Shaw an jî angajmana pêkenokî

Translator

Audrey Hepburn wê were bîra we, di fîlmê May Fair Lady yê George Cukor de, li ser israrên Rex Harrison ê zalim bi dengekî vemirî dubare dike, vê lîstika li ser dengên ne mimkin e li fransî bên wergerandin: «The rain in Spain stays mainly in the plain» (peyv bi peyv weha ye: Baran li Îspanyayê bi giştî li deştê dimîne). Ew li kolanê binefşan difiroşe û di ber xwe re jî bi devoka cockney a Londonê gazî kesên derbas dibin dike; ew zimanzan e û şert girtîye ku ew ê çawa pêwist be wisa wê fêrî axaftinê bike ji bo ku jê duşesekê biafirîne: ev destpêka çîrokeke xweş e û di dawîyê de ev jina ciwan a ji çîna proleter a lumpen tê û bi îşaretên perwerdeyê hatîye rizgarkirin, li nava burjûwazîyê asîmîle dibe. Ya ku hindiktir wê were bîra we, ev e ku dîyarkerîya civakî ya devokê fikrê cewherî yê Pygmalion e ku ev jî pîyeseke George Bernard Shaw (1856-1950) e û fîlm jî jê hatîye wergirtin (fîlm di 1964an de derket, pîyes di 1912an de hatibû nivîsandin). Tiştekî din ê ku hê jî hindiktir tê bîra me ew e ku Shaw bû yek ji rûçikên mezin ên sosyalîzma îngilîz a pêşî ya sedsala 20em. Mirov dikaribû sibeheke gulana 1891ê, bi wesîleya Cejna Karkeran, ew bidîta, dema ku li gel William Morris û herweha li gel Friedrich Engels ê êdî kal, rûnîştî sohbet dikir. Çend deh sal bi şûn de, di dema serdaneke Yekîtîya Sovyetan de, wî yê bi coş bi destê Joseph Stalîn bigirta û jê re pêşnîyar bikira ku bawerîyê bi îngilîzan neyne: Shaw îrlandî bû. (1)

Dublînîyê li Îrlandayeke hê ji alîyê aborî û sîyasî ve girêdayî Îngilistanê û ji alîyê çandî ve jî nîsbet bi Londonê marjînal, Shaw nade ser rêya nasnameya îrlandî, ku hevçaxên wî bi awayek kêm an jî zêde hêrsbûyî, ji xwe re kirîye doz: William Butler Yeats bi zindîkirina çanda gelêrî ya keltî (ew ê du sal berîya Shaw, di 1923yan de xelata Nobelê wergire), James Joyce bi zimanekî mîzahî rexnekirina jîyana Dublînî. Shaw, bi xwe, dibe evê ku rexnegirê wêjeyê Pascale Casanova wekî «nivîskarê asîmîlebûyî» bi nav dike, bi şopandina rêya bêhtir nas a entegrasyona ingilîz an jî bêhtir Londonî. (2) Li Londona ku di 1876an de bicih dibe, rojên xwe bi xwendina li British Museum derbas dike, eynî çawa Karl Marks jî berîya wî kiribû û hevaltîyên ku li wir dihone, di asta herî biryardar de enternasyonal in. Shaw, heta di mîzanseneke taybet a Mala pûpeyê ya Henrîk Îbsen de bersivekê dide Eleanor Marks û coşa xwe ya ji bo naturalîzma hilweşîner û lehengên jin ên nûjen ên dramaturjê norwejî parve dike, ewê destekê bide mafê dengdayînê yê jinan.

Heyranê muzîk û wêjeyê, Shaw pêşî dibe xwedî tecrubeya serneketinê (tenê Morris hinek nirx dide romanên wî yên pêşî, yên wekî rêzenivîs di medya mîlîtan de hatin weşandin) û meaşekî hindik berî ku bibe rexnegirê hunerê. Hingê radibe personajekî ku wî navdar bike, diafirîne, eynî wekî Oscar Wilde (di heman demê de sosyalîst û îrlandî) li heman serdemê: pirtikê tûj ê rûpoşan dadixe, şahidê hîcvî yê bi awayê jîyana bûrjûwa re li hevkirî û nexasim jî, çêkerê paradoksan.

Bi taybetî jî li ser dikê, cihê ku komedîyên Shaw di salên 1890î de serketineke her diçe mezintir bi dest dixin, wê hicivkarîya wî tevnên xwe girê bide. Ew dide ser şopa Îbsen, li gorî wî, «hunera erjeng a sekvanê bijarte li pêşberî temaşevanan» pêk tîne, nivîskarê şanoyeke wisa ye ku têde, «em nabin temaşevanên betal û demkuj bi şoxûşenga hostane û bi kêf: em mexluqatên sûcdar û beşdarên pîyeseke şanoyê ne». (3) Wî tiştê wekî «cewhera îbsenîzmê» danî ber xwe, kirasê îngilîzî û sîyasî lêkir: trajedîya îdealên sexte. Di çar lîstikên xwe yên bi coş de, ev e ya ku dibe komedîya îdealên sexte yên burjuwazîya vîktorîyen a xwe pê dixapîne: xiristîyanîzma civakî li nava Candida, ku Shaw wê li hemberî narsîsîk û newekhevîyê radixe pêş çavan (quretîya keşeyê nimûne, ku li jina xwe «neheqîyê dike»); mîlîtarîzm û nijadperestîya di Mirov û Çekan de. Sê Lîstikên madetirş, komedîya adetan û lîstoka evînî, hê rasterasttir îşaret bi pirsgirêkeke civakî dikin: Lîstika bi navê Malên Mêrebîyan bi vî awayî dertîne ser dikê. Têde doktorekî ciwan ê hîn dibe ku sermayeya dergistîya wî xwe dispêre bacên împeratoreke taxên xizanan ên Londonê. Orîjînalîteya Shaw jî di lîstikê de pala xwe dide radeya entegrasyona du astan, asta civakî û ya hestî. Perîşanîya civakî ne tenê li paş-zemînê dimîne, ew şertê îhtîmala komedîya evînî pêk tîne: bi sermayeya ji taxên xizanan tê zewac tê kirin, lê belê sosretîya vê îtarafê zewacê xira jî dike. Dû re ji nû ve dizewicin. Rûken an jî rûtirş, lîstikên wî bi piranî bi vegera li statukoyê bi dawî dibin. Shaw çîna navîn hem wekî temaşevan hem jî wekî mijar dibîne û ji vê çînê re bi qasî saetek an jî du saetî rastîyên tahl vedibêje, lê belê bi şêwe û li cihên ku giranîya rexneyê didin jibîrkirin an jî wê vediguherînin mijûlahîyeke bi kêf a gelêrî. Li gel vê yekê jî, çawa ku Bertolt Brecht wekî pisporekî vî warî destnîşan dike, «eger xebatên dramayê yên Shaw, yên nifşa xwe li bin sîya xwe hiştibin, ji ber ku herweha wan bêtirs bangî ferasetê dikir. Gerduna wî ji pevçûnên nêrînan bi gewde dibe. Ev jî çarenûsa personajên wî pêk tînin. Ji bo sazkirina lîstikekê, Shaw cureyek fenlîstikê diafirîne û pê derfetê dide personajên xwe da ku karibin nêrînên xwe baştir îfade bikin û li himberî yên me jî wan baştir biparêzin». (4) Lê dîsa jî di nava personajên wî de nebûna yên tune ne, balê dikşîne: kesên proleter. Ew tê de tenê wekî kesên li kevîyê mayî xuya dikin, bi motîfên komîk ên wekî xizmetkar an jî xeşîm.

Ev nebûna girîng dibe ku qismen bi kultê Shaw karibe were îzahkirin. Shaw ê ku li bin tesîra darwînîzma civakî ya fîlozof û civaknas Herbert Spencer (1820-1903), wekî ku bawerî bi sermirovan bi gotineke din bi mirovên super tîne. Sermirov ango mirovê super. Ev heyranî bi taybetî di lîstikên wî yên dîrokî de xwe nîşan dide û têde geh bi motîfên Napolyon (Mirovê çarenûsê), geh karaktera Jeanne d’Arc an jî bi Don Juan ê vejînbûyî (Mirov an jî sermirov), mêrê super an jî «jina super» li nava çaxan û cilûbergan heman wateya pratîk a dij-romantîk, heman pêzanîna leşkerî, heman jêhatîbûna lîder pêşkêş dike. Ev fîgur herweha bi devê kesekî-fîktîf tê teorîzekirin, di lîstika Brevary ê şoreşger de, ku Shaw têde «demokrasîya proleter» wekî mehkûmbûyî îlan dike û bi xwezîyan bangî «demokrasîya mirovên super» dike. Bi kurtî, şanoya wî, tevî hêza wî ya azadîxwaz jî, bûye êsîrê nakokîyîyên wî: yeksanîparêzîyeke xwedî cezba gumanbar ji bo mirovê super, sosyalîzmeke ku tu paxavê bi proleteran nake û paşçav dike.

Ji ber ku sînorên şanoya wî herweha yên fabianîzmê ne, ev guhertoya brîtanî ya sosyalîzma ku li nîveka salên 1880yî bi pêş dikeve û ji bo Partîya Karker a derdikeve holê lîderên wê (yên bûrjûwa) û îdeolojîya wê ya (gradualîst) peyda dike. Gradualîzm jî ji bo anîna sosyalîzmê ji şoreşê bêhtir xwe dispêre hilbijartinan. Û ev tê xwestin: ew bi navê Komeleya Fabien qeydkirî ye (rêzgirîyeke ji bo generalê romen «demeyarker» Fabius Cunctator, ku tedbîrkarîya wî ya pratîk bûbû mafdarîyeke Hannîbalî) û pir zelal e li ser amblema wê, ku gurekî, xwe xistîye çermê berxekî.

Belavokên pêşî yên ji alîyê Komeleya Fabian ve piştî avabûna wê, di 1884an de, li gel vê yekê jî li ser hêzên hilberîna kapîtalîst, malûmilkê taybet ê navgînên hilberînê û hebûna zêde-nirxan analîzên marksîstî ne. Li sehayê, fabîyenî, di nava wan de ronakbîr û hunermend jî gelek in, dibin hevalbend li gel hêzên din ên sosyalîst ku ew jî li heman serdemê li ser bingeha buhrana aborî û livûtevgera karkeran derdikevin holê: Bi hev re destekê didin doza ji bo xebata rojane dakeve heşt saetan û di nava sazkirina tevgerê de jî cih digirin. Annie Besant, mîlîtana femînîst û fabiana xuyayî, destekê dide greva karkerên kargeha niftikan Bryant & May a di 1888an de; Shaw, ku ji 1884an ve endamê Komeleya Fabian e, jêhatîbûna xwe ya qisekarîyê dixe xizmeta Lîga sosyalîst a Morris û li gel wî daxwaza jiholêrakirina malûmilkê taybet dike.

Lê belê keşfa teorîya aborî ya bi navê «feydeya marjînal» a ji alîyê aborîzan William Jevons û Philip Wichsteed ve li Îngilistanê hat bipêşxistin, (pala xwe dide fikrê ku dibêje nirxê tiştên berxwarinê bi feydên wan re digunce), herweha tecrubeya tahl a perçiqandina xwepêşandana 13.11.1887 (Yekşema bi xwîn) a li dijî betalîyê, bûn cot sedem ku Shaw ji marksîzmê qut bibe. Nirxê xebatê û sernirx ji bo xatirê têgeha nirxê ya xwe dispêre feydeyê ji holê tên rakirin. Di heman demê de, bêserûberîya kortejên karkeran di dema «yekşema bi xwîn» a meha 11an de Shaw îqna kir ku çîna karker nikare bibe hêzeke bireveber a guherîna civakî û bawer kir ku bi serhildanan ev kar nameşe. (5) Bi veguherîna Komeleya Fabian re ku têde bi roleke girîng radibe, ew êdî berê xwe ji sosyalîzma şoreşger û ji têkoşîna çînî dizîvirîne û dide ser rêya sosyalîzma bijarte ya ku desthilatîyê dispêre karmandên ronakbîr. Û bi vê yekê re, ew jî ket nava xetereya kaşbûna ser zemîna şemitok a eujenîzmê û bi taybetî di salên 1930yî de ji heyranîya ji bo Adolf Hîtler û Benîto Mussolînî jî bêrî nebû.

 

Tiştê ji wir û şûn ve ji bo fabianan girîng, ji kolektîvekirina navgînên hilberînê bêhtir bidestxistin û belavkirina vehatinên çandinî û pîşesazîyî ne, helbet bi rêya bacên her û her tên zêdekirin. (6) Derbasbûna ber bi sosyalîzmê, bi vê berçavkê, bi awayî guhertineke ku ji jor ve pêk tê û ji vê yekê wê piranîyeke mezin a civakê haydar jî nebe, wekî ku Shaw berê jî di lîstika xwe ya Breviary ê şoreşger de digot. (7) Armanca nîhaî dimîne «sosyalîzma şaredarîyî», ya ku ji dema sazbûna dezgehên kapîtalîst û vir ve bêyî qutbûn hebûna xwe didomîne.

Ev sosyalîzm e ya ku îdeolojî û bernameya xwe dide Partîya Karker a li berbanga sedsala 20em bi lihevnêzîkbûna Komeleya Fabian û Partîya Serbixwe ya Karker diwelide. Û ew e ku serfirazîya xwe pîroz dike di 1945an de bi serketina Partîya Karker re û bi bicihanîna bernameya pir fabian a netewîkirinan re (enerjî, veguhestin, Bankaya Brîtanyayê, madenkarî) lê dîsa jî dawî li şirketên taybet nayne. Mirina Shaw di 1950yî de hema hema bi ya fabianizma çep re li hev rast tên: piştî salekê, Komeleya Fabian benên xwe yên dawî jî qutkirin ji sosyalîmza ku êdî wekî demode dihat nirxandin û ji tekçûna di hilbijartinan de jî berpirsîyar dihat girtin. (8) Hîmên neo-karkerîyê jî ku M. Anthony Blair (fabianek) karî ferz bike li ser partîyê di salên 1990î de wisa hatin danîn. Di nîsana 2020î de, serokê Komeleya Fabian, M. Andrew Harrop, bi gilî û gazin digot Partîya Karker bi destwerdana M. Jeremy Corbyn ber bi çepê ve tê birin. Amblema fabianan wextekî dihat wateya bi dizî nizilîna nava burjuwazîyê. Di amblemê de ev pêwendî hê jî heye, lê belê wateya wê guherî: fabianîzm veguherî nizîlîna bi dizî ya burjûwazîyê ya nav sosyalîzmê. Lenîn ji bo Shaw digot “ew mirovekî dirust bû lê ji alîyê fabianan ve dihat şaş-alîkirin.” Bi rastî jî dramaturjê me di Vegera ber bi Mathusalem de ev yek piştrast kiribû: «Hûn tiştan dibînin û hûn dibêjin: çima? Ez, tiştên ku tu caran nebûne, xeyal dikim û dibêjim: çima na?»

* Mamoste û dersdar li Zanîngeha Artois û dersdar li l’École Normale Supérieure (dibistana normal a bilind), Paris.

_____________

(1) Cf. Ivan Maïski. Journal 1932-1943 (texte établi et commenté par Gabriel Gorodetsky), (Rojnivîs, 1932-1943 tekst û şiroveya tekstê: Gabriel Gorodetsky ), Les Belles Lettres, Paris, 2017.

(2) Pascale Casanova, La République mondiale des lettres (Komara cîhanî ya wêjeyê), Seuil, Paris, 2008.

(3) George Bernard Shaw, The Quintessence of Ibsenism, in The Works of Bernard Shaw (Cewhera Îbsenîzmê, li nav The Works of Bernard Shaw), Constable, Londres, 1891.

(4) Bertolt Brecht, «Ovation pour Shaw (Pesn û çepik ji bo Shaw)», Nivîsên li ser şanoyê, cild 1, L’Arche, Paris, 1972.

(5) Cf. Edward Palmer Thompson, William Morris: Romantic to Revolutionary, (William Morris: Romantîkê Şoreşgerîyê), Lawrence & Wishart, London, 1955.

(6) Cf. George Bernard Shaw (dir.), Fabian Essays in Socialism (Ceribandinên Fabian di Sosyalîzmê de), London, 1889.

(7) George Bernard Shaw, Bréviaire du Révolutionnaire par John Tanner, membre de la classe riche oisive… Suivi de Maximes pour révolutionnaire, (Bréviaire ê şoreşger, ji alîyê John Tanner, endamê çîna zengîn a betal..., dû re ji Maximes ji bo şoreşgeran), Éditions des Cahiers libres, Paris, 1927.

Cf. Tom Nairn, The Nature of the Labour Party – 2 (Xwezaya Partîya Karker, beş 2), New Left Review, London, 1ê çirîya paşîn, 1964.

Wergera ji fransî: Baran Nebar