de roleke girîng a sê faktoran hebû.

A- Pirsgirêka terorîzma cîhadîyên sunî gelek enerjî û angajmana DYAyê li xwe serf dikir. Bi ser de jî Muqteda El-Sadr û artêşa wî ya Mehdî ya şîî hatin û rewşa li Iraqê her çû bêhtir bêîstîqrar kirin.

B- DYAyê bêhtir Iraqeke navendî ya xurt dixwest. Fikra federalîzmê ilehî ne daxwaza wan bû. Ew, berdêla didan kurdan bû ji bo ew di nava dewleta Iraqê de bimînin.

C- DYAyê bawer dikir ku beramberî helwêsta dijminane ya dewletên cîran li dijî doza azadîyê ya kurdan, ji bilî dewamkirina hevgirtina bi DYAyê re tu rê û hilbijartineke din li ber kurdan nîne.

Lê belê bi demê re pirsgirêkên kurdan bi Bexdadê û deshilatdarên şîî re mezintir bûn. Bi vî awayî sala 2010î DYAyê zexteke mezin kir li kurdan da ku ew destekê bidin Nûrî El-Malikî ji bo ku dewreke din wekî serokwezîr karibe bê hilbijartin. DYAyê demeke dirêj bawer dikir ku Iraqeke biîstîqrar divê armanca wê ya sereke be, da ku karibe eskerên xwe ji welêt vekişîne. Gava ku Obama di 2009an de bû serokê DYAyê, wî vekişîna eskeran ji Iraqê bi leztir kir. Berdêla vê jî zêdebûna bandora Îranê û pê re jî ya wan sîyasetvanên şîî bû ku hevgirê Îranê bûn. Nûrî El-Malikî ne ku tenê rêveberekî otorîter bû yê ku eşkere federalîzm red dikir, lê belê ew zilamê xurt ê Îranê û bavê manewî yê gendelîyê jî bû. DYAyê ji bo ku dewleta sala 2003an ji hev de ket ji nû ve ava bike, hema hema tu tişt nekir, lê wan desthilateke berê wê gelekî xurt bi mezheban hatibû dîyarkirin, ava kir.

Ew rastîya ku cîhadîyên DAIŞê karîn di nava çend rojan de ji sê beşan yekê erda Iraqê tevî bajarê mezin Mûsilê havîna 2014an zeft bikin, lawazîya Iraqa nû nîşan da. Du mehan kurd û pêşmerge bûn armanca êrişên cîhadîyan. DYAyê, artêşa Iraqê bi sîlehên modern bigurçûpêç kir, lê pêşmergeyan ji hevgirê xwe yê qaşo DYAyê sîleh wernegirtin. Bi sîlehên sivik divîyabû pêşmerge bajarên Kurdan li dijî wan cîhadîyan biparêzin, yên ku bi sîlehên ji artêşa Iraqê hatibûn bidestxistin, berê xwe dabûn Kurdistanê û ber pê ve dihatin.

Sala 2014an, piştî ku cîhadîyên DAIŞê bajarê Mûsilê dagir kir, û sîstema bergirîyê ya Iraqê ya bi sîlehên modern gurçûpêçkirî lê moralê wê kêm ji hev de ket, serokê HKyê hizirî ku wext e mirov referandûmekê ji bo serxwebûna Kurdistanê bike. Barzanî mafdar bû gava wî dîyar kir ku dewleta Iraqê ya hema hema 100 salan piştî damezrandina xwe ya bi destê brîtanîyan hîna dewleteke qels e û êdî wext e ku kurd ji vê projeya bibinketî xwe qut bikin. Rêveberîya DYAyê di şexsê John Kerry de ji nû ve zext li kurdan kir da ku vê gava xwe bipaşve bixin. Lê gava ku sala 2017an DAIŞ hat şikandin, pirsa referandûmê di nava raya giştî ya kurd de ji nû ve hat minaqeşekirin.

Di tebaxa 2017an de serokê HKyê Mesûd Barzanî ragihand ku ew ê tedbîrên hiqûqî û yên sazûmanî bigire da ku referandûma li ser siberoja HKyê organîze bike. DYAyê ev fikr red kir. Gava ku dema referandûmê (26 Îlon 2017) nêzîk bû, dîplomatên li Iraqê çalak, nexasim sefîr Douglas Silliman û “Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê ji bo Koalîsyona Global a li dijî DAIŞê” Brett McGurk çalakbûneke wan a darîçav ji bo ku referandûmê asteng bikin, xwe da der. Li pişta vê yekê mulaheza û mitaleyên têgehî û taktîk hebûn. Silliman wisa difikirî ku Heyder El-Ebadî ne ilehî li pey xurtkirina bandora Îranê li Iraqê ye. Le belê ev jî bi tenê qebûleke zelûl bû. Di dema desthilata El-Ebadî de Seferberîya Gel a alîgirê Îranê çêbûn. El-Ebadî yê ku pişta karîgerbûna walîyên Îranê û xasma ya Qasim Suleymanî girt û jixwe wî ev mimkin jî kir. Wekî din ew ne sirek bû ku pir bi dilê El-Ebadî bû ku statuya taybet a HKyê bi dawî bike. Têkilîyên Silliman yên xurt û samîmî yên bi serekê milîsên Bedr, Hadî El-Emîrî re wekî rûnê ser kezebê bûn ji bo helwêsta wî ya alîgirê şîîyan û ne ilehî dijîranî. Ev têkilîya samîmî bi rêya sefîrê Brîtanyayê Baker pêk hatin. Wî bi awayekî zelal roleke xurt a Îranê li Iraqê wekî faktoreke îsqîrarê didît. Paşê serokê DYAyê Trump, El-Emîrî wekî terorîst ragihand. McGurk bi rola dijberê bi israr û hişk ê referandûmê rabû.

Muhtemel e ku li pişt nameya nefermî ya wezîrê karê derve yê DYAyê Rex Tillerson ji serokê HKyê Mesûd Barzanî re jî ew hebû. Di vê nivîsê de ew rica dike referandûm ji bo çend salan bê bipaşvexistin. Heger têkilîyên Bexda û Hewlêrê hingê jî ber bi başbûnê ve neçin, hingê kurd wê karibin referandûmê dîsa li dar bixin. Hingê, dema serokê Kurd ji dîplomatên Amerîkî pirsî, ka gelo hingê DYA wê piştgirîya encama referandûmê bike yan na, wan nexwest vî şertê ji bo bipaşvexistina referandûmê erê bikin.

Gava cîhadîyên şîî yên Seferberîya Gel tevî tankên Abraham ên Emerîkî bi fermana efserên pasdarên Îranê bi ser herêmên kurd de girtin, Silliman, Tillerson û serokê wan Donald Trump hema welê hîç reaksîyon nîşan neda. Ya xuya ew bû ku DYAyê dixwest yekane hevgirê xwe li Iraqê yanî kurdan bîne ser rê û disîplîne bike ji bo ku serokwezîr El-Ebadî xurt bike. Kurdan bêhtirê nîvê erda xwe ji dest da. Faktora kurd li Iraqê hat lawazkirin. DYA li pey wê xeyal û îlûzyona xwe çûn, ya ku li gorî wê El-Ebadî, hevalekî Suleymanîyê paşê wê bihata kuştin, wê bandora Îranê kêm bike. Piştî hilbijartinên Iraqê yên 2018an, Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Mike Pompeo ji “hevgirên” kurd re wekî ku maqûl be pêşnîyaz kir ku ew destekê bidin namzetîya ji bo erka serokwezîrtîyê ya El-Ebadî. Prosedureke dûrî aqilan, Yê ku şer li dijî HKyê ragihand El-Ebadî bû, dîsa ew bû yê ku li şûna peyva Kurdistanê peyva ku kurd red dikin, Bakurê Iraqê danî.

Çirîya pêşî ya duyem ya reş (ya 2019an) encama lîstikeke sîyasî ya neşefaf bû ya ku serokê amerîkî Donald Trump jî beşdarî wê bû. Ji destpêka fermî ya têkilîya DYAyê bi YPGya kurd û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) re mesele hevkarîya di şerê li dijî DAIŞê de bû. DYAyê nedixwest bi destpêka çalakîya eskerî ya Koalîsyona Global di sala 2014an de eskerên xwe li Surîyeyê li ser zemîn wezîfedar bike. Heger wan tenê êrişên hewayî bikira, muhtemel e ku îro jî DAIŞ li Surîyê hebûya, û li paytexta xwe Reqayê hazir û desthilat bûya.

Ji ber wê yekê DYAyê erênî pêşwazî kir gava ku YPGê û paşê hêzên eskerî yên QSDê rola pîyadeyên Koalîsyona Global a li dijî DAIŞê girte ser xwe. QSD eskerî bi lez bi pêş ket û jê hat sala 2017an Reqayê ji DAIŞê paqij kir. Û piştre heta bi Dêra Zorê jî bi pêş ket. DAIŞ di pratîkê de di şer de têkçûbû. Pirsgirêka sereke ya di hevkarîya QSD û DYAyê de tirsa dewleta Tirk bû ku her û her gazin dikirin ji wê yekê ku YPG, QSD û yên din rêxistinên terorîst in. Ji ber vê yekê tu carî hevgirîyeke sîyasî di navbera QSD û DYAyê de çênebû. Çi kêm û çi zêde, ya heyî hevgirtineke li meydana şer bû li dijî DAIŞê. Rayedarekî fermî yê DYAyê xebero ev girêdana hanê weha terîf kiribû:

“Em YPGê wekî hevgirekî DYAyê nabînin. Hevgirê me Tirkîye ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji destpêkê ve zelal nîşan dan ku operasyonên me yên eskerî yên bi YPGê re demkî ne û armanca wan şerê li dijî Dewleta Îslamî ye.“ (1)

Ev têkilî ne hevgirtineke sîyasî bûn û ev dîyar û zelal bû gava ku Tirkîyeyê destpêka 2018an herêma kurd Efrîn dagir kir. DYAyê hema bi lez û kurtî got, Efrîn li derveyî hevkarîya bi QSDê re ye. Tesbîteke zelal bû ji bo wê yekê ku DYA naxwaze QSD bêhtir bi pêş keve û desthilata xwe ya de facto li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê berfireh bike. Helbet ev daxuyanî di warê exlaqî de ne aqilane ye. DYA bi QSDê û di pratîkê de bi kurdan re gelekî bi awayekî oportunîst miamele kir. Niha ew pirs li meydanê ye, çima DYAyê li dijî Erdogan ya xwe bikin yan jî nexwestin bikin. Ji destpêka têkilîdanînê û vir ve DYAyê hewl da bikaranîna qubale ya binavkirina terorîzmê ya Tirkîyeyê di miameleya bi YPGê re red bike. DYAyê hizra xwe wisa îfade dikir ku PYD û YPG rêxistinên cihê ne. Vê argumentasyona hanê ya qels nekarî Tirkîyeyê qaneh bike. Herçî DYAyê wê li alîyê xwe nedixwest bi Tirkîyeyê re bikeve îxtîlafeke sîyasî. Loma Tirkîyeyê ti carî nekarî piştrast bike ku QSDê yan jî YPGê careke tenê jî çalakîyên eskerî li dijî Tirkîyê kiribin. Herçî ew e ku Tirkîye dixwaze îdîayên xwe bisipêre xala 151an ya Peymana Neteweyên Yekbûyî, li ser hîmekî ne saxlem hatîye danîn. Tu êrişkarîya QSDê li dijî Komara Tirkîyeyê çênebûye. Ew kulta şexs a ku PYD û YPG li dora Rêberê PKKê ava dikin, nikare wekî êrişkarîyê bê dîtin.

Ji dagirkirina Efrînê û vir ve, Erdogan li pey hev gelek caran û tim û daîm zelal nîşan da ku armanca wî ew e herêma sînor li alîyê Sûrîyê, yanî herêma ku xelkê kurd lê dimîne, dagir bike. Dawîya 2019an Erdogan zext li DYAyê kir da ku vê plana Tirkîyeyê erê bike. Loma qederê 5000 eskerên DYAyê li vê herêma behsa wê tê kirin, hebûn û ew gelekî ji nêz ve bi hêzên eskerî yên QSDê re dixebitîn. DYA ji 2015an ve pêşî YPG û paşê QSD çekdar kir. Serok Trump pêşî hişk reaksîyon nîşan da û gef li Tirkîyeyê xwarin bi wê yekê ku ew dikare zirarên gelekî mezin bide aborîya Tirkîyeyê, heger ew herêma QSDê dagir bike. Lê gelek neket neqebê, ew çû ser fikra kirina dewrîyeyên hevpar ên bi eskerên Tirk re li wê herêmê. Tişta qewimî ew bû ku Trump hêzên eskerî yên QSDê di şerê li dijî cîhadîyên îslamî yên Tirkîyeyê ji bo vê armancê perwerde kiribûn, tenê hiştin. Hinek endamên Senatoya Emerîkayê xîyaneta Trump protesto kir. Herweha çapemenîyê jî xeta çeprast a ecêb a Donald Trump ê ku xîyanet kirîye, li hevgirekî di şerê li dijî DAIŞê de bi awayekî hişk rexne kir.

Ya rastî, tu plana DYAyê nebû ji bo dema piştî bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê. Ji ber ku têkilî eskerî bû, çawa ku piştî “serketina” li dijî DAIŞê Trump da zanîn, tu sedem yan jî bingeha ji bo têkilîya DYAyê bi QSDê re nema.

DYAyê bi du aktorên kurd re têkilî danîn ku wan yan ji ber sedemên sîyasî xwestin bi rengekî silbûyî dewam bikin (HK), yan jî ji ber sedemên oportunîst bi carekê xwestin wê têkilîyê bi dawî bikin (Rojava/QSD). Helbet, ev çerxkirina hanê dikare wekî xîyanetê bê nirxandin, (2) lê belê ew ji xisleta peywendîyên taybet ên bi aktorên di hiqûqa navneteweyî de nayên naskirin e. Ji ber vê yekê tu carî sîyaseteke ji bo kurdan a Amerîkayê ya ku xwedîyê xetên xwe yên strukturel û sazîyên xwe be, çawa ku di navbera dewletên hikimran de hene, çênebûye. Tevî ku nûnerîyeke DYAyê li Hewlêrê heye, ew beşek ji nûnerîya dîplomatîk a emerîkî ye li Komara Iraqê.

Têkilîyeke di navbera entîteyekê û zirhêzekê de têkilîyeke welê ye ku zirhêz kengî bixwaze wê têkilîyê dikare bi dawî bike. Têkilîya DYAyê bi HKyê re qismî xwe disipêre pêdivîya her du alîyan ku bibin hevgirên hev ên sîyasî. Kurdên Iraqê gelek dehsalan hêzeke sîyasî ya girîng bûn li Iraqê. Lê belê kurdên Sûrîyeyê ne xwedîyê nirxekî bi vî rengî yê sîyasî bûn. Gava ku PYDê de facto desthilat kontrol kir, ew hêzeke kevîyê ma, ya ku girêdayî rêxistina sereke bû. Ji ber ku DYAyê PKK wekî Foreign Terrorist Fighters (Şervanên Terorîst ên Bîyanî-FTF) didît, wê nexwest sîyasî bibe hevgirê PYDê, nexasim ji ber ku PYD xwe wekî partîyeke Ocalanî dibîne. Vê rewşê têkilîya DYAyê bi hêza de facto ya li Kurdistana Sûrîyê re zehmet kir. Rewş li HKyê guhertî bû û hîna jî guhertî ye. Tevî krîzan jî DYA têkilîyên sîyasî bi HKyê û partîyên wê re datîne.

*Kursîya Mustafa Barzanî ya Lêkolînên Kurdî, Zanîngeha Erfurtê.

__________

(1) Phillipps, David L.: The Great Betrayal. How America Abandoned the Kurds and Lost the Middle East (Xîyaneta mezin. Çawa Amerîkayê kurd terikandin û Rojhilata Navîn ji dest da). London: T.B.Tauris 2019, rûpel 151.

(2) Phillipps, David L.: The Great Betrayal. How America Abandoned the Kurds and Lost the Middle East (Xîyaneta mezin. Çawa Amerîkayê kurd terikandin û Rojhilata Navîn ji dest da). London: T.B.Tauris 2019, herweha Bernard-Henry Levy: The Empire and the Five Kings: America‘s Abdication and the Fate oft the World (Împaretorî û pênc melik: Vekişîna ji textê desthilatê ya Amerîkayê û çarenûsa dinyayê). New York:  Henry Holt & Company 2019.

Wergera ji almanî: Luqman Guldivê