Çavbirçîtîya Artêşa Misrê

Nan, Maqarne, Masî û Fûar: pir kêm çalakîyên leşkerî

Ji desthilatdarbûna Maraşel Abdufattah Al-Sissi ya 2013an heya niha, Artêşa Misrê qaşo bi berbifirehbûneke aborî ya bê sînor ve mijûl dibe. Li her derê bi hezaran şantîyeyên curbicur îdare dike û peymanên rayê yên ku zirarê didin şirketên dewletê û yên taybet yekdest dike. Lê welêt, ji vê pratîka artêşê -ya li her derê bicihbûyîn- têra xwe sûd wernagire.

Translator

 

Li ser ekrana televîzyonê leşkerên peya yên ku cilên reng-xakî lê ne, tupên dezenfektasyonê dipejiqînin ser asfaltê. Di vê vîdeoya ku layîqê kategorîya Byê ye de, dema ku leşker, rûpoşan li girseya ku bi avayekî rêkûpêk ber bi metroyê ve direvin belav dikin, drona kamerayê ber bi nexweşxaneyeke sehrayê, ku ev nexweşxane yek ji çar nexweşxaneyên sehrayê yên li welêt in, difire. Herweha di belgefîlm de, kapasîteya pîşegeha leşkerî ya ku dikare rojê 100 000 rûpoşên cerahî (ji bo welatekî ku nifûsê wê 100 milyon e) çêbike dide nasîn. Di meha gulanê de, serokkomarê Misrê Maraşel Abdelfattah Al-Sissi, ji bo ku dîyar bike da ku artêşa Misrê ji koronavîrûsê natirse, sehneyeke şer hilbijart.

Di 7 nîsanê de, rêzdar Al-Sissi îdîa kir ku di derbarê tendirustîya welêt de ew xwedî “rezervên stratejîk” in û herweha îdîaya xwe jî sipart hebûna sazîyeke fermî ya -ku di sala 2015an de hatîye avakirin- bi navê Sazîya Yekbûyî ya ji bo Kirîna Amûrên Tendirustîyê, ku heman demê de divê ew bi awayê fermî di bin banê sazîya Serokwezirtîyê de bibe lê di rastîyê de di bin hikmê General Baha Eldin Ziedan de ne. Ev daxûyanî di nav Misrîyan de wekî bikaranîna krîza tendirustîyê ya ji bo berfirehkirina desthilatdarîya artêşê ya li ser aborîyê hat dîtin û gumanên misrîyan yên bi vî şiklî jî bi hêz kirin. Ji hewla derbeya leşkerî ya zabitên azad pê ve, peyder pey artêş bû mutehîtekî mezin. Herweha, bi guherandina makezagonê ya di sala 2018an de, artêş bû “garantorê demokrasîyê û sazîyên wê” û piştî ku rêzdar Al-Sissi di 2013an de ew xist bin destê xwe, rêdan û bandorên wê deh qat zêde bûn. Li gor Serokkomarê Misrê du faydeyên vê geşbûyînê hene. Yekem, artêşa ku kêmtirîn burokratîk tê xuyan dikare projeyên binesazîyê yên ku armanca wan bi awayekî lez gengazîya welêt e, baştirin pêk bînin. Duyem, leşkerîbûna aborîyê dê dahatîyên nû ji bo memûrên ku her diçe hejmara wan zêde dibe pêşkêş bike, ku ev yek jî dê bibe sedema geşbûna hêza rejîma nû.

Di 2016an de sazîya ku di bin destê General Ziedan de ye, ji bo amûrên ku ji bo nexweşxaneyên fermî pêwîst in, bû navbeynkarê mecbûrî. Û peydakerên [tedarikçî] xwecihî û yên biyanî hilbijart. Û piştî xêrkirinê bi awayekî tomerî amûr kirî û bi fatûrayeke derkenarî careke din firot wezareta tendirustîyê. Bi destpêka şewba Covid-19, hêz û pêdivîtîya destûrmendîya sazîyê xwe gihand her qadê, heya ji bo kirîna amûrên tendirustîyê yên bingeh (lepik, maske û hwd) jî. Belê qedaya serhişkan, herweha, midîrekî kilînîkeke taybet yê ku hez nake navê wî bê eşkerekirin, dibêje: “ji ber ku me di nav vê organîzasyonê de cih negirt, siparîşên me yên amûrên bêhngirtinê hatin blokekirin.”

Ji bo kargehên normal avantajên bêwezin

Her çiqas ev navendîbûyîn di teorîyê de bihayên îtxalatê dadixîne û têrkirina îhtîyacên herêmê mimkin bike jî di rastîyê de xelayê derdixe holê.  Midîrê nexweşxaneyê dîyar dike ku, “bi destpêka van reforman pê ve amûrên ji bo emelîyatên dil yên pêwîst -yên wekî qapaxên dil yên ne standart- ji % 30 kêm bûne. Ev yek jî dibe sedem ku lîsteya rawestandinê ya ji bo emelîyatê dirêj bibe û herweha bi vî şiklî jî nîsbeta mirinê jî zêde dibe”. Encameke yekdestîya leşkerî ya din jî ev e ku qedera hezar hawirdekarên xwecihî û çêkerên amûrên tibê ji ber ku desthilatdarîya kirînê memnun nekirine, ji mezadên ji bo rayagiştî hatine derxistin, qedexekirin û sazîyên wan hatine girtin. Me ev hejmar ji endamekî jûreya bazirganîyê ya vê sektorê wergirt.

Lêbelê mijar ne tenê qada tendirustîyê ye. Agahzanîn [Enformatîk] (IT) û ekîpmanên curbicur. Artêş êdî ji hatinîya bazara nan, maqarne û ava mîneral a  şûşeyan, ne  memnûn e. Ji sala 2013an pê ve êdî bi karê çewliga masîvanîyê, hilberkarîya çîmentoyê û heya tertîpkerîya fuara bazirganîyê jî kir. Împeratorîya wê vê gavê xwedîyê 93 şirketan e û nîsbeta ji sisê jê yek ya van şirketan di van heft salên dawî de hatine damezirandin. Stratejîya van şirketan herdem ew e ku mezatên bazara raya giştî bi dest xin. Loma hemû wezaret heya zanîngeha îslamê El-Ezher bîle hat neçarkirin ku bi wê re peymanê çêbike. (1) Çawa ku akademîsyen Azraq T. jî dide zanîn, fîyet nayên nîqaşkirin: “Artêş di navbera zanîngeh û peydekeran de navbeynberê tekane ye. Ji me re teklîfa firotina komputeran ên ku ji pîyaseyê % 20 bihatir in dikin.”

Di pergala muşterî ya ku ji alîyê serokkomarê berê Husnî Mubarek ve hatibû sazkirin de, ji ber ku ji pasteyê para xwe distandin, tawîzên ku ji bo artêşê hatibûn dayîn sektora kar ya taybet aciz nedikir. Lê îro midaxaleya hêzên parastinê ya li ser jîyana aborî acizker e. Milyarder Naguib Sawiris jî dibêje :“avantajên artêşê yên bêdadwer hene ji bo karên normal. Ev yek jî reqabetê ji rê derdixe”. (2) Li alîyekî din şirketên xurmeyan yên ku ji bacdayînê hatibûn bexşandin, ji dayîna zema li ser ceyranê -ya ku di dawîya 2019an de hatibû biryarkirin- hat bexşandin.

Kompleksa endustrîya leşkerî li ser sê xîma bilind dibe: Wezareta Hilberîya Leşkerî, Wezareta Parastinê û ajansên wê yên bêhtir xweser û di dawî yê de jî Rêxistina Ereb a ji bo pîşesazîbûnê (OAI). Tenê ya yekem a ku di sala 1954an de hatîye damezirandin, tenezul dike ku mezinbûna aborî ya bi lez eşkere bike: di saya serê 17 fabrîke û 20 şirketên xwe de hatinîyên wê, ku di sala 2014an de 4.2 milyar lîreyên Misrê bû di sala 2019an de bi nîsbeta % 215 zêde bû û bilindî 13.2 milyarî (720 milyon ewro) bû.(3)

Herweha wezareta parastinê dest-hilatdarîya xwe ya li ser Rêxistina Projeyên ji bo karen Neteweyî (NSPO), ya ku feraseta xwe li gor destpêkê pir berfireh kirîye, berdewam dike. Sazîya ku di sala 1979an de ji alîyê serokkomar Enwer Sedat ve hatibû avakirin, di serî de ji bo ku barê budçeya dewletê sivik bike, bi awayekî rasterast alayên leşkeri peyda dikir. Lê, sazîyê vê gavê nêzî sî şirket xistine bin banê xwe û li navendên bajaran, li her derê, taybetî nêzî îstasyonên trên û bazaran hezar heb dikan û kîoskên ku gidayên erzan difroşin vekirîye. Herweha ji bo ku bihayan daxîne jêr û bikaribe bi sazîyên din re reqabetê bike, 7.500 leşkerên ku li gor rewşa xwe mecbur in salekê yan jî sê salan eskerîyê dikin, dixebitîne. Ji ber ku mûçeyên wan mehê 350 lîreyên misrî ne (19 ewro), ev yek ji bo sazîyê di reqabeta li hemberî maxazeyên taybet -yên ku ji bo karmendên xwe mehê herî kêm 2 000 (109 ewro) lîreyên misrî didin- avantajeke mezin e.

Her çiqas berfirehbûn û belavbûna NSPOyê li ber çavên mirovan diqewime jî, kaseya wê ya pera veşartî ye. Lêkolîner Yezid Sayigh di gotara xwe ya bi navê “Xwedîyên Komarê” (4) de wê wekî “peyamnêrê ku ji alîyê hikûmetê ve tê tercîhkirin” binav dike. Sazîyê, ji jinûvekirina deşta Pîramîda Gizehê bigre heta tesîsên veguhertina avê û tora raçavkirina vîdeoyê, ji sala 2013an pê ve bi bihayê 28 milyar lîre (1.5 milyar ewro ) peymanên nû çêkirîye. Sazî di saya El-Sîsî de, ev çendeke, ji kareke baş, ji îcareyên şahrêyan ên ku mudetê wan di navbera 50 û 99 salan de diguhere jî sûdê werdigre. Di destpêka salên 2000î de çend duzîne stasyonên wê yên ji bo xizmetê hebûn lê, di sala 2019an de ev hejmar bilindî 300î bû.

Hemî erdê li derdora rêyên neteweyî bûne malê artêşê. Û ger ku ev der bên dagirkirin, artêş ji bo valakirinê ji tu mesrefê nareve. Di havîna 2019an de, bûldozerên wan ji bo vekirina rêyeke nû û çêkirina qadeke bazirganîyê daketin herêmeke gundewar ya nêzî Îskenderîyeyê. Herweha, ji ber ku li hember şantîyeya nû asteng bû, pîşegeha xurekê qerisandî ya Gevrexê -ku projeyeke hêzên bakûr bû (Îskenderîye)- hat rûxandin û 1.500 xebatkarên wê ji kar hatin derxistin. Biryara dadgehê ya ku rûxandina pişesazîyê tehîr dikir jî kêrî tiştekî nehat û walîyê Îskenderîyeyê yê ku soz dabû da ku ew dê nehêle pîşegeh werin rûxandin, ji kar hat avêtin û di dewsa wî de generalek hat erkedarkirin.

Wekî din, artêş ji reqabetkirin û tasfîyekirina endustrîya neteweyî jî natirse da ku li gor bankeya li Misrê niştecîh -ya lêkolîn û veberhênanê- a bi navê Pharos Holdîng, têketina bilez a artêşê ya pîyaseya çîmentoyê bû sedem ku du sazîyên raya giştî bên girtin, 3000 karker ji kar bên derxistin û herweha sê tesîs jî bi awayekî tundî biçûk bibin. Li dijî têrbûna pîyaseyê, artêşê bi saya destûra xwe gihandina projeyên binezasîyê yên gewre yên serokkomar El-Sîsî, bi nîsbeta %13 pîyase kot. Ji bo karsazîyên granît û mermerê jî heman senaryo hat dûbarekirin. Ji sala 2016an pê ve, hêzên leşkeri kapasîteya hilberîna neteweyî bi nîsbeta % 40 di destê xwe de digire.

Ev berbifrehbûn xwedîyê tu planeke stratejîk nîne. Herweha serokkomarê Misrê di meha tîrmeha 2019an de, di bernameyeke televîzyonê de qebûl kir ku: “ger artêşê bixwasta xebatên lêgerînên fizîbilîteyê pêk bianîya”, tenê dikaribû jê % 20 yan jî % 25 pêk bianîya. Bi rastî jî, her çiqas artêş, di qadê de -kontrolkirina ekonomîyê- û di tora medyayê de zindî tê xuyan jî di rastîyê de hinde zindî nîne. Ev rastî xwe di mînaka Rêxistina Ereb -a ji bo pîşesazîbûnê ya ku wekî xîmekî kompleksa pîşesazîya leşkerî tê binavkirin- de xwe eşkere dike. Her çiqas di navbera salên 2012-2018an de nîsbeta firotinên wê çar qat zêde bibe jî, ji ber ku 12 pîşegehên wê bi Wezareta Hilberîna Leşkerî re di nav pêşbazîyê de ne, hatinîya wê sînordar e. 2018an de 2 milyar lîreyên misrî (110 milyon ewro) kar kirîye, ku herweha ev li hemberî nîsbeta % 14 firotinên wê ne. Çawa ku di rapora rêzdar Sayigh de tê behskirin, di kontroleke fermî ya dewletê de, di çendan qadên hilberinê de di hesaban de hevnegirtinên awarte derxistîye holê. Belê, ev kêm-şîyan, ji ber mûçeyên muezem yên rêveberan, kêmberhemdarî  û bêkapasîteya wan çêdibe.

Cihgirtina artêşê ya li her derê projeyên binesazî yên gewre, çavbirçîtî û sînorên wê bi awayekî pir baş dide xuyan. Ji bilî telîmatnameyên ku rasterast ji wezeretan tên, di dawîya 2018an de, serok El-Sîsî biryara destpêkirina 2.300 projeyên mezin da. (5) Artêşa ku dewsa rêvebirîya sivîl girtîye, van şantîyeyan di navbera rêxistinên xwe û şirketên dilsoz de (ev şirket piştî lêkolîneke dirêj ji alîyê rêxistina îstîxbaratê ve tên kifşkirin) tên parvekirin. Wekî mînak Desthilatîya Endezyarîya Leşkerî ya ku di warê çêkirina pire û peyarêyan de pispor e, di navbera salên 2014-2016an de, hecma faalîyeta xwe bi nîsbeta % 367an zêde kir.

Şantîyeya paytexta rêveberî ya paşerojê, ya ku di nav pêncî projeyên bajarên nû de ne, sembola berfirehbûna tevlihev e. Ev bajarê nû yê ku 45 km dûrî rojhilatê Qahîrê ye, di navenda çolê de, qadeke heft caran ji qada Parîsê mezintirîn cih digre. Lê bele merheleya duyem ya şantîyeyê, ji ber ku projeyê ji xwe re veberdêr nedîtîye, hatîye rawestandin. Îskeleta bajêr ya ku ji bircên cam û xaneyên belawela pêk hatîye, çawa ku CEOyê şirketa ku bi navê wî tê nasîn, Huseyîn Sabour jî dide zanîn, ev piroje zêde bala mirovan nakişîne: “bihayên wan pir zêde ne û tenê çend ecemîyên ku cehd dikin bikevin pîyaseya avahîsazîyê diravan radizînin vê projeyê. Lê ev top dê wekî skandalekê di destê wan de biteqe.”

Vegera li mezinbûnê nebû sedemê peydakirina karên nû

Ji bo taşeronên ku ji alîyê artêşê ve hatine mecbûrkirin, rewş her dem mijara çavnebarîyê nîne. Dereng-xistina dayîna mûçeyan êdî bûye adet. Nûnerê fîrmayeke ewropî digot: “Dayîna mûçeyan herî kêm şeş meh piştî tarîxa dawî ya razandina diravan pêk tê. Herweha ji bo ku em meseleyê hel bikin, em neçar in ku kar bidin rawestandin”.

Gelo welat ji çalakgerîya artêşê ya bêhevsar sûd werdigire? Kes bi vê yekê bi awayekî teqez bawer nîne. Bêguman bi bilqijîna sektora avahîsazîyê, di warê gewre-aborîyê de (macro economi) geşbûnê (li gor Banqeya Cîhanê % +5,6) zêde dike. Lê belê pêşîya şewba Covîd-19, dema ku deynê dewletê yê raya giştî ku 109 milyar (96 milyon ewro) bû û ev reqem jî beramberî nîsbeta % 100 ya Têrbûna Berhemên Hundirîn bû, bi neçarî hikûmet ji bo deynstandinê di nîsana 2020î de serî li Fona Diravan ya Navnetewî (FDN) da. (6) Bi awayê fermî nîsbeta bêkartîyê (di navbera 2018-2019an de ji % 9,9an dakete % 8,9an) kêm bûye. Lêbelê ev kêmbûn, ji ber derxistina navên 1,3 milyon jinan ji kategorîya bêkartîyê pêk hatîye û yên ku vê kategorîyê li gor xwe rêkûpêk dike jî, sazîyeke bi navê Navenda îstatatîstîka Seferbertîya Gel e (NîSFG) ku rêveberê wê jî generalekî leşkerên peya ye.

Aborîzan Ragui Assad dîyar dike ku “geşbûyînê hema bibêje qet karên nû neafirandîye, bes ji sala 2006an pê ve nîsbeta karên bê sîgorte û qaçax du qat zêde bûye”. (7) Û li dijî hemû projeyên nû yên medyatik ên xapînok, ji 2017an pê ve ji bilî sektora niftê hemû sektor rawestî ne, (8) çendan pisporên misrî yên ku me bi wan re hevdîtin pêk anî -herweha ku ew ji bo encamên çevbirçîtîya aborî ya leşkerîyê xemê dikişînin- ger ku dewlet tazmînatê bide wan jî, dîsa jî dixwazin pêde pêde ew ji sektorê bikişe. Helbet ev yek jî ji rastîyê pir dûr e

*Rojnamevan

______

(1) Cf. «Ministry of military production: consumers trust us, we will return stronger than before», Al-Tahrir, Le Caire, 20.11.2017.

(2) Middle East Monitor, London, 21 gulan 2020.

(3) Li gor dîyarkirina Wezîrê Hilberîna Leşkerî ya ku ji alîyê rojnameyên Misrê yên bi navên Al Mal et Al-Masry al-youm, gulan 2018.

(4) Yezid Sayigh, «Owners of the republic: an anatomy of Egypt’s military economy», Carnegie Middle east center, Beyrût, 18.11. 2019, carnegie-mec.org

(5) li gor berdevkê artêşê, 2 îlon 2019.

(6) Nameya aborîyê ya balyozê Fransî yê Misrê.

(7) Ragui Assaad, «Is the egyptian economy creating good jobs? A review of the evolution of the quantity and quality of employment in Egypt from 1998 to 2018», Economic research reform, Gizeh, çiriya Paşî 2019.

(8) Reuters, 4 sibat 2020.

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana