We got «pergalî û sîstemîk»?

Translator

Şirketên navneteweyî yên amerîkî gelek caran serî li fîlantropiyê didin an go xwe mirovhev, dilovan û xêrxwaz nîşan didin ji bo veşartina sextekariyên ku xwe pê zengîn kirine. Ji meha gulana dawî ve, ew ji ber vê yekê bi milyonan dolar direşînin ser hesabên komeleyên afro-amerîkî, ku komeleya Black Lives Matter jî yek ji wan e. Ev cure lîberalîteyên beramberî pêkhateyeke milîtan a li dijî «nijadperestiya pergalî [sîstemîk]» têdikoşe, dişibin dayîna berdêla peymana sîgortayê. Apple, Cisco, Walmart, Nike, Adidas, Facebook, Twitter, ku ji herkesî baştir zanin «pergalî [sîstemîk]» tê çi wateyê, wisa xuya ye ditirsin ku jêpirsînên têkildarî bêedaletiyên sazûmanî li Dewletên Yekbûyî berê xwe ne tenê bidin şîdeta polîsan. Îhtîmal heye ku rezaletên din jî ku pir li nêzî konseya wan a rêveberiyê bicih bûne, di demeke ne dûr de bibin hedefên van jêpirsînan. Di vê hîpotezê de, çalakger wê hê demeke dirêj tetmîn nebin tenê bi jestên «sembolîk» ên wekî çokdanîna li ber afro-amerîkiyan, rakirin û rûxandina peykeran, guherandina navên kolanan, lomekirina ji «îmtiyaza spî». Halbûkî, ev repertuwara ku ji wan re bêzirar e ya şirketên navnetewî wê bixwazin li nava wê heps bikin vê tevgera gel a civaka amerîkî hişyar kir, piştî belavbûna dîmenên mirina mirovekî reşik ê bi fetisandinê, li bin çoka polîsekî spî. 

Bankaya JPMorgan a ku bêhejmar malbatên reşik mehf kirin bi xefika krediyên xaniyan ku wê tu caran nikaribin lê vegerînin, Serok-Midîrê wê yê Giştî M. Jamie Dimon jî -li ber kasaya peran a qirase ya bankaya xwe- çok danî. Namzedê komarger ê hilbijartina serokatiyê ya 2012an, M. Willard («Mitt») Romney, ku hingê îdîa dikir ku ji sedî 47ê nifûsa amerîkî ji parazîtan pêk tê; dema beşdarî xwepêşandana dij-nijadperestiyê bû di ber xwe de bi dengekî pir nizim digot «jiyana reşikan hêja ye». Şirketa parfuman Estée Lauder ji bo «destekdayîna edaleta nijadî û civakî û herweha ji bo zêdetir kes karibin ji derfeta perwerdê sûdê wergirin» wê 10 milyon dolar xerc bike. Herhalde ji bo vê xizmetê bike, wê berê jî kampanya hilbijartinê ya M. Donald di 2016an de fînanse kiribû.

Ji xeynî van îdîayên ku sînorên parodiyê jî derbas dikin, çawa dibe ku, tenê çend hefte piştî ku namzedê herî musaît ji bo êrişbirina ser «pergalê», M. Bernie Sanders, bi destê siyasetvanekî wekî, M. Josef Biden, ê ji bo sertkirina pergalê pir xwe êşandiye, xwepêşandanên li dijî «nijadperestiya pergalî» dest pê dikin. Di 1994an de, senator Biden bi rastî jî bûbû mîmarê mezin ê çerxa qanûneke ku wê bi lezeke mezin û bi awayekî girseyî berê afro-amerîkî bida zindanan. Û ev yek nebû asteng –rengê çermê mirov hercar nabe garantiya tercîhên baş– ku ji 38 endamên reşik ên Kongreyê 26ê wan dengên xwe bidana vê qanûnê.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, mîrasa piranîya malbatên afro-amerîkî li bin bendeke 20 000 dolarî tê bi sînorkirin, bi gotineke din bê mîras tên hiştin. (1) Ji ber vê yekê ew neçar in li taxên xizanan bicih bibin û zarokên xwe jî bişînin dibistanên belengazan, ji ber ku bi piranî ew bi bacên malûmilk tên fînansekirin. Paşeroja wan a profesyonel hê di gava pêşî de tê astengkirin. Girêka pirsê -«pergal»- li vir e: «îmtîyaza spî» berî her tiştî ya sermayeyê ye. Eger em bên ser sembolan, jixwe berê reşik jî bûbûn xwedî serokek: Barack Obama. 

(1) Binêrin li nivîsa Dalton Conley, «Li Dewletên Yekbûyî, rengê mîrasê», Le Monde diplomatique, îlon 2001.

Wergera ji fransî: Baran Nebar