Li Fasê, "wekî kêzikekê bi te re miamele dikin

Di navbera tûrîzm û projeyên mezin de, kuçeyên kor ên modêleke pêșketinê

Karbidestên Fasê yên ku tê gihîştin modêla aboriyê ya pêşketina wêlatî, bi taybetî jî di warê pêkanîna îmkanên kar de, negîhaştiye armancên xwe, li stratejiyeke nû difikirin. Fikirîneke kur
di çarçoveya pirbûna newekheviyan, derengmayînên wekî yên di warê tendirustiyê de ketibûn ser hev û domkirina protestoyên populer ên ji alî “hirak”a Rifê ve pêk dihatin mohra xwe lê dabûn dest pê kiribû

Translator

Li Fasê çi diqewime? Tu kes nikare bersiva vê pirsê bide.  Melik Mihemedê 6em jî nikare bersiva wê bide. Melik bi awayekî fermî dabû zanîn ku modela rejîma bavê wî Hesenê 2yê, yê ku di sala 1999an de jê re mîras ma, gihîştîye sînorên xwe.(1) Di erefa cejna tac û text de, di tîrmeha 2019an de, Mihemedê 6em ya dilê xwe careke din îfade kir: “heger lazim e mirov objektîf bifikire, divê mirov rapora erênî derbarê bipêşketin û bidestxistinên rejîmê de bi çavên rexnegir binirxîne, ji ber ku van bipêşketinan hîna têra xwe tesîr li ser tevahîya civakê nekirîye”. (2)

Ev modela em behsa wê dikin ya monarşîyeke gelekî bi hêz e ku bipêşketina aborîyeke ultralîberal misoger dike. Ji bo vê jî projeyên mezin yên li ser navê rêxistinên giştî yên dewletê tên meşandin, pêk tîne: wekî xeta trena bi lez (LGV) ya di navbera bajarên Casablanca û Tanger de, yan wekî herêma bazirganî û pîşesazîyê ya Lîmana Tanger Med, projeyên wekî Teatra Mihemedê 6em li Casablancayê, yan jî projeyên çêkirina otobanên nû... Rast e ku projeyên bi vî şiklî li alîyekî, navneteweyî gelekî hatin ecibandin û wan hişt ku Mihemedê 6em 20 salan  meliktîyê bike bêyî ku medya, medayayên fransî jî tê de, bi xirabî behsa wî bikin. Ji Parîsê heta nava bajarê Rabatê, herkes bi sempatî gavên vî  melikî (bê petrol) yên têkilîyên baş bi rêveberên bazirganîya Afrîkayê re danîye, dişopîne. Ew teyrek e ku ji destê wî hat bêyî zehmetî di nava meydana navneteweyî û nirxên wê de întegre bibe. Wekî nimûne, mirov dikare bîne ziman ku yek ji hilberînêrên sereke yên pîşesazîya erebeçêkirinê û balefirçêkirinê welatê wî bû. (3)

Lê belê li welatê Fasê, xeyal wekî avê diherike bin erdê û winda dibe. Av ji bo pêdivîyên tûrîzma girseyî û çandinîya zêdeyî hed tê bikaranîn û tê xilaskirin. Di minaqeşeyên li derdora  melik de tên kirin, xuya ye ku rexnekirina newekhev belavbûna dewlemendîyên welêt, şûna teorîya Trickle Down a lîberalîzmê girtîye [li gorî wê, dewlemendîya kesên herî zengîn bi şiklekî dîsa vedigere nava aborîya giştî, yan bi veberhênanê, yan jî bi rêya xerckirina pereyan; têbînîya wergêr]. Di raporên xwe yên dawî de, Dadgeha Muhasebatê, Bankaya Navendî û Konseya Aborî Civakî û Hawîrdorî (CESE) hemûyan bal bire ser pirsgirêkên bingehîn ên welêt.

Wisa xuya ye ku her tişt baş diçe: wekî ku hatî plankirin mezinbûna salane ya Nirxa Hilbêrinê ya Brut (NHB) ku ji bo sala 2020î wekî % 3.5 tê texmînkirin (4), buhayên ji bo metayên serfkarî û berxurîyê baş hatine kontrolkirin (% +0.6), hejmara bêkaran kêm bû û bû % 9.2 (di sala 2018an de % 9.8 bû). (5) Di dawîya çirîya pêşî ya 2020î de serokwezîr Saadeddine El-Othmani li ber pasteyekê harîqulade ku hejmara “53” li ser e disekinî û bi bişirînekê poz dida kamerayan. Li hemberî wî nûnerên navneteweyî (ji Almanya, Swîsre, ji Bankeya Dinyayê û yên din) hene. Ev hejmar rêza Fasê ya 2020î ye di nava rêza welatan de ku li gorî kapasîteya wan a “doing Business” –yan jî “jêhatîbûna welatan ya ticaretkirina bi hêsanî”– bi destê Bankeya Dinyayê her sal tê çêkirin.  Meliktîyeta Fasê di rêzê 7 derece bi pêş ve çûye. (6)

Lê belê tenê hindikahîyeke piçûk xwedîyê wê derfetê ye ku parçeyekî ji vê pasteyê bixwe. Wexta mirov behsa reqemên muhim bike, wekî faktorên rewşa civakekê dipîvin yan jî wekî asta bipêşketina insanî, rengê  Melikîyeta Mihemedê 6em diguhere: nîşanên Bipêşketina Însanî (NBI) ya di çarçoveya Bernameya Neteweyên Yekbûyî ji bo Bipêşketinê (BNYB) bi awayekî eşkere nîşan didin ku: di sala 2019an (7) de, di nava kategorîya “Bipêşketina insanî ya navîn” de, welat di rêza 121ê de ye. Yanî gelekî piştî herdu welatên cîran Cezaîr (ku di rêza 82an de ye) û Tûnis (ku di rêza 97an de ye) tê; ev herdu welatên din di nava welatên kategorîya “Bipêşketina insanî ya bilind” de cih digirin. Ev yek jî elîta fasî ku timî pesnê melikîyeta xwe dide û di heman demê de gazinan ji rewşên arîşeyî yên cîranên xwe dike, têra xwe aciz dike.

 

Welat di warê perwerdeyê de dereng dimîne

Ev rêza 121ê rastîyeke gelekî berbiçav nîşan dide. Pisporê bipêşketina herêmî yê ku bi hikûmeta heyî re kar dike, hikûmeta ku Partîya Edelet û Bipêşketinê (PEB ku îslamîst e) wê bi rê ve dibe, Taïeb Aisse rewşê weha rave dike: “% 10ê welatîyan di rewşa xizanîya zêde yan jî mutleq de ne. Yanî tu tişta van insanên ez behsa wan dikim, nîne, tu hatinîyeke wan nîne. Ev rewşeke gelekî xeter e!” Ji xeynî vê xizanîya mutleq, çîna navîn jî mexdûrê vê ferqa zêde mezin a di navbera wê tişta li Fasê mirov jê re dibêjin “vîtrîn” û rastîya welêt de ye.

Gava mirov li bakurê welêt digere, ev vîtrîna hanê baş darîçav e. Gara Casa Voyageurs bi qasî ya Rabat û Tangerê rohnî ye. Lê belê, ji pencereyên TGVyê –a ku sê par ji çaran dagirtî ye– ya ku di ber behrê re saetê 314 kîlometreyan dilezîne, ji deqîqeyên pêşî û pê ve em erdên fireh ên qûmî dibînin ku qismî deverên bi xanîkên ji teneke, birîket yan jî ji betonê şên li ser in. Rayedaran kevîyên bajaran ên ji kolîtan ên êdî bûbûn sembol, vala kirin, wekî Sidi Moumen, ew quncika feqîrîyê li kevîya Casablancayê ya ku terorîstên êrişên sala 2003yan dihewandin. Pêre pêre şênîyên wê li deverên din hatin bicihkirin; di nava sîteyên bi dehan avahîyên wekî hev ên herî zêde pêncqatî de. Li wir ne binesazî hebû û ne jî derfetên veguheztinê. Ev bajarên bi lez hatî avakirin, tercîhên Fransayê di nîvê salên 1950-1960î de tîne bîra mirovan, hingê banlîyoyên wê hew careke din hatin ser hemdê xwe. Li vir mirov feqîrîyê tune nake: cihê feqîrîyê tê guhertin, ew ji navenda bajaran û ji mêvanên bîyanî tên dûrkirin.

Xeteke TGV / trêna bilez ya ku bûbû problem

Rêya ji bo gera peyayan a Tangerê par temam bû, ew di ber plajê re dirêj dibe. Wê meyxaneyên kevin dan alî, bera wan temaşekerên serxweş û tacirên gelek cureyên narkotîkê û hişbiran da. Bi şev, sûrên rohnîkirî yên bi navenda bajêr ve derfeta nihêrîneke yekane ya li tengava Cebelî Tariqê didin mirovî. Lê derdê xelkê li deverên din e. Mamosteyeke dibistaneke navîn a dewletê, li bajêr Samira T. ya 30 salî bi ofînekê dibêje, “Fas, hêsan e: Tiştekî mirov bike nîne, zehmetî li her derî ye, heta, ji bo ku mirov kaxezên herî kêm ên îdarî bistîne jî. Miameleya kêzikan bi mirovî re dikin.” Tecrûbeya wê ya şexsî paşvemayîna welêt a di yekê ji warên ku BNYB ji bo sinifandina xwe hesabê wê dike, nîşan dide: perwerde.

“Min çar salan li hawîrdoreke zehmet ders da, li Fnideqê, bajarekî gelekî muhafezekar e, gelek mêr ji vî bajarî çûn tevlî nav refên Rêxistina Dewleta Îslamî bibin. Gava ku ez li Tangerê wezîfedar bûm, min got qey wê jîyana min a rojane rehettir bibe. Lê nexêr, berevajîyê wê bû: ev bû destpêka bi rastî ya dojehê.” Jina ciwan bi anksîyolîtîkan hijdeh mehan ji ber depresyonekê hatîye dermankirin û hîna ew bi zor nû hatîye ser hemdê xwe. “Dîsa jî tax wilo zêde ne xizan bû. Hema hema tabletên hemû xwendekaran hene. Lê şertûmercên dersdayînê, ne yên ku mirov xwe li wan ragire bûn,” rave dike, ew jina wê roja hanê xwe hazir dikir dersa fransî bide sinifeke bi 49 xwendekaran! Û vê jî, ew ji bo 520 euroyan mûçeyê mehane dike. “Ez li gundekî wenda mezin bûm, gundekî ji her tiştî bêpar. Lê belê qet nebe li wê derê dibistana dewletê hebû, şansekî me hebû em jê derkevin. Îro roj, ast pir li jêr e.”

Malbatên ji wan tê, berê xwe didin dibistanên taybet, lê belê ew jî bi asta xwe bi qasî yên dewletê newekhev in. Gelek raporên hem ji nava Fasê û hem jî navneteweyî îşaret bi vê rewşa bi tehlûke kirine. Qenaeta encama lêkolîneke Revue internationale d’éducation de Sèvres (Kovara navneteweyî ya perwerdeyê ya Sevrê) ev e: “ji bo sîstema perwerdeyê ya fasî bi pêş keve û mîsyona xwe bi cih bîne, reformeke radîkal heyatî ye.” (8) Di çileya pêşî ya 2017an de gava ku serokê hikûmetê hîna nû hatibû destnîşankirin, El-Othmani behsa tevdîreke şokê kir: Dawîanîna li belaşbûna perwerdeya li zanîngehê. Tercîheke ku CESEyê erê nekir. Serokê wê Ahmed Réda Chami, kadroyê berê yê Microsoftê, kevnewezîrê pîşesazîyê ji 2007an heta 2012an, vê şiroveyê dike: “em dikin ku mirov du caran pereyan bidin: pêşî bi bacan, piştre jî em wan ber bi wê yekê ve daf didin ku biçin dibistanên taybet.” Lê serokwezîr vê tercîhê û encama wê ya dawîyê diparêze. Ew dibêje, “Me hejmara xwendekaran serê sinifekê gelekî kêm kir. Êdî em bêhtir, li dora 40î ne. Çil û neh xwendekar, ev êdî îstîsna ye. Bi awayekî giştî me ji 2004an ve xizanî nîvî bi nîvî kêm kir. Fas bi pêş dikeve!” Herçî Samira T. Xan e, êdî tenê xeyaleke wê heye, ew jî derketina ji welêt e. Ew hêvî dike, ji niha heta bi du salan, ew êdî li Kanadayê bi cih bibe, li devera ku ew “rûmeta [xwe] ji nû ve peyda bike”.

Pîvana duyem jî di sinifandina NBI de hatîye hesibandin: tendirustî. Othmane Boumaalif weha gazinên xwe dike, “Li Fasê mesele hêsan e: mirov divê tevahîya sîstemeke tendirustîyê ava bike.” Ev bijîşkê pratîsyen ê malê, ji nifşê milîtanên tevgera jê re “ya 20ê sibatê” dibêjin e; ev tevger sala 2011an li ser şopa serîrakirinên li Tûnis û Misrê derket holê. Ew serokê Anfass (“henase” bi erebî) a demokratîk e. Ev komeleyek e ku bi awayekî bi rêkûpêk agahîyan têbînîyan çêdike. “Pirsgirêk di avahîyê de ye, strukturel e: rêza me ya yekê ya bijîşkên malê ku muayene bikin û piştre berê nexweşan li gorî nexweşîya wan bidin alîyê lazim, nîne. Li Fasê, nexweş yan diçe cem bijîşkî, heger berîya şeş mehan qewlekî dayne, yan diçe navenda nexweşxaneyê ya zanîngehê [NNZ] heger hebe, yan jî diçe dîspanserê. Bi temamî kaos e û mirov gelek caran berê xwe didin xwedermankirinê.” Ka ew ji bo wan nexweşxaneyên nipûnû yên bi hevkarîya Dewletên Kendavê hatin avakirin, çi difikire? “Radibin çend nexweşxaneyên vîtrîn ava dikin, gelekî baş gurçûpêçkirî ne. Lê ji tu kesî nayê ku heqê wan bide! Li kêleka wê, li Fasê çoleke xalî ya dêwane mezin a tibî heye, ji ber ku gelek bijîşkên me yên pratîsyen koçî Almanyayê dikin, loma êdî dîplomayên wan li wir qebûl dibin.”

Mirov çawa vê neqeba di navbera daneyên makroaborî yên ku bêhtir ên pesndayînê ne, binesazîyên bi fors û difre û kêmasîyên ecêb mezin ên di xizmetên sereke yên dewletê de rave bike? Aborîzan Najib Akesbi yê ku hîna nû ji Dibistana Agronomîyê ya Rabatê teqawid bû, weha rave dike: “divê mirov peywendîya sîstema sîyasî û pirsgirêkên aborîyê bi hev re dayne. Gava ku sîstema sîyasî biryarê bide bernameyeke çêkirina otobanê li pêş bigire, tevî ku rêyên gundewaran, pîstên ku gundekî bi gundê din ve girê didin li her derî ji hev de dikevin, ev ne ew tercîh in ku dikarin bên dewamkirin. Beşa Fes-Oujda [bi pere] ya gelekî buha, tenê bi % 10ê kapasîteya xwe dixebite. Elaqeya tercîhên veberhênanê bi pêdivîyên xelkê re nîne.”

Nexwe, nebûna çavkanîyan sedema yekê ya bêtewazûnîya aborî pêk naîne. Aborîzan weha dewam dike: “rêjeyeke me ya baş a veberhênanê heye (% 32), lê belê ew hem têra xwe mezinbûna aborî ava nake û hem jî têra xwe îstîxdamê çênake. Çima? Berîya bi deh salan, puaneke mezinbûna aborîyê teqabulî 35 000 cihên îstîxdamê dikir. Îro roj, ev kêmtir ji 10  000î ye. Karên mezin, mirovan tenê ji bo demeke sînordarkirî dixin kar. Wekî din, % 70yê veberhênanê jî ji fonên dewletê pêk tê. Ev binketina yekê ya ‘modela bipêşketinê ya fasî’ ye.”

Di nava pêncî salan de yek ji biryarên rejîmê yên stratejîk ew bû ku di vê qumarê de her tiştî li ser aborîya bazarê û sektora taybet razîne ku dewlet bi berfirehî destekê didîyê; fikra li pey vê jî ew bû ku ev sektora taybet wê xwe xweber bike û bibe veberhênerê sereke. Ev tercîh binketineke patentkirî ye. Ji bilî ku kêm veberhênanê dike, sektora taybet tenê %10ê serjimara çalak dide xebitandin (ev jî 1.2 milyon kes in ji 12 milyonan, ji bo serjimareke bi temamî ya 36.6 milyon). Fenomeneke din a hêja ye em lê binihêrin: fenomena karkerên xeyalî ye. Di nava van 12 milyon kesên çalak de 2 milyon kesên qeydkirî hene ku mûçe wernagirin. Di nava vê kategorîyê de nexasim karkerên çandinîyê, karkerên li şirketên piçûk ên malbatê yan jî karkerên ciwan ên sinhetkar û dikandar hene.

Chami li alîyê xwe rave dike, “Me nekarî wê rêjeya mezinbûna aborîyê ya 6 ta 7 ji sedî bi dest bixin. Êdî ji me re mezinbûneke aborî ya bêhtir dewam bike ya ku zêdetir ji mirovan sûdê wergire, lazim e. Me zêde pere li ‘hardware’ [binesazîyê] razandin û me têra xwe pere li software [li vir bi maneya nirxêlêzêdekirî] ranezandin.” Ev metafora ku bi awira pêşî mirovan cezb dike, gava ku mirov dizane piranîya xizmetan li Başûr nînin, zû li sînorên xwe diqelibe. Li şûna ku tevî ku xetek di navbera Casablanca û Tangerê de heye mirov rabe ji bo TGVyekê xwe deyndar bike, ma ne çêtir e ku mirov [rêya hesinî ya] trênekê ji bo Agadîr çêke ku yek ji navendên sereke yên ji bo betlaneya ber perê behrê ye li welêt û cihêkî gihandinahev a girîng e ber bi herêmên li başûrtir ve ye.

Pirs serokwezîr şaşwazî dike, ew bi xwe kesekî ji Soussê ye, herêmeke li başûrrojavayê Fasê. Ew meseleyê weha rave dike: “gava ku ez hatim meqamê serokatîya hikûmetê, biryar ji mêj ve hatibû dayîn. Yanî ev ne karê min bû. Ez bi xwe dibêjim, ‘Bila TGV bimîne û em hewl bidin trênê ji bo Agadir ava bikin’”. Gelek ji hevwelatîyên wî wekî wî nafikirin. Ji bo Akesbi, “TGV ji bo welêt felaketek e”. Aborîzan bi bîr dixe ku di destpêkê de ji bo ku xeta leza zêde ya trênê LGVê kar bîne, buhayê bilêtan divê di navbera 80 ta 120 euroyî de be; ji bo çîna navîn a fasî ev gelekî zêde ye. Ji ber wê, dewlet bi awayekî sûnî buha kêm dike û buhayê sefereke di navbera Casablanca-Tangerê de 25 euro ye. Akesbi weha rave dike: “Ofîsa Neteweyî ya rêyên hesinî [ONRH] ferqa di navê de dide û bi vî awayî bîlançoya xwe ya negatîf xirabtir dike, bi wî rengî ku yên ku bacê didin wê neçar xwe bidin bin milê wê. Mesrefa ku gava em bilêtê dikirin em perê wê nadin, em ê bi bacên xwe bidin”.

Li meydana Jemaa-el-Fnaa, (9) ya ku bûyî îbadetgeha tûrîzmê ya sembolîk li Marakeşê, afîşeke pir mezin pesnê melik dide: “bîst salan avakirin” û “bipêşketina aborî”. Lê kêmtirî sêsed kîlometreyan dûrî wir peyarêyên jihevdeketî yên Agadirê (bi 400 000 şênî) bi bîr dixin ku her kesî sûd ji vê “bipêşketinê” wernegirtîye. Dîwarên ku dilopan dikin û zerbûyî yên termînala otobosan beramberî îhtîşama gara trênan a Marakeşê, dike ku mirov tercîhên aborî yên rejîmê bixe ber lêpirsînê. Avahîyên reng li wan nemayî yên li pey hev tên, navenda bajêr a bûyî xirbe. Wekî nîşana îhtîşama rojên bihurî li bajêr herî kêm sê qesrên melik hene; lê melik ê ku bakurê welêt û derveyî welêt tercîh dike, pir kêm caran bi serdanekê şerefê dide wan. (10) 

Aborîya demanê û monopolên cihê

Agadir, mexdûra tercîhên newekhev ên desthilatê, êdî cezakirî ye, mehkûmê paşvemayîna aborîyê ye. Herçî hecma kirarîyên vî birêveberê mekanên reklamê yê 37 salî ye yê ku di nava mişterîyên wî de McDonald’s jî heye, di navbera 2012 û 2019an de ji 100 000 euroyî daket 40 000 euroyî. “Em çawa bikin ku şirket bên heger êdî ji bazara reklamê % 4  temsîl bike beramberî % 12yê Marekeşê?” Mamosteyê teqawidbûyî yê dibistana destpêkê Mohammed Jaouhair, ew bi xwe dema xwe parve dike di navbera Agadir û Sidi Ifni de, rêyeke saetek û nîvê ya li ser xeta bakur. Ew rismê dûpişkekî reş ku wî bi telefona xwe girtî, nîşanî me dide û dibêje, “Wê roja hanê, li ‘gundewarî’, dûpişkekî bi min veda.” Vî endamê tevna Akal (bi zimanê berber “erd”) ya ku ji bo naskirina civaka Amazîx li başûrê welêt têdikoşe, rewş weha rave kir: “ji ber ku NNZ li wir nînin û ji ber ku min nekarî hêvi bikira qewlekî daynim li cem bijîşkekî, ez çûm dîspanserê. Wan got, ji bo min tu tişt bi wan re nîne! Ez bîst û çar saetan, di nava tirsê de dirêjkirî mam, li hêvîya ku ev bibihure”.

Destpêka çirîya paşî, Mihemedê 6em dîsa jî banga “hizirîneke cidî” li ser avakirina xeteke rêya hesinî di navbera Marakeş û Agadir de kir. (11) Lê belê sedema pirsgirêkên Fasê ne tenê tercîhên cihê nîqaşê yên qesrê ne; ew herweha ji avahîyê ne, yanî strukturel in, ji aborîya rantê û yekdestdarîyên cihê yên ku hîna di serdema mêhtingerîya fransî de hebûn û monarşîyê jî ew dewam kirin. Akeshbi weha şirove dike: “ev alîyê din ê binketinê ye gava ku mirov her tiştî li aborîya bazarê razîne. Rant, yanî peredayîneke bê kar û bê nirxekî lêzêdekirî, çalakîya aborîyê lareşî (kangren) dike. Em berê xwe bidin veguhestina mirovan: hûn dixwazin şirketekê di vê sektorê de vekin? Hûn ê nexwazin. Ji bo vê destûrek lazim e, yanî destûrdayîneke sîyasî. Mirov vê dide we, ne ku projeya we dikare bê pêkanîn, lê belê ji ber ku qesr hez ji we dike. Çavkanîyên xwezayî jî dikevin ber rantê. Di nava îndustrîyê de % 40ê şirketan radigihînin ew olîgopolîstîk [kêm firoşker ji bo gelek mişterîyan; têbînîya wergêr] yan jî duolîstîk [du firoşker ji bo gelek mişterîyan; têbînîya wergêr] in”. Ava di şûşeyan de, daristan, kanên qûmê, mîneral, lê belê herweha banka, sotemenî... Îro roj tu sektor ji ber vê qanûna destûrê nafilite.

Melikê ketî nava gelek çalakîyên aborî –di navê de sektorê gelekî kar tîne ya bankeyan jî heye– hem endîşe dike ji bo xuyang (dîmen) xira nebe, hem tesîra xwe ya li ser aborîyê dewam dike (12); ew êdî fikra “modeleke nû ya bipêşketinê” derdixe pêş. Serokwezîr ji me re rave dike ku proje berîya her tiştî “ji nîzama fîlozofîk” e. Lê ma çîyê din? Xetên wê îro hîna baş nehatine dîyarkirin, tevî ku çileya pêşî ya 2019an Mihemedê 6em sîh û pênc kesên endamê komîsyoneke berpirsîyar ji amadekirina raporeke heta hezîrana bê, destnîşan jî kirin. Ev hizirîn, gelo wê bike ku pêşnûmaqanûn derkevin holê? Serokwezîr xwe ji ber vê pirsê bi bersiva “helbet” dide alî. Ji bo veberhênanên di kîjan sektorê de? Ev raz û sireke temam dimîne. Chami li alîyê xwe hêvî dike ku “xizmetên giştî yên dewletê” bin.

Lê belê, dîsa jî divê mirov karibe wan fînanse bike. Pakêta ji bo ewlekarîyê erêkirî têra xwe mezin e: 77 milyar dîrhem (7.32 milyar euro). Ev hema hinekî kêmtir e ji beşa yekê ya qanûna malî ya 2020î, ev xizmeta deyn e ku bû 96.5 milyar dîrhem (9.17 milyar euro). (13) Wekî din, li gorî encamên xwe disipêrin bacên hatî wergirtin di gulana 2019an de, Fas gêj bûye di nava sîstemeke bacê “ya neheq û bêkêr” de. Heta niha, meliktîyê timî red kir ku di vî warî de reformekê bike.

Atmosfera nexweş û zexta li ser “hirak”ê

Hikmê ku Boumaalif gihiştîyê ev e: “mirov bêyî reformên hikûmetê behsa bipêşketinên nû bike, ev berbakirina demê ye. Divê em berê xwe bidin peymaneke nû ya civakî, monarşîyeke parlamenter. Karê hikûmetê karê miletê Fasê ye.” Qesr xwe li vê minaqeşeyê ker dike. Da ku karibe xwe li ber vê zaboqa sêcarî –sîyasî, aborî û civakî – bigire, wisa xuya ye ku ew bêhtir meyldarê çareserîyeke wekî ya Cezaîrê ye, yanî têkelhevkirina bijartin û tepisandinê. Meseleya girtina rojnamevan Hajar Raissouni ya ku ji ber “jiberxwekirina zarokê ya neqanûnî” û “têkilîya cinsî ya derveyî zewacê” hat girtin, cezayê salek hepsê lê hat birîn û piştre melik lê hat rehmê ew efû kir, di asta navneteweyî de gelekî deng veda. Vê yekê hewaya kujer a li meliktîyê zelal nîşan da ya ku serê herî pêşî xwe berdaye ser mîlîtanên Hîrakê (“tevgera gel”) a Rifê. (14) Ji destpêka xwepêşandanan a sala 2017an ve bi sedan xwepêşandêr hatin mehkûmkirin, li hinan jê heta bi bîst salan cezayê hepsê hat birîn. Dawîya 2019an 55 jê hîna jî girtî bûn. Destpêka sibatê gelekan ji wan dest bi greveke birçîbûnê kir ji bo ku şert û mercên girtîbûnê protesto bikin.

Koordînatora alîkarîya bi malbatên girtîyên Hîrakê, Amina Khalid bi ofînekê dibêje, “Ji bo çi? Ji ber ku wan doza avê, elektrîkê, xizmetên giştî yên dewletê kir, wan ev bê şidet kir!” Ev jina ciwan, milîtana Yekîtîya Sosyalîst a Hêzên Gel (YSHG) weha poşmanîyê îfade dike, “Ev yek, salên Hesenê duyem tînin bîra min. Tepisandin ji nû ve bû sîyasetek li dewleta Fasê.” Wekî nîşana bêsebirîya her ku diçe mezin dibe ya xelkê, bi hezaran kes 23yê sibata 2020î li nav rêyên Casablancayê kêmbûna hêza kiryarîyê, mezinbûna bertîlxurîyê û xirabbûna rewşa mafê mirovan protesto kir. Amina Khalid dîsa bi ofînê dibêje, “Ew qasî derb li fasîyan ketîye, ku ew êdî ji tu tiştî bawer nakin. Êdî hêvîya me nemaye; em li bendê disekinin. Belkî mînaka Hîraka Libnanê îlhamê bide me.”

Fas di ambîyansekê de li xwe digere ku herweha salên dawî yên rejîma Zin El-Abidin Ben Ali tînin bîra mirovî, hingê Tûnis di bin destê darbeya Trabelsi ya xezûranê serokdewlet de bû. Gelo dawîya serdemekê nêzîk dibe? Hal û hereketên melik bi xwe dikin ku mirov li vê bipirse. Ew di îlona 2019an de di veşartina cenazeyê Jacques Chirac de, ne amade bû, di çirîya pêşîyê de jî li Soçîyê ji bo civîna bilind a Rûsya-Afrîkayê jî hazir nebû, wî serokê hikûmeta xwe ji bo vê civînê wezîfedar kiribû. Ji bilî tesîrên ragihandinê, ew li çi difikire di nava vê kabîneya meliktîyê ya ku endamên wê bibin 2000 kes? Veşartîbûna wê gelo nîşana guhertinên mezin ên siberojê ne? Rojnamevan Omar Radi temaşekerekî bi dîqet ê Faseke siberoja wê her diçe nedîyartir dibe, îdîa dike ku “Kesên ku hîna dibêjin, melik çimentoya welêt e, hemû ew kes in ku hîna tiştên wan di nava sîstema heyî de hene ku dikarin ji dest bidin.”    

   *Rojnamevan

______________

 

(1) Bixwîne, Kader Abderrahim û Zakya Daoud, “Le Maroc change-t-il vraiment?  (Gelo Fas bi rastî diguhere?)”, Le Monde diplomatique, sibata 2000î.

(2) „Fête du Trône: Discours intégral du roi Mohammed VI (Cejna tac  text: tevahîya axaftina  Melik Mihemed 6em)“, Atlas Info, 29ê tîrmeha 2019an, https://atlasinfo.fr

(3) Binihêre li, Jean-Pierre Séréni, “L’économie du Maroc. ‘Bien, mais doit (beaucoup) mieux faire’ (Aborîya Fasê. ‘Baş e, lê lazim e (gelekî) baştir be’)”, Orient XXI, 24ê sibata 2020î, https://orientxxi.info

(4) La Vie éco, Casablanca, 28.01.2020.

(5) Agenc Ecofin, Cenevre-Youndé, 22yê sibata 2020an.

(6) Doing Business, 24 çirîya pêşîya 2019an, https://francais.doingbusiness.org

(7) „Human Development Report 2019 (Rapora Bipşketina Insan ya 2019an)“, PNUD, kanûna 2019an, http://hdr.undp.org

(8) Rahma Bourqia, “Repenser et refonder l’école au Maroc: la Vision stratégique 2015-2030 (Jinûvehizir^n û jinûveavakirina dibistanê li Fasê: vîzyona stratejîk 2015-2030)”, Revue internationale d’éducation de Sèvres, hejmar 71, nîsan 2016.

(9) Bixwîne, Juan Goytisolo, “Jemaa-el-Fna, patrimoine oral de l’humanité (Jemaa-el-Fna, mîrateya devkî ya mirovahîyê)”, Le Monde diplomatique, hezîran 1997.

(10) Binihêre li, Ignacio Cembrero, “Mohammed VI, l’absentéisme déconcertant du roi du Maroc (Mihemedê 6em, hazirnebûna nîzamxiraker a melikê Fasê)”, Orient XXI, 23yê çirîya pêşî ya 2017an.

(11) “Mohammed VI annonce le projet d’une ligne ferroviaire Marrakech-Agadir (Mihemedê 6em projeyeke xeta rêyên hesinî di navbera Marakeş-Agadir de radigihîne)”, Bladi.net, 7ê çirîya paşî ya 2019an, www.bladi.net

(12) Bixwîne, Pierre Daum, “Le Maroc pétrifié par son roi (Fasa wekî kevirkirî ya melikê xwe)”, Le Monde diplomatique, çirîya pêşî ya 2016an.

(13) Mohammed Benmoussa, “Lecture socio-politique et économique de la loi de finances 2020 (Xwendina sosyo-polîtîk û ekonomîk a qanûna malî ya 2020î)”, Le Desk, 27ê çirîya pêşî ya 2019an, https://ledesk.ma

 

Wergera ji Fransî:

Feryal Guladawîya