Baxçeyê nepenî yê Hassan 2

Çîrok
Translator

 

Ecritures de la survie en milieu carcéral [Nivîsên saxfilitînê li (wê) hawîrdora hepsê] (1) lêkolîneke hûr û kûr pêdaketî ya behsên saxfilitîyên ku ew tecrûbeya tecrîdkirina nexweş a “salên giran” yên serdema Hassan 2yê Fasê tecrûbe kirin, pêşnîyaz dike. Behsên derengmayî, di serdema melîk bi xwe de ne mimkin bûn, hingê sîstema sîyasî li ser çavtirsandinê û tunekirina her awayê liberrabûnê bi pircarîkirina terorê, ava bûbû; ev behs herweha delîl in ji wê yekê re ku Fransa jî di navê de berpirsîyarîya aktorên meydana navneteweyî di fetisandina rastîya hepsan de heye.

Metnên otobîyografîk bi destê çar endamên malbata Oufkir, didu ji sê birayên Bourequat, Ali û Midhat-René û şeş eskeran hatine nivîsandin. Sedemên hepskirina wan cihê ne: bûna ji malbata kadroyekê mehkûmbûyî, berberî, “tesadufa kujer a di dema şaş de hazirbûn”, angajmana di nava mixalefetê de. Mîqdara vegotina şideta li wan bûyî, behsa wan “amûrên” ku destûr da wan li ber xwe bidin, dutew û ducar dike.

Beşa pêşî ji malbata Oufkir re hatîye veqetandin, ew dîtira roja bidarvekirina generalî ya 16ê tebaxa 1972yan hatin girtin. Ji bo dayikê û şeş zarokên temenê wan ji 3 ta 18 salan, hingê tenêtîyeke qederê bîst salan dest pê dike; tenêtîyeke ku digihîje tecrîdkirineke ferdî ya mutleq a di hucreyên tarî de ku “armanca wan mirina ji birçîbûnê û nexweşîyê bû”: mirin divê hêdî be û hêvîneman divê ber bi dînbûnê ve bibe. Ji bo Malika Oufkir, êş û azar ji rêûresma kevin a cezakirinên bi destê qesrê ne.

Erê, dîn û ayîn û daxwaza parastina zarokên wê ji dayikê re dibin pişt, lê belê di dema hepsîbûna xwe de ji bo Raoufê 14 salî yan jî ji bo nuxurîya malê Malikayê, mîzeh, çand û xeyal “amûrên” ji bo saxfilitînê bûn. Û ev lazim bû ji wan re, ji bo berhemberbûna înfazkirina kuştineke sexte û hewldana xwekuştinê ya birayê piçûk ê heft salî.  

Beşa diduyê ji bo birayên Bourequat hatîye veqetandin, herdu welatîyên Fransayê ne, ji mala xwe ya li Rabatê sala 1973yan hatin revandin “di nava xemsarîyeke mutleq a Fransayê de” li hepsên veşartî bîst salan hatin ragirtin, dehsalek jî li Tazmamartê bihurandin ya ku mexdûrên wê, wê wekî xirabîya mutleq dibînin, “awayê modernkirî yê zindanên serdema navîn”. Erê, ew jî behsa îşkence û şert û mercên girtîbûnê dikin yên ku zirarên vegera ji wan nîne, lê Ali Bourequat herweha portreyekî nexemilandî yê hikimranekî xedar xêz dike, yê ku “bûye bar li ser jîyana taybet” û dîsa jî welatên rojavayî hez jê dikirin, heman welatên rojavayî ji ber kontrolkirina tundrewîyê jî minetdarên wî bûn.

Ev lêkolîn bi dawî dibe bi gotinên eskerên li Tazmamartê ji 1973yan heta 1991ê girtî; hin jê piştî darbeya eskerî ya Sxîrat a sala 1971ê hatibûn girtin û yên din jî piştî meseleya Boeingê ya sala 1972yan hatibûn girtin; pê re jî ew bi bîr dixe ku berpirsîyarîya her kesî ye “da ku piçûkxistinên bi vî rengî bi biryardarî bên eşkerekirin û ji holê bên rakirin”.

Darîçavkirineke din a vê xweberdana dojehê, vegotineke otofîksîyonê ye, navê wê A qui le tour (Dora kê ye)? (2); ev berhema nivîskar û rexnegirê fasî Abdelkader Chaoui ye. Mamoste û milîtanê koma marksîst a 23yê adarê, ji 1974an û pê ve 15 salan di wê tirsnakîya wê hepsê de ma ku Hassan 2 ew wekî “baxçeyê xwe yê nepenî” didît. Wî tercîh kir ku li şûna otobîyografîyê otofîksîyonê dayne, ya ku destûreke bêhtir a metaforkirinê dide û ev herweha destûrê dide wî ku êşa mexdûran bêhtir binivîse, bêyî ku di heman demê de memûrên înfazê biperçiqîne û ew vê hemûyî jî dike tevî xwerexnekirina ji ber peywendîyên xwe yên bi îdealîzma çepgir re.

Abdelkader Chaoui gava ku li ser cihê xwe yê li nexweşxaneyê li benda emelîyateke bi tehlûkeya mirinê ye, çîroka Abdelkader Chaoui jî dibêje. Karektera wî jî di navê de gelek karekter behsa wî dikin, pirdengîyek hizirînekê çêdike li ser angajmana wî û hêvîsarîyên insanî û sîyasî, hevaltî, evîn, jîyanê ...

(1) Jeanne Fouet-Fauvernier, Ecritures de la survie en milieu carcéral, Autobiographies de prisonniers marocains des années de plomb (Nivîsên saxfilitînê li (wê) hawîrdora hepsê, otobîyografîyên hepsîyên fasî di salên giran de), L’Harmattan, Parîs, 2019, 294 r., 31 euro.

(2) Abdelkader Chaoui, A qui le tour  (Dora kê ye)?, Presses Universitaires de Lyon, Lyon, 2019, 91 r., 10 euro.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê