Kurdên Rojava; gelo dê bikaribin bi hev re bi ser kevin û dîrokê binivisîn?

Bi armanca dubendîyên ku ji destpêka şerê navxweyî ya li Sûrîyeyê vir ve, di navbeyna PYD (Partîya Yekitîya Demokratîk) û ENKS (Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyeyê) hebûn, bên çareserkirin di 17ê hezîranê de gaveke girîng hat avêtin.

Translator

PYNK (Partîyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurdî) -ku PYD (Partîya Yekitîya Demokratîk) jî di nav de ye-, ENKS (Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûriyeyê) û nûnerê DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ya koalîsyona navneteweyî William Roebuck bi hev re li Hesekîyê civîneke çapemenîyê li dar xistin û daxuyandin ku ji bo yekitîyê li hev kirine. Ev lihevhatin ji alîyê kurdistanîyan û civata navneteweyî bi erênî hat pêşwazîkirin.

Di hin merheleyên şerê navxweyî ya Sûrîyeyê de ku ev 9 sal in berdewam e, serokên hêzên Kurdistana Başûr, bi taybetî jî di serî de Mesûd Barzanî, hikûmetên DYA, Fransa û Îngilistanê hewl dan ku di navbera PYD û ENKSê de navbeynkarî bikin. Lê mixabin hewldanên navbeynkarîyê ya van hêzan bêencam man.

Di pêvajoya şerê navxweyî ya Sûrîyeyê û êrişên Daîşê de kurdên rojava bedelên giran dan. HSD (Hêzên Sûrîyeya Demokratîk) ku stûna wê ji hêzên çekdar ya kurdî YPGê (Yekînen Parastina Gel) pêk tê, li dijî şerê Daîşê 11 hezar şervanên xwe wenda kirin û 22 hezar şervanên wê jî birîndar bûn. Bi heman awayî Pêşmergeyên Roj jî li gel birayên xwe yên Kurdistana Başûr bi hezaran şehîd û birîndar dan.

PYD û ENSK, ji alîyê Tirkîyê ve dagirkirina Kurdistana Rojavayê wekî îhtîmaleke biçûk derpêş dikirin. Li gor hesabên wan civata navneteweyî û dewletên herêmê dê destûr nedana vê yekê û li dijî dagirkirina Tirkîyeyê helwest bigirtana.

Tirkîye û milîsên cîhadî yên îslamîst ku Tirkîye piştgirîya wan dike di 2018 û 2019an de bi destûra DYA û Rûsyayê li Kurdistana Rojava herêmên Afrîn, Serêkanîyê û Girê Spîyê dagir kirin. Hinek ji nîştecîyên van herêman bajarên xwe terk kirin û bûn penaber. Yên mayin jî di bin zordestî û şideteke giran de dijîn.

HSD, bi piştgirîya DYAyê di nav sînorên sîyasî ya Sûrîyeyê de kanên petrolê û beşeke girîng a ji zevîyên dewlemend ên çandinîyê kontrol dike. Birêveberîya xweser a kurdî li herêmê hêzeke dîyarker e. Beşdarbûna vê hêza dîyarker a platformên ‘’çareserkirina’’ kêşeya Sûrîyeyê yên wekî Cenewre, Astana û Soçîyê ji alîyê Tirkîyeyê ve hatîye astengkirin.

Ji destpêka şerê navxweyî ya Sûrîyeyê heta niha 4 armancên bingehîn ên kurdan hebûn. Ya yekem; ji bo pêkanîna daxwazên demokratîk û neteweyî û bidestxistina statuyeke xweserî an jî federasyonê, bi hev re hereketkirin. Ya duyem; li herêma Kurdistanê pêşî li şerê navxeweyî girtin. Ya sêyem; zêdekirina kapasîteya çekdarî ya xweparastinê. Ya çarem; di paltformên navneteweyî yên ji bo çareserkirina sîyasî ya kêşeya Sûrîyeyê tên lidarxistin de, bi awayekî bihêz temsîlîyeta kurdan a diplomatîk.

Li gor çarçoveya van 4 daxwazên bingehîn lijneyên PYD û ENSKê bi vexwendina Mesûd Barzanî di 11ê hezîrana 2012an de li Hewlêrê civîyan. Wekî temsîlkarê Barzanî serokê Daîreya Têkilîyên bi Gel re ya Ofîsa Serokatîya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî serokatîya civînê kir.

Aligirên civînê li ser 7 xalan gihîştin lihevkirinê. Naveroka van 7 xalan ev bûn; li Sûrîyeya nû ya demokratîk li gel hemû nasnameyên etnîkî, di zagona bingehîn de ewlekirina mafên demokratîk ên kurdan û nasnameya wan a neteweyî.

Li herêmên xweser ji bo birêvebirina karên îdarî, damezrandina sazîyên biryargirtin û birêvebirinê. Dawîanîna li propagandaya reş a ku rêxistinên kurdan li dijraberî hev dikin. Yekkirina hêzên çekdarî û ji bo çareserkirina problemên sîyasî yên di navbêra hêzên sîyasî de lidarxistina komîsyonan.

Yekîtîya kurdan nerehet dike!

Vê peymanê dewletên herêmê bi zêdeyî nerehet kir. Bireveberîyên Ankara û Tehranê bêyî ku dereng bimînin dest bi hewldanên xerakirina peymanê kirin. Tirkîye, herdem û bi her awayî ji yekitîya kurdan aciz û nerehet dibû.

Ankarayê hewl da ku hêzên sîyasî yên di nava ENKSê de ne wekî cepheyekê, lê bi temsîlîyeta yek bi yek beşdarî HNS (Hêzên Neteweyî ya Sûrîyeyê) bibin. Li gorî Erdoganî ji ber ku HNS heye hewcedarî bi ENSKê tunebû.

Lê Ankara ji bo ku karta kurdî ya di destê xwe de nexe riskê, li gorî berjewendîya sîyaseta Tirkîyeyê ya Sûrîyeyê ji bo ENSK nekeve nava  ê nikaribû zêde israrker bibe. Ji bilî vê yekê di navbera Tirkîye û PKKê (Partîya Karterên Kurdistan) de hevditînên ku ji alîyê raya giştî ve nedihat zanîn jî dest pê kiribûn. Têkilîyên bi Kurdistana Başûr re jî bi awayekî erênî dimeşîya.

Îran, wekî herdem helwesta xwe ya di derheqê kêşeya kurdî de bi awayekî pinî (sinsi), bêdeng û bikûrahî dimeşand. Helwesta wê ya ji bo lihevkirina Hewlêrê jî di vê çarçoveyê de bû. Tirkîye wekî ku dihat texmînkirin li hemberî Peymana Hewlêrê ya PYD û ENKSê reaksîyoneke pir mezin nîşan da. Ankara, Hikûmeta Kurdistanê û raste rast Mesûd Barzanî wekî berpirsîyarê peymanê dît û ji xwe re kir armanca êrişê. Erdogan got: ‘’Em ê tu car destûr nedin rêxistina terorîst li bakurê Sûrîyeyê bihêz be û ji bo welatê me bibe metirsîyek... Hem hêzên me yên çekdarî hem jî hêzên me yên din xebatên xwe didomînin. Min talîmat da Wezîrê Karên Derve, dê here Kurdistana Başûr û biryardarîya me ragihîne wan. Ji wê şûnda jî divê bizanibin ji tiştên ku biqewimin em ê ne berpirsîyar bin’’. (1)

Wezîrê Karên Derve yê wê demê Ahmet Davutoglu di 1ê tebaxa 2012an li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî re hevdîtineke 3,5 saetî kir. Davutoglu tezên Tirkîyeyê yên di derheqê PYD û ENKSê de tên zanîn dubare kir. Davutoglu dema vegerîya Ankarayê ev daxuyanîya girîng da: ‘’Ji geşepêdanê Barzanî berpirsîyar e. Çunku ji serî de bi peymana ku di navbera kurdên Sûrîyê de da çêkirin bingeha xweserîyê hat avêtin’’. (2)

Dema li cepheya Tirkîye û Kurdistana Başûr ev geşepêdan pêk dihatin, PYD û ENKSê jî hîna mûrekeba peymana ku imze kiribûn ziwa nebibû bi sucdarkirina hevûdu peyman bêwate û pûç kirin. PYDyê, ENKS bi hîmayeya Tirkîyeyê, ENKSyê jî, PYD bi hîmayeya Îran û Qendîlê îtham kirin. Di îthamkirinên herdu alîyan de jî tesbîtên rastîn hebûn, lê PYD û ENKSyê tercih kirin ku hem derzîyê hem jî şûjinê di hinekin din re kin.

Lê di têkoşînê de qaîdeyeke hêsan heye; ger gavên ku hûn diavêjin dijminên we bitirsîne û nerehet bike, ew tê wê wateyê ku hûn li ser rêyeke rast in. Sîyasetmedarên kurd yên rojavayî, helwesteke berevajî vê qaîdeya hêsan pêk anîn. Rêgeh (rota) zivirandin hêla ku dijminê wan dixwaze. Ne bihevrebûnê, lê jihevcudasekinînê û hevûdusucdarkirinê tercîh kirin.

HNSê di 27ê adara 2012an de di civîna li Îstanbulê de ‘Belgeya Misak-î Mîllî’ qebul kir. Di vê belgeyê de ji bo kurdan daxwaza statuyeke cuda hatibû redkirin. Civîna ku li du Peymana Hewlêrê di 3-4ê tîrmehê de li Qahîreyê hat lidarxistin jî ji bo kurdan bi erênî derbas nebû.

Di civîna Qahîreyê de ku li ser navê kurdan lijneyên ENKSê û Meclîsa Gel ya Kurdistana Rojava beşdar bûbûn, kurdan ji bo ewlekirina mafên xwe yên demokratîk û neteweyî ji HNSê temînata nivîskî xwestin. Daxwazên kurdan ji HNSê ev bûn:

-Ji navê Komara Ereb ya Sûrîyeyê derxistina îfadeya ‘Ereb’î.

-Naskirina kurdan a wekî neteweyek.

-Dewletbûna Sûrîyeyê ya wekî dewleteke navendî ya ademî

-Naskirina mafên wan ên çarenûsîyê

Ev daxwaz hemû hatin redkirin. Û bi ser de, civîn jî bi şer bi dawî bû. (3)

Li dû civîna Qahîreyê Meclîsa Gel a Kurdistana Rojava û ENKS carek din bi vexwendina Mesûd Barzanî di 9-12 tîrmeha 2012an de li Hewlêrê hatin cem hev. Vê carê Fuad Huseyîn li ser navê Mesud Barzanî serokatîya civînê kir. Armanca civînê bikaranîna lihevkirina 11ê hezîranê ya Hewlêrê û dawîanîna li nakokîyên di navbêra grûbên kurdî de bû. Leyla Zana jî di nav de gelek sîyasetmedarên ji Kurdistana Bakur jî piştgirî dan pêvajoya Hewlêrê.

Ev civîna navborî, wekî lihevkirina duyem ya Hewlerê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Encama wê jî bû wekî qedera lihevkirina yekem a Hewlêrê.

Li du navberdayina du salî di 2014an de bi heman çarçoveyê îcar di navbera TEV-DEM (Tevgera Civaka Demokratîk) ku PYD jî di nav de ye û ENKSê de Peymana Duhokê hat îmzekirin. Lê mixabin ev peyman jî ji ber heman sedeman bi rê ve neçû.

Lihevkirin di pêvajoya tetbîqkirinê de têk dîçe?

Di lihevkirina ku PYNK, ENKS û nûnerê DYAyê ya Koalîsyona Navneteweyî William Roebuck 17ê hezîranê li Hesekîyê bi hev re daxuyandin de, behsa Peymana Duhokê ya 2014an tê kirin. Peymana Duhokê di nav xwe de hemû xalên lihevkirinên yekem û duyem yên Hewlêrê dihewîne.

Taybetmendîya herî girîng a lihevkirina Hasekê ev e; navbeynkarên sêyem ne kurd in. Serokên Kurdistana Başûr di lihevkirina dawîn de ne li sehneyê bûn, li paşxaneya sehneyê  man. Di serî de DYA, civata navneteweyî bûn garantorên lihevkirinê.

Di 16ê kanûna paşîn a 2020î de li Qamişloyê xwepêşandanek hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de xwepêşandaran, daxwaz kir ku PYD û ENKS dawî li dijminatîya di navbera xwe de bînin û bi hev re hereket bikin. Çapemenî û çalakvanên ku xwepêşandan dişopandin, dirûşmeyên ku dihatin avêtin bi vî awayî şirove kirin, ‘’dema kurdan qezencên xwe yên bidestxistî wenda kirin ji xewê şîyar bûn û ferq kirin ku parçe bûne’’. (4)

Rastîya vê şiroveyê ne tenê ji bo kurdên rojava, ji bo kurdên hemû parçeyên Kurdistanê tesbîteke derbasdar e. Ji 2011an û vir ve kurdên rojava ji bo yekîtîyê ev cara çarem e li hev dikin. Gelek derdorên sîyasî ne tenê ji bo sedemên li rojava pêk hatine, ji ber sedemên azmûn û ceribandinên neyênî yên hewldanên yekîtîyê ya li Kurdistana Başûr jî bi xweşbînîyek bi îhtîyad nêzîkî vê helwestê dibin. Ji ber vê yekê bi qasî lihevhatinê, pêkanîna lihevkirinê, lihevkirinê ji hêzên xêrnexwaz ên hundirîn û derveyî parastin, di navbera alîgiran de ahengdarî û senkronîze jî gelek girîng in. Her sê peymanên ewil jî ji ber tunebûna van mercan bi ser neketin.

Tesîr û encamên gengaz ên lihevkirinê

Li dû lihevkirina Hesekîyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Mevlüt Çavuşoglu helwesta Tirkîyeyê bi van gotina daxuyand: ‘’yên ku bi YPG û PKKê re ne, ji bo me tu ferqa wan ji YPG û PKKê tuneye û ji bo me ew jî hedefên meşrû ne’’. Êrişên ku Tirkîyê di demên dawîyê de bi navê “Pençe Kartal” û “Pençe Kaplan” li herêmên Kurdistana Başûr ên Şengal, Mexmûr û Qandîlê daye destpêkirin jî divê ji alîyekî ve wekî bersiva lihevkirina kurdên Rojava bê nirxandin.

Ji hêla din ve Wezîrên Karên Derve yên Tirkîye û Îranê berî operasyonê hevdîtin li dar xistin. Li dû hevdîtînê Ankara û Tehranê, li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê operasyona hevdemî dan destpêkirin. Ji bilî vê operasyonê, Tirkîye bi balafirên çekdar û bêmîrov êrişê Kobanîyê kir. Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistana Başûr, Babekîr Feqê daxuyand ku bi sedema hêzên çekdar ên mixalîf, Tirkîye 20 heta 40 km, Îran jî 10 km ketîye nava sînorê Kurdistana Başûr. Daxuyand ku ev êriş îhlalkirina peymanên dualî û yên navneteweyî ye. Ev hemû geşepêdan dest nîşan dikin ku operasyonên Tirkîye û Îranê ne tesadüfi ne, berevajî wê, operasyoneke hevahengî ye û ji bo hewldana yekitîya kurdên Rojavayê ya di garantorîya DYAyê de dimeşînin jî, bersivek e.

Wekî tê zanîn hewldanên Tirkîyeyê yên bi armanca di qada navneteweyî de PYD/YPGê (bi siruştî HSDê jî) wekî rêxistinên terorîst bide tescîlkirin, ligel hemû tehdît û şantajên wê heta îro bê encam ma û bi ser neket. Lê Tirkîye di hemû paltformên navdewletî yên bi mijara Sûrîyeyê hatine lidarxistin de, wekî platformên Cenewre, Soçî û Astana pêşî li beşdarbûna HSDê girt. Di pêvajoya yekitîya Rojavayê de tiştên ku Ankara, Tehran û Şamê herî zêde aciz û nerehet dike, îhtîmala beşdarbûna kurdan a bihêz û bi yekdengî bo civînên ku li Cenewreyê bi pêşengîya Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina şerê navxweyî yê Sûrîyeyê berdewam in.

Tirkîye, sîyaseta wekhevîkirina YPG/PYDê -dû re jî ya HSDê- bi PKKya ku di serî de ji alîyê DYAyê, welatên Yekitîya Ewropayê û gelek dewletên din wekî terorîst tê qebûlkirin meşand. Tirkîye niha jî bi awayekî agresîf hêzên ku bi PYDê re yekîtîyê çêdikin wekî terorîst îlan dike û dibêje ew jî êdî hedefên erişên me ne.

Ankara vê helwesta xwe di hemû platformên navneteweyî de derdixe pêş. Ji ber ku NATOyê, PYD/YPGê wekî rêxistineke terorîst qebûl nekir, Tirkîyeyê demeke dirêj Plana NATOyê ya Parastina Ewropaya Rojhilatê bloke kir. Lê di dawîyê de mecbûr ma an jî mecbûr hat hiştin ku paşve gav bavêje. Qoza negatîf a kurd a di destê wê de ye jî lê vegerîya.

Niha pirsa ku herî zêde tê meraq kirin ev e: di nava mixalefeta Sûrîyeyê ya di bin nifûsa Tirkîyeyê de ye dê pozîsyona ENKSê çi be? Dê ENKS bê îxrackirin, an jî ew ê bixwe ji mixalefetê biqete? Li du dagirkirina Tirkîyeyê ya Afrînê, Serêkanîyê û Girê Spîyê di navbera Tirkîye û ENKSê de rageşîyek [tengijînek] hebû. Nûnerê ENKSê ya komîteya gotûbêjê ya mixalefeta Sûrîyeyê Hewas Egîd, par ji Tirkîyeyê hat dersînorkirin.

Veqetîn an jî îxrackirina ENKSê ji mixaleta Sûrîyeyê ya di bin nifûsa Tirkîyeyê de, tê wateya ku Ankara dê qoza kurdî ya di destê xwe de wenda bike. Dê argumana wê ya ‘’Bi kurdan re tu problemê min tuneye, bi rêxistinên terorîst re problemên min heye’’ jî bê bingeh bimîne. Dîsa divê bersiva pirsa şêwaza temsîlkirina kurdan a di pêvajoyên Cenewre, Astana û Soçîyê de dê çawa bibe jî, bê dayin.

Sepanên [tetbîqkirinên] sîyasî û leşkerî yên bi guman ku li Sûrîyêyê ji alîyê DYAyê ve tê meşandin di nav partîya Trumpî de jî bûn sedema krîzê. Wezîrê Parastinê James Mattis û Şêwirmendê Ewleyîyê John Bolton ji ber vê sedemê dev ji karên xwe berdabûn. Nûnerê DYAyê yê Koalîsyona Navneteweyî William Roebuck ku di heman demê de dîplomat e, di van mehên dawîyê de tevî ekîba xwe gelek caran Kurdistana Rojavayê zîyaret kir û li herêmê demdirêj man. Çavdêrên sîyasî û leşkerî vê helwestê wekî girîngîdayina lihevkirinê ya DYAyê dinirxînin.

Nûnerê DYAyê yê Koalîsyona Navneteweyî William Roebuckî di lihevkirina Hesekîyê de navbeynkarî kiribû. Divê li ser wî û rola wî bi baldarî bê rawestan. Roebuck li ser mijara Rojhilata Navîn dîplomatekî bi tecrube ye û di salên 2015-1017an de balyozê DYAyê yê Bahreynê bû. Li dû Brett McGurk ji bo şerê li dijî Daîşê koordîne bike wekî Nûnerê Taybet yê Koolasyona Navneteweyî hat wezîfedarkirin.

Roubuck di sîyaseta DYAyê ya  Rojhilata Navîn û Kurdistanê de dikare li ser xeta Brett McGurkî ku wekî dostê kurdan dihate nasîn bê nirxandin. Roebuck, Trump û James Jeffreyî ku Nûnerê Taybet ya DYAyê yê Sûrîyeyê bû, ji sedema di 2019an de li dijî êrişên leşkerî yên Tirkîyeyê derneketin û hewl nedan ku pêşî li dagirkirina Serêkanîyê û Girê Spîyê bigrin, rexne kir.

William Roebuck ji meha nîsanê vir ve li herêma Hesekîyê li kampa leşkerî ya DYAyê di navbêra PYD û ENKSê de civînên lihevkirinê da destpêkirin. Wekî li jor jî hat behskirin civîn li ser hev û demdirêj hatin çêkirin. Tiştê ku Roebuck herî girîng dibîne, beşdarîya hêzên kurdan a civînên ku bi armanca çareserkirina sîyasî ya şerê navxweyî ya Sûrîyeyê li gorî biryara bi hejmara 2254 a NYyê (Neteweyên Yekbûyî) li Cenewreyê tên lidarxistin e. Lewra HSD tevî grubên dînî û etnîkî ji % 15 nifûsa Sûrîyeyê pêk tîne û ji % 25 axa Sûrîyeyê jî kontrol dike. Her çiqas bi raya giştî re daxuyanîyeke fermî nehatibe parvekirin jî, tê gotin ku DYAyê li gor lihevkirinê, ji bi li Sûrîyeyê herêmeke federal ya kurdan bê naskirin û mafên wan ên neteweyî di qanûna bingehîn de bê garantîkirin soza piştgirîyê daye kurdan. (5)

Helbet dema li bikaranînên Trump ên di warê sîyaseta Rojhilata Navîn û Sûrîyeyê de bê nêrîn, rewşeke berevajî piştgirîya ku li jor hat behskirin, ne îhtîmaleke dûr e. Lê di vî warî de ya herî girîng ev e; Di nava kadroyên sîyasî û leşkerî yên DYAyê ên li herêmê, Pentagon, Wezareta Karên Derve, Meclîsa Nûneran û Kongreyê de derdorên ku dixwazin kurd li herêmê xwedîyê statûyê bin û bidestxistinên xwe biparêzên gelek zêde ne. Sedema herî girîng a vê yekê jî ev e; ji bo sîyaseta Rojhilata Navîn û ewlehîya Îsraîlê, li Iraq û Sûrîyeyê bêyî ku DYA xwe bixe rizîkoyê aktorê ku pê bawerî bîne kurd in û daxwazên wan ên meşrû ne.

Ji hêla din ve roja ku lihevkirina PYNK û ENKSê hat daxuyandin, DYAyê, ji bo rejîma Esad Qanûna Sezarî xist rojevê. Li gorî Qanûna Sezarî kesên ku bi rejîma Şamê û bi malabata Esad re ticaretê bikin, li ser wan mueyîde tên danîn. Armanca qanûnê di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûreyêyê de Şamê li derveyî pêvajoyê hiştine. Kurdistana Rojava ji vê qanûnê cuda tê girtin. Ev geşepêdan di demên dawîyê de duyemîn gava DYAyê ye ku ji bo sûdwergirtina kurdan hatîye avêtin.

Waşîngton hewl dide ku Ankara û Baxdad zêde midaxeleyî têkîlîya ku ew bi kurdan re dimeşîne nekin. Kurd sîyaseta têkilîyên bi DYAyê û civata navneteweyî re raste rast û bê navbeynkar dimeşînin. Di îlona çûyî de Gruba Xebatê ya Sûrîyeyê di rapora xwe ya ku pêşkêşî Kongreya DYAyê kir de, pêşnîyar dike ji bo ku Ankara ji nû ve bi PKKê re rûne ser maseya çareserkirinê ji bo hemû alîyan gavên wêrekkirinê bên avêtin û bên teşwîqkirin. Ji ber vê yekê gelek geşepêdan û sedem lihevhatina ku bi garantorîya DYAyê li Kurdistana Rojava hat îmzekirin, watedar û girîngtir dike. (6)

Divê di pêkhatina lihevkirina PYNK û ENKSê de li ser rola Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Kobanî jî bê rawestan. Kobanî di gulanê de li ser hesabên xwe yên medyaya sosyalî de daxuyanîyek belav kir û got: ‘’Em ê bi hev re bi ser kevin û dîrokê binivîsînin’’ Niha em ê tev bi hev re bibînin, ji bo veguhertina qedera bêyom a kurdan û Kurdistanê, gelo kurdên Rojava dê bikaribin bi hev re bi ser kevin û bi hev re dîrokê binivîsin?

*Nivîskar, rojnamevan.

JÊRENOT:

PYD (Partîya Yekitîya Demokratîk). Di îlona 2003yan de li rojavayê Kurdistanê hatîye damezirandin. Piştî kevneserokê wê yê demdirêj Salih Muslim, ev bû demeke bi hevserokayetîya Şahoz Hesen û Ayşe Hiso ve tê birêvebirin.

ENKS (Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyeyê). Di çirîya pêşî ya 2011an bi hatina cem hev ya 11 partî û rêxistinên kurd yên li rojavayê Kurdistanê, li Hewlêrê hatîye damezirandin. Serokayetîya wê ji alîyê Îbrahîm Biro ve tê kirin.

PYNK (Partîyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurdî). Di gulana 2020î de bi hatina cem hev ya 25 partî û rêxistinên kurd yên li rojavayê Kurdistanê hate damezirandin.

YPG (Yekîneyên Parastina Gel). Di tîrmeha 2012an de hate damezirandin. Vesazîya leşkerî ya PYDyê ye.

HNS (Hêzên Neteweyî yên Sûrîyeyê). Di çirîya pêşî ya 2015an de hatîye avakirin. Ji hêzên kurd, ereb, suryanî, ermen û tirkmenan pêk hatîye. Bi mebesta têkoşîneke hevpar a li dij Daîşê hatîye damezirandin.

TEV-DEM (Tevgera Civaka Demokratîk). Di çileya paşî ya 2011an de hatîye damezirandin. Ji rêxistinên wek PYD, YPG û HSDyê pêk tê. Ji alîyê hevserokayetîya Xerîb Hiso û Zelal Ceger ve tê birêvebirin.

HSD (Hêzên Sûrîyeya Demokratîk). Di çirîya pêşî ya 2015an hate damezirandin. Herçiqas hêza herî xurt YPG be jî, gelek hêzên din yên leşkerî ku ji ereb, suryanî, ermenî û tirkmenan pêk tê di nav vê enîyê de cîh digirin. Têkoşîna xwe ya li dijî Daîşê, bi hevkarîya Amerîkayê û hevpeymanîya navnetewî re dimeşîne.

_______

(1) “Erdoğan: müsaade etmeyiz”, ‘’Erdogan em ê destûr nedin’’ Cumhurîyet, 26.07.2012

(2) Fehim Taştekin, Rojava Kürtlerin zamanı, ‘’Dema Kurdên Rojava’’, İletişim Yay. S.145-157

(3) a.g.e

(4) https://syriadirect.org/news/the-rivaling-philosophies-of-barzani-and-o…

(5) https://tonyseed.wordpress.com/2020/05/14/profile-william-roebuck-ambas…

(6) https://www.usip.org/syria-study-group-final-report

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran