Jİ ÇAPAMENÎYÊ CÎHANÊ

Kurdên Sûrîyê dibin yek

 

Hevdîtinên bi hêzên kurdan re, li rojhilatê Sûrîyeyê roleke girîng dilîzin. Piştî demekî dirêj hevdîtin gihiştin encamekê. Çarşema borî hêzên kurd ên li Sûrîyeyê, piştî salên dûr û dirêj ên bi nakokî û alozîyan derbas bûn, dîyar kirin wan ji bo yekîtîyekê li hev kirine. Di van hevdîtinan de rola herî giring ya Partîya Demokratik a Sûrîyeyê (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûrîye (ENKS) bû. Ev her du hêz wê êdî di rêveberîya rojhilatê Surîyeyê de, pêkve bibin xwedî gotin.

 

Ev hevdîtinên dîrokî di bin çavderîya William Roebuck de pêk hat. Roebuck ku Cîgirê Şanderê Taybet ê Amerîkayê di Hevpeymanîya Navdewletîya Dijî DAIŞê ye, herweha çerçova vê yekîtîyê jî dîyar kir. Kurdên Sûrîyeyê wê di nava xwe de peymana 2014an pêk binîn, niha pirs ev e; çima heya niha ev peyman pêk nehat? Ji ber ku Dewletên Yekbûyî yê Amerikayê (DYA) niha dixwaze bi kurdên Sûrîyeyê re têkilîyeke xurt deyne û mafên wan ên bingehîn misoger bike. Demên pêş mê wê nîşan bide, ka gelo DYA wê bikaribe vê yekê pêk binê an na.

19ê Hezîranê, The Jerusalem Post (Îsraîl)

 

 

 

Iraq: Tirkîye êdî bila xaka me bombardûman neke

 

Tirkîye li bakurê Iraqê li dijî hêzên PKKê dest bi operasyonekê kir. Leşkerên tirk bi helîkopteran ji sînorê xwe derbasî xaka Iraqê bûn, herweha balafîrên şer jî herêm bombardûman kirin. Pîştî vê operasyonê Wezareta Derve ya Iraqê bang li sefîrê tirk li Bexdadê kir û bi tundî nerazîbûna xwe anî ziman. Hikûmeta Iraqê xwest Tirkîye yekser û tavilê dev ji çalakîyên xwe yên provakatîf berde. Herweha Îran jî hat hişyarkirin ku divê Tehran rêzê li sînorên Iraqê bigre û dev ji êrişên xwe yên li dijî herêma kurdan berde.

 

19ê Hezîranê, Qatar Tribune (Qatar)

 

 

Êdî dawî li kabûsa kurdan hat

 

Çarşema borî dozgerê kuştina Olaf Palme Krister Petersson, piştî 34 salan eşkere kir ku Stig Engströmî Palme kuştîye. Vê nûçeyê bi xwe re gelek rexne û guman jî anîn. Lê belê vê daxûyanîyê dilê 40 milyon kurdî rehet kir. Ji ber ku derket holê ku kujer ne kurd e. Dema dedektîfên taybet û pispor di ekranên kanalên televîzyonan de daxuyanîya dozger şîrove dikir, havîn û payiza 1986an hat ber çavên min.

 

Pêşhikûmên xirab û sûcdarîyên bêbingeh ên li dijî kurdan hatin bîra min. Zarokên kurdan, di parkên zarokan de ji alîyê ciranên wan ve mîna “Qatilê Palme“ dihatin binavkirin. Çima? Ji ber ku du aktivîstên PKKyî dema bi rêya telefonê bi hev re axivîbûn, gotîbûn “êdî em dikarin li kolanan dawet û dîlanê bigrin“. Hans Holmer (Midîrê emnîyata wê demê) ku qet kurdî nizane vê gotina “dawet“ê  mîna “kuştin“ wergerandibû. Piştre jî bi fermana wî, di berbanga sibê de, hêzên taybet avêtin ser malên kurdan. Ji ber ku kurd bê dewlet bûn, bê lobî û bê xwedî bûn, bê sefîr bûn, gelek hêsan bû ku kurdan sûcdar bikin.

 

13ê Hezîranê, Kurdo Baksî, Svenska Dagbladet (Swêd)

 

 

 

Erdogan dixwaze partîya kurdan bigre

 

Kurdên li Tirkîyeyê bi du meşên protestoyî, ber bi Ankarayê ve meşîyan. Lewra serokkomar Recep Tayyip Erdogan dixwaze partîya wan bigre. HDP ku pişta kurdan digre, li hember hewldanên girtinê, ji Hakkarîyê heta Edirneyê bang li alîgirên xwe kir da ku li hember vê yekê heta Ankarayê bimeşin. Kurd piştî ku parlamenterîya du parlamenterên wan ji destê wan hat wergirtin, gelek hêrs bûn. Herweha mixalefet jî naxweze HDP were girtin û heya niha ji nava wan gelek dengê nerazîbûnê bilind bû.

 

11ê Hezîranê, Arab News (Erebistana Suîdî)

 

 

 

Erdogan hêza xwe ya paramîlîter ava dike

 

Parlamentoya Tirkîyê pêşnîyara qanûna derbarê hêzên ku qaşo wê ji polîsan re bibin alîkar û bi tirkî navê wan “bekçî“ ye, pejirand. Ev hêz wê bi çekdar bin û wê bikaribin li kesên gumanbar bigerin, herweha destûra wan heye ku wesayitan kontrol bikin. Ji ber vê jî hat gotin ku hikûmeta tirk dixwaze hêza xwe ya mîlis ava bike.

 

Ev demeke dirêj e, ev mijar di rojava Tirkîyeyê de bû, herî dawî ev mijara ku di sala 2008an de hatibû jibîrkirin, sala 2016an careke di zindî bû. Ji wê demê ve, ev hikûmet dixwaze vê qanûna “bekçî“ bide erêkirin. Piştî pejirandina parlamentoyê, li gel ku mixalefet hê bi tundî li dij derdikeve jî, hikûmeta serokkomar Recep Tayyip Erdogan hêza xwe ya bi navê “bekçî“ ku hejmara wan 21 hezar e, ava dike. Tirsa herî mezin ew e ku ev hêzên çekdar di şerekî etnîkî ya di navbera tirk û kurdan re roleke xerab bilîzin.

 

12ê Hezîranê, The Independent (Îngiltere)

 

 

 

Trump û pirsa kurdan li Koşka Spî

ji zarê John Bolton

 

John Bolton, şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, di çarçoveya pirtûka xwe de behsa bîranînên xwe yên li Koşka Spî dike û 28 caran navê kurd di kitêba xwe de bi kar anîye. Pirtûk bi navê “The Room Where It Happened” bi wateya “Ew Jûra Gelek Tişt Têde Qewimîn” e û peywendîyên Amerîkayê li gel Herêma Kurdistanê û serederîya Hevpeymanîya Navdewletî bi serokatîya Amerîkayê li gel Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, weha kirîye ku gelek caran behsa pirsa kurdan li Koşka Spî, Wezareta Derve, Berevanî û Dezgeha Îstixbarata Amerîkayê were kirin.

 

John Bolton di beşeke kitêba xwe de weha behsa helwêsteke serokê Amerîkayê ya derbarê şerê DAIŞê û mana hêzên welatê xwe li Rojhilata Navîn dike: “Rojeke duşemê Donald Trump got, “dixwazim ji şerên gelek xirab ên Rojhilata Navîn bême derê. Em çekdarên DAIŞê ji bo wan welatan dikujin ku dijminê me ne.” Ez weha têgihîştim ku mebesta wî Rûsya, Îran û Sûrîyeya Esed e. Trump got, rawêjkarên wî li ser du enîyan dabeş bûne. Grûbek ji wan dixwazin Amerîka li wê derê bo “heta hetayê” bimîne û grûpeke din jî dixwazin, “bo demekê bimîne.” Trump nerîneke berevajî hebû û got, “ez naxwazim bi tu şêweyekê bimînim. Ez ji kurdan hez nakim. Ew ji ber iraqîyan direvin, ji ber tirkan direvin. Tenê wê demê narevin ku em çar dora wan bi F18an bombebaran bikin”, loma jî ew pirs ji min kir, “divê em çi bikin?” Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê got, hinekî dem bide John Bolton û min, lê belê zelal bû ku Trump dixwaze Amerîka ji Sûrîyeyê vekişe.“

 

22ê Hezîranê, Rûdaw (Başûrê Kurdistan)

 

 

Serokwezîr Kurz piştî bûyerên Vîyanayê

Tirkîye rexne kir

 

Piştî êrîşa nijadperêstên tirk a li dijî kurdan têkilîyên Vîyana û Ankarayê her diçe xirabtir dibe. Serokwezîr Sebastian Kurz jî got dewleta tirk ”îxtîlafê diçîne”. Kurzê ku derket pêşberî rojnamegeran weha hişyar da Tirkîyeyê: “Divê dawî li wê yekê bê anîn ku dewleta tirk hewl bide bandorê li mirovên li Awusturyayê bike. Îxtîlafê ji Tirkîyeyê îtxal dikin. Kî wisa hîs dike ku divê li kolanan şer bike, bila ew vê li Tirkîyeyê bike. Niha divê em derxin holê ka çi girêdana dewleta tirk û komeleyên li Awusturyayê hene. Divê dawî li van têkilîyan were.”

 

30ê Hezîranê, Der Standart (Awusturya)

 

Berhevkar: Perwer Yaş