JI ÇAPEMENÎYA CÎHANÊ

Berhevkar: Perwer Yaş
 

Neu-Zurcher

Li Sûrîyeyê kurdan îsyana girtîyên DAÎŞê têkbir

Li Bakurrojhilatê Sûrîyeyê hêzên kurd dawî li îsyana girtîyên milîsên terorîst ên Dewlata Îslamî DAİŞê anîn. Hêzên Demokratîk ên Sûrîyeyê (SDF) ku ji alîyê kurdan ve tê birevebirin, dîyar kiribûn, girtîyan bi darê zorê tevahîya avahîya girtîgehê xistine destê xwe. Lêbelê piştre îsyan di encama mudaxeleya hêzên taybet de û hevdîtinên bi girtîyan re dawî lê hat. Di dawîya meha adarê de jî hêzên kurdî serîrakirineke din a girtîyên DAÎŞê têkbiribûn. Li Bakurê Sûrîyeyê herêmeke berfireh di bin kontrola SDFê de ye, ku ev dever ji DAÎŞê hatibûn wergertin.

5ê gulanê, Neue Zürcher Zeitung (Swîsre)

 

arab-news

Hevdîtinên kurd û fransîyan wê tirkan aciz bikin

Di salên dawî de dubendîyên di sîyesata herêmê de, nevbera Tirkîyê û Fransayê nexweş kiribû. Hevdîtinên şandeya fransî ku ji yekşema borî ve li Surîyeyê bi partîyên kurdan re pêk tîne, wê di navbera Enqere û Parîsê de bibe sedema alozîyeke nû. Mebesta van hevdîtinan misogerkirina mafên kurdên Sûrîyeyê ye û tê xwestin çareserîyeke sîyasî bê peydakirin. Şandeya fransî bi ENKSê re rûnişt û tê plankirin ku îro bi PYDê re jî hevdîtinek pêk were. Şandeyek ji kurdên Sûrîyeyê di destpêka salê de, li Parîsê hatibûn pêşwazîkirin û bi vî awayî pêvajoya hevdîtinan dest pê kiribû.

Berpirsê Navenda Çavderîya Têkilîyên Rûs-Fransî Igor Dellanoe dîyar dike ku ev serdana şanda fransî ya li Sûrîyê wê gengeşîya di navbera Parîs û Enqereyê de sortir bike. Dellanoe di şiroveya xwe de ku ji bo Arab Newsê kir, weha dibêje; “Fransa di sîyaseta herêmê de carekî dî daket qadê û hunera xwe nîşan da. Ger Fransa di vê hewldanê de bi ser keve û kurdên Sûrîyeyê bike yek, ev ê ji bo wê bibe pûaneke baş. Armanca sereke ya Fransayê ewlekarî ye. Gelek cihadîstên radîkal yên fransî di girtingehên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk de ne, fermandarîya vê hêzê jî YPG dike.

6ê gulanê, Arab News (Erebistana Suîdî)

 

free-press

Mustafa Kemal Paşa kî ye?

Mustafa Kemal Paşa (1881-1938) serokê yekemîn ê Komara Tirkîyeyê ye. Ew ji sala 1923an heta ku bimire serok bû. Berî wî Tirkîye di nava Împeratorîya Osmanî de cih digirt ku siltan li ser text bûn û bi monarşî dihate birêvebirin. Împeratorîya Osmanî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de li cem “Dewletên Îttifaq” cih girt. “Dewletên Îttifaq” di şer de bi ser neketin û Mustafa Kemal Paşa bi vî awayî derket holê ku  piştre ew ê mîna Ataturk (Bavê netew) bihata binavkirin.

Ataturk leşker û dîktatorek bû. Li gorî Hîtler û Mussolonî dîktatorîya wî maqûl dihat dîtin. Wî gelek reformên sîyasî, aborî û civakî da destpêkirin. Di sala 1922an de siltanî rakir û sala 1923an jî komar ava kir. Berê Tirkîyeyê jî da Rojava û xwest sîyaseta modern xurt bike. Lêbelê desthilatdarîya wî mijara nîqaşê ye. Wî di sala 1930yî de bêrehm (bi awayekî hovane) serhildaneke kurdan çewisand.

6ê gulanê, Free Press Journal (Hindistan)

 

gulf-today

DAÎŞ Covid-19ê ji bo êrişan bi kar tîne

Alîgirên cuda yên şerê li Sûrîyeyê dîyar dikin ku DAÎŞ, ji bo careke din xwe bi rêxistin bike û dest bi êrîşan bike, Covid-19ê mîna fersendekî dinirxîne. Li Sûrîyeyê di meha nîsanê de, 35 kes di encama êrîşên bombeyî de jîyana xwe ji dest dan, balkêş e ev hejmar meha adarê tenê 7 bû. Piranîya êrişan li herêmên ku dikeve bakurê Sûrîyeyê pêk hatin. Ev herêm di bin kontrola hêzên tirk û Hêzên Surîyeya Demokratîk a ku ji alîyê DYAyê ve tên destekkirin de ye.

Tê gotin ku hinek êriş jî li herêmên ku bi destûra şexsî ya Donald Trump kete destê Tirkîyeyê, ji alîyê kurdan ve hatine li dar xistin. Trump hejmara leşkerên xwe yê li Bakurê Sûrîyeyê ji 2 hezarî daxist 600î, yên mayîn jî dev ji parastina kurdan berdan û li derdora xaka ku lê neft heyî hatin bicihkirin. DAÎŞ bi taybetî li herêmên rojhilat û başûrê rojhilat aktîf e, ev dever Dêra Zorê jî dixe nava xwe ku çekdarên wê li vir darbeyeke mezin xwaribûn. Hejmara şervanên kurd têra kontrolkirina Dêra Zorê ku ji çolekî bê ser û ber pêk tê, nake.

11ê gulanê, Gulf Today (Mîrtîyên Erebî yên Yekbûyî)

 

Borneo-post

Keçika êzidî piştî salên dûr û dirêj ên esîrîya bindestê DAÎŞê vegerîya Iraqê

Yek ji keçên êzidî yên ji alîyê DAÎŞê ve hatibûn revandin, da ku bigihêje malbata xwe yekşema borî vegerîya Iraqê. Ev keç ji ber tedbîrên koronavirûsê ev demek bû nekarîbû ji Sûrîyeyê derkeve. Leyla Eido ya 17 salî mîna gelek keç û jinên êzidî di 2014an de li herêma Sincarê hatibû revandin. DAÎŞê dest avêtibû van keç û jinan û ew kiribûn koleyên xwe, ji ber vê jî, ji bo Eido peyva “Xelîfetî” tê wateya kabûsê.

Piştî ew ji destê DAÎŞê rizgar bû, li kampa Al-Holê ku di bin kontrola kurdan de ye, hate bicihkirin. Li vê kampê jin û zarokên Daîşîyan jî hene. Berî demekê ew bi malbata xwe ya li Iraqê re kete nava pêwendîyê. Wê dixwest biçe cem malbata xwe. Lêbelê ji ber pandemîya Covid-19ê sînorê Iraq-Sûrîyeyê hatibû girtin. Aktîvîsteke êzidî dîyar dike, Leyla dema hatibû revandin hê 11 salî bû û li gel salên dirêj ên îşkence û tecawizê jî wê karî tendirustîya xwe biparêze.

12ê gulanê, The Borneo Post (Malezya)

 

jarusalem-host

Biryardarîya tirkan ya Idlibê: Di neyartîya li dijî kurdan de bûyereke nû ye?

Pirs ev e; Gelo çima Tirkîye ewçend bi Idlibê re eleqeder dibe? Piştî Dewletên Yekbûyî yê Amerikayê (DYA) û Rusyayê ji bo ketina Tirkîyeyê ya Cerablusê lampeya kesk pêxistibûn, lê belê dagirkerî bi vê heremê re sînorkirî nema. Piştre tirk ketin Efrînê û herî dawî jî li Bakurê Surîyê, heremên ku di destê kurdan de bûn, dagir kirin. Tirkîye di vê navberê de ji bo avakirina 12 cihên çavderîyê ango qerekolên piçûk ên li Idlibê, karî Rusyayê qanî bike.

Piştî ku kurd li Bakurê Sûrîyeyê (Rojava) ji komên cîhadistên radikal ên mîna Dewleta Îslamî paqij kir û ji deshilatarîya Sûrîyeyê territoryûmek rizgar kir, wateya Idlibê ji bo hikûmeta tirkan zêdetir bû. Ji bilî bidestxistina Idlibê, tu rê li pêşîya hikûmeta Erdogan nema. Herweha ger Erdogan û hikûmeta wî negihîjin armancên xwe yên “Neo Osmanî” û nikaribin birayên xwe yên cîhadîst biparêzin, wê ev yek zîyanê bide asoya Tirkîyeyê. Ev yek sedema bingehîn a ketina Tirkîyeyê ya Idlibê ye.

17ê gulanê, The Jerusalem Post (Îsraîl)

 

toronto-star

Têkoşîna jineke kurd a ji bo mafê dîyarkirina çarenûsê

Me heta niha gelek hindik çîrokên jinên kurd bihistin, ku ew di dîroka gelê kurd de gelek xurt in. Niha nivaskara kurd Ava Homa di pirtûka xwe ya yekem de, bi zimanî îngilîzî çîrokên balkêş vedibêje.

Li cîhanê bi texminî 30 heta 40 milyon kurd dijîn, hejmara wan qasî niştecihên Kanadayê ye, ew di tevahîya cîhanê de gelê herî mezin ê bêdewlet in. Sedsal berê welatê wan Kurdistan ji alîyê Îran, Sûrîye, Iraq û Tirkîyeyê ve hate parçekirin, ew ketin bin zexta rejîman û rastî asîmilasyon û qirkirinan hatin.

Dema kurd bi têkoşîna xwe li dijî DAÎŞê nav û deng dan, gelek mêrên kurd jî ji ber xebatên xwe yên sîyasî bûn zindanî û jinên kurd jî bi rêbaza xwe şewitandinê dawî li jîyana xwe anîn. Li tevahîya cîhanê hejmara xwekuştinên bi rêya xwe şewitandinê di nava jinên kurd de zêde ye. Leyla Saman a ku di cîhaneke wisa da çavê xwe li jîyanê vedike lehenga sereke ya pîrtûka “Daughters of Smoke and Fire” (Keça Agir û Dûmanê) ya Ava Homa ye.

23ê gulanê, Toronta Star (Kanada)

 

la-parisien

13 Daîşîyên bazdayî

Di nava 7 mehan de nêzî 20 jinên fransî ku li Sûrîyeyê girtî bûn, bazdane. Ji van 13 kes hê wenda ne û li ser profîla hineka ji wan, tu kes ne xwedîyê agahîyekê ye. Ew ji Fransayê tevlî DAÎŞê bûbûn û di van salên dawî de, dema dîl ketin destê hêzên kurd, temenê wan di navbera 19 û 41ê de bû. Di derbarê Aber Yamna, Charlotte, Sarah, Nathalie, Hayat û Selma ku çend kesên ku ji ber rewşa bêaramîya Kurdistana Sûrîyeyê revîyane, tu agahî tune.

31ê gulanê, Le Parisien (Fransa)