Plankirina li gorî saeta sovyetî

JI HILBERÎNA POLA TA RENGÊ QUTIKAN, GAVA MOSKOWA LI HER TIŞTÎ DIFIKIRÎ

Di encama şewba cîhanî Covid-19 de, fikra plansazîya aborî dîsa di raya giştî de bû mijara guftugoyê. Lê belê ji ber îmaja xwe ya totalîterîya stalînîst, ew ancax wekî modeleke çavtirsîner hebûna xwe didomîne. Lezgînîya rewşa avhewayî ji bo daweşandina toza hin klîşeyan dikare bibe alîkar.

Translator

 

«Plansazî» ev îfade demeke dirêj bi şiroveya herî xirab wekî xela, bi şiroveya herî baş jî wekî dûvên dorê yên dirêj ên li pêşîya maxazayên vala dihat fêmkirin... Şewba cîhanî Covid-19 ji bo vê amûra ji mêj ve ji holê rabûye, gelo wê karibe rengûrûyekî nû pêşkêş bike? Neteweyîkirin, planên mezin ên pêşketina aborî, cemidandina şandina para qezencê: hejmarek rayedarên sîyasî, ku yên herî lîberal jî di navê de, ji nişka ve dewletê datînin navenda seferberîya aborî. Aborîya sovyetî wekî nimûneyeke tirsende tu caran çerxa xwe ranewestand. Ev aborîya hem otorîter hem hilberîner hem jî bêtesîr, bêyî ku kesî ji bo venasîna serketin an jî zehmetîyên wê yên wê serdemê serê xwe biêşanda, wê wekî dij-modelek bihata pênaskirin. Li gel vê yekê jî, herçendî lezgînîya rewşa avhewayî xwezîyê bi mirov re çêdike ku aborî bikeve xizmeta hedefên derveyî qezencê, ev tecrube bi xwe ye ya ku herî zêde vîna sîyasî di mijara aborî de bi pêş xistîye.

Modela sovyetî amûrên hilberînê ji bin destê maldarîya taybet rizgar dike. Maldarîya taybet li şûna ku bikeve nava hewldana tatmînkirina pêdivîyên civakî û pêşikîyên neteweyî, çavkanîyan vediguhêze kargehên hilberînê û qadên ku ew qezencê jê hêvî dike. Armanca planê jî li şûna livûtevgerên kaosî yên reqabetê, bicihkirina hesabên mihendis-plansaz e. Ji metalurjîyê bigirin heta çewlikên gelemperî, hemû sazî û şirket ji alîyê îdarî ve bi şaxekî aborîyê ve girêdayî ne. Ev şaxê wekî komîserîya tê binavkirin, dûre navê wê tê guhertin û dibe wezaret. Plana salane dibe biryarnameyeke di hêza qanûnê de. Ew bi xwe dîyar dike ka hilberîna kîjan berhemê wê çiqas be. Ev hewldan dûre di navbera her şaxê aborîyê de tê belavkirin, di pey re jî di asta her sazî û şirketê de tê parvekirin. Di pratîkê de, amadekirina planê di navbera navenda plansaz (Gosplan) û rêveberîyên sazî û şirketan de, bi navgîna wezaretên şaxan, pevguhertina berdewam a zanyarî û ragihandinê ferz dike. Divê Gosplan wisa bike ku amûr û tedarîkên soza teslîmata wan ji şirketan re daye, têra hilberîna plankirî bikin. Ev jî dibe ekîlîbraj ku wekî «dengeyên madî» tê pênasekirin.

Pîşesazîkirina bi lez û bi darê zorê

Fîyetên mal û berheman hema hema giş ji navendekê tên eyarkirin. Ji bo meaşgiran teqez palpiştên peymanî hene, lê belê şirket xwedî derfet in ku bi lîstikên prîm an jî kotayên hilberînê dest li heqdestan werdin. Li gel vê yekê jî bordroya giştî her sal ji alîyê wezareta çavdêrîyê ve (ku ew bi xwe jî ji Gosplanê desteka madî û diravî werdigire) pêşînen tê sabîtkirin. Bi vî awayî, di şirketeke sovyetî de, «qezenc» –ferqa navbera fîyeta firotina berhem û berdêla hilberînê– dibe formeke zêde (an jî valahîyekê) û ev jî pêşînen tê hesabkirin. Tendensa «vegera» ber bi navendê ye ya ku cewhera van sermaydanînan pêk tîne. Pergala fîyetê çerxeke subvansîyonên bi darê zorê ji şaxên zêde hatina wan heye dide ber xwe. Ev şaxên hatina wan zêde destekê didin şaxên ji alîyê aborî ve zirarê dikin. Ev jî dihêle ku li derveyî her pîvaneke ku xwe dispêre qezencê, bi çendeyeke mezin çavkanî biherikin nava sektorên hebûna wan zarûrî ye.

Di rastîyê de plansazî ancax di sala 1928an de dikeve dewrê, ango piştî ku şerê navxweyî bi ser dikeve û maldar ji malê xwe bêpar tên hiştin. Lê belê tu têkilîya vê plansazîyê bi bernameyeke hesapkirî ya zanyarên aborîzan re tune: Şer e, ango gefa pevçûneke çekdar a mezin li dijî hêzên sermayedar e ya ku vê rêbazê û nexasim jî hedefa wê ya pîşesazîkirina bi lez û bez ferz dike. Di XV. Kongreya partîyê ya 1927an de ev yek weha tê piştrastkirin: «Eger îhtîmala êrişeke leşkerî li ber çavan were girtin (…), tiştekî esasî ye, di dema amadekirina plana pêncsalane de, em girîngîya herî mezin bidin pêşxistina heta ji dest bê bi lez a şaxên aborîyê bi giştî û pîşesazîyê bi taybetî. Ji ber ku di parastin û aramîkirina aborîya welêt de di pêvajoya şer de şaxên aborî û bi taybetî jî yên pîşesazîyê wê bi rola sereke rabin».

Li welatekî ji sermayeyên bîyanî qutkirî, ji alîyê dîplomatîk ve tenêmayî û bi bingeha xwe gundewar, çavkanî jî bivênevê tenê ji gundîtîyê tên. Pîşesazîkirina bi lez ji xwe re dike hedef ku gundî bi awayekî girseyî gundewarîyê terk bikin û îhtîmala xwedîkirina welatîyan jî misoger bibe. Halbûkî, di wê serdemê de gundîyên rûs xwe bi xwe beşeke mezin a hilberîna xwe dixwin û xerc dikin. Ew dest pê dikin tên kevîyên bajaran lê belê wekî komên pir biçûk tên û piranîya wan jî ji bacê direvin. Bi pêngava kolektîvîzasyonê re, rayedarên sovyetan hewl didin pergala aborî ya gundîtîyê bişkînin. Gundî li ber xwe didin: di navbera 1929 û 1933yan de gundî li şûna ku hilberîna xwe bi fîyeteke pir kêm radest bikin û di encamê de bi xelayeke dijwar re rû bi rû bimînin, radibin sewalên xwe serjê dikin û zevîyan jî kêmtir diçînin. Stalîn li hemberî vê rewşê daxwazan hê dijwartir dike û gundîyên serhişkîyê dikin jî surgun dike. Li bin vê zexta azamî, di navbera salên 1928 û 1937an de hilberîna zêde ya ji bo firotinê duqat dibe. Li gorî aborîzan Robert Allen, «Bi awayekî ecêb, bi surgunkirina nifûsê ji gundewarîyê, kolektîvîzasyonê leza pîşesazîkirinê zêde kir. Bêyî kolektîvîzasyonê, koça ji gundewarîyê ber bi bajaran ve wê hindiktir, bajar biçûktir, hilberîna endustrîyel jî wê qelstir bûna».

Tevî bi milyonan qurbanîyan, encam, eger gotin li cih be, va ye li ber çavan e. Li dehsala ku da dû pêngava plana yekem a pêncsalan (1929-1933), hilberîna sovyetan 1,5 zêde bû (beramberî 1,1 li Ewropaya Rojava). Di kêlîya pêşî de, giranîya zêde ya gundîtîyê, wekî ku li Rûsyayê hat dîtin, mohra xwe li aborîyan dide (bi qasî sê çarîkê nifûsê), dûre dikevin nav seyreke aram berîya ku bikeve rewşa kêm pêşketinê (başûrê Amerîkaya Latîn, Asyaya Başûr-Rojhilat, Rojhilata Navîn) li bin tesîra globalîzma ku şertên wê pir dûrî wekhevîyê ne. Di 1941ê de gava «êrişa leşkerî» ya tirsnak wê rû bide, di destê Yekîtîya Sovyetan de ji bo organîzekirina dij-êrişekê têra xwe baregehên pîşesazîyê hene û li Stalîngradê bi Almanyaya nazî têkçûna wê ya pêşî dide tahmkirin..

Forma bi şîdet a pîşesazîkirina sovyetî bi gewde kir, ji rêbaza wê ya plansaz bêhtir xwe dispêre rîtma wê ya lezandî. Jixwe, hê di salên 1930yî de dişewişe û di nava dudilîyê de ye. Wekî ku dîrokzan Eric Hobsbawm bi bîr dixe, aborîya sovyetî hingê «ji awayê şuxulîna teşebuseke aborî bêhtir dişibe operasyoneke leşkerî». Tevî dîsîplîna herî hişk, bêserûberî di asta herî bilind de ye. Hobsbawm li ser vê yekê weha dinivîse: «Wekî pênase, ev pergal pêşikîyan destnîşan dike û biryara seferberîya giştî dide. Dûre rewşên awarte komî ser hev dibin û di encamê de hev betal dikin, li gorî girîngîyê rêzkirina rewşan dihêlin ji aktorên aborî re. Bi xwezaya xwe, pergal bi “şokên” hema hema sazûmanî dizîvire: destnîşankirina hedefên dûrî rastîyê ji bo teşwîqkirina hewldanên bêhempa ên derî taqeta mirovî». (1)

Di vê çarçoveyê de, rola hesab û kitabên aborî ji alîyê dîyarkerîyê ve ji ya dîruşmeyên sîyasî kêmtir e. Çunku pergalê coşên jidil hildiberandin û bêyî wan wê yê nikaribûya xwe li ser lingan bigirta. Wê ji bo çînên gel ên bi rêjeyeke mezin perwerdekirî, bergehên livûtevgera civakî ku tu caran ewçend mezin nebûbû, vedikirin. Di nîvê şerê navxweyî de, hejmara ciwanên diçin dibistanê ji 3,5 milyonî hildikişe 5 milyonî. Di salên 1930yî de, nenasîya alfabê pir tê kêmkirin, rêjeya alfabe nenasan bi taybetî jî ya jinan ji sedî 50yî dadikeve ji sedî 20ê nifûsa gihîştî. (2)

Şertûmercên dîrokî rayedarên sovyetan neçar hişt, bi çendeyeke mezin firinên mezin û tankên êrişê hilberînin. Lê belê rayedar zêde zû ketin nava hewldana firotina wan. Divê bersiva kîjan pêwistîyên civakî were dayîn? Gelo qeweta me ji bo wê hebû? Eger tune be, mirov çawa dikare tesîra sîyasî ya van kemûkurîyan bi sînor bike? Gelo divîyabû em ji awayên berxwarinê yên mewcud biketana rê an jî me bi xwe ji nû ve şekil bidayê? Divê çiqas par were dayîn ji bo tiştên zarûrî, an jî tenê pêwist, an jî xweş? Ya dawî jî, divê mirov çawa newala navbera realîteyê ku pir caran zêde kûr e û ne adil e û îdeala şopandî îzah bike û teng bike?

Divê kîjan pêwistiyên civakî bên pêşwazîkirin?

Guftugoyên têkildarî modayê van dudilîyan nîşan didin. (3) Di nava agirê şerê navxweyî de, bolşevîk heta bigihîje mijara cilûbergan jî parastina çîlekêşîya şoreşgerî kirin. Ya mijara gotinê dijberîya modaya bûrjuwa ye. Ev moda dikare bibe sedemê hişyarkirina dilbijîya xelkê ji bo pêwistîyên sûnî û bê navber gardropên wan bi wan bide nûkirin. Lê belê pragmatîzm dixwaze ku hin kes ji yên din zêdetir çîlekêş bin... Heta nîvê salên 1930yî, dû re jî careke din di pêvajoya şerê duyemîn ê cîhanê de, pergala bisînorkirina bi kuponan tedarîkkirina malên manufaktur ên kategorîyên civakê yên herî girîng ji bo rejîmê misoger dike. «“Karkerên” –ji kadro, mihendis û bijarteyên din pêk dihatin– di berdêla du îşlik-qutikên zilaman û sê kirasên pembû de 125 kupon werdigirtin. Karmendên buroyê, 100 kupon. Li pey van jî kesên muhtaç-muptela û xwendekar dihatin, 80 kupon û herî dawî ji bo kesên ji gundewarîyê jî, tenê di dema “teşwîqkirina”teslîmîyatên berhemên çandinîyê de tedarîk dihat kirin». (4)

Di nebûna bazarê de, mirov çawa dikare ji alîyê îdarî ve destnîşan bike ka divê çend şal, qutik, kiras bên hilberandin û kîjan model bên pêşxistin? Îstatîstîkvanên Gosplanê dibînin ku lêçûnên lixwekirinan ji asteke hatina madî û şûn ve sabît dibin: ji ber vê yekê ji bo sabîtkirina norma «rasyonel» a xerckirina serê her şexsî ew vê astê dikin bingeh û bi vî awayî planê ji alîyê zanistî ve piştrast dikin. Bi nêrîna wan, norm li cihekî navbera modaya berê û ya nû, li navbera taleba îfadekirî û pêwistîya ku tê xwestin ew şeklekî bidinê ye. «Xanîyên modelan» (atolyeyên kreasyonê) ji bo pênasekirina meylên modayê û peydekirina prototîpên li fabrîkayên konfeksîyonê tên wezîfedarkirin. Kreatorên sovyetî bi baldarî modaya Parîsê dişopînin û erka wan heye nexş û rêbazên bi feyde tên nirxandin ji wir îtxal bikin. Lê belê ev nûbûnên estetîk pirî caran bi realîteyên sovyetî re neguncaw tên nirxandin û pir kêm caran rêze-hilberîna wan tê kirin. Di dawîya zincîrê de, kincfiroş refên xwe li gorî eleqe û kirînên berê tije dikin. Ji ber vê yekê koleksîyon pir hêdî tên nûkirin. Di destpêka salên 1960î de ji % 70yê kincên konfeksîyona pîşesazîyî hê jî li gorî modelên kevin hilberîna wan tê kirin. Piranîya wan ji serdema stalînî wekî mîras mane. Di salên 1970yî de, amûrên şopdarîya veguherîna telebê –pir qismî be jî– dikevin dewrê: «lêkolînên bazarê».

Li navbera afirînerîya li derveyî realîteya «xanîyên modelan» û kincên demode yên li refên maxazayan, qelşeke mezin heye ku civak hewl dide bi lez tije bike. Gelek sovyetî hene ku kincên xwe li malê didirûn û berê xwe didin atolyeyên modayê yên qaçax. Dirûtina li malê ji alîyê rayedarên sovyetî ve jî tê teşwîqkirin. Bi hêvîya sistkirina tengezarîya ji ber tunebûnan, heta ku ev karê li malê digihîje asta reqabeta bi sektora dewletê re jî, rayedar desteka xwe ya ji bonê didomînin. Ev refleks bi awayekî dişibe rewşa maskeyên «alternatîf» ku bi hezaran fransîyan li malên xwe û bi dilxwazî ji xwe re çêkirin, hem jî li bin çavdêrîya dilovan a rayedarên ku nedikarîn ji bo xebatkarên xwe jî wan tedarîk bikin.

Ev zehmetîyên di hilberîna kincan de derdikevin holê pirsgirêka sereke ya aborîya tê birêvebirin destnîşan dike: çawa mirov dikare, bêyî fîyetên serbest, çavkanîyan li cihê rast, li dema rast û bêyî ku wan îsraf bike bikar bîne? Yekîtîya Sovyetê ya serxweşbûyî bi rêjeyên muhteşem ên pêşketinê, vê zehmetîyê pir zû ferq nake. Lê belê her ku zincîrên hilberînê mezin û kompleks dibin, pirsgirêkên koordînasyonê jî komî ser hev dibin. Rayedar li gorî çerxa burokratîk bersivê didin vê rewşê. Di 1932yan de, sê komîserîyayên ji bo pîşesazîyê hebûn: Berîya tarîx bibe 1940, sî û du heb hatin afirandin.

Gosplan a ku di bin barê giran ên wezîfeyan de bêtaqet ketî, ji 1965an û şûn ve giranîya xwe dide plansazîya madeyên xam û amûrên stratejîk. Ev jî dibe bi qasî belgeyeke 11 500 rûpel a di heftê cîldan de berhevkirî… (5) 20 000 berhemên din li komîsyona Dewletê ya Berpirsîyar ji Peydekirina Amûr û Ekîpmanan (Gossnab) û rêveberîyên wê yên ademî merkezî hatine spartin. Wekî din, her pevguhertineke fîzîkî bersivê dide operasyoneke diravî. Ev wezîfe jî dibe para bankaya navendî ya ku misoger dike ku «pere planê dişopîne» û bi qasî pêwist pere di nava geryanê de ye da ku pêşbînîyên firotinê bên kirin. Ev jî dibe îspata hejmara operasyonên ku divê ji alîyê rêveberîya sovyetan ve werin koordînekirin. Hejmara nirx û endksên ku rêveberên şirketan radigihînin sermufetişên xwe yên îdarî jî di navbera 2,7 û 3,6 milyarî de ye. (6)

Di asteke zêde de, zanyarîya aborî ya ku plansaz bikar tîne jî dîsa bêkalîte ye. Midîr xwedî meyl in pêwistîyên xwe zêde nîşan bidin û veşêrin stokên ku çêkirine bi armanca xwe amadekirina ji bo teslîmatên madeyên xav ên derengmayî an jî kêm û herweha ji bo revîzyona bilind a plana hilberînê an jî erizeyeke ji nişka ve dedikeve holê. Plansaz bê navber bi teleb û kêmasîya çavkanîyan re rû bi rû dimîne, destekê dide bidawîbûna zincîra hilberînê. Bo nimûne, fabrîkayeke ku plastîkê hildiberîne (ku di gelek pêkhateyên têkel ên berhemên din de tên vedîtin) wê bibîne ku li telebên wî ji yên atolyeyeke konfeksîyonê bi baldartir were guhdarîkirin: valahîyek di warê plastîkê de wê komek «denge-made» yan serûbin bike, berevajîyê rewşa nebûna şalên ku ancax li mişterîyê dawîyê neyên. (7) Halbûkî gava ev ê dawî nema karibe «bi cuzdanê xwe deng bide», tu çerxa demokratîk nahêle tiştekî dijber bibêje an jî biryarên ji alîyê rêveberîya aborî ve hatine dayîn temam bike. Û giranîya sîyasî ya wezîrên şaxê pêwendîdar di biryarê de dengeyê diguherîne. Di vê lîstikê de, kompleksa leşkerî-pîşesazîyî xwe baş diparêze û pîşesazîya sivik pir hindiktir dikare vê yekê bike.

Encam: Aborîya sovyetî niha ji kêmbûna hilberînerîyê nexweş û bêzar e û ew gelek mal û pêwistîyên berxwarinê di ser guhên xwe re davêje, îhmal dike. Ji dema ku pêşbazîya jeopolîtîk li ser vê xakê bi pêş dikeve û vir ve û ne tenê li ser qada pevçûna leşkerî, ji bo destekdayîna pêşbazîya li gel aborîyên cîhana rojava, divê rêveberîya Moskovayê gelek derfet û amûran bixe dewrê: zêdetir xebat, zêdetir madeyên xav, zêdetir pere. Lê belê seferberkirina zêdetir enerjîya sermayeyê dikare encamên xirab jî bi xwe re bîne. Di salên 1950yî de, mezinbûna salane ya ji sedî 9,4 a sermayeyê, hilberîna îlawe «tenê» ji sedî 5,7 zêde kir. Li destpêka salên 1960î, mezinbûn dikeve qonaxa sistbûnê. Di pêvajoya deh salan de, ev rêjeya mezinbûnê salane daket 5,2.

Aborîzan hatin vexwendin ji bo bên ber serê nexweş: reformek pêwist e, lê belê kîjan? Bi awayekî şematîk, du ekol tên pêşberî hev. Di îlona 1967an de, aborîzan Evsei Liberman di rojnameya Pravdayê de gotarek bi vî sernavî weşand: «Plan, qezenc û îkramîye». Qezenc? Peyv aborîzanên ortodoks dîn û har dike. Liberman ji derdora dibistaneke îlhamgira ji Marksîzmê ye. Ev dibistana ku pêşnîyarên wê zêdetir lîberal in, bi rexnegirî nêzî plansazîyê dibe. Tovarniks (tê wateya dibistana malê bazirganîyê) ji bo bi awayê herî rast xuyabûna çendeya xebatê ya her malî di eslê xwe de reformeke pergala fîyetan dixwaze. Û ew, der-navendîkirina ango ademî-merkezîkirina biryara aborî diparêzin. Ev beşa duyem a xebatên wan di sala 1965an de tê wateya guhertineke pir mezin di pîvanên birêvebirina aborîyê de. Demûdezgehên hilberînê ku ji niha û şûn ve wê li gorî reqemên kar û ne li gorî çendeyên hilberandî, bên nirxandin, divê êdî zêdetir bi kalîteya hilberînê re serê xwe biêşînin. Dayîna «kirêya» makîneyên ji alîyê navendê ve tên radestkirin, divê êdî bibe sedem ku rêveber sermayeyê bi awayekî bêperwa bikar neynin û mesrefan daxin. Wekî din, destûra wan heye îkramîyeyan li meaşên karkeran zêde bikin da ku coşa wan a xebatê geş bibe. Herweha ew xwedî mafê livûtevgereke têra xwe berfireh in ji bo bi awayekî xweser razandina sermayeyê li karên ku ew bi feyde dibînin û dikarin li gel tedarîkvanan peymanan çêkin.

Dema ku ev dibistana reformîst hewl dide bazarê teqlît bike, komeke din a aborîzanên-sîbernetîsyen dixwazin pergala plankirî biserûber bikin û bi pêş bixin. Ev lêkolînerên li navenda Enstîtuya Navendî ya Aborîya Matematîk a Moskovayê (CEMI) li hev kombûyî, ji bo wan çavkanîya îlhamê, xebatên pêşeng ên Leonîd Kantorovîç e ku herweha ev aborîzan îcatkarê bernamsazîya rastkêş e û dûre wê bibe «xelatgirê Nobela aborîyê» jî. Ew bi eleqeyeke mezin bûn çavdêrên awayê ku fîrmayên mezin ên amerîkî, nexasim jî General Motors, xwe dispêrin otomasyonê da ku karibin xwe li gorî malîyetên hilberînê eyar bikin. Bi xeyala biserûberkirina aborîya sovyetî bi awayê fîrmayeke qirase, ew dixwazin tevahîya welêt bi tevna kompîturan bihûnin. Bi vê tevnê ew hêvî dikin pirsgirêkên mezin ên koordînasyona aborîya plankirî çareser bikin. Ev proje ye ku ji alîyê sîbernetîsyen Viktor Glûçkov ve ji Kîevê tê anîn. Yek ji hevkarên herî jêhatî yên CEMI, Nikolaï Fedorenko, hewl dide alîkarîyê bidê ji bo bifiroşe rayededaran vê Pergala neteweyî ya otomatîze ya hesaban û nirxandina înformasyonan, ku embrîyonek e ji bo bibe înterneteke rûsî. Armanca wî ew e li seranserî welêt 20 000 termînalan bi navendeke înformatîkê ya li Moskovayê ve girê bide.

Tevî ku gelek îlham ji çavdêrîyên xwe yên aborîya amerîkî wergirtibe jî, ev pêşnîyar bi awayekî paradoksal di asta herî bilind de navendîker ango santralîzatris e: hedefa wê ew e ku «dewletê bi înformasyonan û pergala wergirtina biryarên rast a xwe bispêre plansazîya navendî ya ku wekî rastîyeke zanistî dinirxîne, bixemilîne». (8) Ya li vir mijara gotinê ye bi temamî ne aborîya dijîtal a ji me re nas e. Li cem Amazonê, plan berejêr diçe. Mişterîyê berxwir neçar dibin berê xwe bidin tercîhên şirketên navneteweyî yên dixwazin ji xetên montajê yên çînî bigrin heta depoyên fransî, tevahîya zincîra hilberînê bixin nava livûtevgerê. Xeyala sîbernetîsyen jî hilberîneran ber bi alîyê hedefên planê ve dide xebitandin: «fîyet di dema reel de bi awayê li ber çavgirtina biryarên Partîyê wê bên sabîtkirin, bi vê jî wê were misogerkirin ku plan bi denge be, ango ji bo pêkhatina vê hedefê tevahîya çavkanîyan bi awayekî bi tesîr tên bikaranîn». (9)

Ji her du reforman yek tenê jî wê temam nebe. Reforma îlhama xwe ji Tovarniks wergirt û di navbera salên 1965 û 1969an de qismen hat pêkanîn, tengezarîya di nava aborîyê de hê zêdetir kir. Şirket dikevin rewşeke ku pir dişibe ya nexweşxaneyên fransî yên li ser bingeha berdêla xizmetê kar dikin. Ji wan tê xwestin ku wekî şirketeke taybet «qezenc bikin» lê belê berevajîyê şirketeke taybet, ji mafê dîyarkirina fîyetan û pêşxistina stratejîyên ji bo mişterîyan bêpar tên hiştin. Û dîsa tam wekî nexweşxaneyên ku neçar in nexweşên tên cem wan tedawî bikin, şirketên sovyetî jî divê sîparîşên «lezgîn» ên ku ji meqamên jor ji wan tên xwestin, bi rêzdarî pêşwazî bikin.

Di encama rêûrabêzên nû yên bankavanîyê de deynê şirketan adeta difirin. Halbûkî, pêkhateyeke sovyetî nabe ku îflasê bike: eger nikaribin deynê xwe bidin, divê Gosbang bi hawara wan ve bibeze, deynên wan daxe sifirê û fatûrayê pêşkêşî dewletê bike, herçendî bi vî awayî dikare bibe sedemê krîzeke diravî ya gelemperî jî. Di raporeke xwe ya sala 1968an de, Gosbank bû parêzvana «nerm-kirina» fîyetên malê berxwarinê, an jî xwe xist bin barê dayîna kirêya welatîyên sovyetî ku hingê di lojmanên belaş de rûdinîn. Serencamên reformeke wisa wê peymana civakî, heta li cih hiştina plansazîya mecbûrî jî bikin mijara jêpirsînê. Gosplan, bi dengê midûrê xwe Nikolaï Baibakov, hingê êrişan dibe ser «aborîzanên (…) ku dilê wan heye fîyetan ji qanûnên sosyalîzmê cuda bikin, li şûna qanûnên pêncsalane pêşbînîyên demedirêj bicih bikin û pratîkên bûrjuwa yên îflasê bixin dewrê». (10) Reform hat rawestandin.

Projeya Glûşkov a demeke dirêj hat guftugokirin, wê di 1970yî de bi temamî dest jê were kişandin. Baş e wê venêrîna sabîtkirina fîyetan radestî makîneya înformatîkê were kirin? Sîbernetîsîyen wekî safekî şîrîn xuya dike. Serhildana Novotşerkassk a di sala1962yan de, piştî bilindbûna fîyeta berhemên şîr û goşt –û perçiqandina wê, heta 1992yan hat veşartin, bû sedemê mirina 28 kesan-, nîşan da ev pirsgirêk çiqas sîyasî bû û bi qasî radestî matematîkvanan neyê kirin, cidî bû. Bi hêza înformatîka serdemê, dinyayek înformasyonên ku ji alîyê vê projeyê ve wê bihatana nirxandin, di rastîyê de wê pêdivî bi milyonan salan hebûya. (11) Dîsa jî sovyetan, potansîyelên înformatîkê yên ji bo çareserkirina pirsgirêka koordînasyona karûbarên aborî yên lê rast dihatin, qismen be jî ferq kirin. Di encamê de kesên din bûn yên karîn hêza algorîtmayan bi kar bînin. Ya ku niha maye were kirin bicihkirina wan a li bin kontrola ehalîyê ye.

____________

 (1) Eric Hobsbawm , Serdema tundrewan. Dîroka bi kurtî ya sedsala XX. (1914-1991), Agone, Marsîlya, 2020.

(2) Robert Allen, Farm to Factory: Ji nû ve şirovekirineke Pîşesazîya Şoreşa Sovyetê, Princeton University Press, 2003.

(3) Larissa Zakharova, «Li ser rêya bereketa madî li Yekîtîya Sovyetan a serdema Krûsçev: şopandina modayê an jî berxwarina sînorkirî», Jîyana rojane û desthilatîya li serdema komunîzmê , Weşanên Karthala, Paris, 2010.

(4) Julie Hessler, «Normalîzasyona Piştî şer û sînorên wê li YKSSê: nimûneyek bazirganîyê», Europe-Asia Studies, vol. 53, n°3, Glasgow, 2001.

(5) Cf. Gertrude E. Schroeder, «Reform»a pergala tedarîkê di pîşesazîya sovyetê de», Soviet studies, vol. 24, n°1, Glasgow, 1972.

(6) Alec Nove, Aborîya Sosyalîzmê ya Revîzekirî, HarperCollins, London, 1991.

(7) Francis Spufford, Sermayeya sor: çîrokeke sovyetî, Weşanên l’Aube, La Tour-d’Aigues, 2016.

(8) Yakov Feygin, «Ji nû ve teşekirina dewleta şerê sar: ramana aborî, navneteweyîkirin û sîyasetên reforma sovyetî, 1955-1985», teza dîrokê, université de Pennsylvanie, 2017.

(9) Heman çavkanî.

(10) Heman çavkanî.

(11) Cf. Vsevolod Pugachev, «Pirsên li ser plansazîya optîmal a aborîya neteweyî bi alîkarîya tevneke yekbûyî ya navendên înformatîk (bi rûsî), Voprosy Ekonomiki, Mosko, n°7, 1964. Referans: Durand Cédric, Keucheyan Razmig, «Plankirina li çaxê algorîmayan», Actuel Marx, Paris, n°65, 2019.

Wergera ji fransî : Baran Nebar